“Ristika Morîkan“ ango ristika bindestîyê

Çand û Huner
Meriv bi tenê bi naveroka hunerê xwe nagihîne bingehên wê yên sosyo-polîtîk, lê herwiha bi forma hunerê jî meriv dikare xwe bigihîne bingehên hunerê yên sosyo-polîtîk û xwendineka sosyolojîk li ser forma wê bike. Ji ber vê jî Fredric Jameson di berhema bi navê Marksîzm û Formê de, rexneyeka li rexneya marksîst dike ku bi tenê xwe li ser analîza naverokê ava kiriye: ‘’ Bi vî awayî Engels, weha ji dîroka civaka fransiz a ku bi destê Balzac hatîye xêzkirin behs dike , ‘’di kitekitên wê yên ekonomîk de jî (mînak, piştî şorişê belavkirina mulkîyeta rasteqîn û taybet) ji dîrokzanên profesyonel yên wê demê û îstatîskvanên wê demê hemûyan bêhtir hînî tiştan bûm’’ piştî vê gotina Engels, Jameson weha dibêje; ‘’Lê rexneya marksîst a hevçax tiştê ku Engels ji naverokê hîn bûye, divê bikaribe nîşan bike ku di forma wê de jî veşartiye’’.

Tiştê ku Jameson di derbarê rexneya marksîst de gotî ji bo rexneya me jî derbas dibe, ango divê em jî bikaribin forma ku di hunera kurdî de xwe nîşan dide li ser sosyo-polîtîkaya Kurdistanê bidin rûniştandin. Loma bi ya min bandorên rewşa real a sosyo-polîtîkaya Kurdistanê niha ji naverokê bêhtir xwe di formê de nîşan dide. Di nav vê çarçoveyê de dema ku em bi vî çavî li berhema Ristika Morîkan a Fatma Savci binêrin, ez dikarim bibêjim ku di vê pirtûkê de naverok di formê de terisîye, xwe bi formê derkiriye. Jixwe Hegel jî di berhema bi navê Estetîkê de vê dibêje; ‘’Her naverokeka nû di formeka nû de diterise’’

Ristîya Morîkan a Fatma Savci jî di vê formê de diterise. Forma ku di vê berhemê de hatiye bikaranîn xewn e û awayê derbirîna xewnê jî sembol in. Di çîroka pêşîn a Ristika Morîkan de vebêja çîrokê, hevala xwe ya bi navê Êvar vedixwîne malê, dema ku Êvar tê mala vebêj û Êvar lênûska li ser maseya mitbexê dibîne, ji vebêj dipirse: ‘’ Ev rojnivîsk e nexwe? Dibeşişim û dibêjim: Na, ev xewnnivîsk e.‘’ û Êvar dipirse bê ew dikare vê ‘’xewnnivîskê’’ bixwîne yan na û piştî bersiva erênî Êvar dest bi xwendina ‘’xwennivîskê’’ dike. Çîroka pêşî nîvco dimîne û çîroka pêşî ya nîvco mayî bi çîroka dawî ya bi navê ‘’Xewna Nîvco’’ diqede. Di navbera çîroka pêşî û ya dawîyê de 10 çîrok hatine bicihkirin. Em jî ji vê berhema Ristika Morîkan re ku vebêj jê re ‘’xewnivîsk’’ gotiye, dikarin xewnnivîsk bibêjin. Loma hemû çîrokên di vê berhemê de xewn in. Bi hêmayên xewnê, bi sembolan hatine nivîsin.

Freud di berhema bi navê Şiroveya Xewnan de ji Burdach weha radigîne: ‘’ Bi kêferat, hez, kêfxweşî û êşên xwe, jîyana rojane di xewnan de qet dubare nake. Berovajî vê, armanca xewnan ew e ku me ji jîyana rojane bi dûr bixîne. Dema ku hişê me bi temamî li ser tiştekî hûr dibe, dema ku meriv dikeve nav kul û xemên kûr, yan jî dema ku hemû hêza me ya hişî bi pirsgirêkekê mijûl dibe jî, xewn xwe bera gîyanê meriv didin û ji bilî bi rêya sembolan derbirîna rasteqînîyê tiştekî din jî nakin.’’

Bandorên şer û bindestîya domdirêj a Kurdistanê helbet di hemû beşên hunera kurdî de wê xwe bidana nîşandan û gav bi gav em di wêjeya kurdî de rastî li şopên travmayên bindestîyê, rastî psîkolojîya şer tên.

Di berhema bi navê Ristika Morîkan de, em bi qelema jineka kurd, bi devê vebêjeka jin , bi rêya xewnan, bi sembolên ku hatine bikaranîn, rastî êşên bindestîyê tên ku çawa gîyanê me hatîye kerîkerîkirin, ku çawa jîyana me ya rojene li me bûye şevreşkek. Ji bo vê jî berhema bi navê Ristika Morîkan terisîna sosyo-polîtîkaya Kurdistanê, a li qada wêjeyê, bi rêya formê ye.

Vebêj, di çîroka Mûm û Fîstanê de, wekî ku bixwaze êdî dawî li bindestîya Kurdistanê were piştî ku jinên ku bi çîçikên xwe mûman vêdixin dibîne, piştî ku qesrên ji diranan lêkirî dibîne û êdî hew dikare vê xewnê ragire, di dawîya çîrokê de weha dibêje; ‘’Ev çi xewna demûşî bû? Hêrs dibim, dibaecim. Xwe neçar hîs dikim. Bîn çikîyayî û devê min ziwa, heya ji min tê car din diqêrim: Hewar e! Min ji vê xewnê xelas bikin!’’

Fatma Savci

Ristika Morîkan

Avesta 2012