Samsung yan jî împaratorîya tirsê

Li pişt serketina dêwê Koreya Başûr çi heye?
Translator
Bi saya tableta xwe ya bi navê Galaxyê Samsung derket ser dikê û heta ji Appleê jî bihurî. Lewre Samsung û rikberê wê ketin nava şerekî bê wijdan li dadgeh û sazîyên navneteweyî. Şirketa piralî ya Koreya Başûr ji qada elektronîkê dibihure, belê Samsunga ku holdîngeka ji gelek şirketên cihê pêkhatî ye, ewqasî bi hêz e ku di heman demê de têsîrê li sîyasetê, li edaletê û li çapemenîya welêt jî dike.

Avahîya şirketê gelekî bal dikşîne ser xwe,  ew herçend di nava vê rêza avahîyên camî yên bi şiklên ecêb de be jî meriv wê baş dibîne – li vir bikaranîna şiklên nedîtî nîşana taybetbûna wê ye. Birca Samsungê wekî qesreka li navenda Gangnamê – taxek ji taxên herî « bling-bling » yên Seulê – bilind dibe ye. Kolanên wê yên gelekî fireh, erebeyên luks û ciwanên wê yên modayê dişopînin, bi saya klîba stranbêj Psy "Gangnam Style" di qada cîhanî de navdar bûn. Şirketa Samsung Electronics di her sê qatên vê avahîyê de afirandinên xwe yên herî balkêş pêşkeş dike: ekranên dêw ku têde meriv xwe vediguherîne lîstîkvanekî golfê yan jî şampîyonekî base-ballê; televîzyonên 3 dîmensîyonî; sarincên bi koşeyên camî ku dikarin li gorî tiştên têde ne terîfên xwarinê pêşnîyaz bikin; neynikên ku dikarin rîtma dilê meriv û dereceya laşê meriv bipîvin… û divê meriv ji bîr neke behsa cewherê dawî yê şirketê bike: smartphone Galaxy 4 ya li tevahî dinyayê hatî belavkirin.

 

Ev alîyê dibiriqe yê Samsungê ye. Di vê dawîya rojê ya meha gulanê de, bi dehan ciwan li vir kom dibin, zanîngeha Seulê çend metroyan dûrî vir e. Xwendekar ji dezgehekê derbasî yekê din dibin,  matmayî dimînin li hemberî van serketinan, ew berhemekê ji xwe re wekî armanc dîyar dikin û rikberîyê dikin. Tevahîya xwendekarên ku me karîbû vê pirsê ji wan bikin îdîa kirin ku xebitîna ji bo Samsungê "xewn û xeyala" wan e.

 

Va ye tiştekî ku gelekî tê bihîstin. Wekî ku lêkolînerê ciwan yê hîna nû di Samsung Designê de kar dike, di vê perestgeha nûkerîyê de dibêje, ma ne Samsung e ya ku dêwê amerîkî Apple û yê japonî Sony têk bir? Ma ne Samsung "şirketa herî mezin ya sedsala 21î ye di ware teknolojîyên herî pêşketî de"? Karkerê ciwan yê ku ez pê re axivîm ev pirs kirin û kê birca herî bilind ya cîhanê li Dubaîyê ava kir? Û santrala nukleer a Abou Dhabîyê? Ji ber ku Fransayê ev bazar ji dest da camêr piçekî bi henekî van pirsan dike. Samsung, dîsa Samsung, timî Samsung…

 

Şirket sektorên lê dixebite fireh dike ji sazkerîya keştîyan heta bi nukleerê, ji pîşesazîya giran (hesin û pola) heta bi avakirina xanîyan, ji parkên kêfê heta bi çekan, ji elektronîkê heta hîpermarketan û heta bi nanpêjên taxekê, ji sektora sîgortayê heta bi enstîtuyên lêkolînê jî. Ev şirket ew tişt e ku meriv navê chaebol lê dike û di tevahîya cîhanê de tu şirket naşibe wê. (1)

 

Park Je-song

lêkolînerekî Korean Labor Institute (KLI)yê wisa vedibêje "li Koreya Başûr zarok di beşa zayînê ya nexweşxaneyê de ku chaebol xwedîyê wê ye ji dayik dibin, zarok diçin dibistana chaebolê, û meriv meaşê xwe ji chaebolê distînin, heta hobî û kirînên meriv ji alîyê chaebol ve tên sîgorta kirin". Mimkin bû vê hevokê lê zêde bike "meriv bi saya chaebolê tê hilbijartin", lewre ev şirketên dêw bi xemsarî him çepê him jî rastê finanse dikin.

 

Li welêt biqasî sih heban ji van şirketên dêw hene, Hyundai, Lucky Goldstar (LG) yan jî Sunkyung Group (SK) jî di nav wan de, her yek ji wan milkîyeta malbateka mezin ya dînastîk e.  Di nav wan de, şirketa herî bi hêz Samsung e, ew di qada teknolojîyên nû de çalak e û xwedî li îmaja xwe derdikeve – holdîngê sala 2012an 9 mîlyar ewro ji bo marketîngê xerc kirin (2) -, li ber dîroka efsanewî ya malbatê, ya ji dadgehkirinên hêjayî dîtinê, ji pevçûnên navxweyî, ji bertîlxwarin û ji xerckirinên mîqdarên nedîtî pêk tê, Dallas ne tu rêzefîlm e.

 

Dîroka wê sembola pêşketina Komara Koreyê ye, welatê ku sala 1960î xwedîyê statuya welatekî bi pêş dikeve bû – li pişt Koreya Bakûr ya wê demê xwedî pîşesazîyeka xurttir bû – pişt re bû panzdehem aborîya herî mezin ya dinyayê. Lee Byung-chul (1910-1987), avakerê Samsungê, ji sifirê dest pê kiribû, ew xwedîyê dikaneka piçûk bû ya ku amblema wê ji sê stêrkan pêk dihat – bi zimanê koreyî jêre samsung tê gotin. Efsaneya vî zilamî jêhatîbûna wî di bazirganîyê de binxêz dike, serwextbûna wî ya li bazirganîyê kir ku girîngîyê bide berhemên pir tên kirîn (televîzyon, sarinc) û pişt re elektronîkê û bû sedema serketina wî – wî gelek pere bi dest xistin – di bazara koreyî û di ya rojavahî de jî. Bêyî ku tu bacê bide yan jî hema bêje beyî ku tu bacê bide, wî dewlemendîya xwe ji zarokên xwe re hişt, wî yek ji kurên xwe yê bi navê Kun-hee xist şûna xwe.

Şewitandina telefonên destan

 

Kurê wî şirket gelekî bi pêş de bir û kir ku bibe yekem firoşkerê nîv-konduktoran (ew berhemeka Appleê bû), yê smartfon, yê ekranên pan û yê televîzyonan. Kurê wî herweha kir ku şirket bibe yek ji yên herî li pêş di qada mihendisîyê û kîmyayê de. Şirket di rêjeya dinyayê de ya bîstan e (3), mîqdara destketîyên wê yên malî yên salane biqasî ji pênc paran yekê Hilberîna Hundir ya Nesafî (HHN) ya Koreyê ye. Wisa tê fikirîn ku sermayeya şexsî ya Lee Kun-hee 13 mîlyar dolar in, bi vî rengî ew 69em merivê herî dewlemend yê dinyayê ye û merivê herî dewlemend yê welêt e.

 

Lê efsaneyê ji bîr kirîye bibêje ku sala 1938an bi destûra dagirkerê japonî wî dest bi bazirganîyê kiribû. Ew herweha nabêje ku şirket bi saya alîkarîya mezin û bê îstiqrar ya dîktator Park Cheung-hee, mezin bû. Wî gelek erd, fînansman, bacên kêm û qanûnên taybet ji bo parastina bazara hundir pêşkeşî şirketê kirin. Samsung ku encama safî ya dîktatorîyê ye, mîrasgirê tedbîrên bi fêde ye.

 

Park Je-song

  wisa îdîa dike ku tevî ku bi tenê xwedî beşeka pir piçûk ya sermayeya şirketê ye,  patronê heyî bi 71 salîya xwe û "xwedî tevahîya hêz û erkên rêvebirina şirket û personel e": ew xwedîyê kêmtir % 3ê sermayeyê ye. Dema ew tiştekî dibêje, herkes bêyî ku li ber rabe fermanên wî bi cih tîne. Sala 1965an ji ber cinsîyetparêzîya xwe ji personel re gotibû: "divê hûn her tiştê xwe biguherin ji bilî jinên xwe". Bi carekê, berhem, rêbaz û birêvebirin hatin guhertin. Ya ku kir şirket bi ser keve û efsaneya şefê wî ava bibe ev e, prensîba navdar ya "kapasîteya reaksîyonê li hemberî pêdivîya bazarê" ye. Du salan piştre dema Lee Kun-hee kalîteya nebaş ya telefonan dibîne, ew tunekirina sed û pêncî hezar telefonan organîze dike û wan li hemberî çavên matmayî yên karkeran dişewitîne. Dîmenê vê bûyerê li ser ekranên tevahîya fîrmayên şirketê tê weşandin da ku nîşan bidin ku karekî xirab biqasî vê xwelîyê bêqîmet e. Prensîba "sifir qisûr" dibe qanûneka divê rêz jêre were girtin û sucdarkirina karkeran dibe dogmayek.

 

Me Kim Yong-cheol

, parêzerekî navdar e di Sekretarîyaya Giştî de kar kirîye, li qada herî bilind ku herweha navê "koma navend ya reformê" lê tê kirin (Reformation Headquarter Group). Ew rave dike ku di civînên bi patronê mezin re, yên ku mimkin e heta bi şeş saetan bidomînin, ji ber tirsa çûyîna tuwaletê tu kadro nikare qedehek avê vexwe:  Lee tiştekî wisa qebûl nake. Tukes bêyî destûra wî nikare devê xwe veke. Tukes nikare behsa gumana herî piçûk jî bike. "Ew dîktatorek e. Ew fermanê dide, em bi cih tînin."

Eger serî li hemberî wî netewînin şirketên taşeron jî nikarin pêre bişuxilin. Rêveberê fransî yê fîrmayeka sektora gelekî serketî ya avakirina binesazîyên luks ên bajêr, ku nexwest navê wî were eşkerekirin wisa lê mikûr tê: "da ku karibe li vir bişuxile divê meriv were wezîfedarkirin, xistina îhaleyê li vir tune ye. Her tişt xwe dispêre bawerîya merivy a bi hevûdin. Eger baş bimeşe divê meriv bi tevahî dilsozê şirketa wan be û bi awayekî bêqisûr fermanan bi cih bîne. Avantaj ev e ku meriv dikare tiştên nû biafirîne, lê belê ev jî divê bi destûra wî pêk were". Nabe ku meriv ji xeynî chaebolê ji şirketeka din re bişuxile yan jî fermanekê red bike. Zilam di dawîyê de lê mikur tê ku ev "Têkilîyên feodal in". Dibe ku şirketên  taşeron yên din ku kêmtir navdar in neçar bin bi carekê para karê xwe kêm bikin, yan jî dikarin ji lîsteya dabînkeran bên derxisitn.

Parêzer Kim Yong-cheol jîyana xwe di nava sîstema Samsungê de derbas kirîye. Li gorî gotinên wî, di dirêjîya "heft sal û mehekê" de wî tevahîya jêhatîbûna xwe ji bo xizmeta zilamê mezin û kiryarên wî yên neqanûnî bi kar anî: du mihasebeyên şirketê hene, pereyên wî yên reş ji bo kirîna rojnamevan û hilbijartinan hene, hisabên bankeyan ên veşartî ji bo pêdivîyên şexsî, hesabê jina wî Xanim Lee ku heyraneka mezin ya hunera modern e. "Heta ku fêm bikin li ser navê min jî hesabekî bankeyê hatibû vekirin û bi dehan mîlyon won li serê hatibûn razandin, ez bi wan re şuxilîm." (4)

Ew du salan piştre sala 2005an ji kar derdikeve, wê demê komîsyoneka lêkolînê tê avakirin. Lee Kun-hee hat gunehbarkirin bi jirêderketina bacî û xîyaneta bi bawerîya şirketê, cezayekî dikare were kêmkirin yê sê salan girtîgehê lê hat birîn. Paşê, serokdewletê wê demê Lee Myung-bak (5), yê ku kevne-patronê şirketeka Hyundaiyê ye, wî efû dike. Di gulana 2013an de, Xanim Geun-hye, serokdewleta niha, wî dike mêvanê xwe yê taybet di serdana xwe ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Wekî ku François Hollande Bernard Tapie bi xwe re bibe ger û geştê.

Kim Yong-cheol êdî nikare xwe ragire. Di 2010an de, ew qelemê digre destê xwe û pirtûkeka bi navê Fikra Samsungê  (6) dinivîse. Têde nivîskar jirêderketinên malbatê û bertîlxwarinê li astên bilind ên dewletê bi hûrgilî rave dike: "divîyabû ez îsbat bikim ku min derew nedikirin." Yek ji hersê rojnameyên herî navdar Chosun, Joongang û Donga –  li vir navê "Chojoodong" li vê çapemenîya bertîlxwer tê kirin jî nexwest reklama vê pirtûkê bike. Yekê ji wan tu şirove jî li ser pirtûkê çap nekir. Tevahîya çapemenîyê bi reklaman girêdayî Samsungê ye û wekî din jî sedem zerfên tijî pere ku jixwe didin rojnamevanan, yan jî têkîlîyên nêzîk ên bi malbatê re ne. Bi tenê rojnameya  Hankyoreh wekî wan tevnagere, di berdêla vê kiryarê de jî şirket êdî tu reklaman nade rojnameyê.

Lê dîsa jî tevnên civatî dikin ku pirtûk belav bibe û du sed hezar nusxe bên firotin. Ev serketineka mezin ya pirtûkfiroşîyê ye, lê belê hîna tu karê parêzer tune ye. Ew neçar ma vegere bajarê lê ji dayik bûbû, Gwangju, yekane cihê ku karîbû karekî û piştgirîya çepgiran lê peyde bike. Tevî ku wî xwe wekî mihafezekarekî terîf dikir. Bi tenê ji ber tiştekî li ber xwe dikeve: "tu nîqaşa giştî tune ye. Samsungê pirtûka min wekî "xeyaleka temam" terîf kir. Ȗ her tiştî wekî berê dewam kir.

Hilberînerê fîlman Im Sang-soo bi heman rengî difikre. Wî ji destpêkê ve alîyê tişta xeyalî girt û sala 2012an fîlmeka bi navê serxweşîya pereyî hêna der. (7) Têde hunermend bi awayekî profesyonel kirîyarên chaebolan terîf dike: bertîlxwarin, quretî, hîletê wan ji personelê şirketê diçe, pevçûnên malbatî, heta bi kuştinan. Ew li avahîya edîtorîya koreyî ya Le Monde diplomatiqueê weha rave dike: "Chaebol merivî dikin kole. Divîyabû ez mekanîzmaya şuxilandina wan eşkere bikim." (8) Lê belê ev xebat nebû "serketineka deng vedide" çapemenîyê behsa vê xebatê nekir û salonên sînemayê red kirin fîlmê nîşan bidin. Li gorî wî, "hêvînemana herî mezin ew e ku sîyaseta çepê bala xwe neda vê fîlmê, ji ber ku ew newêre êrişî vê qesra desthilatdarîyê bike. Lê belê li kendavê du xanedan hene: Koreya Bakûr ya xanedanîya Kim û Koreya Başûr ya xanedanîya Lee."

Ev îmaj ne mibalexe ye, dema meriv li ya hatî serê parlementerê Partîya Nû ya Pêşketinê Roh Hoe-chan bibîne. Sibata bihurî, ew ji wezîfeya xwe hat dûrxistin ji ber ku lîsteyek eşkere kiribû ku têde navên kesayetên Samsungê yên bertîlxwer hebûn. Ev ne lîsteyeka ji rêzê bû: lîsteyeka ji alîyê rêxistinên îstîxbaratê ve amadekirî. Ji ber sedemên zelûl rêxistinên îstîxbaratê axaftinên patronên şirketê bi xebatkarên rojnameya Joongang re tomar kiribûn. Di van qeydîyan de pir behsa pereyên dayî kesayetên navdar tê kirin: alîkarê wezîrê edaletê, yek yan jî du hekîm, gelek rojnamevan û çend namzedên hilbijartinê.

Dema hetiketî eşkere bû Roh xwest ku komîsyoneka lêkolînê ya parlamentoyê were sazkirin û di vê de bi ser jî ket, vê komîsyonê bi xwe bi lez dengê skandalê birî. Bi tenê alîkarê wezîrê edaletê îstîfa kir. Parlemanter yê xwe dispart mafê xwe yê destnedanê, di konferanseka çapemenîyê de ev lîste eşkere kir, ew êdî ji encamên kiryareka bi vî rengî neditirsîya û ev lîste xist sîteya xwe ya înternetê jî. Lê li gorî Dadgeha Bilind "mafê destnedanê .... li devê derîyê internetê betal dibe." Roh wisa rave dike "Wekî henekekê ye, ez hatim cezakirin lê tu hakim nehat dadgeh kirin. Lê belê divê were zanîn ku kurê birêveberê dadgehê karkerê Samsungê ye. Dadgeha Bilind xwest ku nimûneya min bibe qanûn. Hejmareka nedîtî ya "hevalan" telefonî min kir da ku daxwaza min ya berxwedanê biguherin." Parlemanterê serhişk wisa rave kiribû.

Divê meriv li xwaringehê xwarina xwe bi sendîkalîstekî re nexwe

Sendîkalîst jî di bin nîrê Samsungê de ne. Yek ji berdevkên şirketê Cho Kevin înkar dike ku ew nêçîra sendîkalîstan dikin. Ew bi rêya e-mailê (hêsantir e meriv hevdîtinê bi wezîrekî yan jî bi parlemanterekî re pêk bîne li gorî îhtîmala hevdîtineka bi nûnerekî Samsungê re) bi me dide zanîn ku: "Li gelek fîrmayan sendîka hene û Samsung rêzê digire ji mafê karkeran û qanûnên exlaqî re." Belê hene, lê ew sendîkayên malê ne; Konfederasyona Koreyî ya Sendîkayan (Korean Confederation of Trade Union, KCTU) li Samsungê tune ye. Bavê vê sendîkayê bi roleka dîyarker rabûbû di dawîanîna li dîktatorîya salên 1980yî de. Li gorî lêkolîna profesor Cho Don-moon, sosyologê li zanîngeha katolîk ya Koreyê birêveberîya Samsungê dudilî nîne di mijara bikaranîna rêbazên hişk de: revandin, ji kar derxistin, gefxwarin, şantaj. (9) Heta, 201an Samsungê destûr dabû sendîkayeka bi tenê, divîyabû ew xwe qeyd bike li cem birêveberîya dewletê. Dema dosyayek dihat ber karmendê dewletê, wî haya birêveberîya Samsungê pê dixist. Bi vî rengî şirketê karîbû kesê nerazî ji bo çend rojan birevîne, heta ku li fîrmaya nerazîbûn lê heye birêveberîya sendîkaya xwe bi cih bike. Ji çileyê 2011an ve, pirrengîya sendîkayî hat qebûlkirin, lê belê KCTU hîna wekî dijminê şirketê tê hesibandin.

Ew şeş kes in û temenê wan di navbera 30 û 50yînde ye. Hemû li derdora Ulsanê ji  bo Samsungê kar dikin, ev der bi trena bi lez du saet û nîv dûrî Seulê ye. Lê dema meriv bixwaze hevdîtinê bi wan re bike, divê di rêyên pir tevlîhev re derbas bibe û heta bigihîje pansîyoneka koreyî ya adetî ya li kevîya golekê, ku derdora wê bi kulîlk û daran xemilandî ye. Cihekî dûrî mala wan e, da ku tukes wan nas neke. Ev dever xweşiktir e li gorî derdorên fîrmayên Samsungê yên pîlên telefonên destan, ekranên bi krîstalên avî yan jî tabletên enerjîya rojê komdikin, hildiberînin. Berîya hertiştî cihekî jê veşartîtir e: ew weha rave dikin "Pêkanîna hevdîtineka bi rojnamevanekî re tiştekî pir bi xeter e, nexasim dema rojnamevan xerîb be." Ew endamê sendîkaya KCTUyê ne û bi awayekî nîv-neqanûnî dijîn.

 

Hemû di bin navê "MJ", yanî moon jae, ku nivîsandina fonetîk a peyva koreyî bi maneya "pirsgirêk" e hatin tesbîtkirin. Yek ji wan dibêje "di her sektorê de, kesên bi tesbîtkirina MJan wezîfedarkirî hene, karê wan tacîzkirina van kesan e, bi pere kirîna fikrên wan e û nehêlin ku ew kes ‘jahra xwe belav bikin’». Yek ji hevalên wî yê kar dewam dike: "Dema karkerek di cejnekê de bi tesadûfî qedehekê bi MJyekî re vexwe, birêveberî hema piştre bang wî kesî dike û jê dipirse ka wan behsa çi kir û çi dîtin. Li xwaringehê jî wisa ye, nayê pêşnîyarkirin ku meriv xwarina xwe li cem MJyekî bixwe."

 

Ceza li kesên sûcdar tên birîn: di şirketê de bi tenê sendîkalîstekî karîbû karê xwe di beşa hilberînê de ji dest neda. Cihê karê yekî ji wan hat guhertin, ew niha di buroyekê de bi tena serê xwe dişuxile û bi çalakîyên weqfî yên şirketê re mijûl e. Yekî din jî di sektoreka baş kontrolkirî ya cebilxaneyan de hat bicihkirin. Dema em li rewşa kesê çarem dipirsin, hemû dikenin: "Ez tu tiştî nakim. Berê ez karker bûm; niha li buroyekê bi tenê me û tu wezîfeya min tune ye." Kenê wî bi rewşa wî tê, lê pêwîst bû ew biçe cem psîkyatrîstekî. Şirketê li hevalekî wî yê nû li sendîkayê qeyîdkirî "stajeka ferz" li Malezyayê peşnîyar kir. Wî ev peşnîyar red kir û li hêvîya cezayê xwe ye. Herçî kesê şeşan e, ew berîya bi çar salan ji kar hatibû derxistin. Tu mafê wî yê li ber rabûnê tune ye.

 

Me li Suwonê MJên din jî dîtin, ev bajarê ku navenda Samsungê ye, li kevîya Seulê ye. Cho Jang-hee, kevnemenajerê restoranteka li Luna Parka Everlandê, wêrek bû û bi sê hevalên xwe yên kar re sendîkayeka girêdayî KCTUyê ava kir. Tevahîya hewldanên berê binketî bûn, erka hin ji hevalên wî yên kar hatibû zêdekirin, yan jî pere standibûn ji bo perwerdeya zarokên xwe, hinên din jî serî li ber zextê tewandibûn. Cho wisa rave dike "bi carekê hevalên te  yên kar newêrin li te binêrin, êdî bi te re napeyivin. Heta ‘çalakîyên perwerdekirinê’ jî hene. Di wan de kadroyên şirketê me wekî serserîyên ku şirketê dixin nava tehlukeyê terîf dikin". Yên me hevdîtin bi wan re pêk anî 24 saetan hatin çavdêrîkirin û bi kamerayan dîmenên wan hatin tomarkirin. Telefonên wan hatin guhdarîkirin û gef li kesên nêzîkî wan bûn hatin xwarin. Lê ew hîna li berxwe didin.

Destûra nîvê şevê

ji karkerên jin re

 

Rast e ku têsîra wan marjînal e: ji deh hezar karkerên şirketê yazdeh endamên sendîkayê "yên eşkere" û şêst û heşt endamên qaçax hene. Ew dê di demeka nêz de neyên hilbijartin da ku bibin nûnerên personel li hemberî komîsyonên ji alîyê şirketê ve ji bo pûçkirina xebata sendîkayê hatî organîzekirin. Nîvê van komîsyonan ji endamên birêveberîya şirketê û nîvê din jî ji karkerên ku birêveberî wan bi awayekî xurt pêşnîyar dike, pêk tê. Lê belê cara yekem e ku hebûna KCTUyê di nava şirketê de fermî dibe, heta tê naskirin. Ji bo vê yekê jî Ho berdêleka mezin da, ew ji kar hat derxistin. Herçî herçar avakerên din yê sendîkayê ne, ew ji bo sê mehan hatin dûrxistin û cihê wan hat guhertin, ew şandin du restoranên cuda "da ku baş werin îzolekirin". 

 

Li Ulsanê wekî li Suwonê, ev kesên li sendîkayê qeydkirî, lê mikur tên ku, ew karkerên tevahîya rojê ne, "meaşên baş distînin". Lê belê karkerên demî di navbera % 40 û % 60î de kêmtir distînin û carinan bi qasî wan dişuxilin, tu mafê wan, tu bonusa wan tune ye û dema sparîş kêm dibin wan ji kar derdixin û diavêjin kolanan. (10) Ȋstatîstîkên fermî tune ne, lê belê karkerên demî yên şirketa Samsungê û yên şirketên taşeron di navbera % 40 û % 50ê personel pêk tînin. Herçî yên emrê wan zêdetirî 50 salî ye, bi israr ji wan tê xwestin ku îstîfa bikin, ji ber ku zêde biha ne. Şertên kar ji bo tevahîya karkeran zehmet e, dirêjîya saetên kar nayê pîvan, zext zêde giran e, qeza jî gelek in. Di çileya 2013an de, piştî herîkîna asîda fluorîdrîk li fîrmaya Hwasungê nêzîkî Suwonê, karkerekî demî jîyana xwe ji dest da.

