Rojhilatê Rojhilatê

Ji Baltikê heta Çînê


Hertim dişibin hev, tu carî ne weke hev in, rêwîtiyên ku wênegir Klavdij Sluban li pey hev bi trêna Transsîbiryayê kirine, tên ber hev û ji deh salan vir ve ye ku hevdu temam dikin. Têgehên çûn û hatinê tev li hev dibin, lê belê ji bo çûyîna ji Pekînê heya Moskovayê ya di ser Oulan-Batorê re, dekor û leheng, weke bermahiyên komediyeke mirovahiyê ya li ser rêhesinan in…

Hong Jiang, beriya ku biaxive, berê xwe hêdî hêdî dide pencereya kompartîmana trênê, cixareya xwe dikişîne û dihêle ku xweliya wê bi xwe bikeve erdê û bi dû re, dema ku wî karîbû çîroka xwe dewam bikiraya, motorek li ser rêya hesinî ya nava axê diyar dibe û ew berê xwe ziq dide ser wê. Di niherîneke hevpar de, mirov dibêje qey hemû rêwiyên din jî li heman deverê, di nava ewrên tozê yê ecêb re, li herdu tekerên motorê yên ku li gorî guherînên topografîk di çarçoveya pencereyê re hildikişin û dadikevin diniherin.

Motor û ajovanê xwe yên ku weke dîmeneke xweş diyar bûbûn, beyî ku tu agahiyên din li ser wan hebin, di nava çola Gobiyê de ji ber çavan wenda dibin. Herkes di quncikeke tarî yê kompartimanê de berê xwe dide cihekî. Hong Jiang li aliyê rêyê yê rastê dinihere: kevirê spî kîlometreya 630’ê nîşan dide. Ji Oulan-Batorê re, kîlometreya 404’ê re, hê çar saet rê mane, ne hêja ye ku mirov çîrokê dewam bike, lewre dê dîsa nîvco bimîne... Herkes dîsa dikeve nava kûrahiya fikarên xwe.

Xanima ciwan Yen Li qey li keça xwe ya 18 mehî ku wê li gel dê û bavê xwe, li gundekê başûrê Çînê, herêma Cantonê hîştiye, difikire û ji xwe dipirse ka gelo çi dike. Tsai Tao’yê ku nêzîkî sîh salî ye kêfxweş e ku vedigere jiyana xwe a xwendevaniyê, li aliyê sînorê Rûsyayê yê din, li bajarê Oulan-Oudeyê. Herçî ewê din e ku di destpêka rêwîtiya ji Pekînê de xwe bi "I am Professor" dabû naskirin, çavên wî tim li çar çenteyên wî yên sporê ne ku li ser ranzeya ku digel ku bi roj bû jî nehatibû pêçan danîbûn. Her cara ku trên bi vir de û wê de diheje, lewre hin hejînên Transsibiryayê diyar e ku ji ber pêleke erdê tên û ev jî dike ku xeşîmên vê trênê carê rabin û biniherin ka gelo trên ji rêya xwe derneketiye. Profesor tavilê radibe û alavên çenteyên xwe sax dike. Şingîniya şûşeyên ku li bin guhê hevdu dikevin û siqêfên bi zimanê mongolî. Piştî ku ev profesor alavên xwe sax dike, careke din tê cihê xwe, li paş berçavkên xwe yên tavê yên mîna artîstên ku dema wan derbas bûye, bê liv disekine. Kes dê şikê ji statuya wî neke. Gava ku li gumruka Çînê mecbûr ma û çenteyên xwe vekirin û bi dehan şûşeyên alkolê jê derketin jî weha bû. Tevgerên wî ewqasî xwezayî bûn ku vê yekê derfet didayê ku li hember karmendên gumrukê jî berçavkên xwe dernexe.

Piştî ku trên ji herêma xerabe ya Sibiryayê derket, em ketin axa Moxolistanê û li wê derê, bi karkerên koçber û qaçaxçiyên ku li Oulan-Batorê siwar bûn, trên gêş bû.

"Ez bi te re diaxivim, ji ber ku di lingên te de goreyên baş hene." Bi van hevokan wergerê Hong Jiang dest bi axavtina xwe kir. Di rastiyê de, ne ji ber estetîka goreyan, lê belê ji ber qalîteya wan e ku mirov dikare şerefa qebûlbûyina derdora Hong Jiang bi dest bixe: ew bi xwe di "nava" goreyan de ye (1). Ew du caran ji balefirgeha Moskovayê hatiye vegerandin, vê carê dixwaze bi rêya erdê biceribîne. Lewre ew dixwaze bikeve nava bazara rûsî. Li ser pirsa min a "Çend karker, li seranserê Çînê, di karxaneyên te de dixebitin?", zilamê karsaz yê ku tim difikire, cixareya xwe dikişîne, bi awirên kûr di pencereyê re mêze dike û bi dû re, bi dengekî nizm, bersivê dide: "... û jê zêdetir".

Manzara di ber çavên me re dibihurin. Bircên Çînê ber bi çavên me ve dikevin, di çêkirina wê de milyonek kes mirine. Gelo ji bo ku rêya trêna Transtîbetê hilkişînin 5 hezar metreyan çend kes mirine? Di vê navberê de dengekî bilind li hemû vagonan olan da, di ekranên plazma yên kompartîmanan de jî şemaya vê rêya hesinî ku li gorî ekosîstemê çêbûye tê nîşandayin. Ne mimkun e ku mirov bikare ekranê vemirîne, ne mimkun e ku mirov bikare dengê wê kêm bike. Dengê ku li hemû vagonan belav dibe, diyar dike ku maskeyên oksîjenê ji bo hemû rêwiyan amade ne.

Rêwiyên ji herêma Sibiryayê ji du beşan in. Hin ji wan vê rêwîtiyê weke tecrubeyeke xweş dibînin, hin ji wan jî weke mecbûriyeteke jiyanê. Di nava beşê yekem de, hezkiriyên trênan, xwendevanên belengaz û amerîkiyên ku derketine kêfê hene. Bê guman divê neyê jibîrkirin ku hin kesên din jî hene ku bi Cendrars xapiyane û axir lê warqilîne ku xwendina çîroka Transsibiryayê(2) ji rastiya rêwîtiya " efsanewî" xweştir bû. Di nava beşê duyem de, bi tenê alavên bagajan rêwiyan ji hevdu cuda dike: kesên ku rêwîtiya ber bi cîhaneke çêtir ve dikin û alavên bi nirx, bîranîn û kincên xwe bi xwe re digerînin û kesên ku xwarin û vexwarinê di sînoran re derbas dikin daku li aliyê din bifroşin û karekê jê bikin ku hêjayî vê rîskê be.

Di kompartîmanê de atmosfera rêwîtiyeke vala heye. Qey ev ciddiyeta di navbera rêwiyan de jî, ji ber wê tê, lewre herkes bi sedema rêwitiya jerkesî dizane. Rawestana li ser sînoran ya bi saetan derfetê dide ku zimanê herkesî vebe. Bi armanca pêkanîna karê formalîte û lêgerîna bagajan ya li dijî alavên qaçax, li deriyên sînoran bi saetan dem tê wendakirin, divê em dema guhertina vagonan jî lê zêde bikin. Rawestana trênê ya di nava erda Moxolistanê de, û herweha di hemû welatên Sovyeta Kevn de, ji ya li Çînê zêdetir bû. Di dema kontroleke şevê de, ya ku bêdengiya şevê qelişandibû, Yen Li weha pirsîbû: "Gelo rast e ku zilamên rûsî gava ku serxweş dibin, gellekî şerrok dibin ?"

Gava ku têdigihîje bê biyaniyê ku ev pirsa dijwar jê hatiye kirin ji bo bersivekê dikeve çi zehmetiyan, jina ciwan bi rûsî dibêje ku ew diçe Moskova’yê, karê wergeriyê li bazarê bike- herweha belkî wergêriya li ser şantiyeyan jî bike. "Axir, wergeriya bazarê xerentî ye".

Dema ku wê dest pê kiribû ku derbarê bûyerên zilamên rûs yên dema serxweşiyê de çîrokên ku li gundê wê dihatin gotin bibêje, rayedarên sînoran ên çînî hatibûn û sekinîbûn. Di derbasbûna sînoran de, hemû kes sûcdar in. Di hemû kompartîmanan de zilamên bi unîforma digerin, herweha di pencereyên hemû vagonan de siya leşkeran jî dixuyê. Her ji sed metreyan yek disekine, di nava mantoyên xwe yên kesk de kûz bûne, digel hewa zivistanê a -25 °C, divê ew di cihên xwe de bisekinin û li hember hemû liv û lebatên gumanbar hişyar bin. Mirov dikare car caran bibîne ku çavên wan ji xewê diçin ser hev, weke birca Pîzayê bi ser kêlekê de xwar dibin û dîsa xwe rast dikin.

Moskova-Pekîn, 1900

Dema Pêşengeha Gerdûnî ya 1990’î ku li Parîsê pêk hat, yek ji kêfa sereke ew bû ku mirov biketaya vagoneke şîrketa navneteweyî ya vagon-livîn ku li gora ya eslî hatibû çêkirin.
50.859.955 kesên ku ev vagon tecrube kirin derfet bi dest xistin ku bi qasî çil û pênc deqîqeyan berê xwe bidin manzarayên curbecur ku Transsibirya di nav re dibihure.
Dekoreke lezgîn ku li ser rûloyekê hatibû pêçan li gora mesafeya ku ew diçûnê bi lez dizîvirî. Neh rûloyên ku Pavel Pyatsetsky di nava 1894 û 1999’an de saz kiribûn di nava xwe de 850 metre manzara, dîmenên jiyana civakî, garên piçûk an jî avakirina bajarên nû ya li dora rêya Transsibiryayê pêşkêş dikirin. Giraniya her rûloyekê di nava 17 û 25 kîloyan de bû.
Paul Morandê(4) piçûk bi vî awayî, di 12 saliya xwe de "yekem sefera xwe ya mezin" pêk anî.

Piştî ku wezîfedarên sînor diçin, hê jî pasaportên hemû rêwiyan di destê wan de ne, vê carê niqaş di derbarê vîzeyan de dest pê dike. Tîpa vîzaya 261, ya bazirganiyê, destûrê dide ku mirov heya 3 mehan li Rûsyayê bimîne, buhayê wê jî dike 700 dolar; buhayê vîzeya xebatê dike 1000 dolar û destûrê dide ku mirov heya salekê jî li Rûsyayê bimîne û li wê derê kar bike, lê belê girtina wê vîzeyê dijwartir e.

Trên diheje, niqaş di nava hevokan de disekinin. Her cara ku trên ji nû ve bi rêyê dikeve, li gora dema ku di rawestanê de hatiye wendakirin jî kêfa serkevtinê li nava rêwiyan belav dibe. Herkes bi zimanê xwe yê dayîkê xwe kerr dike. Lê belê, di heman demê de herkes hesabê sînorê pêş jî dike.
Hinekî dereng, piştî nîvro, trên li ser hesinên Transsibiryayê disekine. Rêwiyê ku di nava livînê xwe yê beşê nerm de bi cîh bûye, (li Çînê, konfor bi du beşan e "beşê hişk" û "beşê nerm"), yanî ew rêwî, beyî ku xemê bixwe pişta xwe dide oblomovîzmeke(3) pejirandî. Carinan kulîlkên daran wî ji nava xewnan derdixin, carinan jî lepên berfê yên destpêkê.

Ji rêwîtiyekê heya yeka din, manzara tên kêleka hev beyî ku hevdu bieciqînin, dîmen dikevin ser hev, beyî guh bidin demsalan. Dar û berên ku weke pêleke deryayî deştan dixemilînin heta gola Baykalê ya qeşagirtî diçin. Rêzeke erebeyan bi lezeke ecêb li ser qeşayê diçin. Li Sibiryayê, heta ku qeşa têra xwe qalind be, ajovan, ji dêleva rêyên kortikî, berê xwe didin çem û golên qeşagirtî ku li ser wan rêyê rast e.

Li îstasyona Krasnoyarskê, rêwî li ber saeta mezin disekine. Ji ber ku ji peyayekî saet pirsiye, ew baş dizane ku bi saeta herêmê saet 9 e. Dizane ku saetan hemû garan tim li gora saeta Moskovayê ye û li Moskovayê nuha saet 5 e, hingê, gelo ji bo çi saeta garê 12 ye. Hê ew hewl dide ku wê pirsgirêkê li gora saetine din jî bifikire û çareser bike, zilamekî rûs tê kêleka wî, digel ku danê sibehê ye jî ji serxweşiyê nikare li ser lingan bisekine.

"Serê xwe pê re neêşîne. Ew saeta heram tu carî nexebitiye". Gava ku jê bi dûr dikeve jî, dibêje: "Tew belkî ya wê rasttir be… ji ber ku her ji serî ve ew saeta Pekînê nîşan dide. Ji xwe, rojekê, em ê hemû derbasî saeta Pekînê bibin, îroj nebe sibê!"

Gava ku dîsa li trênê siwar dibe û du kompartîmanan bi wê de diçe, rûs li gora saeta Moskovayê hêdî hêdî ji nava şevê derdikevin, di heman demê de Çînî dest bi firavînê dikin.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Îbrahîm Seydo Aydogan û Ahmet Dere