“Rûyên Reş û Maskên Sipî”

Mêtingehkarî, Fanon û Beşîkçî
Translator

Modernîzm weke teorî li hember Teoriya Emperyalîzmê derketiye. Galtung têkiliya emperyal weke bikaranîna hêzê ya ji bo têkiliyên newekhev têdigihê ku neteweya navendî li ser neteweya li kêlekê bi kar tîne. Modernîzm têkiliyên ser-bin û derdor-navend’ê weke pirsgirêkên binyadî yên nava pergalê dibîne ku li gora wê, pergal bi xwe dikare heq ji wan derkeve. Li Tirkiyeyê teorîsyenên ku meyla wan li ser rastgiriyê ye xwe baş li teoriya Modernîzmê girtine, fikra çepgir jî her li derve li Emperyalîzmê gerriyaye, nexasim Antî-Amerîkanî weke Antî-Emperyalîzm fêm kiriye. Lê, beşeke pirr mezin a rewşenbîrên tirk naxwazin têkiliyên emperyal ên di navbera Turkiyeya ku li ser kavilên împeratoriyekê ava bûye û mêtingeha wê ya dawîn bibînin. Hinekî zehmet e ku mirov bibêje ku helwesta pirraniya rewşenbîrên kurd ji ya rewşenbîrên turk cuda ye. Heta ku têkiliyên di navbera du gelan de li ser hêmana wekheviyê ava nebin, tu tişt nikare welatekî ji emperyalîzmê xelas bike. Sosyolog Dr. Îsmaîl Beşîkçî (ne bi tenê maskeya zilamê spî, maskeya zilamê reş jî derdixe û mêtingehkariyê li darî çavan eşkere dike.) Ha ji ber vê yekê rêbaza civaknasiyê ya Beşîkçî hêjayî lêkolînê ye.

Rêbaza Beşîkçî:
Beşîkçî rêbaza danberhevê ya ku him di zanînên fennî de him jî di zanînên civakî de bi pirranî lê diqesidin, weke metoda bingehîn bi kar tîne. Beşîkçî di peyta honakên di serê xwe de li diyardeyan nagerre, berovajiyê wê, hewl dide ku ji diyardeyan ji xwe re rastiyan peyda bike. Lêkolîna wî ya Pergala Anadola Rojhilatê û Eşîreta Xalîkan a koçber ji bo vê yekê mînakeke baş e. Gava ku di gerra Kurdistanê de li diyardeyên cuda rast tê, berê xwe dide lêgerîn û analîza rasteqîniyeke civakî. Jêderka daneyan civak bi xwe ye û bi rûqetên vertîkal û horîzantal ên ku ji jiyana civakî bi xwe hatine stendin him tebeqeyên dîrokî di nav periyodên demê de dide ber hev û him jî bi rêya rûqeta horîzantal kirûyên di wekhevî/newekhevî’yê de dide ber hev.
Di zanînên civakî de bi gelemperî du rêbaz tên bikaranîn: an gelek kirû heta ji dest tê bi hindik guherbaran re, an jî pirr hindik kirû bi guherbarên ku heta ji dest tê zêde re tên nirxandin û li têkiliya sedem-encam’ê tê kolîn. Beşîkçî ji ber xebata xwe ya meydanî bi pirranî rêbaza duyem bi kar tîne. Ji bo ku ji encaman bawer be di hevkêşeyên xwe de, bi guherbarên ku dê bên vegotin û neyên vegotin re her dem guherbara kontrolê jî bi kar tîne. Ev guherbara kontrolê bi pirranî dijberê bûyerekê ye. Di pirsên ku li dadgehan ji hakiman dike de ev rêbaz veşartî ye. Cîhê guherbarên di hevkêşeyên xwe de diguhere û ji hakiman re dibêje: “Em bibêjin ku welatekî bi navê X’ê Turkiye dagir kir û turkî qedexe kir….” (3) Pirsên ku weha dest pê dikin çongên lijneya dadgehê sist dikin.
Beşîkçî ji dijberiya her tiştî dide rêyê û hewl dide ku rêya xwe bibîne; li cîhê ku dijberiya cîwarî û maddî tune be hewl dide ku bi dijberiya rawêjî bi ser rasteqînê ve be. Ev, rêbaza herî bibandor a diyalektîk e ku Kant bi kar tîne. Digel ku carinan bi giştî rêbaza deduksiyonê bi kar tîne jî giraniya xwe dide ser rêbaza îstîqrayê (enduksiyon). Têkiliyên sedem-encam’ê yên ku ji hemû daneyên xebata meydanî bi dest dixîne, axir dide ber normên mantiqî an jî gerdûnî. Ango, Beşîkçî ne weke ku tê îddîa kirin pozîtîvîstekî mekanîk e. Têkîliya moral û zanistê ya jîndar di civaknasiya wî de berbiçav e. Rêgeza ku weke bingeha mafên mirovan a gerdûnî tê hesibandin: “tu çawa dixwazî kesên din li hember te tevbigerin, li hember kesên din wisa tevbigere” rêbaza wî ya pirsiyariyê ye. Di vî warî de jî nêzîkî rêbaza “Kategorischer Imperativ”a Kant e. Kirûyên ku Beşîkçî weke kahînekî haya me jê çêkir îroj xwe bi xwe dipeyitînin. Beşîkçî teza “Dadgeh, zanîngeh û partiyên Turkan xizmetê ji etnîsîteya Turkan re dikin û ji bo înkara Kurdan dixebitin.” diparêze. Weke mînak; biryarên Dadgeha Zagona Bingehîn û Dadgeha Bilind ve, di derxistina tezkereyê de lihevkirina CHP, MHP û AKP’yê an jî meşa Turkan Saylan û hevalên wê û gotinên Mumtaz Soysal û gelek mînakên ku nikarin li vê derê bên rêzkirin, dikin ku Beşîkçî teza xwe bipeyitîne. Li Turkiyeya ku xwedî çandeke tahmsarkî ya zanîn û rewşenbîran e Beşîkçî di testkirina helwêsta zanistî û entellektuelî de Pirsgirêka Kurdan weke guherbarê kontrolê bi kar tîne, ango bi gotina wî “Kaxiza Turnosolê” ye. Ev rêbaz nîşan dide ku Beşîkçî laboratûwarên xwe herî hindik bi qasî laboratûwarên zanînên fennî qenc bi kar tîne.

Entellektuelê Organîk û Estetîka Wî
Di pênasa rewşenbîran de Gramscî behsa du kategoriyan dike; rewşenbîrên kevneşopîk û yên jîndar. Beşîkçî gellekî nêzî katagoriya duyem e. Weke ku li jorê hatiye diyarkirin, Beşîkçî çawa hesabê têkiliya “Zanîn û Axlaq”ê kiribe, xwe nade ber lihevkirinê, bi qasî ku dev ji Serokatiya Beşa Zanîngehê berde û hucreyeke girtîgehê ji xwe re bike kursî bi ramanên xwe re dilsoz e. Ewqasî dilsoz e ku roja ku tê berdan ramanên xwe li ber deriyê girtîgehê weke mêran dibêje. Li devera ku nivîskarên bi nav û deng û entellektuel xelatên dewletê distînin, ew bi awayekî sîstematîk xelatan red dike û di binê vê redkirina wî de nirxên wî yên rewşenbîriyê hene. Korîdorên fetisokî yên zanîngeh/perestgehên tije bustên Ataturk, sempozyûm û zimanê ku bi tenê entellektuel di nav xwe de bi kar tînin dûrî wî ne.
Zimanê wî yê civaknasiyê pirr xwerû ye. Şivanê serê çiyê, gundî, karker an jî girtiyên girtîgehan û xwendekarên zanîngehê jî dikarin bi hêsanî ji ramanê wî fahm bikin. Beşîkçî li cem xwe biînsîcam e û deriyê wî ji hemû rexneyan re vekirî ye. Dikare rexneyên herî giran li kesên ku xwedî li wî derdikevin jî bike. Berî her tiştî ji xêliya spî û tenik a ku bi rûyê rewşenbîrên kurd ve zeliqiye gellekî aciz dibe. Bê sekin û hedin sedema ku rewşenbîrên kurd bi zimanê kurdî nanivîsin û digel ku ew bi xwe bi kurdî diaxivin kelecahda wan a turkiyeke baştir hînî zarokên xwe bikin li nav çavên wan dixe.
Beşîkçî vê rewşê bi tespîtên Fanon xurttir dike. Fanon weke bijîşk û psîkologekî gelekî baş çavdêriya psîkolojiya bindestan dike. Tespîta Fanon ev e: “Dema baweriya koleyan bi wan nemîne, tiştekî wan namîne”. Gotina Fanon a “lanêtiyên ser rûyê erdê” belkî herî zêde li Kurdan dike. Beşîkçî vê tespîta Fanon ji bo Kurdan weha şîrove dike. “Statuya Kurdan hê ne statuya koleyan e jî”. Ji ber vê yekê, Kurdan lêpirsîn/nîqaş û bixwebaweriya xwe wenda kiriye. Vê yekê, bi nefspiçûkî û bi estetîkeke qedîfeyî û di helwesteke sergevez de dikin ku tînê dide kenê wan. Çawa aciz nabe ku bi bindestan re heman renzayê par ve bike, heke hucreya wî ya girtîgehê mişt kolera bibe jî hûn ê nebihîsin ku gazinan dike.

Li welatê wî kes li vî zanyarî bi xwedî dernakeve. Ji bo rastgir an çepgiran, ji ber ku wî nirxên “pîroz” deşîfre kirine, weke lanetiyekî ye. Lê di zimanê bindestan de gotinên Beşîkçî pîroz in. Girtîgeh, çiya û şantiye bi kenekî wî re weke roniyekê dixuyin. Axir, çinara Kurdan Apê Mûsa pêşniyar kiribû ku bustekî Beşîkçî li Amedê bê çêkirin. Zanyarekî ewqasî dildarê rastiyê, dev ji Turkiyeyê berdin, li cîhanê jî zû bi zû peyda nabe. Lê mixabin cîhana zanînê ya li derveyî Turkiyeyê jî têra xwe lê bi xwedî derneketiye. Ez bawer im ku ev jî ji ber wê ye ku ew civaknasiya lanetiyên ku hê ne di statûya koleyan de ne, dike. Lê ew, bi bêhna xwe ya fireh a pêxemberî, şovalyeyê cîhana zanînê yê natebite ye û welatê xwe yê ku bûye goristana rewşenbîran naterikîne.

Em ji zanyarên kevneşop dibihîsin ku Beşîkçî xwe tim dubare dike. Belê, rast e. Beşîkçî ne bi tenê zanyar e. Haya wî ji berpirsiyariyên wî yên civakî heye û ji ber ku ne “rewşenbîrê dewletê” ye, ew rewşenbîrekî weha ye ku hewl dide ku birîneke weha ku çareserî jê re nehatiye dîtin û xwîn dibe bi rêbazên zanistî vebêje. Rewşenbîrekî jîndar e, ji ber ku xwe li derveyî bûyerên civakî nahesibîne. Axir, Fanon jî weke bijîşkekî fransî çûbû Şerrê Cezayirê û li hember dîmena ku çav lê ketibû, alî guhertibû. Ango, bi tenê weke pisporekî nebûbû bînerê bûyeran. Sartre’ê fîlozof digel ku weke Fanon nedifikirî jî, bûye spasdarê tespîtên wî yên di derbarê mêtingehkariyê de. Ji bo ku em Beşîkçî ango “Fanonê Tirkan” fahm bikin, hewce ye ku em li hêviya Sartre’ê Turkan nemînin.

Çavkanî
  1. Franz Fanon, Die Verdammten dieser Erde, Frankfurt 1981
  2. Dymek, A, "Kants hypothetische und kategorische Imperative", 2008.
  3. Immanuel Kant, Kritik der reinen Vernunft, 1788
  4. Johan Galtung, Imperialismus und strukturelle Gewalt, Frankfurt 1972.
  5. Antonio Gramsci, Zu Politik, Geschichte und Kultur, Leipzig 1980
  6. Ismail Besikçi, Devletlerarasi Sömürge Kurdistan, 1990.
  7. Ismail Besikci, Bilim Yöntemi, Istanbul 1976
  8. Ismail Besikci, Dogu Anadolu`nun Düzeni, Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temelleri, Istanbul 1969.