Rehîneyên şerê dijberîyeke xwîndar

Translator

Pêşbazîya kevin a sedsalan ji bo serwerîya li ser Mezopotamyayê û veguherîna herêma kurdan ber bi xetereke nû ve

Edalet ji bo heft endamên malbata wî. Ev têkoşîn çiqas dirêj jî bidome, Şervan Hisên Mistefa, kurdê ku li Brîtanyayê di penaberîyê de dijî, ev armanc ji bo dahatûya xwe daniye. Qedera Şervan şok dike, lê ev rewşeke bi tena serê xwe nîne. Ew yek tradejîya bûnewerîya gelê kurd ê sîvîl a di herêmên çîyayên Toros û Zagrosê de nîşan dide. Ji sedsalan zêdetir di nav şerên dijberîyekê de, ji alîyekî di navbera îranîyan ji alîyê din di navbera yûnan, rom, bîzans û osmanîyan de ku gelek caran bi xwînê pêk hatiye, şerekî ji bo desthilatdarî û çavdêrîya herêma ku Asyayê bi Ewropayê ve girê dide, wek rehîn hatine girtin. Ew heta roja me berdewam e.

Şervan bi biryar e ku wek gelek xemhevalên xwe yên kurd stûyê xwe bi êş li hember qedera xwe ya ku bi derbekê dê û bavên wî û pênc endamên malbata wî wergirt, netewîne. Rojeke tebaxa 2011ê bû, dema malbat wek her car diçû ser karê xwe yê cotkarîya çîyayên Qendilê li Îraqa bakûr. Ji dûr ve guregura teqînan hatibû. Pîlotên tirk bi jetên xwe yên şer li ser çîyayên bilind ên asê digeriyan û bi hêvîya ku li baregehên gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bixin, wek gelek demên din dîsa bombe davêtin newal û kozikên veşartî yên çîyayên Qendîlê. Malbata kurdên îraqî di pîkapa xwe de ber bi bajarê Ranyayê ku nêzîkê wan deveran bû, direviya. Bi rê de ketibûn nav xeta bombebarana balafirên şer ên tirk "ku laşên wan kiribûn parçeparîyên bê hejmar". Wiha rave kiribû Şervan ji Kurdish Globe re (19.9.2011). "Bi salan jî berdewam bike" Şervan bi biryar e ku bi alîkarîya komîteyeke parêzgerên dadgehên navneteweyî "edaletê ji bo malbata xwe bi dest bixim" û gelek kurdên sîvîl ên din ku mirovên xwe di bin bombebarana topên tirk û îranî de winda kirine. Divê dadgehên navneteweyî vê xwînrijîya hêzên herêmî yên mezin li dijî gelê kurd ê li ser sînoran dijî, wek "sûcê navneteweyî" li dijî mirovahîyê mehkûm bikin, daku ev rewş hîn jî di dinyayê de wek "sûcê herêmî" bê çavdêrî nemîne û neyê ji bîr kirin.

Çalakîyên leşkerî, ne ji bo PKKê?

Malbata Şervan di tebaxê de mir. Piştî ku PKKê 24 leşkerên tirk kuştin, di meha mijdarê de tirkan car din bi tundî hêriş kir, 10.000 leşker ketin bakurê Îraqê. Ev bizava leşkerî û qêrîna xelkê tirk ji bo qisasê ji berê ve dîtbar bû. Çima provakasyona PKKê? Kîjan stratejî, kîjan armanc bi vê yekê tê şopandin? Ravekirina generalekî tirk dikeve bîra mirov: Serleşkerîya artêşê dikare kengê pêwîst bibîne, hertim sedeman ji bo çalakîya leşkerî li bakurê Îraqê bibîne. Û kevnerêveberê berê yê îstixbaratê û stratejîst Mahir Kaynak li ser hêrişa tirk a ser bakurê Îraqê a meha mijdarê difikire ku ne "terora PKKê" bûye sedem, lê mebesta Enqereyê ku dixwaze "tesîra Îranê" di vê herêmê de "bavêje paş". Kaynak pêşbînîyên xwe yên li ser nearamîya peywendîyên di navbera Îran û Tirkiyeyê de ji bo salên dahatû jî dibêje. (Zaman, 16.10.2011).

