Roman gencîneya ziman e

Destpêk û derketina romanê wek formeke serbixwe ya wêjeyê ku em îro dibînin û dixwînin, digihîje sedsala hijdehan. Berîya wê hin epos û çîrok hene ku wek destpêk tên pejirandin, lê bi form û avahîyên xwe, ne ew tişt in ku îro em jê re dibêjin roman. Têgeha romanê bi xwe di sedsala 12ê de derketîye û bi bingeha xwe tê maneya her tiştî ku di wê sedsalê de bi zimanê romanî (lingua romana) dihat nivîsandin. Ji çîrok û helbestên vebêjîyê re jî roman dihat gotin, ji ber ku bi heman zimanî dihatin nivîsandin. Di sedsala 13ê de hin beşên din li romanê zêde bûn û bi tenê ji bo nivîsên pexşanê roman dihat gotin. Di dema nû de, yanî piştî sedsala 17ê roman gihîşt form û avahîya xwe û bi sedsala 18ê şûn ve jî wek "wêjeya bilind" rêz dît û bi wêjeya klasîk ve roman gihîşt avahîya xwe ya taybetî û bû parçeyek ji jîyana mirovan.

Niha roman bi gelek form û avahîyên xwe bûye cîhaneke bi serê xwe û gelek sazî û dezgehên fermî û taybetî hewl didin para wan di vî beşê wêjeyê de hebe. Gelek beşên romanan hene, çend mînak: Romanên dîrokî, nameroman, romanên fêrkirinê, macera, şer, mêranî, evîndarî, malbatî, rêwîtî, felsefî, civakî, krimînal, fantazî, romanên zarokan, jinan, keçan, xortan ûwd. Wekî din awayên nivîsandinê hene; mirov dikare bi forma "Ez" yan "Ew" yan bê bernavên kesan vebibêje. Di romanê de ziman, mijar û fîgur bi awayekî rêkûpêk lihevhatî tê hûnandin; cî, dem, xweza, muzîk, bajar, gund, derya, zevî, heywan ûwd. dikarin xwedî rol bin. Fantazîya nivîskar bê serûber e, heta dikare li pêş civaka tê de dijî, berheman bifikire û biafirîne. Hin nivîskar ji bo nifşên xwe nanivîsin, ji bo nifşên piştî dema xwe dinivîsin. Di vî warî de serfirazî bi hûnandina mijar û ziman ve girêdayî ye. Carna civak ne dixwîne, ne jî diecibîne û rêz û rûmetê nade berhemên afirandî, lê ev yek divê dîsa jî li pêşîya afirandina bêsînor nebe asteng …

Em dakevin meydana romanên kurdî. Dîroka romanên kurdî pir caran bi Erebê Şemo tê dest pê kirin, dibe ku ji alîyê pexşanê ve ev yek rast be, lê roman ne bi tenê bi awayê pexşanê qebûl dibîne, herwiha destan û efsaneyên mezin jî dikarin wek roman bên hesibandin. Wê demê tu astengî li pêş wê yekê tuneye ku mirov berhema Ehmedê Xanî Mem û Zîn wek romana destanî*, fêrkirinê bihesibîne û gelekên din jî; belê ew ne romanên sedsala bîstan in, ne di wê formê de ne ku îro em jê re dibêjin roman, lê kî dikare bibêje ew ne roman e! Berhemên Dante û Vergil jî pir caran wek roman tên hesibandin, heta destan û fantazîyên dema antîk yên yewnan jî wek romanên antîk tên pejirandin. Gava mirov behsa romanê dike, divê rewş û demeke berfireh bigire ber xwe. Roman bi sedsalan, bi heyaman ve jî tê parvekirin. Heyama em tê de ne helbet awayê xwe diafirîne û dijî û gelek form di nav hev de ne: Ji nûjenîyê heta post û piştî post-nûjenîyê afirandin di nav hev de ne.

Em dîsa vegerin ser dema nû ya romanên kurdî. Em nikarin bibêjin ku ji alîyê nivîskarîya nûjen ya pexşanê, kurd di zimanê xwe de gelek berhemdar in. Asta romanên zimanê kurdî hêdî hêdî bi ziman û mijar, xwe çêdike, diafirîne. Gelek nivîskarên romanan dinivîsin, gazinan dikin ku xwendevanên romanên kurdî kêm in; ev rastî êşê dide nivîskaran, ji ber vê yekê jî, ev awa nivîs nû ye û ne zêde ye. Piranîya nivîskaran ji destpêkeke valahîyê wek wezîfeyeke netewî derketine holê, nexwastine meydana romanê vala bimîne. Gelek nivîskarên romanên bi kurmancî piştî salên 1980ê li dervayê welat dest bi nivîsandina romanê kirine; piranîya ji wan ji siyasetê tên, yanî ji bo wan ev pêwîstîyeke deyndarîya zimanê kurdî bû, li gor wan ev yek diviyabû bihata kirin. Ev destpêk piştî salên 90ê geştir bû. Ji salên 2000ê bi şûn ve nifşekî nû derket û niha berê nivîskarîya romana kurdî ber bi pêş e, pir tişt ji nû ve dest pê dikin. Ew kesên destpêkê gelek tahde dîtin; nehatin pejirandin, dêvla rexneya berhemên xwe, dijberîyeke şexsî ya tund li hember xwe dîtin. Rexnegirîya romanê di nivîsevanîya kurdî de hîn jî li kesayetîya xwe digere. Rexnegirîyeke ku bala xwe bide berhemê û ne nivîskar û bi kêfxweşîya hebûna berheman di zimanê kurdî de nêzîkî pirsgirêkê bibe û heta jê tê objektîv be, gerek e.

Kesên ji wezîfedarîya netewî dest bi nivîsandina zimanê kurdî kirine bi tu awayî nikarin biçûk û nebaş bên dîtin, ji ber ku wan bi gelek peyvên zimanê gelêrî, kurdîya nûjen xurt kiriye û bûne sedem ku romanên kurdî bibin gencîneya peyvên zimanê kurdî. Ew pêşengên vî karî ne û li ser wan nirxandineke objektîv hebe gelek baş dibe. Berhemên wan bi çavekî rexnegirîya hemdem li ber çav bên girtin, neheqî ji holê radibe û mafê Sezar ji Sezar re dimîne; dem hatiye ku di warê rexnegirî û hevnasîna kesayetan de rûpelekî nû bê vekirin. Divê nivîskarî û nîvîsevanîya zimanê kurdî bi asta berhem û ne kesayetan ve bê pîvandin û nirxandin. Romanên kurdî hene û her diçe dê zêde bibin. Em ji bîr nekin ku rexnegirên zimanê rûsî nebûna (Belinski, Çernîşevskî, Dobroljubow ûwd.), romanên klasîk ên rûsî bi vî awayî xurt bi pêş ve nediçûn; dema derketina rexnegirên pîşeyî yên romana kurdî hatiye.

Çavkanî

- Lukács, Georg, Die Theorie des
Romans(Teorîya Romanê), 1986, München

- Migner, Karl: Theorie des modernen
Romans(Teorîya Romanên Nûjen), Stuttgart 1970

-http://www.magic-point.net/fingerzeig/literaturgattungen/roman/roman_ergebn1/roman_ergebn1.html

* Heta Alman ji hemû nivîskarên xwe yên mezin re dibêjin Dichter (Helbestvan). (Dichter: Ev peyv tê du maneyan 1. Helbestvan, 2. Kesê gotina ji ber xwe derdixe. (Yanî hem neyînî û hem jî erênî tê bi kar anîn)