Revolución o muerte!

Amerîka ya Latîn
Translator

An şoreş an mirin! Tekoşîna bi armanca têkbirina dîktatoriya pîr ku ji çil salî vir ve Nikaragua’yê weke hacienda xwe birêve dibir pir bizehmet û çetin bû. Li hemû derê vê yaxa golên pembe û bi volkanên zer şer hate meşandin. Ev tê wateya ku eşqa gelêrî ji 19’yê Tîrmeh a 1979’an şûnde, dema ku bi çekan hilbijartin pêkhatin, muchachos’yên Eniya Sandinîstan a Rizgariya Neteweyî (FSLN) pir pêş de çû û general Anastasio “Tachito” Somoza ji cihê wî qetand.

Ala sor û reş li ser Managûa’yê li ba dibe. Mînaka bizehmet. Bi taybetî ji bo cînarên weke Salvador û Guetamala’yê. Wê demê, komarger Ronald Reagen, ku di meha Mijdar a 1980’ê de weke Serokê Dewletên Yekgirtî hatibû hilbijartin, li dijî vî welatî kete nava êrişan: Êrişa ku bi destê contra nikaraguayî pêk dahat heta deh salan li dijî rêveberiya sandînîstan dewam kir. Li hemberî tîrêjên roja çiyê ku dikelandin, cachorros şer kirin: “No pasarán !” Digel hemû tiştê, di sala 1991’an de, di welatekî xerabûyî û birçî de, wan çekên xwe danîn. Di encama hilbijartinên serokatiyê de wan desthilatdarî berda. Bi rêbaza demokratîk.

Û piştre…. Û piştre berbiçûyîna dojehê dest pê dike.
Du salan pêş de, di 1989’an de, li Venezûela’yê bihayê niftê (petrolê) pir kêm bû. Nift bi bihayê yavê hate firotin. Bi armanca azadkirina welat ji deynên giran, Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) daxwaza sererastkirineke sazûmankariyê kir. Wê demê ti tişteke gel, ne ard, ne şekir, ne qehwe, ne rûn, ne jî birinc tine bû. Mezinbûna bihayên tiştan û terîfan ji bin kontrolê derket; bihayê wesaîtên girseyî di nava rojekê de 100 % bilind bû.
Roja 27’ê Sibatê, bê serokatî, bê rêxistin, bê ferman, bê yal girseya gel daket kolanên Caracas’ê: “Mafê me yê jiyanê heye! Em jî hemwelatiyên Venezûela’yê ne.” Serhildaneke tevlihev, bi tevlêbûna gundiyan, êşên ji bo berxwedanê: wesaîtên şewutî, market û cihên bazirganiyê ku hatine şêlandin… Digel hemû encama xirab, Serokê Sosyal-Demokrat Carlos Andrés Pérez ferman dabû hemû hêzên ewlekariyê ku rewşê yaram bikin, bidin . Rewş pir xirab bû. Derdorê sê hezaran mirî -li Caracazo-.
Û piştre… û piştre, ti tiştekê (“por ahora” – ji bo vê demê).
Equateur, sala 1990. Rêyên mezin hatine xitimandin, haciendas kontrolê digire destê xwe, dêr têne dagirkirin… Ev rewşa li dijî dagirkeran û axayan, bi dîroka dirêj a serhildanan ve dibe yek, gelê xwecih ra bûye ser xwe û desthilatdariyê dihecîne.

Û piştre… û piştre dema jibîrkirinê tê.
Li Bolîvya’yê, hê zûtirîn, di sala 1985’an de rewşeke pir xeter çêdibe, di nava rojekê de bîst û çar hezar (24 000) karkerên xwecih bi mirinê re rû bi rû ne. Ji bayê sar yê yaltiplano’yê re rû bi rû ne, di demeke kurt de digehêjin herêma Chapare, li wê derê dest bi çandina coca, ku yek ji xebatên girîng ên gundiyan e, dikin. Mixabin! Li ba Washington’ê coca û cocaîn weke hev tê dîtin. Zext kêm dibe.
Û piştre… bi awayeke vekirî ti tiştekê nabe.

Beriya, di 1978-1979’an de, li Brezîlya’yê, di dema dîktatoryayê de, karkerên hesin ên ABC paûlîste dikevin greva birçîbûne –digel rewşa xwe a îlegal- û bi hêzên ewlekariyê re pev diçin. Di heman demê de li Nikaragûa’yê – em dîsa vegerin ser xala destpêkê- Sandînîstan Somoza ji desthilatdariyê dûr xistibûn.

Di destpêka salên 1990’î de demokrasî dîsa gihîşt mafên xwe. Bihûşta berê ya dîktatoran, Amerîka ya Latîn dibe laboratûwara lîberalîzma bê kontrol. Di sala 1980’ê de hejmara feqîran 120 milyon bû; bîst (20) sal bi şûnde, hejmara wan dibe 225 milyon. Washington, FMI, Bankeya Cîhan’ê û bûrjûvaziya neteweyî (pir hindik e) qanûnên xwe ên tûnc li her deverî pêş dixin.
Tevgerên civakî dest danaynin. Li her deverî ew hewl didin ku liberxwe bidin. Û li her derî, ew liberxwedidin. Gundiyên birezîlî yên bê xak, (her wiha paraguî jî) û bolîvî li dijî nijadperestên fireneteweyî şerê “avê” û “gazê” dikin, kes nikare wî şerî bihijmêre. Lê belê heman serhildan, carna pir dijwar bûn, xwediyê karakterekê rojane û armancekê bisînor û nişkav bûn.
“Me şerekê pêwîst meşand ku em bikaribin mafên xwe, ên ku dewleta meksîkî ti car nefikirîbû bide me, bidest bixin:kar, ax, xanî, zexîre, tendurustî, perwerde, dad û aştî .“Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta (EZLN), ku di nava çiyayên Chiapas’ê de, bi awayeke bêdeng 1’ê Çile ya 1994’an derbas dikir, hêdî hêdî xwe ji têkoşîna çekdarî re amade dikir.
Çalakiyên EZLN’ê û yên Fermandar Marcos, di sala 2000’î de, di têkbirina Partiya Şoreşger a Sazûmankarî (RPI) de rolekê girîng û eşkere lîstine. PRI, ji 1929’an vir ve weke hukimdarê bêgotin ê Meksîka’yê dahate naskirin. Lê belê ji ber kêmasiyên eşkere ên stratejîk weke “girtina desthilatdariyê”, ku ji bo wan wê ev di rêza duyem da ba, çalakvan nikarin hatina partiya pir li rastgir a bi navê Partiya Çalakiya Neteweyî (PAN) bo desthilatdariyê yasteng bikin. Û ew neçar in ku, digel hemû nexweşiyan, bi îdarekirina otonomiya herêmî ku di nava civakên li Chiapas’ê de heyî razî bin.

Bêguman, li aliyê başûr, serok ji cihên xwe dikevin, ên weke Jamil Mahuad an jî Lucho Guttiérrez (Ekvator), Alberto Fujimori (Perû), Gonzalo Sánchez de Losada an jî Carlos Mesa (Bolivia), Fernando de la Rua (Arjantîn), ew hatiye dûrxistin, bi bangewaziya; «Na ji bo globalîzmê!”, “FMI derve!”, “Que se vayan todos !.” Ji destpêka salên 1980 vir ve çardeh (14) serokên dewletan nikaribûn biçin heta dawiya dema desthilatdariya xwe.
Lê cihên wan ji aliyê çi ve an jî kî ve hatine tijekirin? Di dema hilbijartinan de, ji bo serkeftinê, di nava atmosfereke kermesê de, di bin siya pankartan de ditekoşîn. Qêrînên soz û sloganên wan nehîştin ku niqaş çê bibin. Tişta ku herî girîng, di nava demokrasiyên ku ji aliyê bazarê ve dîl hatine girtin de, her wiha di nava krîzeke aborî û civakî de, hemû partî, çi ên rastgir û çi jî yên çepgir, bibûn xwediyê rêveberiyeke weke hev. Hemû bibûn xwediyê yek paşerojê.

Ji ber ku di pir aliyan de gel xwediyê yek zanistiyeke kolektîf in, ev tişt digel tevgerên wan ên girîn ku her demê dikarin bandora xwe nîşan bidin. Weke varîlên ku ji teqînê re amade ne. Tenê ji wan re funye divê. Ev berpirsyartî ya keseke “Serok’’ bû. Neçariya serokên siyasî yên kevnar ku nikaribûn li pêşiya serhildanên girseyan rêveberiyê bikin, bû sedemê ku kesên ji sendîkayan, ji mîlîtanan, ji leşkeran an jî ji girseyên ku serî rakirine werin ser desthilatdariyê.

Encama bûyeran dikare di nava tevgerên altermondialîst de, di nava derdorên antîkapîtalist de an jî ligel kesên ku dibêjin “ne xwedê, ne pispor, ne trîbûn” ku di derbarê rêveberiya kolektîv de an jî li ser xwezaya gelêrî de nerehetiyê çê bike. Digel hemû tiştê, rola navendî ya “serokên karîzmatîk” dikeve çavan- bê ku rola bi mîlyonan hemwelatiyên anonîm, ku bi awayekê tevlî “pêvajoyê” bûne, bike mijara gotinê.

Bê hebûna birêz Fîdel Castro Kuba’yê nikaribû li dijî yêrîşkariya bênce (50) salî ya Amerîka’yê liberxwe bida. Li Venezûela’yê şoreşê bolîvariyê nikaribû bê serok Hugo Chavez pêkhatiba (gelo wê bibûya?) Guherîna civakî ya li Bolîvya’yê îro bûye xwediyê navekê din: Evo Morales.
“Di pêşdeçûna hemû rêveberên mezin de bûyerekê sembolîka bingehîn, çalakiyekê lewend bûyîna siyasetê diyar dikeVI.” Weke çalakiya parastina karkerên mûzan, yên Eliécer Gaítan, di salên 1940’î de li Kolombiya’yê . Erişa li dijî wargeha leşkerî Moncada’yê, a li Kuba’yê, ku ji aliye “Fîdel” ve di 26’ê Temmuz a 1953’an de pêkhatî bû sedemê pêvajoya lewendiya Sierra Maestra’yê. Her wiha wê li vir em bûyera ceribandina darbeyekê leşkerî ya ji aliyê fermandar Chávez ve, di 4’ê Sibat a 1992’an de pêkhatî jî jibîr bînin. Heman çalakiya ku sê salan piştî pêvajoya navberê ya hikûmeta Caracazo ketibû rojevê, bi armanca, li gorî wî, “têkbirina demokrasiya ne rast û riziyayî” pêkhatibû.
“Dîrok wê min efû bike” ev gotin ya Castro’yê cîwan bû ku piştî Moncada’yê, di dema mehkemeya xwe de anîbû ziman; “Em negihîştine armanca xwe, ji bo vê demê” digot birêz Chavez, di dema ku xwe teslîm dikir, piştî ceribandina darbeya leşkerî. Ev du (2) hevok bandorekê mezin lin ser xizanan çê dikin û statûyekê sembolîk didin çalakvanan.
Ji derveyê norman, lê belê ev rastî, di derbarê doza gelêrî de, dikare weke mînak were dîtin: Di dema xwe de, li pêşberî girseyan, Salvador Alende, di sala 1940’î de wezîrê tendurustiyê bu, weke şexsiyetekê siyasî û di têkoşînên rojane de qayîm bûyî, li dijî navendên hîjyen alîgirên xwe seferber kiribû. Piştî greva birçîbûnê ya çil û yek (41) rojê dewam kirî ya ABC paûlîst, di sala 1979’an de, her wiha lêdan û zîndana ku hate jiyan kirin ku birêz Luiz Inacio Lula da Silva, weke serokê sendîkaya karkerên hesinkariyê ya Sao-Bernardo, karibû bibe xwediyê şexsiyetekê neteweyî. Piştî berxwedana wî ya li dijî zexta ku li hember cocaleros’ên Chapar’ê dahate meşandin ku birêz Evo Morales, weke rêveberê sendîkayê, di sala 2002’an de, û her wiha piştî yavêtina wî ya îlegal ji parlamenê, ew bû yek ji aktorên siyasî li Bolîvya’yê. Xebata kese Fernando Lugo, ya di nava “dêra feqîran” de, ya bi navê teolojiya azadiyê, bû sedemê ku ew berbi serokatiya Paragua’yê ve biçe.

Danûstandinên di navbera serok û gel de –li vir em dikarin li pozîsyona birêzan Chavez, Morales û, di hin aliyan de, Rafael Correra binêrin- dikare rehetsiziyê û her wiha tirsê jî di derbarê “ên ku xwe zana dibînin”de çê bikin. Axiftinên radîkal ên li dijî sîstemê, ên li dijî olîgarşiyê, ên li dijî sazûmaniyê dibe faktoreke bêhempa ji bo vê têkiliyê.
Popûlîzm! Ji bo krîzan bersîvên demagojîk û ji rastiyê dûr! Axiftvanên şanogerî ku girseyan nezan dibînin!

Di rastiyê de, di pratîka diyaloga wan de ev rêveber hest û daxwazên girseyê berovajî dikin û li gorî xwe didin xûyan. Carna ev bi hêzê pêk tê û girseyê dike nava çarçoveya civakî ya sîstemê: “Bêguman, têkîliyeke diyalektîk di nava wî [Chavez] û gel de, weke du (2) tiştên ku hevdu xwedî dikin pêş dikeve” Gelê venezûalayî (...) bi alîkariya hewldanên Hugo Chavez û tevgera bolîvarî xwe kir mijareke siyasî; yek bê yagahiya yê din biaxife ti wateya xwe, bi taybetî di vê demê de, tineVII”

Ji bo alîgiran axiftinên serokên wan ne tiştên şanogeriyê ne; ji bo dînamîka tevgerên gelêrî ev tiştên pir pêwîst in. Alîgir tevlî çalakiyên ku ew bi rêya wan dikarin xwe xwedî bikin, guhertinên ku ew dixwezin çê bikin dibin. Ev jî di nava çarçoveya demokrasiyeke hevbeş de pêk tê. Bi heman rêbazên hevkariyê yek yê din xurt dike.
Her carê, hêza xwekirina çavên girseyan û ya ku dikare wan rabike ser piyan ji bo karîzmayê şertên pêwîst in, lê belê ew bi tenê têr nakin. Qasê ku mirov dikare muhafazakar be, tûjtir be an jî faşîzan be, wiqasa jî dikare bi wan were naskirin. Her rêveber bi kiryarên pêvajoya xwe tê mehkemekirin û naskirin.

Piştî hilbijartina xwe a 2002’an, Serok Lula, bi tevlîbûna Forûma Sosyal a Cîhan’ê ku li Porto Alegre pêkhat û bi tevlîbûna Forûma Davos’ê, dest bi xebatên xwe kir. Wî tim hewl da ku di navbera şeytan û xwedayê baş de navbenkariyê bike. Wî çend çalakiyên polîtîk û gelêrî, ên bi armanca “alîkariyê” da destpêkirin. Ev hewldanên wî ji bo bidestxistina berjewendiyên feqîran bûn. Lê belê wî ti carî rewşa saziyên dewletê ên aborî nekir mijara gotinê, tenê wî modela neolîberal hinekê nermtir kir . Li gorî yasta hin serokên dewletan, ên “çepgir” Tabaré Vásquez (Uruguay), Nestor puis Christina Kirchner (Argentine), Michelle Bachelet (Chili), encama ku derkete holê baş bû. Weke nûnerê hêza pêşxistinê ya li dijî rastên olîgarşîk, wî nehişt ku reformên kûr ên civakî pêk werin, bi vî awayî wî ji daxwazên taybet ên kapîtalîzmê re serî danî.
Derdorên radîkal ji xwe re çekên bibandor bidest dixin ku di nava civakê de guherînên kûr çê bikin. Li Venezûala’yê, li Equator’ê û li Bolîvya’yê van derdoran, bi rêya hilbijartinên meclîsê, destpêkirin ku destûrekê bingehîn -bi rêya referandûmê- amade bikin. Rêbaz, ajîtasyoneke vala, dayîna sozên mezin… Di çavên pir çavdêran de weke pêkenok bûye. Her wiha, hatina ser desthilatdariyê ya serokê Paragûa’yê Fernando Lugo, bi alîkariya koalîsyoneke fireh û îdeolojîk pêkhat. Digel vê hatina ku bê yalîkariya kongreyê çêbûyî, Serok Fernando Lugo dest pê kir ku pirsgirêkên destûrî bîne ziman û alîkariya hilbijêrên xwe bigire: “Divê em qebûl bikin ku dema latifundio, hatiye, ew a ku ji aliyê tevgerên gundiyan ve weke afîş tê bikaranîn bi sînorên qanûnî tê yastengkirin. Heke em destûra bingehîn neguherînin an jî tê de hin guhertinan çê nekin reforma civakî ku tê xwestin nikare pêk were .”

Çi li Amerîka ya Latîn û çi jî li Ewrûpa’yê, piraniya hêzên mezin ên çepgir ji xwe re kirine adet ku hemû referansên sosyalîzmê reş bikin. Li vê derê êdî xeta parvekirinê çêbûye. Cara yekem, di 30’yê Çile’yê 2005’an de, li Forûma Civakî ya Cîhan’ê, birêz Chavez gotinên di derbarê “sosyalîzma sedsala XXI’în” de bilêv kir. Ji wê demê bi şûnde, birêzan Morales û Correra jî dest pê kirin ku heman tiştî (Rubiconix) bînin ziman. Ligel wan sê kesan ti sarîyekê tine. Neteweyîkirina dewlemendiya stratejîk, programên civakî yên dirfireh, parvekirina axê, pêşxistin, bi taybetî li Venezûala’yê, reformên tiştên ku ne şexsî ne û kontrolkirina wan (Kooperatîf, fîrme û reveberiya wan, rêveberiyên herêmî) û hwd.

Bi encameke zanistî, bi derdorên “nerm” re wan karibû cudahiyeke pir mezin çê bikin:
Tedbîrên wiha bikaranîna hêzê, heta pevçûnan jî bi xwe re pêwîst dikin, sîstemên desthilatdar ti tiştekê jidest ber nadin.
Di meha Kanûn a 2001’î de, dema ku muxalefet, a pir bêhêz, dest bi protestokirina projeya ku, li gorî wan, radîkal kir, birêz Chavez derket pêşberî girseyê, li ser cedeya Bolîvar’ê, û wiha got: “Em nehatine vêdera ji bo çend guhertinên bêbingeh çê bikin, em nehatine vêdera ji bo gel bixapînin. Na! (…) Digel ku ew nexweze guhdarî kêmayetiyên xwe ên taybet bike û wê bibîne jî, ji bo pêşxistina şoreşê ti gav paş ve nayên avêtin!” Piştî çar mehan, di Nîsan a 2002’an de, ew ket nava hewldanên ji bo amadekirina ceribandina darbeya leşkerî. Piştgiriya girseya ku wî nexapandiye heta niha, jê re bû alîkariyeke mezin ji bo ku ew liberxwe bide. Ji ber vê wî karibû şoreşa bolîvarî lipêş bixe û kûr bike.

Ji ber sabotaja meclîsa damezrîner, girevên patronan, tehdîda sekinandina kar ya herêma Santa Cruz: Birêz Evo Morales, di meha Îlon a 2008’an de, mecbûre ceribandina dêstabîlîzasyonê bû, lê belê ev bûyer jî ne bû sedemê ku ew paş ve gav bavêje.

Bê ku ew bêje ev navberî wê pirsgirêken ciddî, ji bo teorisiyenan, derxin holê ew ê rêya xwe bidomîne. Bê ku ew şemayên dema borî, bi rêbazên azad û bi dengekê bilind û bi awayekê şoreşgerî kopî bikin, ew serî ji mantiqê xwe ê cewher re datînin, pêş de diçin, paş ve diçin, xwe dixapînin, dîsa ber bi pêş ve diçin, ji xwe re rêyên nû keşif dikin. Li hemberî siyaseta gumankariyê - bi awayeke pir muhafazakar, ji ber ku ew demokrasiya liberal weke modela herî baş û pêwîst dipejirînin- ew siyaseta qenetê bikar tînin. Carna ew jibîr tînin ku, di hin demên dîrokî de, gel xwe belave dike û “qedera” xwe xirav dike.

Wergera ji fransî
Ahmet Dere

Çavkanî
  • Leşkerên cîwan ên dilxwaz ku di nava Artêşa Gelêrî ya Sandînîst de ne (EPS)
  • Ew nikarin derbas bibin.
  • Santo André, São Bernardo, São Caetano: Herêmên pêşesaziyê ku di nava São Paulo ya mezin de cih digirin.
  • ’’Organa ragihandinê ya EZLN’ê’’, n° 1, Mexique, Çile 1993; in Ya Basta!, Dagorno, Paris, 1994.
  • Ku hemû bihev re biçin!
  • Dikeve ferqa xetera ku ew temsîl dike, beriya ku ew desthilatdariyê bigire, di sala 1948’an de olîgarşiya Kolombiya’yê wî qetildike; kuştina wî Kolombiya’yê davêje nava rewşeke aloz ku heta îro didome.
  • Di sala 2006’an de ew careke din tê hilbijartin, ev ji nûhve hilbijartina wî weke encama popularîteya wî û nepolîtîkbûna wî ku, li dijî rastgiran weke ‘’başê xiraban’’ hatibû naskirin, derket holê.
  • El Pais, Madrid, 26 Adar 2009.