Robotekê pulitzera min dizî

Translator

Gelo teknolojî dikare bi serê xwe jî hebe? Gelo ew dikare bêyî alîkarîya mirovan jî hebe? Ji teolog Jacques Ellul heta bi Theodore Kaczynski yê jêre "Unabomber" (1) tê gotin, bersiv gelek caran erênî ye. Bi her halî îro gelek dîrokzan û sosyolog vê teorîyê weke safik û bêbingeh dibînin. (2)

Dîsa jî cîhana malî her diçe bêhtir xwe disipêre pevguherînên xweber ên ku bi xêra algorîtmayên kompûterên bipêşketî wan hildiberînin pêk tên, ji van kompûteran tê ku guhertin û nirxgirtinên bazirganekî asayî bi wan jî nehise nas bike û wan bi kar bîne.

Yek ji weşanên malî yên herî bi nav û deng kovara Forbes berîya demeke kurt bang li şirketa Narrative Science kir da ku bi awayekî xweber gotaran bi awayekî online binivîse,

hema berîya ku şirketên mezin encamên xwe yên malî bidin zanîn. Ji bo vê yekê têrê dike ku mirov bernameyeke kompûterê bi statîstîkan bar bike û ev bername di nava çend sanîyeyan de metnên ku dikarin bêqisûr bên xwendin, derdixe holê; li Forbesê ji me re vê mijarê weha rave dikin: "bi xêra platforma wê ya aqilê çêkirî ê xwedî nav û marka, Narrative Science daneyan vediguherîne gotar û metnên ku dikarin werin fêmkirin"

Heke hûn bi ber îronîya rewşê neketibin, em ji nû ve derbibirin: platformên xweber dixebitin, êdî raporan li ser şirketan "dinivîsin", ew şirketên ku bi xêra kompûterên di trading a xweber de pispor pereyan bi dest dixin.

Di dawîyê de ev belge ji nû ve dikevin nav pergala malî, lewra ew derfet û navgînên naskirina kirarîyên herî zêde kar tînin, ji algorîtmayan re dabîn dikin. Û bi vî rengî dewam dike: rojnamevanîya robotan ji bo robotan. Pere bi xwe her di destê mirovan de tên berhevkirin. Halê hazir şirketên ku bernameyên rojnamevanîya xweber berîya her tiştî di qad û sektorên pirr baş dîyarkirî – spor, fînans, milk – de bi pêş dixin ku gotarên wan para bêhtir li gorî heman pêşnûmaya ji statîstîkên pir zêde pêk tê, tên hûnandin. Lê belê ew herweha dest pê dike elaqedarî rojnamevanîya sîyasî bibe: Narrative Science xizmeteke nû pêşnîyaz dike ku li ser nirxandina hilbijartinên amerîkî bi rêya medyayên civakî yên mîna Twitter (kîjan mijar, kîjan namzet yê herî zêde/ herî kêm navbirî ye li filan eyaletê, li filan herêmê û hwd.) gotaran pêk tîne.

Ev xizmet herweha dikare twittên herî zêde parvekirî û yan jî yên herî balkêş jî ji ber bigire. Divê mirov lê mikur were: karê analîzkirina Twitterê kes nikare ji robotan çêtir bike. Mirov dikare bi hêsanî têbigihêje ka ji bo çi mişterîyên Narrative Science – şirket îdîa dike bi dehan hene – xizmet û karên wê diecibînin. Berîya her tiştî ev yek ji bo wan gelekî erzantir e ji muçedana rojnamevanên wê tevahîya rojê bixebitin, bi ser de jî ew carinan nexweş dikevin û dixwazin ku mirov rêzeke asgarî jî ji wan re bigire. New York Timesê (10 îlona 2011ê) da zanîn ku mişterîyekî bi kêmtirî 10 dolaran gotareke ji pêncsed gotinî kirrîye bêyî ku kesek ji mêtingerîyekê gazinan bike. Û ev jî di nava demeke bi zor digihêje sanîyeyekê de.

Di rêza duyem a sedeman de ew heye, Narrative Science pesnê xwe pirr pê dide ku ew ji rojnamevanan hemûyan bêhtir ji navgînên xwe sûdê werdigire û taqetê bi kar tîne – û ji wan objektîftir e. Em rastîyê bibêjin, ma di nava rojnamevanan de kî bi rastî jî xwedîyê wê dema pêwîst e ji bo xwendin û analîzkirina bi milyonan twîttan? Ev ji bo robotan qet jî ne pirsgirêk e, ew di nava kêlîyekê de vî karî dibin serî. Hemin armanc ne bi tenê hêrana statîstîkan e, lê belê herweha ji nava wan neqandina maneyê ye da ku ragihîne xwendevanan. Gelo Narrative Scienceê wê karîbûya hetikîna Watergate derxista holê? Bi îhtîmaleke mezin wê nikarîya. Jixwe pirranîya gotarên mirovan nivîsî jî nagihêjin asteke ewqasî bilind, çarçoveyeke ewqasî berfireh...

Damezrênerên şirketan bê westan dubare dikin ku ew dixwazin "alîkarîyê" bikin bi rojnamevanan re û naxwazin wan tine bikin; û bêguman ew jidil rast dibêjin. Dîsa jî pirr muhtemel e ku qunciknivîs, nûçegihan û weqianivîsên din bi tenê wê pirr kêm hez ji vê vedîtina harîqulade bikin, lê belê karsazên wan wê gelekî hez jê bikin, lewra ew gelek caran ji ber mesrefan dibizdin. Bi her halî, di dema dirêj de, encamên sivîl ên teknolojîyên bi vî awayî – ku hê nû dest pê kirine – dibe ku pirr bi pirsgirêk derkevin holê. Li ser înternetê, tevahîya tevgerên me tê tomarkirin. Pêlkirinek, xwendinek, vîdeoyek, kirrînek, "ez hez dikim"ek, ev hemû di bîra dîjîtal de tên muhafezekirin, piştre ji nû ve tên bikaranîn da ku bi awayekî hosteyî û xasûkî ber bide wê tişta ku wê li ser bernameya me ya gera li ser tevna înternetê û li ser pêkanînên me xuya bike.

Ji niha ve gazinkerên ji înterne ditirsin ku ev şexsîkirina Webê bi tenê dikare bi dinyayekê bi encam bibe ku em lê bi tenê gotarên nêzî elaqeyên xwe bixwînin û di vê navê de em ê qet ji "qadên xwe yên rehetîyê" dernekevin nav serhatîyên din.

Tevnên civakî û geşedana wan a dawî lê nayê ya girêdan û guftûgoyên piçûk qismî ev fikir demode kirin. Li hemberî vê derketinaholê ya "rojnamevanîya xweber" rewşeke nû dikare were afirandin ya ku hê berîya çend salan me nedikarî lê bifikirin: û heke bi pêlkirina heman girêdanê mumkin be ku du kes du metnên bi tevahî ji hev cihê re rûbirû bibin wê çi bibe? Em wisa bihesibînin ku ji dîrokçeya bernameya min a gera li ser înternetê tê fêmkirin ku dîplomaya min a dibistana bilind heye û ez gelek saetan li ser malpera The Economistê derbas dikim. Hingê gotara min wê ji ya cîranê min ê ku ji New York Review of Booksê bêhtir hez ji USA Today dike, bi gelekî hûrkolayîtir û vebirrîtir be.

Bi heman rengî, heke dîrokçeya gera min a li ser înternetê nîşan dide ku ez elaqedarî rojevê û edaleta navneteweyî me, gotareke li ser Angelina Jolie a ku kompûtera min derxe holê dibe ku behsa filmê wê yê li ser şerê Bosnayê bike; û cîranê min ê dildarê jiyana staran, di encamê de mafê wî wê hebûya ku gotegotên dawîyê yên li ser têkilîya wê ya bi Brad Pitt re bixwîne.

Nivîsandin û guherandina gotaran di kêlîya qewmînê de, şexsîkirina wan ji bo ku ew li berjewendî û adetên întellektuel ên xwendevên werin: ev bi tevahî armanca rojnamevanîya xweber e. Reklamdêr û patronên çapemenîyê heyranên vê ferdîkirinê ne, lewra ew bikarhênerê înternetê her diçe bêhtir wext li ser malperên wan derbas bikin. Lê belê gelo ji bilî çend pêbûnên civakî ev beridîn bikêrhatî ye? Di rewşa herî baş de bikarhênerên înternetê wê di nava xelekê de asê bimînin, bi tenê nûçe û agahîyên erzan û bikêr bixwînin û êdî hew bibînin ku cîhaneke din a cuda jî heye. Xisleta civatî ya tevnên civakî a ku dike ku hîsa mirov timî hertiştî der barê hertiştî de dizanin peyda bibe, vê meylê xurttir dike. De vêca lê bifikirin çawa ku muhtemel e, heke dêwên teknolojîyên nûjen bi awayekî zêde pereyan li vê bazarê razînin û şûna lîstikvanê piçûk Narrative Scienceê bigirin ka wê çi biqewime? Em weke mînak rahêjin Amazonê: kompûtera wê ya tablet a bi navê Kidle destûrê dide bikarhêneran ku di ferhenga wê ya elektronîk de li peyvên nayên nasîn bigerin û binê hevokên wan ên hezkirî xêz dike; Amazon van agahîyan li ser serverên xwe tomar dike. (3) Ev tomarkirina agahîyan wê gelekî bi kêr bihata heke şirketê biryar bidaya ku xwe bi gurçûpêç bike bi hilberînereke xweber a agahîyên şexsîkirî. Bi her halî, Amazon pê dizane ez kîjan rojnameyê dixwînim, kîjan awayên gotaran bi kêfa min in, kîjan şêwazên hevokan bala min dikişînin ser xwe, kîjan peyv serê min tevlîhev dikin. Bi ser de jî kompûtera wê ya tablet jî bi min re heye, ya ku ez pê dikarim (belaş) gotarên bi vî rengî bixwînim. Û ma Google? Motorê lêgerînê ji herkesî bêhtir bi adetên min dizane – nexasim jî ji pêkanîna sîyaseta wê ya veşartîbûnê ya nû û vir ve – lê belê ew herweha Google Nûçeyan jî bi rêve dibe, ew çavkanîyek e ku li şûna ku naverokan rojane bike, wan dineqîne û dabeş dike û ew pêre jî elaqeya min ji çi re heye jêre dibêje. Û bi xêra Google Wergêr ew ji niha ve dizane hevokan berhev bike... Fikra ku xweberkirineke xurttir dikare rojnamevanîyê rizgar bike kêm guncaw e, lê belê divê mirov mucîdên weke Narrative Scienceê gunehbar neke. Heke ev teknolojî aqilane werin bikaranîn, hingê dikarin bikin ku dezgehên çapemenîyê teserufên bikêrhatî bikin û rojnamevan jî li şûna ku her hefte heman serhatîyê binivîsin, dikarin wext û enerjîya xwe li lêkolînên asta wan bilind xerc bikin.

Sedema tehlûkeya bi rastî ew e ku em red dikin meyildarî pêbûnên civakî û sîyasî yên cîhanekê bibin ku lê xwendina anonîm wê ji holê rabe. Cîhaneke ku reklamdêr, Google, Facebook, Amazon û hwd. pêkhatina wê texeyul dikin a ku têde fikra rexnegir, a haydar û ne konvensîyonel wê zehmettir were bipêşxistin û parastin.

---------------------------------------------------------------------------------------------------------

Evgeny Morozo: Rojnamevan, nivîskarê pirtûka The Dark Side of Internet Public Affairs, New York, 2011.

(1) Têbînîya redaksîyonê: mîlîtanê neoludît [dijberê tevahîya bipêşketinên teknolojîk, nota wergêr] û hawîrdorparêz ê ku rêzeêrîş (şanzdeh bombe) pêk anîn ku di encamê de sê kes hatin kuştin. Sedema van êrîşan danîşana "jirêderketinên" şaristanîya bipêşketinê bû. Federal Bureau of Investigation (FBI) hivdeh salan da ser şopa wî û sala 1996ê ew girt.

(2)Wiebe E. Bijker,Thomas P. Hugues û Trevor Pinch, The Social Construction of Technological Systems : New Directions in the Sociology and History of Technology /Avakirina Civakî a Pergalên Teknolojîk: di Civakzanî û Dîroka Teknolojîyê de Îstîqametên Nû,MIT Press, Cambridge, 1989.

(3) Bi gire li ber "La liseuse lit en vous comme dans un livre ouvert/serikê xwendinê yê kompûterê weke ku pirtûkeke devê wê vekirî bixwîne nava we dixwîne", NRC Handelsblad, Rotterdam, Courrier internationalê jî çap kir, Paris, 1ê tebaxa 2012ê.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê