Riya Teze

Çand û Huner

Temendirêjtirîn rojnameya kurdî ya kurdan ‘Li wî alî Arasê axîneke ji kezebê’

Di serdem û pêvajoyeke ku li Tirkîyeyê nîqaşa weşana bi kurdî tê kirin de, li ‘wî alî Arasê’, bi zimanê kurdî/kurmancî ev 81 sal in ku rojnameyek weşana xwe dike: Riya Teze.

Rojnameya Riya Teze ku li Erîwana Ermenistanê weşanê dike, ji sala 1955ê heta destpêka sala 2001ê bi tîpên kîrîlî dihat weşandin, lê ev 10-11 sal in ku weşan careke din veguhestiye ser tîpên latînî. Jixwe ji avakirinê heta 1937ê rojname bi tîpên latînî dihate weşandin. Riya Teze rojnameyeke wisa ye ku em dikarin bibêjin, ‘temendirêjtirîn rojnameya kurdan a li seranserê cîhanê ye. Temenekî wiha ku ji ‘Hawar’a Celadet Bedirxan jî kevintir.

Rojnameger û nivîskar Têmûrê Xelîl ku li gor bilêvkirina wî ’17 salan di redaksîyona rojnameyê de xebitiye’, dîyar dike ku dema Hawar dest bi weşanê dike, çend hejmarên Riya Teze û hinek pirtûkên kurdî yên li Erîwanê çapbûyî ji wan re hatine şandin û kovarê di sala 1932yê de, di hejmara xwe ya 8ê de derbarê vê mijarê de bi nasnavê Herekol Azîzan nivîseke Celadet Bedirxan çap kiriye. Nivîsar bi vî awayî ye:

"Rojnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve. Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû. Kurdmancên Rewanê ji rojnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar roj mijûlahiya xwe bi wan kirin. Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bêhna kulîlkên Çiyayê Elegezê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal û şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin. Riya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê ya paşîn ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ku Riya Teze rojnameyeke dehrojkî ye, berî salekê û hin dest bi derketinê kiriye".

Di heman hejmarê de Celadet Bedirxan ji kitêbeke ji Erîwanê hatiye şandin, du helbest weşandine û piştre jî wiha gotiye: "Ji bona îro me hevqas got, pêşdetir em dîsan ji Riya Teze behs bikin. Em ji hevalê xwe re riyeke xweş û dawiyeke geş hêvî dikin. Divêt ku her gav me hay ji hev hebit û gerek e ku em hevdu ser xebata hev serwext bikin."

Têmûrê Xelîl her wiha dîyar dike ku Hawarê behs nekiriye bê kê ew hejmarên Riya Teze û kitêbên kurdî ji Erîwanê bo wan şandine û wiha berdewam dike: "Lê em dizanin ku ew Heciyê Cindî yê nemir bixwe bûye û ji bo wê yekê dewletê ew girtiye, xistiye zindanê. Bi qasî salekê ew di zindana Stalîniyê da maye."

Di sala 1929ê de Erebê Şemo û Îsahak Marogulovê Asûrî bi tîpên latînî dest bi xebata nivîsînê dikin. Di dibistan û gundên kurdan de perwerdehîya kurdî didin. Hinek cudahî di navbera alfabeya wan û ya Celadet Bedirxan de heye. Ji ber ku xwendin û nivîsandin wê demê di nav kurdan de kêm e, pêwîstî bi rojnameyekê heye. Salek paşê ango di 1ê Nîsana 1930ê de di bin banê dewletê de rojnameya Riya Teze li Erîwanê dest bi weşana xwe dike. Ji kurdan ji ber ku kesên serwerî bikin nîne, heta sala 1934ê rojname di bin rêveberîya ermenîyên bi navê Gevork Parîs, Hraçya Koçar û Harûtyûn Migirdiçyan de derdikeve ku fermalûyên Anatolî û Kurdistanê ne û baş bi kurdî dizanin. Piştî berpirsiyarîya her sê kesên ermen êdî ji sala 1934ê û wê de berpirsiyarî dikeve destên kurdan. Ji sala 1934ê heta 1937ê Cêrdoyê Genco berpirsiyarîya rojnameyê kiriye.

Di sala 1937ê de dema Stalîn e û şev û roj li kurdan herimîye! Bi navê kurdî tiştek nayê kirin. Her tişt tê qedexe kirin. Riya Teze jî nesîbê xwe ji vê yekê werdigire.

Heta 1955ê rewş wiha kambax e ji bo kurdên Ermenistanê. Di sala 1955ê de ligel Radyoya Kurdî û gelek sazî û dezgehan, Riya Teze dîsa ji xwendevanên xwe re dibêje ‘Merheba’. Ji sala 1955ê heta 1989ê Mîroyê Esed berpirsiyarîyê dike. Piştre bi qasî sal û nîvekê Tîtalê Efo dibe berpirsiyar. Ji sala 1991ê heta 2006ê berpirsiyarê rojnameyê Emerîkê Serdar e. Di rastîya xwe de Serdar sala 1962yê dikeve nav xebata rojnameyê û bênavber 45 salan ked û emegeke mezin dide. Ev çend sal in ku wî ji ber qelsbûna bînahîya çavan karê rêveberîyê terikandiye û li mala xwe ya Erîwanê tevî keça xwe Nûrayê dijî.

Piştî Emerîkê Serdar, Grîşayê Memê dibe berpirsê rojnameyê, mixabin rêveberîya wî zêde najo, di dawîya sala 2010ê de rehma Xwedê dike.
Riya Teze di dema Yekîtîya Sovyetê de yekem rojnameya kurdî bû. Heta sala 1994ê di hefteyê de du caran derdiket. Lê niha ji ber sedemên aborî mehê carekê derdikeve. Rojname 4 rûpel e. Wan çaxan Riya Teze ne tenê li Ermenistanê her wisa li seranserê Sovyetistanê belav dibû. Diçû Ewropa, Amerîka û Kanadayê jî. 4000 heb çap dibûn û bi riya abonetîyê hemû jî belav dibûn.

Di navbera salên 2000-2004ê de 4 caran li kurdên me yên Ermenistanê qesidîm. Min bixwe çend caran serdana rojnameyê kir û ji wan serdanan gelek kêfxweş û sûdewar bûm. Wê demê di rojnamê de çar kesan kar dikir: Emerîkê Serdar, Grîşayê Memê, Rizganê Cango û Mirazê Cemal. Vê gavê di kunyeya rojnameyê de wekî kedkar ev nav hene: Tîtalê Keremê Seyad (Redaktorê Sereke), Rizganê Cango (Xwedîyê Rojnamê) û Mirazê Cemal (Cabdarê Hejmarê.)

Di serdana xwe ya dawîyê de, di odeya biçûk a rojnameyê de hîn bibûm ku rojname piştî hilweşina Sovyetê bi tenê li Ermenistanê tê belav kirin û tîraja wê jî daketiye 500ê. Emerîkê Serdar dîyar kiribû ku ew vê hejmarê jî bêheq li nav gundên kurdan belav dikin, nûçegihan ango li gor bilêvkirina kurdên Erîwanê miqaledarê 60 salî Mirazê Cemal yek bi yek li gundên kurdan digere û rojnameyê belav dike.

Heta hilweşîna Sovyetê, Riya Teze weşana Partîya Komunîst bû. Lewma jî wan salan rewşa rojnameyê baş bû. Grîşayê Memê dîyar kiribû ku wan salan ji 14 qatên avahîya ku ew tê de ne, hema bibêje tevahîya qatekê ango 11 ode ji bo wan hatibûn terxan kirin, lê niha ew di nav du odeyên biçûk de hewl didin ku bijîn! Emerîkê Serdar jî gotibû ku di dema Sovyetê de 25 xebatkarên wan ên kurd hebûne, lê niha mane 4 kes.

Ji destpêkê heta niha gelek navên mezin di nav xebata Riya Teze re derbas bûne:

Hecîyê Cindî, Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Emerîkê Serdar, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Tîtal Mûradov, Elîyê Ebdilrehman, Egîdê Xudo, Hesenê Qeşeng, Mikayîlê Reşîd, Pirîskê Mihoyî, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîdê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Gayanê Hovhannîsyan, Tosinê Reşîd, Têmûrê Xelîl û gelekên din.

Temûrê Xelîl ku di dema amadekirina vê gotarê de li Erîwanê bû, tevî nameyekê du agahîyên hêja jî ji min re şandin. Bêyî ku dest didim hevokên wî, bi we re parve dikim: "1- Ez van dawîyan pê hesiyam ku hejmarên Riya Teze yên bi tîpên latînî, ku ji sala 1930 heta 1938ê derketine, 637 heb in. 2- Sala 1980yê, di roja 50 saliya ronahîdîtina hejmara xwe ya pêşin de, rojname ji aliyê Hikûmeta Sovyetistanê ve bi"Nîşana Hurmetê" hate xelat kirin."

Şayanê gotinê ye ku di destpêka salên weşandina rojnameyê de, Dewleta Tirkiyeyê bi riyên dîplomatîk xwestiye kar û xebatên Riya Teze bêne berbend kirin û rûxandin. Ji gotareke Têmûrê Xelîl em pê dihesin ku xebatkarê dîplomasîyê yê Sovyetistanê li Erîwanê, Neymark di nameya xwe ya ku ji bo Wezareta Karên Derve ya Yekitîya Sovyetê re şandiye de (05.04.1935) wiha gotiye: "Merciyên xwedî qerar yên Ermenîstanê bi himet serokatiya rojnama "Riya Teze" dikin. Rojname wisa miqate û bi tahamûl e, mirov dikare mihakeme bike ku konsûlên tirkan yên vê derê, nikaribûn tu qulpan jê ra bibînin. Wek tê zanîn, hemû hejmarên wê ji teref tercûmanên tirkan gelekî bi himet tên tercûme kirin" (Kovara Çira, hejmar 12, sal 1998, rûpel 11).

Di rûpela 12ê ya kovarê de tê gotin ku Neymark di nameyeke din de (09.05.1935) ku ji Serokê Qismê 1ê yê Wezareta Karên Derve ya Sovyetistanê re şandiye wiha nivîsiye: "Li gor agahdariyên di destê min de, demek berê Aral û Yilmaz -Aral û Yilmaz karbidestên dîplomatîk ên Tirkiyeyê bûn- di derheqê pirsa kurdî da raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasyonên di destê me da, muhtewa vê raporê ev e: Li Êrîwanê rojnama "Riya Teze" hebûna xwe berdewam dike. Hebûna wê li ser tixûbê Tirkiyê ji bo me tehdîd e û îşareta dijminatiyê ye..."

Bila gotara me bi van peyvên berpirsiyarê nû yê rojnameyê Tîtalê Keremê Seyad bi dawî bê: "Rojnameya me civakî û çandî ye. Di pêvajoya nû de gelek tişt hene ku em dixwazin bikin, lê her tişt bi derfetan ve girêdahî ye. Rojnameger divê di nav gel de bigere û derbarê wî de binivîse, qewimandinên girêdahîyê çand û hunera gel tê de biweşîne. Em deyndar in vî karî bimeşînin. Heyfa me li vê rojnameya kurdî ya jîyandirêj tê. Ev rojnameya gelê me ye ku di riyeke gelekî çetin û dirêj re derbas bûye."