Ramallah ji Filistîn’ê gelek dûr e !

Translator

Diyar e bayekî azadiyê li ser parçeyekî teng yê Perava Rojava ya dagirkirî rabûye. Piştî rakirina hin bajar û nuqteyên sihêtiyê yên li ser rêyan, şofêrên filistînî, ku bêrê ji ber seknadina dûvdirêj pir zehmetî dikşandin, mirov dişê bêjê, êdî ew bê kelem ji Eriha heta Ramallah û Nablûs’a Bakurê Filistîn’ê çûn û hatinê dikin. Di vê qetîtka bê hêwa de ji erda pîroz, duxwuye ku aborî careke din bi ser xwe ve tê. Barên sabûn, rûnê zeytûnan, şînkayî, vexwarinên bê alkol û bîraya ceh, bê astengî ber bi cihên gihiştina xwe ve diçin.

Li Ramallah’ê, li navenda siyasî-aborî ya Perava Rojava’yê geşbûneke aborî û aramiyek nisbî biserketiye. Dikanên nû û bareyên tijî hatine vekirin, dilên rewşenbîrên filistînî yên bihesreta wensekê ne bi vê yekê xweş bûye.
Mirov dikare here restorantan û biniwîse, her wekî, li Orjouwan, ev bareya nû ku bûye mode li Ramallah’ê û li ser malpera xwe ya Facebook’ê wiha dibêjin; “Şevşahiyên germ û xwarina gastronomîk pêşniyardikê li her demê… Li gor xwarinên bingehîn yên medbaxa tradisyonel ya filistînî û îtalî yê, ji welatên Derya Sipî, restoranta me xwarinên me yên klasîk ji nûh ve diafirînê û tecrubeyek yekta peyda dikê…”

De vêca hûn bixêr bên girdika azadiyê, cihê ku hilbijartiyên kêfxweş, beşek watedar, lê biçûk ji civaka Perava Rojava’yê, dewlemendî û xweşiyê tamdikê. Ev filistîniyên ku ji heqareta li ser barajan, li ser rêyan û biryarên ne qanûnî ku leşkerên ciwan yên artêşa Îsraîl’ê li wan ferz dikin xelasbûne û dikarin niha hinek azadî nasbikin, bi hêsanî herin û werin û li kar û barên xwe binêrin.

Piştî rakirina dagirkeriya qismî li Ramallah’ê û li hinekî bi saya pisporên ewlekariya filistînî ku li Washington’ê perwerde bûne, Serok Mehmûd Abbas di asta jiyana beşek ji hemwelatiyên xwe de karibûye hin pêşketinên hêja pêkbîne û firset daye Îsraîl’ê ku di vê lehiya mehkûmkirinan de ya ji ber şerê li Gaza’yê îmaja xwe ji nûh ve başbikê.
Naela Khalil ku dawiya her heftiyê vedigerê cem malbata xwe ya li Balata, nêzi Nablûs’ê û di nava heftiyê de li Ramallah’ê kardikê, li buroya Rojnama Al Ayyam dibêje: “Weha ji min re duxwuye her wekî ku ez şîzofren im.” Wê li ser çewisandinên mafan ku milîtanên Hamas’ê di zîndanên Filistîn’ê de dikin ankêtek çêkiriye.

Ji bilî Qehwe ya Aştiyê, cihêkî din yê herî baldar yê çandî li Ramallah’ê, ev rojnamevana han, depek tenik li dest, vehesî dicû û dibêje: “Pirsgirêka herî mezin ya hevalên min yê vê derê, xwe zeîfbikin e. Yê xelkê kampa penaberên Balata jî sax mayîn e.”

Khalil dilehay maye li ber van avahiyên nû ku dîwarên wan cam in. Li gor wê ew bi hêviya nayif ku wê bên parastin, hatine avakirin: “Niştecihên kampan heta newêrin qatekî li xaniyên xwe zêdebikin, ji ber ku hîn bûne ku di navbera şev û rejekê de her tiştê xwe wenda bikin.”

Li parê pirtir ji Perava Rojava, çûn û hatin hîn jî gelek bisînor e ji ber barajên li ser rêyan û dewriyên leşkeran.

Gundiyê ku hewlbidê da xaniyê xwe başbikê yekser bûldozerên Îsraîl’ê têne ser wî; Timî penaberên kampan dibin armanca êrîşên şevê; Hin mêtingeran berxên wan jehirdan, ava gemarî rijandin nav zeviyên zeytûnan, li rêya dibistanê yêrişê zarokên wan kirin.

Ji bo van filistîniyan, gurdika nîv-azad ya Ramallah milkê welatekî din e: “Ramallah ne parçeyek ji Filistîn’ê ye.” Muhammad Abdullah Wahdan ê pîr ku cixare ser cixarê dikşînê, wiha dibînê. Ew nefreta xwe ji bo desthiladariya Filistîn’ê û ji ber asta jiyana hemwelatiyên xwe venaşêre: “Ew ne pirtir 5 ji sedî ne ji xelkê. Yên mayi 95 ji sedî zehmetiyê dikşînin.”
Birêz Wahdan em vexwendin mala xwe ya ku blokek ji betonê ye, li kampa penaberan ya Qalandia, li Bakurê Quds’ê da em çayekî vexwin. Em çend sed metre ji Ramallah a dewlemend dûr in ku ji vir wek planeteke din tê xwuyakirin.

Li derve, dîwarê cidakirinê yê Îsraîl’ê bûye wek dorberê zindanê. Li gor gotinan, wê Îsraîl wî dîwarî bibê nava kampê û desthiladariya Filistîn’ê wê nikaribê ti tiştî bibêjê, li gor Wahdan dibêjê: “Vê revebiriyê ti tişt ne da me. Me ne kar heye, ne welat, ne aramî ne jî ewlekarî.”

Ev demek dirêj e ku Birêz Wahdan nema êdî xwew dikê: ‘’Wê ti carî desthiladari nikaribê ji wî re vegerînê, ew zeviyên wî yên leymûn û zeytûnan ku ji malbata wî hatibûn stendin di dema avakirina dewleta Îsraîl’ê de, beriya şêst salan.’’

Piştî ku di şer de lawekî xwe wendakir –19 salî bû û jina wî bi keçekê bi haml bû, malbatê navê ‘’Filistîn’’lêkirbû- ew ne hewqas dilxwze ku fedekariyên nû bide ji bo rêvebiriya filistînî. Jina wî vexwarinên hênik dida me û desthiladariya Filistîn’ê tawanbar dike: “Zarokên me dixin ber agirê topan. Ev çîna taybet ya bûrjûwaziyê kesên ku têkoşiyane bikartînin. Me ev ji bo wan kir, lê wan jê feyde kirin. Dixwestin ku em bê çek fedekariyê bikin.’’Anas neviyê wî yê 15 salî ye, li bin wêneyekî mezin yê apê xwe yê şehîd diaxife: ‘’Zarokên wan xwedî seyare, villa û şirketên têlefonan in. Wekhevî tune ye di nav kesên wek wan û yen wek me de. Ez di xaniyê ku dikê biherifê de dijîm û bavê min bi zehmetî dikarê nan û cilan ji me re bikirê”
Çima ciwanên kampê ne razîbûna xwe diyar nakin? “Wê ji we re bêjin ku em zarok in, em yên kampê ne.” Hevalekî Anas, Munîr vê yekê şîrove dikê: ‘’Li vir qet tiştek tuneye ku em bikin, em tenê li ser înternetê lîstikan dilîzin. Baregehek leşkerî û noqteyeke kontrolê, li vir heye, nêzîkî mala min e. Leşkerên îsraîlî bi şev tên. Em kêfxweş in dema ku em diçin kafeyên înternêtê, mirov hesdike ku tiştek ji roja xwe kir ye.”
Munîr wiha dibêje: “Hêrsa me tev depresiyonê guvaştiye.” Dibe ku rojekê we ev hêrs şiyar bibe û bide der: “Xelk dibêjin ku ew westiya ne û tişta ku wê wan azad bikin ne kevir in.”

Wergera ji fransî:
Şergo Omar

Çavkanî

Sandy Tolan:
Profêsora li Annenberg School for Communication and Journalism li Zanîngeha Kalîforniya ya Başûr, danera The Lemon Tree: An Arab, a Jew, and the Heart of Middle East, Bloomsbury ye, Londres 2006.