Hertim û hertim car din lîstîka xwîndar ji nû ve dest pê dike: Hêrişên piçûk ên gerîla, PKK û hevkarên wan ên Îranê PJAK (Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê) li dijî hedefên leşkerî li Tirkiyeyê yan li Îranê. Wê demê hêrişên hember yên îranî û tirkan ên hewayî, ketina yekîneyên welatên cîran, îhlalkirina sînoran, serwerîya Îraqê; kesên kurd ên sîvîl ji gundên sînor tên derxistin, erd û heywanên wan bi armanca "kembera ewlekarîyê" tên qir kirin daku di wan sînoran de yên ku hêzên kolonyalîst li gor kêfê kişandibûn û eşîr, qebîle û heta malbatan ji hev veqetînin, cîyên bê însan çêbikin. Komelgeha navneteweyî xemsar e: Her du dewlet li dijî çalakîya şidetê a PKK û PJAKê bi tenê xwe diparêzin.

Lê di rastîyê de Îran û Tirkiye xwe di Kurdistana Bakurê Îraqê de ji bo kevneşerê dijberîyeke ji nû ve yê serwerîya li ser Mezopotamya û li hemû herêmê bi dest bixin, bi cî dikin. Kî dê valahîya îktidarê dagire, eger yekîneyên Amerîkayê heta Noelê xwe ji Îraqê bi paş ve bikişînin? Li gor çavkanîyên dîplomatîk Washington dixwaze li dijî geşedana tesîra "dewleta xudayî" ya îslamîya Îranê, Tirkiyeyê wek temsîlîya sîstemeke laîk mîna pireyeke berepêş bixe –di serî de li Îraqê.

Dijberî û dostanîya bi mebest

Gava xanedanîya mîrîtîyên Sefewî di destpêka sedsala 16ê de herêmên ku piranî îranî tê de niştecî bûn ber bi qralîyetekê ve bi hev ve girêdan, hindikayîyan jî, mîna kurd li rojava tê de bi cî kirin û piranî alîgirên xwe vegerandin ber bi îslamîya şiî, tovê bîrewerîya îranîyeke neteweyî avêtin. Împaratorîya Persî ku bi hêz dibû xwe ne tenê ji alîyê Uzbekan li Bakurê Rojhilat, ji alîyê Afganan li Rojhilat û Mezinmoxolên tesîrdar ên hindî di bin metirsîyê de didît, herwiha daîm li Rojava ji Împaratorîya Osmanî ku di bin desthilatdarîya sunîyan de bû. Şer qonaxên hevkarîyê ji hev vediqetandin. Bi vî awayî îranî û tirk bûn dijberên siruştane yên jeostratejîk ku di heman demê de jî ji alîyê dostanîyeke zorak a ji hev bêbawer bi hev re dihatin girêdan. Pevçûna di navbera her du hêzan de bi piranî li ser erdê Mezopotamya û Kurdistanê diqewimî. Niha rewşeke nû wek encama bêîstikrarîya dramatîk li seranserê Rojhilatê Navîn li benda hatinê ye. Ew tehdîtkar e ku hîn herêmeke berfireh bikşîne nav xwe.

Herçiqas jeopolîtîka salên dawîyê bû alîkara "Komara Îslamî" ku Îran saya şerên Amerîkayê li Afganistanê û berîya giştî li Îraqê piştî têkçûna dijminê wê yê ebed Sedam Huseyn 2003, karibû tesîra xwe gelek berfireh bike; lê polîtîkaya derva ya Tirkiyeyê jî, di bin serokatîya Recep Tayip Erdogan de xurt bû. Her du hêz li Rojhilatê Navîn li pey vîzyonên dijber hev in.

Ji roja hatina "Partîya Dad û Geşedanê" (AKP) a bi meyla îslamî ser hikumetê û serpereştîya dewletê 2002, li Tirkiyeyê guherîneke civakî û siyasî çêbû. Komeke bijarte ya nû xwe bi tesîra aborî û siyasî ne li Rojhilatê Navîn berfireh dike, belê di hemû cîhana îslamî de. Ev "siyaseta neo-osmanî" wek medya wiha jî bi nav dikin, bingeha xwe ji dîtinên Ahmet Davutoglu, şêwirmendê Erdogan ê bi salan û wezîrê derva yê niha, digire; bi kurtahî di bin têgeha bi cîranan re "sifir-pirsgirêk" vedibêje – konsepteke di herêmeke wisa tevlîhev de ku ji Rojhilatê Navîn heta Qafkasya û Asyaya Navîn dirêj dibe, gelek xwedî îdîa ye. Ji bo stratejîstên Enqereyê dahatû di demên bihurkê de ye; nûvejîna peywendîyên Împaratorîya Osmanî bi cîhana erebî re, xurtkirina xizmatîya misilmanî ji bo "kurahîya stratejîk" bi cîranan re pêk bê, xwe wek pirehê di navbera Rojava û cîhana îslamî de berepêş bike û encama dawî hêzeke cihanî ava bike.

Redkirina hestejêrî ji bo Erdogan

Ji bo vê armancê hikumeta-AKPê dîplomasîyeke sift a herêmî ajot, peywendîyên aborîyê bi cîranan re xurt kirin, bi taybetî bi Îran û Suriyeyê re û bi vî awayî zerar da hewldanên hevalbenda-NATO (USA) DYAyê ku dixwast van her du welatan îzole bike. Tevî berdewamîya dostanîya zindî bi Washingtonê re jî, Erdogan hewl dide ku siyaseta derva ya serbixwe ku hew bi giştî li gor Rojava û EU (Yekîtîya Ewropa) be. Lê bi pêşketina "bihara erebî" re stratejîya tirk a "sifir-pirsgirêk" xirab têk çû. "Sifir-pirsgirêk" di rastîyê de perdeya li ser "dostanî bi dîktatoran" re bû, ji Qedafîyê lîbyayî, Esadê sûriyeyî heta Mehmûd Ehmedînejadê îranî. Çalakvanên "bihara ereb" ên ku bi mehan jîyana xwe di şerê azadîyê de ji mirovahîyê û serbilindîyê dixistin xeterê û hîn jî dixin, li Erdogan nabihurînin ku wî arîşeya bindestîya gelên ereb, bi salan ji ber têkilîyên hevalbendên xwe yên zordar ji çavan dûr dixist, dervayê tacîzî, îhlalkirina mafên mirovan li ser xelkê xwe yê kurd.

Bi vî awayî Erdogan redkirina hestejêrîyekê dît gava ku wî xwast piştî têkçûna dîktatoran li Misir, Lîbya û Tunusê xwe wek parêzvan û alîkarê modeleke siyasî ya hêvîdar ji bo cîhana îslamî şanî bide, hêvî dikir ku ew dê bibe hêza nû ya mezin a herêmê. Ev tirkê ku dixwaze arîşeyên xwe yên bi niştecîyên xwe yên kurd re bi îşkence, girtîgeh û bikaranîna artêşa xwe –badilhewa- çareser bike û hertim zerarê dide serwerîya dewletên cîran, di herêmê de gelek kêm kes hene pê bawer dikin. Ew çiqas bi peyvên vala derdên herî hestiyartijî yên ereban, filistînîyan bîne zimên jî, daku ew şova parêzera dengberz a mafê çarenûsa Filistînê ji Tehranê bidize, bi kêr nayê. Ne tenê Erdogan e ku di dawîyê de serkeftî nebûye, zordana hevalbendê xwe yê stratejîk (li dijî PKKê) Esad ber bi reforman birin, tesîra qels derxist holê ku Tirkiyeya îro li cem cîranên wê, li cem cîhana ereb gişt heye. Gelek îşaret pê hene ku Esad PKKê li Suriyeyê germ dihêle daku eger pêwîst be, wek bavê xwe, ew mîna karteke xurt li dijî Enqereyê bi kar bîne.

Guherîna bi lez a siyasî -dûrbûna ji Esad- ji bo avakirina bawerîyê kêm alîkar e. Bi wî awayî Enqere di herêmê de hêza dîplomasîyê zêde winda kir, li alîyê din lîstikbazê hember dilerize ku dê derîyê wê yê girîng ê cîhana ereb, ber bi şiîyên Lubnanê û ber bi sînorê dijminê îsraîlî, bi muhtemel hilweşîna naçar a rejîma Esad re heta hetayî bê girtin. Herwiha Erdogan pêewlebûna siyaseta xwe ya derva ya zixtxwar bi tehdîtên şer diparêze, mînak di arîşeya kolana mafê bîrên petrolê li pêşîya beşê Qibrisê yê ku ji alîyê yekîneyên tirk ve hatiye dagîr kirin, yan jî tehdîta ji alîyê Îsraîlê ve rexnebar e, yanî birina alîkarîyên di bin parastina keştîyên şer de ji bo Filistînîyên ku di girtîgeha mezin Gazayê de ne.

Sinan Ülgen ji Think Tank Carnegie Endowment wiha analîz dike: Bi gavên wiha curetkar ên ser sehneya dinyayê Tirkiye dixwaze ji xwe re li hember Rojava cîyên manewrayê çêbike û zelal bike ku ew nikarin dev ji rola navbeynkarîya Enqereyê berdin. ("Testing Turkey´s Influence", 28.9.2011)

Tehran lîstika masûlkeşanîdana tirkan bi dudilîya kêf û nearamîyê dişopîne. "Sîstema laîkiyê ne mode-leke baş e kevneserokê muhafizên şoreşê yê Îranê û şêwirmendê "serokê rûhanî" yê Xameney general Rehîm Sefevî dest datîne ser birîna tirkan. Siyaseta Enqereyê bi îdealên xelkê misilman ên Tirkiyeyê re li hev nayên, dibêje. (Tehran Times, 8.9.2011). Modela dewleta Îranê qet dilgirî pê re nemaye, ne xema wê ye.

Tehdîdên Îranê

Wekî din soza Enqereyê bi DYAyê re ku destûrê dide bicîhkirina sîstemeke rakêtparêzîyê ya NATOyê bû sedema hêriş û tehdîtên rejîma Îranê ku daxwaza siyaseta wê ya derva bi temamî serbixwebûn û herêmeke parastî ye ji hêzên (mezin) ên rojavayê. Tirkiye -wisa îdîa dike Sefevî- dê "bedeleke mezin" bide eger ew "xeletîya xwe ya stratejîk" ya dawîyê sererast neke (press tv.ir., 20.10.2011). Tirkiye bi vî awayî dijminîya eşkere beramber "Komara Îslamî" şanî dide ku ew bûye hevalbenda herî girîng a aborî û dixwaze têkilîyên dualî yên tîcaretê bike du qat, derxîne ser 30 mîlyar dolaran, wiha li Tehranê hêrs bilind dibe; serokatî xwe bi îtirazên Erdogan ku dibêje elaqeya rakêtan bi hêrişên Îranê yên li dijî Îsraîlê tuneye teselî nake. Îsraîl dê jixwe têk biçe, derdorên tund yên fermî li Tehranê tînin zimên. Û hevalbendîya bi mebest ên her du dijberan her diçe zêdetir sar dibe.

Lê wek hertim di dîrokê de îro jî beşek heye ku ser her mixrikî digire: Daxwaza hevbeş ku şansekî piçûk jî, ji bo çarenûsîya mafdar nedin kurdên bê dewlet ên li erdê xwe. Dîktatorê Suriyeyê divê biçe, bi hêvîya sempatîya muxalefetê, êdî Erdogan eşkere davêje û ji bo cûrbicûr konferansên stratejîk yên li ser dahatûya dewleta cîran bê qebîleya Esad, comerdane mazûba-nîtîyê dilîze. Baş e, lê eger di Sûriyeyeke nû de du milyon kurd li gor mînaka Îraqê otonomîyê bi dest bixin? Çi dibe, eger Sûriye di geremolê de têk biçe û kurd qamçîyê rejîmê yê dehsalan ji hev bixînin û çalak ji bo azadîya xwe têbikoşin û ji bo bira û mirovên xwe yên ji xwîna xwe re yên li Tirkiyeyê jî vê yekê bixwazin? Bergehên wiha xof dixin dilên stratejîstên Enqereyê û bi heman awayî yên Tehranê jî. Serokatîya ereb ya li Bexdayê jî bûyerê bi endîşe dişopînin. Ma di herêmê de kî dixwaze ku ev gelê herî mezin ê bê dewlet xwe bi xwe îdare bike? Gelo ne çêtir e ku hikumdarî di destê Esad de bimîne, lê ew wiha bê xurt kirin ku ne hevalbendê wî yê stratejîk Îran, lê ev alîyê sînorê tirk jî xwedî gotin be? Xafikeke dualî ya naçar ku bihara ereb Erdogan jî avête nav.

Şelal Gedo serokê "Partîya Kurd a Çep li Sûriyeyê" vekirî gilîyan dike, (Rudaw, 22.9.2011) dibêje, Enqere hertiştî diceribîne ku muxalefeta Sûriyeyê "bixe xizmeta xwe" daku "kurd di qanûneke nû ya Suriyeyê de neyên parastin". Nûçeyên ku kurdên Sûriyeyê -destpêkê fedîyok be jî- dest pê dikin ku di bin afîşên kurdî de li dijî Esad bi rêk dixin û sempatî şanîdana PKKê ji bo birayên di tengasîyê, di dewleta cîran de tirsa vebûna enîyeke nû di vê herêma geremol de peyda dike.

Ewrên tarî li ser Kurdistanê

Arîşeya girîng ji bo Erdogan ew e ku postên li Îraqê bi taybetî jî yên li Kurdistana wê derê ji Îraneke ber bi firehbûnê ye, biparêze, eger bi paşvekişîna yekîneyên DYA (USA) ji bo her duyan şansên nû ji bo meşa stratejîk vebin. Kurd bi taybetî hestiyar beramber vî şerê dijber ê jeostratejîk ê nû ne.

Ji têkçûna dîktatorê Îraqê Sedam Huseyn 2003, tirkan ewrekî mezin a tarî raxist ser Kurdistanê. Di dawîyê de bi zora Washingtonê Erdogan naçar ma wê birêveberîya otonom a tirsdar a kurd bipejirîne. Li dijî vîrûsên tehdîtkar ên serbixwe-bûnê ku ji wê derê tehdîda xwe berfirehkirina ber bi birayên xwe yên li Tirkiyeyê dikir, Enqere bi aqilane û bi stratejîyeke gelek serfiraz têkoşî. Eger wê nikaribûya li pêş otonomîyê bibe asteng, divîyabû di bin pîrozî û girêdana sedesed a tirk de dewam bikira. Bi vî awayî hertim fetisandina wê mimkun bû. Tirkiye bi hewes kolan û firokexane û gelek avahîyên din ên stratejîk çêkirin û bi vî awayî bi lingekî ketibû herêma cîran a kurd ku mafê xwe yê dîrokî jî tê de didît. Nîvê fîrmayên bîyanî yên ku li Kurdistana bi nîsbet ewlekar hene, hejmara wan 1200 yên tirkan in, bi dehan hejmar yên îranî ne. Ji sedî 80ê malên ku îro dikevin Kurdistanê ji Tirkiyeyê ne, beşekî piçûk ji wan ji Îranê ne.
Ji alîyê leşkerî ve Tirkiye ji salên 90ê ve li Kurdistanê ye, ji wî şerê bextreş ê di navbera pêşmergeyên Serokê Kurdistanê yê îro Mesûd Barzanî û Yekîtîya Niştimanî Kurdistanê yê serokê Îraqê ê niha Talabanî de çêbûbû. Di hefteyên bihurî de Parlamena Kurdistanê ya li Hewlêrê bang li Tirkiyeyê kir ku baregehên xwe yên ku di dema xwe de ji bo parastina Barzanî li dijî Talabanî hatibûn ava kirin û avahîyên din ên saloxgerîyê bigire daku Kurdistana Îraqê cardin nebe cîyê şerekî nû. ("alsumaria.TV").

"Bendeyên" Tirkîyeyê?

Herçiqas serokatîya kurdên Îraqê -destpêk- kêfa mîweyên materyal ên hevkarîyê bi dijminê berê yê kurd re derdixe jî, li derdorên taybet li Bexdayê di nav siyasetmedarên ereb de dengê xemdar bilind dibin, ew ditirsin ku Enqere çavdêrîya aborî û siyaseta Iraqa Bakûr bi dest bixe û de fakto wîlayeta Musulê "eşkere bi hikumdarîya tirk ve girê bide". (United States Institute of Peace: "The Coming Turkish Iranian Competition in Iraq", June 2011). Û hin siyasetmedarên kurd jî bi şikbarî tên guvişandin ku ji bo herêmê bike "bende", Erdogan dixwaze Kurdistanê ji alîyê aborî ve bi xwe ve girê bide.

Tehran jî stratejîya Enqereyê ya Îraqê bi bêaramîya mezin dişopîne. Tirkan dest pê kir ku li Iraqa Başûr jî, herêma navend ya di bin tesîra Îranê de ye, bi giranî şiî tê de dijîn, cîyê xwe bigirin. Ji alîyê din jî tehdîta berxwedana nû li dijî armanca Îranê ku Iraqeke qels di bin tesîra wê de ji alîyê şiîyan ve bê bi rê ve birin: Erebistana Siûdî, dijmina dijber sunî di herêmê de. Şerê sar ê bi salan di navbera her du dewletan de diajot, piştî hewladana hêrişeke li dijî sefîrê Siûdîyê li Washingtonê derket holê ku muhtemel tilîya Îranê tê de heye, dê ber bi şerekî xwîndar ve, mîna pîştî têkçûna Sedam Huseyn li serzemîna Iraqê biçûya. Çavkanîyên dîplomatîk radigihînin ku Riyad li ser mebesta serokê DYAyê Obama şok bûye ku dixwaze heta dawîya salê hemû leşkerên DYA ji Iraqê bi paş ve bikişîne û bi vê yekê, siûdî wiha têdigihîjin, derî û dergeh li pêşîya serdestîya Îranê veke. "Îran ne tenê ji bo qralîyeta (siûdî) xetereke rasterast e, herwiha ji bo hemû sunîyên herêmê", endamekî sereke yê rejîma Riyadê hişyar dike. "Eger Washington di herêmê de nikare berjewendîyên me biparêze, wê demê divê em bi xwe bikin." ("Wall Street Journal", 17.10.2011).

Di encama dawî de dîsa siûdî bûn ku piştgirî dabûn berxwedana dûredirêj a şidetane li dijî şiîyan -û Amerîka jî- li Iraqê û cîhadên siûdî şandin herêma şer ya Ferat û Dîjleyê. Wê demê jî pirs ew bû ku meşa Îranê berepaş vegerînin.

Demên geremol li benda iraqîyên êşkêş û li benda kurdan e jî ku bi salan e aramî û kamranîyeke newaze dijîn. Li ser çîyayên Zagrosê îranî baregehên xwe datînin daku çavdêrîya her livbazîyê li welatê têrşer bikin, tirk li her deverê ne û siûdî derîyên vekirî dibînin. Di navber de pelişandî dijminê ezelî kurd heye ku li ba birayên iraqî-ereb jî pêbawerî tuneye. Îran û Tirkiye çi ji destên wan bê, dê bikin da ku plana gelek kevin bibin serî: Li ser sînorên xwe avakirina "herêmên parastinê" yên bê însan da ku tenê ew li ser "azadîya" Kurdistana Iraqê biryarê bidin û gelê wê derê wek rehîn bigirin.

Çavkanî

Wergera ji almanî: Hüseyin Kartal