Rênas Jîyan: "Bedewî", ji "serbestî"yê diafire

Çand û Huner

Kedkarekî mezin yê zimanê kurdî ye Rênas Jîyan. Ji bilî helbestên wî, nivîsarên wî yên di derbarê estetîkê û feodalîteya kurdan de bala min kişand û bawer im bala gelek kesan bi taybetî ya nivîskar û wêjevanan jî kişandibe. Helbestvanê kurd Rênas Jîyan li Amedê dijî û edîtorê weşanxaneya Belkî û kovara Çirûskê ye. Balkêşîya Rênas Jîyan, ji nivîskarên kurdan yek jê jî diyarkirina ekolekê, ya bi navê Çirûskîzmê ye. Wekî tê zanîn pirtûka wî ya yekem Janya -helbest- ye, dûre Mexzena Xwînê –helbest- û Di Tuwaletê de -tîyatro- çap kiriye Rênas Jîyan.

Dema ku mirov pirtûka wî ya ’’Ji şevê re’’ dixwîne, mirov dibîne ku nivîskar xwestiye bingeh û hundirê ‘Ekola Çirûskîzm’ê dagire. Ev pirtûk ji 81 nivîsarên wî yên ku di rojname û kovaran de hatine weşandin, pêk tê. Di pêşgotina wê de navê pirtûkê û hinekî jî wateya şevê diyar dibe ji bo Rênas. Wisa tê gotin; "Ji ber ku ew şev e hemû xerabîyan di xwe de vedişêre; vêketina çirûskekê ji bo dîtina dilê wê bes e, lê wê tucarî ji rûyê xwe, ji hebûna xwe fedî nekiriye, heger dilê wê bixwaze dikare di hundurê xwe de çirûskek an jî şevçirayeke xweşik jî rê mirovî bide û wî/wê ji kêfan bifirîne; û dikare cinnekî jî rê mirovî bide û wî/wê ji tirsan biqetîne!"

Min xwest di wan mijaran de çend pirsan ji bo rojnameyê jê bipirsim. Wî jî bi dilgermî bersiva pirsên min da.

Birêz Rênas Jîyan, we jî di salên 90ê de dest bi helbestê kir û bi cehdek pir mezin meşiyan heta îro. Îro hûn di weşanxaneyê de, di nav pirtûkên kurdî de avjenîyê dikin. Kêfa we li gor wan salan çiqasî tê?
Ji bo helbestkarekî-nivîskarekî, war an jî mekanên herî îdeal weşanxane ne, lê bi şertê ku ew weşanxane karibin ku weke atolyeyên wêjeyî û weke laboratuarên zimanî bixebitin, ne ku dirûvê qehwexane û dikanan bigirin, bi rastî jî sazî bin.

Li vê dinyaya sar û li vê jîyana har kêm cih hene ku ez lê disitirim û bêhnê lê distînim, weşanxane ji van cihan yek e. Ez bi xêra vê weşanxaneyê tenêtîya xwe dikewînim, hêrsa xwe dimelisînim û hêvîyên xwe disûtînim. Ez bi xêra weşanxaneya Belkîyê û kovara Çirûskê bîra xwe ya birîndar ji bîr dikim; weşanxane û kovar hem kêfê û hem jî êşê dide min.

Mezin-biçûk, baş-xerab ez ji hemû weşanxane û kovarên kurdî hez dikim. Divê mirov holikên xwe bi qesrên bavê xelkê nede; ji ber ku holik bin jî, ew yên me ne û siberoj ji bo ku ew jî weke yên xelkê veneguherin qesran tu sedem tune ne.

Bi taybetî di gelek nivîs û hevpeyvînên xwe de hûn li ser estetîka hunerê sekinîne. Ev mijar dûr û dirêj e, lê bi kurtî; aniha estetîka bi tevahî di hunera kurdî de, bi taybetî jî di helbesta kurdî de dilê we xweş dike an na?

Em civakeke kêm sazî ne, şikestî ne… û hwd, lê weke kurd em jî mirov in û xwedî dilîn in, teqez êşên ku em jî bibêjin, çîrokên ku em jî vebêjin hene weke yên gelên din, hetta ji ber dozaja pirbûna êşê ji yên gelên din bêtir jî hene, di vir de ya girîng nabe hebûna mijar û çîrokan, a girîng dibe "dirûv" û şêwaza vegotina mijaran. Her nivîskar an jî her netewe serbestî an jî evîndarîyê vedibêje, lê weke kurd em serbestî û evîndarîyê çawa vedibêjin, bi çi dirûvî, bi kîjan şêwazê; estetîk ev e, bedena berhemê ye.

Ez helbesta kurdî hem a do û hem jî ya îroj di ser standardên dinyayê re dibînim, weke mînak Ehmedê Xanî, Xanî ji bo min hevtayê Homeros, Fîrdewsî û Danteyî ye ku ev helbestkar di ser standardên helbesta dinyayê re ne. Lê ji pexşana kurdî re hîn divê, pexşana kurdî di bin standardên dinyayê de ye, ne xwedî rêgeh, tevnsazî, karakter û kevneşopîyeke pêşketî ye.

Estetîka ku di klasîkên kurdî de ye, tevlî dengbêjîyê jî, gelo hûn wê û ya aniha bidin ber hev, hûn ê ji kîjanê hez bikin?

Ji bo afirandina berhemeke baş kesayeteke baş pêwîst e, kesayet çiqasî resen û estetîk be berhem jî weke wê kesayetê resen û estetîk e. Kurdê do, resentir (orîjînaltir) bû, ji ber wê estetîktir e jî. Berhema orîjînal estetîktir e, ji ber ku kokdartir e, jixwe peyva orîjînê tê wateya kokê. Heger berhem li ser koka çanda xwe şîn hatibe bedew e, guhertî ye, na di nav lepên asîmîlasyon û alîyanasyonê (jixwebîyanîbûyîn) de xeniqîbe ne bedew e, hetta dev ji bedewîyê berdin ne tu tişt e. Tiştê weke xwe be, bedew e, estetîk e, lê na, ne weke xwe, weke tiştekî din an jî yekî din be, kirêt e. Weke mînak jina ku jin be, bedew e, lê na heger jinê xwe şibandibe mêrî ne bedew e, kirêt e. Resenî, resenî, a ku jê tê hezkirin, resenî ango orîjînalîte ye. Çanda resen û axir zimanê resen…

Hunerê çiqasî bandor ji alî estetîkî de li civaka kurd kiriye, ji demên berê û heta niha?

Heger mirov dengbêjan jê derxe dikare bêje ku hunerê pir kêm bandora xwe li civaka kurd kiriye. Jixwe sazîya dengbêjîyê jî her û her meth û pesnê feodalîteyê daye. Di civaka kurdî de ya diyarker ne huner ango bedewî ye, ya diyarker hêz ango desthilatdarî ye. Bêguman hêza hunerê jî heye, lê ji bo pêkhatina hêza hunerê dem, alav û şiûr pêwîst in.

Ji gişan girîngtir jî, bindestî… Civaka kurdî civakeke bindest e û civakên bindest nexweşik in. Koleyek çiqasî dikare bedew be? Civakeke ku vîndarîya wê di binîya îpotekê de be çiqasî dikare bedew be? Bindestî tiştekî madxelandî ye. Bedewî, ji serbestîyê diafire. Heta ku em serbest nebin an jî heta ku em xwe serbest nekin em ê estetîk jî nebin.

We gelek caran bahsa feodalîya kurdan kiriye û we qala astengên ku ji pêşketinê re derdixe, kiriye. Gelo ew hişmendîya feodalîya kurdan ya îro çiqasî zincîrê li dora estetîka hunerê digerîne?

Marc Blochê ku dîroknas û bisporê feodalîteyê ye, dest nîşan dike ku mirovê feodal tabi’î senyorê xwe ye, senyor çi bibêje, ew pêk tê. Di feodalîteyê de vîna serbest tuneye, vîndarî ango îrade tunebe kesayet û takekes jî tunene, ev tunebin estetîk jî nikare hebe. Herkes dişibe hev. Li nivîskarekî/e ku di civaka feodal de dijî bifikirin ku bi sedan, bi hezaran mirov li dora wî/wê ne; ew nivîskar di wê qerebalixê de çawa dikare biafirîne, ji bo ku biafirîne berê berê divê tenê bimîne. Jixwe berî her tiştî weke pîşe civak nahêle ku ew pîşeya nivîskarîyê hilbijêre, heger hemû civak cotkar be, divê ew jî cotkar be, nahêlin, divê ew jî weke wan be, tu çare tuneye.

Alîyên feodalîteyê yên baş jî hene, weke mînak ziman, di civakên feodal de ziman pir baş tê parastin, lê ev parastin ne ji nêt-baş-î-ya wan pêk tê, ji ber ku ji bavê kesî ne zêde ye bibe yekî din, ev kirûya parastinê pêk tê. Ev parastina zimên, dike ku zimanê neteweyî şîfreyên xwe ji feodalîteyê bigire. Îroj di nav kurdan de gelek nivîskar ji ber kesayetên xwe yên feodal li zimanê xwe yê kurdî xwedî derdikevin û ji wê binhişînê biryara nivîsînê didin, armanca wan bi parastina zimên ne parastina neteweyê, parastina feodalîteya wan e; ji ber ku ew ziman weke nirx, feodalîteya wan sembolîze dike, ew li wî nirxê feodal xwedî derdikevin û di devok û aksana wê feodalîteyê de israr dikin û xwe cirrnexweş dikin...