Rojnameger Syed Saleem Shahzad

Kuştina rojnamegerekî...
Translator

Termê Syed Saleem Shahzad, ku bi awayekî rêk û pêk ji Le Monde diplomatique re dinivîsî, piştî du rojan ku ew li Îslamabadê bê serûşûn bûbû hat dîtin. Sê roj berîya wê birêz Shahzad di rojnameya Asia Times de gotarek li ser hevkarîyeke pêkan a navbera al-Qaîde û artêşa Pakistanê weşandibû. (1) Shahbaz roja yekşemê êvarê piştî ku ji nivîsgeha xwe derketibû daku di bernameyeke televîzyonê de beşdar bibe hatibû bê serûşûn kirin. Qirar bû ku wî di wê bernameyê de sebaret bi rapora dawîn a Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) nihêrînên xwe par ve bikirana.

Roja 1ê hezîranê rojnameya The Independent ev bûyer weha bi vê serenavê ’’Rojnemagerê ku derdiket pêş ji alîyê muxaberata Pakistanî ve hat kuştin’’ (2) ragihand:

"Şeva çûyîn, piştî ku termê rojnamegerê ku bal kişandibû ser têkilîyên angaştkirî yên navbera al-Qaîde û artêşa welêt, du roj piştî wendabûna wî ya li Îslamabadê hate dîtin, pêla êrîşeke hovane û kerbeke mezin Pakistanê hejand. Weha dîyar dibû ku li wî êşkence hatibû kirin û heta mirinê hatibû lê dan û termê wî avêtibûn ser zivilan."

"Çalakvanên mafên mirovan, ku Pakistanê wekî yek ji xeternaktirîn welatan ji bo rojnamegeran bi nav dikin, diyar kirin ku tê bawer kirin ku Syed Saleem Shahzadê 40 salî yê nûçegihanê Asia Times Online piştî weşandina gotareke sebaret bi êrîşeke serbazî ya li dij binkeyeke artêşa deryayî, ku di van demên dawî de pêk hatibû, ji alîyê rêxistinên îstîxbarê ve hatiye revandin. Birêz Shahbaz, ku berê jî ji alîyê Rêxistina Zanyarîya nav Servîsan- InterServices Intelligence (ISI) îfadeya wî hatibû girtin, derbarê êrîşeke pêkan a li dij xwe de karbidest hişyar kiribûn û her weha gefxwarina herî dawî jî aşkere kiribû."

Shahzad digel sê zarokên xwe yên piçûk û jina xwe li Îslamabadê dijîya. Di sermaweza 2006ê de ew û wergêrê wî ji alîyê Talibanê ve hatibûn "mêvan" kirin. Vê yekê ew derfet dabû wî ku birêveçûna navxweyî ya rêxistinên îslamî bi xwe bibîne.

Shahzad fermandarên sereke yên al-Qaîde û Talibanê nas kiribûn û bi wan re hevpeyvîn encam dabûn, ku di nav wan kesan de Sirajuddin Haqqani (fermandarê hêrî bi hêz ê Talibanê yê li Afganistanê), Qari Ziaur Rahman (fermandarê hêrêma Hîndu Kush a al-Qaîde/Talibanê) û Şêx Essa (rêberê Takfîrî yê al-Qaîdeyê ku li Wezîristanê dijî) (3) jî hebûn. Ji ber ku Shahzad karibû xwe bigihîne gelek kesên weha girîn wî karibû ku raman û mijarên a’melî yên al-Qaîde û Talibanê ji nav wan de çavdêrîyê bike.

Çavkanî

  1. Al-Qaeda had warned of Pakistan strike" ("Al-Qaîdeyê sebaret bi êrîşa li dij Pakistanê hişyarî da), 27ê gulana 2011ê
  2. "Leading journalist ’murdered by Pakistani security service’"
  3. Takfîrî: kesê li hember xwedê kufurbûyî

Wergera ji îngilîzî: Celîl Kaya