Salên bîstî li Havana’yê

Translator

Çend seyr û ecêb e biservebûna vê romana nayab a nivîskar Enrique Serpa (Havana, 1900-1968), ku klasîkeke edebiyata kûbayî ye. Di 1938’an de hatiye belavkirin û ev yekem car e tê wergerrandin bo zimanê fransî. Roman dîmeneke têr û tesel a Kûba ya destpêka sedsala bîstan dide. Lê belê dewlemendiya wê, ji bilî pirsa civakî, ji ber tehlîla wê ya ruhê mirovî ye ku vê yekê bi rêya gelek kesayetên romanê, ji wan keştîvanê qisetkerê pirhêl û kompleks, dike. Ewê ku kesên derûdora wî bi tinazî jê re dibêjin ‘‘Amîral’‘, an jî ‘‘xweşikê deryayan’‘, guhê wî gelek li ser zerafet û şayîkiya xwe ye lê hergav nerihet e ji halê xwe, tim şik û heqaretê li xwe dike, her li dû ye ku bê naskirin, çi ji aliyê deryavan û masîgiran ve û çi ji aliyê wan fahîşeyan ve ku digel wan sihheta xwe wêran dike.

Hizrên xwe dişibîne ‘‘mar û marîjokên kor’‘ û li xwe mikur tê ku tu tişt bala wî nakêşe. ‘‘Dil û hinavên min xalî bûbûn, mêjiyeke mijî, min nema dikarî qedeman bidim ber xwe, mîna keştiyeke bêdûmen ku ketibe ber pêlan bê ber û bê armanc diçûm.’‘ Sê keştiyên masîgiriyê yên bavê wî jê re mîrat mabûn, lewma dev ji karê xwe yê kîmyageriyê di American Sugar Company’ê de berdabû da ku bibe pişkdarê qedera ekîba La Buena Ventura’yê, şixûneke (cûreke keştiya bi çend tîrikan) ku berê keştiya geştê bû û piştî hingî bûbû ya masîgiriyê.
Lê kîjan karker dikare wê çaxê bi vî karî debar bike? Mal ji teleb û pêwîstiyan zêdetir e, bi taybetî ji ber ‘‘chinetoque’‘’an ku li peravê bi cih bûbûn, bêmalbat bûn û daxistina bihayê masiyan pir bi kêrî wan dihat. Herwiha ji ber ‘‘ew keştiyên bêxêr ên bisarinc ên Amerîkî’‘ ku bi tonan masiyan bi erzanî difiroşin. ‘‘Amerîkî li vir wekî ku li mala xwe ne û me mîna mirîşkan dirûçikînin’‘, dibêje Pablo Alonso, yek ji wan deryavanan ku ‘‘zarokên wî bêderpî ne û ji nêza dimirin.’’ Heman sefalet li nava welatî jî heye, wekî ku li gundikê Boca de Jaruro, ‘‘mêr, jin û zarokên zeîf wekî darikan, ji nêza li ber mirinê, çerm lê zer û bêreng û giyan lê req û bêtaqet di nav kox û kûrikan de dijiyan.’’

Gelo çawa dabîn bikirana pêwîstiyên jiyanî, çawa têbikoşiyana beramber bêdadiyên civakekê ku dewlemendên kevn û nû lê diçerixîn, beramber xemsariya hikûmeta ku piştî hilbijartinan hemû sozên xwe ji bîr dikirin? Bi rêya rêkxistina karkeran. Û bi grevê. Şarezayê bêqusûr ê herêmê Enrique Serpa, ji îstifaya Martinê pîr bigire heta digihe çalakvaniya fedakarane ya Pepe le Catalan’ê ku li şûna gotarên anarşîst-sendîkalîst ên ji Spanya’yê hatî xwe dispêre hewl û çalakiya komûnîstan, hemû çepera hizr û bîrên cihêreng pêşkêş dike.
Gelo rêyeke aqilane bû ya wan yên dawiyê? Wisa difikire ku, ‘‘herçend hizrên wan pir seyr û xerîb bin jî, ji halê heyî xerabtir nabe.’’ Lê belê, şoreş ne di bîr û xeyala herkesî de ye. Nemaze şoreş ne li ber guhê Requinê patronê La Buena Ventura’yê ye.

Ji bo bidestxistina edaletê dixwazin dest bavêjine qaçaxçîtiya alkolê berev Dewletên Yekgirtî û hemû rûdanên ku têne serê wan û di romanê de têne qisetkirin li dora vê projeyê dizivirin. Pêwendiyên seyr ên di navbera Amiral û Requin de dibine sebebê berhevbûna gelek hestên nakok ku nivîskar pir bi hostayî û deqîq lê dikole. Bo nimûne, ev hevoka hanê ku ji bo derbirrîna ezameta xwezayê lê dike: ‘‘Hingur sor û nerm bû wekî guhên heremasiyan û, li deverinan, wekî zikê sedefeke mezin.’‘ Bedewî veniştiye ser van rûpelên lerzan ku ji nişkê ve ‘‘aramiyeke bêdawî’‘ lê der dibe bi ser dilê qaçaxçiyî ve gava ku nazikî û zerafeta dayîka xwe ya ku jê re çîroka pîroz digot bi bîr tîne.

(Wergerra ji spanî Claude Fell û pêşkêşkirina Eduardo Manet; Zulma, Parîs, 2009, 327 rûpel, 20 euro)

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn