Rexne li alîkariya navneteweyî?

“Şereke din ê azadiyê”
Translator

Alîkariya navneteweyî “cotkariya bingehî xerab kir, sîstema parastina civakî hate xetimandin, bi awayeke indîrekt bû sebebê mirin û nexweşiyên ku dikaribûn neqewimîna .” Navenda Ewrûpa-Welatên Sêyemîn (Cetim) di bin dokûmanan de hatiye pelçiqandin. Alîkariya ku ji bo welatên feqîr tê dayîn pir kêm e, ew qasê derfetên ku ji bo qebûlkirina penaberan, ji bo pêşxistina fransî li derve û ji bo bûrsên ku ji bo xwendevanan tên dayîn tine. Çawa ku “hacetên ji bo dîplomasiya stratejîk a alîkariyê ” tên zelalkirin, cihên ku ev alîkarî tên şandin wisa nîn in, heman alîkarî di navbera welatên “dewlemendên niftê û di bin dagirkeriyê de ne, ên ku rewşa wan li gorî her du awayan nîn e” de, bi awayeke ecêb tê tengav kirin. Di sala 2008’an de her sê welatên ku zêdetir alîkariya navneteweyî girtin ev bûn ; İraq, Nîjerya û Afganîstan… Saziya Cetîm’ê derxistiye holê ku, ji bo tevlêbûneke baş li “Stratejiya ewlekariya şertên tovkirina alîkariyê (…) ji aliyê aktorên heman karî (…) ên bihêz” were kirin, hedefên Neteweyên Yekgirtî xwe li ser esasê rewşên semptomên (kiryara ji bo çareserkirina nexweşiyekê) tên zelalkirin, ew li gorî feqîriyê zelal nabin.

Di vê demê de, digel ku li gorî rastiyê Başûr tim Bakur fînanse dikeii, kollektîfa cenevreyî tenê “alîkariyekê girseyî ya ji bo pêşvebirinê” didomîne. Rêbazên çareseriyê yên zehmet ji Swîsre’yê nayên, ew ji Afrîka’yê tên anîn. Ew bi navê –bi awayeke heqaretwarî- “Alîkariya ne pêwîst û çareseriyên nû ji bo Afrîka’yê” hatine naskirin. Berhema aborînasê zambiyayî Dambissa Moyo bang dike ku ev alîkariya navneteweyî were sekinandin. Lê belê, di derbarê siyasetên hevkariyê de, ew pêşniyaz dike ku, ji bo deynê heman welatan, formûlên sûrprîz ji aliyê Bankeya Cîhanê ve werin dîtin. Li vê derê zêdetir dia ji sektora taybetî û ji azadiya “dostên me yên çînî” re tên kirin, amîn…

Weşanên Pambazuka diyar dike ku, miqabilê rewşa heyî, ew bibiryar in ku berhemên ji bo çareseriyên bi feyde biweşînin. Aid to Africa: Redeemer or Coloniser? çardeh (14) nêrînên rewşenbîrên ku di derbarê alîkariya navneteweyî de, bi mînakên bêhempa mêjiyên xwe hêşandine aniye ba hev. Bi analîzkirina berheman tê dîtin ku kirîza aborî di rewşa heyî de wê neyê çareserkirin, lewre ew bangê li Neteweyên Afrîka’yê dikin ku xwe ji vê “dirêjkirina dema dagirkeriyê” muhafaza bikin (dê wiha were fêmkirin: şertên bi deynan ve girêdayî hatiye diyarkirin “li gorî dilê wan e”. Tê diyarkirin ku welatên rojavayî di pêşketina rewşa aborî ya Afrîka’yê de ti berjewendiyên xwe nabînin, ew dixwazin ku sîstemekê herêmî were xurtkirin. Di nava wan rewşenbîran de Samir Amin hin pêşniyarên ku ligel Pambazuka hatine ziman digire dest û wan ji bo wergera fransizî, ku ji Yash Tandoniii hatiye nivîsandin, bikar tîne.

Bi daxwaza dawîanîna li girêdana bi alîkariyê ev rewşenbîrê ugandayî balê dikêşîne ser siyaseta girêdana “konseptî” ya hêzên ku alîkar. Bi awayeke taybetî ew konseptên pêşxistina encamên kin, bi hin aliyan ve tîne ziman. Bi rêbazeke fêrbûyînê, ew pêşniyar dike ku, li gorî encamên aborî yên di navbera neteweyan de, sîstemeke bacdayinê were çêkirin. Ev gotin dabeşandina encamên dizî yên “alîkariya îdeolojîk” dide xûyan: Ev rastî rewatiya hin dewletên ku dixwazin bala xwe bikêşînin ser pêdiviyên bi hêzên ku ji wan re alîkariyê dikin û xwe ji berpirsyariyên xwe dûr dixin dike xeteriyê.

Ji bo pêşxistinekê “xwe naskirinê” ya demokratîk, wê em rihê Bandung şah bikin. Destekkirina beşê cotkariyê û pêşxistina bazara hindirîn. Di cihê ku tim xwe li gorî alîkariya hêzên derve tenzîm bikin û pêdiviyên xwe bînin cih, divê wendabûna fonên dewletê were sekinandin… Di vî warî de gelek pêşniyarên konkret dikarin werin kirin. Gelek pêşniyaziyên din jî dikarin werin ziman û ev dikarin weke; “şereke din ê azadiyê” were dîtin. Ji ber ku Tandon di zanistiya “pêşxistineke baş a neolîberal di cewherê xwe de zehmetiyan jî diparêze” de ye, her wiha ew jibîr tîne ku; “ya yekem ku di nava wan de ye ketiye nava rihan.”
Wergera ji fransî:
Ahmet Dere

Çavkanî
  1. Julie Chatel û Florian Rochat, Bibandor, bêteref, bêalî? Nêrîna rexnedar a Bakur di derbarê hevkariya ewrûpî de, (Efficace, neutre, désintéressé? Points de vue critiques du Nord sur la coopération européenne) CETIm, Genève, 2009, 192 rûpel, 6 euros.
  2. Di sala 2007’an de, welatên di rêya pêşketinê de nozdeh (19) milyar dolar deynê xwe dan (li gorî pîvana deynê xwe), ev mîqdar ji alîkariya ku wan girtibû pirtir bû.
  3. Dambissa moyo, L’Aide fatale, Jean-Claude Lattès, Paris, 2009, 252 rûpel, 20 euros.
  4. Hakima Abbas, Yves Niyiragira, Aid to Africa: Redeemer or Coloniser?, Pambazuka Press, Cape Town, Dakar, Nairobi, oxford, 2009, 204 rûpel, 13 euros.
  5. Yash Tandon, En finir avec la dépendance à l’aide, CETIm, Genève, 2009, 220 rûpel, 8 euros.