Rewşa heyî ji bo amadekirina fethê

Newekhevî, demokrasî, hikimranî
Translator

"Ez dixwazim zanibim ez ji ku diçim ji bo ewqas hêvîyê biparêzim" (Paul Eluard, helbesta bênavber)

Hin eşkerekirin îşaret bi tiştê ku em jixwe pê dizanin dikin. Ma gelo em hîna nû fêr dibin ku berpirsîyarên sîyasî hez ji pereyan dikin û bi wan kesên xwedî pere re radibin û rûdinin? Ma gelo em hîna nû fêr dibin ku ew bi hev re carinan wekî kasteka di ser qanûnan re dengê xwe bilind dikin û dişihin? Ma gelo em hîna nû fêr dibin ku mukelefên bacê yên herî dewlemend herî zêde li ber dilê sîstema bacan in [hindiktir bar dixe ser milên wan; têbînîya wergêr]? Ma gelo em hîna nû fêr dibin ku çûnûhatina serbest ya sermayeyê destûrê dide wan ku starê ji pereyên xwe yên veşartî re li behiştên bacî peyda bikin?

 

Derketina holê ya binpêkirin û hedbihurîna ferdî divê cesaretê bide me ku em sîstema ku ew afirandîye bixin ber lêpirsînê. Wekî din, van dehsalên dawîyê, veguherîna dinyayê ewqasî bi lez bû ku da pêşîya kapasîteya me ya analîzkirina wê. Rûxîyana dîwarê Berlînê, derketina holê ya BRICSê (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn, Afrîkaya Başûr), teknolojîyên nû, krîzên malî, serhildanên ereban, berepaşçûyîna ewropî: her carê pisporan peyv ji dev hev girtin û bi dorê ji me re dawîya dîrokê yan jî peydabûna nîzama nû ya cîhanî ragihandin.

 

Ji van di tabûtê de bicihkirinên berîya dema xwe, ji van zayînên neewle û wê de  sê meyîlên çi kêm û çi zêde gerdûnî xwe xelas kirin, serê pêşî grîng e bîlançoyeka wan were çêkirin: pir zêdebûna newekhevîyên civatî, pûçbûna demokrasîya sîyasî û tengkirina hikimranîya neteweyî. Pirzika gewdeyeka mezin ya nexweş, her hetikîna nû destûrê dide me ku em bibînin hêmanên vê sêbereyê ji hev cuda bidin der û yek di nava ya din de xwe bi cih bike. Rewşa guncaw dikare weha bi kurtî were terîfkirin: ji ber ku li pêşîya her tiştî girêdayî hikimdayînên hindikahîyeka bi îmtîyaz in (yên ku pereyan radizênin, spekulasyonê dikin, îstîxdamê çê dikin, ji kar derdixin, deyn didin), hikûmet jirêderketina olîgarşîk ya sîstemên sîyasî erê dikin. Li alîyekî ew li ber redkirina wezîfeyê ya ku gelî spartî wan radibin, li alîyê din zexta navneteweyî ya pereyê organîzebûyî hewl dide ji wan bibihure.

 

"Meriv di warê mafan de azad û wekhev ji dayik dibin û wisa dimînin. Cihêtîyên civatî bi tenê dikarin xwe bisipêrin bikêrbûna hevpar." Yekem xala Danezana Mafê Merivan û ya Hemwelatîyê, her kes pê dizane, tu caran bi awayekî hişk û baldarî nehat şopandin. Sereqet sedemên cihêtîyan ne bikêrbûna civatî, lê belê tiştên din bûn: cihê ku meriv bextxweş (yan jî bextreş) e lê ji dayik bibe, şert û mercên dêûbav têde dijîn, gihiştina perwerde û tendirustîyê û hwd. Lê belê giranîya barê van cihêtîyan carinan sivik dibû bi bawerîya bi wê yekê ku mobîlbûna civatî wê pêşîyê bigire li newekhevîyên jidayikbûnê. Li gorî Alexis Tocqueville hêvîyeka bi vî rengî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê belavtir in ji Ewropayê, ev jî alîkarîyê dike bi amerîkîyan re ku fêrî newekhevîyên ji deverên din zêdetir bibin. Hesabdarekî piçûk yê ji Clevelandê û ciwanekî bê dîploma yê ji Kalîfornîyayê dikarin wê xeyalê bikin ku jêhatîbûn û dildarîya wan dê wan bifirîne wî cihê ku berîya wan John Rockefeller yan jî Steve Jobs lê bûn. Întelektuelê mihafezekar Francis Fukuyama hîna jî bi bîr tîne ku "newekhevî di çanda sîyasî ya amerîkîyan de tu carî pirsgirêkeka mezin nebû, lewre [çanda amerîkî ya sîyasî] wekhevîya şansan derdixe pêş û ne ya encaman. Lê belê sîstem bi tenê dikare rewa bimîne heke meriv dewam bikin bawer bikin ku bi karkirina zêde û bi kirina ya xwe ya herî baş, ew û zarokên wan xwedîyê şansên baş in ku bi pêş kevin û têra xwe sedemên wan yên baş hene ku bifikirin dewlemend dewlemend bûn lewre wan rêz ji qaîdeyên [vê] lîstikê re girtin. " (1) Çi bihedinîne û çi bitevizîne, vê carê ya dinyewî li seranserê dinyayê dibe hilm û dûxan û ji holê radibe. Berîya wekî serokê komarê were hilbijartin bi şeş mehan, dema ku jê hat pirsîn ka ew çi difikire li ser navgînên "lixwevegerîna exlaqî" François Hollande îşaret bi daxwazên xwe kir û got, "Xewneka fransî. Ew bi dîroka komarparêz re li hev dike, ya ku destûr da me ku em tevî şeran, qeyranan, parçebûnan bi pêş bikevin. Heta bi van salên dawîyê, em wisa difikirîn ku zarokên me wê di rewşeka baştir ji ya me de bijîn". Lê belê, namzetê hingê yê sosyalîst wê li gotinên xwe zêde bikira: "lê belê ev bawerî bi xwe nema." (2) 

 

Klûba milyarderan

 

Ya ku li pişt mîta mobîlbûna civatî tê tirsa ji çîneka jor ketina çîneka li jêr e. Êdî karkerek hema hema hîç şansên ku bibe patronek, rojnamevanek, bankevanek, dersdarê zanîngehê, berpirsîyarê sîyasî mihafeze nake. Dibistanên mezin hîn bêhtir girtî ne li çîn û tebeqeyên gel û xizanan li gorî dema Pierre Bourdieu sala 1964an les Héritiers ("waris") weşandî. Heman tişt ji bo baştirîn zanîngehên dinyayê yên ku bihayê xerc û mesrefên qeydîya wan pir zêde bûn jî wisa y.e (3) Jineka ciwan ya ku hew dikarî mesrefên xwendina xwe ya zanîngehê bide li Manilayê hîna nû xwe kuşt. Hîna berîya bi du salan xwendekarekî amerîkî weha rave dikir: "Ez bi 75 000 dolaran deyndar im. Di demeka kurt de êdî wê ji min neyê ku ez mehaneyên xwe bidim. Bavê min ku kefîlê min bû wê neçar bimîne ku deynê min bide. Hingê ew jî dê îflas bike. Ango ez dê malbata xwe li petaxê bixim, ji ber ku min dixwest xwe di ser asta çîna xwe re perwerde bikim." (4) Wî hez kiribû xewna amerîkî bijî "ji ginciran ber bi maldarîyê ve". Ji ber wî malbata wî wê rêya berevajî biçe. Dema "yê serketî her tiştî ji xwe re dibe" (5)  newekhevîya hatinîyan hingê carinan ji nexweşîya civatî xwe dide der. Xwedîyê dêwa kirînûfirotinê Walmartê ango malbata Walton berîya bi sî salan 61992 caran li maldarîya di zik hev de ya amerikî bêhtir maldar bû. Dîyar e ev ne bes bû, lewre îro ew 1157827 caran bêhtir maldar e. Ji vê û şûn ve Waltonan bi tena serê xwe bi tenê bi qasî 48800000 malbatên herî xizan mal dan ser hev. (6) Welatê Silvio Berlusconi li gorî lehengîyên amerîkî piçekî derengmayî ye, lê belê par Bankeya Îtalî ragihand ku "deh maldarên herî mezin yên neteweyî [xwedîyê] pereyê biqasî pereyên sê milyon îtalîyên herî xizan in." (7) Ji niha û pêve Çîn, Hindistan, Rûsya yan jî welatên Kendavê ji bo bikevin klûba milyarderan bi hev re dikevin pêşbazîyê. Di warê li cihekî zêdekirina hatinîyan û mêhtina karkeran de tiştekî ji rojavayîyan fêr bibin nîne, lê bi dilê xwe ew ji wan dersên lîberalîzma hov ji wan digirin. (8) Milyarderên Hindistanî yên ku sala 2003yê xwedîyê % 1.8ê dewlemendîya neteweyî bûn, pênc salan piştre % 22yê wê desteser kirin. (9) Di vê navberê de hejmara wan piçekî zêde bûbû, lê belê % 22yê dewlemendîyê ji bo şêst û yek kesî, gelo ev ne pir e di nava neteweyeka serjimara wê di ser milyarekê re? Zilamê herî dewlemend yê welêt Mukesh Ambani dibe ku li hola mala xwe ya dibiriqe ya bîst û heft qatî ya ku naçe hundirê Bombayê, megapola ku bêhtirî nîvê şênîyên wê hîna jî li taxên xizan yên kevîya bajêr dijîn, vê pirsê ji xwe bike.  

 

Em gihiştine wê astê ku Fona Pereyan ya Navneteweyî (IMF) fikaran dike... piştî ku demeka dirêj ragihandibû ku "belavkirina hatinîyan" faktoreka pêşbazîya bipêşketinê, bandordarî, dînamîzmê ye, ew dibîne ku % 93yê destketîyên mezinbûna aborî yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di nava sala pêşî ya ji nû ve hatina ser xwe ya aborîyê bi tenê ji % 1ê amerîkîyan re ku yên herî dewlemend in, çûn. Heta bi li IMFyê vê yekê zêde xuya kir. Loma em tevahîya nirxandinên exlaqî deynin alîyekî, meriv çawa geşedana welatekî misoger bike yê ku mezinbûna aborî bi kêrî her diçe bêhtir komeka piçûçik tê ya ku êdî tiştekî zêde nakire? Û wekî encam kî pereyan dide ser hev yan jî spekulasyonan dike bi wî awayî ku hinekî bêhtir bibe palpişta aborîyeka malî ya jixwe kurtêlxwer. Berîya bi du salan lêkolîneka IMFyê destên xwe ber xwe re berdan, serê xwe tewand. Ew lê mikur hat ku destekkirina mezinbûna aborî û kêmkirina newekhevîyan "du rûyên heman madalyonê"(10) pêk tînin. Aborîzan her weha dibînin ku sektorên pîşesazîyê yên girêdayî serfkarîya çînên navîn yên ku êdî dest pê dikin bêzar bin li dinyayeka ku lê heke daxwaza global bi sîyasetên jixwekêmkirinê nehatibe fetisandin, berhemên luksê û yên kalîteya xirab bi îmtîyaz dike. Li gorî parêzerên globalbûnê zêdebûna newekhevîyên civatî wê berîya hertiştî ji pêngaveka teknolojîyan ya ewqasî bi lez ku xelkê herî kêm xwende, yên herî kêm mobîl, yên herî kêm dikarin xwe eyar bikin, yên herî kêm çalak ceza bike. Bersiva pirsê jî qaşo hatîye dîtin: perwerde û gihandin (ya wan kesên paşvemayî). Sibata bihurî weşana heftana ya "elîtên" navneteweyî The Economistê behsa vê çîroka rewaker kir ya ku têde ne sîyaset ne jî bertîlxwarin hene: "hatinîyên % 1ê herî dewlemend bi carekê firîyan ji ber prîma ku aborîyeka globalbûyî ya xwe disipêre teknolojîyên bilind dide merivên biaqil. Arîstokrasîyeka berê pere bi ‘şerabê, jinan û mûzîkê’ dida şûna xwe ji elîteka li business schools perwerdebûyî û xwende re hişt ku endamên wê di nava xwe de dizewicin û pereyên xwe bi awayekî aqilane xerc dikin, bi kirîna dersên Çînî û abonmana The Economistê ji zarokên xwe re." (11)

 

Hişliserî, şuxilkerî û zanetîya dêûbavên ku baldar in zarokên xwe perwerde bikin ji bo xwendina (yekane) rojnameya ku wê wan baştir bike, bi vî rengî wê pir zêdebûna maldarîyanrave bike. Qedexe nîne meriv hîpotezên din jî derêxe pêş. Wekî mînak: sermayeya ku ji kar hindiktir bac li ser tê ferzkirin, beşekê ji pereyên xwe yên ku bi xêra biryarên sîyasî yên ew teşwîqkirin, hatî berhevkirin ji bo palpiştên xwe yên sîyasî xurt bike vediqetîne: sîstema bacê ya li gorî wan guncaw, hovîtîya bankeyên mezin yên ku xelkê hinek pere berhevkirî rehîn girtine, xelkê zext lê tê kirin ku berîya hertiştî pereyên deyndêran bide, deynê dewletê yê ku ji bo dewlemendan objeyeka din ya pererazandinê (û amûreka zextê) ye. Ev hevgunehkarîyên sîyasî yên zêde misoger dikin ku sermaye tevahîya avantaj û îmtîyazên xwe mihafeze bike. Sala 2009an ji çar sed mukelefên bacê yên herî dewlemend yên amerîkî şeşan hîç bac neda; bîst û heftan kêmtir ji % 10; kesî ji wan % 35ê zêdetir bac neda...

 

Xulase, dewlemend maldarîya xwe ji zêdekirina bandora xwe û piştre jî bandora xwe ji bo zêdekirina maldarîya xwe bi kar tînin. Fukuyama bi kurtî dibêje "bi demê re ji elîtan tê ku rewş û cihên xwe bi manîpulekirina sîstema sîyasî biparêzin, bi bicihkirina pereyê xwe li derveyî welêt da ku nekevin ber bacdayînê, bi wê rêyê ku van avantajan bi xêra gihiştineka bi îmtîyaz ya sazûmanîyên elîtîst bidin zarokên xwe."(12) Em ji niha ve texmîn dikin ku çareyeka mihtemel wê ji serî ve bi tenê doza tîmareka destûrî bike.

 

Aborîyeka globalbûyî ya ku têde "yê serketî hertiştî dişelîne"; sendîka li komikên piçûk parçe bûne; sîstemeka bacê ya ku ji hatinîyên herî giran re herî sivik e: makîneya newekhevker ji nû ve reng dide dinyayê hemûyî. Heftê û sê hezar kesên (ku hejdeh hezar ji wan li Asya, hevdeh hezar li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û çardeh hezar jî li Ewropayê) yên ku maldarên xezîneyeka di ser 100 milyon dolarî re ne, xwedîyê dewlemendîyeka giştî ya di ser hev de digihêje 39 900 milyar dolaran in. (13) Meriv bike ku dewlemend [bacê] bidin jî wê ne bes be.

 

"Du baskên heman teyrê dirinde"

 

Polîtîk ekonomîkên hindikahîyekê razî dikin bi xwe tu carî awayên demokratîk – hikûmeta piranîyê – binpê nekirin. Di serî de nakokîyek heye. Yek ji navdartirîn hakimên dîroka dadgeha bilind ya amerîkî Louis Brandeis derdibirî ku di rastîyê de "divê em bineqînin. Em dikarin bibin xwedîyê demokrasîyekê yan jî dewlemendîyên me di destên çendek kesan de kom bibin, lê belê nabe ku herdu bi hev re pêk werin." Demokrasîya bi rastî bi xwe bi rêzgirtina ji şêwazan (hilbijartinên pluralîst, quncika hilbijartinê, sindoqên hilbijartinê) re bi kurtî îfade nabe. Ev yek ji serî ve tevlîbûneka hilbijartinan ya qederwarî ya ku wê tu tiştî neguhere ferz dike: tîrbûnek, perwerdeyeka gelî, çandeka sîyasî, mafê hesabpirsînê, betalkirina erka hilbijartîyên xîyanetê li wezîfeya xwe dikin. Ne ku hema wisa ji xwe re li hev hat ku di demeka fûrîyana sîyasî, xweşbînîya kolektîf, utopîyên civatî de întelektuelê mihafezekar Huntington li fikara xwe mikur hat. Wî di raporeka navdar ya Komîsyona Sêalî weşandî de fikira xwe weha îfade dikir "xebitîna bitesîr ya sîstemeka demokratîk bi giştî asteka xemsarî û beşdarnebûna hin ferd û koman pêwîst dike) ." (14)

 

Wezîfe pêk hat anîn... Komîsyona Sêalî ya pir reaksîyoner hîna nû çilem salvegera damezrandina xwe pîroz kir bi firehkirina derdora mêvanên xwe li kevne wezîrên sosyalîst yên Ewropî (Peter Mandelson, Elisabeth Guigou, David Miliband) û li beşdarên çînî û hindî. Ji ber rêya li pişt xwe hiştî rûyê wê jî sor nebû ji şerma. Sala 2011an du endamên wê Mario Monti û Lucas Papadêmos, herdu jî kevne bankevan in, ji alîyê troykayeka meqamên hilnebijartî – IMF, Komîsyona Ewropî, Bankeya Navendî ya Ewropî (BNE) – li serê hikûmetên îtalî û yûnan hatin bicihkirin. Lê belê wisa dibe ku xelkê "asta wî ya xemsarîyê" têra xwe nîne madê xwe tirş dike. Bi vî rengî dema Monti hewl da mafê dengdayînê yê li gorî maldarîyê yê troykayê, şûna mafê dengdayînê yê gerdûnî bigire, ew bi awayekî gelekî dengvedayî şikest. Fîlozofê fransî Luc Ferry da zanîn ku ew xemgîn bûye: "Ya ku serê min diêşîne, lewre ruhê min demokrat e, ew e ku gel di dema krîzê de bêyî ku şaş bike yên herî xirab dineqîne, yên ku tiştan ji wî bi awayê herî jêhatî û bi temamî vedişêre." (15) Ji bo ku meriv xwe ji vî rengê hêvînemanê biparêze ya herî hêsan ew e ku meriv qet guh nede biryarên hilbijêran. Yekîtîya Ewropayê ya ku dersên demokrasîyê dide seranserê dinyayê, ev mijara mandelkirinê kire yek ji pisporîyên xwe. Ev ne ku ji ber xwe hema wisa li hev hatîye. Ji sih salan û vir ve, ultralîberalên ku dansa îdeolojîk bi rê ve dibin li Dewletên Yebûyî yên Amerîkayê û li Ewropayê ya rastî îlhamê digirin ji "teorîya tercîhên gel" yên aborîzan James Buchanan. Ev ekola întelektuel ya di cewherê xwe de bawerîyê bi demokrasîya [ku li gorî wî] tîranîya piranîyê ye nayîne, wê fikirê belav dike ku dibêje, birêveberên sîyasî meyildar in berjewendîya giştî –nabe ku ji înîsîyatîfên patronan were cihêkirin– fedayî razîbûna hilbijêrên xwe û misogerkirina ji nû ve hilbijartina xwe bikin. Hikimranîya merivên neberpirsîyar yên wisa jî wekî encameka mentiqî [li gorî vê ekolê] divê bi awayekî hişk were sînordarkirin. Dewra çerxên ferzker yên ku halê hazir îlhamê didin avakirina ewropî (serxwebûna bankeya navendî, qaîdeya sînorê lihevderneketina budceyê wekî % 3, peymana îstiqrarê) yan jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi awayekî xweber qutkirina deynên dewletê ("bi darê zorê birêvebirina budceyê") ha di vir de ye.

 

Meriv ji xwe dipirse ka gelo lîberal hîna gumana çi dikin ji hikûmetan, lewre reformên aborî û civatî yên ku ew dixin dewrê her bi daxwazên derdorên karsaz, bazarên malî re li hev dikin. Di civîna bilind ya dewletê de lihevkirin wekî din bi zêde temsîlkirina derî hed ya tebeqeyên civatê yên herî bûrjûwa û bi hêsanîya ku ev tebeqe dikarin ji [qada] gelemperî derbasî [ya] taybet bibin, hat xurttirkirin. Dema li welatekî wekî Çînê cihê ku hatinîya salane ya serê kesekî bi zor ji 2500 dolarî dibihure li parlamentoyê heştê û sê milyarder hebin, hingê meriv fêm dike ku dewlemendên Çînî xwedî têra xwe alîgirên baş in li astên herî jor yên dewletê. Li ser vê mijarê qet nebe modela amerîkî yekê ji xwe çêtir peyda kir, hilbijartin nebin jî Pekîn hîna wekî Washingtonê sefîrên xwe li bêşdeyên herî merd yên kampanyayên hilbijartinê yên serokê serketî belav nake. Lihevkirinên nepenî – û nakokîyên berjewendîyan – di navbera birêveber û milyarderan de êdî girîngîyê bi sînoran nade. Sarkozy yê ku dema ew li Elyséeyê [qesra serokkomarê Fransayê] bû îmtîyazên ji bo Qetarê erê kiribûn – peymaneka elaqedarê bacê ya ku mîrtî ji baca li ser nirxên-zêdekirî yên milkî muaf dike – niha dixwaze bikeve sektora fînansa spekulatîf bi desteka Dohayê. Kevne wezîrê wî yê karê hundir Claude Guéant palpiştîya wî kir bi gotinên "maneya rastîya ku ew kevne serokkomarek e, ne ew e ku divê bibe keşeyekî trapîst [keşeyên katolîk] ." (16) Adana xizanîyê xwe ji serî ve ferz nake li ser kevneserokên hikûmetan Anthony Blair, Jean-Luc Dehaene û Giuliano Amato, yê brîtanî şewirmendê J.P. Morgan e, yê belçîkî yê Dexiayê ye û yê îtalî jî yê Deutsche Bankê ye. Gelo em dikarin malê dewletê biparêzin bi qîmetpêdana li xweşîya rejîmên bîyanî yên feodal an jî yên dezgehên malî yên ku meriv weha hesab dike ku sibe bibin hevkarên bazirganîyê? Dema ku li hejmareka her diçe zêde dibe ya welatan kêşeyeka bi vî rengî herdu alîyên sereke elaqedar dike, ev yek ji bo gel vediguhere wê tiştê ku romannivîs Upton Sinclair navê "du baskên heman teyrê dirinde" lê kiribû.

 

Înstîtûya Demosê xwest tesîrên nêzîkbûna berpirsîyarên hikûmetan û olîgarşîya aborî bipîve. Berîya bi du mehan wê lêkolîneka bi hûrgulî rave dikir ka "çawa serwerîya dewlemendan û cîhana karsazîyê li ser sîyasetê mobîlbûna civatî li Amerîkayê fren dike (17)" weşand. Bersiv: di mijara sîyasetên ekonomîk û civatî û ya mafê kar jî de welatîyên herî zêde bi îmtîyazli ser lipêşbûnên gelekî guhertî ji yên piranîya hevwelatîyên xwe li hev dikin. Lê belê di destê wan de navgînên pir kêm dîtî hene ji bo ku daxwazên xwe pêk bînin.

 

Bi vî awayî % 78ê amerîkîyan difikirin ku divê mûçeyê herî kêm li gorî mesrefa jîyanê were hesabkirin û têra kesê distîne bike da ku nekeve nava xizanîyê, bi tenê % 40ê mukelefên bacê yên herî dewlemend vê fikirê parve dikin. Ew herweha nîşan didin ku ew kêmtir alîgirê sendîkayan û qanûnên dibe ku destekê bide xebatên sendîkayan in. Herçî piranî ye, ew dixwaze ku sermaye jî di asta ku kar dikeve ber bacê de bikeve ber bacê. Û ew bi awayekî mitleq têkoşîna li dijî bêkarîyê (% 33) û ne ya li dijî lihevderneketina budceyan (% 15) li pêş digire. Encama vê hevnegirtina fikiran çi ye? Mûçeyê asta herî kêm ji sala 1968an ve % 30ê nirxê xwe ji dest da; (berevajî sozên namzet Barack Obama) tu qanûnê rêya zehmet û biazar ya di nava şirketekê de damezrandina sendîkayekê nerm û hêsan nekir; sermaye her du caran kêmtir ji kar dikeve ber bacê (% 20 li berhember % 39.6). Ya rastî Kongreyê û Qesra Spî li ser mijara qutkirinên ji budeceyê hevrikîyê dikin û ev li welatekî ku rêjeya xelkê bi kêrî kar tê yê çalak hîna nû dakete asteka ku hema hema dîrokî ye, diqewime.

 

Em çawa çêtir îfade bikin ku dewlemend bi giranî bi deynên didin reng didin dewlet û sîstema sîyasî? Ew bêhtir dengê xwe didin, kampanyayên hilbijartinan ji kesên din bêhtir fînanse dikin û berîya her tiştî misêwa zextê li hilbijartîyan, li hikûmet û birêveberan dikin. Pir zêdebûna newekhevîyan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê para bêhtir dikare bi rêjeyên pir nizm yên baca li ser sermayeyê were ravekirin. Dîsa jî li Kongreyê timî lobîya vê tedbîrê tê kirin, tevî % 71ê mesrefên wê [Kongreyê] (yên ku ji tevahîya mukelefên bacê tê dabînkirin) bi tenê bi kêrî % 1ê amerîkîyên herî dewlemend tê. Redkirina sîyaseteka çalak ya îstîxdamê jî ji ber heman tercîha çînî ye ew bi xwe jî girêdayî sîstemeka olîgarşîk e. Kanûna Paşîna 2013an ya amerîkîyên herî kêm xwedîyê dîplomayekê [ya dibistanên bilind] bi tenê % 3.7 bû. Li hemberî vê ya kesên bê dîploma, yên pir xizantir gihiştibû % 12ê. Û jixwe li Washingtonê pir qîmet bi fikira wan nayê dayîn, li wir berevajî fikira jin û mêr Sheldon û Miriam Adelson yên milyarder yên komarparêz yên ku hilbijartinên par biqasî tevahîya şênîyên duwazdeh eyaletên amerîkî fînanse kirin... Lêkolîna Demosê digihêje vê encamê "para bêhtir wisa dîyar e ku tu bandora piranîya pir zêde ya xelkê li sîyasetên tercîhkirî nabe."

 

Bêtaqetîya hikûmetên neteweyî

 

Serokkomarê Qibrisê Nicos Anastasiades bi ser birêvebera giştî ya IMFyê Christine Lagardeê bi gotinên "hûn dixwazin ez îstîfa bikim? Heke wisa ye, ji min re bibêjin!" hilbûye, dema wê ji wî xwest ku yekê ji bankeyên herî mezin di warê îstîxdamê û hatinîyê de yên giravê bigire. (18) Wisa dîyar e wezîrê fransî Benoît Hamon jî lê mikur hatîye ku serwerî (yan jî bandora) hikûmeta wî bi awayekî zêde û hişk sînordarkirî ye loma "di bin zexta sîyaseta rastê ya alman de sîyasetên jixwekêmkirinê yên ku li tevahîya Ewropayê bi rengê zêdebûna bêkarîyê xwe didin der, tên ferzkirin." (19)

 

Di pêkanîna wan tedbîran de ku desthilatdarîya xwe disipêre milkîyetê ya sermayeyê û ya rantê, hikûmetan timî baş dizanî hawara xwe bigihînin zexta "hilbijêrên" li welat namînin, ji bo vê jî bes e ku îşaret bi hêza meriv nikare xwe li ber bigire were kirin: troyka, ajansên notadayînê, bazarên malî. Ku carekê li merasîma hilbijartinan ya neteweyî zêde bûn, Bruksel, BNE û IMF nexşerêya xwe ji birêveberên nû re dişînin da ku ew filan û bêvan soza di dema kampanyaya hilbijartinên de hatî dayîn red bike. Heta vê yekê Walls Street Journal jî hestyarkiribû sibata bihurî: "Ji dema ku krîzê destpêkirî ve sê sal derbas bûn, fransî, spanî, îrlandî, holandî, portugalî, yûnan, sloven, slovak û qibrisî tevde her yekî bi şewazekî cihê dengê xwe li dijî modela aborî ya qada euroyê dan. Dîsa jî polîtîk ekonomîk piştî van serûbinîhevbûnên hilbijartinan neguherîn. Çepê şûna rastê girt, rastê çep kire der, heta rasta navendê komunîst perçiqandin (li Qibrisê), lê belê dewletan kêmkirina mesrefên xwe dewam kirin û bacên xwe standin. (...) Pirsgirêka ku hikûmetên nû tîne hember hev ew e ku ew divê di çarçoveya sazîyên qada euroyê de tevbigerin û fermanên makro ekonomîk yên ku Komîsyona Ewropayê wan dîyar dike pêk bînin. (...) Em evqasî bibêjin, piştî qerepere û pêla kelecanê ya hilbijartinekê, qada manevraya aborî teng e"(20) Hamon di ber xwe de bi dengekî gazinokî dibêje "em weha hîs dikin ku sîyaseteka çepê yan jî rastê dozaja heman tiştên naverokekê pêk tînin, diguherînin" (21) 

 

Karmendekî payebilind yê Komîsyona Ewropî tevlî hevdîtineka di navbera hevpîşeyên xwe û birêveberê xezîneya dewleta fransî bû: "Meriv matmayî dima: ew wekî ku mamosteyekî dibistanê bin û ji şagirtekî tiralî û bêkêr re bibêjin ka divê ew çi bike, tevdigerîyan. Ez heyranê birêveberê xezîneya dewletê mam, lewre wî bi sebir xwe li wan ragirt ." (22) Ev sehne dike ku çarenûsa Etîyopya yan jî Îndonezyayê were bîra meriv wê dema ku birêveberên dewletan daketibûn asta pêkhênerên cezayên IMFyê li welatên wan birî. (23) Rewşeka ku li Ewropayê niha heye. Kanûna Paşîna 2012an Komîsyona Brukselê ferman da hikûmeta yûnan da ku 2 milyar euroyan ji lêçûnên dewletê kêm bike. Ji tirsa cezakirinê divê di nava pênc rojên piştî fermanê de vê bike. Li beramberî vê tu cezakirin bi xwe gefan li serokdewletê Azerbaycanê, kevne wezîrê malîyê yê Moxolistanê, serokwezîrê  Gurcistanê, jina cîgirê serokwezîrê rûs yan jî kurê kevne serokdewletê kolombîyayî naxwe. Hemû jî beşek ji dewlemendîya xwe – ya xirab hatî bidestxistin yan jî bi rastî jî dizî – li behiştên bacî bi cih dikin. Wekî giravên Virgin [bakîre] yên brîtanî, yên meriv li wan bîst caran li serjimara wan şirketên qeydkirî dijimêre. Yan jî li giravên Kaymanan yên ku bi qasî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hedge funds ("fonên spekulatîf") li wan hene. Meriv yên li nîvê Ewropayê jî ji bîr neke: Swîsre, Awusturya û Luksembûrg, bi xêra wan Ewropa kokteyleka nebiaheng ya sîyasetên jixwekêmkirinên budceyî yên pir xedar û kabîneyên şêwrê yên di mijara revandina pereyan ji bacê de pisporbûyî pêk tîne. 

 

Herkes ji vê rewşa sînoran ya mîna kefgîrê gazinan nake. Xwedîyê şîrketeka pirneteweyî ya luksê û maldarê dehemîn yê dinyayê Bernard Arnault bi xwe rojekê henekê xwe bi jidestdana bandora hikûmetên demokratîk kir: "Derfetên şirketan nexasim jî yên navneteweyî yên ku her diçe berfirehtir dibin hene û li Ewropayê ew gihiştin wê kapasîteyê ku bikin dewlet hevrikîya hev bikin. (...) Bandora bi rastî ya sîyasetvanên welatekî her diçe sînordar dibe. Mala Xwedê ava [wisa ye] ." (24)

 

Li hemberî vê yekê, zexta dewlet dikevin berê, zêde dibe. Û di heman demê de bi rêya hêmanên dewletên deyndêr, ya BNEyê, ya IMFyê, ya dewrîyeya ajansên notdayînê, bazarên malî ev yek diqewime. Serokê niha yê Bankeya Veberhênanên Dewletê (Banque publique d’investissement - BPI) Jean Pierre Jouyet lê mikur hat ku berîya bi du salan ew hêmanên li jor navbirî li Îtalyayê bûn "zext li lîstika demokratîk dikirin. Ev hikûmeta sêyem e ku ji ber deynên ji hedê xwe zêde xwe diavêjin dawa wan (...) pir zêdekirina rêjeya faîza deynên îtalî pusulaya dengdayînê ya bazaran bû. (...) Di dawîyê de welatî wê li hemberî vê dîktatorîya heyî serî rakin ." (25)

 

"Dîktatorîya heyî" êdî dikare pişta xwe bi sazîyên çapemenîyê yên mezin rast û qewîn bike ji bo hilberandina mijarên bala merivan bikşînin ser tiştên din yên ku serhildanên kolektîf dereng dixin û piştre ji rê derdixin, yên ku hetikandinên herî zêde darîçav in şexsî dikin ango ji polîtîkbûnê dişon. Ji bo rohnîkirina çavkanîyên bi rastî yên wan kesên sedem in, ji bo rohnîkirina çerxên ku bi xêra wan, hindikayîyeka ku hem bazaran û hem jî dewletan kontrol dike, dewlemendî û hêzê desteser bike, karekî misêwa yê perwerdekirina gel wê pêwîst bike. Ew dê bi bîr bixe ku her hikûmet dikeve rewşeka nerewa wê kêlîya bihêle newekhevîyên civatî zêde bibin, wê kêlîya ku têkçûna demokrasîya sîyasî qebûl bike, qebûl bike ku serwerîya neteweyî bixe bin wesayetê. Her roj xwepêşandan li pey xwepêşandanê diqewimin – li kolanan, li şirketan, li sindoqên hilbijartinê – da ku reda gel ya hikûmetên nerewa pir gêsinî bike. Lê belê tevî mezinahîya krîzê jî hikûmetên nerewa bi israr li pey pêşnîyazên alternatîf diçin, nîvî bi nîvî jî qaneh bûne ku tiştekî wisa nîne yan jî bihayekî astengker encama wê ye. Sedema derketina holê ya vê hêrsa fûrî ya bêhêvîmayî ev bi xwe ye. Divê bi lezgînî jêre encam werin peydakirin. (Gotareka bê, wê bihizire li ser stratejîyên sîyasî yên ku mimkin e rêyên alternatîf derêxin holê.)

 

(1) Francis Fukuyama, Le Début de l’histoire. Des origines de la politique à nos jours / Destpêka Dîrokê. Kokên Sîyaseta Roja me ya Îro, saint-simon,Parîs, 2012, rûpel 23.

(2) La Vie, Parîs, 15ê kanûna 2011an.

(3) Gotara li jêr bixwîne Christopher Newfield, "La dette étudiante, une bombe à retardement / Deynê Xwendekarîyê, Bombeyeka Suwarkirî", Le Monde diplomatique, îlona 2012an.

(4)Timmak, "Unpaid student loans top $1 trillion / Deynên Xwendekaran yên Nehatî Dayîn Gihişt 1 Trîlyon Dolaran", 19ê çirîya pêşîna 2011an, www.politico.com

(5) Robert Frank û Philip Cook, The Winner-Take-All Society / Yê Serketî – Radihêje - Tevahîya Civatê, Free Press, NewYork, 1995.

(6) "Inequality, Exhibita :Walmart and the wealth of american families / Newekhevî, Pêşandan: Walmart û Dewlemendîya Malbatên Amerîkî", Economic Policy Institute, 17ê tîrmeha 2012an, www.epi.org

(7) "L’italie de monti, laboratoire des ‘mesures Attali’ / Îtalyaya Monti, labaratuwara ‘tedbîrên Attali’ ", Les Echos, Parîs, 6ê nîsana 2012an.

(8) Gotara li jêr bixwîne: "Front antipopulaire / Bereya li dijî Gel", Le Monde diplomatique, kanûna paşîna 2013an.

(9) "India’s billionaires club / Kluba Milyarderan a Hindistanê", Financial Times, London, 17ê çirîya paşîn a 2012ê.

(10) "Income inequality may take toll on growth / Dibe ku newekhevîya hatinîyê zirarê bike li mezinbûnê [ya aborî]", The NewYork Times, 16ê çirîya pêşîna 2012an.

(11) "Repairing the rungs on the ladder / Tamîrkirina pêlikên nêrdewanê", The Economist, London, 9ê sibata 2013an.

(12) Francis Fukuyama, LeDébut de l’histoire /Destpêka Dîrokê, çavkanîya li jor navbirî.

(13) Sala 2011ê Hilberîna Hundir a Nesafî ya dinyayê qederê 70000 milyar dolarî bû. Bigire li ber  Knight Frank Û Citi Private Bank, "The Wealth Report 2012 / Rapora Dewlemendîyê 2012", www.thewealthreport.net

(14) Michel Crozier, Samuel Huntington û Joji Watanuki, The Crisis of Democracy / Krîza Demokrasîyê, New York University Press, 1975.

(15) Le Figaro, Parîs, 7ê adara 2013an.

(16) Anne-sylvaine Chassany û Camilla Hall, "Nicolas sarkozy’s road from the Elysée to private equity / Rêya Nocolas Sarkozy ji Elyséeyê heta bi sermayeya xwe", Financial Times, 28ê adara 2013an.

(17) David Callahan û J.Mijin Cha, "Stacked deck: How the dominance of politics by the affluent & business undermines economic mobility in america / Serwerîya Sîyasetan li cem dewlemend û karsazan zirarê dike li mobîlbûna aborî li Amerîkayê", Demos, 28ê sibatê 2013an, www.demos.org. Agahîyên piştre, ji ber vê lêkolînê hatin girtin.

(18) "Chypre finit par sacrifier ses banques / Di dawîyê de Qibrisê Bankeyên xwe Qurbanî Kirin", Le Monde, 26ê adara 2013an.

(19) RmC, 10ê nîsana 2013an.

(20) Matthew Dalton, "Europe’s institutions pose counterweight to voters’ wishes / Dezgehên Ewropayê li dijî daxwazên hilbijêran giranîyeka dijber derdixin holê", The Wall Street Journal, NewYork, 28ê sibata 2013an.

(21) RTL, 8ê nîsana 2013an.

(22) "A Bruxelles, la grande déprime des eurocrates / Li Brukselê depresyona mezin a Ewrokratan", Libération, Parîs, 7ê sibata 2013an.

(23) Gotara li jêr bixwîne: Joseph stiglitz, "Fmi, la preuve par l’Ethiopie / IMF, tecrûbeya bi Etîyopyayê re", Le Monde diplomatique, nîsana 2002yan.

(24) Bernard Arnault, La Passion créative. Entretiens avec Yves Messarovitch / Sebra Afirîner. Hevpeyvînên bi Yves Messarovitch, Plon, Parîs, 2000.

(25) "Jouyet: ‘Une dictature de fait des marchés’ / Jouyet: ‘Dîktatorîyeka heyî ya bazaran’ ", Le Journal du dimanche, Parîs, 13ê çirîya paşîna 2011an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê