Rûyê sexte yê bîyorengarengîyê

Li parka cîhanî ya Nagoyê
Translator

Li zîrveya Nagoyê (Japo-nya), şirketên mezin ên cîhanî yên geşedana xwe-ragir xwe bi retorîkeke jîngehparêz girtine da ku pawan û destdana xwe ya ser çavkanî û samanên xwezayî veşêrin.

19’ê çirîya paşîna 2010’an, li Parîsê, di nav stûnên gewre amfî-şanoya Mûzexaneya neteweyî ya Dîroka Sirûştî re, di bin wan bergehan de ku navên zanayên navdar bi herfên zêrîn lê hatine qewartin, nûnerên Lafarge, Electricité de France (EDF), Areva, Total, Véolia û gelek endamên din ên Tevgera şirketên Fransayê (MeDef) û herweha endamên Konseya cîhanî bo geşedana xweragir (World Business for Sustainable Development), bi boneya konferansa "Business and Biodiversity" [Karsazî û biyo-cihêrengî] bi lez û telaş tên û diçin.

Nûnerên ku hatine ku bi civînekê "sala biyo-cihêrengiyê" pîroz bikin û di holên civînê de logoyên şirketên mezin mîna îkonan muqeddes in, hêviyên xwe derdibirin ji bo serkeftina Konferansa aliyên Konvansiyona li ser cihêrengiya biyolojîk (COP 10), ku di heman demê de, ji 18 heta 29ê çirîya paşîn, li Nagoyê (Japonya) bi amadebûna qederê hejdeh hezar beşdarên ji nod û sê welatên beşdar bi rê ve diçe.

Bi herhal, qey Areva xema parastina biyo-cihêrengiyê naxwe gava ku hewl dide cinsekî xwecihî, lîkena teloschistes capensis [giyayeke ji kuvark û algan pêk tê û li ser zinar û kurmê daran şîn tê], biparêze bi xêra guhartina berê kanalîzasyona ku kargeha wê ya xwêderxistina ji ava behra Swakopmundê bi madena wê ya ûranyûmê ya Trekkopjeyê li Namibiyê ve girêdide? Herçî serkêşê cîhanî yê kîmyayê BASF e, piştî bazarkirina Fîpronîla dermanê mêşan ku ihtimal e bûbe sebebê jinavçûna komên mezin ên mêşan, heqê wê ye ku pesnê xwe bide ku li Fransayê du hezar û pênc sed hektarên erda polen-berhevkirinê terxan kirine û erdê navhatî bi têkelawên kulîlkan pêçayî ye.

"Zîrveya jîngehê", ku hezîrana 2007’an dest pê kir û hezîrana 2010’an bi versiyona xwe ya teqez hate pejirandin, retorîk û amrazên "mezinbûna aborî ya kesk" [croissance verte: geşedana aboriyê bi awayekî hesas beramber jîngehê] dane destê şirketan, ku ew retorîk nêrebendek bû li nerihetiyên civaka bazarê hate çespandin û mîna dermanê hemû derdan hate pêşkêşkirin. "Telafiya jîngehî" û teşebbusa biqîmetkirina darayî ya ekosîsteman ji bo tesbîtkirina bihayê xerabûna wan û çakkirina/tamîrkirina wan a nîhayî, ku li Nagoyê gengeşî li ser hatine kirin, du ji mekanîzmayên wan in. Weke mînak:

Rêyeke otomobîlan digel şertê rêzgirtina li ekosîsteman sazgar û hevaheng e, heger li ser viyadukekê hatibe avakirin, lê ne heger bi axê hatibe tijîkirin: bi xêra zêde-bilindkirina rêyê – bo nimûne, bi destê grûba Vinciyê –, ne tenê req dê bikarin di nav aramiyê de waqewaqê bikin, belkî şifêrê trimbêlê jî dê bikare bi dilê xwe pê li pedala xazê bike û di heman demê de hişyar û li ser xwe bimîne. Bi heman rengî, Sofiproteola rûnê kolzaya endustriya "hestyar" wisa pêş dibîne ku bi qasî agro-karbûranan [sotemeniyên ziraî] dimezêxe ewqas jî dê xema "xizmetên" jîngeh û peyzajî bixwe. Caisse des dépôts’ya [grûbeke cemawerî bo berjewendiyên giştî ye li Fransayê] xemxurê "berjewendiyên giştî", di sala 2008’an de, di warê qerebûkirina biyo-cihêrengiyê de, bi navê CDC Biodiversité, yekemîn operatora darayî ya fransî ava kir. Bi saya "maddeyên çalak" (actif naturel) ku ji wan hostayên berheman re têne pêşniyazkirin ku mecbûr in berdêla tesîra berhemên xwe bidin, CDC Biodiversité’yê dest avête projeya selihandina deşta Crau (li herêma Bouches-du-Rhône’ê) û bi vê armancê sê sed û pênceh û heft hektarên erdê ku berê dehl [baxçê fêkiyan] bû xiste bin çavdêriya xwe da ku cins û nijadên lokal vegerin.

Bank jî pê hisiyane ku dikarin qezenceke girîng bi dest bixin ji fonên "etîk" "ISR" (Investissement socialement responsable [Veberhênana li rûyê civakî ve xwedan-berpirsiyarî]). Grûba Paribas ya ku ji bo nîşandana niyetpakiya xwe tu fersendekê ji dest nade, çend rayedarên xwe yên zîrek, ku bi rîhên sexte û perûkên sor ketibûne şiklê aktîvîstan, şandin da ku tev li xwepêşandaneke bi bisîkletan a ji bo parastina klîmayê bibin, ku Weqfa Good Planet a Yann Arthus-Bertrand –Paribas yek ji fînansorên wê yên serekî ye– di 10’ê çirîya paşîna 2010’an de bi rêk xistibû. Paribas ya ku di hemû qad û qedemeyên berhemên "ISR" de hazir û nazir e, mezintirîn grûba bankî ya fransî û sêyemîn nirxê piyaseyê [market capitalization] yê CAC 40ê ye –bi nirxê nêzîkî 60 milyar euroyan di sala 2009an de–. Grûba navborî, bi awayekî ku nakok be digel "jîngehparêziya" xwe, beşdar û pişkdar e di hindek projeyan de ku tesîra wan a insanî û jîngehî pir giran e (projeya petrol û xazê ya Sakaline II li Rûsyayê, projeya binkeya nukleer a Belene li Bulgaristanê, berfirehkirina bendava Theun-Hinbounê li Laosê); herweha, xwe dide ber kar û mecbûriyetên şirketên munaqeşebar/gumanbar (hilberînerên bombeyên pirtik-tesîr [cluster munition], aktorên endustriya nukleer an jî peravên bipetrol ên Kanadayê). (1)

Destwerdana antropolojîk li axê

Versiyona dawî ya raporta li ser aboriya ekosîsteman û biyo-cihêrengiyê (The Economics of Ecosystems and Biodiversity, TEEB), ku bi serperiştiya banker Pavan Sukhdev hatiye amadekirin û di civîna Nagoyê de hatiye pêşkêşkirin, hewl dide ku xwezayê di nav têgeha "nirxê aborî yê tevahî" de vepêçe, ku nirxê bikaranîna yekser û ne-yekser –wekî serfkirina gîhayan ji bo duristkirina xurekan, îmalata endustriyel di qada dermansaziyê de an jî safandina xwezayî ya avê–, digel nirxê bikarneanînê –bo nimûne parastina daristanekê bo nifşên dahatûyê an jî ji ber nirxê wê yê manewî an jî totemîk–, digihîne hev.

Siyasetnasa amerîkî Elinor Ostrom a xelatgira Nobela aboriyê ya sala 2009an, bi rêya metodên antropolojîk ên meydanî nîşan da ku ne dewlet û ne jî bazar xwedanê wê şiyanê ne ku kêşeyên girêdayî serfkirina saman û çavkaniyên xwezayî, ku navê wan ên din "samanên hevpişk" e, çareser bikin. Di berhema xwe ya bi navê Governing the Commons (2) de, xwe dispêre çavdêrîkirina cihêrengiya çareseriyên ampîrîk û nîşan dide ku tenzîmkirina serfkirina samanên hevpişk, ne mecbûrî "trajediyeke" tehsîskirinê ye, weke ku ekologê amerîkî Garrett Hardindans di sala 1968an de, di gotareke navdar a li ser "trajediya samanên hevpişk" (3) de, îddia dikir. Ji lêkolînên li ser sîstemên avdanê li Fîlîpînan heta masîvaniya li Srî Lankayê û heta akîferên Kalîforniyayê, ji hejmareke mezin a lêkolînên Elinor Ostrom diyar bûye ku stratejiyên lokal ên xwe-rêxistinê, û stratejiyên hevkarî û danûstandina zanyariyan, dihêlin ku saman û çavkaniyên muşterek bêyî ku bêne qedandin werin serfkirin. Gava ku ev tenzîm û sazkarî tûşî tehsîskerên derekî dibin, kêşe û zehmetî hingê rû didin. Bo nimûne, pompevanên ava binerdê ku rewşa çavkaniyê baş pê nizanin, an jî masîvaniya endustriyel ku dibe binasê jinavçûna sinhetê masîgiriya adetî. Destnîşankirina fêl û lîstikên aktoran, di rastiyê de, bercestebûna wan aliyên meseleyê ne ku diravîkirina ekosîsteman wan ji rastîbûnê derdixe û etîk wan vedişêre.

Çavkanî

Agnès Sinaï:
Rojnameger, endama lijneya weşanê ya kovara Entropia

  1. www.secretsbancaires.fr
  2. Governing the Commons. The Evolution of Institutions for Collective Action, Cambridge University Press, 1990. Çapa fransî, Editions de Boeck, Bruksel, 2010
  3. Garrett Hardin, "The Tragedy of the Commons", Science, Vol. 162. no. 3859, 13’ê çileya pêşîna 1968’an, r. 1243-1248

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn
Redaksiyon: Îbrahîm Seydo Aydogan