Rojhilatê Dilan

Çand û Huner

Ziman bereketeka mezin e’ dibêje Holderlîn. Lê meriv dikare bibêje herî zêde helbestvan ji vê bereketê sûd wergirtîye. Deng, gotin, lihevhatin, fêmbûna peyvê û ragihandina fêmbûna peyvê, di kirasê helbestê de digihîje ber guhê me xwendevanan, gûhdarvanan. Hêza helbestê ji hêza zimên tê. Hêza helbestê ji reh û rîşalên bingehîn tê. Hêza helbestê ji hîsên kûr û ji sekna li qeraxa kevîyan tê. Ew ahenga xurt ya di helbestê de, derûnîyeka ji dervayî rêzê dixwaze û helbest her tim mêvana dil e.       

 

Heke em van gotinan esas bigirin, divê ji kitêba Murathan Mungan ya bi navê ‘Li Rojhilatê Dilê Min’ behs bikin. Ev kitêba helbestan berî demekê gihîşte ber destê xwendevanan. Murathan Mungan ji hêla xwendevanên kurd ve –bi taybetî kurdên bakurê Kurdistanê ve– baş tê zanîn. Xwedî qelemeka xurt e. Qelema wî bi bereket e û ew bi xwe li gorî edaleta dilê xwe bi helwest e. Her weha xwedîyê gotinê ye jî. Navê kitêbê bi xwe li ser naveroka kitêbê gelek tişt

an dibêje. Evînên jidestçûyî, dîroka hejarên bindestîyê, serîrakirina li hemberî binde-stîyê, kevneşopîyên ji zemên bêpar mijarên helbestên wî ne. Helbet ji zemanê xwe jî ne dûr e. Bi derdê li ser axa ku lê dimîne hemhal e. Helbet heke ku em li derdê wê xakê binêrin wê kurd derkevin pêşberî me. Ji ber vê ye ku dê bi van gotinan dest bi kitêba xwe ya kurdî bike;                  

 

Ey dîrok!

Ey zeman!

Kî kê ji warê kê der dike

Kî kê li warê kê dihewîne?

(Kî –rûpela 13an)

Divê bê gotin; ev kitêb destpêkê di sala 1996an de çap bibû. Ew salên ku li ser xaka Tirkîyeyê çalakîyeka bi kurdî  tûşî gelek êrişan dihat. Ew salên ku kî, li ku, çawa dihate kuştin an jî dihate windakirin ne dîyar bû. Ji hin tiştan re helwest pêwist bû û ev rêzên hanê helwesta helbestvanekî bû. Helbet tenê van gotinan têr nedikir, hin helbestên din jî li dora van rêzan cihê xwe girtin. Mînak ji helbesta Sextîyan;

 

Zap difirin ji gelîyên Dêrsimê

mexmer in lehîyên wan, serikên wan fişek

bûye gazî li ser zarokên emanetî gunehê xwe

berîkên fişeka (rûpel 41)

 

Her weha di helbesta ‘Qerenfîl’ê de jî bi van rêzan bi hêvî dikeve nava şiverêyan;

 

Lawên gelê min î qerenfîl dixin ber guhê xwe

Siwar bin em diçin.

Ji nû ve dadikevin ser rêyan em di dema berbangeka xumamî de

Wekî wan zemanên berê

Dersa me dîrok. Ji bîr nekin cihê em man lê

Têk neçûne em hîn (rûpel 87)

 

Di helbesta ‘Me Ji Bîr Nekir’ de, rêzên xwe yên sernavê kitêbê ji paşila xwe derdixe;

ey Mezopotamya mezin

şeva duhezar salî

vegere û binêre li dû xwe

dimirin birayên min li rojhilatê dilê min (rûpel 113)

 

Divê meriv behsa helbestvanîya Murathan Mungan ya evînê bike. Delalîya evînê, ji dest çûyîna evîndar, şîna giran ya evînê di helbestên wî de wekî lehîyeka hêmin diherike. Çi xweş û çi bi êş in evînên wî. Evînên hevcinsî, di nava civaka Tirkîyeyê de û li ser xaka Mezopotamyayê wekî alekê tê li ba kirin;

 

dû re tarîyeka hubrî –dema nivisînê tenêtîya min-,

li laşê min bêhna sextîyan –ji bermayê nêçîr û nêçîrvanan-

û nîşana dilerize li tetîka brûwê min bêtebat

ango ku ji kêmasîya hin bavan e hemû hevcinsîya hin zarokan (rûpel 45)

 

Me di serî de got ku ji xwe xwendevanên kurd hay ji Murathan Mungan heye. Lê xwendina helbestên wî bi zimanê kurdî, wekî ku lawê malê piştî wextekî dûdirêj vegerîyabe mala xwe û helbestên di tûrikê xwe de pêşberî xwişk û birayê xwe bike tewê xwe girtine. Ji ber ku her çiqas bi tirkî be jî helbestên wî, esas hîs û lihevhatina ahenga deng rehekî xurt ji kurdî werdigire. Di vê babetê de divê behsa wergêrê bê kirin. Wergêra helbestan bi rastî jî di hêla zimên û lihevanîna helbestê de gelekî zor û zehmet e. Divê wergêr bi her du zimanan bijî, bi her du zimanan xewnan bibîne û bi her du zimanan jî baş birêse. Bi qasî helbestvan ew jî jan û kêferata afirandina  berhemê di dilê xwe de hîs bike. Meriv bi dilekî rihet dikare bêje ku di hêla wergerê de bi serfirazî ev kar gihîştîye encamê. Xurtbûna helbestan xurtbûna wergerê jî bi xwe re anîye û wergêr Rûken Bağdu Keskin jî, di zimanê kurdî de her rêzek ji nû ve, xweş rêsaye. Karekî kûbar û xwerû derxistîye holê. Li ser babeta wergerê, helbestvan bi van gotina ecibandina xwe dîyar dike; ‘Çi ji alî deng  û vedengî û çi jî ji alî keysa wan ya di kurdî de, di hilbijartina şiîrên di vê kitêbê de, dilzîzîya wergêr bû bingeh.’ Naveroka ‘Li Rojhilatê Dilê Min’ di vê çapa xwe de, tevî wergerên nû ku lê hat zêdekirin hîn bi teqil bûye.

 

Di pirtûkê de li kêleka helbestên kurdî yên orîjînal jî cihê xwe digrin. Ev yek, ji bo xwendevanên ku him bi tirkî û him jî bi kurdî dizanin, dibe tecrubeyeka dewlemend da ku karibin herdu alîyan bidin ber hev.

 

Bi gotina helbestvan em biqedînin; ‘Gotinên ku xwe dane ber rojê li bin banê heman ezmanî, bîranînên me hemûyan e. Her deng, her kîte, her gotin çingînîyê bi guhê axê dixe.’

 

Bibijêre ji xwe re du kêran

Yek ji bo birîndarkirinê

Yek ji bo kuştinê

Kemîn vede

Ji tarîya sîya çavên xwe re

Yek ji bo hezkirinê

Yek ji bo xîyanetê

Bibijêre ji xwe re du dilan

Yek ji bo jînê

Yek ji bo veşartinê  (rûpel 127)

                                                                       

Li Rojhilatê Dilê Min

Murathan Mungan

Wergera Kurdî; Rûken Bağdu Keskin

Weşanxane; Metîs