Rabûna hêrsê ya ereban

Translator

Balkêş e, protestovanên ereb biryarê didin ku nerazîbûna xwe li ser mijarekê derbibirin, lê li ser mijarên din dernebirin. Hêja ye meriv behsa wê bike ku weşandina karîkatûrên danîmarkî, li paytextên ereb ji dagîrkirina Bexdayê û dewama dagîrkerî û êrişakarîya Îsraîlê bêhtir rê li ber xirecirê vekir. Lê belê dibe ku ravekirina vê yekê mimkin be.

Li Rojhilatê Navîn di navbera hêzên selefî û tevgera jirêûresmê ya Birayên Misilman de pêşbazîyek heye. Li gelek welatan ev pêşbazî têkoşîneke di navbera Erebistana Suûdî û siyasetên derve yên Qetarê de îfade dikin (em vê yekê li Sûrîye, Tûnis û Misrê û li deverên din dibînin). Selefî ji ber sponsorvanîya suûdî xwe ji rahiştina pirsgirêkên mezin ên edaleta civakî, yan dagîrkerîya dewletên bîyanî, yan jî heta bi êrişkarîya îsraîlî didin alî. Heke rahêjin pirsgirêkên ku bi dehan salan weke navenda pirsgirêkên girseyî yên ereb li kar bûn, ew ê fînansmana xwe ya gelekî comerd ji dest bidin. Li şûna vê, ev kom pir dildar in ku pêşengîya mijarên ewle bikin yên ku elaqedarî parastina Îslamê, pêxember û fezîletên li gor exlaqê wan ê gelekî pîvan hişk in. Ji bo wan karîkatûrên danîmarkî ji dagîrkirina Filistînê bi gelekî êrişkartir in. Ew bi xurtkirina pîvanên herî hişk ên exlaqî re bûn yek, nexasim jî dema wan Birayên Misilman bi pragmatîzma siyasî û sistbûna exlaqî gunehbar kir.

Lê belê hikûmetên ereb û çapemenîya wan jî bûn şampîyonên protestoyên ereb dema ku ev protesto li dijî êrişkarên li dijî Îslamê bûn. Weke mînak Aljazeerayê û seydayê wê yê xwecihî Yûsif el-Qerdawî bi awayekî zelal li ser vê mijarê nav di sebra raya giştî da, nexasim dema ku têkilîyên Qetarê bi DYAyê re aloz bûn. Meriv dikare bi awayekî zelal bibîne ku vê carê Aljazeera û çapemenîya suûdî bêhtir bi tedbîr nêzîk bûn, qismî ji ber ku ditirsîyan tevgerên kolanan dibe ku ji destê wan derkevin û qismî jî ji bo ku nekevin ber xezeba DYAyê. El-Qerdawî daxuyanîyeke bi tedbîr da ku li beramber DYAyê têra xwe lihevker bû: Lê belê vê yekê tu kes matmayî nehişt, lewra ew bi belge bû seydayê fermî ji bo xanedana desthilatdar a qeterî, û wî ev yek piştrast kir.

Rejîmên ereb –ên ku têkelhevîyên cihê yên rêxistinên îslamî fînanse û çekdar kirin– di rewşeke zehmet de ne. Li alîyekî ew dixwazin weke parêzvanên bawerîyê li hember êriş û heqaretên rojavayî derkevin pêş, li alîyê din hewl didin ku DYAyê nekin dijmin. Rejîm û yên girêdayî wan dixwazin bibin şampîyonên wan dozan ku ne şert e êrişî DYAyê bikin, lê belê hefsar ji destê wan derket. Ev rave dike ka çima Erebistana Suûdî, Qetar û çapemenîya wan ev temaşe organîze kirin: Ew ditirsîyan ku ew ê bibe sedema alozbûna têkîlîyên wan bi DYAyê re.

Lê belê tiştek heye der barê van temaşeyan de ku beşek ji şêwazên siyasî yên çalakîyan e li cem erebên îslamîst: Ji bo demeke dirêj, nexasim dema dibin desthilatdar –yan jî nêzî desthilatdarîyê dibin– ew hez dikin hin dozan di destê xwe de bigirin, ên ku li gor wan illeh jî nabin sedema xirakirina têkilîyên wan bi rejîmên desthilatdar re, yan jî têkilîyên wan ên navneteweyî. Êdî dîyar bûye ku êrişên li dijî Îslamê dibin sedema nerazîbûnên dijwar ên îslamîstan: Îslamîstên cihêreng wisa hîs dikin ku divê bersivekê bidin, yan na ew ê hêza xwe ji dest bidin.

Pirsgirêkên pir girîng ên li hemberî gelê ereb hene: Bêdadîya civakî, dagîrkerîya bîyanî, şer, tîranî, newekhevîya cinsan, lê ji ber hin sedeman, îslamîstên modern difikirin ku ev mijar bi qasî nerazîbûna ji filmekî bêqîmet ê li ser Înternetê ne girîngtir in.

* Anîmatorê bloga Angry Arab,

http://angryarab.blogspot.com

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya