Reformeka bankevanîyê ku bankevanan heyranî xwe dihêle

Reformên xapînok li hemberî krîza aborî
Translator

Pirsgirêka naskirî, çareserîya ji çavkanîyê diherike: cambazîyên malî yên çend bankevanan banga birêkûpêkkirineka hişk ya çalakîyên xwe [yên malî] kir. Tevî ku li Fransayê hikûmet pê razî ye û pesnê xwe dide ku projeyên wê yên di vê qadê de bankeyan zêde “zivêr” nakin, reforma ku Brukselê kanûna peşîna bihurî pêşnîyazkirî li dijî yên bijartî tê bikaranîn.

Îsal pir zehmet bû, nexasim ji bo hemwaletîyên me yên herî xizan. Lê belê em bi rastî li ser sedemên kûr yên pirsgirêkê dixebitin: rewşa fînansa dewletê baştir dibe. Şirketên herî lawaz li hemberî reqabetê encamên baştir bi dest dixin. Sektora fîna

nsî di rêya saxbûnê de ye. Binesazîya desthilatdarîya me baştir dibe. Em ji niha ve nabêjin em bi ser ketin lê belê gelek sedem hene ji bo ku meriv xweşbîn bibe û ez bawer dikim muteşebis û hevkarên aborîyê li vê yekê mikur tên."

Serokê Komîsyona Ewropayê José Manuel Barroso di 14 kanûna pêşîn 2012an de, bi vî rengî dilê xwe xweş dikir ji ber mohrkirina peymana li ser yekîtîya bankeyan li Konseya Ewropî ya Brukselê.

 

Çend mehan berîya wê, rayedarên ewropî di krîzeka aborî de ku kontrol nedikirin, difetisîn û hewl didan sîstema çavdêrîkirina bankeyan reforme bikin. Di civîna bilind ya Ewropî ya hezîrana 2012an de, hikûmetan Komîsyona Ewropayê bi amadekirina peşnîyazên diyar wezîfedar kiribû. Ji meha îlonê ve, Komîsyonê jî ev projeya xwe bi awayekî fermî dabû zanîn, projeyeka ku bêguman îlhama xwe ji fikra federalîst girtîye, wê navê "gaveka dêw" ji  bo Yekîtîya Ewropayê li projeya xwe kiribû. Di encamê de bernameyeka tedbîran ya ji sê beşan pêk tê hat amadekirin û ji alîyê bîst û heft endamên Yekîtîyê ve kanûna pêşîn 2012an hat qebûlkirin: çavdêrîkirineka navendî ya sazîyên fînansî ji alîyê Bankeya Navendî ya Ewropayê (BNE) ve ; amadekirina foneka ewropî ya misogerkirina pererazandinan; sîstemeka hevpar ya çareserkirina petaxa(îflasa) bankeyan.

Kengî sîyaset wê şûna birêveberîyê bigire

 

Piranîya aborînasên medyatîk û sîyasetmedaran piştgirîya wê tiştê dikin ku wekî pêşketineka di pêvajoya entegrasyonê de ji wan re hat pêşkeşkirin. Li gorî serokê lêkolînên aborî yên Bank of America Merrill Lynch Laurence Boone (1) "Gaveka din li avakirina Yekitîya Ewropayê zêde bû". Ȗ li gorî komîserê berpirspiyarê bazara hundir Michel Barnier, piştî civîna bilind ev serketineka "dîrokî" ye.

 

Belê rast e ku krîzê hebûna nakokîyekê nîşan da, ku di navbera xisleta her ku diçe zêdetir navneteweyî dibe ya bankeyên ewropayê û sîstemên çavderîyê û misogerkirina pererazandinan yên xebatên xwe di qada neteweyî de dimeşînin. Bi heman rengî, rejîma petaxa bankeyan di çarçoveya prosedurên neteweyî de pêk tê, lê belê petax dibin sedema tehlûkeyeka sîstema navneteweyî, lewre banke li qada navneteweyî kar dikin, krîz ji sînoran dibuhurin û belav dibin.

 

Lê belê, yekbûna sazîyên bankeyî ku rêveberên ewropayî pêş dibînin, eleqedarê pirsgirêkên bingehîn yên krîzê nabin. Wekî ku daxwaza wezîfedarkirina BNEyê wekî serokê sîstema çavdêrîyê nîşan dide, proje eleqedarê qada euro û hevdeh endamên wê ye. Lê di 2010an de Otorîteyeka Bankeyî ya Ewropayê (OBE) ji bo çavdêrîya bankeyên bîst û heft welatan hatibû damezrandin. Wê wezîfeyên her yekê ji van herdû rêxistinan çi bin? Gelo meriv dikare Brîtanyayê rexne bike ji ber negirêdayîbûna wê bi BNEyê ve, lewre ew li derveyî qada pereyê yekane ye? Tevî vê yekê jî, % 40ê danûstandinên bi ewroyê li Citya Londonê pêk tên…

 

Damezrandina Foneka Panewropayî ya misogerkirina pereyên [li bankeyan] razandî jî – ku armanca wê heta bi sînorekî vegerandina pereyên [li bankeyan] razandî li xwedîyên wan e, eger bankeya wan îflas bike – dibe sedema fikarên mezin. Tevî ku pêvajoyeka tewazûn û wekhevkirinê heye, di nava Yekîtîya Ewropayê de çil sîstemên misogerkirina pereyên komkirî hene. Bi vî rengî, rayedarên fransî û yên tevahîya welatên Yekîtîyê berpirsîyarîya vegerandina heta bi 100 000 ewro li mişterîyên bankeyên perê li wan razandî, girtin ser milê xwe. Lê li hemberî zehmetîyên Spanya, Yûnanistan û Portugal dikşînin wê çi biqewime? Belê, mimkin e ku Almanya û Fînlanda red bikin bibin beşdarê fonê, bi bahaneyê ku ev yek dikare herîkîna hatinîyan di navbera Bakur û Başûrê Ewropayê de mezintir bike. Piranîya welatên bakur ji ber vê yekê nerazî ne…Ne tesaduf e ku serokwezîra alman Angela Merkel çi ji destê wê dihat bi kar dianî ji bo sînordarkirina qada yekîtîya bankeyî, wê ya xwe bi ser xist ku bi tenê du sed bankeyên herî mezin - li qada ewroyê şeş hezar hene - bi awayekî navendî werin birêvebirin.

 

Ev îfadeya tercîhên sîyasî û îdeolojîk yên bîst û heft welatên endamê Yekîtîya Ewropayê ye: tercîha Ewropayeka ji alîyê bazaran, reqabetê û hêza fînansê ve tê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de, du alternatîfên birêveberên ewropayî hebûn: ewropîkirina misogerbûna pereyên [li bankeyan] razandî ji bo xwe xelas bikin eger bankeyên mezin îflas bikin, yan jî sînordarkirina mezinahîya banke û sektorên bankeyî. Wan alternatîfa yekem tercîh kir, vê yekê kir ku rêveberên ewropayî zirarê nedin giranîya zêde ya desthilatdarîya fînansê. Diyarkirina BNEyê wekî çavdêrê / notirvanê yekane û "serbixwe" perçeyekî heman mentiqî ye. Li gorî aborînasên lîberal, mijar ya sînordarkirina rola faktorên sîyasî ye, da ku "bawerî bi xwe anîna" biryarên eleqedarê bazarên fînansî xurt bikin. Lê belê ev erk dê hêza sazîyeka bi rêya hilbijartinan nebûye desthilatdar mezintir bike. Bi vî  rengî Yekîtîya Bankeyî  gaveka din ber bi ne-sîyasîbûnê diavêjê  - biryar bi awayekî îdareyî tên dan – ew herweha gavek e ber bi paşveketineka demokratîk ya avakirina Yekirtîya Ewropayê ve.

Da ku merivan razî bikin, alîgirên reformê îdîa dikin ku wê ji BNE were xwestin ku bi awayekî şefaf bişixule. Rast e, serokê BNEyê bi awayekî birêkûpêk diçe Parlemana Ewropayê da ku bersivê bide pirsên parlemanteran, lê belê em dizanin ku ev bi tenê formalîte ye. Herçî sektora bankeyî ye, ew dê di heman rewşê de be. Serokê niha wezîfedar ya BNEyê, Mario Draghi ku kevne- berpirspiyara Goldman Sachs Europeyê bû, wê karibe bi awayekî "serbixwe" bidomîne û berjewendîyên fînansa bilind li pêş bigire û berjewendîya giştî ya gel li paş bihêle…

 

Li alîyekî mimkin e pevçûn bi hikûmetên hilbijartî re bidin der. Di vê çarçoveyê de, meriv çawa dikare çavdêrîya BNEyê ya xwe dispêre mentiqa bazarê li hev bîne bi avakirina bankeyên dewletê yên pererazandinê – wekî ku hikûmeta Jean-Marc Ayrault plan dike – û wêdetir, meriv çawa dikare çavderîya BNEyê li hev bîne bi projeya avakirina hêzeka bankeyî ya gelemperî û ewropayî ku wê bi rêya biryarên ne fînansî were rêvebirin? Da ku ev reforma BNEyê bikêrhatî be pêwîst bû statuyên wê werin guhertin da ku vê sazîyê bixin kontroleka demokratîk, da ku bibe BNEyeka ku berî hertîştî di kontrola Parlemana Ewropayê de ye.

 

Reformên heyî qanûn û şêwazê karkirina bankeyan naxin ber lêpirsînê, ew di bin serdestîya mentiqê bazarên fînansî yên ewropayî û navneteweyî de ne. Lihevderketina budceya bankeyan berî hertiştî girêdayîyê fonên wan e – lewre jî girêdayîyê rewşa nirxên bazaran e, ev yek jî  piştgirîya modela bankeya xwedî hîseyên borsayê ku armanca wê karkirin e, dike. Di vê çarçoveyê de, têkilîyên navbera bankeyên welatekî û pêdivîyên wan bi fînansmanê (bi şîrketan, bi şexsan, bi dewletê) hîn rehettir dibin.

 

Di vê mijarê de, birêveberên ewropî karîbûn alternatîfên din bibijêrin. Wekî nimûne, wan karîbû sektoreka fireh ya bankeyên xwedî mişterîyên ji rêzê biparastana û li derveyî reformê bihîştana. Ew şiklekî bankeyê ne ku serê xwe bi pîşeyê xwe diêşînin (zêdekirina pereyên razandî, dayîna kredîyên piçûk li derdora xwe, fînansekirina aktorên herêmî û neteweyî) ku lihevderketina budceya wan bi saya qanûnên hişk tê misogerkirin, wekî qedexebûna operasyonên spekulasyonê ku rîskên mezin ferz dikin. Bi vî rengî, armanc wê cudakirina karê wan yê eleqedarê mişterîyan û karê wan yê pererazandinê bûya. Ev yek berevajîyê adeta xebitîna bankeyan e ku her karê xwe tevlîhev dikin.

Hê jî li ber rehma spekulatoran

 

Wisa xuya ye ku modela bankeya jê re gerdûnî tê gotin, ya ku cîhana fînansê piştgirîya wê dike, ji komên dêw pêk tê ku navê wan "hêmanên mezin yên sîstemîk" e. Krîza 2008an tehlûkeyên ku ev modela bankeyê tîne serê civak û şîrketan nîşan dan: Fonên van bankeyan û pereyên razandî yên bankeyên xwedî mişterîyên ji rêzê ji ber petaxên çalakîyên spekulatîf hatin windakirin. Bi vî rengî, bankeya pererazandinê Natixis ku endama koma Bankeya Populaire û Caisse d’Epargneê (BPCE) ye, ev koma bankeyan xist tehlûkeyê. Wê ji 5 heta 8 mîlyar ewroyan ji dest dan ji ber pererazandina li berhemên jehrî yên amerîkî. Ev têkîlîyên bi xeter bûn sedema kêm kirina kapasîteya fînansekirina sektora hilberînê. Ev yek ji sedemên krîza aborî ya dewamî ye ku qada ewroyê tê de ye.

 

Lê belê, wekî ku tu tişt neqewimî be, rayedarên ewropayî xwe amade dikin ji bo xurtkirina modeleka bankeyên gerdûnî. Rapora Liikanen (2) ya çiriya paşîn a 2012an, ku ji alîyê Komîsyona Ewropayê hat xwestin, bi tenê pêşniyaza avakirina şûbeyên pispor dike ji bo meşandina çalakîyên trading yên şexsî û gelekî bi tehlûke, yanî ji bo çalakîyên spekulasyonê yên ku banke bi saya sermayeyên xwe dikin. Ev tedbîra pir piçûk wê nebe sedema cudakirina bankeyên xwedî mişterîyên ji rêzê û bankeyên pererazandinê, tiştê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji alîyê serokdewletê wê Franklin Roosevelt ve, sala 1933yan bi rêya Glass-Steagal Act hat ferzkirin, li Fransayê sala 1944an ji alîyê Konseya Neteweyî ya Berxwedanê ve hat ferzkirin. Vê tedbîrê bi salan destûr da ku rê li ber krîzên bankeyî were girtin, heta werin xistin ber lêpirsînê (li Fransayê sala 1984an û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê sala 1999an). Wisa xuya ye ku birêveberên me yên îro naxwazin dersên dîrokê fêr bibin.

 

Di dawîya 2012an de, hikûmeta fransî biryara pêkanîna reformeka bankeyî da û îstiqrara xwe xist tehlûkeyê dema xwedî armanca pêkanîna yekbûna guhertinan li qada Yekîtîya Ewropayî bû. Di 22yê kanûna paşîn a 2012an de, di axaftina xwe ya ji bo hilbijartinan li Bourget de, serokdewletê fransî Holande soza "kontrolkirina sektora fînansî (…) bi rêya qanûneka ku li bankeyan ferz bike çalakîyên xwe yên kredî û çalakîyên xwe yên spekulasyonê ji hev cuda bikin" dabû. Lê belê ji ber zexta lobîyên eleqedar, hikûmeta fransî ji ya xwe daket û qanûneka ku ji pêşnîyazên rapora Liikanen kêmtir tiştan dixwaze amade kir. Belê, metna 19ê kanûna pêşîn a 2012ê li hemberî konseya wezîran hatî pêşkêşkirin, bi gotinên ne zelal çalakîyên bankeyan yên "bikêrhatî" û "çalakîyên  spekulasyonê" tên cudakirin. Komeleya Finance Watch (3) bala xwe dide guhertina peyvên "çalakîyên kredîdayînê" bi "çalakîyên bikêrhatî", ku peyvên subjektîf in, "tê maneya pêk neanîna reformê, ji ber ku di nîqaşa li ser mijara bikêrhatîbûna çalakîyeka bankeyî de aktor wê tu carî li hev nekin". Çalakîyên "pêkanîna xizmetên pererazandinê" (ango operasyonên bazarê) û yên "parastina bazarê ji bo rêbazên fînansî" (ango nexasim spekulasyona li ser berhemên xwedî nirxekî li gorî borsayê diguhere) dikarin ji alîyê bankeyên xwedî mişterîyên ji rêzê ve werin pêkanîn, lewre ew dikarin "bikêrhatî" (bi vî rengî !) bin ji bo mişterîyan û ji bo fînansmana aborîya giştî.

 

Belê, ev projeya qanûnî li bankeyan qedexe dike ku berhemên xwedî nirxekî li gorî borsayê diguhere yên bi madeyên xav yên cotkarîyê hatî çêkirin bifiroşin û herweha li wan qedexe dike ku zû bi zû tradingê pêk bînin (4), ew fermanên borsayê ne yên bi awayekî otomatîk li ser kompûterê tên dayîn da ku sûd ji her çirkê were wergirtin eger rêjeya nirxê hîseyê hinekî zêde bibe. Tevî ku ev tedbîr tiştekî baş pêk tînin, ew bi tenê beşeka piçûk ya çalakîyên spekulatîf eleqedar dike. Bi giştî, li gorî pêşdîtinên bankeyan bi xwe, ev tedbîr bi tenê têsîrê li ser % 2 heta % 4ê bankeyên Fransayê wê bike…(5)

 

Alîgirên vê qanûna nû bi bîr dixin ku sernivîsa duyem ya metnê hêza otorîteya bankeyan (Otorîteya Kontrolkirina Tedbîrî û ya Çareserkirinê- OKTÇ) û ya bazaran (Otorîteya Bazarên Fînansî) xurt dike. Lê li hemberî dêwên fînansî yên ewropayî dê hêza van sazîyan çi be ? Bîlançoya li ser hev kombûyî ya sê bankeyên fransî 2.5 caran ji ya PIB ya welêt bilindtir e! Bi tenê cudakirineka  bi tevahî ya bankeyên xwedî mişterîyên ji rêzê û bankeyên pererazandinê dikare aborî û civakê hinekî biparêze.

 

Li qada Yekîtîya Ewropayê û ewroyê û li qada Fransayê, tiştekî hevpar ya reformên heyî heye: ew ne desthilatdarîyê, ne jî kapasîteya xirabker a bankeyên mezin yên global ku di sektora fînansî ya global de serdest in, naxin ber lêpirsîne.

 

* Profesorê Aborîya Fînansî li Zanîngeha Parisa 13an, endamê Konseya Zanistê ya Komeleya ji  bo Ferzkirina Bacê li ser Danûstandinên Fînansî ji bo Alîkarîdana Welatîyan

(1) Les Echos, Paris, 19ê kanûna pêşîn a 2012ê.

 

(2) "Rapport de la commission d’experts européens sur la réforme bancaire / Rapora Komîsyona pisporên ewropî li ser reformên bankeyî". Erik Liikanen serokê Bankeya Navendî ya Fînlandîyayê ye.

 

(3) Peyama Finance Watch ji bo Pierre Moscovici, wezîrê aborî û fînansê, 11ê kanûna pêşîn a 2012an.

 

(4) Gotara li jêr bixwîne: Paul Lagneau-Ymonet û Angelo Riva, "Une directive européenne pour doper la spéculation / Fermaneka ewropayî ji bo xurtkirina spekulasyonê", Le Monde diplomatique, îlona 2011an.

 

(5) "Réforme bancaire: une loi pour rien / reforma bankeyî: qanûneka pûç", L’Express, Parîs, 19ê kanûna pêşîn 2012an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya