Romana polîsî ya çînî û Mao û Tao

Translator

Li Çînê wek li herderî, romanên polîsî nepenîyên civakeke weha nîşan didin ku li dij bertîlxurî, zarokrevandin, diz û durûtîyê têdikoşe... Lê belê, ne wek li welatên rojavayî, tawan ji nexweşîyeke ferdî bêhtir wek nedurustîyeke civakî tê dîtin. Ev cureyê edebiyatê ku piştî Şoreşa Çandî bi temamî winda bû, dîsa bala xwendevanan dikişîne.

Herçiqasî berhemên bi etîketa "made in China" gelek berbelav bibin jî, wergerandinên wêjeya çînî hîn kêm in. Ev yek alikarîyê nade ku klîşeyên fikra kolektîf li ser Împaratorîya Navîn ji holê werin rakirin. Ev klîşe bi saya wêjeya gelerî ya ewropî demekê dirêj di bîra mirovan de man. Tehlukeya zer [ya ji alîyê xelkê Asyayê ve tê; nota wergêr], raza rojhilatî: Heyranîyeke ku tê de piçûkxistin û tirs tevlîhev in. Stereotîpê ku demekê dirêj xisleta wêjeya çînî bû, bêguman yê ku ruh bi doktorê şeytanî Fu Manchu anî, ku dahîyê xirabîyê û qehremanê nivîskarê înglîz Sax Rohmer di sala 1992ê de afirandî ye. Fîgura asyayîyê bêrehm û tirsnak ku bisporê raza wêjeyeke berî û piştî şerî ku bêrîya egzotîzmê dike, sembolê xayîntîyeke aqilane ye ku di dawîyê de di romanên xetûxêzan û rêzefîlman de cîh girt. Di wan de, di Secret de l’Espadon (Raza Masîyê bi Navê Espadonê) yê Edgar P. Jacobs heta bi Lotus bleu (Gîyayê bi Navê Lotus yê Şîn) yê Hergé, ew weke asta herî bilind a Yê din temsîl dikir.

Beyî ku ev îmaj ji bîra mirov biçe, ew dê biguherîya û xwe bikira îmaja zaneyekî mîstîk , bisporê hêzeke efsûnî. Gelo ji ber nermbûna têkilîyên di navbera Amerîka û Çînê de? -ku rêzefîlmê amerîkî bi navê Kun Fu ev îmaja dawî piştî 1972yê belav kir. Qehremanê wî budistek e ku şidetê bi kar nayîne, lê di şer de gelekî jêhatî ye û diya wî çînî ye, lê belê bavê wî amerîkî ye. Li Honkongê sînemaya hunerê şer ku di salên 1960 û 1970yê de fîlmên li ser hev weke berên mîtralyozekê diafirandin, versîyona xwe ya ruhanîyeteke reqas ava kir. Vî qehremanî ku yekser ji romanên şerên şûr û mertalan, wuxia xiaoshuo tê, fîgura şovalyeyê heqparêz bi saya pêşengên mezin ên weke Bruce Lee û piştre Jacky Chan ji nû ve rojane kir. Rast e ku koreografîyên şerî gelekî tesîr li ser sînemaya rojavayî kir -ku mirov li Matrixa brayên Wachowsk a sala 1999ê bifikre bes e,- heta bi asteke ku êdî ew bûne parçeyekî dîmenên ku em fêr bûne li wan meyze bikin. Ev yek jî bi saya felsefeya rojhilatî û nivîsê pêk hat, ji ber ku fîgurên şer bi tenê îdeogramên ku dilivin in. Divê em bibêjin ku eger mirov wan ji koka xwe qut bike, wê taybetmendîya wan winda bibe. Belkî bi analîzkirina cureyekî din ê gelerî, yê polarê [romanên polîsî] em ê bikaribin taybetmendîya çînî derxin holê.

Gelekî berîya wergerandina berhemên Arthur Conan Doyle, Maurice Leblanc yan jî Edgar Poe, di navbera dawîya sedsala XIXê û destpêka sedsala XXê de, ev cureyê wêjeyê bi pêş ketibû û romanên navdar yên gelerî di navbera sedsala XVIê û XIXê de hatin nivîsandin. Bi saya wan Robert Van Gulik, dîplomat û sînologekî zana, karîbû ji romaneke polîsî ya sedsala XVIIê îlhamê bigire ku behsa dadgerekî navdar yê bi navê Ti dikir, yê ku di sedsala VIIê de dijî, û rêzefîlmê xwe yê navdar çêbike. Piştre heta îro jî nivîskarên din ew roman dewam kirin (Frédéric Lenormand di weşanxaneya Fayard yek ji wan e). (1) Di wan de nasnameya sûcdar di destpêkê de dihate dîyar kirin, ev yek bi awayekî balkêş rêzefîlmê bi navê Colombo tîne bîra mirovan ku tê de aktor Peter Falk ji bo bigihîje armanca xwe gelekî li ber herkesî digere…

Di dema Maoîzmê de, guneh weke fikrekî "burjuwa" dihat nirxandin û dadger jî weke "bermahîyên feodalîzmê", lewre romana polîsî ji holê rabû, heta ku di dema Deng Xiaoping (1978-1992) ji nû ve derketin holê. Di salên 1980yê de nivîskarên Komara Gel a Çîn (KGÇ) kurteçîrokên bi rengê Sherlock Holmes di kovarên fîksîyonê de diweşandin, piştî bûyerên Tiananmen ev kurteçîrok veguherîn rêzefîlmên ku îmajeke pozîtîf ya polîsan nîşan dida. Bi vî rengî, Wan Shuo ku di sala 1958ê de ji dayik bû, romanên polisî di romaneke ji înglîzî wergerandî, lêkola (2) û pêşî bû nivîskarê senaryoya ‘sitcom’an. Hinên din yên weke Lü Haiyan ku notirvanê hepsê bû û ku piştre bû nivîskarê romanan û nivîskarê senaryoya rêzefîlmekî sala 1980ê bi navê "Jingsha bianyi" ("Polîsê Sîvîl") bixwe li derveyî sînorê welêt navdar nînin.

Lê romana polîsî ya ji alîyê welatîyên Komara Gel a Çînê ve nivisî, cureyekî romanê ye ku têra xwe nayê temsîl kirin. Bi îhtîmaleke mezin jî ev yek dibe ku girêdayî rewşa siyasî be. He Jiahong, huquqnas û xwendekarê zanîngehekî Pekînê ku yek ji kêm nivîskarên romanên polîsî yê li Komara Gel a Çînê dijî û pirtûkên xwe li Fransayê çap dike. Ew li gor lêkolînên parêzerekî li Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê perwerde bûyî, (bi dîqet) li birînên ji alîyê şoreşa çandî û dogma nû ya kapîtalîzme ve hat kirin, dikole. (3) Hin nivîskarên din ku li derveyî welêt dijin, heman tiştî dikin, weke Qiu Xiaolong (4) yan jî Diane Weiliang (5) ku piştî bûyerên Tienanmen bar kirin welatên din. Lê belê divê mirov çanda çînî bi Komara Gel a Çînê sînordar neke: Divê mirov ji Çînê bêhtir behsa Çînan bike û dîasporaya wê li ber çavan bigre. Wisa xuya ye ku li Çînê, weke li deverên din jî, romanê polîsî amûrek e ji bo xistina ber lêpirsînê a civakê; tiştek maye ku mirov hîn mereq dike, gelo romanê polîsî, ji bûyeran û klîşeyan wêdetir çi di bin tesîra kumên weke kovikan (sembola Tao), yan jî di bin tesîra çakêtên Mao de bin, li gor perspektîfeke bingehîn ya çînî tên nivîsandin?
Konsepta valahî û tijehîyê avahîya fikra çînîyan pêk tîne. Wextê em li firaxekê binêrin, em şiklê wê, maddeya wê û rengê wê dibînin; lê mêjîyê gelerî yê çînî wê weke korta ew pêk tîne, dibîne. Surehîyê avê tenê ji ber ku tiştekî vala ye, heye. (6) Ev valahîya taoîst, cihanê weke ku mekanê di resma klasîk a çînî de organîze bike, diafirîne; di erdê bêserûbinî de û di bin esmanê bêdawî de mirov bi tenê libeke genim e. Di vê cihanê de mirov neçar e serê xwe li hember qaîdeyên xwezayê û yên mirovan bitewîne. Divê mirov di li gor ahenga civakî tevbigere. Çîn dergûşa vê çandê ye, û dewsên vê fikrê wê di dema komunîst ya herî hişk de jî xwe bidana der.

Herçiqasî ji Partîya Komunîst hat ku ji vê demê û vir ve gelî ji vê îdeolojîyê dûr bixe jî, di hilberînên wêjeyî û sînematografîk de dewsa vê rêzgirtina li hember qaîdeyên û sazîyên ku kêm û zêde dişibin yên ku avakêrê mêjîyê çînî hêja didît: Doktrîna Konfuçyus ku li gor wê divê mirov bi ya dê û bavan bike û divê rêzê ji hîyeraşîyê re bigre, bi sedsalan di mêjîyê çînîyan de weke ola dewletê hat niqirandin.

Polîsekî ku di dema Mao de pirs jê hatibû kirin, wisa bersiv dabû: "Diz? Na bîsîkletên ku mirov bikaribe bidize tunene, û eger yek bi bîsîkleteke nû bê dîtin, em yekser dizanin ka çi qewimî!". Di romana bi navê Ronde de flics à Pekin (Dewrîya Polîsan li Pekînê) gelek serpêhatîyên bi vî rengî hene ku li ber çavên mirovên weke me yên ku bi saya fîlm û pirtûkên serketî alimîyê hîper-şidetê ne, safik xuya dikin. Tê de derhênerê fîlman û nivîskar Ning Ying, ku di sala 1959ê de ji dayik bûye, romana xwe vediguherîne fîlmekî ku civakeke nîzama wê ji ber hin alozîyan xirakirî nîşan dide: Kuçikekî bêxwedî ku di kolanan de herkesê di ber re derbas dibe gez dike, diz -ku ji dema guhertinên civakî yên piştî devjêberdana aborîya sosyalîst qewimîn û vir ve hene- û mirovên nû dewlemendbûyî. Herçiqasî rexne li vê romanê tê girtin jî, di çîroka wê de ku di qerekoleke heremî de derbas dibe, timî weke misogerkerên nîzama civakî ku demeke hatiye xirab kirin, behsa polîsan tê kirin û di berdêla vê yekê de jî şidetekê, rêveberîyeke hişk û çavdêrîyekê giştî ku heta detayên herî biçûk yên jîyana civakî tên ferz kirin.

Di romana xweşnivîsî bi navê Ripoux à Zhengzhou [Detektîf li Zhenghûyê], (7) nivîskar Zhang Yu behsa polîsekî qurnaz ku ji bo girtina dizên biçûk û li dijî bazirganîya narkotîkê ya biçûk tu kesî bi qasî wî jêhatî û kerhatî nîne. Timî ji nû ve birêkûpêkkirina nîzama civakê li gor sîstemeke ji alîyê Partîyê ve hatî dîyar kirin, Partî bi xwe temsîla morovî ya Tao ye ku fermandarê her tiştê li ser rûyê erdê ye. Li alîyê din jî, slogana maoîst "xizmeta gel kirin!" ya li ser dîwarên qerekolan nivîsî ye, bi tenê di teorîyê de be jî hîna rast e; roman û fîlmên Komara Gel ya Çînê bi dilşikestî vê fikirê çi kêm û çi zêde tînîn ziman.

Li cîhana rojava mijarên pirdîtî yên heyfgir û rêzekujêrî, yên ku sûcdar weke îmajeke xirabîya "xwezayî" nîşan didin. Ew vîzyona ku mirovî weke xwedîyê gunehê cewherî dibînin, piştrast dikin. Ev jî xisleta mêjîyê rastgir e. Lê belê çîrokên ku behsa şert û mercên civakî weke sedemê jirêderketinan dike jî, hene. Herçî romana polîsî ya çînî ye, ew hebûna sûcê weke xirabûneke nîzama civakî dibîne ku divê bê rast kirin, da ku mirov bikaribe ahenga civakê pêk bîne. Ew hebûna sûc weke kiryara takekesên dilxirab ku divê ji holê werin rakirin, nanirxîne. "Thriller" [roman û fîlmên li ser rêzekujêran; nota wergêr] ku li Hong Kong û Taiwanê yên herî biserketî ne, li Komara Gel a Çînê jî hene, lê ew hê jî kêm in û tesîra sînemaya amerîkî li ser wan e.

Aborîya bazarê ku destûrê dide konsepta takekesî di nav vê civakê de li ser jîyana kolektîf avabûyî, xwe bide pêş, wê bêgûman şiklên nedîtî yên romana reş derxe holê; yên ku aîdîyeta wan a di nav komeke civakî de wan xurt dike. Weke di berhema Liu Qingbang a bi navê Le Puits (Bîr) (8) ku tê de nivîskar bi awayekî xav û sar behsa vê civaka şîzofren dike, tê de sûc tê ceza kirin, lê kûjer çiqasî sûcdar bin ewqasî bêguneh in jî.

Çavkanî

Michel Imbert:
Nivîskarê pênc romanan e ku bi navê Mi Jianxiu di weşanên l’Aube de derdiçin. Romana wî ya (bi navê xwe) dawî çapkirî: les disparus du laogaï (Wendayên Laogaï’ê), weşanên Rouergue, Parîs, 2000.

  1. Weke nimûne Binêre Trois affaires criminelles résolues par le Juge Ti (Sê Dosyayên Sucê Kuştinê ku Dadgerê Ti Ew Çareser Kirin.) romaneke çînî ya kevin ya polîsî ye ku ji alîyê Robert Van Gulik hat wergerandin, piştnivîs û pêşnivîs kirin, 10/18, Paris, 1988
  2. Leyîstin ji bo Thrills (sernavê original: Wan de jiu shi xintiao, Pékin, 1989), Penguin Books, London,1997. Herwiha binêre li Feu et glace/Agir û Qeşa, weşanên Philippe Picquier, Arles, 1992 (sernavê orîjînal: Yi ban shi huo yan, yi ban shi hai shui, Pékin, 1989)
  3. He Jiahong, Secrets et délits à la Bourse de Pékin / Raz û Sûc li Borsaya Pekînê, L’Aube, La Tour-d’Aigues, 2006
  4. Qiu Xialong, La Bonne Fortune de Monsieur Ma / Serweta Mezin a Rêzdar Ma, Liana Lévi, Parîs, 2010
  5. Diane Weiliang, Le Papillon de papier/Pirpirînka ji Kaxetê, Nil, Parîs, 2010
  6. Voir François Cheng, Vide et plein. Le langage pictural chinois/Vala û Tijî. Zimanê bi resman ê çînîyan, Seuil, Parîs, 1979
  7. Zhang Yu, Ripoux à Zhengzhou/Dedektîfê li Zhengzhou, Philippe Picquier, Arles, 2002 (sernavê orjînal: Ruan ruo, Pekîn, 2000)
  8. Liu Qingbang, Le Puits/Bîr, Bleu de Chine, Paris, 2003 (sernavê orjînal: Shenmu, Pekîn, 2000), Li Yang bi navê Blind Shaft/Çala Kor adapteyî sînemayê kir

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya