Riya ku ji antîkurdolojiyê ber bi kurdolojiyê ve diçe û Îsmaîl Beşîkçî

Translator

Peyva kurdolojîyê (kurdna-sîyê) bi gelemperî tê wateya xebat û lêkolînên li ser ziman, dîrok, wêje û avabûna civakî ya Kurdan. Heman peyv, ji bo binavkirina wan dezgehên îlmî jî tê bikaranîn ku li ser van mijaran xebatên zanistî dimeşînin (1). Ji ber ku li Tirkiyeyê hebûna Kurdan hatiye înkarkirin û her tiştê ku bi Kurdan re têkildar e digel navê welatê wan Kurdistanî hatine qedexekirin, li vî welatî tu xebatên kurdolojiyê çênebûbûn. Îsmaîl Beşîkçî, di vî warî de di zanîngehên Tirkan de awarteyek e. Her ji ber vê yekê, dema ku li Tirkiyeyê qala kurdolojiyê tê kirin serê pêşîn ew tê bîra mirov.

Xebat û lêkolînên Beşîkçî yên li ser vê mijarê di salên 1960’î de dest pê dikin. Heger em li ser wan xebatên ku ji dema dawî ya Osmaniyan ve dihatin kirin, bifikirin ev yek dê alîkariya me bike daku em têbigihîjin ka cihê Beşîkçî di warê kurdolojiyê de çi ye û ew ji hawîrdorekê çawa tê. Her çend di zanîngehên welatên cur bi cur de li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî hin xebatên akademîk dihatin kirin jî, li Tirkiyeyê di şûna wan de mirov dikare behsa du cure xebatan bike ku ez wan wekî "antîkurdolojî" û "kurdolojiya nepenî" bi nav dikim.

I - Antîkurdolojî

Mebesta min ji gotina antîkurdolojîyê tahrîfkirina rastiyên li ser Kurdan û xebatên veşartina rastiyan e. Ev xebat teza dîroka resmî ye û bi kurtî ji noqteya ku kurd nikarin wek millet û zimanê wan jî nikare wek zimanek bên hesibandin dide rê û kurdan dike tirkên ku zimanê xwe ji bîr kirine. Di xebatên bi vî rengî de çarçoveya encaman ji berê de hatiye diyarkirin. Ji van yên ku hatine weşandin, dawîya dawî wekî weşanên propagandayê mane û mîna nimûneyên sextekarîya teza dîroka resmî ketine kitêbxaneyan.

Dîroka antîkurdolojiya li Tirkiyeyê ku çavkaniyên gelek dewlemend pêşkeşî lêkolînvanan dike, xwe digihîne heta serdema dawî ya Dewleta Osmanî. Îttîhat ve Terakkî [Yekîtî û Pêşketin] ku piştî ragihandina Meşrûtiyeta Duyemîn wê gelek salan dewlet bi rê ve bibiraya, wekî pêdiviyeke projeya wan a endezyariya civakî, nemaze jî di salên Yekemîn Şerê Cihanê de, li ser Kurdan siyaseta bişavtinê dimeşîne daku wan bike Tirk. Aşair ve Muhacirin Müdriyet-i Umumiyesi [Mudiriyeta Giştî ya Eşîr û Muhaciran], ji sala 1916 an û pê ve li ser Kurdan hin xebatên girîng pêk tîne û bi sedan hezar Kurd li Anatoliya Navîn û Rojava tên bicihkirin. Mudîrê vê dezgehê yê wê demê Şükrü Beg [Şükrü Kaya] paşê di serdema Komarê de wê di meqamên girîng de bihata wezîfedarkirin. Li gor wî, diviyabû ku pêşî li ser eşîretan xebateke zanistî bihataya kirin. "Gelo li welêt hejmara eşîran çend bû? Ka ev li ku deran û çawa dijiyan? Adet û tradîsyonên wan çi bûn? Û hwd. Divê berê ev tişt bên zanîn paşê li gor vê dest bi karekî bikin.." (2) Di nav van xebatên ku ez wekî antîkurdolojî bi nav dikim, pirtûkek heye ji aliyê vê dezgehê ve hatiye weşandin heye ku mînakeke girîng e û dixwazim li ser rawestim. Naci İsmail [Pelister] ê ku di vê mudiriyetê de kar dikir, gelek pirtûk nivîsandibûn. Pirtûka bi navê "Kurd: Lêkolîna Dîrokî û Civakî" ya vî nivîskarî ku berê di Emniyet-i Umumiye Müdiriyeti [Mudiriyeta Ewlekariya Giştî] de xebitîbû û bi nasnavê Habil Adem dihat naskirin, di sala 1918 an de ji aliyê Aşair ve Muhacirin Müdiriyet-i Umumiyesi ve tê weşandin. Pirtûkeke wî ya din a bi navê "Beynelmilel Usûl-i Temsil: İskân-i Muhacirin" [Rêbaza Asîmîlasyona Navneteweyî: Bicihkirina Koçberan] di heman salê de ji aliyê vê mudiriyetê ve tê weşandin. Taybetmendiyeke din a van pirtûkan jî ew e ku navên nivîskarên wan hemû sexte ne. Di pirtûka bi navê "Kurd: Lêkolîna Dîrokî û Civakî" de ev agahî heye: "Muharriri: Doktor Friç, Berlin Şark Akademisi tarafindan neşr edilmişdir." [Nivîskar: Doktor Frîç, ji aliyê Akademiya Rojhilatnasiyê ya Berlînê ve hatiye weşandin.]

Piştî ku di sala 1991ê de her çend ez di çendîn pirtûkxaneyên Ewropayê de li nusxeya eslî ya vê pirtûkê geriyam jî, min peyda nekir, û şik û gumanên min zêde bûbûn. Dawîyê têgihiştim ku weşaneke weha ya Akademiya Rojhilatnasiyê ya Berlînê tunebû û nivîskarê rastîn ê vê pirtûkê Naci İsmail Pelister bû (3). Nivîskarê pirtûka din, a li jorê navgotî, wekî Von P. Goç hatiye nivîsandin. Him li ser van her du pirtûkan û him jî li ser gelek pirtûkên din ên Naci İsmail Pelister, wekî nivîskar hin navên ewropî yên çêkirî hatibûn nivîsandin ku di rastiyê de kesên weha tunebûn. Naci İsmaîl û û îttîhadîyên ku ew bi rê ve dibirin, bi awayê nivîsandina navê nivîskarekî ewropî –û di ser de jî doktor- û Akademîya Rojhilatnasîyê ya Berlînê dixwest hewayekî zanistî bidin kitêbê. Li gor pirtûka "Kürdler: Tarihi ve İctimai Tedkikat", zimanê kurdî "êdî qet nikare rabe ser xwe." (...). Zimanê kurdî yê kevin bi tu awayî nikare bê çareser bibe û bê tasnîfkirin". "Lêkerên Kurdî ne diyar in. Di ferhenga Kurdî de ku ji 8307 peyvan pêk tê, bi tenê 300 peyv bi eslê xwe Kurdî ne, peyvên din ji zimanên din hatine. Çîrokên ku Kurd dibêjin, ne malên Kurdan in. Kurd di dîrokê de nebûne xwedî roleke girîng. "Wekî ku tê gumankirin ne mumkin e ku mirov dîrokeke domdar a Kurdan peyda bike. (...) Ev dîrok serdemek ji dîrokên neteweyên din e." (4) Ez dê paşê werim ser vê meseleyê ka ev pirtûk di serdema Komarê de çawa hatiye bikaranîn.

Antîkurdolojî û xebatên nihênî yên kurdolojiyê yên bipergal ku di dawiya Yekemîn Şerê Cihanê de rawestiyabûn, piştî damezirandina Komarê dîsa hatin birêvebirin. Ji ber ku em nikarin di çarçoveya vê gotarê de bi awayekî berfireh li ser wan rawestin, ez dê bi tenê çend mînakên sereke bidim.

Hejmara pirtûkên li ser Kurdan ku di navbera salên 1920-1970 ê de li Tirkiyeyê hatine çapkirin, gelek kêm in. Pirtûkên ku hatine çapkirin di çarçoveya fikra desthilatdariya navendî de îddîayên weha hene ku dibêjin Kurd, yan Tirk in yan jî ‘Tirkên çiyayî’ ne. Nivîskarên pirtûkên bi vî rengî dikarin weha bên rêzkirin. Musa Kâzim Paşazade, Süleyman Sabri Paşa, M. Riza, Naşit Hakki Uluğ, Ali Kemali [Aksüt] ve Kadri Kemal Kop [Sevengil], Ömer Kemal Ağar, M. Şerif Firat, Mehmet Tevfikoğlu, İbrahim Arvas, Mehmet Eröz, M. Fahrettin Kirzioğlu, M. Salih San, Emekli Vali Edip Yavuz, "Ufuk Şehri" [Bajarê Asoyê].

Ji bo mijara me, pirtûka M. Şerif Firat a bi navê "Doğu İlleri ve Varto Tarihi" [Bajarên Rojhilatê û Dîroka Vartoyê] dikare wekî ‘klasîk’ bê binavkirin. Di vê pirtûkê de Firat îddîa dike ku wî "bi çavkanî û rastiyan îspat kiriye ku bajarên me yên Rojhilatê ji avabûna dinyayê û vir de cih û warên eslî yên Tirkanin." Firat herweha bi van gotinan pêşniyar dike ku divê Kurd dev ji zimanê xwe berdin: "ê baş ew e ku ev birayên me yên Tirkên çiyayî dev ji vî zimanê xwe yê koma peyvan a bêmane û bêqiymet berdin. Ev yek jixwe, li nijada wan a Tirk a pîroz nayê." (5) Tiştê ku vê pirtûkê dike girîng ew e ku M. Şerif Firat bi xwe Kurd e. Ev yek ji aliyê karbidestên dewletê ve dîtin girîng hatiye ku Kurdek îddîa dike ku Kurd, Tirk in. Firat di pîrtûka xwe de dibêje ku wî di dema serhildana Şêx Se’îd de giliyê dijberên dewletê kiriye û lê zêde dike: "... Piştî vê wezîfeya pîroz a neteweyî di nav xelkê de bûbûm xwedî merheleyeke ewle û girîng. Êdî li cem Hukûmeta Vartoyê, Wîlayeta Mûşê û serfermandaran gotina min pere dikir û di nav qebîle û xizmên xwe de jî ji min dihat hezkirin û rêz li min dihat girtin." (6)

Bi rastî jî Firat, ew pirtûka xwe bi riya fermandarekî, di 1948an de daye çapkirin. Ev fermandar bavê her du birayên navdar Turhan û İlhan Selçuk e. Turhan Selçuk ê karîkaturîst weha dibêje: "Bavê min Kasim Selçuk li Mûşê serfermandarê alaya cendirmeyan bû. Wî ev pirtûk ji min re şandibû. Min jî ew li cem çapxaneya kovareke pêkenînê de ku navê wê niha nayê bîra min, da çapkirin û jê re şand." (7) Çapa duyem a vê pirtûkê di sala 1961ê de bi fermana Muduriyeta Weşanê ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî careke din tê çapkirin. (8)
Di pirtûkên nivîskarên li jor hatine gotin de îddîayên bi vî rengî tên dubarekirin. Bi taybetî îddayên "Dr. Friç" ku me li jor behs kiribû, wekî ‘delîlên zanistî’ yên piştrast di gelekan de cih digirin.

Her weha weşanên naverok leşkerî û îstîxbaratî hene. Yên leşkerî ji aliyê efseran (sûbayan) ve hatine nivîsandin û piranî li ser operasyonên li dij Kurdan agahîyan didin. Yên îstîxbaratê jî piranî yên propagandayê ne.

Di vê serdemê de, ji bilî çarçoveya îdeolojîya resmî wekî xebateke îstîsnayî ya li ser Kurdan ku nehatiye weşandin dikare pirtûka bi navê "İhtiyat Kuvvet: Milliyet (Şark)" [Hêza îhtîyadî: Netewe (Rojhilat)] a Dr. Hikmet Kivilcimli bê gotin. (9) Xebateke din a îstîsnayî jî madeya Kurdan a Ansîklopediya Îslamê ye ku ji aliyê Wezareta Perwedehiya Neteweyî ve hatiye weşandin. (10) Ev madeya dirêj ku ji aliyê V. Mînorsky ve hatiye nivîsandin, her çend piştî hin guhertinan hatibe weşandin jî, balkêş e ku di ansîklopediyekê de ku aliyê wezaretê ve hatiye weşandin, cih digire. Ji ber ku bi qasî ku ez pê dizanim di wê serdemê de tenha weşana vekirî ku hebûna Kurdan û zimanê Kurdî înkar nake, ev e. Her weha tê gotin ku weşandina vê ansîklopediyê ji aliyê gelek neteweperestên Tirk ve hatiye rexnekirin û hatiye xwestin ku paş de bê kişandin, lê ji ber ku carekê hatiye weşandin ne mumkin bûye ku bê berhevkirin. Bi kurtî çarçoveya hemû xebatên bi navê antîkurdolojîyê hatine kirin ji alîyê îdeolojîya resmî ve hatiye danîn û di heman demê de ev xebat cihê berhemanîna îdeolojîya resmî bûne.

Rêbazeke din jî ew bû ku weşanên li ser Kurdan dihatin tahrîfkirin yan jî hin beş ji wan dihatin derxistin. Ne tenê dezgehên fermî yên dewletê herweha şexsiyet û dezgehên ne fermî yên cur bi cur jî heman tişt encam dane. Ezê bi tenê du mînakan bidim: Weşanxaneya Asya ku nivîsên Seîdê Nursî ji nû ve çapkirine û ji komên Nûrî [Nurcu] ne, di van nivîsaran de gelek tiştên girîng tahrîf kirine (11). Di çapa pirtûka Mevlânzade Rifat a bi navê Pişperdeya Şoreşa Tirkiyeyê de beşa li ser Kurdan û Kürdistan Teali Cemiyeti [Komeleya Berzkirinê ya Kurdistanê] hatine derxistin (12).
II - Kurdolojiya nihênî

Xebatên li jor ku min wekî antîkurdolojî bi nav kirin, ew xebatên ji bo raya giştî bûn û hatibûn weşandin. Lê belê hin xebat jî hebûn ku bi tenê ji bo karbidestên dewletê hatibûn amadekirin û nehatibûn weşandin. Ev xebatên ku ji serokwezîran heta mufettîşên mulkiyeyê ji aliyê gelek burokratên pilebilind ên dewletê ve hatibûn nivîsandin, yan nehatin weşandin yan jî bi hejmareke gelek kêm hatin çapkirin daku bigihînin dezgeh û kesên fermî yên eleqedar. Li ser piraniya wan şerhên wekî "gayet gizli ve zata mahsustur" [gelek dizî ye û bi tenê ji bo şexsekî ye], "mahrem ve hizmete mahsustur" [nihênî ye û ji bo xizmeteke diyarkirî ye] hene. Dema ku behsa Kurdolojiya nihênî dikim, mebesta min xebatên bi vî rengî ne.

Him beriya Komarê him jî piştî komarê sedan rapor û pirtûk an broşurên dirêj û kin ên bi vî rengî hatin amadekirin. Ji ber ku mebesta wan agehdarkirina rayedaran bû daku li gor wê tedbîrên asîmîlasyon û ewlekariyê bistînin, dijberî belgeyên antîkurdolojiyê, tiştên ku di van raporan de hatine nivîsandin bi nisbî bêalî ne. Karbidest her çend ji derve re dibêjin ‘Kurd nînin’ an jî ‘Kurd, Tirk in’ di van rapor û pirtûkên navxweyî de danûstandineke realîst pêk hatiye. Di nav wan de gelek pêşniyarên dehşetnak jî hene. Hewldaneke gelek mezin hebû ku ev belge veşartî bimînin. Bi rastî jî, ev belge demeke dirêj veşartî mane û encax di van salên dawî de hin ji wan hatin aşkerekirin û weşandin.

Dema ku dewletê alavên antîkurdolojiyê pêşkeşî raya giştî kirine, alavên nihênî yên kurdolojiyê jî ji xwe re hiştine. Dîroka van xebatên duyemîn digihîje heta serdema Osmanî. Piştî ku Ziya Gökalp ket komîteya navendî ya Îttîat û Terakkîyê, bi tevkariya wî ev xebat bi awayekî rêk û pêk hatin birêvebirin.
Bi navê xwe yê wê demê Ziya Efendî, di sala 1905an de digot "neteweyeke xwedî ziman û wêje çima nebe xwedî azadî" (13). Rojnameya Komeleya Piştgirî û Berzkirinê di sala 1909’an de radigihand ku Ziya Gökalp dê pirtûkên Gotinên Pêşiyan ên Kurdan, Ferhenga Kurdî û Rêzimana Kurdî biweşîne, (14) lê ew êdî yek ji îdeolojîst û rêvebirên girîng ên Îttîhat û Terakkîyê ye. Ji ber ku wî civaka Kurd ku ji nav dihat, baş nas dikir bandora wî ya li ser di diyarkirina ‘metodeên zanistî yên asîmîlasyonê’ gelek zêde dibe. Ji ber ku nasîna civaka ku asîmîlasyona wê tê xwestin, pêwîst e ew anketeke bi detay ya sosyolojîk amade bike û ev anket di sala 1914an de ji amîrên mulkî yên bajarên kurd re tê şandin. Ev anketa ku dikare wekî yek ji nimûneyên pêşî yên kurdolojîya nihênî bê hesibandin, tevî pirsan bi talîmatnameyekê ji merkezê tê şandin û tê xwestin ku "orîjînal yan kopya hemû materyalên li ser kurdan ji bo Stenbolê bên şandin." (15) Her çend nayê zanîn ku aqubeta van materyalan çi ye jî, Memduh Selîm sebaret bi vê mijarê serpêhatiyekê radigihîne. Halil Hayalî ferhengeke Kurdî-Erebî amade kiriye û ew daye Sineli Mihri [Muhammed Mihri Hilav] daku wateya wan a Farisî jî lê zêde bike. Lê belê Ziya Gökalp ev ferheng şewitandiye (16). Weha diyar dibe ku Ziya Gökalp ev ferheng piştî qebûlkirina tirkitiya xwe şewitandiye. Jixwe îmhakirin û şewitandina belgeyên li ser Kurdan dê di dema Komarê de bibe adeteke rojane. Wekî mînak, Musa Anter radigihîne ku di nav wan materyalan de ku Halil Hayali daye wî, gramera Kurdî ya Ziya Gökalp jî hebûye ku bi destxetê xwe nivîsandiye, lê belê Dadgeha Leşkerî ya Diyarbekirê ev belge desteser kirine û paşê jî şewitandine (17).

Anku ji aliyekî ve hemû curên sextekarîyê tên kirin, û xebat dimeşînin daku li ser Kurdan agahiyên ‘çewt’ hilberînin û hişê mirovan reş bikin, ji aliyê din de jî hemû weşanên li ser Kurdî û hebûna Kurdan tên qedexekirin (18), tên desteserkirin yan jî îmhakirin, bi cezayê zindanê jî pêşî li nivîsandina pirtûkên nû tê girtin.

Di serdema Komarê de xebatên nihênî yên kurdolojiyê him ji aliyê meqamên sivîl û him jî ji aliyê meqamên leşkerî ve hatine encamdan. Mînaka girîng a pêşîn a van xebatan raporek e ku di sala 1922an de ji aliyê Ziya Gökalp ve hatiye amadekirin. Kesê ku vê rapora bi sernavê "Li ser Eşîretên Kurdî lêkolînên Civakî" bi Gökalp daye amadekirin wezîr Dr. Riza Nur e ku bi fikrên xwe yên nijadperest tê nasîn. Nur dinivîse: "...Gava ez wekîlê sihiyê bûm, karûbarên îskanê jî girêdayî vê wezaretê bûn û min ji vê yekê îstîfade kir û lêkolînek li ser kurdan bi Ziya Gokalp da çêkirin. Mebesta min jê civandina înformasyonê û bi awayekî zanistî û ekonomîk famkirina rewşê bû. Paşê min ê rêxistinek çêkiraya û ji kurdan re bigota ku ew tirk in. (19)
Riza Nur li cihekî din dîsa behsa heman raporê dike:

"Ez li ber meseleya Kurdan dikevim. Tiştek nîne lê belê, ew dê rojekê rabin doza neteweyî. Divê ew bên asîmîle kirin. Min dest bi lêkolînan kir. Min li ser asîmîlasyonê pirtûk dan anîn. Min li ser Kurdan gelek pirtûk dan peydakirin. Min herweha pere ji bo Ziyap Gökalp şand ku li Diyarbekirê ye, daku ew rewşa erdnigarî, zimanî, qewmî, civakî ya Kurdan lê bikole. Wî raporek bi rê kir. Mebesta min ew bû ez vê meseleyê ji binî çareser bikim, berî ku ew der bibe Makedonya" (20)

Ji wan dezgehên ku di vî warî de xebatên nivîskî meşandine yek jê jî Türk Ocaklari ye. Ev dezge piştî 1925’an, hin çavkaniyên li ser Kurdan ku ji aliyê Rûs, Îngîlîz, Alman, Fransiz û Ereban ve hatine nivîsandin, dide wergerandin daku ji wan sûdê werbigire, lê wan naweşînin (21). Em pê dizanin ku di vê serdemê de ku her kesê ku tiştekî binivîse ku bi îdeolojiya fermî li hev neke, bi cezayên giran dihat cezakirin, lê rayedarên Tirkan gelek pirtûkên biyanî yên li ser Kurdan ji bo xwe dane wergerandin. Wekî mînak, Serokkomar Celal Bayar û Serokwezîr Adnan Menderes pirtûka bi navê "Les Kurdes" a Basile Nikitin dane wergerandin (22). Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (TRT) beşa yekem a pirtûka bi navê "The Kurds: an Historical and Political Study" a Hasan Arfa didin wergerandin û di raporeke bi mohra "Taybet ji bo xizmetê" de bi kar tînin (23). Serokê Saziya Dîrokê ya Tirk li ser teza doktorayê ya Messoud Fany [Mesud Fani] ya bi sernavê "La Nation kurde et son évolution sociale" hûr dibe û ferman dide wekîlê Meraşê Prof. H. Reşit Tankut daku li ser "têkilî û peywendiyên wê yên bi têgihiştina me ya dîrokî" agahiyê bide. Ew li ser vê tezê hûr dibe û agahî dide (24).

Pirtûka bi navê "Vanski i Bitliski Vilayeti" ya Mayevski û pirtûka bi navê Kurdi v voynakh Rossiye s Persiye i Turtsey v teçenie XIX stoletiya" ya Pyotr İvanoviç Averyanov ji Rûsî tên wergerandin û ya yekemîn di sala 1924an de û ya duyemîn jî di sala 1926an de ji aliyê meqamên leşkerî ve tên weşandin. M. Emin Bozarslan di sala 1968an de, piştî tîpguheziya wê, berhema navdar a Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn bi wergera wê ya Tirkî diweşîne lê belê ji ber fikara cezaxwarinê cih nade him hin beşên pirtûkê û him jî pêşgotina Hemzeyê Muksî ya sala 1919an (25). Lê belê Prof. Hasan Reşit Tankut karibû pêşgotina Hemzeyê Muksî bide wergerandin û li cem xwe bihêle (26). Anku her çend ew kesên ku li gor îdeolojiya fermî dinivîsandin dikaribûn wan "nivîsarên qedexe" bi dest bixin, lê belê xwendevanên wekî me jî piştî gelek salan li Ewropayê ev nivîsar dîtin. Li vê derê, feyde heye ku em bi kurtî li ser mînakeke ji weşanên Serfermandariya Giştî ya Cendermeyan rawestin. Pirtûka bi navê Dersim ku li ser îbareya "Nihênî ye û ji bo şexşan e. Bi şerh sed heb hatine çapkirin." heye, li gor kitêbên di vî warî de xwedî gelek agahiyên girîng e. Di nav pirtûkê de gelek metnên raporan cih digirin. Gelek agahiyên berfireh tê de hene. Wekî mînak Mufettîşê Mulkiyeyê Hamdî Beg di rapora xwe ya li ser Dersimê di 2.2.1926 de ji Wezareta Karên Navxweyî re van pêşniyaran dike:

"Di şûna mişextkiriyan de bicihkirina Tirkan(...) Piştî pêkanîna vê islahatê, ji bo 25 salan tayînkirina karmendên bîrdoz li vê herêmê û bi mîsyoneriy wan tirkkirina Kurdên herêmê.

Di vê serdemê de venekirina dibistanan, di dawîya 25 salan de piştî dayîna hest û terbîyeya Tirkitiyê û paşê vekirina dibistanan û perwedekirina xelkê. Yan na, fikra Kurdîtiyê dê bi ser keve." (27)

Di raporeke din de em lê hay dibin ku dixwazin ji aliyekî ve Kurdan mişext bikin û ji aliyekî din de jî 500.000 Tirkan li Kurdistanê bi cih bikin. Ev hejmar ji bo salên 1920’an hejmareke gelek zêde ye:

"Bi baweriya ku di sala 341 [1925] de herî zêde pêncî hezar kes bên rakirin û îskankirin... Di deh salan de ji bo bicihkirina pênc sed hezar kesên ji Yugoslavya, Bulxaristan, Qafqasya û Azerbaycanê li heremên li jor navgotî, divê ji 343 [1927]û pê ve her sal pênc mîlyon lîra ji bo butçeyê bên terxankirin." (28)
Yekemîn Mufettîşê Giştî Avni Doğan di rapora xwe ya sala 1943an de behsa kiryareke trajî-komîk dike. Li gor vê yekê Wilayeta Diyarbekirê fermanekê çewt fêm dike û dest bi mişextkirina xelkê dike, "wîlayetên din jî naçar dimînin ku ew jî dest bi mişextkirinê bikin". An ku dewlet vê çewtfêmkirinê rast nake, dijberî vê yekê- belkî ji bo yeksaniya mişextkirinan (!)- dibêje madem li Diyarbekirê mişextkirinê dest pê kir, li wîlayetên din jî bila dest pê bike. Bi vî awayî, bi gotina Dogan, "Navên gelek kesên bêsûc bi çewtî ketin nav defteran ku bi lezûbez û bê lêkolîn hatibûn amadekirin, û ew tên mişextkirin (29).

Gotinên wezîrê kar û barên navxweyî yê Komarê Şükrü Kaya yên di fermannameyeke nihênî de ku ji dema Îttîhat û Terakkî xwedî tecrûbe bû, li ser mebest û metodan gelek agahiyan dide.

"... Divê neyê jibîrkirin ku cil û berg, stran, govend, dawet û urf û adetên civakî hestên neteweyî û nijadî her tim zindî radigirin û civakan bi dîroka wan ve girêdidin. Lewma, wezîfeyeke neteweyî û girîng e ku dikeve ser milê her Tirkekî ku adetên bi vî rengî ku ziman jî tê de, wekî xerap û xeternak bibîne û nemaze xerap nîşan bide û bi tu awayî neyê teşwîqkirin û han dan û di her derfetê de naveroka wan a bêkêr û paşketî bên teşhîrkirin û wekî eyb û şerm bên nîşan dan, nav û laqabên malbat û şexsên ku bi vê lehçeyê dipeyivin bên Tirkîkirin, (...) guhertina navên gundan ku bi wê lehçeyê ne (...) li mala wan û navbera wan de bi wan Tirkî bidin xeberdan û bi wan ji dil bidin gotin ku ew Tirk in, bi kurtî Tirkkirina ziman, adet û daxwazên wan, girêdana wan a bi dirôk û qedera Tirkan ve wezîfeyeke millî û girîng ya her tirkekî ye" (30).

Piştî gelek salan, li dû darbeya leşkerî ya 1960î wezîrê dewletê Orgeneral Cemal Gürsel di axaftina xwe ya li Diyarbekirê ji xelkê re gotibû ku "Ez dê li serçavê wî kesî tû bikim ku ji we re dibêje hûn Kurd in." (31) Gotinên wî bi giştî li gor ji xwe"eyb û şerm" kirinê ye.

Dema ku li Tirkiyeyê Îsmaîl Beşîkçî û hin rewşenbîrên din got ku "Kurdistan kolonî ye" gelek aliyên cur bi cur bi tundî nerazîbûn nîşan dabûn û gotibûn ku ev yek ne rast e, bi ser de jî mueyyîdeyên cezayî hatibûn bikaranîn. Lê belê, birêvebirên herî payebilind ên dewletê di gelek raporên xwe yên nihênî de mefhumên wekî "müstemleke tarz-i idaresi" (Rêvebiriya têşeya birêvebirina koloniyan), "kolonizasyon" (mêtîn-gehkirin) û "temsil" (bişavtin) bi kar anîbûn. Wekî mînak, di nav pêşniyarên Heyeta Dagheha Îstîqlalê ya Şerqê de ku pêşkeşî Wezareta Navxweyî kiribûn, ev yek hebû: "damezirandina dezgeha mufettîşiya giştî ku selahiyeta vasî û butçeyê di destê wê de be, avakirina valitiya giştî û tatbîqkirina birêvebiriya têşeya birêvebirina mêtîngehan li Rojhilatê", ji aliyê Wezîrê Navxweyî Cemil Bey ve wekî "min küll-il vücuh mucib-i faide" [ji her aliyê ve pêwîstiyeke sûdê] hatiye dîtin (32).

Rapora ku di sala 1939-1940î de ji sekreteriya giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) re hatibû pêşkêşkirin bi awayekî aşkere nîşan dide ka li paş deriyên girtî li ser Kurdan çi difikirin:
"Bi dîtina me li Tirkiyeyê meseleya herî girîng a neteweyî meseleya Kurdî ye (...), bi navkirinên wekî ‘Tirkên Çiyayî, Tirkên Zozanan’ nedîtina rastiyê ji zirarê pê ve tiştekî nade, rabirduya wan çi dibe bila bibe em îro ne bi wan ne jî bi kesekî din nikarin bidin bawerkirin ku ew Tirk in.Lewma, pêwîstiyek e ku em bizanin ku li gelek deverên welêt hêmanên biyanî bi hev re dijîn,û li xwe mukir bên û tedbîrên xwe li gor wê bistînin. (...)

Teşebbusa herî dawî ya di vî warî de, di 21.06.[1]934an de bi derxistina zagona Îskanê ya hejmar 2510 pêk hat (...) Lê belê ruhê vê zagonê bi giştî temsil [bişavtin] û dahilî kolonizasyon [mêtîngehkirina navxweyî] ye.

(...) bêguman pêkanîna berfireh a vê îskanê piştî hesibandina hemû şertan bi tenê dikare bi avakirina makenîzmayek taybet kolonîzasyoneke navxweyî mumkin e ku ev dezgeh dikare bi îthalkirina siyaseta sereke ya dewletê bi selahiyeteke giştî kar bike.

(...) ji bo zarokên gundên ku piraniya wan Kurd in, divê dibistanên înternat bên avakirin. Mebesta van dibistanan dê ew be ku bi van zarokan zimanên wan ên dayîkê bide jibîrkirin û Tirkî têxin şûna wî." (33)

Min berî niha jî gotibû ku nihênî mana raporan pir girîng bû. Serokwezîr İsmet İnönü dema ku di rapora Kurdî de planên beriya komkujiya Dersimê ya 1937-1938an dinivîsand, balê dikşîne ser ku divê hemû nihênî bimînin. Karmendên payebilind jî dê nehatana agahdarkirin:

"Em ê wîlayeta Dersimê bi awayekî nû ava bikin. Fermandarên ser kar ên kolorduyê dê wekî walî û efserên ser kar jî dê wekî qeymeqam bên wezîfedar kirin. Heger hebin efserên teqawd jî wekî karmendên talî bên tayînkirin. (...) înfaza heta îdamê dê li wîlayetê biqede. (...) di 1935 û 36an de dê rê û qereqol bên avakirin. (....) Bi lezûbez Dersim ji çekan bên paqij kirin. Icraatên wîlayetê ku difikire ku bi darê zorê bên kirin û hukûmet pê agahdar kiribe dê bên kirin. Piştî wê dê merheleya dirûvê nû yê Dersimê dest pê bike. Ev hemû plan bi nihênî ne." (34)

Di salên 1960î de, profesorên duvelank li ser Kurdan hin metodên nû pêşniyar kirin. Wekî vê pêşniyara ku armanca wê jihevqetandina Kurdên ku bi zaravayên cihê dipeyivin:
"... niha em neçar in ku di riyekê de bimeşin. Ev rê jî: avakirina bendeke Tirkîtiyê di navbera Kurmancîtî û Zazakîtî."

Ev bend dê weha bûbûna:
"Ji Ercîşê heta Dersimê diyarkirina herêmeke bicihkirinê ku bi qasî pêncî kîlometreyan ber bi başûr ve biçe; ev yek girîng e ji bo ku em bi hêsanî û bi lezûbez bigihîjin armanca xwe. Ev bicihkirin dê bibe ‘benda Tirkan ku herêmê dike du perçe’."

Weha dihat fikirîn ku nemaze ji hêrema Deryaya Reş Tirk bên anîn û di navbera herêmên Kurmanc û Kirmanc (Zaza) bihatana bicihkirin (35). Bendeke bi vî rengî El-Hizame’l-’Erebi (Kembera Erebî) di sala 1962an de li Sûriyeyê di navbera Kurdan de hate destpêkirin û di serdema Baes de hate pêşdexistin.

Lê belê di vê heyamê de rewşa berhemên bi Kurdî û berhemên bi Tirkî ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve li ser Kurdan dihatin nivîsandin çawa bû?
Di serdema Osmanî de gelek kêm pirtûkên bi Kurdî hatibûn çapkirin. Ev pirtûk, wekî mînak ferhenga Kurdî jî, hîna di sala 1906an de tê qedexekirin û tê ferman dan ku ji pirtûkfiroşan bê berhevkirin (36). Di atmosfereke kurt a azadiya nisbî de ku piştî ragihandina Meşrûtiyeta Duyemîn dest pê kiribû, Kurd hin komele dadimezirînin û hin weşanên demî diweşînin. Piştî tecrubeyên Kurdistan û Ummîd ku li Qahireyê hatibûn weşandin, li Stenbolê jî Şerq û Kurdistan, Rojnameya Komeleya Piştgirî û Berzkirinê ya Kurdan, Rojî Kurd, Yekbûn, Hetawî Kurd tên weşandin.

Lê belê rêvebiriya Îttîhat û Terakkîyê derfet nade van rêxistinên demokratîk ên Kurdan û weşanên wan ên demî ku jiyana xwe berdewam bikin.

Beriya Şerê Yekemîn ê Cîhanê, çend heb pirtûk û broşurên bi Kurdî tên weşandin. Her weha, piştî Mutarekeya Mondrosê di nav wan çend salan de ku kontrola hişk a rêvebiriyê nebû, li Stenbolê bi qasî panzdeh pirtûk tên weşandin. Piraniya wan berhemên olî û edebî ne. Di heman serdemê de ev kovar û rojame jî tên weşandin: Kovara Jîn, Gazî, Kurdistan, Rojnameya Jîn. Hemû berhemên ku li vê derê behsa wan tê kirin bi tîpên Erebî ne. Wekî din di sedala 19emîn de bi qasî deh pirtûkên Kurdî hene ku bi tîpên Ermenî hatibûn weşandin. Yek ji wan pirtûka xwendin/alfabe, ên din jî wergera Kurdî ya Încîlê bûn (37).

Di weşanên Kurdî-Tirkî yên demî de ku li jorê hatin rêzkirin, gelek nivîsên sebaret bi ziman, wêje, dîrok û civaka Kurdî hatine weşandin. Di nav nivîskarên Kurd ên van weşanan de, kesên navdar ên wê demê, wekî Dr. Abdullah Cevdet, Babanzade İsmail Hakki, Lütfi Fikri û Mevlanzade Rifat jî hebûn.

Di serdema ji navbera 1923-1970ê de ku Komara Tirkiyê zexteke mezin li ser zimanê Kurdî û weşanên li ser Kurdan dikir. Bi qasî ku hatine tespîtkitin bi tenê şeş berhemên bi Kurdî hatine weşandin ku hemû hatin qedexekirin. Di nav van pirtûkan de, Ferhenga Kurdî ya Musa Anter, Alfabeya M. Emin Bozarslan, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Gramera Kurdî ya mebûsê Ruhayê Kemal Badilli di navbera salên 1965-1968an de hatine weşandin.

Ji salên 1940î û pê ve, kovar û rojnameyên wekî Dicle Kaynaği (Çavkaniya Dîjleyê), Şark Mecmuasi (Kovara Şerqê), Şark Postasi (Posteya Şerqê), Mezopotamya, İleri Yurt (Welatê Pêşketî), Dicle-Firat, Deng, Roja Newe, Yeni Akiş (Herikîna Nû), Ezilenler (Bindest) tên weşandin. Hema hema hemûî di nav demeke kurt de tên qedexekirin û dawî li weşanên wan tê.

Di serdema Osmanî de pirtûkên bi Tirkî yên li ser Kurdan ku ji aliyê Kurdan ve hatibin nivîsandin gelek kêm in. Di vî warî de behsa du pirtûkan tê kirin. Pirtûka Emîr Bedîrxan a Ehmed Ramiz-i Kürdi û Mukaddimetü’l-İrfan a Muhammed Mihri (38).

Di dema Komarê de jî encax di sala 1966an de pirtûka bi navê Pirsgirêkên Rojhilatê ya M. Emin Bozarslan tê weşandin ku berhemeke civakî ya li ser Kurdan e. Di destpêka salên 1960î de, di rojname û kovarên Tirkan ên wekî Yön (Cîhet), Bariş Dünyasi (Cîhana Aştiyê) de li jêr navê pirsgirêka ‘Rojhilatê’ nîqaşên li ser pirgirêka Kurdî dest pê dikin. Peyderpey jî li cem rêxistinên sosyalîst û li cem Partiya Karkerên Tirkiyeyê nîqaşên bi vî rengî pêk tên.
Dîsa di salên 1960î de, di çapemeniya Tirk de nivîsên neteweperestên Tirk ên wekî Nihal Atsiz û İsmet Tümtürk tên weşandin. Atsiz, di nivîsareke xwe de pêşniyareke weha balkêş dike:"...bêyî ku serê neteweya Tirk bixin belayê û berî ku ew bi xwe tune bibin, bila rabin biçin. Bi ku ve? Çavê wan ku der dît, dilê wan bijiya ku derê bila biçin wir. Bila biçin Îranê, Pakistanê, Hîndistanê, bila biçin cem Barzanî. Bila serî li Neteweyên Yekgirtî bidin û ji xwe re li Afrîkayê warekê bixwazin. Bila ji hevnîjadên xwe yên Ermenî bipirsin ka nîjada Tirk çi qas bi sebr û aram e lê belê dema bêhna wan teng bibe wekî mîreşêran kes nikare li hember wan li ber xwe bide û bila hişê wan bê serê wan." (39)

Xwendekarên Kurd ên zanîngehan li hember vê nivîsê, bi nivîsekê bi sernavê "Kî kê diqewirîne? Va ye Meydan!" nerazîbûn nîşan dan.

Di salên 1960’î de bûyereke din a girîng a siyasî jî avabûna Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Bi vî awayî, ji salên 1920î û pê ve cara peşîn di sala 1965an de partiyeke îlegal tê damezirandin. Pir pê naçe û di sala 1968’an de bi operasyonekê birêvebirên partiyê tên destgîrkirin û darizandin. Hin ji wan di dadgehê de parastina xwe dikin. Sala din Devrimci Doğu Kültür Ocaklari (DDKO) [Dezgehên Çandî yên Şoreşger ên Rojhilatê] tê damezirandin. Di xebat û weşanên xwe de ev rêxistin li dij tezên înkarkirinê yên îdeolojiya fermî dedikeve û bi awayekî aşkere dibêje: "Li Tirkiyeyê gelê Kurd heye... Ev hebûnek e ku bûye sedema bi zanîn paşdehiştina herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilata Anatolîyê." (40) Endam û birêvebirên DDKO’yê di sala 1970ê de tên girtin û di dadgehên birêvebiriya leşkerî ya Diyarbekir-Sêrtê de tên darizandin. Ev darizandin ji bo tevgera neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê girîng in. Ji ber ku ciwanên Kurdan li pêşiya dadgeha di parastinên xwe de diyar kir ku ziman û gelê Kurd heye. Bi qasî parastinnameyan, cîlda pêşîn a qeydên doza DDKO’yê ku di sala 1975an de hat weşandin, li ser raya giştî bandoreke gelek girîng kir.

III - Û Dr. Îsmaîl Beşîkçî

Gava ji ber nivîsarên xwe tê girtin, Îsmaîl Beşîkçî û DDKO yî cara pêşî pêrgî hev tên. Beşîkçî li girtîgehê bi wan re dimîne û pêvajoya parastina xwe li cem wan derbas dike. Lê belê Beşîkçî çawa hatibû wê derê?
Dema ku Beşîkçî dest bi nivîsandina li ser Kurdan kiribû, li welêt atmosfereke weha hebû ku min hewl daku li jor bi kurtasî vebêjim. Baldariya wî ya li ser vê mijarê bi nûçe û şîroveyên çapemeniyê dest pê dike. Ji ber vê baldariya xwe, di sala 1961an de dema ku di Fakulteya Zanistên Siyasî de xwendekar bû, her çend derfeta wî hebû ku li bajarên rojava stajê bike ew Elazîzê hildibijêre. Li wê derê gelek caran digel qeymeqam diçe seredana gundên Kebanê ku li wan deran dibîne ku gundî bi Kurdî dipeyivin û bi Tirkî nizanin. Bi gotina wî "Li Enqereyê dibêjin her kes Tirk e û zimanekî Kurdî nîne" lê belê " bêyî wergêr qeymeqam ji Kurdan tiştekî fêm nake". Ev nakokî wî dide fikirîn.
Di sala 1963an de dema leşkeriyê, ji ber ku wî dixwest biçe Rojhilatê, Bedlîs hildibijêre û bi hevalekî xwe re cihê xwe pev diguherîne. Li Bedlîsê cara pêşîn Kurdên koçer dibîne, gelek caran diçe zozanên Nemrûdê û bi wan re dipeyive.

Di sala 1967an de li cem Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê teza xwe ya doktorayê ya bi navê "Organîzasyona Civakî ya Eşîreke Koçer ku zivistanê li deşta Farqînê, havînê jî li zozanên Nemrûd û Sîpanê derbas dike." Ev tez encama xebata wî ya warlêkolînê bû û xebateke weha heta wê demê li Tirkiyeyê nehatibû kirin.

Di sala 1969’an de him pirtûka xwe ya bi navê Li Rojhilatê Pirgirêkên Avabûn û Guherînê û him jî pirtûka xwe ya Pergala Anatolîya Rojhilat diweşîne.

Di warê xebatên Kurdolojiye de, hin xweseriyên girîng hene ku Îsmaîl Beşîkçî ji nivîskarên din ên Tirk cihê dike. Beşîkçî xebatên xwe bi meraqa zanistekî dike. Hewlê dide ku lê bikole, li ser hûr bibe, hîn bibe û wan pêşkêşî zanîngehê, pêşkêşî raya giştî bike. Ew tu car nafikire rastiyên ku hîn dibe, ji bo berjewendiyên xwe tewş nîşan bide yan veşêre. Ne bi hesabê ku xwe ji hinekan re baş nîşan bide, lê belê bi duristiya zanistekî tev digere. Helbet ew jî dikare di bin bandora îdeolojiya fermî, zanîngeha ku lê dixwîne û çapemeniyê bimîne û hin tiştên çewt binivîsîne, lê belê vê yekê bi zanebûn nake. Ê herî girîng jî ew e ku bi duristiya zanistekî, dema ku hayê wî ji çewtiyên wî çêdibe xwe rexne dike û wan rast dike. Bi rastî jî, dema ku bi nêrînên xwe yên çewt yên pirtûka xwe Pergala Anatolîya Rojhilat dihese weha dike (41). Tabyuên Kemalîstan nas nake. Hîn di sala 1969an de dibêje ku: "analîzên ku faktorên etnîk, ên ku heta niha tabu bûn, eger bi awirekî çînên civakî lê hûr nebe kêm dimînin, li hewa dimînin." (42)

Di sala 1967an de, di kovara Forumê de, nivîsên wî yên li ser Kurdan û avabûna civakî ya ‘rojhilatê’ tên weşandin. Di heman salê de, piştî çend ‘Mîtîngên Rojhilatê’, mîtîngên Dersim û Agirîyê bi çavekî civaknasiyê temaşe dike, nivîsan li ser wan dinivîsîne. Beşîkçî wê pêvajoyê wekî destpêka nakokiyên xwe yên bi dewletê re dihesibîne. Wê demê di fakulteyên Zanist-Wêje û Zîraatê de dersên civaknasiyê dide. Ji ber ku mîtîngên Kurdan temaşe dike û li ser wan gotaran dinivîsîne, li zanîngehê li dîj wî muxalefetek peyda dibe. Di sala 1968an de li dij wî lêpirsîneke îdarî tê vekirin. Piştî vê lêpirsînê dersên wî yên di fakulteya Zanist-Wêjeyê de tên astengkirin.

Di sala 1969an de li zaningeha bûyerên xwendekaran pêk tên. Hin xwendekar pir caran tên ba wî û nîqaşan dikin. Di nav van xwendekaran de Ahmet Aras, Nazif Kaleli, Ömer Polat û Kadir Manga –qadroyê THKO’yê ku wê paşê li çiyayên Nurhakê bihatana kuştin- hebûn. Beşîkçî bi sorkirina xwendekaran û bi jehrkirina mêjiyên wan tê tewanbarkirin. Di sala 1970’î de di encama lêpirsîna îdarî de ji karê xwe tê avêtin. Piştî wê, Beşîkçî wekî asîstanê sosyolojiyê dikeve Fakulteya Zanistên Siyasî. Piştî ku di 12ê adara 1971ê de artêş dest datîne ser rêvebiriyê, dosyeyên lêpirsînên îdarî dişînin serfermandariyên rêvebiriya leşkerî. Di nav wan daxwaznameyên gilîkirinê de ji bilî rektorê zanîngeha Ataturkê, hin dekan, profesor, asîstan û MHP’yî yên ji vê zanîngehê jî hene. Bi qasî şêst muxbîr îdda dikin: "Beşîkçî cudaxwaziyê dike, Beşîkçî behsa Kurdan dike, Beşîkçî xayîntiya welêt dike..." (43). Di encamê de di 19 Hezîranê 1971’ê de Beşîkçî li fakulteya Zanistên Siyasî tê girtin û wî dibin Diyarbekirê. Bi gotina, derdikeve û nema vedigere.

Li ser pirsên dozgerê rêvebiriyê leşkerî Beşîkçî dibêje Kurd û Kurdî hene û nivîsarên xwe diparêze. Bi vî awayî "li xwe mukir tê û sûcê xwee qebûl dike". Ji vê darizandinê ku di 1972’an de bi dawî dibe, sêzdeh sal û heft roj ceza lê tê birîn.

Di girtîgeha rêvebiriya leşkerî de girtiyê DDKO, Partiya Karkerên Tirkiyeyê, Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê û Dev-Genç jî hene. Îsmaîl Beşîkçî nemaze bi birêvebir û endamên DDKO’yê re di nav têkiliyên xurt de ye. Digel vê komê di nav komuna bi navê ‘Ocak Komünü’ de cih digre.

Di 1971ê de Fikret Şahin, Mümtaz Kotan, İbrahim Güçlü, Yümnü Budak, Ali Beyköylü û Nezir Şemmikanli yên ji DDKO’yê bersiveke 167 rûpelî didin doznameya dozgerê birêvebiriya leşkerî. Piştî vê parêznameyê komeke din a DDKO’yê İhsan Aksoy û hevalên wî jî parastina xwe dikin.

‘Ocak Komünü’di girtîgehê de xebatên xwendinê ên bidîsîplîn pêk tîne. Him di van xebatan de him jî parastina DDKO’yiyan de bandora Beşîkçî çêbûye. Beşîkçî herweha di darizandina xwe ya wê demê de jî parastina xwe kir. Her çend hinekan îddî dikin ku Beşîkçî bandora xwe pêş de biriye û beşa civaknasiyê ya bersiva DDKO’yiyan a li doznameyê ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin (44) lê belê Mümtaz Kotan ku yek ji wan kesan e ku parêzname amade kiriye, dibêje ev yek ne rast e ji ber ku parêzname berhema xebateke hevbeş bûye û lê zêde dike: " Lê belê di warê şêwirîn, agahî û gengeşiyê de me ji Beşîkçî jî sûd wergirt." (45) Ji heman komê İbrahim Güçlü jî dinivîsîne ku Beşîkçî di amadekirina parêznameyê de tevkarî kiriye (46). Li gor Beşîkçî jî: "Bersiva doznameyê bi xebateke hevbeş hat amadekirin. Gotûbêjên gelek dijwar pêkhatin. Lê ev gotûbêj her tim aso berfirehtir dikirin." (47) Ji gotinên Beşîkçî jî diyar dibin, wekî ku Kotan jî radigihîne, di dema gengeşiyên girtîgehê de Beşîkçî çiqas girîngî dide parastinê: "Kekê Îsmaîl (…) cara pêşîn bû ku ew qas bi hêrs ket. Wî got heger ev parastinname neyê dayîn ev mesele dê li vê derê biqede" (48). Wî berê herweha ji Feqî Husên re jî gotiye: "Ev yek îmtîhanek e. Hemî cîhan dê li vê îmtîhanê binihêre. Heger em li vê derê mesela Kurdî bi belgenameyan dest nîşan nekin emê gelek êş û azaran bikişînin." (49)

Ji aliyê din de jî, tiştên ku li wê derê hatibûn serê wî û xebatên wî yên di nav komê de gelek bandor li ser wî kiribû û bi saya Kurdên ji çînên cur bi cur ên civakê civaka Kurd baştir naskiribû. Piştî bîst salan dema behsa wan deman dikir Beşîkçî dê bigotana: " Di nav rejîma 12 adarê 1971’an de, di dawiya darizandinên Rojhilatê ya 1971’ê de hayê me ji qereqolên di mêjiyê me de çêbûn. Ev pêvajoya lêhaybûnê her ku çû aşkeretir bû. (50)
Di doznameya DDKO’yê de em dîsa rastî ‘Dr. Friç’ û pirtûka wî tên. Dozgerê birêvebiriya leşkerî, dema ku di doznameyê de hewlê dide ku nîşan bide ku Kurdî ne zimanekî cihê ye Prof. Dr. Friç wekî çavkanî nîşan dide. Anku doktorê xeyalî yê serdema Osmanî li vê derê dibe professor û wekî Prof. Dr. Friç tê pêşkêşkirin. ‘Dr. Friç’ ‘însaf’ dike û dibêje ku ji 8307 peyvên ferhengeke Kurdî bi tenê 300 heb bi eslê xwe peyvên Kurdî ne lê belê dozgerê navgotî dibêje ‘bi tenê 30 heb peyvên Kurdî hatine dîtin.’(51) Musa Anter di rûniştinê de hew didebire û mafê xeberdanê distîne û dibêje: "Dozger Beg dibêje 30 peyv bi Kurdî ne. Mirîşk jî bi pêncî peyvan dipeyivin, eyb nabe ku weha dibêje?" (52)
Di darizandinan de Îsmaîl Beşîkçî jî bi ‘Dr. Friç’ muxattab dibe. Dozgerê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) Nuh Mete Yüksel di mutaalaya xwe ya 23.11.1992’an de îddîaya ‘Dr. Frîç’ dubare dike û dibêje: "Bi tenê 30- kêm dike heta sîhî- peyv bi Kurdî ne." (53) Heman dozgerê DGM’yê di 11.03.2002’an de ji bo dozeke din doznameyek amade dike ku tê de dibêje: " Li gor Dr. Friç ku ferhenga Fransî-Kurdî- Rusî analîz kiriye, bi tenê 300 peyvên bi Kurdî hene û di vê rewşê de Kurdî nikare di bernameyeke zanîngehê de cih bigire (54). Mînaka Dr. Friç mînakeke îbretî yê balkêş e ku nîşan dide ka çavkaniyên fermî yên beradayî çawa tên hilberandin û di kîjan waran de dikarin bên bikaranîn.

Piştî efûya 1974an girtiyên siyasî ji zindanan derdikevin. Serokên Ocak Komünü weşanxaneya Komalê ava dikin û kovara Rizgarî diweşînin. Beşîkçî wê demê bi Komal û Rizgariyiyan re di nav têkiliyên nêzîk de bû, lê belê li gor serokê Rizgarî, Beşîkçî "di refleksên xwe yên siyasî û têgihiştina rêxistinî de" li derveyî wan bû û "di wî warî de tu qaîde qebûl nedikirin û dê nekirina jî." (55)

Weşanxaneya Komalê, dosyaya dozê ya wî û pirtûkên wî yên wekî Metoda Zanistê, Îskana Mecbûrî ya Kurdan, "Teza Dîrokê ya Tirk" "Teoriya Roj-Ziman" û Pirgirêka Kurd, Destûra Partiya Xelk a Komarê (1927) û pirsgirêka Kurd. Lê belê ev pirtûk tên berhevkirin û heqê wan de doz tên vekirin. Ev berhem li Tirkiyeyê, di warê kurdolojiyê de xebatên cîddî yên pêşîn bûn ku ji aliyê akademîsyenekî ve hatibûn nivîsandin. Him ev him jî pirtûkên wî yên din Qanûna Tuncelî (1935) û Nîjadkujiya Dersimê, Destûra Partiya Xelk a Komarê (1931) û Pirsgirêka Kurd, Bûyera Orgeneral Muğlali: 33 Gulle, Mêtîngeha navdewleta Kurdistan ku di destpêka salên 1990’î de hatibûn weşandin, hîna jî ji bo wan kesan ku li ser vê mijarê hûr dibin, çavkaniyên hêja ne.

Dema ku cuntaya leşkerî di 1980ê de tê ser hukum, Beşîkçî ji ber nivîsarên xwe li girtîgeha Sakaryayê ye. Roja pêşîn ku wî dibin vê girtîgehê bi wî îşkenceyên giran dikin. Îşkencekar weha qêriyane: "Vî zilamî çi kiriye? Sucê wî çi ye?" "Vî zilamî nivîsar nivîsandine." "Heke nivîsar nivîsandibin, li tiliyên wî xin, li zendên wî xin, bila êdî nikaribe binivîse! Bila êdî tiliyên wî nikaribin qelem bigrin!" (56) Beşîkçî, heta sala 1999an ji ber nivîsên xwe gelek car tê girtîn û çendîn girtîgehan de dimîne. Lê di wan şert û mercan de jî di her derfetê de li ser Kurdan û pirsgirêka Kurd dinivîsîne. Lê belê ji ber ku ji derfetên xebat û lêkolînê yên pêwîst bêpar tê hiştin, di nav nivîsên wî yên ji 1980’ê û pê ve berhemên lêkolîn û lêhûrbûnê kêm mane. Guherîn û pêşdeçûna fikrên wî ku ji çil salan zêdetir bi nivîsandinê vedigot, ji bo kurdolojiya li Tirkiyeyê girîng e û hêja ye ku li ser xebateke serbixwe bê weşandin.

Dema ku em li ser fikrên wî yên sebaret bi pirsgirêka Kurd radiwestin bi kurtasî be jî divê em behsa dîtinên wî yên li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî bikin. Di salên 1990î de hin pirtûkên wî tên weşandin ku tê de bi pesndayînê qala PKK û Abdullah Öcalan dike. Li hember hin Kurdan ku vê fikr û helwesta wî rexne dikin, PKK’yê û Abdullah Öcalan diparêze. Di van nîqaşan de, nivîsîne ku nameyên hin hevalên wî yên kevn ên dema DDKO û Komal ku li ser vê mijarê nivîsandine, daye PKK’iyan (57) ku vê helwesta wî, xwediyên van rêzikan jî tê de, gelek kesan matmayî dihêle. Piştî ku Abdullah Öcalan di 1999an de tê girtin û dev ji tezên xwe yên berê berdide û hin fikran dibêje ku dikarin ji aliyê karbidestan ve bên tolerekirin, Beşîkçî rexne li wî digire. Wekî mînak, behsa Öcalan dike û dibêje: [Berê] digot "Gelê kurd gelekî bêrûmetkirî ye." Yanî gelek bêrûmet hatiye hiştin. Ez difikirîm ku ev tesbîtek pir muhîm e? Lê piştî pêvajoya Îmralîyê ev yek hat famkirin: Têkilîyeke zêde ya Öcalan bi zimanê kurdî re, bi kultura kurdî re tuneye, meşxuliyeteke wî ya pir zêde bi vana re tuneye. Eger tu nikaribî navê welatê xwe jî bêjî, bi ya min bêrûmetiya muhîm ev e. Ji bilî vê, êdî çi bêrûmetiyeke din dikare hebe? (58)

Dema ku Öcalan bi şêwaza xwe ya xas bersiva rexneyên Beşîkçî dide, pêşniyar dike ku di heqê wî de doz bê vekirin: "...Ev êrîşên li dij min in. Heqaret li min tê kirin. Divê li hember wan xwe biparêzim. Ev yek bi rastî êrîşeke li dij dewletê ye jî. Ev yek çawa dikare bibe? Heger hewce be divê bi wan re bên peyivîn, doz divê bên vekirin. (...) Dewlet pişta wî digrin. Serê wan kesan ku dixwazin netewperestiya Kurdî bi kar bînin, li derve ye, ez bi yekê zanim" (59) Van hevokên dawî gotinên Aziz Nesin tînin bîra mîrov. Wî jî li ser rexneyên Beşîkçî yên li ser pirsgirêka Kurdî, weha gotibû: "Tu dikarî bi tenê ajanê Îngîlîzan bî." Çend sal paşê dema van gotinan tînin bîra wî, dibêje ku wî ev gotin ji dil negotine lê ji ber ku bi hêrs ketiye gotiye. (60) Öcalan di axaftineke xwe ya din de dibêje "Beşîkçî Ziya Gökalpê Kurdan e." (61) Lê belê ji xeynî wê taybetmendiya wan a hevbeş ku her du jî bi pirsgirêkên neteweyan û civaknasiyê têkildar dibin, naveroka nivîsên wan gelek ji hev cuda ne. Gökalp wekî endamê komîteya navendî ya partiyeke şoven ku welêt bi rê ve dibe, hewl daye ku Kurd û neteweyêm din ên ne-Tirk bike Tirk û li gor vê fikra xwe nivîsandiye. Beşîkçî jî hewl daye ku bi lêkolînan diyar bike ka hebûna gelekî mazlum çawa tê înkarkirin, mafên wan çawa ji wan tên stendin û di riya fikrên xwe de demeke gelek mezin a jiyana xwe li zindanan derbas kiriye.

Bi baweriya min, tesîra nivîsarên Beşîkçî li ser kurdan mezintir e, ji qasî ku tê texmînkirin (62). Ji ber ku bi awayekî gelek sade û net, rewşa rastîn a Kurdan vedibêje, fikirên wî wekî darbeyên ku li mêjiyê mirov dikevin, û hişmendiya xwendekarên Kurd dihejînin. Wekî van hevokên wî ku rastiyên basît diyar dikin: "Kurd di salên 1920’î de ji hev hatine veqetandin, parçekirin û parvekirin. (...) Çunkî, bo nimûne, eger em ji kurdekî bipirsin "Nifusa kurdan çiqas e?", dibêje, "çil mîlyon", hinek dibêjin "ji çil mîlyonan jî zêdetir". "Baş e çima navê te tuneye? Çil mîlyon nifusa te heye, çima li Neteweyên Yekgirtî, li Yekîtiya Ewropayê, li Konseya Ewropayê, li Konferansa Îslamê, li cihekî jî nave te tuneye?" (…) Lê, li Yekîtiya Ewropayê, Luxemburg em bêjin 400.000 nifusa wê heye, lê di bin biryarên weha de îmza wê jî heye: Em, li Rojhilata Navîn li dijî avakirina dewleteke kurdî ya serbixwe ne. Em, li Rojhilata Navîn li dijî guherîna sînoran in. Ev tê çi manayê? Tê vê manayê: Li ser musteqbelê kurdan em biryarê didin. Luxemburg, li ser musteqbelê te biryar dide! Yan jî Malta, yan jî Qibris! Di bin biryarên vî cûrî de îmza wan jî heye. Yan jî endamên Konseya Ewropayê hene. Bo nimûne Andorra, San Marino, Lichtenstein û Monako endamên Konseya Ewropayê ne ku ji 50 endaman pêk tê. Nifusa wan derdora 10.000 e, Lichtenstein nêzîkî 30.000 e, lê di tayînkirina musteqbelê kurdan de xwedî rol in. (...) Divê kurd li dijî vê yekê reaksiyonên nîşan bidin. Lê kurd bi giştî li dijî vê yekê reaksiyonên nîşan nadin. Bi a min ev zeafek e. Û ev zeaf divê li gel bûyerên 1920ê bê peyivîn (63).

Divê diyar bikim ku Beşîkçî van gotinan û hin fikrên xwe yên din ên li ser Kurdan her car dîsa dibêje. Ev dubarekirina wî, weha diyar dibin ku ji ber ku girîngiyê dide van meseleyan lewma ji bi zanîn wan dubare dike.

Beşîkçî ne wekî wan akademisyenên ku naxwazin serê xwe biêşînin, lê belê wekî zanistekî tev digere, û li hember neheqiyan helwesta xwe nîşan dide. Bi salan e ku zanîngehên Tirk rexne dike ji ber ku li gor exlaqê zanistê tev nagerin û rastiyên sebaret bi Kurdan naynin zimên ew jî nikare tu bersivan bigre. Ev taybetmendiyên wî, dibin sedem ku li ba alîgirên îdeolojiya fermî bibe yekî bi xeter. Lê bawerîya kurdan jî zêdetir bi wî aniye.

Gelek kurdên ku di warê mafên netewî/grupî yên kurdan de baweriyê bi bi gotinên pûç û vala û xapînok yên wekî "biratî", "hevwelatiyê dereca yekem", "unsura eslî" naynin, serê saya nivîsarên kesên akademîsyenên îstîsna wek Beşîkçî û Fikret Başkaya û hejmareke kêm ya rewşenbîrên tirk fam dikin ku tirk jî dikarin rastîyan binivîsin, bawerîyê bidin. Lê ev yek weha bi hêsanî bi cih nehatiye.

Li ser vê mijarê Musa Anter weha gotibû:"Li Tirkiyeyê alimên xwedî namûs ew qas hindik in ku hin kes rûmet û xwedînamusbûna Beşîkçî ya di warê zanistê de fam nakin. Gelek kes bi ecêbmayî vê yekê dipirsin: ‘Gelo Îsmaîl Beşîkçî Kurd e?’". (64) Wezîfedarên resmî yên wekî polîs, gardiyan jî heman pirs ji Beşîkçî kiriye. Ew jî mat mane ku Tirkek behsa mafên Kurdan dike. Xizmên Beşîkçî jî di nav wan de. Dema ku zavayê wî tê girtîgehê daku seredana Beşîkçî bike, gazinan jê dike û weha dibêje: "Ma mesela kurdan bi me ketiye? Ma em Kurd in?" Rojek ji rojên girtîgehê li ser pirseke yuzbaşiyekî Beşîkçî dibêje ku wî li ser mijarên wekî Kurd û Îskana Mecbûrî ya Kurdan nivîsandiye mêrik şaşbûna xwe weha anîye ziman: "Ma tu dîn î? Ma aqilê te nîne? Gelo tu dîn î yan baqil î?" (65) An ku Beşîkçî bi nivîsarên xwe him Tirk him jî Kurd matmayî hiştine. Ez wekî ku Musa Anter dibêje nebûm şahid ku Kurd bipirsin ka Beşîkçî Kurd e yan na, lê min gelek cara bihîstiye ku digotin Beşîkçî qet ne Tirk e. Li gor wan kesan ku weha dibêjin, Tirkek nikare li ser Kurdan tiştên weha rast binivîsîne; Lewma Beşîkçî nikaribû Tirk be, lê Rum yan Ermenî. Mümtaz Kotan behsa îhtîmaleke din dike: "[Îsmaîl Beşîkçî] cîranê mala diya min, hemşeriyê wê ye, û bi îhtîmaleke mezin yek ji wan malbatan tê ku bi demezirandina Komarê re bi riya mubadeleyê de ji Yûnistanê hatibûn Tirkiyeyê." (66) Dema ku min ev pirs ji Beşîkçî kir, got ne rast e û lê zêde kir: "Ji ber ku mubadele di salên 1920’î de pêk hat. Lê belê mala me ya berê ku niha hilweşiyaye, di sala 1826’an de hatibû avakirin." (67)

Li Tirkiyeyê, rêvebir nemaze di pirsa kurdî de ji bo berdewamiya statukoyê li hember kesên li dijî îdeolojîya resmî derketine, hemû metodên cihê yên legal û ne legal bi kar anîne, zordarî kirine, ceza li wan birîne daku wan bêdeng bikin û bi piranî jî di warî de bi ser ketine. Gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û şoreşger ji ber tirsa cezakirinê, di darizandinan de fikrên xwe yên rastî înkar kirine, li wan xwedî derneketine. Ji ber heman tirsê gelek mirov dema nivîsandin û axaftinê xwe sansur kirine û fikrên xwe veşartine. Da ku ji cezayan bifilitin gelek nivîskaran di nivîsarên xwe de zimanê Ezopê bi kar aniye. Li Tirkiyeyê gelek akademisyen, nivîskar û hunermendên esilkurd ên navdar, nikaribûn bêjin ku ew Kurd in. Piraniya wan kesan ku nikaribûne bêjin ku Kurd in, bi gotinên wekî "Bi eslê xwe Kurd im lê xwe wekî Tirk hîs dikim", "Kurd im lê belê dilsozê dewleta xwe me, li dij Kurdan û cudaxwazan im", "Ez Kemalîst im" xwe ewle kirine. Mirov dikare vê tirsa wan fêm bike. Lê belê helwêsta Beşîkçî yê ku li dij tabuyên li ser Kurdan derketibû hatiye afarozkirin, helwêsteke neasayî ye. Bi berdêla cezayên giran, di nivîsarên xwe de pirsgirêk bi awayekî aşkere û bêyî ku ‘sansur’ bike diyar kiriye. Gelek caran hatiye darizandin, û her car bi şêwazeke Sokratîk li hember cezayan serî hildaye û parastina xwe kiriye. Ji ber parîznameyên wî heqê wî de doz hatine vekirin û ev yek weha berdewam kiriye. Her çend 17 salan di girtîgehê de hat hiştin û tûşî zordestiyan bû jî tu car serî dananî, di girêvên birçîbûnê û berxwedanên girtiyan, ên li dij cilên yek tîp, de beşdar bû û li ber xwe da. Min par ji Beşîkçî pirsîbû:
"Dema ku hûn li hundir bûn di heqê we de gelek doz hatibûn vekirin û bi sedan salan ceza dihat xwestin. Heger zagon nehata guhertin wê ev ceza li we bihata birîn û belkî emrê we yê mayî hemûyê hûn dê li girtîgehê bimana. Gava hûn li serdi fikirin ku hûn ê heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bîminin, vê yekê hûn neditirsand?"

Bersiva wî weha bû:
"Dema mirov pêvajoyê fêm bike, têbigihîje, bi mefhumên zanistê bifikire, wê demê tirseke weha li cem mirov peyda nabe. Bêjim, anku li cem min tirseke weha peyda nebû. (...) Heger mirov hewlê bide ku pêvajoyê bi mefhumên zanistê fêm bike, têbigihîje ev yek ji bo mirov rehetiyeke gelek mezin e. Helbet polês, dadgeh her tim dibin sedema tirsê, sedema fikarê. Lê belê yê girîng ew e ku mirov xwe radestî vê tirsê neke."

Çavkanî

M. Malmîsanij: Lêkolîner, nivîskar

Eslê vê gotarê dirêjtir bû, me bi destûra nivîskarî ew ji bo Le Monde Diplomatique'ê hinekî kurt kir.

  1. Bruinessen, Martin van, Kürdolojinin Bahçesinde, [Di Bexçeyê Kurdolojiyê de] Mudiriyeta Giştî ya Eşîr û Muhaciran Weşanxaneya Vate, İstanbul, r. 171
  2. Sertel, Zekeriya, Hatirladiklarim, [Bîrhatinên min] çapa duyem, Weşanên Gözlem, İstanbul, 1977, r. 81-82
  3. Malmîsanij, "Meğer ‘Dr. Friç’ Kimmiş!", [Di Rastiyê de Dr. Friç kî ye] Kurdistan Press, Stockholm, Hejmar: 89 (21.11.1991)
  4. Doktor Friç, Kürdler: Tarihi ve İctimai Tedkikat, [Kurd: Lêkolîna Dîrokî û Civakî] Aşair ve Muhacirîn Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatindan, [ji weşanên Mudiriyeta Giştî ya Eşîr û Muhaciran] İstanbul, 1334 [1918], r. 12-20, 81-82
  5. Firat, M. Şerif, Doğu İlleri ve Varto Tarihi, [Bajarên Rojhilatê û Dîroka Vartoyê] Çapa 5., Türk Kültürünü Araştirma Enstitüsü Yayinlari, [Weşanên Enstîtuya Lêkolîna Çanda Tirk] Ankara, 1983, r. XVIII, 17
  6. Firat, Atilla, Açik Mektup (Hormek’den Notlar) [Nameya Vekirî- Nîşeyên ji Hormek], Ankara, 1987, r. 12
  7. Arslan, Ruşen, Şeyh Said Ayaklanmasinda Varto Aşiretleri ve Mehmet Şerif Firat Olayi, [Di serhildana Şêx Seîd de eşîrên Vartoyê û bûyera Mehref Şerif] Weşanên Doz, İstanbul, 2006, r. 74. Her weha binihêrin. Firat, Atilla, r. 26
  8. Nivîskarê Dersîmî Cemil Gündoğan li ser vê pirtûkê serpêhatiyeke xwe weha vegot: "Bavê min ê karmend gelek ditirsiya ku li malê pirtûk hebin. Wî pirtûkên min dişewitandin. Di destpêka salên 1970’ê de, rojekêdema ku min dît ku pirtûkek di bin cengê wî de hat malê, min bi ecêbmayî jê pirsî. Nebêje qeymeqam ferman daye hemû karmendên li navçeyê ku pirtûka M. Şerif Firat bixwînin. Ê rastî, wî ev pirtûk firotibû her karmendî. Li mala me, pirtûka ku di ewlehiyê bû, ev pirtûk bû."
  9. Kivilcimli, di xebateke xwe de ku bi şîroveya xwe ya xas a Marksîst amade kiriye û pêşkêşî komîteya navendî ya Partiya Komunist a Tirkiyeyê ya neqanûnî kiriye, digihîje wê encamê ku rêvebiriya Tirk li Kurdistanê metodên kolonyalîzmê bi rê ve dibe. Lê belê xwendekar, ji vê berhêma ku di sala 1930’an de hatiye amadekirin, encax di sala 1979’an de piştî weşandina wê agahdar bûne
  10. Ansîklopediya Îslamê, c. 6, Milli Eğitim Basimevi [Çapxaneya Perwedehiya Neteweyî], İstanbul, r. 1089-1114
  11. Ji bo mînaka binihêre. Malmîsanij, Said-i Nursi ve Kürt Sorunu, [Seîdê Nursî û Pirsgirêka Kurdî] Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1991, r. 52-74
  12. Binihêre. Malmîsanij, "Yeni Bir Kitap Yeni Bir Sahtekârlik" [Pirtûkek Nû, Sextekariyeke Nû], Medya Güneşi, İstanbul, Hejmar: 51, r. 16
  13. Örgeevren, Ahmet Süreyya, Şeyh Sait İsyani ve Şark İstiklâl Mahkemesi (Serhildana Ş. Seîd û Mahkemeyên Îstiqlal yên Şerq,) Temel Yayinlari, İstanbul, 2002, 173-174
  14. Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi [Rojnameya Teavun û Terakkî yê Kurd], İstanbul, Hejmar: 6 (27 Kânûn-i evvel 1324 [1909])
  15. Dündar, Fuat, Modern Türkiye’nin Şifresi [Şîfreya Tirkiyeya Nûjen], Weşanên İletişim, İstanbul, 2008, r. 401-405
  16. Büyükkaya, Necmettin, Kalemimden Sayfalar [Rûpelên ji pênûsa min], Weşanxaneya Vate, İstanbul, 2008, r. 214
  17. Anter, Musa, Hatiralarim [Bîrhatinên Min]. Weşanên Doz, İstanbul, 1990, r. 67
  18. Mînak, T. C. Resmi Gazete (14 Sibat 1967) biryareke weha dide: "Qedexekirina anîna her cure weşan, plak, tomarên dengî û her wekî din ku li derveyî welêt hatine weşandin; ji aliyê desteyê wezîran ve di 25.01.1967’an de hate birayrdan..."
  19. Gökalp, Ziya, Pirtûkên wî 1, YKY, İstanbul, 2007, r. 560
  20. Nur, Dr. Riza, Hayat ve Hatiratim [Jiyan û Bîrhatinên Min], c. 3, r. 906 ji devê: Şevket Beysanoğlu, binihêrin. Gökalp, Ziya, Pirtûkên wî 1, r. 629
  21. Devrimci Doğu Kültür Ocaklari Dava Dosyasi 1 [Doza Dezgehên Çandî yên Şoreşger ên Rojhilatê], Weşanxane û Belavgeha Komal, Ankara, 1975, r. 165
  22. Bayrak, Mehmet, Kürtler ve Ulusal- Demokratik Mücadeleleri Üstüne [Li ser Kurdan û Têkoşînên wan ên Demokratîk-Neteweyî], Weşanên Öz-Ge, Ankara, 1993, r. 26
  23. Arfa, Hasan, Kürtlerin Kisa Bir Tarihi [Kurteya Dîroka Kurdan], Werger: Mudiriyeta Nûçeyên Derve ya TRT, Çiviyazilari, İstanbul, 1998
  24. Bayrak, Mehmet (Hazirlayan), Açik-Gizli/ Resmi-Gayriresmi...[Dizî-Aşkere/Fermî- Nefermî], r. 125-128
  25. Jîn kovara kurdî-tirkî/Kürdçe-Türkçe 1918-1919, c. I, Tîpguhezî: M. Emin Bozars- lan, Weşanên Deng, Uppsala, 1985, r. 158
  26. Bayrak, Mehmet (Hazirlayan), Açik-Gizli/ Resmi-Gayriresmi...[Dizî-Aşkere/Fermî- Nefermî], r. 326-328
  27. Dersim, T. C. Dahiliye Vekaleti Jandarma Umum Kumandanliği, III. Şb. 1. Ks., Hejmar: 55058, r. 201
  28. Aktaran: Bayrak, Mehmet, Kürtler ve... [Kurd û…], r. 484
  29. Bayrak, Mehmet (Hazirlayan), Açik-Gizli/ Resmi-Gayriresmi...[Dizî-Aşkere/Fermî- Nefermî], r. 264
  30. Aktaran: Bayrak, Mehmet, Kürtler ve... [Kurd û…], r. 508-509
  31. Beşîkçî, Îsmaîl, "Rejimin Ana Niteliği IV" [Çawaniyên Bingehîn ên Rejîmê] http:// www.argun.org/page/37/?s=b%C3%AA
  32. Aktaran: Bayrak, Mehmet, Kürtler ve... [Kurd û…], r. 471
  33. Aktaran: Bulut, Faik, Kürt Sorununa Çözüm Arayişlari [Lêgerînên Çareseriyê ji bo Pirsgirêka Kurdî], Weşanên Ozan, İstanbul, 1998, r. 182-190
  34. Öztürk, Saygi, "İsmet Paşa’nin Kürt Raporu" [Rapora İsmet Paşa ya li ser Kurdan], Hürriyet, İstanbul, 8-10 Eylül 1992, r. 7
  35. Bayrak, Mehmet (Amadekar), Açik-Gizli/ Resmi-Gayriresmi... [Dizî-Aşkere/Fermî- Nefermî], r. 220 ve 230-31
  36. BOA. DH.MKT, 1097/41, Tarîx: 15/ Ca/1324 (Hicrî)
  37. Ji bo bêhtir agahiyên li ser weşangeriya Kurdî binihêre:M. Malmîsanij, Türkiye ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayimciliğinin Dünü ve Bügünü [Li Tirkiye û Sûriyeyê Roja Duhî û Îroyîn a Weşangeriya Kurdî], Weşanxaneya Vate, İstanbul, 2006; Malmisanli [Malmîsanij], Mehmet, "Osmanli Döneminde Yazilan ve Basilan Kürtçe Eserler Üzerine" [Li ser Berhe- mên Kurdî ku di serdema Osmanî de Hatine Nivîsandin û Weşandin], Tarih ve Toplum, İstanbul, Hejmar: 54 ve 55 (1985)
  38. Her çend çavkanî nîşan didin ku ev pirtûk di sala 1918’an de hatiye weşandin jî min ew peyda nekir
  39. Ötüken, Hejmar: 40, nîsan 1967, r. 6
  40. Devrimci Doğu Kültür Ocaklari Dava Dosyasi 1 [Doza Dezgehên Çandî yên Şoreşger ên Rojhilatê], r. 625
  41. Beşîkçî, Îsmaîl, Doğu Anadolu’nun Düzeni: Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller-I [Pergala Anatolîya Rojhilat: Bingehên Sosyo-Ekonomîk û Etnîk], 3. baski, Yurt Kitap-Yayin, Ankara, 1992, r. 14-18
  42. Beşîkçî, Îsmaîl, yage, r. 11
  43. Malmîsanij, Bu Kürtleri Nereden Çikardin Îsmaîl Beşîkçî? [Ma Îsmaîl Beşîkçî te ev Kurd ji ku derxistin?], Weşanên Vate, İstanbul, 2009, r. 31-35
  44. Gürbilek, Nurdan & Savaşir, İskender, " Bir Kürt Aydini: Fakih Hüseyin Sağniç" [Rewşenbîrekî Kurd: Fakih Hüseyin Sağniç], Defter, İstanbul, Hejmar: 11 (Kasim-Ocak 1990), r. 72
  45. Kotan, Mümtaz, Yenilginin İzdüşümleri (Şopesiyên Têkçûnê), Yunan Kürt Dostluk Derneği Yayinlari, Atina, 2003, r. 534-535
  46. Beşîkçî, Îsmaîl (Editör), Resmi Tarih Tartişmalari-6: Resmi Tarih’te Kürtler [Nîqaşên li ser Dîroka Fermî-6: Di dîroka fermî de Kurd], Weşanên Maki, Ankara, 2009, r. 262
  47. Sorum üzerine Îsmaîl Beşîkçî’nin yaptiği açiklamadan [Hevdîtina digel Beşîkçî]
  48. Kotan, Mümtaz, r. 529
  49. Gürbilek, Nurdan & Savaşir, İskender, r. 71
  50. Beşîkçî, Îsmaîl, Doğu Anadolu’nun Düzeni: Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller-I [Pergala Anatolyaya Rojhilat: Bingehên Sosyo-Ekonomîk û Etnîk], çapa 3’em, r. 16
  51. Devrimci Doğu Kültür Ocaklari Dava Dosyasi [Doza Dezgehên Çandî yên Şoreşger ên Rojhilatê] 1, r. 21-22
  52. Kotan, Mümtaz, r. 507
  53. Beşîkçî, Îsmaîl, Bilincin Yükselişi, [Berzbûna hişmendiyê] Weşanên Yurt Kitap, Ankara, 1993, r. 305
  54. Dündar, Fuat, r. 140
  55. Kotan, Mümtaz, r. 392
  56. Malmîsanij, Bu Kürtleri Nereden Çikardin Îsmaîl Beşîkçî? [Ma Îsmaîl Beşîkçî te ev Kurd ji ku derxistin?], r. 56
  57. Beşîkçî, Îsmaîl, PKK Üzerine Düşünceler: Özgürlüğün Bedeli [Fikrên li ser PKK’yê: Berdêla Azadiyê], Weşanên Melsa, r. 167,183
  58. Malmîsanij, Bu Kürtleri Nereden Çikardin Îsmaîl Beşîkçî? [Ma Îsmaîl Beşîkçî te ev Kurd ji ku derxistin?], r. 123-124
  59. http://www.rizgari.com/modules.php? name=News&file=article&sid=3739
  60. Kurdistan Press, Stockholm, Hejmar: 26 (13.11.1987), r. 3
  61. http://www.kovarabir.com/kurdistan- ulusal-sorunu
  62. Îsmaîl Beşîkçî, bandora xwe li ser Kurdologên Ewropî jî kiriye. Wekî mînak, Martin van Bruinessen, wî wekî yek ji sê mamosteyên we yên di warê lêkolînê de dihesibîne û dibêje: "Wî berî ku ez dest bi lêkolînên xwe yên Kurdan bikim bandora xwe li ser kiribû." (Bruinessen, r. 8)
  63. Malmîsanij, Bu Kürtleri Nereden Çikardin Îsmaîl Beşîkçî? [Ma Îsmaîl Beşîkçî te ev Kurd ji ku derxistin?], r. 111-117
  64. Anter, Musa, Hatiralarim, [Bîrhatinên min] 2. cilt, Doz Yayinlari, İstanbul, 1992, r. 120
  65. Malmîsanij, Bu Kürtleri Nereden Çikardin Îsmaîl Beşîkçî? [Ma Îsmaîl Beşîkçî te ev Kurd ji ku derxistin?], r. 66
  66. Mümtaz Kotan, r. 393
  67. Malmîsanij, Bu Kürtleri Nereden Çikardin Îsmaîl Beşîkçî? [Ma Îsmaîl Beşîkçî te ev Kurd ji ku derxistin?], r. 7

Wergera ji tirkî: A. Celil Kaya
Redaksiyon: Remzî Kerîm