Rehendê mirovane

Ewropa
Translator

Pirsa mafên mirovan ku heta hingê tabû bû, di peywendiyên Rojhilat-Rojava de, sala 1975’an, di Konferansa li ser ewlehî û hevkariya Ewropayê (KEHE) de kete rojevê. Danezana dawîn ya Helsînkiyê (Fînland) ya 1’ê tebaxa 1975’an, ev pêşhata diyarker pesend kir. Profesorê hiqûqê Emanuel Roucounas, yê zankoya Atînayê, bawer dike ku "ji cerga ku daxuyaniya dawîn ya civîna Viyanayê [sala 1989’an] "rehendê mirovane" destnîşan û binecîh kiriye, mafên mirovan li hemû şax û pêngavên KEHE’yê belav dibin ". Bi pêvajoya Helsînkiyê re, mafên mirovan weke hêmanên bingehîn yên têgihiştineke nû ya ewlekariya parzemînî hatine naskirin.

Qaîdeyên Rêxistina Ewlekarî Hevkariya Ewropayê (REHE) ku sala 1994’an bûye dewama KEHE’yê di qada mafên mirovan de, herçend selahiyeta wê ya mecbûrkirinê nebe jî, "pirr girîng in, bi taybetî ji ber ku di rêkeftinên navneteweyî de (…) û di yasayên neteweyî de weke çavkanî yan jî norm tên bikaranîn ". Bi vî rengî, bi rola alavekî radibe ku pêşketinên pêkhatî pê bên pîvandin û piştgirî li çalakiyên parêzvanên mafan bê kirin. REHE bala xwe dide ser çarçoweya siyasî û hiqûqî ya îstifadekirina ji azadiyan, lê belê bi awayên cuda ji awayên dewleta hiqûqê û demokrasiyê. Nêzîkiyeke weha rê dide ku hewl di nav çepera gotin û gotarê de asê nebin û rehendê mirovane ber bi tevgerê ve bê zivirandin.

KEHE û paşê REHE‘yê derfet û dezgeh damezrandin, da ku xebatên Navenda Dezgehên Demokratîk û Mafên Mirovan (NDDMM) bêne bercestekirin. Bi vî awayî, danezana dawîn ya civîna Viyanayê, sala 1989’an, mekanîzmeyeke dîplomatîk danî ku, ji bilî kardarên din, rê dida danûstandineke agahiyan di demekê de ku parzemîna Ewropayê ji ber şerrê sar dabeş bûbû. Armanc jê ew bû ku baweriya pêwîst ji bo diyaloga li ser mijara hesas a azadiyan bê dabînkirin û binecîhkirin. Bi dû re, sala 1991’ê, "mekanîzmaya Moskowayê" derçû. Mekanîzmaya navhatî bi taybetî pêşniyaz dike ku bi rizamendiya dewletên peywendîdar, ji bo meydanên nakokbar lijneyên pisporan bên şandin. Herweha balê dikişîne ser pêwîstiya birêkirina şandeyên din ji bo nivîsandina raportan. Lê belê, ji bo nivîsandina raportan pêdivî nîne ku dewleta peywendîdar destûrê bide. Yek ji çalakiyên wê yên destpêkê sala 1992’yan bi rê ve çû: wezîfe lê hatibû spartin ku "vekolînan bike li ser wehşeta ku li Xirwatistan û Bosnayê li xelkê sivîl dihate kirin, herweha pê de bikeve ka îddiayên li ser destgîrkirinên keyfî yên Sirban li Xirwatistanê rast in yan na ".

Pêşiyê, wezîfeya NDDMM'a ku sala 1992’yan hatiye damezrandin, birêkxistina wan kar û erkan bû ku li pispor û raportoran dihatin spartin. Selahiyetên wê paşê hatin berfirehtirkirin: nuha rêxistineke berbendkirin, çavdêrî û alîkariyê ye. Bi ya Mouloud Boumghar ku li Tirkmenistanê di lêkolîna derheqê mafên mirovan de wekîlê raportorê REHE’yê bû, "bi fikra ku li wan welatên ku wergirtina îtirafan ji tometbaran weke rastiyeke hiqûqî tê qebûlkirin, her di merhaleya lêpirsînê de îşkence tê kirin, NDDMM'ê xema bernameya çalakiyên xwe da ser nûkirina şertên nezaretê û mehkemekirinê". Bi dirêjiya demê ve, şaxên taybet ji vê dezgehê derhatin ji bo pêdeçûnên li ser rewşa Roman û Sintiyan, li ser xweşbînî û rakirina cudakariyê, parastina parêzvanên mafên mirovan, mafên jinan.

Divê herweha navên Komîseriya Bilind ji bo kêmîneyên neteweyî (KBKN) û nûnertiya ji bo azadiya organên medyayê jî hildin ku bi rêzê sala 1992 û 1997’an hatine avakirin. Rola KBKN‘yê ku halê heyî rêvebirê wê Knut Vollebeckê norwecî ye, berbendkirin û rawestandina dubendiyên qewmî ye. Rêbazên wî yên cihêreng hene: berhevkirina zanyariyan, seredana herêmeke li nav erdê dewletekê (lê belê rizamendiya dewletê şert e)… KBKN herweha ji bo binecîhkirina normên hiqûqî ya li ser azadiyên giştî çalak e. Sala 2004’an, di vexwendina Parlamentoya REHE'yê de, wî, bi raporta ku li ser polîtîkayên entegrasyona kêmîneyan amade kiribû, çepera çalakiyên xwe gihande "demokrasiyên piştrast". Herçî nûnerê azadiya organên medyayê ye ku îro Dunja Mijatovicê Bosnayî ye, armanca wî, di hewlên wan ên di lehê azadiya çapemenî û medyayê de, alîkariya dewletan e. Di raportekê de ku sala 2010’an derçû, nûnerê vê dezgehê (ku wê demê Miklós Haraszti bû) nerihetiya xwe derbirîbû ku patronê France Télévisionê ji aliyê serokkomarê Fransayê ve dihat tayînkirin, lewre bi ya wî ev kiryar "asteng bû li ber serbixweyiya wê [dezgeha televîzyonên dewletî] û nakok bû digel şertên REHE‘yê".

Karê ku divê bê qedandin bêhed giran e û şert û bendên pirsa bênavber nû dibin. Emmanouil Athanasiou´yê ji Federasyona Navneteweyî ya ji bo Mafên Mirovan (FNMM), bi taybetî ji wê yekê nerihet û gilîdar e ku nikarin "bi rengekî xurt azadiyên giştî biparêzin gava yasayên têkoşîna li dijî terorîzmê tên dariştin". Herweha REE divê hewl bide ji bo pûçkirina şikberî û nebaweriya hindik ji dewletên endam, mîna Rûsyayê. Bi ya Boumghar, "Moskowa wisa bawer dike ku di NDDMM‘ê de destê Dewletên Yekgirtî dirêj e û dê bi vî rengî piyonên xwe bide pêş" li dewletên kevnesovyet".

REHE ji bo bihêzkirin û bandora çalakiyên xwe, hevkariyê digel rêxistinên din ên navneteweyî û komeleyên pisporên parastina azadiyan dike. Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê donorê sereke ye lê belê Yekîtî û Konseya Ewropayê jî dîsa şirîkên çalak in. Digel vê yekê, nelihevhatinên li ser selahiyetan carinan rêxistinê tîne hember Konseya Ewropayê (ku çil û heft welat pê ve girêdayî ne). Lewre Konseya Ewropayê sala 1951’ê, Rêxistina Ewropa ya Mafên Mirovan (REMM) saz kiriye ku li gorî rêxistina navhatî ji bo teqezkirina sepandina şertên rêxistinê dadgehek hatiye damezrandin.

Çavkanî

Caroline Fleuriot:
Rojnamevan

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn