"Radyoguhdarên hêja bibihên xeberên kurdî!"

Radyoyên kurdî dergehên cîhaneke nû li me vekirin

Weşangerîya radyoyên kurdî di jîyana kurdan de xwedî rol û girîngîyeke berbiçav e. Di demên ku ragihandin, çapemenî û medya wekî niha bi pêş neketibû, radyo ‘neynika dilê kurdan’ bû. Bi rastî jî dema sînor ji bo kurdan ‘derdê bê derman’ bûn, bi tenê qutîkek hebû ku deng, awaz, xeber, kilam, govend û serpêhatî xwe li wan sînoran dixist, ew parçe dikirin û dibûn mêvanê ‘dîwan û çaqîyên’ giran.

Radyoya Erîvanê li Ermenistanê, Radyoya Tiblîsê li Gurcistanê û Radyoya Bexdayê li Îraqê ji bo kurdên li herêmê peywira ‘find û çirayan’ hildan ser xwe û bûn ‘delalên ber dilên’ hezkirîyên peyv û gotina kurdî/kurmancî.

Nexasim di serdema Yekitîya Sovyetên Sosyalîst de, vegotina ‘her netewe xwedî maf e ku bi zimanê xwe weşanê bike’, piştî hilweşîna Sovyetê jî li welatên Ermenistan û Gurcistanê hebûna xwe parastiye. Lewre jî di serî de Radyoya Erîvanê û piştre jî Radyoya Kurdî ya Tiblîsê, di radyogerîya kurdî de du hîmên bingehîn in. Helbet Radyoyên Bexda, Urmîye, Kirmanşah û Tehranê jî bi têra xwe xizmeta çand, huner, ziman û edebiyata kurdî kirine.

Berîya serdana Mela Mistefa Barzanî ya ber bi Sovyetê, weşana Radyoya Erîvanê hem kêm bûye, hem jî herêmî bûye. Li Ermenistanê bi sînor maye û pêlên xwe negihandiye çar parçeyên ku kurd lê dijîn. Lê Barzanî di serdana xwe ya bi payebilindên Sovyetê de hewleke mezin daye ku hem saetên weşanê zêde bibin, hem jî pêlên radyoyê sînoran derbas bikin û xwe bigihînin Diyarbekir, Cizîr, Zaxo, Ûrmîye, Mako û gelek deverên din.

Mela Mistefa Barzanî xebateke bi vî awayî ji bo Radyoya Bexdayê jî dike. Li gor peymaneke ku di navbera Mela Mistefa Barzanî û rêveberîya Bexdayê de hatiye çêkirin, sala 1961ê bi awayekî fermî ‘Beşê Kurdî ya Radyoya Bexdayê’ vedibe. Nivîskar Muhsîn Kizilkaya li ser heman peymanê dibêje, ‘wê di radyoya kurdî de bi tu awayî li dijî biratîya kurd û ereban weşan nehatana çêkirin û giranîya weşanê wê li ser çand û hunera kurdî bûya’.
Vê gavê li seranserî dinyayê bi dehan radyo bi zimanê kurdî weşana xwe berdewam dikin û derîyekî ronahîyê li derîyan zêde dikin. Em li jêr ji van radyoyan çendekan pêşkêşî dêhn û bala we dikin…

***

Radyoya Erîvanê Beşê Kurdî

Kesên ku temenê wan raserî 40 salan be, gotina bi rengê ‘Radyoguhdarêd hêja Erîvan xeber dide!’ bi sedan caran ji devê kesên bi navê Aznîva Reşîd, Sêvaza Evdo, Gulîzera Casim, Lûsîka Hiseyn, Nûrê Polatova, Keremê Seyad, Tîtalê Kerem û Leyla Kerem guhdarî kirine.

Radyo bi xebat û keftûleftên giran ên kesên wekî Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl û Xelîl Muradov di nîveka salên 1950yê de dest bi weşana xwe kir. Bi taybetî keda Casimê Celîl û Xelîl Muradov şayanî pesindanê ye. Li gor qeydên ku me ji navenda radyoyê girtin, Casimê Celîl yekem berpirsîyar e di radyoyê de. Piştî wî dema berpirsîyarîya Xelîl Muradov e ku 20 salan berpirsîyarî kiriye. Dîsa li gor agahdarîyan, Aznîva Reşîd ku jina Xelîl Muradov û dayika nivîskar Temûrê Xelîl e, di navbera salên 1955-1982yê de bi tevahî 27 salan bêjerî ango spîkerîya radyoyê dike û sala 2000ê xatirê xwe ji me dixwaze.

Radyoya Erîvanê Beşê Kurdî ev demeke dirêj e di bin berpirsîyarîya Keremê Seyad û xebatên kur û keça wî Tîtal û Leyla Kerem; Sîma Semend û carcaran jî bi xebata Cemîla Celîl dimeşe. Heta salên 90ê  jî, di radyoyê de saet û nîvekê weşan dihate kirin, lê ji ber sedemên aborî ev dem pêşî bûye saetek, niha daketiye nîv saetê. Ne bi tenê dema weşana kurdî, herwiha weşana zimanên din û zimanê ermenkî bi xwe jî kêm bûye. Di bin banê ‘Radyoya Neteweyî ya Ermenistanê’de zimanê kurdî û tirkî jî di nav de, bi 12 zimanan weşan tê kirin.

***

SBS Radio Beşê Kurdî

Di pêvajoya ku li Tirkiyeyê nîqaşên li ser weşana zimanê kurdî berdewam dikin, li Australyaya "li hêla din a dinyayê" radyoyek heye ku ev 27 sal in weşana bi zimanê kurdî dike: SBS Radyo. SBS, kurtegotina , ‘Special Broadcasting Services’ e. Bi wateya kurdî "Serwîsa Weşana Taybet." SBS, Radyoya Dewletê ya Australyayê ye û kurdî û tirkî jî di nav de, bi 68 zimanan weşanê dike.

SBS Radyo, di sala 1975ê de dest bi weşanê dike. ‘Beşê Kurdî’, di sala 1985ê de, di nav beşên Radyo SBS a pirzimanî de cih digire. Radyoya ku polîtîkayeke serbixwe ya weşanê ji xwe re kiriye bingeh; hefteyê carek, di nav herikîna weşaneke dewlemend de, li ser kurdên Australyayê û kurdên li seranserî dinyayê belav bûne, bernameyên nûçe, civak-jîyan û muzîkê pêşkêş dike. Beşê Kurdî yê SBS Radyoyê ku bi weşanên muzîka kurdî û weşanên çandî hatiye kemilandin, bi gotûbêjên hunermend, nivîskar, şêwekar, rojnameger, siyasetmedar û ji her ast/pîşeyî pêşekên kurdan, hewl dide ku profîla xwe ya weşanê zindî bihêle.

Şahînê Bekirê Soreklî, berpirsê Beşê Kurdî yê SBS Radyoyê ye. Soreklîyê ku sala avakirina SBS Radyo/Kurdî, ‘zend û bendan badaye’ û dest bi kar kiriye, ji wê rojê heta niha ked dide radyoyê.

Radyoya Kurdî ya Gurci-stanê/Ronkaî FM, Tiblîs

Radyoya Ronkaî berdewamîya Radyoya Kurdî ya Tiblîsê ye. 29ê Îlona 2012ê, Radyoya Kurdî ya li Gurcistanê 35 salîya xwe temam dike. Sala 1978ê Keremê Anqosî hîmê Radyoya Kurdî datîne ku di bin banê dewletê de ye. Heta dema girtina radyoyê jî berpirsîyarîya wê dike. Sala 2004ê radyo tê girtin. Bêjera Radyoyê Bella Stûrkî dîyar dike ku Radyoya Ronkaî, dawîya sala 2007ê, bi alîkarîya Otar Nadiryanê ku li Wezareta Karên Navxweyî di dereceyeke bilind de kar dikir, dest bi weşanê dike. Keremê Anqosî vê gavê 75 salî ye û serokatîya vê radyoyê dike.

WDR Funkhaus Europa-Bernama Kurdî

7ê Sibata 2012ê, WDR Funkhaus Europa Bernama Kurdî 25 salîya xwe pîroz kir. Ev temendirêjtirîn bernameya kurdî ye li Ewropayê. Bernameya kurdî ya WDRyê, 7ê sibata 1987ê dest bi weşana xwe kir. Di destpêkê de bername hefteyê carek 15 deqeyan weşanê dikir, lê 1989ê dema weşanê hate dirêj kirin bû nîv saet; 2005ê jî dem bû saetek. Bername vê gavê ji 7 kesan pêk tê. Kamil Basergan û Jomana Djoumma moderatîya bernama kurdî dikin. Bernama kurdî li seranserê Nordrhein-Westfalen û Bremenê bi hêsanî tê guhdar kirin. Ji bilî muzîka kurdî, her hefte mijarên siyasî, çandî û çalakîyên heyî ji bo guhdaran têne ragihandin.

Sveriges Radio-Zayele

Sveriges Radio-Zayele radyoya fermî ya dewleta Swêdê ye. Beşê Kurdî yê Radyoya Swêdê-Zayele bêguman yek ji beşên herî serkeftî ye û asta wê ya xebatê jî pir bilind e. Amadekar û berhemhênerên Zayeleyê, Zana Şîroyî, Lorîn Berzincî, Nasser Sina, Nazenîn Mehmûd, Nesrîn Kiliçarslan, Beşîr Kavak, Niştiman Îrandost û Sidar Yigit in. Seroka bernamaya kurdî ya demê Şîlan Diljen e.

Radyoya Dengê Mezopotamyayê

Li gor ragihandina radyoyê, Radyoya Dengê Mezopatamyayê bi armanca ku bibe dengê azadî, wekhevî, aştî û şaristanîya demokratik a gelên Mezopotamyayê dest bi weşanê kiriye. Radyo, 27ê gulana 2001ê, ji bo 6 saetan dest bi weşanê kiriye. Dengê Mezopotamyayê bi tevahîya zaravayên kurdî weşanê dike. Rojê çar caran bi zaravayên soranî û kurmancî dengûbehs têne pêşkêş kirin.

VOA-Radyoya Dengê Amerîkayê

Radyoya Dengê Amerîkayê sala 1942yê hate damezirandin. VOA ajanseke navneteweyî ya ragihandinê ye û girêdahîyê Hikûmeta Federal a Amerîkayê ye. Di hefteyekê de, Dengê Amerîkayê nêzîkî 1500 saetan nûçe û babetên din ji bo 125 milyon kesên li seranserî dinyayê belav dike.

Beşê Kurdî yê Dengê Amerîkayê, piştî Şerê Kendavê, 25ê Nîsana 1992yê hate damezirandin. Beşê kurdî rojê sê saetan nûçe, pêzanîn û babetên din belav dike. Ji adara 2010ê ve, 21 karmend û 9 peyamnêr ji bo vî beşî kar dikin.

Radyo Aştî

Herçî Radyo Aştî ya li Stokholmê ye, bi dirûşmeya ‘Dengê Bêlayan li Swêdê’ hewla weşangerîya kurdî dide.