Qirkirina Asûriyan

TAWANEKE JIBÎRKIRÎ
Translator

Di 11’ê Adara bihurî de parlementoya Swêd’ê biryarek erê kir û bi vê biryarê di Şerê Yekemîn ê Cihanê de qirkirina ermenî, asûrî, suryanî, keldanî û rûman nas kir. Nerazîbûna fermî ya Komara Tirkiye’yê weha bû; paşvekişandina balyozê xwe yê li Swêd’ê û zextkirina li hukûmeta Swêd’ê. Ev krîza dîplomatîk bi îhtîmaleke mezin baş dihê zanîn û weha xuya ye ku çareser bûye. Lê belê ez wisa bawer dikim ku vê krîza dîplomatîk agahiyên sebaret bi tiştê ku parlemana Swêd’ê erêkirî vedişartin. Lewma li vir ezê hewlê bidim qala qirkirina gelê asûrî (ev navlêkirineke etnîk e) bikim ku di nava xwe de bi ya gelek dêrên cur bi cur cihê bûne: nastûrî, ortodoksên asûrî, keldanî û her weha yên ku protestanî û katolîkî qebûl kirine. Girêdana bi kurdan ve ya mijarê jî ew e ku asûrî heta sala 1915’an para bêhtir li navenda bakurê Kurdistan’ê li herêmên Hekarî, Botan û Tur Abdînê (Tor) diman. Kurd cîran’ên wan bûn û wan jî mezinahiya axayên kurd qebûl dikir, heta di hin konfederasyonên eşîran de carinan endamên asûrî mezinên eşîran bûn.

Dema Şerê Cihanê yê Yekemîn bi dawî bû, serekên cihanê li Parîs’ê li hev civiyan da ku aştiyeke mayînde pêk bînin. Gelek hindikahiyên ku zordarî li wan hatibû kirin, şandeyan bi rê kirin da ku doza serxwebûnê bikin, a ku xwe dispêre prensîba diyarkirina çarenûsa neteweyî. Di nava wan de şandeyeke asûrî-keldanî jî hebû û îddîa dikir ku li ser navê komên suraniyên li rojhilata Anatolya'yê û bakurê Mezopotamyayê diaxivin û nûneriya wan dikin. Daxwaza wan a dewletekê xwe dispart du argumentan: Wan êş û azara komkujiyên gelekî xerab kişandiye ku ji aliyê dewleta Osmanî ve hatine birêvebirin; fermandarên leşkerî yên payebilind ên Rûsya û Îngilistan’ê soza dewleteke serbixwe dane wan, eger ew ji bo armanca hevpar digel wan şer bikin, baskê nastûrî yê gelê asûrî jî bi ya vê yekê, dema ku ketin ber siyaseta paqijiya etnîk a dewleta Osmanî, şer kiribû.

Piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn welatê gelê asûrî hema hema bi giştî hatibû valakirin û pêvajoya bicihkirina penaberan, ku ji aliyê karbidestên dewletê ve hatibûn şandin, lê dewam dikir. Rewşa wan dişibiya ya ermeniyên ku li wan erdan bûn ku hema diket bakurê cih û warê asûriyan. Şandeya asûrî-keldanî di konferansa aştiyê ya Parîs’ê de qala 250.000 kuştiyên di dema şer de kir, bi ya gumana wan ev nîvê serjimara wan a beriya şer bû. Ya rastî, guncan e ku ev hejmar kêm be jî. Hesabên ji bo eyaleta Diyarbekir’ê rêjeyeke gelekî zêdetir nîşan didin: Ji sedî 90’ê keldaniyan, ji sedî 72’ê ortodoksên asûrî û ji sedî 62’ê katolîkên asûrî. Bi ser de jî haya şandeyê ji gelek civakên îzolekirî jî nebû, ji xwe yên ku tevî ermeniyan di heman gundan de diman û carinan jî bi ermenîkî diaxivîn lewma haya tu kesî ji wan nebû.

Tevî ku “Pirsgirêka Asûrî” ya neteweyî û siyasî, bişibe pirsgirêka “ermenî” ku baş dihê naskirin, asûrî jî ketibûn ber diranên kujer ên qirkirinekê ku armanca wê tunekirina ermeniyan bû. Radeya kuştinan, têgihiştina paqijiya etnîk, beşdariya serekên payebilind ên hukûmet û artêşê di plankirin û biryardanê de, li ser hev derketina pêşiyê ya çendek rayedarên fermî ya bi rola tawanbar (para bêhtir endamên Teşkîlat-i Mahsûsa “Rêxistina Taybet”), daxwaza ji nû ve bicihkirina leşkerên artêşa nîzamî (dûrî xeta eniya şer) da ku her gund an jî eşîra ku wêriyabû li ber xwe bide tune bike; ev hemû, sîstematîkbûna şîddeta osmanî ya li dijî mesîhiyan piştrast dikin. Ev şîddet tam bi ya terîfa fermî ya nijadkujî ye ku di Peymana Neteweyên Yekgirtî ya sala 1948’an de hat qebûlkirin. Bi îddîaya têkiliya wan bi rûsan re heye, di bin kirasê “pêdiviya leşkerî” de diviyabû asûrî ji deverên nêzî bereya şer werin veguhestin. Dema wan li ber xwe da rewş bi carekê ve xerab bû û veguherî zordariya paqijiya etnîk. Yên ku ev paqijiya etnîk bi rê ve dibirin leşkerên osmanî û xelkê deverê bûn ku dixwestin talanê asûriyan rakin. Paşê hat îddîakirin ku ev şerekî navxweyî bû, lê belê hukûmeta osmanî tedbîrên şîddetê yên pêşîlêgirtin û bûyer bi xwe jî nîşan didin ku tu amadekariya asûriyan ji bo şer nebû (ne siyasî, ne jî leşkerî) û bi tenê di hin rewşên îstîsnayî de, ji wan hat ku xwe biparêzin.

Lêkolîna min, pê divê ku yekemîn dîrokgotina tecrûbeya şer a gelên asûrî çêbikim, li ser materyalên ji arşîvên tirkan avabûye. Min ev paşê bi şahidiyên arşîvên ingilîz, fransewî, alman, îranî û rûs dan ber hev û her weha şahidiyên asûrî yên hemdem û dîroka devkî jî min li ber çavan girt. Şahidiyên ji çavkaniyên bi tevahî ji hev dûr, hev du yan erê dikin yan jî pêş de dibin. Gelekî kêm belge di arşîvên tirk de hene ku nîşan didin serhildaneke tam a xirîstiyanan hebû. Belge bêhtir nîşan didin ku rayedar di panîkê de bûn û bi delîlên gelekî kêm an jî her çend hîç delîl nebûn jî wekî tedbîrên li dijî tirsên xiyaneteke pêkan a paşerojê xirîstiyanan tune dikirin.

Dema ku şer dest pê kir, asûrî di nava xwe de gelekî parçe bûn û şîddetê ew bêhtir ji hev parçe kirin. Di warê cografî de ji bakurê rojavayê Îran’ê heta rojavayê Mezopotamya’yê belav bûn û têkiliyên di navbera herêman de kêm bûn. Di warê olî de asûrî di nava gelek dêrên dijberî hev de parçe bûbûn: nastûriyên çiyayên Hekariya û rojavayê Îran’ê, keldaniyên (baskekî rojhilatî yê dêra katolîk a Roma’yê) li rojavayê Îran’ê, Botan û Mûsil’ê û dêra ortodoks a asûrî ku navenda wê bakurê Mezopotamya û Anatolya'ya Navîn bû. Bi ser van de jî hin parçeyên ku qulibîbûn ser dînên katolîk û protestaniyê jî hebûn. Newekheviya olî ya ku her ku diçû mezintir dibû, bi awayekî trajîk gelekî dijwar kir ku asûrî li dijî bereya dij-xirîstiyan a osmaniyan bereyeke hevgir ava bikin. Bereya dij-xirîstiyan a osmaniyan xwe dispart piştgiriya olî û dikir ku helwestên “parçe bike û dagir bike” bi ser kevin. Komên xirîstiyan gelek caran hev du bi xiyanetê gunehbar dikin.

Asûriyên pêşî li dij Hukûmeta Osmanî şer kirî, eşîrên serbixwe yên çiyayên Hekariya ne. Di 26’ê Cotmeha 1914’an de bi tenê çend rojan beriya destpêka şerê di navbera osmaniyan û rûsan de, wezîrê karên navxweyî Talat biryar da ku divê nastûriyên li ser sînora Îran’ê dimînin bişînin herêmên Konya û Enqere’yê. Diviya bû ew ji hev bi rengekî bihatana belav kirin û li deverên ku lê werin bicihkirin jî nebin xelkê piranî. Sedem: Guman heye ku ne dilsoz bin û guncan e ku rûs wan bi kar bînin. Komkujiyên bi destê hukûmetê li herêmê dest pê kirin û şîddet tevahiya zivistanê û buhara 1915’an her zêde bû û di encamê de bi awayekî pêk hatî dor li herêmê hat girtin. Dema ku artêşa rûs di Gulana 1915’an nêzî herêmê dibû, da ku li ser riya xwe ermeniyên bajarê Wan’ê jî azad bike, serekên asûrî jî biryar dan ku bi rûsan re bibin yek. Osmaniyan di cih de kiryareke mezin a leşkerî organîze kir. Asûriyan bi tivingên xwe yên flînta bi qehremanî li ber xwe da, lê hem hejmara wan kêm bû û hem jî çekên wan kevin û kêm bûn. Piştî şerên dijwar, birçîmana li çiyayan û mirina gelek zilamên xwe, Îlona 1915’an bermahiyên eşîrên nastûrî ketin nav erdên Îran’ê. Tevî çend hewldanên paşê yên ji bo vegerê, ewê êdî qet venegeriyane ser erdên xwe.

Li Îran’ê serhatiya asûriyên li herêma Urmiye guhertî bû, lê bi qasî ya asûriyên din bi şîddet bû. Ev nastûrî û keldaniyên cotkar ên Îran’ê yên li ser erdên nêzî sînora osmaniyan bûn ku diketin ber daxwazên berfirehbûnê yên rûsan û tirkan. Di sala 1915’an de ji Çile heta Gulanê herêm ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve hat dagirkirin. Osmaniyan li vir artêşeke ne nîzamî ya cendermeyan, kurd û endamên Teşkîlat-i Mahsûsa bi cih kirin. Ev hêzeke leşkerî bû ku ji rêvebirina sivîlan bêhtir bi kêrî sabotajan dihat. Rewş jî di demeke kin de xerabtir bû. Di dawiya Sibata 1915’an de komkujiyeke mezin li dijî asûrî û ermeniyan li devera Heftevan’ê pêk hat û 700 zilamên asûrî û ermenî hatin kuştin. Yekîneyên leşkerî yên di bin fermanariya waliyê Wan’ê Cewdet Beg de ev tawan kiribûn. Li Urmiye’yê mirov ji cihê xwe spartibûnê û li stargehek geriyabûn an ku ji misyona fransî dihatin girtin û dihatin kuştin. Dibe ku ev şêwazekî tolhildanê yê osmaniyan be li dijî yekîneyên xweparastinê yên asûrî û ermenî ku rûsan ew çekdar û perwerde kiribûn. Di destpêka Gulana 1915’an de hêzên tirk ku fermandarê wan Halîl (ku paşê bi serketineke xwe ya li dijî ingilîzan a li Kutê navdar bibûya û her weha apê wezîrê şer Enver e) bû di şerekî mezin ê li Dilman’ê de têkçûn û osmanî neçar man ji Îran’ê vekişin. Alayên şervanên dilxwaz ên asûrî û suryanî yên fermandariya wan Antranîk’ê ermenî dikir, di têkbirina tirkan de xwedî roleke girîng bûn. Piştî vê têkçûnê Halîl dest bi qetilkirina leşker û sûbayên ermenî yên di artêşa xwe de kir. Dema ku vekişiyan artêşa wî xirîstiyanên ku rastî wan hatin hemû qetil kirin û li bajarên Elbak, Sêrt û Bedlîs’ê xirîstiyan tunekirin.

Li Tûr Abdînê, herêma li başûrê Diyarbekir’ê piraniya asûriyan bi ser dêra ortodoks an jî katolîk a asûrî ve ne û li bajaran jî para bêhtir ew û ermeniyên katolîk bi hev re ne. Ev devereke dûrî bereya şer bû û waliyê Diyarbekir’ê, bijîşkê berê yê leşkerî Reşîd Beg, bi mehan beriya ku fermaneke nivîskî ji Stenbol’ê bigihîje Diyarbekir’ê, dest bi tepisandina bi şîddet a ne-musulmanan kir. Li vir weha xuya ye ku siyasetmedarên herêmî yên ku endamê komîteya Îttîhad û Terakki'yê bûn, biryara tunekirina tevahiya xirîstiyanên herêmê dabûn û di nameyan de ku ji Stenbol’ê re dişandin qet xwe jê venedan ku asûriyan wekî “ermenî” an jî “serhildêr” bi nav bikin da ku destûra girtina mexdûrên xwe bidin destpêkirin. Di bajarên mezin de ku tê de gelek komên cihê yên xirîstiyanan hebûn, pêşî ermenî birin, paşê katolîk û protestan û herî dawiyê ortodoksên asûrî.

Hêja ye ku em li vir bi bîr bînin ku hejmareke baş a rayedarên osmanî planên dijberî xirîstiyanan red kirin. Rayedarên payebilind para bêhtir ji bo erkên li herêmên din hatin peywirdarkirin, lê belê rayedarên payeya wan kêm, hatin qetilkirin. Di nava dijberên planê de du muteserif (walî) ên li Mêrdîn’ê peywirdar jî hebûn: Hilmî Beg û Şevket Beg.

Li Diyarbekirê karmendên walîtiyê komîteyeke taybet ji bo plankirina kiryarên tunekirinê organîzekirin. Vê komê yekîneyên kuştinê yên herêmî ava kirin ku li Mêrdîn’ê ji ber ku hejmara endamên wan pêncî bû wekî el-xemsîn (bi erebî pêncî) bi nav û deng bûn. Yekîneyên kuştinê yan unîformayên wan hebûn yan jî bazbendên wan, çekên wan ên artêşê bûn û sûbayên yedek ew bi rê ve dibirin. Wan dor li gundên cotkariyê digirt û paşê şêniyên wê qetil dikirin. Li gundên mezin an jî li deverên ku ew li benda berxwedaneke xurt bûn, bangeke hewarê dişand û çend eşîrên kurdan kom dibûn. Kesên ku ji qirkirinê filitîn para bêhtir navê heman eşîran hildidin: Li Tûr Abdîn’ê Rama û beşek ji baskê Haco yê konfederasyona eşîran a Hevêrkan ên herî çalak bûn.

Belê hin eşîrên kurd bi awayekî zelal li dijî komkujiyan bûn. Li Tûr Abdîn’ê baskê mala Çelebî, beşek ji baskê mala Haco yên Hevêrkan bi awayekî çalak xirîstiyan parastin. Wan asûrî û ermenî li gundên xwe veşartin, heger dor li gundekî asûriyan hatibûna girtin qût û çek bi dizî ji wan re dişandin. Piştî şer bi taybetî navê Çelebî dihê hildan ku alîkarî daye xirîstiyanan da ku vegerin gundên xwe. Li Dêrsim’ê gelek eşîran, ermenî parastin û heta hin asûriyan bi riya derbasbûna di Dêrsim’ê re xwe xelas kirin. Li Sêrt’ê artêşa Halîl Beg di Pûşbera 1915’an de bi navê tolhildanê li dijî şêniyên xirîstiyan ên bajêr û wilayetê, ku hejmara wan gelek bû, êrîşên tirsnak pêk anîn. Du serekeşîrên kurd Osman Axa û Omer Axa neserketî hewl dan hevalê xwe, metranê Sêrt’ê Addaî Şer, xelas bikin. Addaî Şer alimekî navneteweyî yê navdar bû. Wan karibûn metran ji Sêrt’ê derxin, lê belê cihê ku xwe lê veşartibû, gundê Tanzî, hat dîtin û metran û Omer Axa hatin kuştin.

Di gelek bûyeran de kurdan asûriyên ku heval û cîranên wan bûn parastin û bi awayekî spontane ev yek kirin. Mînakeke vê yekê ya şahane êzdiyên çiyayê Şengal’ê ne. Wan bi awayekî sîstematîk asûrî û ermenî rizgar kirin. Ew li çolê digeriyan da ku mirovên ji karwanê tehcîrê rizgar bûyî yan jî yên ji şîddetê reviyayî bibînin. Bi sedan penaber li vir sitirîn û gundekî mezin tevî xanî, klînîk û dêrê ava kirin. Sala 1918’an osmaniyan artêş şand çiyayê Şengal’ê da ku êzdiyan ceza bike û stara xirîstiyanan xerab bike. Pênc sal cezayê girtîgehê, tevî karê giran li mêzînê êzdî Hemo Şaro hat birîn.

Li Tûr Abdîn’ê gundê asûriyan Hezexê (ku îro navçe ye) û Êwert’ê li dijî dorgirtinê bi mehan li ber xwe da. Di nava êrîşan de êrîşên artêşa nîzamî jî hebûn. Van êrîşan û berxwedanê heta bi peymaneke 28’ê Mijdara 1915’an hatî mohrkirin, dewam kir. Heta vê demê piraniya gundên asûriyan û bajarên wan ji xirîstiyanan hatibûn xalîkirin. Di 28’ê Îlona 1915’an de walî di rapora xwe de digot, ew ji heqê 120.000 “ermeniyên” li herêma xwe derketiye û yek ji wan jî êdî li herêmê nemaye.

Piştî şer hin darizandin pêk hatin, ku di wan de êrîşkarên herî navdar hatin dadgehkirin. Reşîd bi tawanên şer ên li dijî şêniyên xirîstiyan ên li herêma Diyarbekir’ê hat gunehbarkirin. Wî di îfadeya xwe de got, wî xirîstiyan wekî bakteriyên ku zirarê dikin didîtin û pirs dikir, ma ne peywira doktorekî ye ku bakteriyan tune bike. Beriya doz bi dawî bibe wî xwe kuşt. Piraniya bersûcan ji bo pirsiyarkirinê şandin Malta’yê, lê ew qet nehatin dadgehkirin û demeke kurt paşê di çarçoveya lihevkirinekê de ku hukûmeta îngilîz bi serekê tirkan ê ku nû derdiket ser dika dîrokê Kemal Ataturk re çêkirî, hatin berdan. Hin ji tawanbarên şer û organîzatorên qirkirinê kariyerên xwe yên siyasî yan jî îdarî di Komara Tirkiye’yê de dewam kirin. Tu lêpirsîneke giştî sebaret bi tawanên şer ên li dijî asûriyan ku bi destê karbidestên hukûmeta osmanî yên wê demê pêk hatî, nehat kirin.

Hema wekî di mijara qirkirina ermeniyan de gelek hukûmetên tirk siyaseta xwe ya qebûlnekirina bi awayekî sîstematîk tunekirina asûriyan, dewam dikin. Dîsa jî belgeyên dîroknasan komkirî têra xwe encaman derdixin holê û baweriyê bi xwe tînin. Gelê asûrî mexdûrê qirkirinekê bû. Eger (û kengî) hukûmeta tirk vê yekê qebûl bike, hingî yek ji karên sereke ew e ku mirov dest pê bike kar û barên kurdên merd ên hewldan cîranên xwe yên asûrî biparêzin, qebûl bike û nas bike.

Wergera ji Ingilîzî
Lokman Turgut

Çavkanî

Ev nîvîs ji bo Le Monde diplomatique kurdî hatiye nivîsandin.