Rûsya vedigere ser dika navneteweyî

Dîplomasîyeke êrîşkar
Translator

Li alîyekî eşkerebûnên sîxûrîya sîstematîk a li dijî hevgirên xwe ya Washingtonê wê fihêtkar dike, Moskov weha dîyar e li ser dika navneteweyî li ser hev bi ser dikeve (bûyera Snowden, pirsa Sûrîyeyê). Weke mîrasgirê dîplomasîyeke navdar lê belê ji dema hilweşîna sîstema USSRê û vir ve lawazbûyî, Rûsya dixwaze cihê xwe di nava hêzên mezin de ji nû ve bigire.

Di nava van çend mehên bihurî de serokdewletê rûs Vladimîr Pûtîn li ser dika navneteweyî du serketinên mezin bi dest xistin. Meha tebaxê wî mafê penaberîyê da înformatîsyenê amerîkî Edward Snowden ango kirdeyê wan eşkerekirinên dengvedayî yên li ser sîstema kontrolê ya dîjîtal a Ajansa Neteweyî ya Ewlekarîyê (National Security Agency, NSA). Wî hingê pesnê xwe pê da ku Rûsya yekane welat e li dinyayê ku dikare li ber dozên Washingtonê li ber xwe bide. Ji bo ku xwe ji nava meseleyê derxe, Çînê bi xwe, xwe da alî, piştre jî Venezuela, Ekwator û heta Kubayê jî xwe bi bahaneyên lihevhatîanîn dan alî.

 

Bi awayekî nakokane, zextên ku alîkarê serokê DYAyê Joe Biden û serok Barack Obama bi xwe kirin li hikûmetên hewl dan ciwanê amerîkî bihewînin, gelekî xwedî par in di serketina Pûtîn de. Washington wisa tevgerîya wekî ku Snowden tehlûkeyeke hema hema bi qasî ya ku kevne birêveberê El-Qaîdeyê Ûsama bin Ladîn bi gewde dikir, mezin e. Heta Obama kir ku hevgirên wî qada xwe ya hewayî li balefira serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales bigirin (1), guman ji wê balefirê dihat kirin ku înformatîsyenê amerîkî têde be. Hewayeke bi vî rengî kir ku "wêrekîya" Pûtîn derkeve pêş hem li ser dika sîyasî ya rûsî û hem jî li ser dika navneteweyî. Li Moskovayê gelek mixalifan silav li vê jesta wî ya li ser navê parastina maf û azadîyên sivîl, kir.

 

Lê belê serketina bi rastî ya Pûtîn ya asteke têra xwe li jortir, wê di dosyaya Sûrîyeyê de bûya. Bi xêra soza ku wî ji Beşar Esed stand a ku digot, ew ê di bin kontrola navneteweyî de tevahîya sîlehên kîmyayî yên welatê xwe tune bike, vê yekê kir ku Obama biryarê bide ku bi "awayekî demî" bombekirina cezaker a Sûrîyeyê ya ku wî dabû ber xwe betal bike. Heta hingê Qesra Spî gef li Rûsyayê dixwarin ku ew ê li meydana navneteweyî were tecrîdkirin, piçûkxistina ji ber desteka wê ya ji rejîma Şamê re û ji ber mixalefeta wê ya li dijî tevahîya cezakirinên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO). Dîsan jî Pûtîn îro wekî zilamê sîyasetê yê ku jê hat ku pêşîyê li sefereke eskerî ya bi encamên tirsnak bigire.

 

Vê carê jî serketina wî mimkin bû ji ber hesabê nebaş yê ku birêveberîya amerîkî kiribû. Piştî ku Îngilîstanê cihgirtina di destwerdana eskerî ya dayî ber xwe de red kir, Obama hindik mabû careke din derbeke giran bixwe di hewldana xwe ya bidestxistina erêkirina Kongreya Amerîkî de ku wê encamên wê jî nikarîbûne werin pêşdîtin. Bi gotinên Wezîrê Karên Derve John Kerry yên 9ê îlonê tevî ku "ecêb sînordarkirî" jî bû (2) wî nefret kiribû ji bersivdayînên eskerî yên ku ew ji ber sedemên bawerîbixweanînê ketibû navê. Roja piştî lihevkirina ku Pûtîn mimkin kiribû, manşeta rojnameya Izvestîayê weha bû: "Rûsya tê bi hewara Obama ve" (12ê îlona 2013an).

Bi baldarî û hişyar, serokdewletê rûs heman îronîya serketinwarî ya ku selafên wî nîşan da, di xwe neanî der. Bi ahenga dîplomasîya xwe, ew di bûyerên vê dawîyê de nîşaneke demê û derfeteke dîrokî ya ku divê neyê edimandin, dibîne. Heta wê radeyê ku heke Snowden çirîya peşîn bihata Moskovayê û ne tîrmehê, ew ê bêguman nikarîbûya lê bimaya.

 

Ji du salan û vir ve helwêsta Rûsyayê di şerê li Sûrîyeyê de hem tirs û zivêrbûnên wê lê eşkere dike û hem jî armanc û dildarîyên wê yên demdirêj ên li ser dika navneteweyî. Di heman demê de ew pirsgirêkên ku Pûtîn li ser dika hundir bi wan re rû bi rû ye jî rohnî dike.

 

Herdu şerên Çeçenistanê (1994-1996 û 1999-2000) gelek xisarên encama şerî li dû xwe hiştin. Tevî ku êriş û reşkujîyên li dijî hêzên nîzamê êdî ne di asta berê de bûn û wekî berê meriv nedikuştin jî, dîsan jî ew li bakurê Qefqasyayê pir pêk dihatin û li Daxistan û Îngûşîyayê belav dibin – herçend şer û gunehên li wir em dibînin bêhtir rêbirî û cerdevanî ne û ne sîyaset. Komên milîtan ên çeçen kêmtir koordînekirî ne, bêhtir ji hev belav in, lê belê her hene. Tîrmeha sala 2012an du êrişên berê nedîtî derb li Tataristanê xistin, tevî ku welat têra xwe dûr bû ji bakurê Qefqasyayê. Û birêveberê qaçax ê çeçen Doku Umarov ê ku xwe wekî emîrê Qefqasyayê ragihandîye, sûnd xwar ku ew ê êrişan bibin ser Lîstikên Olîmpîk ên Soçîyê yên sibata 2014an.

Hisa mişextbûnê

 

Wekî çavdêrên amerîkî û wekî lêkolînerê li Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî (Center for Strategic and International Studies – CSIS) li Washingtonê Gordon Hahn (3) beşeke mezin a çapemenîya rûsî weha dihizire ku bi sedan milîtanên ji Rûsyayê li Sûrîyeyê li dijî rejîmê şer dikin. Ev yek dikare rave bike ka çima hîna ji hikûmeta El-Esed re sîleh diçin. Ji bo Pûtîn û derdora wî têkçûna felaketwarî ya artêş û hikûmeta Sûrîyeyê wê ji vî welatî Somalîyeke din çêke, lê belê bi rengekî din ku bêhtir çek hene, li herêmeke bi rengekî din bi tehlûke û îhtîmal e bibe bereyeke paş ji bo şervanên ku li Rûsyayê çalak in. Ji bo ku li Washingtonê ev tirs werin fêmkirin dem divîya, li Washingtonê hêza berxwedana hêzên dilsozî El-Esed kêm hatibû dîtin.

 

Herçî kêşeya sîyaseta navneteweyî ye, bi piranî armancên rûsan di şerê li Sûrîyeyê de hatin daxistinî parastina Tartûsê –yekane cihê (lewre ji baregehê bêhtir devereke bicihbûnê ye) eskerî yê deryayî yê rûsî li Derya Spî– û desthilat hiştina yekî ji mişterîyên xwe yên bazara sîlehan. Ev hizr bi tevahî bêmane nînin, lê belê ew rika Moskovayê ya ku berîya her tiştî hewl dide di nîzama navneteweyî ya piştî sovyetî de bibe xwedî cihekî û rolekê, rave nake.

Ji sala 1996an û vir ve, piştî ku akademîsyen Evgenî Prîmakov hevsarê wezareta karên derve girte destê xwe, ango bi gelekî berîya ku Pûtîn bibe desthilatdar (ew sala 2000î bû serokdewlet), di nava elîtên sîyasî de konsensusek bi cih dibe. Ji hingê ve ew her xurt bû: DYA hewl dide pêşîyê lê bigire da ku Rûsya dîsan wekî dewra xwe ya berê mîna hêzeke giring ji nû ve dernekeve qada dunyayê. Partîzanên analîzeke bi vî rengî delîla vê yekê di lipeyhev firehbûna Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) ber bi welatên baltikî û gelek welatên li rojhilat de û di daxwaza amerîkî ya li vê zêdekirina Gurcistan û Ukraynayê de dibînin. DYA dema vê dike sozên dayî Mîxael Gorbaçev da ku bike ku ew erê bike Elmanyaya yekbûyî bibe endama NATOyê jî binpê dike. Dîplomatên rûs îdîa dikin ku Washingtonê hewl daye bandora welatê wan heta bi herêma berjewendîyên wê yên herî rewa jî parçeparçe bike.

 

Ji bo Kremlînê dema Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevgirên wan ji bo ferzkirina cezayên navneteweyî û ji vê û wêde ji bo şerên wekî yên li Kosovayê sala 1999an û li Iraqê sala 2003yan qet hesab ji Konseya Ewlekarîyê ya UNOyê nekirin, wan bi rengekî xwe dûr kir ji her rengê hevdîtinên li ser bingeheke ku li ser Washingtonê ferz bike, ne bi rengekî marjînal, hesabê berjewendîyên rûs jî bike. Moskovayê nevîneke xwe ya kûr li hember operasyonên eskerî yên derve derdibire û ya ji vê jî xirabtir ev li dijî guhertinên rejîmê yên bêyî erêkirina Konseya Ewlekarîyê tên birêvebirin e jî.

Bi mixalefeta li hember tevahîya operasyonên li dijî Sûrîyeyê, Rûsyayê timî bûyera berîya wê ya Lîbyayê ya sala 2011an ji bo ku bi hawara wê ve were bi bîr dixist. Di dema dengdana li ser biryara 1973yan a ku armanca wê ya ragihandî parastina xelkê welêt bû, Rûsyayê dengê xwe bi kar neanî, lê belê ev biryar hat berevajîkirin ji bo destwerdaneke eskerî û dawîanîna li rejîma Muemer Qedafî. Hingê, Dmîtrî Medvedev serokdewlet bû û Kremlîn hêvîya destpêkeke nû ya têkîlîyên xwe yên bi Qesra Spî re dikir.

 

Li Moskovayê îro vîzyoneke di esasê xwe de jeopolîtîk a karûbarên navneteweyî –rêûresma kevin li Rûsyayê– serdest e. Ji sala 1996an û vir ve armanca sereke û fermî ya sîyaseta derve ew e ku meyla pêkanîna dinyayeke pirqutbî xurt bike da ku hêdî hêdî [tesîra] yekqutbîbûna amerîkî ya heyî kêm bike. Pûtîn ê ku di biwara kapasîteyên heyî û heta siberoja welatê xwe de realîst e –çawa ku berîya wî jî Prîmakov wisa bû– difikire ku pêdivîya Rûsyayê bi hevkaran heye ji bo ku li ser vê rêya pirqutbîbûnê bimeşe û bi pêş keve.

 

Çîn bi vî rengî veguherî yekem hevkarê wê yê stratejîk û ew yê herî zêde xwedî giranî jî bû. Biryardayîna bi hev re ya herdu welatan li Konseya Ewlekarîyê daîmî ye, nexasim jî li ser dosyaya Sûrîyeyê çawa ku li ser dosyayên Îran, Lîbya û şerê li Iraqê yê 2003yan jî wisa bû. Pekîn a ku bêhtir bi semax e û di warê derfetên xwe de bêhtir bi xwe bawer e, dihêle ku Moskova di meseleya parastina helwêsta wan a hevbeş de derkeve pêş. Ev jî sedem e ku Kremlîn Konseya Ewlekarîyê wekî yekane cihê rewa yê biryardayîna sîyaseta navneteweyî pîroz dike.

 

Ji destpêka vê şirîktîyê û vir ve, analîstên rojavayî pêş dibînin ku di demeke nêzîk de ji ber neçarîya li hember giranîya demografîk û aborî ya Çînê dê derfetên rûsan ji hev de bikevin. Dîsan jî hevkarî her zêde dibe hem di warê aborî (firotina petrol û sîlehên rûsî), hem di yê sîyasî (gihiştina hev di bin banê Rêxistina Hevkarîyê ya Şangayê) (4) û hem jî di yê eskerî de: hema hema her sal manevra û tetbîqatên bi hev re yên di wan de hêzên hewayî, bejayî û deryayî cih digirin pêk tên.

Ji nû ve peydakirina tewazûna nîzama dinyayê

 

Bêguman mijarên jihevqutbûnê hene, wekî mînak mijara bazirganîya bi welatên Asya Navîn ên piştî Sovyetan deverên ku Çînê ji sala 2009an ve ji Rûsyayê bihurî. Lê belê Pekînê heta îro rêz girt ji lipêşbûna berjewendîyên jeopolîtîk ên cîranê xwe re û hewl nade li wan deran baregehan bi cih bike. Ew Peymana Ewlekarîya Kolektîf a di navbera Moskova û piranîya welatên herêmê de mohrkirî (5) qebûl dike. Li hemberî vê, tevî daxwazên pircarî yên Kremlînê yên ku doza hevkarîyeke di navbera NATO û Peymana Ewlekarîyê ya Kolektîf de wekî çarçoveya kooperasyona li dora Efxanistanê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her red dikin vê daxwazê û tercîh dikin ku li ser tevahîya pirsgirêkan yek bi yek bi dewletan re miamele bikin, li ser meseleyên wekî bicihkirina baregehên eskerî yan jî derbasbûna îkmala ji bo eskerên xwe.

 

Pûtîn ne li dû hevrikîyeke bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ye ku çi ji destê wî were bike, jixwe misoger e ku ji bo vê jî derfetên wî nînin. Bêguman heke her kes yê din gunehbar bike bi qebûlkirina mentalîteyeke şerê sar hingê ev yek dikare tevlîhevîyê biafirîne. Lê belê herçî Rûsya ye, ew kêfa xwe tîne bi çepgerîyana karûbarên Washingtonê li qada navneteweyî, sedema vê jî ne tolhildan e, bêhtir nerazîbûn e. Bi vî rengî, ew naxwaze ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Efxanistanê bi bin kevin yan jî ji vî welatî pêşwext xwe vekişînin. Herçî lihevnekirina li ser dosyaya Sûrîyeyê ye, mesele pêşî û berîya her tiştî qaîdeyên lîstika navneteweyî ye. Rûsya doza ji nû ve bi tewazûnkirina nîzama dinyayê dike, ev jî wê bike ku têkilîyên wê yên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re û cîhana ewro-atlantîkê li ser bingeheke nû, ji nû ve dest pê bikin; ev jî pêşîyê nagire li reqabeteke dijwar di hin sektorên ku Rûsya di wan de baş gurçûpêckirî ye: bi vî rengî pir şansê wê heye ku di dawîyê de projeya xwe ya lûleyên xeta gazê Soth Streamê li hemberî Nabucco ya ku Washington palpiştê wê ye (6), bi ser bixe.

 

Gelo ew kêlî hat ku bitewazûnkirina mezin a ku Kremlînê bi rik doza wê dikir, pêk were? Dildarîya wê ya bûna xwedî roleke ne talî gelo niha pêk tê? Serketina Pûtîn di dosyaya Sûrîyeyê de vê hisê –yan jî belkî vê xeyalê– peyda dike ku pirqutbîbûn xwe halê hazir li ser Washingtonê ferz dike. Qutbûna hevgirê bê şert û merc ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ango Meliktîya Yekbûyî (Îngilistan) wê bibe nîşaneke serdemê, wekî nîqaşên piştî wê pêk hatin li civîna bilind a G-20ê li Saint-Petersbûrgê, cihê ku mixalefeteke xurt li dijî her rengê maceraya eskerî li Sûrîyeyê hat îfadekirin. (7) Nerazîbûna ku xwe li Kongreya amerîkî bidana der wê bibûya nîşaneke din.

 

Ji bo analîstên rûs ên herî maqûl divê meriv pişta xwe bi neo-tecrîdkerên li Kongreyê qewîn neke, ango serê pêşî bi Obama pişta xwe rast bike yanî bi wî kesê ku doza dezangajmaneke amerîkî ya îstîqrarê têk bibe nake, lê belê dixwaze şer û alozîyên herî bi tehlûke li ser bingeheke lihevkirina navneteweyî bêtesîr bike. Bi ser de jî herdu şer û alozîyên herî bi tehlûke yên di biwara Sûrîye û Îranê de ne –û herdu jî ji nêz ve bi hev re elaqedar in– û Rûsya dihizire ku para wê dikare gelek be di çareserkrina wan de.

 

Nêzîkbûna li ser dosyaya Sûrîyeyê ya di navbera Washington û Moskovayê de gelekî bi berîya serûbinîhevbûna îlonê ya spektakuler dest pê kiribû. Gulana 2013an John Kerry projeya konferansa navneteweyî ya li ser siberoja Sûrîyeyê li cem hevpîşeyê xwe yê rûs erê kiribû, wî pêre jî her doza dev ji desthilatdarîyê berdana El-Esed jî kiribû. Di civîna bilind a G8an de hezîrana îsal li Îrlandaya Bakur, li bajarê Lough Eme danezaneke hevpar li ser Sûrîyeyê hat paşvexistin da ku li benda erêkirina Pûtîn were mayîn. Erêkirina El-Esed a xwe xelaskirina ji barê sîlehên xwe yên kîmyayî heke were piştrastkirin wê birêveberê rûs li cem birêveberên hikûmetên rojavayî jî rewa bike.

 

Ji mehan û bi vir ve ye jixwe Moskova bi israr e ku Tehran jî tevlî konferansa navneteweyî ya tê plankirin bibe da ku şansekî konferansê hebe ku [serketî] bi encam bibe. Heta îro Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên ku ji alîyê Îsraîlê ve dihatin gijkirin, ev yek red kirin. Ji ber vê yekê Rûsyayê xwe da nav çalakkirina dîyaloga di navbera Obama û serokkomarê nû yê îranî Hesen Rohanî de xwe dayî der. Heta bi pêjneke lihevkirinê li ser dosyaya nukleerê jî wê karibe dînamîkeke giştî mimkin bike. Moskova wekî din hewl dide têkilîyên xwe yên bi Îranê re xurt bike, yên ku xira bûn piştî ku Rûsyayê pişta gelek mieyîdeyên Washingtonê sala 2010an li Konseya Ewlekarîyê doza wan kirî girt. Hingê Rûsyayê şandina fuzeyên parastina hewayî SS-300 ber bi Tehranê ve betal kiribû.

Sala 2001ê, derfeteke

ku nehatîye bikaranîn

 

Ev ne cara pêşî ye ku Pûtîn hewl dide pêwendîyeke xurt bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re deyne li ser bingehekî wekhevîya qet nebe nisbî. Piştî êrişên îlona 2001ê me ev yek dît, dema ku Pûtîn bawer kir derîyek li derfetekê vebûye. Bêyî şertên pêş wî destûr da ku amerîkî ji bo şerê li Efxanistanê baregehên eskerî li ser erdên hevgirên wî yên li Asyaya Navîn bi cih bikin. Û ji bo ku dildarîya xwe ya bêhtir bi nav vê aramîyê de biçe nîşan bide wî li Kubayê bicihbûna dawî ya eskerî ya sovyetî ya çavdêrîyê da girtin (rast e ev bicihbûna eskerî hindikî girîng bû). Lê belê mehên piştre George W. Bush destûr da endametîya sê komarên baltikî ya NATOyê û vekişîna DYAyê ji Peymana Bergirîya Dij-Balîstîkê a bi navê ABM ya ku sîlehên bergirîyê yên dij-balîstîk bi awayekî hişk sînordar dike, ragihand. Aramî bi dawî bûbû. Pûtîn difikire ku êdî mimkin e ku li hevkarîyeke bêhtir berdar vegerin.

 

Lê belê di heman demê li ser şansên beridîneke bi vî rengî hîpotekeke mezin heye; û ew ji ber karên hundir ên Rûsyayê peyda dibe. Ji dema ku ji nû ve bû serokdewlet sala 2012an û vir ve di çarçoveyeke xwepêşandanên mixalefeta gel a mezin li Moskovayê, ji bo ku desthilatdarîya xwe baştir rûnîne Pûtîn dijamerîkanbûnê wekî pêkhênerekî neteweperestîya rûs bi kar tîne. Em vê yekê nexasim di qanûnên nû de dibînin, yên ku rêxistinên nehikûmetî (NGO) yên rûs ên ku ji derve fînansmanê distînin, ev fînansman çiqasî kêm jî be, bidin zanîn ku ew di xizmeta berjewnedîyên ji derve de ne. Li vir em şopeke perwerdeya wî ya li KGByê dibînin a ku dike ku ew manevra û tesîrên ji derve wekî sedema sereke ya pirsgirêkên hundir, wekî faktorên bêîstîqrarîya sîyasî dibîne. Xirabtirbûnek yan jî berevajî vê sererastkirineke kêmbûna rewabûna desthilata wî wê tesîreke mezin li pêkanîna daxwazên wî yên navneteweyî bike.

 

* Doktorê zanistên sîyasî û wezîfedarê dersdayînê ye li Zanîngeha Québecê li Montréalê. Nivîskarê ceribandina Le Retour de la Russie / Vegera Rûsyayê (Varia, Montréal, 2007).

(1) Gotara li jêr bixwîne: "Moi, président de la Bolivie, séquestré en Europe / Ez, serokê Bolîvyayê, li Ewropayê rehîngirtî", Le Monde diplomatique, tebaxa 2013an.

 

(2) Patrick Wintour, "John Kerry gives Syria week to hand over chemical weapons or face attack / John Kerry hefteyek [mohlet] da Sûrîyeyê da ku sîlehên xwe yên kîmyayî desteser bike yan jî bi êrişê re rû bi rû bibe", 10ê îlona 2013an, TheGuardian.com

 

(3) Gotara li jêr bixwîne: "The Caucasus and Russia’s Syria policy / Qefqasya û sîyaseta Rûsya sebaret bi Sûrîyeyê", 26ê îlona 2013an, http://nationalinterest.org

 

(4) Rêxistin hezîrana 2001ê hat damezrandin û Çîn, Qazaxistan, Qirxizistan, Ozbekistan, Rûsya û Tacikistan endamên wê ne. Di nava welatên çavdêr de Hindistan, Îran, Pakistan hene.

 

(5) Ji bilî Rûsyayê welatên endam Ermenistan, Belarûs, Qazaxistan, Qirxizistan û Tacikistan in.

 

(6) South Stream projeyeke xeta lûleya gazê ye ku Rûsyayê bi Ewropayê ve girê dide, dema vê dike jî di Ukraynayê re derbas nabe. Nabucco projeyek e ku divê rezervên gazê yên derya Xezarê bi Ewropayê ve girê bide.

 

(7) Gotara li jêr bixwîne: Michael T. Klare, "Le grand écart de Washington / Qutbûna mezin a Washingtonê", Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn a 2013an.

 

 

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê