Rêwîtiya Fîl’ê

Translator

Encamê hestên ku bi nexweşiyê hatiye xemilandin: Karêkterekî piçûk û bêhêvî, di rêyeke bûyerên girîng û bibandor de, kesayetiyên mezin û zilamên civakê, çalakiyên gelek xirab ên mirovan û xwepêşandanên biheybet ên xwezayê, diyalog û nivîsandin, pirs û bersivên ku tim hevdû dişopînin, bê ku werin bidawîkirin… Wisa dixûyê ku di vê romana José Saramago de “hemû tiştên xwezayê” cîh digirin. Beriya hemû amadekariyên pirtûkekê li ser hêza xeyalan tê nexşekirin, heman pirtûk li ser bingeha bûyereke dîrokî ku xetên wê di arşîvên neteweyên ewrûpî de veşartî ne hatiye nivîsandin. Emê bi tîpên mezin behsa xalên ku nivîskar zêde balê nekişandiye ser bikin.
Di sala 1551’an de, hukumdarê Portekîz’ê Joao III û xanima wî Catherîne d’Autriche fîlekê bi navê Salomon diyariyê Archiduc (Prens) Maximilien d’Autriche kiriye. “Çermê wê fîla Asya’yê, ku bi tenê bûye, feqîrok e, nîve nîv rengê wî gewr û qehweyî ye, bi lekeyan û bi pûrtê deqdeqokî bûye, di halê wî de diyar e ku ew di nava rewşeke xemgîn de ye, digel hemû wê halê wî de ew ji rewşa xwe razî be.” Ev heywana biaqil di serê xwe yê mezin de pir fikran derbas dike, weke ku Buthro, hevalê wî yê ku ji Hindistan’ê hatiye, bi hestên xwe û hewesê dide der. Ew dikare, di derbarê zemanê me de, fîgûra xerîbiyê ku ji bo nanê xwe bilîze.
Di dema rêwîtiya bi kêştiyê ku ew hatin, ew û eskorta wan, ji Portekîz’ê heta Îspanya’yê, piştre jî ji Îspanya’yê heta Îtalya’yê, bi armanca ku bigehêjin Viyana’yê, li vê derê zilam û jina wî ewê ji xwe re bikin hacetê niqaşên bi civakan re. Li heman derê civak di bin zexteke olî de ne, rêveberiya keyfî ku roj bi roj bandora xwe fireh dike, pêkhatina bawermendiya girseyan bi awayeke çavgirtî, kiryarên dêreke Katolîk ku li dijî Luther, digel ku ew mirî ye, neheqiyên mezin kiriye.
Bi armanca “kêmkirina bandora hêza protestan”, rayedarên olî, bê ku teredût bikin, çalakiyên pir bixezeb dikin. Bi heweseke mezin, nivîskar –ew bi xwe jî raberî êrişên heman dêrê hatiye- bi awayeke vekirî dibêje çawa keşîşekî Dêra Basilique ya Saint-Antoine, ya li Padoue’yê, ji Buthro dipirse ku ew dikare bikeve fîlekê bîne ser çokan: “Tenê li ser yek nigekî bike.” Nîşandaniyekê kurt ya heywanan. “Li ber deriyê Basilique’yê li pêşiya girseyeke şahîd ku ji hemû zemanên pêşerojê re bûyerê tasdîk dike, fîl a ku bi yek lêdanekê li ser guhê wî çokên xwe tewand, ne tenê yekê, ji bo ku keşe kêfxweş bibe wî herdû çokên xwe, li pêşiya hukumdarê xwedê ku li ser asîmanan e û her wiha li pêşiya nûnerên wî ku li ser erdê ne bihev re tewand.”
Silav ji bo şahîd. Çava li ser hemû fen û fûtan vebikin, li hemû qirêjiyên siyasetmedarên ku dixwazin nav û şanên xwe mezintir bikin, xapandina gelan ku ji aliyê fermandarên leşkerî ve, bi dirûşmeyên netewperest dikevin şeran… Nivîskarê mezin û ramanger Samarago me vexwendeyê fikirandinekê, weke ji duh heta îro, li ser hevpariya jiyana di navbera mirovan dike. Ev yek wisa tê kirin ku bêyî zêde ciddî were dîtin. Ew bi xwe jî amade ye ku bidîqet li kiryarên xwe binêre. Di dema rêwîtiyê de, karwan di nava mijekê sivik de derbas dibû, wî ev tişt baş nedît û wiha got: “Divê yek bi xwe ji xwe re biaxife ku bikaribe çend wêneyên wêjeyî, bê ku xwezaya wan hebe, bigire.” Fersendeke din ji bo xwendevanan jî ew e ku ew lêvbiken bin.
(Nivîskar José Saramago, ji aliyê Geneviève Leibrich ve, ji portekîzî bo fransî hatiye wergerandin, Seuil, Paris, 2009, 217 rûpel, bihayê wê 19 euro)

Werger ji fransî:
Ahmet Dere