Rista agahdarbûna ji rastîyên dîrokî yên Dêrsimê li ser çareserkirina pirsgirêkên îro

Translator

Da ku mirov Komkujîya Dêrsimê fêm bike, ku di salên 1937-38ê de pêk hatibû, divê mirov li bûyerên sala 1925ê binihêre. Bêyî ku ew serdem were fêm kirin, Dêrsim nikare were fêm kirin. Operasyona Dêrsimê, wekî parçeyeke pirsgirêka kurdî, bûyerek e ku ji wê demê de hatibû plan kirin.

Wekî tê zanîn sozên ku di dawîya Têkoşîna Neteweyî [Milli Mücadele] de hatibûn dayîn, piştî avabûna Komarê nehatin bicihanîn, û lewra jî di sala 1925ê de serhildana Şêx Seîd dest pê kir.

Gelo ev soz çi bûn, kengî û ji alîyê kê ve çawa hatibûn dayîn? Pêşîyê em li van binihêrin û paşê jî li Şêx Seîd û li wan bûyerên ku piştî wî pêk hatibûn û li damezirênerên wan siyasetan binihêrin, yên ku di dawîya sedsala 20ê de li ser pirsgirêka kurdî, îdeolojîya fermî dîyar kiribûn.

Wekî ku tê zanîn, di 19ê gulana 1919ê de Mustafa Kemal bi haydarîya Îngîlîzan, bi peywirdarkirina padîşah çû Samsûnê. M. Kemalê ku di wê demê de nexweşîya gurçikan pê re hebû, ji wê derê pêşî derbasî Havzayê û paşê jî derbasî Amasyayê dibe û li wê derê bîna xwe vedide. Ji wir jî diçe Rojhilatê. Ji bo M. Kemal her ku diçe pêvajoyeke nû dest pê dike û ew ji hukûmeta Stenbolê dûr dikeve.

M. Kemal di navbera 23ê tîrmeh û 7ê tebaxa 1919ê de Kongreya Erziromê li dar dixe. Di vê kongreyê de, ji ber ku M. Kemal ne nûner (delege) bû, nûnerekî kurd ê Bazîdî tê vekişandin da ku M. Kemal bikaribe di şûna wî de bibe nûner. Her çend nûnerên Îttîhadî û Laz li dij derdikevin jî bi piştgirîya nûnerên kurd M. Kemal wekî serokê kongreyê tê hilbijartin. Hilbijartina wî wekî serokê vê kongreyê ji bo M. Kemal fetiloka pêşîn a riya serokatîya Têkoşîna Neteweyî ye.

Di navbera 4-12 îlonê 1919ê de Kongreya Sêwazê bi rê ve diçe: Mebesta vê kongreyê ew e ku du komeleyên Anatolya û Rûmelîyê (ku berê ji alîyê Komeleya Îttîhad Teraqqîyê ve hatibûn bi rê xistin) di bin navê Komeleya Berevanîya Huqûqê ya Anatolya û Rûmelîyê [Anadolu ve Rumeli Müdafa-i Hukuk Cemîyeti] de werin yekkirin û hilbijartina desteya nûneran e. Ev yek pêk tên. M. Kemal paşê diçe Amasyayê da ku digel delegasyona Osmanî, ku ji Stenbolê tê, hevdîtinê pêk bîne.

Di 18/10/1919ê de diçin Amasyayê û dawîyê ew pêvajoya ku tê zanîn bi rê ve diçe û Têkoşîna Neteweyî bi alîkarîya kurdan bi ser dikeve.
M. Kemal, ku serokekî gelek pragmatîst (berjewendîperest) bû, ji ber peywirên xwe yên berê yên li Rojhilatê, kurd nemaze jî axa û mîrên wan gelek baş nas dikirin. Wî bi gotinên "Ol ji destê me diçe, Xelîfe efendî di tengasîyê de ye, heger em tênekoşin dê him ol ji dest here û him jî Ermenî dê paş de werin" hewlê dide ku kurdan tev li têkoşînê bike û di vî warî de bi ser jî dikeve.

Ji vê demê heta 29/10/1923an M. Kemalekî weha li ser dika dîrokê ye ku mafê kurdan nas dike, soza xweserîyê dide wan, digel navê tirkan navê kurdan jî bi lêv dike, peyvên Kurd û Kurdistanê jî gelek caran bi kar tîne.

Pêşveçûn û sozên vê serdemê yên sebaret bi kurdan weha ne:

1) Di 20-22/10/1919ê de Protokolên Amasyayê tên îmzekirin: Di madeyên têkildar ên van protokolan de, ku di navbera heyeta Osmanî ya ji Stenbolê û heyeta li jêr serokatîya M. Kemal a ji Enqereyê, hatibûn îmzekirin, meseleya xweserîya kurdan tê naskirin. Ev protokol di demên dahatû de tên sansur kirin.

2) Destûra 1921ê bi awayekî gelek demokratîk xweserîya birêvebirîyên herêmî nas dike da ku xwe wekî şûrayan bên bi rê ve birin.

3) Di 22/07/1922ê de M. Kemal di nameya xwe de, ku ji fermandarê El Cezîreyê re nivîsîye, dibêje ku ‘lîva û her weha kurd dikarin xwe bi awayekî xweser bi rê ve bibin.

4) Di 16-17/12/1923ê de M. Kemal axaftina xwe ya navdar a Îzmîtê dike. Li vê derê li ser pirsa Ahmet Emin Yalaman ku dipirse "Paşayê min, pirsgirêka kurdî dê çawa were çareserkirin" M. Kemal dîyar dike ku pirsgirêk dê bi cureyekî xweserîyê were çareser kirin.

5) Ev pêşveçûn û gotin hemû dikarin ji wan axaftin û mulahezeyan werin dîtin, ku ji Kursîya Yekemîn a Meclîsê hatine kirin.

Dawîya dawî di 24/07/1923ê de Peymana Lozanê tê mohr kirin. Îsmet Înönü li Lozanê îddîa dike ku ew ne tenê nûnerê tirkan her weha yê kurdan e jî û wekî ispata vê yekê telgrafên eşraf, axa û şêxên kurd yên ku ji Lozanê re hatibûn şandin, nîşan dide.

Sê bûyer, ku paşê rû dan, nîşan didin ku sozên ku ji kurdan re hatine dayîn nayên/dê neyên bi cih anîn. Nemaze ev sê bûyer, ku li dû hev pêk tên, li cem kurdan wê hestê peyda dike ku ew hatine xapandin û ev yek jî dibe sedema serhildanên kurdan. Ev bûyer;

a) Ragihandina Komarê, 23/10/1923: Kurd di damezirandina Komarê de tu tiştî ji bo xwe nabînin.

b) Rakirina Xîlafetê, 03/03/1924: Her çend xîlafet di navbera tirkan û kurdan de (Sunnî) yekta pevgirêdan e, ev têkilî jî ji holê radibe.

c) Madeya 88an a Destûra 1924ê: Di destpêka Destûra 1924ê de, ku li ber Peymana Lozanê hatibû amadekirin, ne ku tu mafên kurdan cih nagirin lê her weha kurd wekî tirk tên hesibandin û hebûna wan tê înkar û redkirin. (Madeya 88an a Destûra 1924ê: "Hemû ehlên Tirkîyeyê, di warê hevwelatîyê de bêyî ku cudahîya ol û nîjadê hebe wekî tirk tên itlakkirin")

Wekî encama van bûyeran di 13ê gulana 1925ê de Serhildana Şêx Seîd dest pê kir. Serhildan wekî hincet hat nîşandan û sê biryar hatin birêvebirin ku bandor li ser paşeroja kurdan kir.

1) Qanûna Taqrîrî Sukûn hat derxistin.

2) Li Rojhilat (Dîyarbekir) û Rojavayê Dadgehên Azadîyê [Mahkemeyên Îstîqlalê] yên Şerq/Xerb hatin damezirandin.

3) Plana Islahatê ya Şerqê hat çêkirin.

Digel vê sêpêyê di heman demê de tevgereke xwîndar a tepisandinê jî pêk hat, gelek kes hatin darvekirin, mişextkirin û rû bi rûyî îskanên mecbûrî man.

Bi Qanûna Taqrîrî Sukûn: Herkes hat huşkirin û çewisandin, ji bo çapemenîyê nivîsandina li ser bûyeran hat qedexe kirin, an jî di esasê de wekî daxwaza rayedaran nivîsandin. Bi Mahkemeyên Îstîqlalê yên Şerqê di encama darizandineke mostere (rîyalî) ya li Dîyarbekirê de li Şêx Seîd û 46 şeş hevalên wî cezayê îdamê hat birîn û di 29ê hezîrana 1925ê de hukum bêyî ku here îstînafê hate înfazkirin.

Bi Plana Islahatê ya Şerqê: Rayedaran dixwest ku sê armancan bi cih bînin. Ev armanc paşê bûn armancên Komarê ku dixwest ji împaratorîya pir-zimanî, pir-çandî, pir-olî û pir-etnîsiteyî, netewe-dewleteke monîst û homojen ava bike: Ew armancên ku rayedaran dixwest ku di çarçoveya projeyeke endezyarîya civakî de pêk bînin, ev bûn.

1) Tirkkirina kurdan

2) Sunnîkirina elewîyan

3) Terbîyekirina sunnîyan
bi darê sekularîzmê.

Rejîmê da ku van sê armancan pêk bîne digel hemû retorîkên nîjadperest navgînên îdeolojîk jî (Teorîya Zimanî ya Rojê, Teza Dîrokê ya Tirk û hwd.) bi kar anîn; di wan rewşan de ku ev navgîn têrê nekirin, navgînên leşkerî (artêş û operasyonên leşkerî) hatin bi kar anîn.

Di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê yên 1930î de sê bûyerên ku li dû hev pêk hatin di warê nîşandana liv û bizavên erkanê mulkî û leşkerî yên ji bo pêkanîna van mebestan balkêş in.
- Bi Qanûna hejmar 1850 ya 20ê hezîrana 1930î sûcdarên li herêma Rojhilatê ji hemû cezayan muaf hatin hiştin. Bi vê qanûnê mirov digot qey "ji artêşê re agir serbest, kuştin mubah e" dihat gotin û serbestîya kuştin û sûckirinê dihat anîn.

- Di 6ê tîrmeha 1930î de Rojnameya Cumhurîyetê qetilkirina 15 hezar kesan wekî mizgînîyekê radigihand "Gelîyê Zîlan tije term e".

- Di 31ê tebaxa 1930î de Wezîrê Dadê Mahmut Esat Bozkurt li Ödemîşê weha diqêrîya: "Li vî welatî efendîyên yekta Tirk in, mafê kurdan bi tenê xulambûn e, divê hemû cîhan bi vê yekê weha zanibe."

Dema ev tişt pêk dihatin, Atatürk di sala 1935ê de İsmet İnönü şand Rojhilatê da ku encamên Plana Islahatê ya 1925ê di cih de bibîne. Piştî ku İnönü li tevahîya herêmê gerîya rapora xwe ya navdar "Rapora Şerqê" di meha tebaxê ya 1935ê de pêşkeşî Atatürk kir. Ev rapor di heman demê de raporeke giring bû ku çarenûsa Dêrsimê jî dîyar dikir. Raporê bi gelemperî bi du rêyan xerabkirina avabûna demografîk a kurdan ji xwe re dikir armanc. Him bi koçkirinên ji derveyî herêmê û him jî bi koçkirina kurdan ber bi Rojavayê dê demografîya herêmê bihata xerab kirin. Her weha azîne û rêbazên bicihanîna sîyaseta tirkkirinê dihat tarîf kirin, ku wê jî xwe dispart asîmîlasyonê. Di beşê encamê ya raporê de jî dihat nivîsandin ka meseleya Dêrsimê dê çawa bihataya çareser kirin.

Hin pêşnîyarên gelemperî yên vê raporê yên li ser herêmê weha bûn: Da ku bandora kurdan were kêm kirin, divê ji herêma Deryaya Reş muhacir bînin herêmê... Bajarên tirkan û kurdan divê bi awayên cuda xizmetê werbigirin... Divê pêşî li kurdan were girtin ku li gundên valakirî yên ermenîyan bi cih nebin...Kurd divê werin bişaftin... û hwd.

Meseleya Dêrsimê ku di dawîya raporê de wekî beşekî serbixwe cih digirt, çareserîya bi darê zorê weha pêşnîyar dikir (tiştên ku paşê hatin kirin nîşan dide ku rapora İnönü ji bo operasyona Dêrsimê bûye bingeh): Em ê di çarçoveya bernameyekê de dest bi islahkirina Dêrsimê bikin. Ev yek dê weha bibe:

1) Amadeyî,

2) Bêçekkirin,

3) Îskan.

Fermandarê muwazzaf ê Kolorduyê dê bibe Walîyê bajêr... Zabitên muwazzaf dê bibin qeymaqamên navçeyan... Înfazên heta îdamê dê li wîlayetê pêk werin... Di sala 1936ê de dê (rê û) qereqol werin avakirin... Di sala 1937ê de hêzên çekdar dê bibin fermandarên wîlayetan... Dêrsim dê bi lezgînî were bêçekkirin...
Paşê, ji bilî rapora Celal Bayarê wekîlê aborîyê, du raporên din jî dê bihatana pêşkeş kirin. Yek ji wan, rapora mufettîşê mulkîyeyê Hamdî Beg e. Ev rapor di esasa xwe de weha dibêje: "Dêrsim serê kûnêrê ye, divê bi giştî were paqij kirin." A din jî rapora Sererkanîya Giştî ye (Genel Kurmay). Di vê raporê de weha dihat gotin: "Dêrsim nikare bi firikandinê were bi dest xistin. Têkoşîna hêza çekan dikare bêhtir bandorê li ser Dêrsimê bike. Divê kurdîtî di nav ehlê tirk de were helandin, paşê bigihîje huqûqa bingehîn a tirk."

Di encama van raporan de;

Di meha 12 a 1935ê de Qanûna Tunceliyê hat derxistin, navê Dêrsimê wekî "Tunç-eli" [Devera Tûncê] hat guhertin.

Di çileya 1936ê de 4emîn Walîtîya Giştî hat damezirandin ku navenda wê Elazîz bû û Tunceli jî bi ser vê walîtîyê ve bû. (Bajarên din ên bi ser vê walîtîya giştî: Bingol, Erzincan, Sêwaz, Meletî, Erzirom û Gümüşhane)

Zavayê Sakallı Nurettin Paşa, Korgeneral Abdullah Alpdoğan wekî walîyê herêmê hat tayîn kirin, ku ji ber tevkujîyên ku encam dabûn navê fatîhê Koçgirîyê lê hatibû danîn. Dû re Tuncelî wekî herêma qedexe hat ragihandin.

Di 18ê hezîrana 1937ê de Desteya Wezîran, Duyemîn Plana Islahatê ya Dêrsimê amade kir.

Di 20ê îlona 1937ê de İnönü ji kar hat girtin û di şûna wî de Celal Bayar wekî serokwezîr hat tayîn kirin. Ji bo budçeyê 1 mîlyon lîra hat terxan kirin. Ji bo "islahkirina" Dêrsimê artêşek hat wezîfedar kirin ku ji 50 hezar leşkeran û ji fîloyeke 40 firokeyên şerî pêk dihat.

Fîloya firokeyên şerî ku ji baregeha Dîyarbekirê rabûn, dest bi bombebarana Dêrsimê kir, ku di nav wan de zirkeça Atatürk, Sabiha Gökçen jî hebû. Artêş jî rabû û qetilkirin û komkujîyan dest pê kir. Her çend peymana Lahey a 1889ê qedexe dikir ku artêş gazên jehrî bi kar bînin, Çağlayangil di bîrhatinên xwe de weha digot: "Artêşê gaza jehrî bi kar anî. Ev kes di şikeftan de wekî mişkan hatin jehrî kirin." Bi vî awayî Dêrsim bû şahida wê komkujîyê ku bi hejmar û awayê pêkhatina xwe komkujîya herî mezin a dîroka Tirkîyeyê ye.

Ev komkujî xwedî du hêlan e:

Komkujîya Sor: Li gor daneyên fermî 13 hezar û 160 kes, li gor daneyên nefermî jî 40-60 hezar kes hatin qetilkirin. Li gor Dêrsimîyan jî 70 hezar kes hatin qetilkirin.

Komkujîya Sipî: Ev yek jî xwedîyê sê alîyan e:

a) 7-12 hezar kes (li gor hinekan 10-12 hezar) ber bi Rojavayê hatin mişextkirin û tûşî îskana mecbûrî bûn.

b) Ên ku hatibûn mişextkirin bi sîyaseta "serê gundekî malbatek" bi lezgînî tûşî bişavtinê bûn.

c) Keçikên ciwan û yên din ji hawîrdora xwe hatin veqetandin û wekî "nifşên dildarên celadên xwe" hatin mezin kirin.

d) Erdê vê cografyayê wekî "herêma qedexe" hat ragihandin. Ev qedexekirin her çend di sala 1947ê de bi awayekî qismî hatibe rakirin jî wê heta 1950ê dom kir.

e) Piştî rabûna qedexeyê ji ber tirsê tu kesî nexwest vegere, ên ku vegerîyan jî ji ber dîmen û reftara ku pê re rû bi rû mabûn, nikaribûn bidebirin, vegerîyan cihên berê.

Bi Qanûna Îskanê ji parêzgehên wekî Dersim, Erzirom, Bedlîs, Sêrd, Wan, Bingol, Dîyarbekir, Agirî, Mûş, Erzirom, Elezîz, Qers, Meletî û Mêrdînê ji 5 hezar û 74 malan 25 hezar û 831 kes (ku nîvê wan ji Dêrsimê bûn) ber bi Rojavayê ve hatin mişext kirin. Piştî qirkirina herî mezin a dîroka Tirkîyeyê ya 1937/38ê, Desteya Wezîran di 6ê tebaxa 1938ê de bi biryarekê ji Dêrsimê ji 1246 malan 5 hezar kes li gor "serê gundekî malbatek" bi darê zorê li 922 gundên 15 nahîyeyên 15 parêzgehan bi cih kirin.

Wekî mînak, 158 malbat li 161 gundên Denîzlîyê, 100 mal li 100 gundên Aydinê, 100 mal li 50 gundên Bîlecîkê, 200 mal li 100 gundên Bursayê, 104 mal li 77 gundên Balikesîrê, 20 mal li 20 gundên Ispartayê, 24 malbat li 23 gundên Kutahyayê, 62 kes li navend û du navçeyên Burdurê, 28 mal li 28 gundên Muglayê, 50 mal li 50 gundên Eskîşehîrê, 150 mal li 150 gundên Çanakkaleyê, 50 mal li 50 gundên Edîrneyê, 75 mal li 75 gundên Tekîrdagê û 300 mal li Zonguldakê hatin bi cih kirin. (Aygün, 2010) Di sala 1947ê de bi qanûna hejmar 5098 îskana mecbûrî hat rakirin, lê belê qedexeyan heta sala 1950yî berdewam kir. Weha hatibû xwestin ku Dêrsimê bin ax bikin, da ku careke din veneje. Ji xwe İnönü piştî vê bûyerê weha gotibû: "Me xwe ji pirsgirêka Dêrsimê bi giştî pak kir."

Encam: Piştî avabûna Komara Tirkîyeyê, dema ku bi armanca ji holêrakirina komên cuda polîtîkaya yek netewe, yek ziman, yek mezhep hat bi rê ve birin, ên ku di vê polîtîkayê bi cih nedibûn kurd bûn. Di wan salan de desthilatdarîya navendî pêşî li Koçgirîyê, paşê jî li Pîran û Gelîyê Zîlan kurd qetilkirin.

Dêrsimê, xweserîya xwe ya herêmî ya kurd û qizilbaşî, ku Osmanîyan bi çendîn seferan nikaribûn têk bibin, heta dawîya salên 1930î berdewam kir. Lê belê desteya wezîran roja 4ê gulana 1937ê li Enqereyê civîya û li dij Dêrsimê, ku navê wê bi qanûnê guhertibû û kiribû ‘Tunceli û ew wekî ‘serê kunêrê bi nav dikir, artêş xist nav tevgerê. Bi vî awayî bi fermana qirkirinê, ku mohra ‘gelek nepenî ye lê bû, kurdên Dêrsimê tûşî tenkîl, tehcîr û tedîpê bûn. Di serî de Seyîd Riza û kurê wî bi dehan serokên tevgerê hatin darvekirin. Şûna gora Seyîd Riza û yên ku pê re hatibûn darvekirin, nehat gotin.

Kurdên Dêrsimê ji ber nasname, ziman, çand û bawerîyên xwe tûşî komkujîyeke sîstemtîk a plankirî û bişavtineke bêrehim bûn, herweha navên erdnîgarî jî hatin guhertin. Lê belê digel van hemûyan, her çend zext û çewsandinên demkî wekî serkeftî xuya bikin jî aşkere ye ku di dema dûr û dirêj de ev azîne bi fîyaskoyê bi encam bûne. Dijberî vê yekê, ev azîn û rêbaz pirsgirêk çareser nekirine lê belê bûne sedem ku pirsgirêk her ku biçe mezintir bibe û bigihîje roja îro.

Nexwe divê îro çi bê kirin:

1. Divê bi dîrokê re rû bi rû bibin, tabû werin rakirin û rastî werin aşkere kirin. (Arşîvên Dêrsimê divê bi temamî ji lêkolîneran re were vekirin.)

2. Divê êdî were dîtin ku azîneyên leşkerî nikarin encamê bistînin û divê dev ji vê azîneyê were berdan.

3. Her çend ji ser komkujîyên Dêrsimê yên 1937-38ê 72 sal derbas bûne, dewlet hîna jî bi awayekî fermî berpirsîyartîyê hilnagire ser xwe, wekî hemû komkujîyên din bi vê komkujîyê re jî rû bi rû nabe. Divê ev rûbirûhatin were pêk anîn, dewlet lêborîna xwe ji Dêrsimê bixwaze û cihê gora Seyîd Riza xuya bike.

4. Komara Tirkîyeyê divê dev ji polîtikaya xwe ya ‘yek ziman, yek netewe û yek mezheb berde.

5. Dema ku Tirkîye planê dike ku li ser çemekî piçûk ê wekî Mûnzûrê 20 bendavan ava bike, dixwaze kurdên Dêrsimê ji kokên wan ên civakî veqetîne û wan di nav polîtîkaya ‘yekê de bihelîne. Divê dev ji vê yekê were berdan.

6. Pirsgirêka kurdî di vê merheleya gihaştî de bêyî ku bibe derengî di nav demokrasîyê de li ser bingehên yeksanî, azadî û dadperwerîyê were çareser kirin.

7. Da ku ev yek pêk were divê bi "formulasyona 4+4 (nîyet, empatî, zimanê aştîyê, xwe rizgarkirina ji paranoya parçebûnê) bingehê psîkolojîk a meseleyê were ava kirin, paşê jî gavên mayînde yên berbiçav (destûreke nû, perwerdehîya bi zimanê dayîkê, efûya giştî, berfirehkirina destûrnameyên rêvebirîyên herêmî- adem-î temerkkuz) werin avêtin.

Çavkanî

Prof. Dr. Ahmet Özer:
Sosyolog, li zanîngeha S.Demirel

  • Aker, Tamer; Ayata, Bilgin; Özeren, Melih; Buran, Behice ve Bay, Ayşenur. (2002). "Zorunlu İç Göç: Ruhsal ve Toplumsal Sonuçları"[Koçberîya bi dare zorê û encamên wê yên dêrûnî û civakî], Anadolu Psikîyatri Dergisi [Kovara Dêrûnîyê ya Anadolu], Hejmar: 3, r. 97-103
  • Akpınar, Alişan; Bilir, Sezer; Bozkurt, Serhat ve Dinç. N. Kemal. (2010). II. Abdülhamit Dönemi Raporlarında ‘Dersim Sorunuve Zihinsel Devamlılık [Di raporên serdema Abdu´lhemîdê Duyemîn de ‘Pirsgirêka Dersimê û domdarîya zihnî], Herkesin Bildiği Sır: Dersim (iç.), Berhevkar: Şükrü Aslan, İletişim Yayınları, İstanbul, r. 311-334
  • Aslan, Şükrü. (2010). "Genel Nüfus Sayımlarına Göre Dersimde ‘Kayıp Nüfus: 1927-1955", Herkesin Bildiği Sır: Dersim [Sira ku herkes pê dizane: Dêrsim] (iç.), Berhevkar: Şükrü Aslan, Weşanên İletişim, İstanbul, r. 397-412
  • Aygün, Hüseyin. (2010). Dersim 1938 ve Zorunlu İskan[Dêrsim 1938 û Îskana bi zorê], Weşanên Dipnot, Ankara
  • Bal, Hüseyin. (2008). Kent Sosyolojisi [Psîkolojîya Bajêr], Pirtûkxaneya Fakülte, Isparta
  • Çalışlar, İzzeddin. 2010. Dersim Raporu [Rapora Dêrsimê], Weşanên İletişim, İstanbul, Güler, Müzeyyen. (2007). "Kulu Ovasından İskandinav Fîyordlarına Göç" [Koça ji deşta Kuluyê ber bi Delavên Îskandinavyayê ], Sosyoloji Araştırmaları Dergisi [Kovara Lêkolînên Civaknasîyê], r. 118-143
  • Hepkon, Zeliha. 2010. "İktidarın Gör Dediği: 1935 yılı Türk Basınında Tunceli Kanunu", [Tiştê ku desthilatdarî dibêje bibîne: Di çapemenîya Tirk a 1935ê de Qanûna Tuncelîyê] [Sira ku herkes pê dizane: Dêrsim] (iç.), Berhevkar: Şükrü Aslan, Weşanên İletişim, İstanbul, r. 373-396
  • Saltık, Hasan. Sabah Gazetesi [Rojnameya Sabahê], 19ê Sermawezê 2009an
  • Sır, Aytekin; Bayram, Yener ve Özkan, Mustafa. (1998). "Zoraki İç Göçün Ruh Sağlığına Etkileri Üzerine Bir Ön Çalışma" [Pêşxebatek sebaret bi bandorên koçberîya navxweyî ya bi zorê li ser tendurustîya dêrûnî], Klinik Psikîyatri, Hejmar: 2, r. 83-88
  • Uluğ, Naşit Hakkı. (2009). Derebeyi ve Dersim [Mîrîtî û Dêrsim], Weşanên Kaynak, İstanbul
  • Yalçın, Cemal. (2002). "Çokkültürcülük Bağlamında Türkîyeden Batı Avrupa Ülkelerine Göç" [Di warê pirçandî de koçberîya ji Tirkîyeyê ber bi Welatên Ewropî ve], C.Ü. Sosyal Bilimler Dergisi [Kovara Zanistên Civakî ya C.Ü], Cîld: 26, No: 1, r. 45-60
  • Yüksel, Murat. (2010). "Ulus-Devletin Dersimle Teması" [Temasa Netewe-dewletê bi Dêrsimê re], Herkesin Bildiği Sır: Dersim (iç.) [Sira ku herkes pê dizane: Dêrsim] (iç.), Berhevkar: Şükrü Aslan, Weşanên İletişim, İstanbul, r. 357-371
  • Wergera ji tirkî: Celîl Kaya