Rê, pire, elektrîk û Pacha Mama

AMERÎKA YA LATÎN
Translator

''Em di cihaneke cuda de dijîn. Ew li Bolîviya’yê dijîn, em li Collasuyo'yê!'' Zilamê şêrîn ku li vê derê dijî, birêz Constantino Lima, rêvebirê Tevgera Indiyan Tupaj Katari (Mitka), li La Paz’an hêrs dikeve, bi gotinên tund li dijî Q’aras –kesên sipî. ''Axa dayîk, Pacha Mama, Ewrûpa’yê daye wan; wê Afrîka ji bo afrîkiyan hişt, Asya ji bo asyayiyan û, ji bo me jî Bolîvya hişt. Bi ya qanûna me ya ''bingehî'', pêwîst e cezayê îdamê li hemû ewrûpiyan were birrîn, ji ber ku wan, bi dagirkirinê, sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê pêk anîne. Belê, ev hinekî dijwar e, lê ev rastiya pêşniyara me ye.'' Ji xwe….''Em, Çermesor, bi hejmar em piranî ne! Çawa em dikarin xwe bi xwe bikin hindikayî?'' Kinayî, wekî gulmisteke çermsoran a radîkal, birêz Lima dixwaze serxwebûneke gelê xwecih, li ser axa împaratoriya kevin a Înka ji nû ve ava bike. Serdema zêrîn. Dema ku gelên xwecih hukûmdar bûn, di nava ahengê de, li ser axa Amerîka'yê (her kesî bi vê rastiyê dizanibû, lê belê nedianîn ziman)

Di nava ahengê de? Di sala 1519’an de, perdêyên xwe li dikeya transatlantîkê vekir. Imparatoriya Aztek axa ku niha bûye Meksîka, kontrol dikir. Dagirker derdikevin holê. Top û tifingên bi heybet, şûr, hesp – heywanên nedîtî, ên bipirç, bêhevsar û bi dêliyên dirêj! Ji bo ku parzemînekê bigirin bin destê xwe pir hindik bûne. Tenê…. Bi armanca hukûmdariya Imparator Montezuma bişkînin, serokê çermsorên Totonaque’yê çar sed (400) hemalan diyariyê karwana Hernan Cortes dike. Bi armanca heman sedeman, Tlaxcala jî sed hezar (100.000) kesan dike xizmeta dagirkeran. Li başûr, li ser wê axê ku ku pişt re dibe Guatemala, Pedro de Alvarado bi Cakchiquels re hevkariyê dike, yên ku bi Quichés’an re di nava şer de ne. Hîna li Başûr, li cihên bilind ên Andes, li cihê ku jê re Cuzco dihat gotin cihan dagir kiriye, Francisco Pizarro ji têkoşînên ku Imparatoriya Înka parçe dikin sûdê werdigire. Ew alîkariya Kanarrs, Cahachapuyas, Wankas û yên din jî digire ku dawî li dewleta teokratîk bîne – û dawî li jiyana Athualpa tîne.

Hevkariyên trajîk, jihevqetandinên kûr. Ev e dawî. Bi zora şûran, bi alîkariya waazên keşîşan, dojehê hemû sawa xwe di carekê de dida der. Xwecih binketiye, şerpeze û birçî bûye. Koletî, xebata bi darê zorê -di galeriyên mayînan de-, di nava têlan de- di zêviyan de- dibin sîstemên afirinêr ên herî kêrhatî.

Dema hate gumankirin ku Amerîka’yê komar ava kirine, gelên xwecih bûn ên ku ji mirinê xelas bûne. Digel hemû berxwedan, serhildan û vîna xwe. Mixabin….. Serxwebûna wan di nava şertên bêhemwelatiyê de digire. Di nava rewşa herî baş de jî projeya siyasî ya neteweyî, ji wan re pişavtina bi darê zorê pêwîst dike. Ji axavtinên dagirkeran wê de tir, ên bi niyetên tije başî an jî xerabî, kesên spî û biyanî hemûyan dest dane hev ku siyasetê, aboriyê, pîşesaziyê, karsaziyê û saziyên dewletê hemû bi hev re bimeşînin.

Giraniya wan a demografîk çi qas dibe bila bibe, ew wekî hindikayî hatine dîtin. Lewre çermsoran pir şertên objektîf (taybetmendiyên çandî, rêkûpêkiya civakî, girêdana bi axê) û sûbjektîf (hestên aîdbûnê) ji xwe re kirin sedema berxwedanê. Bi vî awayî wan hestên xwe yên nasnameyî xurttir kirin. Lewre bi awayekî sîstematîk wan nehişt ku ew girtî bimînin.

Di sala 1992’an de, bi boneya kampanyaya parzemînî ya ''Pênc sed saliya berxwedana çermsoran û reşikan û ya girseyî'' Mapuche’ê ji Şîlî’yê Ana Yavo weha digot ''Dê em bi tevgerên girseyî, xwendevan û sendîkayan re bibin yek''. Wê xanimê, ku gelek kes nas dikirin. ….Augusto Pinochet. Du salan pişt re, heman daxwaz ji aliyê Chiapas û Zapatîsta ve hate parastin : ''Artêşa me ya hêviyê, li dijî biyaniyan nîn e; ew li dijî reha pere ye. Ew li dijî rengekî çerm nîn e, ew li dijî rengê pere ye. (…) Em ji bo xwecihan têdikoşin. Lê belê ne tenê ji bo wan jî. Her weha (….) em ji hemû kesên ku niha di nava xizaniyê de ne lê ji bo paşerojê rûmeta wan mezin e jî têdikoşin.''

Amerîka’ya çermesoran ku jê re dibêjin ''latîn'' niha bi piranî ketiye destê biyaniyan. Heke rast be ku çermesor marjînal bûne, niha bi dehan milyonan gelên xwecih ji pêşketinên civakî, perwerdehî û hemwelatiyê bêpar mane. Ji xwe pêvajoya biyanibûnê wisa pêş ketiye ku êdî ne guncan e ku mirov di navbera yekê û yê din de sînorekê çê bike. Civaknas Yvon Le Blot [Gelên Xwecih] weha dibêje ''Ew di nava daristanan de, li serê çiyan an jî di nava bajaran de jî bijîn, ew di nava civakên vekirî de ne, pêwendiyên wan bi gelên cur be cur re heye, navê wan di nava dînamikên neteweyî û navneteweyî de hatiye nivîsandin.''

Yekbûna di navbera hêzên çermsor û yên girseyî de wekî mijareke rojevê, di navbera tevgerên xwecih de dihê nîqaşkirin. Dema ku hinek daxwaza entegrasyona neteweyî, di nava cudahiyekê de, dike, ên din daxwaza xwe-pêşketina li ser bingeha etnîsîteyê dikin. Di nava salên 1960 û 1980’î de, ên ku daxwaza entegrasyonê dikin ser ketine. Hewldanên gelên xwecih zêdetir di warê têkoşînên gundiyan de, bi taybetî bi rêya tevgerên girseyî, pêş ketine. Lê belê, pir caran vê nêzîkatiyê ew tengav kirine û bûye sedem ku ew di nava xwe de bimînin.

Li hember nihêrînên aktorên civakî, globalîzma ku pêş dikeve wê encama pir tiştan biguhere. Westandin an jî xerabbûna partiyên siyasî, paşveçûna çepgirên qels, tunebûna projeyên alternatîf ên civakî pêwîstiya bi nûkirina hewldanên ji bo pêşxistina çanda herêmî derdixe pêş. Bi ya rêxistîbûna wan, a ku ji derdoran pir cudatir e, çermesor ketine nava pêvajoyeke dînamîk a ji bo tevgerkirina civakî ku heta niha nehatiye naskirin. Ji serhildanan heta serhildanan –ku tê de bi giranî ew hatine pelçiqandin- li dijî bazara global wan her tim li ber xwe dane û civaka xwe li pêş xistine. (berevajî wî jî her im rast nebû)

Baş dihê zanîn ku Konfederasyona Neteweyên Xwecihan a li Ekwator’ê (Conaie), li welatê xwe bû sedema rûxandina serokên wekî Abdallah Bucaram (di sala 1997’an de), Jamil Mahuad (di sala 1999’an de) û Lucio Gutiérrez (di sala 2005’an de). Li Bolîvya’yê, di destpêkê de ''şerê avê'' pişt re jî ''şerê gazê'' bûn sedema daxwazên çermesoran û her weha yên giştî; ew şer bûn sedemên dawîlêanîna neoliberalîzma Gonzalo Sánchez de Lozada (di sala 2003’an de). Heman rewş dibe qedera Carlos Mesa (yê ku di sala 2005’an de bû serok) û dibe destpêka pêvajoya ku ji çermesorekî re rêya serokatiya dewleteke Başûrê Amerîka’yê vekir, birêz Evo Morales. Bi awayekî sembolîk be jî, birêz Morales destpêkê ji aliyê derdorên kevneşop ve, li qada arkeolojîk a Tiwanaku, hate naskirin, rojekê pişt re wî li pêşiya Kongreyê sond xwar. Bi her awayî, di nava cudahiya ''dijminê bira'' de, ew li dijî Felipe Quistpe, yê radikalê xwecihan, bi ser ket. Divê birêz Morales tenê xwe bi alîkariya xwecihên, ku di piraniyê de ne, negire, divê ew li ser sektora bajariyê, li ser fîrmayan, li ser kesên teqawitbûyî, li ser nifşa biyaniyan jî bisekine û zimanê wî ''neteweyî'' be.

Li derveyî welat, kesên ku, - civaknas, etnolog, rojnamevan, komeleyên alîkariya mirovî û yên ekolojîk- sebaret bi saxlemkirina çermesoran de xeyalan dikin, bi awayekî egzotîk û îddîa dikin ku ew nasnameya wê saxlemtir bikin, bi nêzîkbûnên pir xerab ve rû bi rû dimînin. Pir caran ew rastî fêmnekirinan û her weha nêzîkatiyên dijwar jî dihên. Lê belê carna jî ew serkevtin û pêşketinên xwe jî dibînin. Ji bo vê nostaljiya paqijiyê ''ji ber ku wan xurura xwecihbûnê wenda kir, ew dev ji cudabûna xwe berdidin û dikevin nava hewldanan da ku xwe entegre bikin.'' Her weha ew wisa guman dike ''Lewre, divê civakên xwecih her tim têbikoşin ku taybetmendiyên xwe biparêzin, lê belê divê ew baldar bin ku ev hewldanên wan nebin sedema asîmilekirina cihêrengiya kesên din.''

Li Bolîvya’yê, birêz Quispe – le malku (condor en aymara) – hêrsa xwe naşkîne. ''Em li ser neteweyekê diaxivin, ku serxwebûna xwe dixwaze. Em dixwazin Komareke Callasuyo’yê ava bikin û bibin xwediyê rêvebiriyên xwe, hêzên xwe yên leşkerî û yên polês'' Lê belê nîjadperestiya wî ya Aymara di dema hilbijartinan de nikaribû alîkariya hemû nifûsa xwecih bike. Li Ekvator’ê, di sala 2006’an de, digel hewldanên serekê dîrokî yê Conaie, Luis Macas, ku li hemberî berendamê din (biyani) Rafael Corea ê çepgir, ketibû hilbijartinan, tenê karibû ji %2 dengên girseya xwe bigire. Gelo dibe ku mirov xwe zêde hêrs bike?

Xwecihbûn nabe sedem ku mirov ji nêzîkatiyên nîjadperest, şûndemayî û muhafazakar were parastin (li vir em sebaret bi birêz Macas naaxivin). Di sala 1993’an de, Bolîvya’yê karibû şefekî fraksiyona katarîzm, birêz Victor Hugo Cardenas, bîne ser peywira cihgirê serokkomariyê. Di aliyekê de ev kesê ji Aymara’yê daxwaza guhertineke destûra bingehîn ku ''fire-etnîkî û fire-çandî''’yê bike, di aliyê din de jî wî siyaseta fire-lîberal a serok Sánchez de Lozada (wê demê di dema xwe ya yekem de bû), yê ku çermsoran (her weha yên din) li ber mirinê dihişt, garantî dikir. Li Peru’yê, birêz Alejandro Toledo, yê ku xwe wekî cholo dide xuyan, hemû derfetên xwe dixebitîne ku xwe careke din bide hilbijartin (di 2001’an de), da ku ew welat ji pisporên Fona Navneteweyî a Pereyî (IMF) û Bankeya Cihanê re nehêle. Ev her du sazî jî li wê derê qadeke balkêş ji xwe re dibînin.

Bi taybetî di warê modela neolîberal de, girîngtirbûna qada civakî dikare bibe sedema rewşeke nediyar. Bankeya cîhanê, ya ku ji 2004’an û vir ve foneke global ji bo gelên xwecih veqetandiye, xwe naxapîne û projeyên piçûk fînanse dike. Ev banke -çi di warê herêmî de û çi jî di warê hevkariya bi sektorên taybetî û ên dewletê re, heman karî bi civakê re dimeşîne.

Di bin zextê de -ya rewa- tevgerên xwecih, tevahiya welatên latîno-amerîkî, destûreke bingehîn qebûlkirin û bi ya wê karakterê fire-etnîkî û fire-çandî ji bo neteweyê nas dikin. Di hin rewşan de ev destûr hin mafên spesîfîk ji çermsoran re nas dike, (an jî ji bo wan kesên ku ji Afrîka’yê hatine). Bi rastî, heke tu rêxistineke xwecih serxwebûna xwe ranegihîne, piraniya wan –bi taybetî yên li amazona jêrîn in- wê mafê tayînkirina paşeroja xwe û otonomiyeke fireh, li ser axa xwe bixwazin. Piraniya dewletên ku ji wan re mafê otonomiyê nas dikin pir bipîvan tevdigerin.

Çiya, şelaleyên pir biheybet, kendalên tîk, brûsk, dengê ewran, baran… Axa dayîk, Pacha Mama. Ahengeke di qada kaînatê de- nihêrîna gerdûniyê. Bi awayekî giştî, amerîçermsor (Amérindiens), sebaret bi xwezayê, ji rojavayiyan zêdetir xwediyê nihêrîneke birehm û rêzdar in. Ew dizanin ku hemû xerabbûna jîngehê li ser şertên jiyana wan bandoreke neyînî dike. Çi zêdetir rewa ye, ji dema ku ew li dijî berjewendiyên navneteweyan, ên ku daristanên wan diqelihînin, axa wan a tropîkal, zêviyên wan ên avî, axên wan bi berhemên kîmyewî û cihên zivilan xerab dikin, avên wan jehr dikin dernekevin? Ji mijara ji tevlêbûna pêkanîna kontrola siyasetên civakî zêdetir biguman e?

Digel hemû tiştan, axên otonom, an jî na, ew wekî parçeyeke dewleta neteweyî ne. Li ser axên xwe ew berdewam dikin ku çavkaniyên xwezayî, bi taybetî yên hîdrokarbûran, bixebitînin. Û, di çarçoveya siyasetên heyî de, ên ku ji aliyê pir welatan ve (Bolîviya, Ekwator, Venezuela) dihên bikaranîn, bi rêya netewekirinê, ji bo berjewendiyên projeyên kolektîf ên pêşxistinê, divê were bandorkirin. Li wê derê xala pevçûnên herdemî û ne erzan ên nakokiyan heye. Ji ber ku, ''heman kes dikarin kontrola xwe li ser dewlemendiyên xwe yên binerd, bi rêbazên xwe yên rêxistîbûnê, çêkin. Lewre ew natirsin ku ji mudaxaleyeke mezin a dewletê nerehet bibin.''. Wekî hemû kesan, her yek ji wan, daxwaza bidestxistina ava paqij, rê, dibistan, nexweşxane û hwd. dike. Divê bi lezgînî ev hemû werin fînansekirin.

Bi awayekî berevajî, bêguman, divê çermesorên amazonî, yên Ekvator’ê, bikaribin ji hîdrokarbûranê sûda jiyankirinê werbigirin. Di salên 1970-1980’ê de, dewlemendiya neftê karibû zexta heyî, ya li ser axa Andes, kêm bike. Bi rêya heman dewlemendiyê di bajaran de, bi çêkirina xaniyan, cihên xebatê hatin peydakirin û ev bû sedema ku koçberkirina girseyî, yên ber bi herêmên daristanan kêmtir bibe. Di heman herêmê de mirov dikare kesên xwecih, bi rêya axavtinên sebaret bi netewetiyeke radîkal, bibîne. Bi awayekî giştî ew her tim li ser motorên erdê ne.
Her tiştê ''biyanî'' ku nêzîkî axa bav û kalan bibe wekî xeter dihên dîtin û her weha hemû tiştên ji derve hatî wekî êrişa li ''nasnameyê'' dihên pejirandin. Di sala 2008’an de, li Santa Cruz (Bolivya), cihê ku wekî qeleya muxalefeta ''spiyan'' a li dijî birêz Morales dihê naskirin, di nivîsgeha walitiya ''cudaxwaz'' ya Rubén Costas’yê de, yek ji parlementerê neteweyî yê xwecihên quarayo’yê, birêz Ignacio Urapuka weha digot ''Serok dixwaze me di aliyê Oriente’ê de bibe, li aliyê birayên quechuas û aymaras. Dema ku ew dihên, bêyî ku xwezayê li ber çavan bigirin ew dest pê dikin ku daristanan biqelihînin. Em bi vê re nîn in, ev ax a me ye.'' Helwesta birêz Adolfo Chávez, serokê konfederasyona gelên xwecih ên Amazonie, Chaco û Oriente’ê (sî û çar gel) jî weha bû: ''Muxalefet birayên ku li gelê xwecih xiyanet kirinw û axa me frotine dagirkeran empresarios digire cem xwe. Ji bo wan bi kar bîne, ew li wan deran dihên bicihkirin ku dikarin baştir ji wan partiyan re bibin alîkar ku heya niha zerarê dane welat.''

Li Venezuala’yê, serok Hugo Chavez naskirina nasnameya çermsoran wekî deynekî dîrokî û her weha dewlemendiyeke neteweyî pejirand. Di bin berpirsiyariya wezareteke rêvebiriya gel û civakên xwecih de, ku di sala 2006’an de hatibû avakirin, digel dijwariyên pêkanîna projeyên wisa, wî ax di nav gel de belav kir. Bi rêya vê projeyê, kesên ku axa wan ji dest hatibûn girtin gihîştin mafên xwe. Lê belê, li Karañakal’ê, nava Sierra de Perija’yê de, komeke Jivaros hatin û xwe di nava axa Bari de bi cih kirin. Sebaret bi vê bûyerê birêz Rufino Alawaiko, şefeke gel ê wê herême weha got;''Serok dibêje ku divê em bi xwecihan re bijîn. Em vê naxwazin. Heke Bari naxwaze bi kesî re bijî divê em ji biryara wan re rêzdar bin.'' Nijadperestiya etnîkî jî dikare, bi taybetî pir xerab be. Deriyê dojehê ji niyetên baş re jî vekirî ye.

Li dijî bêdengiyê devê xwe ji gefan re xwe vedikin – û nefreta xwecihan- di salên 1980’ê de, li Uruará’yê (Brésil), dema ku hate gotin wê du hezar (2000) gundiyên xizan werin koçberkirin, ewên ji amazonê hatibûn anîn ku 800.000 hektar axa ku ji xwecihên Arara’yê re hatibû veqetandin par ve bikin, çil û du (42) kes di nava daristanê de hatin dîtin. Li Chiapas’ê, biryara ku di sala 1972’an de hatibû girtin, ya hikûmeta meksîkî ku sebaret bi 600.000 hektar axa ku wê ji bo civaka Lacandone hatibûna dayîn, a ku nûneriya wan ji aliyê şêst û şeş (66) şefan ve dihate kirin, bû sedema pevçûnên di navbera wan û xwecihên zapatîsta de.
Ev kesên ku bi wan re diyalog hatiye redkirin û bi têkîliyên dijwar re, ên bi ‘cihana siyasî'' ve, (çepgir û rastgir tevlihev in) rû bi rû mane dikarin ji helwestên xwe yên tund jî nerehet bibin. Dema ku Fermandar Marcos, ji aliyê birêz Morales ve, zarokê têkoşîna xwecihan ku bûye serok, hatibû vexwendin, ji bo merasîma ''dîrokî'' ya sondxwarina serokatiyê ya li La Paz’ê, weha bersiv dabû: ''Armanca me ne ew e ku em tev li zirveyan bibin, ya esasî ew e ku em li jêrê binihêrin. Qaîdeyê me ne ew e ku em serekên mezin bibînin. Em difikirin ku divê tevahiya gel tev li rêvebiriyê bibe, ne tenê yek kesek.' Bi awayekî hunermendiyê wî xwe tenê hişt.

Li vî welatî, –Bolîvya–, serok daxwaza xwe ya ji bo dawîlêanîna salên neolîberal diyar dike û gotinên ''dagirkeriya navxweyî''- yek ji aliyê ''nijadperestiya xwecihan''–, derew derdixe. Rêkxistîbûna nû ya otonomiya axê ku li ser esasa naskirina çar rêbazên otonomiyê (beş, herêm, şaredarî û xwecih), yên ku bi hev re zêde nameşin lê belê di warê zagonî de xwediyê heman bingehê ne, digel xwe gelek pirsgirêkan jî derdixe holê. Çawa, wekî mînak, edaleta civakî û edaleta asayî dikarin xwe bidin qebûlkirin. Ji ber ku, di pişt ''kevneşopiyê de'', ''demokrasiya xwecihan dikare rêbazên xwe yên otorîter, ku bi rêya rûspiyan dimeşe, veşêre û desthilatiya xwe bide meşandin, an jî bi sedeman derveyî destê xwe zexm bike.''

Di heman demê de, li Guetamala’yê, xwecih her tim di bin zexteke dagirkeriyê de ne. Di meha Gulana 1992’an de Xanim Rigoberta Menchú li wê derê Xelata Aştiyê ya Nobel’ê wergirt, pişt re jî ew bû nûnera taybet a serokatiya neolîberal a Oscar Berger. Şîlî her tim qanûnên li dijî terorîzmê yên Pinochet bi kar tîne ku Mapuchan di bin zextê de bihêle. Li Venezuela’yê, birêz Hector Eduardo Okbo Asokma, şefê xwecihên Bari yên Saimadoyi’yê, bi awayekî bêdeng meşa xwe didomîne: ''Di aliyekî de em elektrîkê, rêyên baş, tevî pireyan dixwazin, di aliyê din de jî em naxwazin ji kevneşopiyên xwe dûr kevin. Mayîna di navbera teknîk û kevneşopiyê de. Em bi her duyan jî bawer dikin.'' Li Ekvator’ê, di meha Adar’ê de, bi alîkariya ekolojistan, muduriyeta Conaie li dijî serok Correa, ku ji aliyê hevkarên xwe ve hatibû ser Peywirê, şer îlan kir. Ev şer di nava wan nîqaşan de pêkhat ku sebaret bi pêşxistina madenvaniyê, lêgerînên ji bo neftê û bikaranîna avê dihatin meşandin. Her dem, bi taybetî bi ya şîrovekarê siyasî Pedro Saad, ''Rêvebirên Conaie, ji ber banga wan a serhildanan, ji aliyê xwecihan ve nayên şopandin''. Ji Amazoniyan cudatir, ên ku di piraniyê de ne û li cihên bilind dijîn,– la Sierra – piştgiriya xwe ya ji bo serokdewletê ku her tim bi pirsgirêkên xwe ve mijûl e, didomînin.

Çendî wê berxwedaneke demdirêj, di dîroka cihana nû de meşandibe jî, dînamîka nasnameyî jî xwedî sînorên xwe ne. Di vî warî de, bi dijberiya fikrên xwecihîtiyê, ''authentique'', ''Wisa diyar e ku çermesor rêbazeke sosyal a biyanî derdixin holê. Ev tenê bi xwe re rewşeke nû ya biyolojîk dernaxe holê, lê belê, ew rêbazeke nediyar, a ku tenê ji aktorên xwe re dikare kêrhatî be, jî diafirîne. Hebûna wê tenê bi ya nîqaşên sebaret bi wê de hatine kirin û yên ku wê werin kirin xwediyê nirxê ye''.

Wergera ji fransî
Ahmet Dere