Rewşeke şer a bêdawî li Qarebaxê

Statukoyeke buha di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de
Translator

Bîst salan piştî bidestxistina bajarê Şûşî ji alîyê eskerên ermenî ve di 9ê gulana 1992yê de, li çîyayên Qarebaxa Jorîn agirbest tu caran evqasî lawaz nebûbû. Jinûve xwe çekdarîkirina bi lez a Azerbaycanê ji sala 2010ê ve, tirsa ku dîsa şer biqewîme bi gewde dike, meriv nikare pêş bibîne ka encamên vî şerî li ser tevahîya Kafkasyayê wê çawa bibin. Her du gel berdeleke giran didin vê neçareserîya siyasî û dîplomatîk.

Li panzdeh saniyeyan zêde-tir nemeyizînin. Piştî vê kelîyê divê meriv serê xwe bitewîne».


Ji kulekê di nav betonê de vekirî meriv dikare rêzeke têlên rêsayî bibîne, û kêmî du sed metroyan dûrî wir, meriv yekem rêza eskerên azerî dibîne. Wextê meriv li hundirê vê kozika ku li Eskeranê ye, li alîyê ermenî dinêre, hertişt sahneyeke Şerê Cîhanê yê Yekem tîne bîra mirovî: Stargehên mutewazî, tûrikên qûmê, sobeyeke daran ji bo zivistanê û çend qotîkên konserve yên zingargirtî da ku heke êrişeke bi şev pêk were, meriv bi dengê wan pê bihese. Her sê eskerên vê stargehê 20 salî ne. Ji Yerêvanê nê. Li gor efserê wan, îro bere bêdeng e…

"Duhî, dijmin hejdeh caran agirbest bin pê kir, û me carekê bin pê kir

" ev yek îdîaya korgeneral Movses Hakobian e ku wezîrê parastinê yê Qarebaxa-Jorîn e. "Li ser sê sed kîlometroyên xeta berê, eger kesek xwe nêzîk bike destûr heye ku guleyan lê bireşînin. Her roj şer e." Di destpêka hezîranê de, gulebarandinên her du alîyan di nav du rojan de heşt kes kuştin. Piştî agirbesta dawîyê, di 16ê gulana 1994ê de mohrkirî, xetên berê neguhertin; esker di bin axê de di stargehan de man. Wê demê birêveberên Bakûyê rawestandina şer qebûl kiribûn da ku pêşî li ber felaketeke mimkin bigirin. Hingê ermenîyan hê nû bi zorê kontrola kevne herêma otonom ya Qarebaxa-Jorîn û erdên fereh yên bi ser wê ve bi dest xistibûn, nêzîkî %13 erdên kevne Komara Sovyetî ya Azerbaycanê. Ji wê demê û vir ve, esker û segvanên elît, bi roj û bi şevê li ber hev disekinin, carinan kêmî sed metroyan dûrî hev dibûn.

Lekên eskeran rîtma hevdîtinên navneteweyî dîyar dikin. Ew jî van mehên dawîyê qat bi qat zêde bûn, di wê dema ku Rûsyayê gelek civînên bilind ên ku serokkomarê ermenî û azerbaycanî tanîn cem hev, organîze dikirin. Li alîyekî hevgirtina Ermenistan û Rûsyayê, û li alîyê din jî têkîlîyên germ di navbera Azerbaycana tirkîaxêv û Tirkîyeyê de dikin ku ev pirsgirêk bibe sedema alozîyên mezin ên navneteweyî.

Kronolojî: du sedsalên serwerîyên li pey hev


14ê gulana 1805ê:

Peymana Kûratçayê; Xantîya Qarebaxê bi împaratorîya rûs ve tê girêdan.

21ê sibata 1828ê:

Peymana Turkmançayê: Yerêwan û Naxçiwan dikevin bin desthilatdarîya rûsî.

Sibat–tebax 1905:

Bakû û Şûşî jî tê de li gelek bajaran di navbera ermenî û azerîyan de şer rû da. Bi hezaran meriv hatin mirin.

Nîsana 1915ê:

Li Ermenistana Rojava qirkirin

24ê sibata 1918ê:

Ragihandina Komara Demokratîk û Federatîf a Tanskafkasyayê

26-28ê gulana 1918ê:

Azerbaycan û Ermenistan serxwebûna xwe radigihînin; li Qarebaxê şer diqewime.

Nîsan-çirîya paşîn 1920:

Sovyetîkirina Azerbaycan, Qarebax û Ermenistanê.

5ê hezîrana 1921ê:

Buroya Kafkasyayê ya Partiya Bolşevîk biryara girêdana Qarebaxê bi Azerbaycanê ve dide.

7ê hezîrana 1923ê:

Avakirina herêma serbixwe ya Qarebaxa-Jorîn, ku paytexta wê êdî ne Şûşî ye, lê belê Xankendî ye, ku navê Stepanakert lê tê kirin.

20ê sibata 1988ê:

Sovyeta Qarebaxa-Jorîn girêdana xwe bi Ermenistanê ve hildibijêre. Li Askeranê şer rû dide û di pey re jî komkujîyên ermeniyan li Sûmgaytê û xwepêşandanên pir mezin li Yerêwanê.

Tebax - îlon 1991:

Piştî şkestina darbeya li Moskovê, serxwebûna Azerbaycan û Ermenistanê.

10ê kanûna 1991ê:

% 82yê kesên qeydkirî dengê xwe ji bo serxwebûna Qarebaxa-Jorîn da: Giştîbûna şer.

24ê adara 1992yê:

Avakirina "Gruba Mînskê" ku Rêxistina Ewlekarî û Hevgirtinê li Ewrûpayê (OECD) wê bi rê ve dibe.

30ê nîsana 1993yê:

Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) dixwaze ku hêzên ermenî yên li erdên dagîrkirî yên azerîyan vekişin.

16ê gulana 1994ê:

Mohrkirina agirbestekê li Moskovayê.

Di salên 1905, 1918 û piştre jî ji 1991ê heta 1994ê, sisê şer di navbera ermenî û «tatarên» deştan de ku êdî ji wan re Azerî tê gotin, qewimîn. Ermenîyên Qarebaxa-Jorîn, ku li hember girêdayî kirina erdên xwe bi Baku re bi biryara Partîya Bolşevîk radibûn, bûn yekem gel ku di 1988ê de li dijî URSS serî hildan. Piştre pêla netewperest a welatên baltîk rû da û vê yekê heta bi jihevdeketina Yekitîya Sovyetê ajot. Li ser erdekî ji Luksembûrgê piçekî mezintir, ev pirsgirêk ku weke bombeyeke amade ye biteqe, him li Washingtonê, him jî Moskovayê dibe sedema fikaran. Di civîna G20an a dawîyê de ku 20ê hezirana dawî li Meksîkoyê pêk hat, Obama, Pûtîn û Hollande li bêhêzbûna xwe mikur hatin û bi bîr xistin ku "her dû welatên ku şer dikin divê di warê girtina biryarên girîng yê ji bo çareserkirineke daîmî û aştîyane ya pirsgirêkê de dereng nemînin". Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rûsya û Fransayê hevserokatîya Koma Mînskê dikin ku ji sala 1992yê û vir ve bi çareserkirina pirsgirêkê hatiye wezîfedar kirin.

Endamên arteşa Qarebaxa-Jorîn ku li hêvîyê ne rojekê ji bo hevdîtinan werin vexwendin, difreya xwe dikin. Di 9ê gulana dawî de paytexta wê Stepanakert (Azerî jê re dibêjin Xankendî) alayeke eskerî ya çek û topan -a mirovî matmayî dihêle- li dar xistibû û bidestxistina bajarê Şûşî, ku kevne topxaneya mezin a azerî ye, pîroz dikirin. Di gulana 1992yê de vê hêza eskerî derfet da ji serhildêran re da ku kontrola korîdora Laçînê bi dest bixin (Ermenî jê re dibêjin Berdzor), û bi vî rengî Qarebaxê bi Ermenistanê ve girêbidin. Di xeyala gelek ermenîyên li tevahîya cîhanê de ev serketina li dijî azerîyan ku weke "tirk" tên hesibandin, hê weke heyfhilanîna dîrokê tê bi bîr anîn.

Ermenîyên Qarebaxê ku pêşî xwestibûn welatê xwe bi Ermenistanê ve girêbidin, di sala 1991ê de doza serxwebûnê kirin. Vê yekê destûr da wan ku vî şerî weke têkoşîna azadîya neteteweyî terîf bikin, da ku weke şerekî li ser parçeyekî erd yê di navbera du welatan de neyê hesibandin. Ev Komara piçûk a serjimara wê sed û çil hezar, xwedîya destûreke bingehîn, parlemanekê, alayekê, arteşekê, sazî û hikûmetekê ye. Lê di rastîyê de ew gelekî girêdayîyê "xwîşka xwe ya mezin" e. Biryara hertiştî li Yerêwanê tê dan.

Serokkomarê Ermenistanê Serge Sarkîsyan, li alaya fermî ya tankan, balafirên bê pîlot, û fuzeyên herî dawî derketî li çêpikan dida, di trîbûna fermî de di navbera du rahiban de rûniştîbû, li kêleka Bako Sahakyan, serokkomarê «Komara Qarebaxa-Jorîn» ku tu welatê li dinyayê wê qebûl nake. Dixwestin nîşan bidin ku «gelê çîyayan» wê tu caran dev ji heqê xwe yê dîyarkirina qedera xwe bernede. Birêz Sahakyanê ku tîrmeha bihurî ji nû ve hat hilbijartin wisa îdîa dike "em dikarin bibêjin ku ev bîst sal in Qarebaxa-Jorîn di avakirina sazîyên demokratîk ên li gor pîvanên navneteweyî de xwe gelekî bi pêş xist. Dawîya dawîyê, civaka navneteweyî wê serxwebûna me qebûl bike. Em naxwazin serdema zehmet ya şerî dîsa bibînin. Lê ji bo me mijara li pêş ewlekarî ye. Em amade ne xwe biparêzin, û çalakîyên tedbîrê pêk bînin."

Ji dawîya şerî û vir ve, Stepanakert/Xankendi gelekî guhert. "Doza ermenîe" nîşan dide ku kirasekî nû li xwe kiriye. Sazîyên gelemperîyê û avahîyên modern bajarekî xwecihî (pênc hezar şenîyên wî hene) pêk tînin ku ji avahîyên bilind yên pîşesazîya Ermenistana piştsovyetê cazibtir in. Bîst û pênc kilometroyan dûrî beraya şer, jinên bi cilên rengo rengo di kolana herî mezin a bajêr de bêxem li dikanan digerin! Dahata salane ya serê welatîyekî (2 200 euro) ji ya piranîya herêmên Ermenistanê bilindtir e. Bajarê Stepanakertê artêşeke bi panzdeh hezar eskeran xwedî dike, maeşên wan dide, rê û piran ava dike, lêçûnên tendurûstî û yên dibistanê digire ser xwe û hejmareke mezin a şirketan kontrol dike. Ȗ Yerêwan pereyan dide… Ermenistan ji sisiyan diduyê budceya wê fînanse dike.

Kevne serokkomarê Qarebaxa-Jorîn Arkady Xûgassyan hez dikir wisa bibêje "petrol di destê Azerbaycanê de ye, ermenî jî xwedîyên dîyasporayê ne". Pareke mezin a alîkarîya aborî ku civakên ermenî yên li cihanê belavbûyî didin, diçe wir. Li gor Michel Tancrez, nûnerê Fona Ermenîyên Franseyê li Stepanakertê, ev hejmar nîvê bêşên Fona Ermenîyên Franseyê pêk tîne: "sala 2000î di dema kampanyaya me ya yekem de, nêzîkî % 15ê malbatên fransî ku bi eslê xwe ermenî ne Qarebax nas dikirin. Îro, herkes hestîyar e, nêzîkî çaryeka wan bêşa xwe didin." Weke dewlemendîya petrolî, têsîrên xirab ên vê rewşa bêhempa hene. Rojnamevan Ara K. Manûgyann timî behsa jirêderketin û zîyandarîyan dike.(1) Trancrez tercîh dike bi vê kurtebêjê vê yekê îfade bike: "Yên di siyasetê de herî zêde dînamîk in di warê aborîyê de jî yên herî zêde dînamîk in."

Li kevne paytexta dîrokî Şûşîyê atmosfer diguhere. Katedrala restorekirî nîşana bedewbûneke ji nû ve kifşkirî ye. Lê piranîya şênîyan di avahîyên pirqatî yên jihevdeketî de dimînin, ev avahî bi şiklê brejvnevî hatine ava kirin. Li ser erdekî bi qasî hezar û sê sed metroyan bilind, sîstema navendî ya germkirina xanîyan êdî naşuxile, lewra sobe nehatin temîr kirin. Herkes bi sobeyên xazê, yan jî bi sobeyên daran îdare dike, ku lûleyên wan jî di pencereyê re derdikevin… Gelek avahî hîn şahidîya serdema zehmet a şerên sala 1992yê dikin. Xanîyên azerîyan hatin xira kirin. Her du mizgeftên mezin û sûka kevin hatin terikandin. Berîya Şerê Cîhanê yê Yekem bajar xwedîyê deh hezar şênîyên tevlîhev bû ku di bin rejîma sovyetî de piranîya wan azerî bûn. Ȋro nêzîkî sê hezar ermenîyan lê dimînin, piranîya wan piştî fermanên/pogromên sala 1988ê ji kevîya bajarê Bakûyê Sûmgaytê revîyan.

Lavrent Xûmanyanê ku gelek caran birîndar bûye û xelat girtin, bi xemgînî behsa hejmara bilind ya bêkaran dike: "Wextê ez bîst salî bûm, min bi awayekî çalak di hemû şeran de cîh girt, îro ez çil salî me û bêkar im. Ev hesta bikêrnehatinê ji bo zarokên min zehmet e." Xwelidervegirtin bi pratîka "terapîyên şokê" bi gewde bû, ne bi tiştê ku qaşo "pevçûna şaristanîyan" e. Ev terapîyên şokê li welatên URSSyê bûbûn sedema bêhêvîtîyê. Li gor parêzer Sêvag Torossyan "di bin neteweperestîyê de rûyê veşartî yê pirsgirêka mezin a civakî heye». (2)

Têkîlîyên ku Ermenistan bi cîranên xwe re datîne berevajîya gotinê nîşan didin. Ermenistana xirîstîyan di warê eskerî de hevkara Rûsyaya ortodoks e û di heman demê de ya welatên misilman ên Asyaya Navîn e ku endamên Rexistina Peymana Ewlekarîya Kolektîf (RPEK) in. Têkîlîyên wê bi Îrana şîî re ku bawerîya xwe bi Azerbaycana şîî nayîne, gelekî baş in. Azerbaycana şîî jî xwe gelekî nêzîkî Tirkîyeya sunî û Gurcistana xirîstîyan hîs dike ya ku bi awayekî vekirî ketiye nav şerê li dijî Rûsan…

Bi saya Îranê, Ermenistanê karîbû blokada azerî-tirk a li ser îtxalata xaz û petrolê rake. Tehran li hember îdîaya nasnameyî ya Bakûyê fikaran dike, lewra civakeke mezin a azerî ji panzdeh mîlyon kesan pêkhatî li bakurrojhilatê Îranê bi cîh bûyîye. Ermenî û fars berî her tiştî ji nêzîkbûna Ȋsraîl û Azerbaycanê ditirsin; di sibata bihurî de lihevkirineke li ser firotina çekan a bi buhayê 1.2 mîlyar euroyan hat mohr kirin. (3) Bakû bû xwedî çekên sofîstîke yên weke balefirên bêpîlot, di berdêla vê de jî petrol û hin îmtîyaz dan Îsraîlê: Berpirsîyarên amerîkî gumanbar in û difikrin ku îsraîlî li başurê Bakûyê "balafirgeheke eskerî kirîn" ji bo ku projeyên xwe yên bombebarandina avahîyên nukleer ên Îranê pêk bînin. (4) Gumana ermenîyan heye ku êrişeke bi vî rengî dibe ku nîşana hucûmeke bi ser Qarebaxê ve be.

Wextê mirov ber bi rojhilat ve biçe, du binesazî rewşa teybet a vê herêmê nîşan didin. Çîyayên mirovî neçar dihêlin bi rêyên çîyayî yên ji du hezar û sê sed metroyan bilindtir re derbas bibe, vê herêmê ji Ermenistanê vediqetînin. Yek ji wan xetan rêyeke hesînî ye ku di dema berîya şer de Stepanakert bi deşta Kura ve ku bi awayekî xwezayî dewama wê ye û heta bi Bakûya dûrtir ve girêdida. Bi tenê terasên vê rêya hesînî mane; her tişta din ji hev hatiye xistin. Binesazîya din jî balafirgehê Stepanakertê ye ku nêzî stasyona trenê ya kevin e ku berî zêdetir ji salekê hat vekirin û hê li hêvîya balafirên xwe yên pêşî ye. Wê ev balafir ji Yerêwanê bên. Hêzên azerî sûnd xwarin ku ew ê her balafira bê, bixin xwarê. Ew dixwazin bi bîr bixin ku gelek sîvilên azerî, ku li gundê Xocalî diman, di dema êrişa pêşî a mezin a ermenîyan a 26ê sibata 1992ê de hatibûn kuştin.

Du versîyonên nelihevkir


Ji bo doza kontrola Qarebaxa-Jorîn bikin, her du alî jî dîrokeke kevin a hevpar li gora xwe şirove dikin. Wextê di bin desthilatdarîya împaratorîyên osmanî, farisî û piştre ya rûsî bûn, gelên Transkafkasyayê heta dawîya sedsala 19ê gelekî tevlihev û nêzîkî hev bûn. Ev tevlihevbûn gihîştibû asteke ku berîya Şerê Cîhanê yê Yekem hejmara gurcîyên li bajarê Tiflîsa ku wê bibûya paytextê wan, ewqasî kêm bû ku xelkê gurcî lê bûbû hindikayîyek. Heman tişt hat serê azerîyên ku li Bakûyê diman: Çavdêrekî wê demê wisa digot "eger netewe-dewletek bixwaze sînoran deyne, neçar e du tiştên nejidil qebûl bike: Wê hejmareke bilind a xerîban li ser erdên xwe bihewîne û divê dev ji hejmareke zêde ya welatîyên xwe yên li derveyî sînorê wê man berde, awayekî din ne mimkin e». (1)

Ermenî têkîlîyên çandî û olî derdixin pêş. Bi bîr dixin ku ji serdema kevnar û vir ve, beşên rojhilatî yên Kafkasyaya piçûk, di navbera çemên Araxe û Kûra de, parçeyek erdên Ermenistana dîrokî bûn. Beşa çîyayî ya vê herêmê, ku zêdetir bi navê Artsax behsa wê tê kirin, sembola têkoşîna ermenîyan li dijî jidestdana çandê ye. Vê herêmê ku ji sedsala çaran û vir ve bû xiristîyan, li hemberî desthilatdarîyên li pey hev nexasim bi saya rejîma Melîktîyan hinekî serbixwebûna xwe parast,. Wisa tê fikirîn ku hejmara gelê ermenî ku li Nagorno-Qarebaxê (Qarebaxa-Jorîn) dimînin bi tenê ji ber zexta nûdem ya îdareya sovyetî ya Azerbaycanê kêm bû, di navbera serjimarên salên 1923 û 1989ê de ji % 94ê daket % 76ê. (2)

Herçî azerî ne (3), wan cudakirina Qarebaxa-Jorîn ji tevahîya Qarebaxê weke tiştekî ne xwezayî dihesiband. Ya ku ew derdixin pêş ew e ku ev herêma bi giranî faris lê serwer bûn, para bêhtir xwedîya statuyeke cihê ji ya herêma Yerêwanê bû. Azerî dilsozîya vî gelê çîyayan bi xirîstîyanîyê ve jî înkar nakin û wisa bawer dikin ku ew bi eslê xwe arnawutên "bûyî ermenî» ne, ku ji kevne qraltîya Axbanîyê tên, yanî ji Arnawuta Kafkasyayê ku dergûşa Azerbaycanê bû. Katolîkosatê Axbanîyê bi dirêjîya gelek sedsalan li manastira Gandzassar ma, cîhê herî girîng yê Qarebaxê, heta di 1815ê de ji alîyê rûsan ve hat tune kirin. Wisa tê fikirîn ku desthilatdarên nû yên slav pişta yekbûna dêran girtine û destek dane koçkirina ermenîyên ji Îran û Tirkiyeyê ji bo xurtkirina nufûsa xirîstîyan a li başûrê împaratorya xwe bi cîh bûyî.

Di çirîya pêşîyê a 1918ê de, wextê diviya osmanî ji Bakû û Azerbaycanê vekişin, generalê payebilind ê brîtanî William M. Thomson Naxçiwan da Ermenistana serbixwe, Zangêzûr û Qarebaxa-Jorîn da Azerbaycanê. Piştî konferansa Aştîyê ya Parîsê, Civaka Neteweyan (CN) ev mijar xistibû rojevê, lê Arteşa Sor ji dîplomatan bi leztir tevgerîya. Da ku dilê Tirkîyeya kemalîst û azerîyan rehet bike, nexasim ji bo misogerkirina kontrola petrolê Bakûyê, bolşevîkan Naxçiwan bi Azerbaycanê ve girêda. Lê wan Zangezûr da Ermenistanê. Di 4ê hezîrana 1921ê de Joseph Staline ku komîserê li Neteweyan bû [di sîstema sovyetî de Netewe yek ji "wezaretên" rêjîmê bû, komîser jî nûnerên gel in, nota wergêr], tevlî buroya partîya bolşevîk a li Kafkasyayê bû, ev buro bi awayekî şermokî meyldar bû ku Qarebaxa-Jorîn bi Yerêwanê ve bê girêdan. Lê piştre, buro xwe bi paş ve dikşîne û vê herêmê dide Bakûyê, statuyeke xweserîyê û parçekirineke ku bi tenê piştî 1923ê pek tê, amade dike. ji 1921ê û vir ve ermenî vê biryarê red dikin.

Ph.D.

(1) Pierre Georget La Chesnais, Les Peuples de la Transcaucasie, pendant la guerre et devant la paix / Gelên Transkafkasyayê di demê şerî de û li pêşberî aştîyê), Brossard, Parîs, 1921.

(2) "Qarebaxa-Jorîn: li Azerbaycanê  hevdîtinên ji bo aştîyê û siyaseta mîlîtarîst", memorandûma sefîrê Ermenistanê li pêşberî civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî xwendî, 23yê adara 2009ê.

(3) Nexasim jî bigire li ber Fazil Zeynalov, Le Conflit du Haut-Karabakh. Une paix juste ou une guerre inévitable / Şerê Qarebaxa-Jorîn. Aştîyeke adil an jî şerekî mecbûrî), L’Harmattan, Parîs, 2011. »

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

Bilançoya şer gelekî giran e. Ji bîst hezaran zêdetir mirov mirin û divê hejmara birîndaran, ya xazîyan û ya gelek penaberan li vê were zêde kirin. Li gor Komîserîya Bilind ya Netewên Yekbûyî ya ji bo Penaberan (HCR), pênc sed û heftê hezar kes li hundirê Azerbaycanê ji cihê xwe bûn û neçar man koçber bibin, bi ser de jî welat neçar ma du sed û bîst hezar penaberên ji Ermenistanê hatin, bihewîne. (5) Senatora fransî Nathalie Goulet şahidîya kirî weha dibêje: "Ez çûme serdana kampa penaberan. Min yê Fîlîstînê jî dîtin û dikarim bibêjim ku ji vê xirabtir nînin!". (6) Ermenistanê bi xwe jî derîyên xwe li sê sed hezar ermenîyên li Azerbaycanê re vekirin.

Wextê mirov bigihîje çîyayê bilind Agdamê, li ser erdên ku ne yên kevne herêma xweser dimeşe: Li gor peyvên civaka navneteweyî, ev cih warekî "dagirkirî" ye. Ji 1993ê û vir ve Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Netewên Yekbûyî (RNY) xwest ku "hêzên dagîrker xwe di cîh de ji navçeya Agdamê û ji tevahîya herêmen din yên nû dagîrkirî, bê şert û bi temamî derkevin". (7) Bi dehan gund û çend bajarên valakirî yên weke Fizûlî, Cebraîl yan jî Agdamê yên ku kevne navenda bazirganî yên herêmê bûn, vî wargehê eskerî yê terkandî pêk tînin.

Bi tenê çend erdên ji mayînan paqîjkirî ketin destê cotkarên ermenî. Bi dehan hezar xanî û bi sedan apartman bi awayekî birêkûpêk hatin talan kirin, heke bi guleyên şerî nehatibûn xira kirin. Mobîlya, stûnên xanîyan, ban, kanalîzasyon, xetên elektrîkê, hertiştê ku karîbû bi kêr bê, hat dizîn, û ya ku karîbû bê şewitandin di nav agirî de tine bû. Bi tenê çend parçeyên dîwaran man.

Ermenî, ku dixwazin li ser erdên valakirî bi cih bibin, li bahaneyên fermî digerin da ku vê yekê bikin: Ew behsa dîroka…kevin dikin. Heft kîlometroyan dûrî Agdamê, ermenîyan sîteyeke girîng ya dema helenîstîk, ku bi lez navê Tîgranakertê lê kirin, dît. Sala 2005ê notirvanê sîteyê wisa tîne bîra xwe û behsa kifşa xwe dike "rovîyekî qulek kolabû, ji wê qulê dîwarek xuya dikir. +Min ev diwar nîşanî Hamlet Petrossyan, birêvebirê Înstîtuya Arkeolojîk kir. Wan erd kola û bermahîyên dêreke mezin a ermenî ya sedsala 6ê dîtin." Avahîyeke mezin a sedsala pêşî ya berîya serdema me jî hat kifş kirin. Tê gotin ku ew hebûna bajarekî di dema Tîgranê Mezin (95-66 b.z.) ango serdema zêrîn a Ermenistana antîk de avakirî nîşan dide.

Guftûgoyên li ser rêzgirtina ji yekparebûna erdên Azerbaycanê mijara pirsgirêka monastirên weke Dadî Vank vedike. Mirov di ser rêyeke xirab re ku di ser çemê Tartat (yan jî Trtu) re derbas dibe, xwe digihîne wir. Li ser çîyayê avakirî, ev monastira serdema navîn kaçkarên (kevirên neqişandî) sedsala 13ê dihewîne. Lê ew girêdayîyê navçeya Kelbacarê ye ku berîya fedayîyên ermenî sala 1993ê bajêr bi dest bixin, ji alîyê Bakûyê ve dihat bi rê ve birin.

Weke korîdora Laçîn-Berdzor a li navendê, rêya Bakur ku di navçeya Kelbacar re derbas dibe di warê eskerî de stratejîk bû. Piştre bi şuxilandina kanan li Drmbonê, nêzîkî gola çêkirî ya Sarsangê, ew di destpêka sala 2000ê de bû paytextê aborî. Tevahîya navçeya Martakert tijî zêr, sifir, û molîbden e. Şirketa Base Metals karsaza herî mezin a Qarebaxa-Jorîn e ku xwe xistibû nav karên temîrkirina vê rîyê ya ku destûr dida ku mîneralan bigihînin fabrîkayên ermenî yên li Vardenîsê yên ku kêmtirî sed kîlometroyan dûrî wir in. Avahîsazîyê bihara bihurî dest pê kir. Eşkerekirina pererazandinan di vê avahîsazîyê de li Azerbaycana ku ditirse ev statuko wê tu carî bi dawî neyê, bû sedema nerazîbûnan. Serokdewletê Azaerbaycanê Îlham Alîyev, dixwaze ji dewlemendîya petrolî sûdê werbigre daku bi pêş ve biçe: "Em ê hewldanên xwe yên dîplomatîk bidomînin, lê di heman demê de em ê derfetan hemûyan bi kar bînin da ku yekparebûna erdê xwe ji nû ve ferz bikin." (8) Lêçûnên eskerî yên Azerbaycanê ji sala 2004ê ve pênc caran ji berê zêdetir bûn û sala 2011ê gihîştin 2.5 mîlyar euroyan, tevî ku li Ermenistanê ev hejmar bi tenê 335 mîlyon euro ye. (9) Tevî ku çarçoveya lihevkirineke bi rastî sala 2007ê bi navê "prensîpên Madrîdê" hat eşkere kirin jî "Civaka navneteweyî" li ber newekhevîya hêzan ku her diçe zêdetir dibe, ketiye nav fikaran, lewra ev prensîp hê ne zelal in. Daxwaza Koma Mînskê ku çareserkirina pirsgirêkê bi rêya dîplomatîk ji xwe re kiribû armanc, xwe dispêre vegerandina tevahîya erdên dagîrkirî û bidesxistina mafê vegera gundên xwe ji bo azerîyan, di berdêla xweserîyeke herêmî ya fereh ji bo ermenîyan, tevî misogerkirina ewlekarîyê bi operasyoneke parastina aştîyê û bicîhkirina korîdoreke ku Qarebaxê bi Ermenistanê ve girêbide.

Divê çareserîyeke huqûqî cografyayê û rêze çîyayên Kafkasyaya Piçûk ku di herême re derbas dibe, li ber çavan bigire. Li Bakurê wargehê di bin kontrola ermenîyan de çîyayên gelekî bilind hene ku ji sê hezar metroyan dibihurin (çîyayê Mrav 3724 metro). Ev çîya Qarebaxa-Jorîn û herêma Şaumîyan, ku di bin kontrola Bakûyê de ye ji hev vediqetîne. Xuya ye, ev herêm ji alîyê şênîyên ermenî ve ku xwestibûn wê bi Ermenistanê ve girêbidin ji bo demeke dirêj hat terikandin. Ev çîya berî hertiştî herêma Kelbacar îzole dikin. Hikûmeta Stepanakert ermenîyan teşwîq dike da ku li vê herêmê bi cîh bibin. Nêzîkî panzdeh hezar kesan li vê herêma tampon a ku cîrana Laçîn-Berdzorê ye dimînin, lê erdên mayî yên bidestxitî vala man.

Serokkomarê Azerbaycanê Alîyev fikra statuyeke demî (ya pênc salan) ji bo navçeyên Kelbacar û Laçînê tevî prensîpa lê bicihkirina korîdorekê qebûl dike. (10) Ew îddia dike ku amade ye hinek serxwebûnê bide erdên kevne herêma xweser. Lê di mijara yekparebûna erdên welatê xwe û ya vegera kesên ji cîhê xwe bûyî de, Şûşî jî tê de, ew ji ya xwe nayê xwarê.

Ji bo birêveberîyên her du alîyan, rêya lihevkirinê zehmet xuya dike, lewra şerî destûr da wan ku desthiladarîyê bi dest bixin. Li gor François Thual "Li her du welatan, Azerbaycan û Ermenistanê, pirsgirêka Qarebaxê bû mijara dîyarker ya tevahîya siyaseta parleman û hikûmetê, mirov nikare ji vê pirsgirêkê bibihure, ew sedema tevahîya alozîyên siyasî yên navxweyî ye. » (11)

Serokkomar Levon Ter Petrossyan dema çareserkirineke gav bi gav qebûl kir, bi zirarkirina li berjewendîyên emrîkî hat gunehbar kirin. Ji dema ji desthilatdarîyê xistina wî ya sala 1998ê û vir ve tevahîya mekanîzmayên biryardanê yên desthilatdarîya siyasî û aborî di destê wan kesan de ne ku Qarebaxê ji Yerêwanê ve bi rê ve dibin. Serokwezîrê halê hazir, Serge Sarkîsyan, li wir wezîrê parastinê bû û baş dizane ku ji ermenîyan re berdêla statukoyê buha ye. Piştî têkçûna hewldana wî ya xwe nêzîkkirina Tirkîyeyê, ew êdî nikare hêvî bike ku mimkin be blokadê û zexta navneteweyî kêm bike bêyî ku bi astengîyên sîstemekê ku ew bi xwe temsîla wê dike, rû bi rû nemîne.

Civaka ermenî ku navenda lêkolînên zanistî û ya hêza pîşesazîyê bû li gor dabeşkirina sovyetî ya kar, li pey hev bi trawmayên erdhêjê (1998), yên şerî û yên jihevdeketina URSSyê re rû bi rû ma. Li alîyekî olîgark dewlemendî û gewîbûna xwe di sazîyên çapemenîyê de ku bi xwe kontrol dikin, nîşan didin, li alîyê din jî piranîya kolektîfên karsazan şirketên xwe bi temamî girtin, ji sê paran yekê erdên cotkarîyê beyar in, û welat neçar ma dewlemendîyên kanên xwe yên binerd bifiroşe şirketên rûsî ku pereyê herî baş didin. Di hilbijartinên giştî yên gulana 2012ê de, tevahîya namzedan axaftinên mirov dixwazin bibihîzin, dikirin. Lê gelek ermenî êdî dengê xwe nadin.

Bîst salên serxwebûnê yên trajedîyeke bêdeng bûn: Koçberîyeke mezin a aborî. Tê fikirîn ku ji destpêka dehsala 1980yê û vir ve, di navbera heft sed hezar û 1.3 mîlyon ermenî ji Kafkasyayê derketin. (12) Rûsya bi serê xwe her sal bi navînî sîh û pênc hezar ermenîyan li welatîyên xwe zêde dike. (13) Wisa tê fikirîn ku hejmara şênîyên daîmî bi tenê 2.8 mîlyon e. Siyaseta ku çêkirina zarokan teşwîq dike siberojeke demografîk ya gelekî reş û tarî pir kêm telafî dike.

Wextê mirov vedigere Yerêwanê da ku hinekî hêvîyê bi xwe re çêke, divê biçe parkeke li ser rêya mezin a General ku li nav bajêr e. Ji çend mehan û vir ve, ciwan li hember polêsan radibin û taybetîkirina vê wargeha gelemperîyê û îmtîyazên dayî hin bazirganan, şermezar dikin. Ew dixwazin nîşan bidin ku heman tişt ji bo tevahîya milkên hevpar ên tevahîya welêt diqewimin, lê li alîyê din jî retorîka neteweperest bala mirovî ji vê yekê dûr dike.

Armen Rakecyan, ciwanekî li nav dîyasporaya fransî hatî dinê û berîya bi hijdeh salan li Şûşîyê bicihbûyî, difikire ku divê siberoj bi afirandina civakeke sîvîl pêk were, ew heta ku karibe li gel komeleyeke herêmî ya alîkarîyê hewl dide vê civakê bi rêk bixe. Li gor wî, pêşî divê mirov dest bi bawerîya bi xwe û bi yên din anînê dest pê bike: "li taxa min, kurê malbatekê berîya bi salekê ji alîyê azerîyan ve hat kuştin. Tu nikarî ji wan û ji malîyên wan re bibêjî ku azerî cîranên baş in û ku divê aştî bi wan re were çêkirin." Yekem nîşana nermbûnê bi tenê dikare ji enîya şer ve bê: Bi qedandina ji hev dan û stendina cenaze û girtîyan, bi paşve kişandina xeta bereyên şer, bi bicîhkirina mekanîzmayeke kontrolkirina agirbestê, bi qebûlkirina ku axaftina bi şewazekî din di konferansên dîplomatîk de.

 

*Rojnamevan

(1) Binêre li malpera www.thetruthmustbetold.com

(2) Sévag Torossian, Le Haut-Karabakh arménien. Un Etat virtuel ? (Qarebaxa-Jorîn a Ermenî. Dewleteke Xeyalî?), L’Harmattan, Paris, 2005.

(3) Associated Press, 26ê sibata 2012ê.

(4) Mark Perry, "Israel’s secret staging grounde" ("Kewara sir a Ȋsraîlê"), Foreign Policy, Washington, 28ê adara 2012ê.

(5) "Les réfugiés dans le monde",("Li Cîhanê Penaber"), Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan (HCR), Cenevre, 2000.

(6) Journal officiel du Sénat, Paris, 15ê nîsana 2010ê.

(7) Biryara 853yê ya Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, 29ê tîrmeha 1993ê.

(8) Axaftina ji bo bîst salîya serxwebûnê, 17ê çirîya pêşîna 2011ê.

(9) Stockholm International Peace Research Institute (SIPRI), Stockholm.

(10) Axaftina li hember gelê azerbaycanî yê Qarebaxa-Jorîn, Bakû, 6ê tîrmeha 2010ê.

(11) François Thual, La Crise du Haut-Karabakh. Une citadelle assiégée ?(Pirsgirêka Qarebaxa-Jorîn. Bajarekî dorlêgirtî?), Puf-Iris, Paris, 2002.

(12) "Migration and human development: opportunities and challenges" ("Koçberî û Bipêşketina Mirovî: Derfet û Zehmetî"), Bernameya Neteweyên Yekbûyî ji bo bipêşketinê, New York, 2009.

(13) Li gor pirtûka statîstîkan ya Rûsyayê, çar sed û pencî hezar ermenî di navbera 1991 û 2009ê de koçberî Federasyona Rûsyayê bûne.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya