Rewşa kambax ya endustrîya leşkerî ya Rûsyayê

Teçhîzateke binavûdeng lê kevin
Translator

Serdema ku artêş di navenda pergala endustrîyê de bû, bi dawî hat. Artêşa ku heyameke dirêj e bi tena serê xwe maye, divê qîma xwe bi techîzateke teknolojîk a kevin bîne, di demekê de ku produktorên nû yên techîzatên leşkerî ketine nav reqabeta ji bo îxracatên Rûsyayê. Serokdewlet Dmitri Medvedev planeke berfireh a veberhênanê radigihîne.

Serkeftina di şerê brûskî [rêbazeke êrişê ku tê de hemû hêzên leşkerî têne seferber kirin da ku serkeftineke kamil bi dest bikeve] yê beramber Gurcistanê de, tebaxa 2008ê, Moskova bi rengekî qet’î piştrast nekir û her cotmeha piştî şerî, Moskovayê dest avête verêkxistineke tevahî ya hêzên xwe yên leşkerî. Alexandre Golts dîyar dike ku "Rêveberên rûsî karekî pir şarezane kir. Kêm caran diqewime ku dewletek piştî bidestxistina serkevtinekê rabe dest bavêje reforman. Lê belê, di vê rewşa nimûneyî de, tevî deh salên bixêrûbêr, ku fermandarîyên leşkerî yên cihê çavkanî û piştgirîyên girîng wergirtin, krîza 2008ê nîşan da ku artêşa Rûsyayê pîr e û nikare çekên modern baş bi kar bîne. Piştî gihiştina bi vê qenaetê bû ku Anatoly Serdyukovê wezîrê bergirîyê yê Rûsyayê plana reforma herî radîkal a van sed û pênceh salên dawîyê [piştî şerê Krimê yê di navbera 1853 û 1856ê de] ragihand."

Hêj di hengava salên 1990ê de, herdu şerên Çeçenistanê rewşa hesas a artêşê raxistibû ber çavan. Heçî dubendîya bi Gurcistanê re ye, tevî serkevtina berbiçav a Rûsyayê di nav çil û heşt saetên piştî destpêkirina lêkdanan de û tevî agirbesta ku bi mercên Rûsyayê di dawîya pênc rojên lêkdanan de hate girêdan jî, piştî vî şerî, çi di nav efser û fermandaran de, çi di nav sîyasetmedarên pilebilind de, hesasîyeta li ser rewşa artêşê zêdetir bû. Kurte xeleka şerî nîşan da ka heta çi radeyê fermandarî û kontrola artêşê, her wekî techîzata wê ya keşif û ragihandinê, kevin û bêkêr bûbû. Gurcistanê firokeyên şerî nebûn, lê tevî vê yekê, Rûsyayê ragihand ku çar ji firokeyên xwe winda kirine ku dîyar e ketibûne ber topên Gurcistanê. (1)

Tiblîs, bi rexê xwe ve, hê jî îdia dike ku 21 firoke xistine xwarê. Guman tê de nîne ku îmkan û techîzatên artêşa Rûsyayê gelek zêdetir û çêtir in, lê belê, artêşa gurcî, ku xwedana tankên T-72 yên li Komara Çekê nûjenkirî ye, herwiha di bin destê wê de dronên malê Îsraîlê û sîstemên ragihandinê yên modern hene, serdestîya xwe ya teknolojîk raxiste ber çavan.

Beramber meseleya şerê Gurcistanê, rêkxistina çaksazîyeke nû û ji bo nûjenkirina techîzatan hewlên dabînkirina budceyê, nîşaneyên şoka Moskovayê ne. (2) Kanûna 2010ê, serokdewlet Dmitri Medvedev ragihand ku di çarçoveya plana nûjenkirina hêzên leşkerî de, ku di heman salê de hate pesend kirin, 22 trîlyon rûble (540 mîlyar euro), anku heta sala 2020ê, ji sedî 2.8ê hasilaya hilberîna giştî ya navxweyî ya salane, hatine terxan kirin. Radeyeke ewqas bilind a veberhênana giştî di sektorekê de ku ji salên 1990ê ve ye her bi îxracatê li ser pêyan maye, dîyardeyeke nedîtî ye ji dema dawîya şerê sar. (3)

Temenê navînî yê teknîsyenan 58 e

Bo panzdeh salan artêşa rûsî bi techîzata nûnekirî re: Bo nimûne, artêşa hêzên hewayî heta sala 2003yê ti firokeyeke nû wernegirt û ji hingê ve, bes çend firokeyên din lê hatine zêde kirin. Medvedev bi xwe dîyar dike ku bi tenê ji sedî 15ê cebilxaneya leşkerî ya berdest şayanî navê "şahasera teknolojîyê" ye.(4) Armanc bi van tedbîrên dawîyê ew e ku bihêlin artêş kêmasîyên xwe temam bike û derengmayîna xwe telafî bike, bi şiklê ku heta 2015ê ji sedî 30ê techîzata xwe bi materyelên modern nûjen bike.

Lê belê, ne teqez e ku dewlet dikare bigihe van armancên xwe. Heyama Sovyetê, berevanî di merkeza aborîyê de bû. Herçend gelek zehmet be mirov nirxandineke deqîq jê derîne jî, em dikarin bibêjin ku hingê hewlên leşkerî, li gor heyamên cuda, ji sedî 20 heta ji sedî 40ê hasilaya hilberîna giştî ya navxweyî ya salane bi xwe ve digirt. (5) Piştî belavbûna Yekîtîya Sovyetan, êdî muşterîyên bîyanî bûn yên ku biryar bi berbelavbûn an jî jinavçûna karên sektorê didan, lewre sektor bi tenê li ser îxracatê mabû. Rûsyaya piştî Sovyetan ne karî çekên nû dabihêne, ne jî karî çekên heyî pêş bixe.

Ji ketina Yekîtîya Sovyetan ve, bi hezaran zanyaran welatê xwe bi cî hiştiye; gihiştin û wergirtina bisporên nû hema bêje rawestiyaye

Techîzatên heyî hemû, ji bilî du îstisnayan, di dema rejîma komunîst de hatibûne dahênan û çêkirin. Firokeya şerî ya neslê pêncê Sukhoi T-50, ku reqîba F-22 Raptora Lockheed Martin e ku niha di artêşa DYAyê de tê bi kar anîn û heta îro li esmanan tu reqîban nas nake. Nimûneya wê ya pêşîne, ku serê 2010ê hate ceribandin, ji niha ve artêşên hindî, vîetnamî û rûsî cezb kirine, tevî ku bispor bawer dikin ku Sukhoi T-50, ji ber taybetîyên xwe yên firînê û motora xwe, ji firokeyeke neslê pêncê bêtir firokeyeke pêşketî ya neslê çarê ye. Hêvîya din a teknolojîya hûrbîn a rûsî fuzeya nav-parzemînî ya Boulava ye ku wê jî, bi rexê xwe ve, kêmasîyên teknîk hene. "Her ceribandineke wê bi xetayeke parçeyên wê tûşî şkestê bû" dibêje Gots. Bi ya wî, ev kêşe ji ber "qutbûna xeleka hilberîna endustrîyel diqewime ku ev qutbûn nahêle endustrîya berevanîya rûsî bi serî [wek rêzeke berheman] hilberîne." Ji ketina Yekîtîya Sovyetan ve, bi hezaran zanyaran welatê xwe bi cî hiştiye; gihiştin û wergirtina bisporên nû hema bêje rawesta. Hêj ji vê jî girîngtir, kompleksa endustrîya leşkerî, ku ti hewleke nûjenkirinê jê re nehatibû encam dan, bere bere ji hev ket… Di nav endustrîya berevanîyê de ev yek bû sebeb ku nûjenkirina neslên techîzatan bi zehmet bikeve: temenê navînî yê teknîsyenên sektorê 58 sal e.

Di çarçoveyeke wiha de, ihtimaleke kêm e ku Rûsya bikare bigihe radeya produksîyona xwe ya caran. Adara 2006ê, piştî seredaneke Vladimir Putin bo Cezayîrê, herdu welatan girêbesteke 8 mîlyar dolaran îmze kiribû ku li gor girêbestê Moskovê dê çekên cihê ji artêşa Cezayîrê re dabîn bikirana, ji wan sî û pênc firokeyên şerî MIG-29. Sala 2008ê, Cezayîrê panzdeh ji firokeyan, ku di nav du salên pêştir de wergirtibûn, bi qenaeta ku "kalîteya wan baş nebû" paşde vegerandin. MIGên rûsî du kêmasî hebûn: pergala wan a elektronîk ne heman pergal bû ya di girêbestê de hatibû terîf kirin, û herwiha, hindek parçe ji depoyên kevin, ihtimaleke mezin ji dema Sovyetan, dihatin. Moskovê dijayetî li vegerandina firokeyan nekir, demildest dane hêzên xwe yên leşkerî.

Çîroka dawîlênayê ya keştîya veguhastina firokeyan a bi navê Amiral-Gorshkov rûreşîyeke din e. Ji ber nebûna îmkanan, înşaata wê keştîyê ku di dema Sovyetan de bi navê "Bakû" ketibû xizmetê û paşê jinûve navê amîral Sergey Gorshkov (1910-1988), qehremanê Yekîtîya Sovyetan, lê hatibû kirin, berî ku sala 1996ê bikeve bazarê ji bo firotinê ji kar û fealîyetê hatibû hilanîn. Sala 2004ê, Hindistan lê bû talib û bi 950 mîlyon dolaran (qederê 700 mîlyon euro) jê kirî û wê jî bi rexê xwe ve navê qralekî efsanewî "Vikramaditya" lê kir,. Çendîn guhartin di peymanê de hatibûne pêşdîtin. Bi vî rengî qirar bû fuzeyên kruvazîyerê jê bêne derxistin da ku ji fîloya hewayî re ciheke zêdetir bimîne. Piştî çendîn kêşeyên nişkî û hejmareke guhartinên di peymanê de, proje sê caran ji bihayê hatî dest nîşan kirin, zêdetir lêhat û lewma veguhastina keştîyê ji sala 2008ê bo sala 2012ê hate paşve dan. Li Hindistanê, ku yekemîn bikira çekên rûsî ye, meseleya Gorshkov bû sedema dengên bilind. Rayedaran divîya rexneyên tûj safî bikirana, lewma ihtimal hebû di van mercan de berê xwe bidine dabînkerên din ên techîzatên modern. (6)

Halê heyî îxracat her zêdetir dibe: Ji 2.5 mîlyar euroyan di 2001ê de bo 5.4 mîlyar euroyan di 2009ê de û 6.8 mîlyar euroyan di 2010ê de. Lê belê tê heye Rûsya pozîsyona xwe ya baladest a di bazara cîhanî ya çekan de ji dest bide. Her ji niha ve Çîna ku ji salên 1990ê ve yekemîn muşterîya Rûsyayê ye, êdî bi xwe firokeyên xwe yên şerî yên ji neslê çarê (J-10) çêdike, û herwiha tankên êrişê yên Type-99 çêdike. Çîn hêşta her yek ji muşterîyên serekî yên çekên rûsî ye, lê belê li dû Hindistan û Cezayîrê. (7) Serê 2011ê, bi tenê çend rojekan berî seredana Robert Gatesê sekreterê berevanîyê yê DYAyê, Pekînê perdeya li ser firokeya xwe ya şerî ya neslê pêncê vekêşa. Herçend tevahîya hilberîna kargehên Çînê yên çekan diçin bo hêzên leşkerî yên Çînê, bispor texmîn dikin ku mumkin e Çîn xwe weke reqîbeke tirsnak li îxracatkarên rûsî ferz bike.

Putin hewl dide Rûsyayê di nav rêzên hêzên serekî de bi cî bike, ne ku Împaratorîyê careke din damezirîne

Îmzekirina girêbesteke din a di navbera Fransa û hêzên deryayî yên rûsî de, sala 2011ê, ji bo kirîna du keştîyên şerî yên Mistral –bi şiklê xwe yê şeşgoşe– meyleke dîtir radixe ber çavan. Meseleyê li Rûsyayê gelek dengên dijber rakirin, ku dijberan daxwaz dikir ku girêbesta 1.9 mîlyar dolaran (1.4 mîlyar euro) bê terxan kirin ji bo yek ji çendîn şantîyeyên keştîyên jikarketî yên welatî bi xwe. Mistral dikare heta 700 eskeran, şêst wesayîtên veguhastina leşkerî û şanzdeh helîkopteran hilgire. Herwiha, wek di şerê Gurcistanê de, çekekî êrişa ser bi erdî ve ye. Ya rast, ev ne cara yekê ye ku Rûsya dikeve bazareke wiha. Hêj sala 2009ê, artêşa rûsî digel şirketa îsraîlî Israel Aerospace Industries (IAI) ji bo îthalkirina danzdeh dronan (firokeyên ku ji dûr ve tên kontrol kirin) peymanek îmze kiribû. Sala 2010ê, peymaneke nû hatibû bestin ku li gor peymanê dê li ser axa Rûsyayê dronên bi teknolojîya îsraîlî dê bihatana çêkirin. (8)

Bi ya Ruslan Pukhovê rêveberê Navenda Analîzên Stratejîk û Teknolojîk a Moskovayê, asayî ye ku Rûsyayê dest bi îtxalkirina materyalê leşkerî kiriye: "Yekîtîya Sovyetan îstisnayek bû," dibêje, û têra-xwe-bûna teşkîlata leşkerî-endustrîyel bi bîr dixe ku xwedana şîyana bicihanîna hemû pêdivîyên Artêşa Sor bû. Pukhov wiha pê de diçe: "Hetta DYA, ku budceya wê ya berevanîyê bi qasî nîvê mesrefên berevanîyê yên li dinyayê ye, ji derve çekan dikire. Bi kirîna techîzatê ji derve, dewleta rûsî fişarê dide ser endustrîya xwe ya berevanîya neteweyî da ku, hem li ser çawanîya berheman û hem li ser biha û maweyê veguhastina wan, ji bo reqabeteke xurttir, wê han bide."

Dahatûyê, bi taybetî heke muzakereyên li ser biçekkirineke tevahî û berfireh bigihine qonaxa xwe ya dawî, wezareta berevanîyê dê her zêdetir berê xwe bide alîyê dabînkerên bîyanî, tevî ku Serdyukov hisaba kirîna teknolojîya neteweyî dike. Li rexê xwe ve artêşa amerîkayî, herçend bi profîleke hinekî cuda be jî, her zêdetir çekên rûsî yên wek kalaşnîkovên helîkopterên veguhastinê dikire. Dîyar e Pentagon bêtir bala xwe dide çekên bi teknolojîyeke sade, erzan û hêsan ji bo ragirtinê da ku bide xizmeta hevpeymanên xwe yên nû, ku berê i çekên sovyetî bi kar dianîn. Bo nimûne, dixwaze pênceh û neh helîkopterên Mi-17 ên veguhastina leşkeran bi bihayekî giştî yê 800 mîlyar dolaran bikire (qederê 600 mîlyon euro) da ku bide Efxanistan, Iraq û Pakistanê. (9)

Hesta nerihetîyê li nav refên artêşê

Li rexê endustrîya sîvîl jî heman nîşaneyên bêtaqetîyê serdest in. Ev çend sal in Moskova hewl dide pergala navîgasyona bi peykê ya Glonassê bixe fealîyetê, ku di dema Sovyetan de li kar bû. Projeya ku sereta wek reqîba GPSa amerîkayî û Galileoya ewropayî dihate sêwirîn, salên 1990ê di dema serokatîya Borîs Yeltsîn de hate berdan. Sala 2002yê, rayedar biryara jinûve karkirina li ser projeyê digirin û radgihînin ku dê bîst û çar peykên nû li ser ruwangeyê bêne bi cî kirin da ku sîstemê di sala 2011ê de temam bikin. Sala 2010ê, di hengava şandinekê de, sê peyk di encama qezayekê de telifîn û ev yek bû sebebê zerereke li dor 348 mîlyon euroyan. Îro, xizmeta sîstema Glonassê, çi li rûyê teqezîya agahîyan, çi li rûyê berfirehîya erdê ku bi xwe ve digire, bi qasî ya reqîbên xwe ne baş e, ku ev yek tevahîya bernameyê dixe jêr pirsiyaran. (10) Heçî sektora veguhastina hewayî ya sîvîl e, tercîha sektorê bêtir kargoyên malê Airbusê an jî Boeingê ne, di demekê de ku dahatûya ticarî ya Suêrjet 100ê, balafira veguhastina rêvingan ku Sukhoiyê durist kiriye, hê jî gelek hesas e.

Ev bîst sal in reformên leşkerî di rojeva siyasî ya Rûsyayê de xaleke daîmî ye.(11) Salên 1990ê, têgeha "reform"ê, ku ya rastî rengekî sivik ê derbirîna tabûyekê bû, dihate bi kar anîn da ku rasterast behsa herifîna bêqisûr a hêzên leşkerî neyê kirin. Hatina Poutin li destpêka şerekî nû yê li Çeçenistanê rast hat. Wê çaxê ji artêşê re budceyeke îzafî hatibû terxan kirin û tevî şideta berbelav û kuştina hejmareke pir mezin a mirovan –sîvîl û esker–, karîbû heta radeyekê prestîja xwe careke din bi dest bixe. Serok Putin hingê zanîbû ka dê çawa sûdê ji wê atmosfera sembolîk wergire da ku îmaja Rûsyayeke jinûve bihêzbûyî bide derve. Hingê Putin careke din meşên eskerî yên li ser Meydana Sor ji bo bibîranîna serkeftina 9ê gulana 1945ê kiribûn adet û bi helkefta bernameya 2007ê, wî numayîşa firokeyên bombardimanê yên Tupolev jî lê zêde kiribûn.

Tevî van kiryaran, wek Fyodor Lukyanovê sernivîskarê kovara xwe-danprestîj a Russia in Global Affairs piştrast dike, "Rûsyayê êdî ti hewesên emperyal nîne. Putin hewl dide bi veşartina beşdarîya welatên din, duyemîn şerê cîhanî wek şerê Rûsyayê nîşan bide. Serkeftina "şerê mezin ê welatperwerîyê" –wiha ye navê vî şerî li vir– bû faktora yekgirtina hemû hemwelatîyên sovyetî. Putin hewl dide Rûsyayê di nav rêzên hêzên serekî de bi cî bike, ne ku Împeretorîyê careke din damezirîne."

Rûsya bes bi xêra cebilxaneya xwe ya nukleer ya kevin, cihê xwe yê di nav hêzên gewre de diparêze.

Zincîreya reforman, ku plana wê ya destpêkî sala 2008ê bi rê ket û veberhênana qerase ya di warê teknolojîyên şerî de biryar e piştî 2020ê berên xwe bide. Gelo hingê rûyê berevanîya Rûsyayê dê çawa be? Bi ya rojnamevan Andrei Soldatov, "ti elaqeya vê siyasetê bi şerê Rûsya-Gurcistanê re nîne. Gelek berî şerî bi rê ketibû." Lê belê, alîyê artêşê vê siyasetê wek mueyîdeyekê dibînin. Nerihetîyek li dar e. Di van du salên dawîyê de çendîn yekîneyên şerê taybet (Spetsnaz), ku di dubendîyê de bûbûn teref û beşdarî bi bidestketina serkeftinê bûbûn, hatine hilweşandin; eskerîya îcbarî hate rakirin û sed hezar efser ji wezîfeyê hatine derxistin. Ev hemû kiryar bûn sebeb ku di nav refên van yekîneyên sernerm û apolîtîk de bizavên muxalif derkevin. Armanca resmî ew e ku hejmara eskeran ji mîlyonek û dused hezaran dakeve mîlyonekê. Lê di rastîyê de hejmar hêj kêmtir e, lewre di artêşê de qederê 750 000 esker hene.

Reqîba F-22yê Raptora Lockheed Martin e ku niha di artêşa DYAyê de tê bi kar anîn û heta îro li esmanan tu reqîban nas nake

Gava digel Fransayê peymana Mistralê hate îmze kirin, bi tenê Gurcistan û her sê welatên baltîk (Lîtvanya, Letonya û Estonya) dijayetîya xwe derbirîn. Di demekê de ku aşkere ye ev keştîyên şerî dê li ser ava Baltîk û Behra Reş dewrê lêdin, ne Polonyayê û ne jî Tirkiyeyê hema rexneyeke biçûk jî lê negirtin. Dîyar e sebebê piştrastîya van du dewletên navbirî ew e ku, bi rewşa heyî, Rûsya ne xwedana wê şîyana leşkerî ye ku gefan li van herdu hêzên weset bixwe; bes bi xêra cebilxaneya xwe ya nukleer ya kevin, cihê xwe yê di nav hêzên gewre de diparêze. Li pişt gotarên jixwebawer û retorîka berçav, xuya ye ku Kremlin mecbûr e her ku diçe zêdetir tawîzan bide pêdagîrîyên Waşîngtonê. Bi vî rengî, tevî dijayetîya Rûsyayê li hember bicihkirina binkeyên leşkerî yên amerîkayî li Asyaya Navîn, piştgirîya lojîstîk bo leşkerên amerîkayî yên li Efxanistanê di ser tora rêasinên rûsî re tê veguhastin. Herwiha, îlona 2010ê, li pêş fişara DYA û Îsraîlê, Moskova mecbûr ma girêbesta firotina fuzeyên dij-hewayî S-300 bo Îranê betal bike.

Gelo çawa rewşa Rûsyayê wiha lêhat? Alexandre Perendijievê ku berî bibe profesorê zanîngehê, efserê Artêşa Sor û paşê yê artêşa rûsî bû, sebebê rewşa heyî di gendelîyeke binecihbûyî de dibîne û wiha pê de diçe: "Rêveberên me wisa bawer dikin ku pere ji heq çareserkirina kêşeyan tê. Lê belê, jixwe Serdyukovê ku berê serekê serperiştîya karûbarên darayî bû wek wezîrê berevanîyê hate tayîn kirin da ku serûberekê bide meydanê û rêveçûna xerab rawestîne. Lê belê, bi tenê heke kontroleke giştî ya rasteqîne li ser nebe, sîstem nikare were guhartin." Tevî beyanên qet’î û jixwebawer ên serokdewlet Medvedev, cihê şikê ye ka çaksazîyeke ewqas bineretî bikare were sepandin. Ji cerga Perestroikayê (12) ve û bi dirêjîya qonaxên cuda yên guherînê li dû wê, sebaret bi rola ku dê di nav sîstema aborîya nû de hilgirta ser xwe, sîstema endustrîya leşkerî her tûşî kêmasîya bername û wîzyoneke siyasî bû.

Sî û du binkeyên zanistî tûşî kêmasîya budceyê ne

Di demekê de ku derdorên desthilatdar û xwedanhêz bo careke din li ser "modernîzasyon"a welatî munaqeşeyê dikin, herkes hewl dide ku bi ti awayî peyva "reform"ê bi kar neyne, lewre bi hêsanî trawmaya dema hilweşîna bloka Rojhilat, û berî wê, hewlên Mikhael Gorbatchev ên ji bo guhorîna sîstema Sovyetan tîne bîra mirovan. Lewma di rojevê de guftûgoya li ser reforman nîne, lê belê, ev yek nabe sebeb ku Medvedev û hevkarên wî qebûl nekin ku welatê wan bi zêdeyî girêdayî îxracata petrol û gazê ye û binesazîya wê ya aborî nema bi kêr tê… Îro ji sedî 70yê îxracatê me’den e, lê bi tenê ji sedî 5ê îxracatê berhemên endustrîyel e. (13) Heke bernameya Medvedev ya modernîzasyonê qîma xwe bi tenê bi têkoşîna li dijî gendelîya di bûrokrasîyê de bîne û bi pifdana dozajeke geşedana teknîk û teknolojîk bo nav sîstema aborîyê, bêguman gelek ji çavdêran dê bernameyê têrkêmasî û hetta pir serveyî binirxînin.

Gelo mirov dikare têkilîyekê di navbera nîqaşa heyî ya li ser modernîzasyonê û meblaxên astronomîk ên ku biryar e ji beşê berevanîyê re werine terxan kirin, bibîne? Ev yek zêde teqez nîne: Medvedev dixwaze 2 mîlyar dolaran (qederê 1,5 mîlyar euro) (14) ji bo duristkirina Silicon Valleyeke rûsî li Skolkovoyê, li herêma Moskovayê razîne. Û ev yek di demekê de diqewime ku Oxana Gaman-Golutvinaya, profesora zanistên siyasî li zanîngeha Moskovayê, sî û du binkeyên lêkolînên zanistî destnîşan dike ku bi rengekî cidî mexdûrên kêmbûna fînansmanê ne.

Berjewendîya Rûsyayê di wê hindê de nîne ku bibe gefek bo fermandarîya NATOyê û hê kêmtir bo hevpeymanîya NATOyê bixwe

Wisa xuya ye ku polîtîkayên layengir qet hisaba rastîyên wan binesazîyên zanistî nakin ku ji zemanê Sovyetan mane û herwiha heçko dixwazin piştguh bikin ku hê jî rêzik û rêveçûna sîstema berê li ser endustrîya berevanîyê zal e. Lewma mirov diheyire gava pê dihese ku ti plan û pêşnîyazeke duristkirina bihurkekê di navbera bernameyên pêşxistina teknolojîyên girîng û endustrîya leşkerî de nîne. Tiştek heye ku ji Gorbatchev heta Yeltsîn û ji Pûtîn heta Medvedev her wek xwe maye: Her yek ji wan, bi reng û terzê xwe, potansîyela endustrîya berevanîyê bêqîmet dîtiye. Lukyanov wiha kurteyeke babetê dide: "Guherînên di dema Perestroikayê de bûne sebeb ku di wan kargehan de, ku ji bo duristkirina firokeyên supersonîk [ji dengî bi leztir] hatibûn ava kirin, tawe û firaq bêne çêkirin. Heynê reformên Gaidar [ji navê Iegor Gaidar tê, serokwezîrê hezîrana 1992ê], salên 1990ê, hikûmetê nedizanî çi bi kompleksa endustrîya leşkerî bike, lewma ji parçeyên din ên sîstema aborîyê hate qut kirin û bi vî rengî sektor ma li ser îxracatê. Êdî nema parçeyekî sîstema aborîya neteweyî bû."

Vekolîneke baldar li ser kompleksa endustrîya berevanîya rûsî eşkere dike ku çendîn ji wan efsaneyên ku derbarê Rûsyayê de behsa wan tê kirin, bêbingeh in, bi taybetî efsaneya vegera bo şerê sar ku ji sala 2008ê ve û piştî şerê rûsî-gurcî gelek caran tê rojevê. Meger çî bikare, ti berjewendîya Rûsyayê di wê hindê de nîne ku bibe gefek bo fermandarîya NATOyê û hê kêmtir bo hevpeymanîya NATOyê bixwe. Fikra din a belave û bêbingeh: Fikra ku Putîn dijayetîya olîgarşîya ji serokatîya Yeltsîn mayî dike da ku rejîmekê ava bike ku KGBya kevin û serfermandarîya giştî li piştê be. Ev fikir hê bihêztir tê ber çavan gava lê difikirin ku Mîxaîl Khodorkovskiyê endamê zumreya kevin a desthilatê û serokê şirketa petrolê Ioukosê, ji 2004ê ve girtî ye û di hepsê de ye. Lê belê fikra Oxana Gaman-Golutvinayê ne wisa ye, ku bi ya wê, bêguman "derdora Putîn bêtir ji FSByê [xelefê KGByê] û ji artêşê ne, lê belê, herçend hebûna tesîra wan rast be jî, tesîra wan bêtir li ser îxracata enerjîyê ye".

Rêveberên Sovyetê û rûsî ti caran nebûne xwedî bernameya sepandina teknolojîyên girîng û projeya xwe ya modernîzasyonê

Rêveberên Sovyetê û rûsî ti caran nebûne xwedanên bernameya sepandina teknolojîyên girîng li ser endustrîya berevanîyê û hewl nedan teknolojîyê bikin hêmaneke navendî ya reformên xwe û ya projeya xwe ya modernîzasyonê. Heynê rejîma Sovyetê, ev sektora ku şiklê rêveçûna wê ne şefaf bû û lewma qet xwe nedida guherîn û veguherînan (15), pareke qerase ji budceya neteweyî dadiqurtand. Berpirsên reformên dewra Gorbatchev qet lê nedifikirîn ku rojekê dibû ku guherînên erênî ji kompleksa endustrîya leşkerî derkevin; lewma, dêvla ku pê re bin, li dijî wê xebitîn. Piştre, reform li dû reformê hat, kesî bi duristî nezanî ka çawa dê sûdê ji sektorên herî pêşketî yên endustrîya neteweyî ya berevanîyê wergire. Bi qedir û nirxê wan nezanîn, lewma, bi gotineke sivik û sade, hiştin ku hemû bi xwe bi xwe bimirin. Heçî Medvedev e, ew li dû ye ku dest bavêje bernameyeke modernîzasyonê, lê belê, ji encamên civakî û siyasî yên van reforman ditirse, lewma, bo niha qîma xwe bi pesindana modêla Silicon Valleya amerîkayî tîne. Gelo welatekî bi gaz, bi petrol û çendîn çavkanîyên din ên me’denan nexşandî, ku derxistina wan çavkanîyan dihêle ku zumreyên rêveber û serkirdeyan qazancên qerase bidin ser hev, dikare, tevî van hemû faktoran, pêşxistina teknolojîyên ultra-modern piştguh bike?

Çavkanî

Vicken Cheterian:
Rojnamevan. Nivîskarê From Perestroika to Rainbow Revolutions. Reform and Revolution After Socialism (Ji Prestroîkayê heta bi Şoreşên Keskesorê. Piştî Sosyalîzmê Reform û Şoreş), Hurst, London, 2011.

  1. Lêkolînekê, ku çendîn bisporên rûsî amade kiriye, dest nîşan kir ku şeş firoke hatibûne êxistin, bi kêmî nîvê wan ji alîyê leşkerê rûsî yê erdî ve. Bnr. Rouslan Poukhov, "Les chars d’août (tankên tebaxê)", CAST, Moskov, 2010, r. 100-108, www.cast.ru
  2. Nezavisimaya Gazeta, Moskov, 9ê tebaxa 2010ê
  3. RIA Novosti, 25ê çirîya paşî ya 2010ê
  4. Bloomberg, 18ê adara 2011ê
  5. William E. Odom, The Collapse of the Soviet Military (Hilweşîna Artêşa Sovyet), Yale University Press, 1998, r. 104
  6. "Second-hand" Gorshkov costlier than new warship (Gorshkov a "destê-duyem" ji kêştîya şer a nû buhatir e), The Times of India, 24ê hezîrana 2009ê
  7. Russia’arms exports to reach records 10 trillions dollars in 2010 (Îxracata sîlehan a Rûsyayê wê bigihêje rekora 10 trîlyon dolaran), Novosti, 28ê çirîya pêşî ya 2010ê
  8. "Israel signs $ 400 million deal with Russia (Îsraîl bi Rûsyayê re peymaneke buhayê wê 400 mîlyon dolar mohr dike)", UPI, 15ê çirîya pêşî ya 2010ê
  9. "On Pentagon Wish List: Russian Copters (Li ser lîsteya daxwazan a Pentagonê: Helîkopterên Rûsî)", The Wall Street Journal, New York, 8ê hezîrana 2010ê
  10. "Russia to launch new batch of Glonass satellites by June (Rûsya hezîranê wê komeke din a satelîtên Glonassê bi rê bike)", Ria Novosti, Moskov, 25ê çileya 2011ê
  11. Bnr. "L’armée russe en quête de réformes (Artêşa rûs li pey reforman e)", Le Monde diplomatique, îlon 2000
  12. Navê ku Mîxaîl Gorbatchev dabû bernameya reformên ku sala 1985ê bi rê ketin
  13. "Medvedev calls for economy reform (Medvedev banga reformên aborî dike)", BBC News, London, 12ê çirîya paşî ya 2009ê
  14. "Russia’s Skolkovo may cost $ 2 billion in next 3 years (Dibe ku di nav sê salên bê de 2 mîlyar dolar li Skolkovoya Rûsyayê biçin)", Ria Novosti, 1ê hezîrana 2010ê
  15. Archie Brown, The Gorbachev Factor (Faktora Gorbatchev), Oxford University Press, 1996

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn