Rêyên Sosyalîzmê li Amerîkaya Latînî

Gelo mirov dikare cîhanê biguhere?
Translator


Guherandina sîstemeke rûniştî her tim zahmettir e ji berdewamkirina wê. Di dîrokê de projeyên weha herdaîm li dora guheztinên sosyal şekil girtine, hêzên çep, li ser stratejîyên serkevtinên dayimî bela wela ne. Reform an jî şoreş? Debata sendîkalî ya 1914ê li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê îro bi rêya baye-kî "sor-pembe" li Amerîka Latinî deng vedide. Li Ewropayê, tenê bicîhkirinên fedîyok yên di warê aborîya bazarê de

tên minaqeşe kirin û di rojeva wan de tenê ev heye, ew jî ji ber ku hêzên lîbe-ral înîsîyatîfa siyasî digirin dest. Civakên utopîk û şêweyên mijûlbûnê yên îtalî zorê didin da ku bersîvan ji vê rêça girtî re peyda bikin. Ma gelo ev xebat têr dike ku perspektîfek ji hêzên çep yên ewropî re peyda bibe?

(Nivîsarên têkildar yên dosyaya mehê di rûpelên 13 heta 19ê de cih digirin)

Hilbijartin û ji nû ve hilbijartin -kronolojiya bijarte

1998:
Hugo Chávez, Venezûela (kanûn).

2000:
Chávez (tîrmeh).

2002:
Luis Inácio Lula da Silva, Brazîl (cotmeh).

2003:
Nestor Kirchner, Arjantîn (gulan).

2004:
Tabaré Vazquez, Ûrûgûay (cotmeh).

2005:
Manuel Zelaya, Honduras (mijdar).

Evo Morales, Bolîvya (kanûn).

2006:
Li Meksîkayê sextekarîyeke mezin dibe sebeb
ku Andrés Manuel López Obrador têk biçe û
reqîbê wî yê rastgir Felipe Calderón di şûna wî
de bê hilbijartin.

Lula da Silva (cotmeh).

Rafael Correa, Ekwador (mijdar).

Daniel Ortega, Nikaragûa (mijdar).

Chávez (kanûn).

2007:
Cristina Kirchner, Arjantîn (cotmeh).

2008:
Fernando Lugo, Paragûay (nîsan).

2009:
Correa (nîsan).

José "Pepe" Mujica, Ûrûgûay (mijdar).

Morales (kanûn).

2010:
Dilma Rousseff, Brazîl (cotmeh).

2011:
Cristîna Kirchner (cotmeh).

Niha jî Peru? Amerîkaya latînî ya ku ji destpêka salên 1970yê ve weke laboratuareke nûlîberalîz-mê hat bi kar anîn, di demên dawîyê de rûyê xwe guherand. Ev nêzî dehsalekê ye ku beşeke mezin a herêmê "derbasî alîyê çepê bûye", dîyardeyeke ku pir caran weke pêlekê tê wesif kirin (li kronolojîya me binihêrin). Vê pêlê aniha qeleyeke nû ya rastgiran bi dest xist. Di êvara hilbijartina serokkomarî ya perûyî ya hezîrana 2011ê de, Ollanta Humalayê çepgir û berbijêrê serkevtî weha dida zanîn: "Êdî hikûmet wê tucarî ji bo berjewendîyên elîta ku dewlemendîyên kangehî yên Perûyê ji şirketên pirneteweyî re difiroşe, nexebite. Divê ev hemû bê guhertin". Gelo guhertinek çêdibe? Di heman axaftinê de, Humala bi heman awayê tund soz dida ku ew ê di modela aborî ya perûyî de tiştekî neguherîne.

Rast e ku pêleke pêşverû li ser Amerîkaya latînî veda, lê belê ev pêl gelek caran bi rengekî "sor-pembe" tê tarîf kirin, ji ber ku meylên tê re diçin, ji hev pir cuda ne. Hewqas cuda ne ku hin hikûmetên herêmê yên bi piştgirîya sinifên gelêrî piranîyên hilbijartinî pêk anîbûn, aniha di bin metirsîyeke dualî de ne: Li alîyekî, veşiyarbûna rastê (bi rêya sindoqan, weke 2010ê li Şîlîyê, an jî bi darê zorê, weke 2009ê li Hondurasê); li alîyê din, tevgerên protestoyê yên ji ber hêvîyên şkestî yên beşeke nifûsê rê didin. Ev herdu insûr jî têkelî hev dibin û sînorên hundir û derve yên pêvajoyên siyasî yên Amerîkaya latînî dest nîşan dikin.

Sibeha 30ê îlona 2010ê, êrişek li dijî Rafael Coreayê serokkomarê Ekwadorê pêk hat. Corea di hewldanên muzakereyê ligel polîsan bû ku bînayên îdarî yên navenda Quîtoyê îşgal kiribûn da ku li hember zagoneke kêmbûna avantajên wan ên meaşî pêş didît, protesto bikin. Di encama êrişê de, ew hat revandin, berî ku operasyoneke bi çekên giran a komandoyeke hêzên taybet wî rizgar bike (1) di nexweşxaneyeke leşkerî de hat girtin. Hin çavdêrên ku bawerîya xwe bi darbeyeke muhtemel nedianîn, ev bûyer weke "tevgereke civakî" ya ji ber hêrsa beşeke hêzên polîsê destpêkirî analîz kiribû. Lê belê çalakî baş hatibû organîze kirin: Li çarhêlên welêt, yekîneyên polîs û artêşê, otorê û herweha balafirgehên navneteweyî yên Quîto û Guayaquîlê asê kiribûn, Parleman îşgal kiribûn û bi ser bînaya televîzyona neteweyî ya TV Ecuador de girtibûn. Gelo ev bi tenê rabûneke hêrsê bû, an jî darbeyeke ji ber piştgirîya kêm a artêşê têkçûyî bû?

DYA bi pereyê baca amerîkîyan çapemenîya Venezûelayê dikire

Daxwaza rasta ekvadorî û teyrebazên amerîkî ya ji desthilatdarîyê xistina Corea, kesî matmayî nahêle. Jixwe, serokkomarî hîmê balafirî yê amerîkî yê Mantayê, li ser erdê welatê xwe dabû girtin û cotmeha 2007ê weha anîbû zimên ku "hebûna hîmekî weha dê tenê mimkin bibe roja ku Dewletên Yekbûyî destûra sazkirina hîmekî ekwadorî li Mîamîyê bidin". Ji desthilatdarbûna xwe, wî wekî din îlegalbûna beşeke deynê bîyanî îspat kir û karî vî barê giran ji 3.2 mîlyar dolaran sivik bike. Dawîyê, Corea soza înşakirina "sosyalîzma sedsala 21ê" da û Ekwador kir endama Hevpeymanîya Bolîvarî ya Gelên Amerîkaya Me -peyama bazirganîya gelan (Alba-TCP), înîsîyatîveke entegrasyona herêmî ya Venezuela û Kubayê dabû dest pê kirin.

Lê ne bi tenê elît ji ber vê îdareyê aciz dibin. Ji dema hilbijartina xwe û vir ve, serokkomarê ekwadorî hêdî hêdî mesafe xist navbera xwe û rêxistinên xwecihî, sendîka û komeleyên gelêrî yên ew dabû hilbijartin û hîn bingehê hilbijêrên wî pêk tînin. Tevî şermezarkirina hewldana darbeyê ya 30ê îlona 2010ê (û destnîşankirina "hêzên emperyalîst" û tevgerên rastgir ên ku tê gotin, ew plan kiribû), Konfederasyona Neteweyên Xwecihî yên Ekwadorê (CONAIE) ya bihêz, di daxuyanîyeke êvara bûyerê weşandî de, weha digot: "Eger hikûmet hevpeymanîyên ligel rêxistinên sazbûyî û civaka sîvîl çênake an jî xurt neke, pêvajoyeke guherandinê, çiqas şermok bibe jî, tim bi tehlûkeya ketina bin destê rastê re rû bi rû ye". Wê lê zêde dikir ku siyaseta Corea ya li hember "sektorên herî reaksîyoner û berjewendîyên fînansî yên di rabûyînê de" zêde rehet e, ev hewldana ji desthilatdarî xistina wî xurt kiribû û rê li ber vekirîbû. Herçi Cléver Jimenezê endamê Pachakutik, baskê siyasî yê CONAIEyê, xwest ku "tevgera xwecihî û tevgerên civakî enîyeke neteweyî ya xwerû pêk bînin, da ku daxwaza ji deshilatê ketina serokkomarê Corea bikin". Tevî ku bi vê gotinê, wekî piştgirên hewldana darbeyê xuya dibûn.

Li Venezuelayê, muxalefetê di hilbijart-inên parlemanî yên 2010ê de nêzî % 50 dengan bi dest xist û bi heybet derket holê. (2) Tevî ku partîya Hugo Chavezê serokkomar, Partîya Sosyalîst a Yekbûyî ya Venezuelayê (PSUV) karî cihê xwe biparêze, wê piranîya ji sisiyan didû ya Meclîsa Neteweyî winda kir. Serkeftineke weha ya rastgiran, bêguman girêdayî kampanyaya xirakirinê ye, ku Amerîka li seranserê welêt dide meşandin: Rojnamevan Jeremy Bigwood demeke berê weha dîyar kir ku di navbera 2007 û 2009ê de, wezareta karê derve ya amerîkî nemaze li Venezuelayê çend mîlyon dolar dan rojnamevanên latîn-amerîkî. (3) Lê belê, encama dengdana 2010ê herweha dev ji dozê berdana beşeke parêzvanên "şoreşa bolîvarî" nîşan dide. Sedemên vê yekê pir in: Zehmetîyên aborî yên bi taybetî ji ber kêmbûna qezenca neftê, neewlehî, (4) bertîlgirîya endemîk, berjewendîperestîya elîtên "şoreşger", hêdîbûna pêvajoya guherandina civakê, hwd. Di vê paşxanê de, daxuyanîya fermî ya kansera serokkomar Chavez a 30ê hezîrana 2011ê weşiya, rohnî li ser kêmanîyeke din a pêvajoya venezuelî daye: Kombûyîna desthilatê li dor îmaja serokdewlet û gumanbarîya çepê li ser warisên muhtemel ên rayedarê niha.

Ticareta herêmê dikeve destê supermarketan

Li Bolîvyayê, serokkomar Evo Morales ji destpêka sala 2010ê ve bi pêleke bênavber a grev û tevgerên protestoyê re rû bi rû dimîne; yên ku di bin serokatîya sendîka, civatên xwecihî û rêxistinên gelêrî yên cihêreng de tên meşandin. Tevgerên herî nû derketî ji bo şermezarkirina înşaata riyeke li nav parkeke neteweyî ya parastî û di erdê xwecihîyan de diçe di îlona 2011ê li dar ketin û piştî mudaxaleyeke sert a hêzên ewlehîyê, çend endamên hikûmetê îstîfa kir. Daxwazên xelk bi giranî li dor meaş, tedbîrên kember şidandinê û guhnedana hikûmetê ya ji bo hilbijartîyên herêmî û gel, bi taybetî derheqê xebitandina serkanîyên xwezayî, dicivin. "Di van salên dawîn de, çi hatiye guhertin?", rewşenbîrê navdar û nûlîberal ê bolîvî Roberto Lasena berî niha bi demeke kurt, bi tinazî dipirsî. "Eger em çavdêrîya pêvajoyê di perspektîveke demkurt a li gor axaftin û sembolan de bikin, pir hatiye guhertin. Lê belê, di perspektîveke demdirêj a li gor nihêrîneke tevnî an meylên aborî û civakî de, pir hindik hat guhertin". (5) Gelo ev bi tenê provokasyon bû?

Mînak jixwe pir in. Hikûmetên pêşverû yên herêmê, yek bi yek digihîjin sînorên terciha xwe ya vebelavkirina di çarçoveya kapîtalîzmê de (ku jixwe, ji destpêka krîza fînansî ya 2008ê ve hîn dijwartir bûye).

Lê belê, ji ber ku em wan bi "îxaneteke" muhtemel mehkûm bikin, divê em bikaribin welatên weha bibînin ku, aniha, ji wan bêhtir ji kapîtalîzmê rizgar dibin: Gelo welatên bi vî rengî hene? Ji bo ku ji aborîya bazarê derkevin - bi riya netewekirina tevaya aborîyê ku hin kes daxwaz dikin-, divê ew karibin ji van teknolojîyan sûdê werbigrin ku makeşirketên bîyanî ji bo şubeyên xwe yên li Amerîkaya latînî vediqetînin, herweke ji kadroyên dikarin şûna serokşirketên jikaravêtî bigrin (6): Eva hanê ji tevger an partîyên desthiladar ên niha re kêm in û ew bi zehmetî kadroyên nû perwerde dikin.

Wekî din, dîroka latîn-amerîkî xeterên li ser projeyên ji bo Waşîngtonê zêde "radîkal" baş tarîf dike. Çend hefte piştî hilbijartina Salvador Allende li Şîlîyê, şêwirmendê ewlehîya neteweyî, Henry Kissinger, weha digot: "Bi tenê ji ber bêberpirsyarîya gelê xwe, sedem tune ku em bihêlin welatek bibe marksîst". (7)

Encam çi ye? Tevî ku 2010ê, gelek welatên Amerîkaya latînî dusedsalîya serxwebûna xwe pîroz kir, ew hê jî bi kûrahî di pergala aborî ya dinyayî de cih digrin: Ji xwe, vê pergalê rê da pêşketina wan a aborî û siyasî, ji dagîrkirina 1492ê heta serdema globalîzma lîberal. Produksyona pîşesazî, cotyarî-xwarinî, bankavanî, turîzm, ticareta perakende: Di destpêka sedsala 21ê de, serkanîyên qezencê bi firotina kanan sînor nabin û girêdanên ligel "navenda" pergala dinyayî zêde bûn. Wek mînak, îroj % 70 ticareta herêmê di destê zincîrên supermarketên navneteweyî de ye, ji % 10 heta % 20 di salên 1990ê de. (8)

Belkî ji herêmên din bêhtir, vê pêşketinê mohra xwe li Amerîkaya latînî xist. Di navbera 1980 û 2004ê, hejmara kesên ku di bin rêjeya xizanîyê de dijîn du qat bilind bû, ji 120 mîlyon bo 210 mîlyonan. Di vê parzemîna herî neheq a dinyayê de, qedera sinifên zengîn hewqas biêş nebû. Ev guhertin herweha bûn sedema rabûna tevgerên protestoyê yên mezin, herweke hatina hikûmetên soza dawîya siyasetên duzkirina tevnî dida ser desthilatê.

Di 15 salan de hejmara feqîran daket

Rewş diguhere. Di navbera 1988 û 2003ê, 90 mîlyar dolarên malên giştî ji hêla dewletên Amerîkaya latînî ve hatin xerc kirin, (9) lê belê "pêla pembe-sor" taybetkirin dan rawestandin. Serfên giştî zêde dibin -mîqdara wan a li serê niştecih di navbera 1999 û 2008ê li Venezûelayê sê qat bilind bû- û programên civakî yên mezin dest pê dikin, an jî bi pareyekî zêde dewam dikin: "Plana acilîya civakî" li Ûrûgûayê, "Borsa malbatan" li Brazîlê, (10) "Alîkarîya gerdûnî ya ji bo zarokan" li Arjantînê, (11) hwd. Li herderê, mafên xebatkaran bêhtir parastî ne, meaşê asgarî, herweke budceyên lojman û perwerdeyê zêde dibe: Nexwendewarî weha li tevahîya herêmê kêm dibe. Dema ku digel xwepêşandanên girseyî, Fransayê taloqbûneke temenê malnişînê li ser gel ferz kir, Bolîvyayê ev temen ji 65ê daxist 58ê. Mînakeke din: Li Brazîlê, beşa meaşan a di nirxa lêzêdekirî de, di navbera 1999 û 2009ê de % 3,6 zêde bû û gihîşt % 43,6. (12) Di heman demê de, ew li piranîya welatên din ên cîhanê kêm bû. Ev pêşketin nayên înkar kirin. (li çarçoveya "Kêmtir feqîr" binihêrin)

Siyasetên bi vî rengî, bêguman hezkirina berdewam a ji bo hikûmetên çepa latînî-amerîkî şirove dikin. Lê belê, berî ku ji ber krîz û şîyarbûna rastan lawaz bibin, gelo ev siyaset ji daxwazên sinifên gelêrî re bûbûn bersiv?

Rast e ku hikûmetên pêşverû, berê beşeke qezencên ji ihracatên maddeyên pêşî bi xelkê herî belengaz daye. "Guherîneke tevnî nîne, lê belê readapatasyona şikleke kevn a komkirinê, hatinên aborî ye ku dewlet tê de beşeke mezintir ji qezencên derêxistina kangehî û petrolî distîne. Ev yek kêm zêde li ser aktîvîteyên şirketên pirneteweyî serdest e û beşeke firehtir a qezencên ihracatan bi riya programên civakî tê vebelav kirin", (13) aborînasê bolîvî Alberto Acosta yê kevnewezîrê kangeh û hawirdorê derdibire. "Gelo ji bo înşakirina rê, dîspanser û mektebên ji me re kêm in û ji bo bersivê bidin daxwazên civaka me, çareyeke din heye?", Alvaro García Linera yê cîgirê serokkomarê welêt bersivê dide. (14)

Dîsa jî, tevî hin axaftinan, guherandinên mezin ên pergala neheq a vebelavkirina zengînîyan, ji ber piçûkbûna reformên bacdarî, vê qasê hindik dibin. Li Amerîkaya latînî, barê bacdarî yê naverast pir sivik dimîne: Bi navencî % 22,9 ê HHBê, li hember % 36,2 ji bo welatên Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborîyê (OECD). Li Brazîlê, di navbera 2006 û 2007ê, "hejmara ferdên xwedîyên bêhtirî 1 mîlyon dolarên hîsseyên fînansî % 19,1 bilind bû", aborînas Piere Salama dide zanîn. (15) Dîroknas Pery Anderson weha texmîn dike: "Hikûmeta [Luis Inacio Lula da Silva (2003-2010)] ji bo zengînan qet ne metirsî ye û berevajî vê yekê, wê pir xizmet da wan." Li gor wî, "kapîtalîzm herî pir di bin desthilata Lula de bi pêş ket. Derdorên fînansî û pîşesazî yên brazîlî di nav piştgirên hikûmeta Lula de cih digrin. Borsa brazîlî derbasî hemû bazarên din ên dinyayê bûye. Subvansyonên di çarçoveya programa ''Bolsa Familia'' de dayî, bi tenê % 0,5 HHBê [Hatina Hindûrîn a Brût] ne û xizmeta deynê giştî % 6, % 7 zêde bû û asta bacan jî neguherî, heta kêmtir bû". (16)

Axayên herêmî û mutehitên şoreşê pir dibin

Wek welatên din ên çepgir, Brazîl guherandineke tevnî ya dikare sedemên xizanî û neheqîyan ji holê rake neda meşandin: Başkirina şert û mercên jîyanê pir lawaz e, lewre ku ew pişta xwe dide programên hikûmetî yên dikarin bên rawestandin û heta betalkirin jî, bi pey guherîneke hikûmetî yan jî planeke kemerşidandinê ya vekişandineke aborî "ferz" kiribe... Ji xwe, peyva "ferdîkirinê" ya îdareya Lula qedexe kiribû, di axaftinên warisa wî Dilma Rousseff de dîsa derbas dibe.

Li Venezûelayê, reform di çarçoveya projeyeke mezin a guherandina dewletê, têgiha mulkiyeta ferdî û xurtkirina beşdarîya gelêrî li nav pergala demokratîk de, bi awayekî kûrtir çêbûn. Ji 2005ê ve, Chavez berê welatê xwe da riya "sosyalîzma sedsala 21ê", bi gotinên wî û wî herweha hewl da ku blokeke dijlîberal pêk bîne, bi piştgirîya Kubayê û bi doktrîna xwe ve kişandina hin welatên cîran weke Bolîvyaya Morales û Ekwadora Corea. Di hersê welatan de, meclîsên destûrî yên bi referandûmê destnîşankirî civiyan, da ku destûra bingehîn li gor berjewendîyên şînên xizan biguherînin, siyasetên nûlîberal ên herî nîşandêr berevajî bikin, sektora enerjî û serkanîyên xwezayî ji nû ve neteweyî bikin da ku pare di programên civakî de bê razandin.

Tevî ku, 2010ê, sektora ferdî hîn berpirsîyarê % 70 produksyona dewlemendîya neteweyî bû, îdareya Chavez ji wergirtina desthilatê ve hejmareke mezin a şirketên sektorên enerjî, telekomunîkasyon, derêxistina kangehî, xwarin, înşaat an bankavanîyê kirin netewî. Wî herweha teşwîqî sazkirina bi hezaran şirketên piçûk ên di kooperatîvan de kombûyî kir û çend mîlyon hektarên erd li cotyaran ji nû ve belav kir (gaveke ku Bolîvya û Ekwadorê hîn neavêtiye).

Ev hikûmetên ku ji hêla çavdêrên nerm û lîberal ve wekî "radîkal" tên bi nav kirin, di pey hilbijartinan re, desthilat xistin destên xwe û ketin serê dewletên bertilxwarî, mişterîperest, burokratîk û olîgarşîk. Ev çend hilbijartinên dawîyê tiştekî xuya dikin: Belkî metirsîya herî mezin a li ser van welatan ne ji rastgiran, lê ji "hundirê" bloka desthilatdar tê. Tehsîsat, nepotîzm, axatîyên herêmî: Ligel kêmbûna kadroyên jêhatî, "mute-hîdên şoreşê" carina bi ser dikevin. Ew jixwe pir naxwazin rewşê biguherînin, ji ber ku bûne sinifa nû ya biîmtiyaz. Herweha, ligel pêşketina asta jîyana xwe ya şexsî, beşeke nifûsê acilîya guherîna civakî kêmtir dibîne...

Ligel dirûşmên "Ne kapîtal û ne burokrat -Zêdetir sosyalîzm û zêdetir şoreş", bi hezaran sendîkavan, endamên partîyên çep û nûnerên komeleyî, dawîya 2010ê û destpêka 2011ê, ji bo ku xurtkirina qanûna xebatê, berdewamîya pêvajoya netewekirina pîşesazîyên stratejîk, xurtkirina hêza karkeran di çarçoveya yekîtîyên sendîkayî de li kolanên bajarên mezin ên Venezûelayê meşiyan, nemaze li cihên berî demeke kurt, netewekirî, bixwazin. Lê belê, kapîtalîzma transneteweyî bi rihetî nayê hejandin... Hin kes vê yekê dinasin û ji bo niha, jê razî bûyî xuya dikin. Gelo bi rastî wisa ye?

Xeta di navbera hevkarî û xwefirotinê de zirav e

Bi hêvîya telafîkirina xirabeyên ji ber krîza 2008ê çêbûyî û derxistina qezencan bi vekişandina kapîtalên navneteweyî, serokkomarê ekwadorî 2009ê qanûneke li ser derêxistinên kangehî îmze kir û destûr da şirketên pirneteweyî ku kangehan bixebitînin, bêyî ku berê bi civatên eleqedar re bişêwirin: Ev ihlaleke peymanên Rêxistina Navneteweyî ya Xebatê (ILO) ye. Qanûneke nû herweha mafeke bijartî ya li ser avê ji bo pîşesazîyên kangehî, petrolî û cotyarî-xwarinî veqetand: Tê gotin ku ew amadekarîya şexsîkirina şebekeyên belavbûyînê dike. Civatên xwecihî yên ev meyl protesto dikir, carina bi mudaxeleya polîs û artêşê re rû bi rû man. Parastina hawirdorê, bingehên wê yên xwecihî û başbûna şertên jîyanê yên tevahîya nifûsê ne pir rihet e. Projeya ekwadorî Yasuni ITT vê yekê baş tarîf dike. Diviya vê projeyê ji alikarîya "civata navneteweyî" sûd werbigirta da ku serkanîyên xwezayî yên li navenda erdekî ji bo bîyo-cihêrengî pir hesas neyên xebitandin. Lê belê, pareyê sozdayî nayê. Gelo Quîto dikare bi serê xwe "dayika dinyayî" biparêze? Hin tevgerên civakî, nemaze xwecihî, vê yekê dixwazin.

Nivîskar Benjamin Dangl dînamîka welatên "pêla pembe-sor" dişibîne "Di navbera tevgerên civakî û dewletê de gaveke dualî" (17) a ku ligel mezinbûna krîza dinyayî xurt dibe. Ji bo nûnêrên rêxistinên civaka sîvîl ên li cem desthilata giştî cih digrin bi perspektîva "guherandina" dinyayê, xeta di navbera hevkarî û xwefirotinê de zirav e. Eger ew peywira xwe ya temsîliyeta berjewendîyên bingehîn ji bîr bikin, ev bingeh bi awayekî mekanîk dev ji dozê berdide û îmkana rêxistinê ya tesîrdayîna biryarên siyasî yên neteweyî jî kêm dibe.

Ligel hemû nakokîyan, endeksek îşaret bi guherîna Amerîkaya latînî dide: Dewletên Yekbûyî û rastên latînî-amerîkî dijêrişa xwe berdewam dikin da ku meylên ne li gor dilê xwe berevajî bikin. Hikûmetên pêşverû yên Amerîkaya latînî weha di bin xetera elîtên herêmê de ne: Wek mînak, li Hondurasê, artêşê 2009ê, bi piştgirîya bêdeng a Waşîngtonê, darbeyek li hikûmeta pêşverû ya Manuel Zelaya xist. Dewletên Yekbûyî herweha heyînîya xwe ya leşkerî li ser tevahîya parzemînê belav kir û hîmên nû jî dan saz kirin.

Çavkanî

William I. Robinson:
Profesorê civaknasî û ilmên navneteweyî li Zanîngeha Kalîforniyayê. (Santa Barbara) Nivîskarê America and
Global Capitalism: A critical Globalization Perspective [Amerîka û Kapîta-lîzma Global: Perspektîveke rexnegirî ya di globalîzmê de], Johns Hopkins University Press, Baltimore, 2010

  1. Maurice Lemoine, "Etat d'exception en Equateur" [Rewşa awarte li Ekwadorê], La valise diplomatique, 1 cotmeh 2010
  2. Renaud Lambert, "Législatives au Venezuela, une défaite à l’envers" [Hilbijartinên parlemanî li Venezuelayê, têkçûneke serûbinî], La valise diplomatique, 1 cotmeh 2010
  3. Jeremy Bigwood, "Buying Venezuela’s press with U.S. tax dollars" [Kirîna çapemenîya Venezuelayê ligel dolarên bacên amerîkî], Report on the Americas, New York, îlon/cotmeh 2010
  4. Maurice Lemoine, "Caracas brûle-t-elle?" [Gelo Caracas dişewite?], Le Monde diplomatique, tebax 2010
  5. Roberto Laserna, "El Cambio que no cambia" [Guherîna naguherîne], Pulso, 8 tebax 2010
  6. Álvaro García Linera, "Bolivie, "les quatre contradictions de notre révolution"" [Bolîvya, ''çar nakokîyên şoreşa me''], Le Monde diplomatique, îlon 2011
  7. Vegotî di Grace Livingstone, America’s backyard: The United States and Latin America from the Monroe doctrine to the war on teror [Hewşa Amerîkayê: Dewletên Yekbûyî û Amerîkaya latîn ji doktrîna Monroe heta şerê li dij terorê], Zed Books, New York, 2009
  8. Thomas Reardon û Julio A. Berdegué, "The Rapid Rise of Supermarkets in Latin America; Challenges and Opportu- nities for Development" [Rabûna bilez a supermarketan li Amerîkaya latîn; doz û fersendên pêşketinê], Development policy review, hjm 20 cild 4, Blackwell publishers, Malden, 2002
  9. Carlos Aguiar de Medeiros, "Asset-stripping the state" [Ji hîsseyê kirina dewletê], new Left review, Londra, çile-sibat 2009
  10. Geisa Maria Rocha, "Bourse et favelas plébiscitent "Lula"" [Borsa û favela piştgirî didin ''Lula''"], Le Monde diplomatique, îlon 2010
  11. Cécile Raimbeau, "En Argentine, les "piqueteros" s’impatientent" [Li Arjantînê, ''piqueteros'' sebra xwe winda dikin], Le Monde diplomatique, cotmeh 2011
  12. Daxuyanîya hjm 47 a Enstîtuya Lêkolîna Aborî ya Cihanî (IPEA), gulan 2010
  13. Carmelo Ruiz Marero, "The New latin American "Progressismo" and the Extractivism of the 21st Century" [''Progressismo'' ya latîn-amerîkî ya nû û ekstraktîvîzma sedsala 21ê], Americas program, 17 sibat 2011
  14. García Linera, op. cit.
  15. "Lula a-t-il vraiment fait reculer la pauvreté?" [Gelo Lula bi rastî xizanî kêm kir?], Alternatives internationales, hejmara taybet 7, Parîs, kanûn 2009
  16. Pery Anderson, "Lula’s Brazil" [Brazîla Lula], London review of Books, 33(7), 31 adar 2011
  17. Benjamin Dangl, Dancing with Dynamite: Social Movements and States in Latin America [Reqsa ligel dînamîtê: Tevgerên civakî û dewlet li Amerîkaya latîn], AK Press, Baltimore, 2010

Wergera ji fransî: Simko Destan