Rûdanên dawî li Kurdistanê

Lêborîna dêrsimê, komkujîya robozkê...
Translator

Di vê nivîsa xwe de ez dê hewlê bidim behsa pêvajoyên civakî û siyasî bikim, ku di van mehên dawîyê de rû dan. Ez dê li ser sê pêvajoyan rawestim. Gengeşîyên li ser Dêrsimê, lêborîna ji bo Dêrsimê, qanûna li ser nijadkujîya ermenîyan ku li parlamentoya Fransayê hat pejirandin û li Qilabanê komkujîya Robozkê.

1. Gengeşîyên li ser Dêrsimê û daxwaza lêborînê

Pişavtina kurdan tirkkirin ji destpêka komarê re bû polîtîkayeke girîng a dewletê. Ev polîtîkaya ku bi Îttîhad û Teraqqîyê re dest pê kiribû, piştî komarê bi awayekî sîstematîktir hat sepandin. Mebesta rast a Teza Dîroka Tirkan (li gor vê tezê nijada hemû rengsipîyan ji Asya Navîn yanê ji welatê tirkan tê-redaksîyon) û Teorîya Zimanê Rojê (li gor tirkan teorîya kana zimanan e ku mebest jê tirkî bingeha hemû zimanan e-redaksîyon), ku di salên 1930ê de hatin bi lêv kirin, meşrûkirina vê pişavtinê bû. Di vê serdemê de gelek raporên li ser pêwîstîya pişavtinê hatin amade kirin. Ev bêhtir raporên nepenî bûn. Di van raporan de herweha planên bi detay jî hatin danîn ka ew pêşnîyar çawa werin sepandin. Ji alîyê rayedarên dewlet û hikûmetê ve gelek caran hat bi lêv kirin ku li dijî kesên ku li hember asîmîlasyonê li ber xwe bidin; an ku wekî kurd bimînin, dê her cure zext û zor bihataya bi kar anîn.

Di warê gengeşîyên li ser Dêrsimê de, hin dêrsimî dibêjin 'zext û zora ku li Dêrsimê hat meşandin ji bo tunekirina elewîtîyê bû.' Herweha hin ji wan kesan ku behsa Dêrsimê dikin, belgefîlman çêdikin bi zanîn hewlê didin ku navê "kurd" bi kar neynin...

Komkujîya kurdan ya di 1937-1938ê de li Dêrsîmê rû da, divê di vê çarçoveyê de were nirxandin. Dersimî kurd û qizilbaş (elewî) bûn. Di pişavtina kurdan de diviyabû kurdên qizilbaş bibûna misilman jî; lewma kurdên elewî tûşî du awa pişavtinê bûn.

Di warê gengeşîyên li ser Dêrsimê de, hin dêrsimî dibêjin 'zext û zora ku li Dêrsimê hat meşandin ji bo tunekirina elewîtîyê bû.' Herweha hin ji wan kesan ku behsa Dêrsimê dikin, belgefîlman çêdikin bi zanîn hewlê didin ku navê "kurd" bi kar neynin. Ew zordestîya li hember bawerîya elewîtîyê derdixin pêş. Ev yek têgihiştineke rast nîne. Ji ber ku li Dêrsimê piştî 1937-1938ê gelek kes hatin mişext kirin jî. Ên ku ji qirkirinê filitîn, bo bajarên wekî Çorum, Tokat, Balıkesir, Aydın, Denizli û Mereşê hatin sirgûn kirin. Lê belê li van bajaran jixwe qizilbaş (elewî) dijîyan. Heger mebesta zext û zorê tunekirina elewîtîyê bûya, kurdên elewî yên ji Dêrsimê dê bişandana van bajaran yên ku elewî lê dijîn? Ji alîyê din de jî, azîneyek ku dixwest elewîtîyê tune bike dê bi tenê li Dêrsimê pêk bihataya? Gelo li deverên din ên Anatolyayê, ku elewî lê dijîn, kiryarên bi vî rengî jî nehatana meşandin? Mebesta sereke ya wan operasyonan helbet tunekirina kurdîtîyê bû. Operasyonên wekî vê yekê li herêmên din ên kurdan jî hatibûn meşandin. Dêrsim mabû dora dawîyê.
Ew di Muharremê de ji bo Husên li xwe didin. Di 981ê de li Kerbelayê 72 kes hatin kuştin. Dêrsimî vê yekê ji bîr nakin. Di 1937-1938ê de li Dêrsimê zêdetirî 50-60 hezar kurdên elewî hatin kuştin. Lê belê dêrsimîyan ev yek ji bîr kiriye.

Hin dêrsimî, dema behsa nasnameyê vere kirin elewîtîya xwe bin xêz dikin û qala kurdbûna xwe nakin. Hewlê didin ku ji kurdbûnê dûr bisekinin. Hin ji wan, da ku dûrî kurdan bisekinin wekî ku ew ji kurdan cihê ne, dibêjin ew zaza ne. Dibêjin ''Ez ne kurd im, zaza me.''

Ez di wê bawerîyê de me ku polîtîkaya pişavtinê ya dewletê, li Dêrsimê bi ser ket. Helwesta dêrsimîyan ku bi israr xwe dûrî kurdîtîyê digirin berbiçav e. Ew di Muharremê de ji bo Husên li xwe didin. Di 981ê de li Kerbelayê 72 kes hatin kuştin. Dêrsimî vê yekê ji bîr nakin. Lê belê di 1937-1938ê de li Dêrsimê zêdetirî 50-60 hezar kurdên elewî hatin kuştin. Lê belê dêrsimîyan ev yek ji bîr kiriye. Ev yek aşkere ye ku qirkirinek e. Jixwe, Kerbela di dîroka Îslamê de şerê desthilatê ye. Têkilîya wê bi kurdîtîyê re nîne. Aşkere ye ku elewîtî şîîtî nîne. Şîîtî helbet Îslam e. Şîîtî çawa ketiye serê kurdên qizilbaş ên Dersîmê, çawa bandor li ser wan kiriye û ev pêvajo çawa pêk hatiye, pirsên girîng in ku mirov li ser wan raweste. Ên ku dibêjin ''Li Dêrsimê serhildan nebû, lê qetlîam hebû'' tu caran balê nakişînin ser nerazîbûnên li hember polîtîkayên tirkkirinê ya dewletê. Behsa nameyekê tê kirin, ku di 1937ê de ji alîyê Seyîd Riza ve ji bo hikûmeta îngîlîz hatiye nivîsandin. Tê gotin ku ''Seyîd Riza ev name nenivîsî, Nûrî Dêrsimî ji devê wî nivîsîye'.

Ma Seyîd Riza ji kiryarên tirkkirinê razî bû? Gelo hin dêrsîmî dixwazin weha bêjin? Bifikirin. Hûn li jêr zext û zoreke dijwar de dijîn. Li hember ziman, çand û bawerîya we pêkutî heye. Nijadkujî tê kirin. Hûn hewlê didin ku pêşî li vê yekê bigirin. Li hember teknolojîya neyarê we, ku li cem we nîne, hûn naçar dimînin. Di rewşeke weha de mirov da ku dawî li vê zulmê were dikare ji her derê alîkarîyê bixwaze. Jixwe, normal e ku ji Îngîltereyê alîkarî xwestiye û hewl daye ku ji hêza wê ya siyasî ya li ser Tirkîyeyê sûdê werbigire. Wekî mînak ma Tirkîye di warê şerê xwe yê li dij PKKê de di serî de ji DYE, ji dewletên din alîkarîyê naxwaze? Di navbera salên 1985-1988ê de Tirkîye ji ber guhertina navên tirkî ji dewletên din nexwest ku zorê bidin Bulgaristanê?

Li vê derê pirsgirêk alîkarî xwestina ji Îngîltereyê nîne. Pirsgirêk bêdengmana Fransa, DYE, Yekîtîya Sovyetan û ya dewletên din a li hember vê qirkirinê ye. Dibe ku name li ser navê Seyîd Riza ji alîyê Nûrî Dêrsîmî ve hatibe nivîsandin. Aşkere ye ku ev her du kes li hember wan bûyeran xwedî hestîyarî û fikrên wekhev bûne.

Lêborîna li ser Dêrsimê

Lêborîn derbirîna çi ye? Kesê ku daxwaza lêborînê dike, dibêje ''Tiştên ku di rabuhîrîyê de qewimîn tiştên xerab bûn. Divîya weha nebûna lê bûn. Em ji ber vê yekê lêborîna xwe dixwazin. Careke din pêk nayê.'' Lê belê lêborîna serokwezîr Recep Tayyîp Erdoğan, ku di kombûna koma parlametoyî ya Partîya Dad û Geşedanê de kir, helwesteke rêk û pêk nîne. Helbet kêmanîyek e ku ew xeberdan di kombûna giştî ya parlamantoyê de nehat kirin. Lê jê girîngtir, bûyerên wekî salên 1937-1938ê hîna jî pêk tên. Wekî mînak tê zanîn ku di çirîya paşîn a 2011ê de li Çelê, li Gelîyê Teyarê, li hember gêrîlayên kurd çekên kîmyayî hatin bi kar anîn. Dîsa di dawîya meha çileya pêşîn de li gundê Robozkê ya Qilabanê gundîyên ku bi 'qaçaxçîtîyê' re mijûl dibûn ji alîyê firokeyên tirk ve bi zanîn hatin bombebaran kirin.
Ji van hemûyan girîngtir jî ev e: Dema ku serokwezîr ji dêrsimîyan doza lêborînê xwest, di bersiva xwe ya pirsekê de peyva ermenî wekî heqaretek, wekî çêr bi kar anî. Îdeolojîya fermî civakek weha afirand ku peyvên ermenî û kurd wekî çêr têdigihîjin. Ev yek, yek ji taybetmendîyên komarê ye û bi me nîşan dide ku divê Tirkîye bi dîroka xwe re bi giştî hesabê bibîne. Ne bi kurdan, ermenîyan, asûrî-suryanîyan, rûman, elewîyan cuda cuda lê belê bi wan gişan rû bi rû bibe. Lê belê dîsa jî lêborîn tiştekî erênî ye. Mirov dikare vê yekê wekî lêborînekê bibîne, ku serokwezîr li ser navê xwe xwestiye.

2. Rûdanên li Fransayê derbarê qirkirina ermenîyan

Di rûniştina xwe ya 23.12.2011ê de Parlamentoya Fransayê qanûnek qebûl kir ku înkarkirina qirkirina ermenîyan wekî sûc ceza dike. Vê qanûnê li Tirkîyeyê gelek deng veda. Him dewlet û hikûmet, him jî rojnameger, rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl dîyar kir ku ev qanûn li dij azadîya xwe derbirînê ye. Lê belê di heman rojan de li Tirkîyeyê 47 rojnamegerên çapemenîya kurdî, hatibûn girtin û zêdeyî 40 rojnameger bi giştî şandibûn girtîgehê. Ên ku ji Fransayê doza azadîya derbirînê dikin, li hember zulm û zordestîya li ser rojnamegerên kurd xwe kerr û lal dikin.

Ev qanûn li gor Biryara Çarçoveyê ya Komîsyona Dad û Karûbarên Nevxweyî ya Yekîtîya Ewropayê bû, ku di 19 nîsana 2007ê de hatibû qebûl kirin. Yekîtîya Ewropayê di 28ê çirîya paşîn de ev biryara xwe weşandibû. Yekîtîyê di çarçoveya vê biryarê de bang li endamên xwe dikir ku li dij nijadperestî, dijminahîya li hember bîyanîyan û li dij înkarkirina nijadkujîyê têbikoşin û li gor vê gavên huquqî biavêjin. Divê ev qanûna navgotî jî di vî warî de were rave kirin. Di qanûnê de ji bo wan kesan ku nijadkujîyê înkar dikin, ceza tê dayîn.

Li hember vê hewldana qanûnê, Fransa bi mêtîngerî û qirkirina li Cezayîrê hat tewanbar kirin. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoğan, serokkomarê Fransayê Sarkozy bi van gotinan rexne kir: ''Ji bavê xwe Sarkozy bipirse û jê hîn bibe ka Fransayê li Cezayîrê çawa mêtîngerî û qirkirin meşandin.'' Paul Sarkozy jî di bersiva xwe ku heman rojê da, got ku ew di emrê xwe de neçûye Cezayîrê.

Lê belê ji van hemûyan girîngtir ew e ku di salên 1954-1961ê de di pêvajoya Têkoşîna Rizgarîya Neteweyî ya Cezayîrê de Tirkîye hertim piştgirî daye Fransayê û di Şerê Rizgarîya Neteweyî ya Cezayîrê de di enîya li dijî rizgarîxwazên Ceyazîrî de cîh girtîye... (1)

Serokwezîrê Cezayîrê Ahmed Uyahya jî di heman rojan de Serokwezîr Erdoğan bi siyasetkirina li ser xwîna cezayîrîyan rexne kir û binxêz kir ku Tirkîye di dema têkoşîna neteweyî ya Cezayîrê de hertim li cem Fransayê bû û wê tucaran piştgirî neda têkoşerên rizgarîya neteweyî.

Mebesta wê qanûnê, ku înkarkirina qirkirinê ceza dike, ew e ku rêz li êş û jana wan gelan were girtin û bi şîna wan henek neyê kirin. Têkilîya vê yekê bi azadîya derbirinê re nîne. Ji ber vê yekê, helwesta wan ermenîyan ku digotin serê pêşîn em dê vê qanûnê li naverasta Parîsê bin pê bikin, ne helwesteke rast e. Ev yek dolabgerî ye.

3. Qetlîama Qilabanê

Qetlîama ku di 28.12.2011ê de li Qilabanê hat pêk anîn, vê yekê tîne bîra mirov: 34 kesên ku bi bombebarana firokeyên tirk hatin qetl kirin bi 'qeçaxçîtîyê' mijûl dibûn û 19 ji wan hîna zarok bûn ku alîkarîya debara malbata xwe dikirin.

Qeçaxçîtî, karek e ku li ser sînor bi awayekî ji dewletê bi dizî tê meşandin. Lê belê divê ev pirs were kirin: Wateya wê yekê çi ye ku kurd li ser axa xwe bi dizî diçin û tên û wan sînoran derbas dikin, ku li dij vîna wan hatine danîn? Rastîya bûyera Robozkê ev e: Dema ku di salên 1920ê de hêzên emperyal ên wekî Brîtanyaya Mezin û Fransayê û hevkarên wan ên li Rojhilata Navîn ên wekî tirk, ereb û fars ev sînor danîn, wan malbat û eşîr kirin du beş. Hin malbatên eşîrekê li hêla Tirkîyeyê, hin ji wan jî li hêla Brîtanyayê (ku paşê bû Iraq) man. Hin malên eşîrekê li Tirkîyeyê, hin jî li hêla Fransayê (ku paşê bû Sûrîye) man. Malbat naçar mane ku bi dizî seredana hevdu bikin. Divê ev parçekirin, ev jihevxistin çawa hat sepandin kûr û dûr werin lêkolîn. Ev yek di dîroka Rojhilata Navîn û yên Tirkîye, Iraq û Sûrîyeyê de yek ji rûdanên herî girîng e.

Kesên ku li Qilabanê di encama bomberanê de hatin kuştin, an ku ew kesên ku qeçaxçîtî dikirin, di heman demê de notirvanên gund bûn. Ji ber ew qoricî bûn, dewletê çav û guhên xwe li karê wan ê qaçaxçîtîyê digirtin. Wekî ku di vê qetlîamê de jî tê dîtin, qoricîbûn nayê wateya dûrketina ji kurdbûnê. Lê belê dewlet dixwaze ku ew kesên ku dibin qoricî bi giştî ji kurdbûnê dûr kevin û ji ber ew ji kurdbûnê dûr neketin, tûşî vê qetlîamê bûn. Aşkere ye ku ev qetlîameke bi zanîn û ji berê de hatiye plan kirin. Bi vê yekê tê gotin ku ''Aqûbeta wan kesan ku nabin tirk û di kurdîtîyê de israr dikin, ev e.''

Her ji ber vê yekê ji bo kurdan hewcedarîyeke gelek mezin e ku ew doza birêvebirina bi destê xwe bikin. Birêvebirina xwe-bi-xwe, dîyarkirina dahatûyê û têkoşîna di vê rêyê de divê ji bo kurdan bibe prensîpa bingehîn.
Daxuyanîyên Bahoz Erdal, ku di 04.01.2012ê de li ser malpera www.gelawej.net hatin weşandin hêjayî bawerkirinê ne. Bahoz Erdal digot: ''Ji sala 1999ê û vir ve li Robozkê tu şer neqewimîn. Ew der rêgeha gêrîlayan nîne. Dewlet jî, hikûmet jî pir baş bi vê yekê dizanin.'' Da ku ispat bike ku ev qetlîameke plankirî ye, Bahoz Erdal pênc xal dîyar kirin. Ew hemû jî hêjayî bawerkirinê ne. Bahoz herweha got, ''heger sê kes ji vê qetlîamê nefilitîyana û wan rasterast negotana ka çi qewimîye, wê ev qetlîam biavêtana stûyê PKKê.'' Bûyerên bi vî rengî berê jî pêk hatibûn.

28 ji wan kesan ku di vê qetlîamê de hatibûn kuştin, ji malbata Encü bûn. Qismek ji malbata Encü jî li alîyê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê dijîn. Weha xuya dibe ku endamên malbata Encü, ku li Başûr dijîn dilxwazên Partîya Demokrat a Kurdistanê ne. Di navbera xizman de têkilîyên nêzîk hene. Lewma, ev qetlîam bi awayekî çewsandinek e ji bo PDK û serokê Îdareya Herêmî ya Kurdistanê Mesûd Barzanî ye. Şiroveyeke weha jî pêkan e.

Qetlîam di roja 28.12. 2011ê de pêk hat, an ku du-sê rojan berî sersalê. Vê qetlîamê ne tenê nîştecihên Robozkê yan Qilabanê herweha hemû civaka kurdî xist nav êşeke mezin. Ew şîna kurdan ne di xema wan kesan de bû, ku li rojavaya Tirkîyeyê, li Stenbolê, li Îzmîrê, li Enqereyê û hwd. dijîn. Hin kesan henekên xwe bi êşa kurdan kirin. Hinan got ''musteheq e.'' Dema ku kurd li Kurdistanê di nav kerbeke mezin de bûn, xelkên herêmên rojava di sersalê de jîyana xwe ya bi şahî berdewam kir.

Çapemenîya tirk hewl da ku qetlîamê veşêre. Hikûmetê jî 12-13 saet piştî qetlîamê daxuyanîyek da. Çapemenîyê jî encax piştî daxuyanîya hikûmetê û li gor vê daxuyanîyê nûçe weşandin. Di daxuyanîya serfermandarîyê de tu şopeke mirovahîyê nîne. Ev hemû nîşan didin ku kurd û tirk di warê dêrûnî de ji hev qetîyane. Careke din derket holê ku gotina ''Em di êş û serbilindîyê de jî yek in'' gotineke çawa derewîn û durû ye. Mirov dikare bi sedan, bi hezaran bûyerên din nîşan bide ku vê gotinê derew derdixin.

Hevdem, divê mirov li ser gotina hikûmetê jî raweste ku digot: ''Heger xetayek hebe...'' Ev gotin nîşan dide ka hikûmet li hember êş û jana kurdan çiqas xemsar e. Herçend tiştên ku rû dane ewqas aşkere ne jî, hikûmet hîna jî dibêje ''heger xetayek hebe...'' Lê belê, helwesta hikûmetê, ya serokwezîr li hember filistînî û somalîyan weha ye? Kurd divê bi vê yekê têbigihên. Nemaze jî kurdên oldar, kurdên îslamî di vî warî de haydar bin. Îro xwîn ji pozê filistînîyan were serokwezîr li hember vê yekê nerazîbûnê nîşan dide û ew ji ber xemsarîya Ewropayê ya li hember somalîyan rexne li wan digire. 34 gundîyên kurd ji alîyê firokeyên şerî yên tirk hatine kuştin, lê belê ew hîna jî dibêje heger xetayek hebe. Hevdem, divê filistînî jî bi vê yekê baş têbigihin. Hikûmetek, ku li kurdan zulm û zordestîyê dike, ji şov kirinê pêvetir nikare guh bide filistînîyan. Heger tiştên ku ji bo filistînîyan tên xwestin ji bo kurdan nayên xwestin û daxwazên neteweyî yên kurdan bi zordestî tên tepisandin, wê demê baldarîya ji bo filistînîyan ji şovê pêvetir tiştek nîne.

Ev hemû vê yekê nîşan dikin. Mafê gelan ê xwe-bi-xwe birêvebirinê û dîyarkirina dahatûya wan a bi destê wan mafekî xwezayî ye. Ev helbet ji bo kurdan jî mafekî xwezayî ye. Jixwe deshilatdarî li hember kurdan gelek xerab e, kurd bi qetlîam û qirkirinan tên bi rê ve birin. Dewlet li dij kurdan şerekî giran dimeşîne. Mebesta vî şerî ew e ku kurd werin xizan kirin û ji taqetê bikevin. Şewitandina gundan, wêrankirina çavkanîyên debara kurdan, şewitandina daristanan û bi demê re helandina kurdan a bi rêya qirkirinê, parçeyên vî şerî ne. Ev yek ne tenê li Tirkîyeyê lê herweha li Îran û Sûrîyeyê jî pêk tê. Di dema Sedam Husên de li Iraqê jî weha bû. Kurdên li Qefqasyayê jî xerab hatin bi rê ve birin. Her ji ber vê yekê ji bo kurdan hewcedarîyeke gelek mezin e ku ew doza birêvebirina bi destê xwe bikin. Birêvebirina xwe-bi-xwe, dîyarkirina dahatûyê û têkoşîna di vê rêyê de divê ji bo kurdan bibe prensîpa bingehîn.

Çavkanî
  1. Binihêrin: Melek Fırat-Ömer Kürkçüoglu, Têkilîyên digel Rojhilata Navîn r. 785, Baskın Oran (ed.) Siyaseta Derve ya Tirk, ji Dema Şerê Rizgarîyê heta Roja Îro, Rûdan, Belge û Şirove Cild I Istanbul, Weşanên Iletişimê, 2001, r. 621, 634,

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya