Rûyê mîlîtanîzma îtalî

Translator

Li gel partîyeke komunîst ya gelek hêzdar û di nava fûrandina niqaş û teorîyên rexnegirtî de, Îtalya, demeke dirêj bû navendeke referensa hêzên çep yên Ewrûpayê.

Rişteyên teze ên bi goşt –casoncelli– û mirîşkên heşandî yên bi beharata hindî: Li Bresciayê, şûngeha (1) sereke ya Partîya Demokrat (PD) sifreyeke xwarinên "ji rengan û ji çêjan" pêşkêş dike. Li pişt dezgehê keçeke ciwan a senegalî xizmetê dike. Bi temamî sembolek e ev dera ku Lîga Bakur ku bi helwestên xwe yên dij-bîyanî, di nav koalîsyoneke rastgir ya ji sala 2008an ve, bajêr û derûdorê bi rê ve dibe. Kombûyî li dora maseyekê û qahwe li ber wan, gelek milîtanên kal, hema hema giş komunîstên berê, rojevê dinirxînin, ji "Rubygate" (2) heta şertûmercên karkerên fabrîkayên otomobîla Fiatê guftugoyan dikin. Li vê taxa populer jî weke li navendê, ji bîst û pênc salan ve ye ku bîyanî bi şênîyên xwemalî re tevîhev dijîn. Ew ji sedî 15yê rûniştvanên vê herêmê pêk tînin; hêza wan a kar di pîşesazîya giran, karûbarên xizmetê û terşvanîyê de xwedî rola motorê ye. Li Bakurê Îtalyayê, koçberîya bîyanî –dîyardeya ku diçe heta salên 1970yê– yek ji pirsgirêkên herî girîng e ji bo Partîya Demokrat. DP yekane partîya çepa navendî ye ku li Parlemanê tê temsîl kirin û herwiha ew ji alîyê her du partîyên din ên ku bendgirîya rast-çepê weke tiştekî demode dinirxînin ve tê destek kirin: Îtalyaya nirxan û Tundrewên îtalî.

Partîya Demokrat a di 2007ê de ji nav yekîtîya pêşverûyên çep û katolîkên demokrat derket holê û bi gewde bû, piştî çar salan niha xwedî heft sed hezar endam û zêdetirî heft hezar şûngehan e. Bi statuya xwe, ew xwe reformîst, ewropî û navenda çepê dibîne. Lê belê alîgirên wê yên jidil gelek caran wê bi şîlobûn, zêde ji lihevhatinê re amade, ji pevçûnan re amade û beramberî herî xizanan, xemsar rexne dikin. Bi kurtî, li gor wan, ew ji xeyala xwe ya guherandina cîhanê vegeriyaye. Karkerê malnişîn ê 68 salî Ugo Zecchînî dibêje: "Ez jî koçber im. Ez ji Toskanayê dihatim û ji bo bênirxkirina min ez weke başûrîyekî dihatim dîtin. Ji ber vê yekê ez xwe nêzîkî kesên bîyanî ku ji bo li bakur bixebitin hatine, hîs dikim. Cihêkarîyên ji alîyê Lîgê ve hatine ferz kirin, pirsgirêkên cidî ne û çepa îro baş bi vê yekê nehesiyaye". Di çarçoveya hewldaneke dîyalogê li gel Lîga Bakur de, sekreterê Partîya Demokrat, Pierluîgî Bersanî, li hemberî vê pirsgirêkê hinekî xweşbînî nîşan da: "Ez dibêjim Lîg ne nijadperest e, lê belê, ez bala we dikşînim: Bi handana hin refleksan, mirov dikare nijadperestîyê hilberîne". (3)

Ezmûn

Ji bo ji pozbilindî, zikreşî, xirabî, tolazî û gunehên bêtir kokdar û mezintir ên ku navên wan ji xizanî û dewlemendîyê rizgar bibin, Lîkurgus kir ku welatîyên wî biryara tevahîya erdan bikin, milkê giştî bidin û ji nû ve parvekirina wan pêk bînin. Bi vî rengî ew êdî bêîstîsna li ser lingekî wekhevîyê bi hev re jîyan, lewra hemû bûn xwedîyên heman mîqdara erdî û ji ber vê jî bûn xwedîyên heman navgînên hebûnê. Ew bi tenê di nirx de li mezintirbûnê geriyan, lewma wê tu cihêtîyên din û tu newekhevîyên din nebûyana, ji bilî rûreşîya bêexlaqîyê û pesindayîna qencîyê."

Plutarque, Vie de Lycurgue 8 (Plutarx, jîyana Lîkurgus 8), (ji alîyê Bernard Latzarus ve hat wergerandin). Lîkurgus kesayetîyek e ku rastîya wî ya dîrokî tê nîqaş kirin, û navê giştî ye ku dîrokzan li qanûnçêkerê Spartayê yê dawîya sedsala 9ê berîya Îsa dikin.

"Tevahîya erdên di bin esmanan de wê ji alîyê gelê li bin esmanan bê çandin... Erd wê ji alîyê herkesî ve were çandin, birinc ji alîyê herkesî ve bê xwarin, herkes wê cilûbergan li xwe bike, herkes wê pereyan xerc bike. Wê newekhevî nemîne û tu kes wê bê xwarin û ardû nemîne."
Qanûna çandinîyê ya li Meliktîya Esmanî ya Ahenga Mezin (Taiping Tian Guo) hatî qebûl kirin, ev li Çînê di navbera 1851 û 1864ê de dewleteke muxalif bû.

"Dema ku gel her tiştê der barê dewletê de parve bike, hingê me yê bi rastî armanca ‘başî û refaha gelî’ pêk anîba; me yê ew dinyaya datongê (yekîtîya mezin) a Konfuçyus doza wê dikir pêk anîba."
Sun Yat-sen, şoreşgerê çînî [1866-1925], sê prensîpên gelî, dersa çardehemîn, ber bi 1912ê ve)

Du rûyên Partîya Sosyalîst

"Dema nakokîyên talî yên xwedî milkan ji bo berjewendîyên karkeran bi kar bîne jî, yan jî bê hemdê xwe xebat û çalakîya xwe bi ya partîyeke siyasî ji bo parastina maf û berjewendîyên proleteryayê bike yek, [partîya me] her partîyeke muxalefeta bingehîn dimîne û mirov nikare wê daxîne asta tevahîya çîna bûrjûwa û dewleta ku amûr di destê wê de ye. (...) Bi armanca xwe, bi îdeala xwe, bi navgînên xwe yên bi kar tîne Partîya Sosyalîst a ku ji bo di cîh de pêkhatina reformên çîna karker doza wan dike, dixebite. Partîyeke reformê nîne, belê ew partîyeke têkoşîna çîn û şoreşê ye."

Danezana dawîyê ya kongreya damezrêner a Partîya Sosyalîst, şaxê Înternasyonala Karker ê Fransî, nîsana 1905ê, Serge Berstein ji ber girtiye, Léon Blum, Fayard, rûpel 86.

"Em guherîn. (...) Erê, em difikirin ku aborîya bazarê navgîna hilberînê û pevguherînê ya herî bikêrhatî ye. Na, êdî em ji qutbûneke ji kapîtalîzmê bawer nakin. (...) Haya me jê heye ku kapîtalîzm asoya me sînordar dike, ji bo dehsala bê û bêguman ji bo demeke dirêjtir jî. Lê belê me di heman demê de biryar daye ku em bêserûberîya wê sererast bikin."

Piere Mauroy, sekreterê pêşî yê PSyê, pêşgotina ji bo Un nouvel horizon, Projet socialiste pour la France (asoyeke nû, projeya sosoyalîst ji bo Fransayê), Gallimard, Parîs, 1992, rûpel 11.

Internasyonalîzm

"Şerê dawî yê ku beşeke wî ya mezin şerekî dagîrkirina kolonîyan bû, di heman demê de şerekî ku bi alîkarîya kolonîyan hat meşandin bû. Bi nisbetên heta hingê nedîtî gelên kolonî xistin nav şerê ewropîyan. Hindistanî, reşik, ereb û malgaş li ser erdên Ewropayê li ser navê çi tekoşiyan? Ji bo mafên xwe yên ku demeke dirêjtir koleyên Ingilistanê û Fransayê bimînin. (...) Bi vî awayî pirsa kolonîyal bi tevahîya firehîya xwe, ne bi tenê li ser berên kesk ên kongreyên dîplomatan li Parîsê, lê belê li kolonîyan bixwe jî rojev e."

Lenîn, axaftina dawîanîna li 1emîn Kongreya Înternasyonala Komunîst, 7ê Adara 1919ê.

"Em dengê karkerên fransî ji pişta derabeyên girtîgehan dibihîsîn, ji wan girtîgehên ku hukûmeta plûtokrat a fransî ew avêtinê, hukûmeta ku ji hêrsa wan a mezin ditirse û li ber agirê girtiye dilê wan dilerize. Guhên me dengênîya pêlên deryaya bilind dibe ya karkerên brîtanî bihîstin, pêlên ku li lat û zinarên li ser wan keleha kapîtalîzma brîtanî bilind dibe, ev kîrkoka gelan, ev çeteyên navneteweyî, ev wêrankerên jîyanê! Bi kêfxweşîyeke jidil, em vê hemûyê dibihîsin û bawerîya me di hinavên me de mezintir dibe ku di nêzîk de ew roj wê bê ku kerb û derdên me nemînin û têkoşîna me bi ya we re bibe yek.

Em pê bawer in ku hûn ne bi tenê ji bo biserketina xwe, azadîya xwe şer dikin. Em bawer nakin ku hûn ê xwe ji zincîran rizgar bikin û me qeydûbendkirî bihêlin. Em bawer dikin ku piçûkdîtina efendîyên we li dijî karkerên rojhilat da ku li ser herdu alîyan jî çêtir serdest û zalim be, herikandî hinavên we, hûn ê weke kirasekî lewitî biavêjin. Bi tenê serketineke hevbeş a karkerên Ewropa û Amerîkayê û girseyên kedkar ên Asya û Afrîkayê wê azadbûna hemûyan were, ku lê kar bi tenê bi kêrî çendek zilamên dewlemend tê.

Heke hûn xwe rizgar bikin û me di rewşa koletî û xizmetkarîyê de bihêlin, hûn ê bi lez ji nû ve bikevin rewşa kole û xizmetkaran, lewra ji bo ku me di qeyd û bendan de û di girtîgehan de bigirin, hûn ê neçar bin li rojhilat û li başûr hêzên gardîyanên girtîgehan û polîsan jî bi xwe biparêzin, ava bikin; hûn ê neçar bin artêşan rakin da ku me sertewandî bihêlin; hûn ê neçar bin desthilatdarîya li ser me bidin general û walîyên xwe. Û ew ê ku bi tahma jîyana bê ked û xebat a li zirara me hisiyaye, pê tahmişkî bûye û fêrbûye gelek nifşên karkerên rengî bixin xizmetkar, wê berê singûyên xwe bizivirînin ser we jî û dewlemendîya li Asya û Afrîkayê berhevkirî wê ji bo ku we dîsa bikin kole, were bi kar anîn. (...)

Hûn nikarin xwe azad bikin bêyî ku di têkoşîna me ya azadîyê de hûn pişta me bigirin. Dewlemendîya welatê me di destê kapîtalîstan de ye, navgînek e ji bo ku serî li we bitewînin. Heta ku kapîtalîstên brîtanî dikarin bi awayekî serbest keda cotkarên hindistanî, misrî û tirk bimijin, heta ku ew dikarin ji wan bidizin, heta ku ew dikarin li ser wan ferz bikin eskerîyê di artêşa brîtanî de bikin, wê timî têra wan dewlemendîya wan û xizmetkarên wan hebin da ku serî li karkerên brîtanî bitewînin. Bêyî serhildana me serketina proletarya dinyayê li dijî sermayeya dinyayê nabe. Û ji ber ku bêyî ku hûn bi me re bibin yek, hûn nikarin desthilatdarîyê ji dest kapîtalîstan bistînin, em jî bêyî ku bi we re bibin yek, nikarin desthilatdarîyê bikin ya xwe. (...) Hûn û em bibin yek, em hêzeke neşkestbar pêk tînin."

Banga li karkerên Ewropayê ya ku ji Kongreya Gelên Rojhilat hat kirin, ev kongre 1ê îlona 1920ê li Bakuyê ji alîyê Înternasyonala Komunîst ve hatibû organîze kirin. Civîna ku nûnerên ji dehan welatan, ji Hindistan heta bi Tirkiyeyê, ji Çînê heta bi cîhana ereb dianîn cem hev, armanca wê ew bû ku gelên welatên kolonîkirî û proletaryaya dinyaya kapîtalîst bike yek.

Hêmanên Stîlê

Nirx
"Mirovekî şoreşger serî natewîne, lê belê maqûl û dilnizm e; ew basîd e û tu luksa mutewazîbûna qelp jî nîşan nade; ew dijminê tevahîya derewan, çavlêmiçkirinan û nimayişkarîyê ye û nabe ku bi wan re li hev were. Ji ber ku armanca wî biserketina Şoreşê ye, ew tu caran wê rûreş nake, lê belê dijminên xwe şermezar û rûreş dike bêyî ku şoreşê bixe nav wan; ew heqaretê lê nake, lê belê ew wê ronî dike; û ji bo paqijîya wê çavnebar e, dema ku ew behsa wê dike, ji bo rêza jê re digire li xwe miqate ye; ew xwe weke wekhevê otorîteyê be ku qanûn e, nîşan nade, ew xwe weke wekhevê mirovan û nexasim jî bextreşan nîşan dide. (...) Mirovekî şoreşger lehengekî maqûlbûn û rastîbûnê ye."

Saint-Just au Comité de salut public (Saint-Just li komîteya silametîya gelemperîyê), 15ê nîsana 1794ê.

Şaredarî

"Luiz Inácio da Silva,
Kevne-boyaxvanê pêlavan, kevne-boyaxvanê cawan, kevne-karkerê tornayê, kevne-sendîkavan.
Brezîlîyekî weke we." 

Slogana kampanyaya hilbijartina walîtîya eyaleta São Paulo ya Luiz Inácio da Silva sala 1982yê bi kar anî.

Qutbûn

"Di salên 1960ê de meyila me ew bû ku em siyaseta çepê ne bi armancên ku dixwest bigihêje wan, lê belê bi navgînên ku wê ji bo bigihêje van armancan bi kar dianîn, terîf bikin. Armanca herkesî li ser li hev dikir sosyalîzm bû, navgîn yan jî rê, şerê çekdarî yan jî têkoşîna bi sazûmanî bû. Li gor van pîvanan çepeke şoreşger û yeke reformîst ji hev dihat cihê kirin. Di salên 1990ê de me dest pê kir peyva ‘çepa nû’ bi kar anî, da ku carinan behsa çepa dev ji têkoşîna çekdarî berdayî da ku dest bi têkoşîna bi sazûmanî bike û carinan jî behsa ‘çepa civakî’ ya ji gelek hêmanên cihê yên weke miletên xwecihî, jin, jîngehparêz, parêzvanên mafê mirovan û hwd. pêkhatî bike. Ez bixwe dixwazim terîfeke tengtir a elaqedarî armanca mirov dixwaze bigihêjiyê, pêşnîyaz bikim û ji bo vê jî divê em ji xwe bipirsin ka gelo ya em lêdigerin ciwankirina kapîtalîzmê ye, bi mirovtirkirina wê, yan jî civakekê ava bikin ku pêdiviya pê nahêle. Ango, li gor min çep weke tevahîya hêzên ku ji bo avakirina civakeke alternatîfa sîstema kapîtalîst a mêtinkar û mentiqê wê yê kar têdikoşin e, ez jî li civakeke karkeran difikirim ya ku li gor mentiqê mirovperwer û piştgir hatiye bi rêk xistin da ku bersivê bide pêdiviyên mirovî (...), ango li civakeke sosyalîst."

Amérique Latine, Laboratoire pour un socialisme du XXIe siècle (Amerîkaya Latîn, labaratuwara ji bo sosyalîzmeke sedsala 21ê), weşanên Utopia, Parîs, 2010. Marta Harnecker şexsiyeteke tevgerên azadîyê yên latîno-amerîkî ye, şêwirmendîya hukûmeta Hugo Chávez kiriye li Venezuellayê.

Bi awirên ji rastê ve çep

"Di dawîyê de êdî dibe ku rasta fransî tiştê sosyalîstên ingilîz berîya deh salan kirî, bike."
Nicolas Sarkozy, zanîngeha havînî ya Tevgera Şirketên Franseyê (Medef), 30yê tebaxa 2007ê.

"Dema ku ez dibihîsim Gerhard Schroder li Almanyayê ev salek bêtir e, ji min re behsa projeya xwe ya dawîlêanîna tezmînata ji bêkaran re dike û Tony Blair behsa taybetkirina nexweşxaneyan dike, ji me hersêyan ez xwe ne weke yê herî kêm çepgir his dikim."
Jean-Piere Raffarin, Le Monde ji ber girtiye, 27ê sibata 2004ê.

"Sosyal-demokrasî, qebûlkirina lîberalîzma hov e, da ku ji hedê xwe zêdetir gotinên poşmanîyê bikin."
Philippe Séguin, Acteurs de l’économie, Lyon, çirîya paşîn ya 2004ê.

"Di dawîyê de bi ya min devera herî lawaz a siyaseta çepê –ya herî bingehîn– ew e ku ew çepgir nîne! Ev tesbîta krîtîk a ku gelek hilbijêr û sempatîzanên çepê jî bi dizîka parve dikin, piranîya heyî zivêr dike û dike ku nizanibe berê xwe bide ku. Bi tenê rastî diêşîne. Wicdanê çepa hukûmetî ne rehet e. Ew baş pê dizane ku birêveberîya wê ya aborî di bin nîrê aborîya bazarê û kapîtalîzma globalbûyî de ye; ew baş pê dizanê ku jê nayê alternatîfeke cidî pêşkêş bike. (...) Çiqasî hejmara taybetkirinan zêde bibe (France Télécom, Crédit Lyonnais, Thomson, CIC, GAN, Aérospatiale, Air France...), çiqasî borsa bilind bibe (di nav sê salan de nêzî % 100ê), çiqasî qadên hevrikan fireh bibin (tele-ragihandin, enerjî, sektora bankeyan, sîgorte) ewqasî zêde ji me re tê rave kirin ku ev hemû di nav çarçoveyeke sosyalîst û mirovî de pêk tê."

François Fillon, Libération, Parîs, 7ê adara 2000ê, der barê hukûmeta "çepa pirreng" de a ku Lionel Jospin ew bi rê ve dibir.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

Eger hûn bawerîyê bi gotinên Zecchînî bînin, kevnemilîtanê qedîm ê komunîst ku îro endamê Partîya Demokrat e û alîgirê çepeke reformîst e, ev korîtî wê bûbe sedemê nakokîyekê: Eger hejmareke mezin a karkeran di salên dawîyê de dengê xwe dabin Lîga Bakur, ji ber ku çepa vî welatî hêdî hêdî têkilîya xwe ya bi beşên xizan ên civakê re winda kiriye. Populîzma ku xwe di slogana "Patron li gel me ne" îfade dike, xuya ye wê bûbe cazîbeyek ji bo karker û karmendên bi meaş ên ku dawîya mehê bi zehmetî tînin. Zecchînî wiha dewam dike: "Çepa berê, tiştekî din bû. Ji nav bermahîyên piştî şer, ew dikete nav hewldana biserûberkirin û başkirina civakê. Wê dikir ku em bikaribin xwe weke aktorên ronesansa welêt bibînin. Perwerdeya me ya siyasî ji ciwantîya zû ve bi ketina nav fabrîka û xweqeydkirina li sendîkayan dest pê dikir û di pey re jî me karta xwe ya endamtîya Partîyê bi dest dixist. Fabrîka ji bo me weke zanîngehê bû. Bi civîn û mîtîngan, em dibûn xwedî hişmendîya xwe ya derbarê şertûmercên me û cîhana derve de. Bi awayê herî rasterast me hîs dikir ku em dikarin xwe ji sefalet û bêedaletîyan rizgar bikin".

"Me di nav rehetîyê de xwend û em bi hêsanî jîyan, lê belê tu perwerdeyeke me ya polîtîk nîne"

Lê belê ji salên 1980yê ve, Brescia weke deverên din ên Îtalyayê rastî guherînên girîng hat: Pîşesazîyên mezin ên weke şirketên piçûk parve bûn, sendîka gav bi gav bûn çiqil û şax û ji partîyên siyasî qetiyan; tevgera karkeran a hûrhûrbûyî, ji tiştê ku ew dikir hêz bêpar dimîne. Û bi cîhanîbûnê, xebatkarên nû yên xizan bi tênê û bêdeng dimînin. Tommaso Gagliayê mezûnê beşa wêjeyê yê 27 salî yê ku bi organîzekirina çalakîyên çandî ("sîne- forum", ziyafetên pir-qewmî, konser, ûhwd.) hewl dide ji nû ve vê derdora Partîya Demokrat zindî bike, wiha li xwe mikur tê: "Pêvajoya salekê, ji bo peydekirina karekî, bêyî ku bersivekê bistînim, min nameyên namzedîyê şandin. Em ciwan, em nizanin ka paşeroj çi ji me re dihêle, lê belê divê em di nav ferdperestîyê de xwe winda nekin. Ji serdema lîseyê ve, ez bi siyasetê ve mijûl im, ji ber ku ez ketime pey lêgerîna rêyeke ku bi awayekî berbiçav destûrê dide guherandina tiştan, weke ku nifşa Zecchînî jî wisa kir". Serdema dibistanên partîyê têra xwe dûr e: "Şansê me ji yê dêûbavên me zêdetir e. Me perwerde dît û me ciwanîya xwe di nav rihetî û xweşîyê de derbas kir, lê belê me ti perwerdeya siyasî nedît. Partî di vî warî de ti tiştî nake û jixwe deverên hevdîtin lê pêk tên jî pir kêm in".

Qata jor a van şûngehên ku ji buroyên fireh ên Partîya Demokrat pêk hatine, bûye cihê hevdîtina mîlîtan û rêvebiran. Di navbera wan de, Pîetro Bîsînellayê 45 salî, sekreterê herêmê û şaredarê wargeheke ku bûye sembola bihevrejîyana kesên xwecih, hindistanî û pakîstanîyên ku li nav kargehên çandinîyê dixebitin, an jî Mîşele Orlandoyê 35 salî yê ku bajarekî sereke yê çep birêve dibe û weke ku ciwanên kadro yên Partîya Demokrat bi nav dikirin, rottamatori –"yên ku têkilîyên wan nemane"– venûkirineke kadroyên rêvebir hêvî dike. Yek ji mîlîtanên herî çalak, Glorîa Bargîgîaya 29 salî hêvî dike ku ev ciwankirin wê bandorê li bingehê jî bike. Berî belavkirina belavokên rojane ew wiha dibêje: "Dêûbavên min sosyalîst bûn û wan coş û heycana siyasî derbasî min kirin, lê belê tevî vê yekê jî ez xwe weke bîyanî hîs dikim. Ji nav kesên ku hem jî û hogirên min in, kêm kes li partîyekê qeydkirî ne. Çalakvanîya mîlîtanî hê jî ji alîyê delegeyên berê ve tê temsîl kirin".

Di qahwexaneyeke wêjeyî ya navenda bajêr a nêzîkî zanîngehê de, ciwanên sendîkaya piçûk a xwendekaran Sinistra per (di wateya ferhengî de "Çep ji bo") zêdetir bi bawerî xuya dikin. Piştî hilweşîna Dîwarê Berlînê, di pêvajoya operasyona "Destên paqij" de – erdhêja huqûqî ya ku bû sedemê buhrana partîyên dîrokî û hatina ser deshilatîyê ya II. Komara îtalî– û bi "berluskonîzm"ê re (4), ew mezin bûn, lê belê ew hêvîyên xwe li nav jinûve piştrastkirina nirxên avakar ên çepê bi cih dikin: Divê "pêşî yeksanîya şertên destpêkê pêk bîne", Federico Michelî, xwendekara felsefeyê vê yekê wisa derdibire. Reforma zanîngehê ya wezîrê perwerdê Mariastella Gelmini, ê ku dîplomaya xwe li vir li Brescîayê wergirt, fînansmanên raya giştî bi gotineke din, bûrsên perwerdê, yên ji bo odeyan û kantînê kêm dike. Eger em giş ne xwedî heman derfetan bin, gelo mirov çawa dikare demokrasîyê pêk bîne?" Li gor Mîchelî yê ji bo pêşvebirina têgeha xwe ya çepê konseran, dersên wênekêşîyê, şahî û guftugoyan rojnameya zanîngehê û Facebookê bi kar tîne, hukûmeta rastê ji bo çandê zêde tiştekî nake. Mîchelî wiha dewam dike: "Carna, ez pir diêşim dema dibînim ku ciwan parastina qencîyên hevpar ji xwe re nakin xem û serê xwe pê re naêşînin. Lê belê ez li ber xwe didim, lewre, weke ku Antonio Gramscî digot, "ez ji xemsaran nefretê dikim"." 

Li Pratoyê, şaredarîya bingehîn a Îtalyaya navîn, ev du roj in hewaya bayê bakur serdest e. Hesteke hevpar a melisîn û serîtewandinê xwe dide der. Mirov li wir hêvî dike ku têkeve nav wê firtoneya ku weke ku ji salan ve ye vî bajarê berxwedana li dijî faşîzmê, hildiweşîne, bajarê ku hê berî demeke nêz li herêma "sor" a Toskanayê keleha çepê bû. (5) Di 2009ê de, piştî şêst û sê salên di bin rêveberîya çepê de, şaredarî kete destê navenda rastê, di dema herî xirab a buhrana aborî ku li herêma tekstîlê ya herî berfireh a Îtalyayê xwe nîşan da. Di şeş salên dawîyê de, di pîşesazîya tekstîlê de, zêdetirî du hezar kes ji karê xwe bûn. 5.7 mîlyon endamên sendîkaya herî kevin a îtalî ya ku ji berê ve çepgir e, Konfederasyona Giştî ya Îtalî ya Kar (CGIL) hewl didin, çareserîyan bibînin, lê belê zêde jî naxwazin xwe bixapînin. Sekreterê li dora pêncî salî yê bûrsa kar a CGILê Manuele Marîgollî dibêje: "Di salên 1970yê de, gava ez bûm delegeyê sendîkayî, ez difikirîm, -dibe ku bi awayekî kawikî be-, bi çalakîya mîlîtanî, ez ê karibim ji bo cîhaneke baştir bixebitim. Bêyî çalakîya girseyî, hêvî û xeyalên min wê neçûna serî. Lê belê hestê aîdbûnê girêdayî kapasiteya jêhatîbûna mirovî ye ya ku bikaribe di têkoşînê de bibe giranîyek. Bi navneteweyîbûna bazaran, mafên xebatkaran her diçe zêdetir dikevin bin tehdîdan û siyaset êdî nema tesîrê dike."

Çep demeke dirêj li ser pelên defneyan veket û ji bo ku siberojê dîsa vegere rewşa xwe ya caran, bi ser neket.

Heta deh salên dawîyê jî, Prato ti cara ranediza. Fabrîkayên wî rojê bîst û çar saetan vekirîbûn. Bi hatina reqabeta çînîyan û hindistanîyan, û otomatîzasyona hin karûbarên hilbe-rînê, hejmara karkeran jî daket û ekîba şevê hema hema li hemû şirketan hate rakirin. Lê belê medya û cîhana siyasî bala xwe da ser çînîyên li bajêr ketin nav karûbarên afirandina tiştê ku weke "sectora paralel" a konfeksîyonê hat pêşkêş kirin û pê re jî gerûgeryana qaçax û karûbarê reş bi pêş ketin. (6) Ji bo serkeftinê di hilbijartinên şaredarîyê de bi dest bixe, navenda rastê giranî da vegotina ewlekarî û legalîteyê. Marîgollî vê rewşê jî wiha dest nîşan dike: "Buhrana ku Prato tê re derbas dibe, ne bi hebûna bîst û pênc hezar çînîyên li vir dijîn, lê belê bi ya Komara populer dikare were îzah kirin. Bes in ev derew? Li Pratoyê, çînî ne bi tekstîlê ve, bi libaskirinê ve mijûl dibin. Ew ne raqîb in, ew ê karibûna bibin mişterî. Çareserîya buhranê di sînerjîyê de ye: Em, qumaşan hildiberînin û, li şûna dançêkirina konfeksîyonê li Romanyayê, me dikaribû ev yek bisparta wan." Ev e fikrê çepê û pêşketina sendîkalîstekî: "Sazkirina têkilîyekê bi çînîyan re, tê wateya biserûberkirina wan û rizgarkirina wan ji nav şertûmercên koletîyê. Ji bo em karibin ji nû ve Pratoyê zindî bikin, divê projeya sererastkinê ya ji bo herkesî hebe." Dema ku telefona wî bi israr lê dide, ew jî bi israr wiha dibêje: "Li vê derê rast di hilbijartinan de bi ser ket, ji ber ku çep demeke dirêj li ser serkeftinên xwe yên berê raza û nezanî der barê paşerojê de bawerîyê bide. Encam: Karker ji xwe neçûn dengên xwe jî bi kar nanîn." Li welatekî ku tê de ji dawîya salên 1970yê û vir ve rêjeya xwevekişîna ji hilbijartinan her diçe zêde dibe (ji sedî 19,5 di hilbijartinên giştî yên 2008an de) – herçendî, di referandûma 12 û 13yên hezîrana 2011an de, hejmar gihişt asta têrkar jî,– sekretera herêmî ya Partîya Demokrat, Îlarîa Bugettî, ya 37 salî, tîne ziman ku der barê çepê de ew xwedî nêrîneke zelal e: "Dibistan û tenduristîya civakê, xwegihandina xizmetên bingehîn, entegrasyona penaberan. Di salên 1990ê de, bi buhrana îdeolojîyê û ya partîyan û hatina nav siyasetê ya Berluskonî, em bûn şahidên erdhejeke ku hê jî em berdêlên encamên wê didin. Berluskonî modeleke civakî afirand û xweperestî ket nav siyasetê, ango ji wir û şûn ve êdî lîder ji tiştê ku tê gotin girîngtir e."

Li qehwexaneyeke navenda bajêr rûniştî, Bugettî dikeve nav coş û heyecanê gava ku gotin tê ser bîranîna rêhberekî karîzmatîk ê cihêreng: Enrico Berlinguer, sekreterê Partîya Komunîst a Îtalî (PCI) yê navbera salên 1972 -1984, tarîxa mirina wî. Niha ew yek ji rêveberên berê yên çepê yên herî bêrîkirî ne, ew êdî referanseke dema bihurî ye û bi nostaljî ew tê bi bîr anîn: Tevî xuyê xwe yê xwelipaşgir jî, ew ji ber bergehê xwe yê der barê paşerojê de, ji ber coşa xwe ya siyayî û helwêsta xwe ya sincî pir dihat teqdîr kirin. Di "mala gel" a Koîanoyê de, dilê çalakîya mîlîtan a çepa li bajêr, portreyekî wî yê reş û spî tê raxistin. Yek ji lingê çalakvanîyê û şûngehên PCI ya xwedî pênc sed endaman, Mario Bensîyê di salên xwe yên heftêyî de ye, wiha vedibêje: "Ez im yê ku ev mal di 1975ê de ava kir. Niha demeke dijwar e ji bo çalakîvanîya mîlîtanî. Heta berî deh salan, "rêheval" ji bo vexwarina qehwê dihatin vê derê û diketin nav guftugo û sohbetên bêdawî. Îro, partî êdî bi gel re ne di nav danûstandinan de ye. Ji îdeolojîyê bêhtir nirxên me ji dest çûn, bi taybetî jî piştgirî û hevgirî. Niha her kes li xwe ye. Dibe ku berluskonîzm ketibe nav her yekî ji me. Serokwezîr, bi siyaseta xwe, televizyonên xwe û qanûnên xwe yên li gor berjewendîyên wî eyarkirî, karî hemû serwextîya rexnegir bifetisîne. Mîlîtan bûne kesên xeyalşikestî û xemnexur. Ew dibêjin: "Bi her halî, ev yek li her derê eynî ye"." Gelek ji wan difikirin ku çepa îtalî dema desthilatdar bû, pevçûna berjewendîyan çareser nekiriye û rê ji Berluskonî re vekirî hiştiye.

Berluskonîzma ku weke perestgeha xuyayîbûn û halxweşîyê hatiye têgihîştin, û nifşekî alîgirên weke temaşevanên televizyonê afirand, dibe ku bi awayekî din jî çep bi jehra xwe xistibe. Mîlîtanekî çepê, nivîskarên du pirtûkên li ser mijarê Sergio Puelli (7) vê yekê wiha rave dike: "Bi xizimgirîya xwe, rêvebirên temenên wan li derdora şêst salî ciwanên bikêrhatîtir tesfiye kirin. Ji ber vê yekê ye ku niha tê gotin ku lîderên ku karibin lingê xwe bidin yên lîderên rastê tunene." Tarî dikeve erdê û rûniştî li dora maseyên li vê navenda weke maleke mezin a çîyê hatiye saz kirin, bi dehan mîlîtanên berê bi kaxezên îskambîlê dilîzin. Hinên din bi bîlardoyê dilîzin, her çi ciwanên taxê ne, ew jî li maçeke fûtbolê ya li ser ekrana televîzyonê temaşe dikin. Piştî şîvê, der barê wargehên komkirinê yên nazîyan de wê fîlmek were nîşan dan û dora rojê jî sê sed kesên astengdar wê ji bo ziyafetekê bên vexwendin. Tevî dijwarîyan jî, mala gel weke cihekî girîng ê hevdîtinan dimîne û herwiha ji bo şahîyên zewacê yên civatên penaber jî vekirî ye. Ev yek jî dihêle ku çep hê jî xwedî hêvî be li vî bajarî ku tê de Lîga Bakur encameke baş a hilbijartinê bi dest xist û rasta tundrew a Azione Giovanî û Casa Pound xwe da xuya kirin. Niha em Pratoyê li pey xwe bihêlin ji bo biçin Barîya li herêma Pouilles a li başûrê Îtalyayê. Çep ji mêj ve li vir kêmtir bi cih bûye, lê belê di 2005ê de, cara pêşî bi xêra dengên ji alîyê Nîcola Vendola –Nichi– yê ku di serdema xwe ya duyemîn de niha hê jî serokê herêmê ye, hatin bi dest xistin, çepa Îtalî karî xwe bigihîne deshilatê.

Ev siyasetmedar, ku bi awayekî vekirî ji xwe re dibêje homoseksuel û katolîk, bû yek ji aktorên herî populer ê dika siyaseta neteweyî. Piştî veqetîna ji Refondasyona Komunîst, wî di 2010an de Çepa Ekolojî û Azadî (SEL) ava kir. Ev partîya nû ya îdîa dike ku "hewl dide çepeke nû li Îtalya û Ewropayê saz dike" hê di mijdara heman salê de, bû xwedî 45 hezar endaman û zêdetirî pênc sed şaxên xwecihî, û "fabrîkayan". Prensîpên bingehîn ên SELê cot cot tên xebitandin: Aştî û ne-şidet, xebat û dada civakî, zanîn û veguhertina ekolojîk a aborîyê û civakê. Pir zehmet e ka kîjan cureyê hevgirtinê wê li gel Partîya demokrat di nav hukûmeteke nû ya gengaz de were pêk anîn, lê belê rewş ew e ku sêwiyên Refondasyona jarbûyî, demokratên çepê yên ku piştgirî nedan Partîya Demokrat ya ku her diçe zêdetir bi rengê navenda katolîk tev digere, tevgerên altermondialîst û yên çepeke hê radîkaltir giş xwe tê de dibînin.

Li paytextê herêmê Barî ya ku mîlîtangirîya ji bo Vendola koka xwe jê girtiye, rewşeke dijber heye û naşibe ya şûngehên Partîya Demokrat lê serdest e. Eger li Brescîayê mirov xwe rexne dikin, li vir jî coşûxiroş serdest e û bi taybetî li himberî şef. Di nav partîzanên herî çalak de, mirov dikare xwe bigihîne gelek ciwanên ku milîtanîyê li nav "fabrîkaya Nîchî" dikin, koma piçûk a li ser navê hukûmeta ku, di kêmtirî sê salan de, li tevahîya Îtalyayê û hetta li derve şaxên nû vekirin. Li vir, Vendola, ku dikare di hilbijartinên bên de bibe namzedê serokwezîrîyê, weke dîyardeyeke bi temamî nû tê dîtin. Ed Testa, hunermendekî kanadayî, 32 salî, yê ku bi têgihîştina grafîka Fabrîkaya Barî ve mijûl bûye vê îzahê dike: "Bi îlhamgirtina ji Organizin for America de Barack Obama, em weke komîteya hilbijartinê ya ji bo Nîchî derketin holê." (8) Yekî din ê sî salî, Roberto Covolo jî wiha lê zêde dike: "Piştî jinûve hilbijartina Nîchî ji bo wezîfa walîtîyê, me xwe raguherand laboratuwareke nû ya çalakîgerîyê."

"Roja îro, xwe di şexsîyetek de dîtin gelek hêsantir e ku mirov xwe di referansên kulturî de bibîne"

Li Fabrîkayê, herkes bi dilxwazî dixebite û ti kes ne mecbûr e xwe li partîyê bide qeyd kirin. Navend têrronahî, rengîn û mêvanperwer e. Nav avahîyê bi temamî bi amûrên berê bikarhatî hatiye bi serûber kirin û xemilandin: Dolabên ji kartonan, sewîlên plastîk, bîdonên şîr ên weke kursî tên bi kar anîn. Bi qasî bist ciwanan, piranîya wan di temenên xwe yên sî salî de, beşeke mezin a wextê xwe li ser Înternetê derbas dikin da ku têkilîyên li gel Fabrîkayên din qayîm bikin. "Rûpela me ya alîgir ji alîyê heştê hezar kesan ve tê şopandin, ya Nîchî jî ji alîyê çar sed hezar kesan ve. Lê belê ji bo nûçemalpera Fabrîkaya Barî tenê sed kes qeydkirî ne": Covolo qebûl dike ku vekişandina mîlîtanên nû ber bi xwe ve, nexasîm jî bêyî bikaranîna nîşana "Nîchî", ya mohrkirî li ser T-shirtan, pêjgîrên peravê û nîşanên din, ji bo wan jî pir zehmet e. Gelek çavdêr difikirîn ku sekreterê Partîya Demokrat Pîerluîgî Bersanî, ji karîzmayê bêpar e, lê belê ew Vendola bi "populisme" ê an jî bi lîstina rola "Berlusconîyekî sor" sûcbar dikin. (9) Endamên Fabrîkayê jî wiha bersivê didin wan: "Em alîyê erênî yê kesayetîkirina siyasî bi pêş dixin daku zêdetir kesan tevlî navê bikin. Îro, ji referansên çandî bêhtir kesayetî bi kêr tê ku mirov xwe zûtir nas bike. Di ser de jî, Vendola kesayetîyekî wêrek e û ev yek li Îtalyayê nabe para herkesî." Mîlîtan ji taybetmendîya wî ya lihevanîna bûyeran pir hez dikin, bi gotineke din ji jêhatîbûna wî ya bi zimanekî coş û helbestî axaftina li ser siyasetê, ku hem dijwar hem jî balkêş e. Nizbet bi alîgirên Partîya Demokrat, ew xwe laîktir, xwezaparêztir û rêzgirên mafên kedkaran dibînin, lê belê karûbarê wan berî hertiştî danûstandin û ragihandin e. Dîrûşmeya optîmîst "Îtalyayeke baştir jî heye" mîna vegotineke olî tê pir bare kirin, bi wê çendeyê ku ji mirov kirî ku mirov li navendeke ajansa reklaman e. Propagandîstên wê ji ber valahîya di qada çepê de Vendolgirîyê weke tiştekî nû pêşkêş dikin, lê belê endamên Fabrîkayê di asta desnîşankirina naverok û bernameyên stratejîyeke pêşvebirina cîhanê de bi dudilî tevdigerin.

Ji bo peydekirina vê yekê, divê mirov biçe navenda SELê, ya ji Fabrîkayê şerpezetir û kêmronîtir. Li wir Annalîsa Pannarale, sekretera herêmî ya 35 salî, li ser pêwistîya hewldanên ji bo entegrekirina jinan û ciwanan di nav jîyana siyasî ya welatekî zêde kevin û mejîzilam de israr dike. Li gor wê, divê pêşikîyeke mutleq hebe: Xurtkirina enerjîyên bikaribin ji nû ve bên bi kar anîn ên ku herêma Pouilles wan îxracî deverên din ên welêt dike. Baş birêvebirina Vendolgirîyê herwiha bi desteserkirina malûmilkê Mafiayê û geşedana tûrîzmê re tê têkildar kirin. Li gel vê yekê jî, li vê herêma ku di wateya mîrasa xwezayî û hunerî de yek ji herêmên herî xweşik ên Îtalyayê ye, pirsgirêkên mezin hebûna xwe didomînin.

Pergala tunduristîyê, niha di bin lêpirsîna dadgeha Barî de, di buhraneke mezin re derbas dibe (10) û plana herêmî ya ku girtina hijdeh nexweşxaneyan daye ber xwe, dibe sedemê nerazîbûnan. Dezgehên pir baş li ber girtinê ne. Hejmareke mezin bijîjk bi peymanên wextî û bi meaşekî pir daxistî wezîfeya xwe didomînin. Beşên acîl ên nexweşxaneyan serdevde tije ne û lîsteyên nexweşên di rêzê de wisa dirêj bûne ku dawî li wan nayê. Pêşvebirina enerjîya bi bayê ji ber tesîra neyînî ya li hawîrdorê dike, rastî berxwedana jîngehparêzan tê. Sektora çandinîyê li ber hilweşînê ye. Siyasetên ji bo ciwanan ku ji alîyê Vendolgiran ve tên ecibandin, di eslê xwe de wê tesîra wan li ser rêjeya bêkarîyê ne zêde be, ya ku ji bo kesên temenên wan di navbera 15-24ê de hildikişe heta ji sedî 34ê. Ciwanên mirov li nav bajêr li wan rast tê, tînin ziman ku hêvîyeke wan a zêde tuneye. Ciwanekî ezep ê ku li meyxaneyeke li navendê li gel hevalê xwe ye, dibêje: "Erê, ez Vendola nas dikim. Herçendî ez ji rastê bim jî, kêfa min jê re tê ji ber ku ew peyvbêjekî baş e. Lê belê ez bawer nakim ne li vir ne jî li Bakur ji bo min paşerojek hebe. Em giş, em ê biçin li welatên bîyanî bijîn." Ji wir ne dûr, li ketina Barî ya Qedîm, firoşkarek xeyalşikestina xwe wiha tîne ziman: "Kes nakeve nav vê bazara sergirtî. Em, başûrî, em ho bûne li kolanan bimînin. Lê belê kî guhdarîya me dike?" Li benderê, dezgehên masîfiroşan ên bi çîmento çêkirî vipîvala ne. Masîgirên ixtiyar du metre wêdetir, li ser kasayên ji daran eynî mîna berê masîyan radixin. Yek ji kesên di wir re derbas dibe dibêje: "Ev cure nûjenî ya tê pêk anîn mirov nizane kengê ji alîyê siyasetvanan ve weke ne xwezayî tê dîtin." Bi qasê ji vir tê dîtin, mîlîtanên "Nîchî" aîdî serdemên pir dûr xuya dikin.

Çavkanî

Francesca Lancini: Rojnamevan, Mîlan

  1. "Şûngeh" tên wateya beşên xwemalî yên Partîya Demokrat
  2. Di çileya 2011ê de, bûyereke sosret rû dide. Hat îdîa kirin ku Sylvio Berlusconî bi keçeke nexame re bi berdêla pereyan ketiye nav têkilîyên cinsî
  3. La Padania, Milan, 15 sibat 2011
  4. Bêjeya "berlusconizm" tê wateya deshilata takekesî, siyasî, aborî û medyatîk a Berluskonî û tesîra wî ya li ser civakê
  5. Weke herêmên "sor" tên hesibandin, bi gotineke din, wargehên xurt ên çep, bajarên Emîlî-Romany, Marşe, Ombrî û Toskana
  6. Li gor dadgehê, sêzdeh hezar çînî mafê rûniştina li Pratoyê wergirtine. Lê belê "kesên qaçax" û kesên li bajarên din ên Îtalyayê mafê rûniştinê bi dest xistine, ne di nav vê hejmarê de ne. Li gor çavkanîyên xwemalî wê hejmara wan li derdora bîst û pênc hezaran e
  7. Militanza di base. La metamorfosi della Sinistra tra anfitrioni e camaleonti, Bastogi, Foggia, 2002; Oltre i portroni. La caduta, annunciata, del centrosinistra, Bastogi, 2010
  8. Li destpêka rêveberîya Obama bi armanca komkirina destekên kampanyaya hilbijartinê ya ji bo pêşekîyên qanûnî yên serok, ev civata virtuel derketiye holê
  9. Binêrin li Ernesto Galli Della Loggia, "L’orecchino populista", Corriere della Sera, Milan, 21 kanûn 2010 û Marco Travaglio, "Il Berlusconi rosso", Antefatto.it, 8 tebax 2009
  10. Lêpirsîna berfireh a li ser sextekarîyên li nav sektora tenduristîyê ya Pouilles hate bi rê ve birin dîsa derbeyek li hukûmeta herêmî ya Vendola û bi taybetî li du hilbijartîyê Partîya Demokrat da: Serokê berê yê desteya herêmî Sandro Frisullo, û alîkarê serokê berê yê Tendurisîyê Alberto Tedesko

Wegera ji fransî: Baran Nebar