"Romana kurdî û nasname" ya Haşim Ahmedzade

Nivîsên Haşim Ahmedzade ên li ser romana kurdî bi navê “Romana kurdî û nasname” di nav weşanên Avestayê de çap bûn. Kitêba ku edîtorîya wê Remezan Alan kiriye ji alîyê Fahrîye Adsay ve, ji ingilîzî bo kurdî hatiye wergerandin.

Di pêşgotinê de Haşim Ehmedzade wiha dinivîse:
“Ev kitêb wergera kurdî ya hin gotarên min ên bi ingilîzî ne, ku di dawîya salên 1990ê û dehsalên pêşî ên vê sedsalê de di hin kitêb û kovarên akademîk de hatine weşandin. Gotar bi giştî li ser romana kurdî û wechên wê yên cuda yên wêjeyî, civakî û sîyasî disekinin. Argumenta serekî ew e ku roman, di peywendên din de jî wisa ye, manîfestoya wêjeyî ya modernîteyê ye. A din, qedera modernîteyê ya di peywenda ku romana kurdî jê derketiye û bi pêş ve ketiye de, hin taybetîyên spesîfîk dide vê cureya wêjeyî. Armanca vê gotarê guftûgo kirina van babetan e…

Xwendin û Nirxandin

Ev pirtûka giranbiha ji deh gotarên hêja yên li ser romana kurdî pêk tê. Ez dê hewl bidim li ser naveroka hin van gotaran rawestim.

Gotara yekemîn bi navê "Di romana Kurdî de Guherînên Şêweyî û Babetî" tê pêşkêş kirin. Nivîskar, ji destpêka romana kurdî (wek tê zanîn romana Erebê Şemo "Şivanê Kurmanca" destpêka nivîsîna romana kurdî ye) ta sala 2010ê, bi berfirehî li ser guherînên di romana kurdî de, li gor pîvanên wêjenasên navneteweyî yên wek Frederic Jameson, Lucien Goldman û hwd. radiweste. Bi kurtahî li ser bandora "realîzma sosyalîst" ku di romanên Ereb Şemo de vekirî li ber çavan e, agahîyên balkêş dide. Paşê balê dikşîne ser "realîzma efsûnî, surrealîzm, postmodernîzm û 'romana nû' " ya kurdî. Mirov dikare bibêje ku ev gotar ji hêla çavkanîyan de gotara herî dewlemend a vê pirtûkê ye ku pêwîst e her wêjenasê kurd ji van çavkanîyan agahdar be.

Gotara duyemîn bi navê "Di Romana Kurdî de Nîşaneyên Bêdewletbûnê" tê pêşkêş kirin. Nivîskar di vê gotara xwe de li ser van romanan radiweste: 1. Janî Gel (Îbrahîm Ehmed), 2. Dirîk û Gul, (Îbrahîm Ehmed), 3. Şar (Husên Arîf), 4. Êwarey Perwane (Bextîyar Elî), 5. Mergî Taqaney Dûhem (Bextîyar Elî), 6. Dwahemîn Henarî Dunya (Bextîyar Elî), 7. Gulî Şoran (Eta Nîhayî), 8. Balindekanî Dem Ba (Eta Nihayî), 9. Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê (Mehmed Uzun), 10. Karmamiz (Elî Hesenyanî-Hawar), 11. Rêya (Muhemmed Mewlûd-Mem), 12. Komele Şaxe Berz û ... (Kurdan), 13. Rawemasî (Fazil Kerîm Ehmed), 14. Hesar... Segekanî Bawkim (Şêrzad Hesen), 15. Tarmayî Helepçe (Rêbwar Reşîd), 16. Jîyan Bedem Ziryanewe (Teyfûr), 17. Koç (Mahabad Qeredaxî), 18. Bilind û Newî (Nesrîn Caferî), 19. Sobarto (Helîm Yûsif).

Bêdewletbûn, wek babeteke serekî ya romana kurdî ye. Ew romanên ku me navên wan li jor pêşkêş kirin, di vê babetê de hevbeş in.

Nivîskar di gotara xwe ya pêncem de bi tevayî li ser romana kurdî ya li Kurdistana Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) radiweste. Wiha dest pê dike: “Di warê wêjeya kurdî de yek ji zehmetîyên mezin, parçebûyîna wê ye. Ji ber dabeşbûyîna civakên kurd û tunebûna yekîtîya siyasî û netewî, niha wêjeya kurdî wek ‘wêjeyeke netewî’ ku jêderka wê netew dewletek kurd be, nikare bê bi nav kirin.”(r.111). Gotarên nivîskar yên 4-5 jî nîşan didin ku nivîskar di analîzkirina romanên bi zaravayê kurmancîya jêrîn de serkeftîtir e.

Gotarên din yên Ahmed Haşimzade di pirtûkê de bi van serenavan têne pêşkêşkirin: “Li Pey Romana Kurdî ya ji Me re Vedibêje ku Kurd Kî ne”, “Cîhana Romanên Jinên Kurd”, “Ji Çîyayên Kurdistanê ber bi Kolanên Ewropayê”, “Raçavkirinek li ser Jîyannûsîya Kurdî”, “Di Berhemên Eta Nihayî de Nasnameyên Dijber”.

Bi kurtî em dikarin bêjin ku kesên têkilîya wan bi wêjeyê re hebe, pêwist e vê pirtûka ku ji deh gotarên bi metoda zanistî li ser romana kurdî hatine nivîsîn, pêk tê, bixwînin û li ser wê nîqaşan bikin.

Ji hêla daçekan ve hinek kêmasîyên wergerê hene, ez dixwazim balê bikşînim ser wan:
"Hin nivîskar hene ku ji civakên xwe yî Rojhilatî qet derneketine, lê ji alîyê şekl û şêweyê di afirandina romanên wek yên Rojavayî ve serkeftî bûne."(r.15).
Divê wiha bê nivîsîn:

"Hin nivîskar hene ku ji civakên xwe yî Rojhilatî qet derneketine, lê ji alîyê şekl û şêweyê ve, di afirandina romanên wek yên Rojavayî de serkeftî bûne." (ji ... ve, di ... de wek pêş daçek û paş daçek ên qalibî ne. r.48).

Li ser wergerê bandora perwerdeha bi zimanê tirkî xuya ye. Wek mînak: "Îspat", "tespît", "şehis", "teşhîs" û hwd. Hinek peyv jî şaş hatine bi kar anîn: Wek mînak, "Çespandin" di cîyê "çewsandin"ê de (ji serî heta rûpela 155an), "îdraq" di cîyê "îdrak"ê de û hwd.

Ji bo redaksîyonê jî dixwazim çend kêmanîyan bînim zimên. Bîyografîya (Têbinîya 67. r.77) Eta Nihayî bi şaşî ji bo Bextîyar Elî jî wek bîyografî (Têbinî 83. r.81) hatiye nivîsîn. Di rûpela 157ê de wiha hatiye nivîsîn:"Ya din Rezanê ye û bi zilamekî ku gelekî ji wê mezintir û du zarokê wî hebûye, zewicîye." Divê wiha bihata nivîsîn:"Ya din Rezanê ye û bi zilamekî re ku gelekî ji wê mezintir û du zarokên wî hebûne, zewicîye."