Qumara li ser înternetê

Translator

Ji şeş mehan û vir ve ye ku ez li ser internetê dilîzim, her meh ez % 20 meaşê xwe wenda dikim, nuha ez bê kar im, ji ber wê ez hinekî zêdetir hay ji xwe heme. Bi şev ez ji xewê şiyar dibim ku bilîzim, lê belê ez daxwazên ji bo lîstinê red dikim. Li hemberî kesên biaqil, ez xwe dikim pêkenok." Ev şahîdî li ser Le Monde.fr (1), hatiye weşandin, "Gilles" ne keseke weha ye ku bala medyaya fransî bikişîne. Ji meha hezîrana 2010’ê û bi vir ve ku tarîxa destpêka qanûna "di derbarê reqabetê û qumarê de", sîteyên qumara sportîf û yên pokerê, herweha televîzyon, radyo û komên çapemeniyê, bi armanca ku bala girseyan bikişînin, ketine nava hewldanên taybet. Pereyê ku dê di vê sektorê de bigere, bi qasî 5 milyar euroyan tê texmînkirin, lewre ev sektor bala gellek derdorên pîşesaziya temaşevaniyê jî, ne kêmî sektora gazînoyan, dikişîne ser xwe.

Serbestkirina lîstikan û ya qumara sportîf a li ser internetê, xebateke bi sebr ya lobiyê diyar dike ku li wê derê bluf, xirecir û pevçûnên ji bo berjewendiyan heye. Ev qanûn, di roja 12’ê gulana 2010’ê de, bi awayekî lezgîn hatibû qebûlkirin. Mehek bi şûn de, bi destpêka kûpaya cîhanî ya futbolê ku li Afrîkaya Başûr pêk hat, ev bazar vebû; operatorên qumara sportîf, herweha yên EurosportBet ku aîdî TF1’ê ye (televizyona fransî ku maçên kûpaya cîhanî diweşandin), hesab kir ku ew ê girseyên amator ên futbolê bikişînin cem xwe. Di dema maçan de, şîroveger Christian Jeanpierre hertim bang li temaşevanan dikir ku biçin ser malpera TF1.fr ku li wê derê derfetên lîstika EurosportBet hebû.

Bi Ewropayê tiştê ku ew nabêje bide gotin

Bi dawîbûna pêşbaziyê, roja 11’ê tîrmehê, 1,2 mîlyon hesabên internetê, li ser malpera lîstika paris en ligne (qumara înternetê) hatibûn çalakkirin û 83 mîlyon euro hatibûn xerckirin û ev pere ji aliyê 15 operatorên ku destûra xebatê ji saziya lîstikan (Arjel) girtibûn ve hatibû berhevkirin. Ev hejmar du caran ji 43 mîlyon euroyê ku ji aliyê Française des jeux (FDJ : Dezgeha fransî ya lîstikan) ve hatiye berhevkirin zêdetir e ku FDJ heta sala 2009’an jî monopola fermî di destê wê de bû. Li gorî FDJ’yê "Daxwaz pirr zêde nebûne, lê belê ew ber bi teklîfên fermî ve kişiyane". Bikaranîna van lîstikan % 72 ji aliyê dewletê ve tê kontrolkirin, ev jî dibe sedemên axavtinên rayedarên hikumetê ku dibêjin qanûna nû bûye sedem ku bîst û pênc hezar malperên neqanûnî nikaribin bala girseyan bikişînin ser xwe.

Gelo pêwîst e ku em xwe bi vê rewşa baş bigirin? Kevnewezîrê butçeyê, Eric Woerth, di sala 2009’an de, beriya ku ew projeya qanûnê pêşniyaz bike, dida xûyanî ku "bi vê projeyê, ji aliyekî ve em berjewendiyên dewletê diparêzin, ji aliyê din ve jî em operatoran zêdetir çalak dikin". Bi awayekî din weha tê gotin ku kontrola qels ya dewletê – % 7.5 baca ku ji lîstikên qumara sportif û qumara ser hespan, herweha ya % 2’yê ku ji sîteyên pokerê tê girtin- nikare qaseyên dewletê tijî bike. Ji ber ku, ev nêzîkahî ji aliyê wan ve ya herî rast hatiye dîtin ku ew wê saziya taybet, a ku di sala 1539’an de, li gorî fermana François yê yekem, bi armanca bersivdayîna daxwazan hatibû avakirin, ji holê ranekin û bibin sedema astengkirina daxwazên hê dînamîk, a di derbarê lîstikên înternetê de. Saziya taybet a dewletê- ku li ser lîstikên qumarê "bibandor e"- di rastiyê de ew hêz e ku bersivê dide daxwazan : di sala 2008’an de, saziya lîstikên fransî, 2.5 milyar euro dane dewletê ku ev hejmar dike % 27.7 hatina wê. Di vê navberê de, dê were fahmkirin ku lîstikên Pari mutuel urbain (PMU, lîstikên qumarê yên mîna beza hespan bi rê ve dibe), ji hatina xwe % 1,1 milyar euro kêm kiriye ku ev dike % 12’ê xebata wê. Bi tenê gava ku bac jê nayê girtin, pêşketinekê pirr watedar ya bazara qumara ser înternetê dikare were dîtin.

Piştî ku meclîsê dev ji niherîna di derbarê qanûna Hadopi berda ku saleke berê li dijî malperên înternetê ku nirxên çandî xirab bi kar tînin dihate xebitandin, wê nexwast qanûneke weha derxîne ku pêşiyê li pêşkêşiyên neqanûnî ên qumara ser înternetê bigire, çendî saziya Arjel di derbarê heman mijarê de di nava hin teqîbatan de bû jî. Meclîs hê jî di nava hewldanên ji bo legalkirina operatoran de ye ku hê jî li Fransayê îllegal in. Herweha, ev operator ji çend salan bi vir ve, bi derfetên fîrmaya Stéphane Courbit ya BetClic, sponsorê Olympique lyonnais û hevalê serokkomar, di nava hewldanên ketina vê bazarê de ye.

Lobiyên sektora lîstikan karibûne bidin bawerkirin ku daxwazeke Ewropiyan heye ku ew monopolan ji holê bidin rakirin. Piştî biryara Santa Casayê, a di derbarê Portekîzê de ku roja 8’ê îlona 2009’an hatibû girtin, em dizanin ku tu astengî nîne ku rêyê li pêşbaziya vê sektorê bigire. Dê were zanîn ku Bruksel naxwaze di vî derbarî de "xizmetekê" bike: ew dikare di bin kontrola dewletan de bimîne, da ku dewlet bikarin xalên qanûnî û berjewendiyên gelî biparêzin. Biryareke din ku roja 8’ê tîrmeha 2010’an hate girtin, maf da Swêdê ku, bi armanca parastina lotoya xwe ya neteweyî, teklîfên lîstikên bi rêya înternetên medyayê qedexe bike. "Mafê parastina nirxên çandî, exlaqî û olî dikarin heq bidin dewletê ku ew rêyê li pêşbaziyên di derbarê buhayê lîstikan de bigire. Nayê qebûlkirin ku berjewendiyên şexsî bi rêya derfetên gelî werin pêşxistin, ev dikare bibe sedemê tengasiyên civakê û herweha ên lîstikvanan. (3)"

Tiştekî bi vê baweriya qanûnî ya ewropî ve girêdayî nemaye, qanûna fransî xeteriyên bi medyaya van lîstikan ve girêdayî nas nake. Teksta qanûna mijara gotinê bi awayekî dilxweş diyar dike ku ew nahêle ku zarok di reklama programên lîstikên zarokan de rol bigirin. Lê belê, roja 19’ê gulanê, konseya bilind ya weşanên televîzyona (CSA) ev qanûn zêde êrişker dît, ji ber ku ew destûrên dorfireh dide televîzyonan ku xwe bi xwe "kontrol" bikin, bi taybetî di derbarê hin programên hesas ku ji aliyê ciwanan ve, weke mijarên tele-realîteyê, tên temaşe kirin. Brîtanya weşana teklîfên di derbarê pêşbaziyên lîstikên qumara ser înternetê, di navbera saet 5 û 22.30’yî de, di televîzyonan de, di navbera saet 17 û 24’an de jî di radyoyan de qedexe kiriye (tenê weşanên sportîf ji derveyî vê qedexeyê ne). Saziya nîzama fransî xwedî nêzîkahiyeke weha bû ku dixwast pîvanên Brîtaniyan pêk bîne; lê belê saziyên lobiya televîzyonan bi awayekî din biryar da.

Bi vî awayî, medya di derbarê lîstikên li ser înternetê de, awantajeke mezin bi dest xistiye. Beriya her tiştî, di qada reklaman de, ew ê di salê de nêzîkê 250 mîlyon euroyan qezenc bikin. Ji aliyê din ve, ew operatorên endîrekt yên qumara ser înternetê nîn in, weke TF1 bi EurosportBe, an jî koma Amaury (L’Equipe, le Tour de France, le Dakar) bi Sajoo.fr, ew dîrekt hevpar in: weke nimûne, RTL, ji bo weşaneke li ser pêşbaziyên hespan, bi PMU’yê re hevkariyê dike. Bi pêşkêşkirina li ser înternetê, ew balê dikêşînin ser platformên quara ser înternetê û ew dibe sedem ku bi vê sîstemê ew berjewendiyên curbicur bi dest bixin- ev rewş tiştekî balkêş e, bi taybetî li ser înternetê-. Bi rêya televîzyonên çalak, bi taybetî di dema temaşekirina weşanên sporê de, temaşevan dikarin bi awayekî rasterast biçin ser malperan û li gorî daxwazên xwe bilîzin. Operatorên televizyona qebloyî di van rojan de, di derbarê heman mijarê de, peymanek bi şîrketa BetClic re îmze kiriye. Û nuha telefonên destan jî dixwazin ji heman derfetê awantajan bi dest bixin.

Ji bo ku Fransa bibe welatekî elektronîk, hemû tişt amade ne. Dema ku qaseyên dewletê vala bin, rayedar dikevin nava hewldanên klasîk da ku bi rêya lîstikan, bi rêya bacên endîrekt ku mirov jê hêvî dike ku xezîneya dewletê tijî bike, û herweha bi vî awayî tê xwastin ku reaksiyona civakê were qelskirin: panem û circenses – weke ku bi latînî dibêjin: nan û lîstik. Lê belê vê carê, serbestberdan, bi awayeke esasî, ji bo berjewendiyên hin patronên weke  "kluba Fouquet’s" ku di gulana 2007’an de bi pîrozbahiyên hilbijartina Nicolas Sarkozy ve hatiye baskirin: Bernard Arnault (herweha kurê wî Antoine, yê ku ji Bwinê re dixebite), Stéphane Courbit, Martin Bouygues, û hwd. Herweha, Florence Woerth, jina wezîr û amadekarê wê qanûnê, ji cîhana lîstikên qumara ser hespan dûr nîn e: wê xanimê, tevî jinên patronan, şîrketa Ecurie Dam’s avakirin, di heman şîrketê de xwediyên hespên lîstikan û endamên konseya bacan jî cih girtine.

Ev arizîkirina qada lîstikan, bi taybetî dema ku operatorekî bi şîrketeke weşanê re yan jî bi rayedarekî wê re dikeve nava têkîliyên teng, dibe sedema nakokiyên berjewendiyan. Ya girîng ew e ku şîrovekarek di derbarê qadeke pêşbirka sportîf de biaxife û balê bikişîne ser wê. Ji ber ku, weke ku serokê BetClicê Nicolas Béraud jî dide xûyanî, malperên qumara sportîf ji aliyê bookmakers’an ve tên birêvebirin ku karê wan "bazirganiya navendî" ye (4). Ev kes lîstikên ser înternetê bi rê ve dibin û bi armanca kêmkirina rîskan, rêjeyan bi curbicurî diguherînin. Ev nakokiya herî piçûk ya hikumetê ye ku îddia dike ku bi pêşxistina vê "aboriya gazîniyan", ew morale dide kapîtalîzmê. Ev nêzîkahî zêde ji sextekariya Bernard Madoff dûr nîne: di derbarê lîstika pokerê de, mirov dikare bernameyekê ji ser înternetê daxîne û lîstika gellek lîstikvanên xeyalî bi rê ve bibe, da ku pereyên safikan ji wan bibe.

Li vê derê, divê em sextekariya pereyê reş jî ji bîr nekin. Di adara 2007’an de, raporeke koma xebata aboriyê (GAFI) dida xûyanî ka bi rêya kîjan operasyonên lîstikên ser înternetê pereyê reş tê paqijkirin. Û roja 4’ê hezîrana bihurî, dadgeha ewropî, biryara qedexekirina lîstikên ser înternetê li Hollandayê erê kir. Ev biryar bi armanca têkoşîna li dijî sextekariyê û sûcdariyê hatiye girtin.

Êrişkirin weke qalîteya yekem e

Xeteriyên di qada tenduristiya giştî de zêdetir mezin in. Ji sala 1980’ê û bi vir ve, lîstikên bi pereyan weke sedema bingehîn a nexweşiyên psîkolojîk hatiye tespîtkirin, di bingeha pêşketina wê de xelat û diyarî hene. Heger em bihesibînin ku % 1 heta 3 kesên ku dilîzin dibin nexweşê van lîstikan, firehiya ku di nava vê girseyê de çêdibe bi serê xwe pirsgirêkek e. Herweha, xelatên ku ji aliyê operatoran ve tê pêşniyazkirin- ji bo pokerê 500 euro li ser Sajoo.fr – bi serê xwe hacetekê teşwîqa lîstikê ye. Li gorî Marc Valleur, şefê bijîşkên nexweşxaneya Marmottan li Parisê, ev qanûna ku rêyê li reqabetê vedike "beriya her tiştî, ji ber sedema reklama ku tê kirin, pirsgirêkên nexweşiya ji ber van lîstikan jî dê zêdetir bibe (5)".

Divê em rewşa psîkolojîk ya lîstikvanên ku bi rêya înternetê dilîzin û yên din ji hev cuda bibînin (6), profesorê li zanîngeha brîtanî ya Nottinghamê Mark Griffiths texmîn dike ku, ji ber sedema potansiyela nenas, saxlemî, bêsînoriya demê, û herweha nepenîbûnê, lîstikên ser înternetê zêdetir mirovan teşwîq dikin û bi xwe ve didin girêdan. Gelo ev tedbîrên ku hatine girtin bi tena serê xwe bes nîn in ku teşwîqa van lîstikan bi sînor bikin?

Têkoşîna li dijî girêdana bi van lîstikan, ya ku li gorî qanûna fransî tê xwestin, piştî vê qanûna di derbarê vekirina operatorên nû de, zehmet dixuye ku bigehîje armanca xwe. Li vê derê formeke neqanûnî ya civakî heye, heman mijar ji aliyê Aurélie Filippetti ve, parlementera partiya sosyalîst, weha hatiye şîrovekirin : "Inserm’ê (7) daye xuyanî ku ev lîstik li gel xizanan zêdetir bi bandor bûne û pirsgirêkên sosyal mezintir kirine. Çendî hejmara pereyê ku pê tê leystin kêmtir be jî, bi tevahî rêjeya xercên van lîstikan li cem xizanan zêdetir e". Çendî qanûn destûrê nade ku kes ji hesabê xwe yê banqeyê zêdetir bilîze jî, ev nabe sedemê ku mirov pereyan deyn nekin û ji xwe re derfetên dîtir peyde nekin.

Bê guman êdî pêwîst nîne ku mirov xeyal bike ka berjewendiyên çawa li pişta vê dayina destê nû hene. Franck Daninos, di pirtûka xwe ya Dîroka pokerê de (8) dide xuyanî ku, wateya vê lîstikê bi tenê ew e ku bi pereyan were lîstin. Televîzyonan, bi rêya kamerayên minyatur ku dikare kaxezên lîstikvanan bide dîtin, zêdetir û bi awayekî dorfireh rûyê nû yê pokerê daye naskirin "sportîf, dramatîk û kêfxweşî". Hunermendên weke Nicole Kidman û Ben Affleck (an jî Patrick Bruel li Fransayê) karibûn, bi awayekî rewa, lîstikeke weke "pireya çandî", a ber bi Amerîkayê ve bidin xuyanî, di heman demê de "ew serxweşiyeke desthilatdariyê ye ku divê li ser maseyekê tu bikarî qelsiyên kesên li hemberî xwe bi kar bînî". Lîstikeke bi pereyan e, mirov dikare bi taximan jî bilîze, bi tena serê xwe jî, ne li dijî banqeyekê, lê belê li dijî "xwe bi xwe", di demên weha de êrişkerî dibe kalîteya yekem û herweha xapandin û sextekarî jî weke "bluf" tê dîtin. Pirraniya wan di dawî de dibin groggy, weke Alexis Ivanovitch, lîstikvanê Dostoyevskî : "Bi sergêjiyeke mezin ez ji ser maseyê rabûm".

Çavkanî

Marie Bénilde:
Rojnamevan, nivîskara berhema Em mêjiyan baş dikirin. Reklam û medya Raisons d’agir, Paris, 2007.

  1. 8’ê çiriya pêşîna 2009’ê
  2. Agence France-Presse (AFP), Paris, 14’ê tîrmeha 2010’ê
  3. AFP, 8’ê tîrmeha 2010’ê
  4. Cf. Nameya pîşesaziya lîstikên bi perey ên înternetê (www.igamingfrance.com), 16’ê tîrmeha 2009’ê
  5. Le Monde, 2’yê tîrmeha 2010’ê
  6. Mark Griffiths, "Gambling online - problem gamblers more susceptible, research shows", Nottingham Trent University, www.ntu.ac.uk
  7. Enstîtûya neteweyî ya lêgerîna tendurustiyê û dermanan
  8. Franck Daninos, Dîroka pokerê. Avatarê dawî yê xewna amerîkî, Tallandier, Paris, 2010

Wergera ji fransî: Ahmet Dere