 

Ji rengê derve yê avahîyê tu tişt destûrê nade meriv bifikre ku li vir tehlûke heye. Lee Kun-hee yê girîngîyê dide xemilandina digital citya xwe (bajarê dîjîtal) ew gelekî bi baldarî ava kir. Bajarê dîjîtal li sê herêman belav dibe, Hwasung, Giheung û Onyang. Lihevanîna bi zanebûn ya kevirên  mezin ên bi çarçik û spî, ya avahîyên camî yên xweşik û gîyayên baş hatî dirûtin, kampuseka zanîngehê tîne bîra merivî. Li herdu alîyan cihên razanê: yê keçikan gelekî mezin e, ji  ber ku zêdetir jin wekî "operatrîs" dişixulin.  Hinekî dûrtir yê zilaman ku bi paqîjî, temîr û dabîkerîyê hatî wezîfedarkirin. Ev ciwanên ku ji her welatî hatin, nîv-konduktoran hildiberînin.

 

Her sal, kadroyên Samsungê diçin nêçîrê. Ew diçin dibistanên gundan da ku karkerên nû peyde bikin, divê mamosteyên wan pêşî yên herî baş bibijêrin. Li gorî ya herkes dibêje, hejmara xwendekarên namzed zêdetir e ji ya yên ku tên hilbijartin. Samsung baş navdar e û meaşên têra xwe bilind dide: biqasî 2000 ewroyî, ev mîqdareka pir bilind e ji bo van xwendekarên nû dest bi kar dikin (meaşa herî kêm nêzîkî 600 ewroyî ye). Karkerekî şirketê dibêje "bi saya karê min li şirketa Samsungê ez ê karibim alîkarîya dê û bavên xwe bikim da ku daweta min amade bikin."

 

Lê belê pir caran hêvîyên keçekê li odeyên spî yên hilberînê tên tinekirin. Ji derve her tişt gelekî paqîj xuya dike, ji ber van "sekreterên" ku dişibin astronotan, ji serî heta binî cilên spî li xwe dikin û bi tenê çavên wan xuya dikin. Meriv difikre ku cihekî kar yê gelekî ewle ye. Lê belê ev dekorê futurîst kirinên serdema navîn vedişêre.

Sîstema xelekwarî ya kontrolê

Çawa dibe ku bi % 3yê sermayeya şirketê, malbata Lee şîrketeka ewqasî mezin ku xwedî biqasî yek ji pênc parên Hilberîna Hundir ya Nesafî ya Komara Koreyê ye, kontrol bike? Aborîzan û profesor li Zanîngeha Hansung li Seulê Kim Sang-jo, ku di heman demê de serokê Komeleya Reformên ji bo Aborîyê ye (1),  ji sê saetan zêdetir bi hûrgilî behsa tevahîya agahîyên vê desthilatdarîyê dike. Meriv dikare wan bi kurtasî weha rave bike: veşartina hatinîyan, firotina gelek hiseyên sermayeya şirketê. "Tê gotin ku fonên pansîyonên xerîb xwedîyê Samsungê ne. Ya herî mimkin ev e, malbata Lee xwedî şirketên li derveyî welêt e, ew li wan cihan in ku bacê ji şirketan nastînin." Tevahîya pisporan difikrin ku malbat xwedîyê beşeka fonên pererazandinê ye ku ji wan re xerîb tê gotin, lê tu kes nizane ev par çiqas e. Û hikûmet vê pirsê ji xwe nake. 

 

Şirket bi rêya sîstemeka çavdêrîyê ya xelekwarî tê kontrolkirin: A çavdêrîya Byê dike, B çavdêrîya Cyê dike û C jî çavdêrîyê Ayê dike. Li gorî pisporekî din, Jason Chung, avakerê sîteyê

 

Chaebul.com, ew versîyona koreyî ya sîteya amerîkî Forbesê ye, sîstem xwe dispêre sê yekaneyên mezin: Samsung Everland ya ku xwedîyê tevahîya parkên kêfê ye û wekî holdîngekê dişuxile, Life Insurance û Samsung Electronics.

 

Hemû jî di bin birêvebirineka otorîter ya ultra-navendî tên îdarekirin, Lee Kun-hee wê bi awayekî eşkere dimeşîne û sazîya bi navê Sekreterîyayê Giştî yan jî "Koma Navendî ji bo Reforman" (Reformation Headquarter Group, RHG) şirketê bi awayekî veşartî bi rê ve dibe. Li gorî Kim Sang-jo, ew ekîbek e ku ji sed kesan pêk tê û ew xwedîyê erkên reel e, nexasim jî piştî bibinketina projeya avakirina erebeyan ku Lee Kun-hee di nîvê salên 1990î de dest pê kiribû. Kim Sang-jo dibêje: "Balkêş e ku ev zilam di navbera 1995 û 2004an de ji dika gelemperîyê winda bû." Pîştî krîza 1997an,RHGyê biryara xurtkirina çalakîyên navendî yên wekî elektronîkê da, bi rêya başkirina kalîteyê û bipêşxistina nûkerîyê, bihayê vê biryarê kirîna lêkolînerên bîyanî be jî. Em biserketina vê stratejîyê baş nas dikin.

 

Lê belê, wisa xuya ye siberoj bê pirsgirêk nîne. Di 71 salîya xwe de Lee Kun-hee, wezîfeya xwe mîras da kurê xwe Lee Jea-yong yê 46 salî ku niha patronê Electronicsê ye. Lê belê ew ji jina xwe veqetîya ye, ev yek jî li Koreyê wekî tiştekî xirab tê nirxandin; nexasim eger heta wê demê tu serketin bi dest nexistibe. Xwişka wî Boojin, ku Everland û Samsung Chimieyê bi rê ve dibe ji niha ve reqîba wî ye. Bi ser de jî bi qasî % 80yê hatinîyên şirketê bi tenê ji Electronicsê tên: Eger şirket wekî

 

Nokiayê berhemeka şaş bineqîne, yan jî eger wekî Sonyê stratejîyeka şaş bimeşîne, tiştekî wisa wê derbê li tevahîya şirketa Samsungê bixe.

 

Kim Sang-jo binxêz dike ku chaebols bi giştîû nexasim Samsung "hêzeka ewqasî mezin bi dest xistin ku ji tu sîyasetvanî nayê jê xelas bibe", maneya vê ne ew e ku wê timî wisa bidome. "Demokratîkkirina [aborîyê] ji alîyê

 

chaebolsan ve" ku serokdewleta Komarê Park Geun-hee, soza wê dabû, heta niha pêk nehat, lê belê beşeka ji xwedîyên hîseyan, nexasim yên li derveyî welêt, dest bi bilindkirina dengê nerazîbûnê kirin.

 

Têkîlîyên feodal yê Samsungê bi şirketên biçûk û nîv-mezin re înîsîyatîfên nû ditepisînin: Aborîzan îdîa dike ku "li vir, cihê şîrketên wekî Google yan jî Microsoftê nîne"

 

Li gorî Jason Chung nerazîbûna civatî û sîyasî herçend marjînal be jî, ew bi qasî newekhevîyan mezin dibe: di 2012an de %1ê welatîyan xwedîyê % 65ê dewlemendîyên neteweyî bû, sala 1990î ew xwedîyê  % 40ê dewlemendîyan bû…

M. B.

1) Komele ji aborîzan, hiqûqnas û mihasebevanan pêktê. Wekî ku navê wê dide fêmkirin armanca wê pêkanîna reformeka binesazîyî ya aborîyê û kêmkirina giranîya hêza

 

chaebolsan e.

Agahîyên li ser nasnameya şirketê

 

Hatinîya salane: 185.1 mîlyar ewro

Karê safî: 13.7 mîlyar ewro

Hejmara karkeran: 369 000 kes,  40 000 ji  wan lêkolîner in.

Para Samsungê di firotina telefonên destan de li dinyayê: % 29 (para Appleê % 22  ye).

Baskên wê yên herî mezin:  Samsung Electronics (telefonên destan, nîv-konduktor, ekranên LCD, panoyên enerjîya tavê...), Samsung Heavy Industries (avakirina keştîyan, platformên petrolê), Samsung Techwin (hilberîna çekan), Samsung Life Insurance (şirketa sîgortayê), Everland (parkên kêfê), The Shilla Hotels and Resorts, Samsung Medical Center, Samsung Economic Research Institute.

Welatên li derveyî Koreyê ku Samsung lê bi cih bûye: Çîn (bihevvekirina telefonên destan), Malezya, Vîetnam.

 

Çavkanî: Rapora fermî ya Samsungê, IDC Worldwide Mobile Tracker 2012

 

Meriv divê herî kêm rojê duwazdeh saetan bişuxile; divê tevlî çalakîyên weqfî bibe da ku xwedî mentiqa hevkarîyê be, birêveberîya şirketê wisa dibêje; piştre belkî wê pêwîst be dîsa vegerin karê xwe û piştre biçin razên. Hefteyê şeş rojan kar dikin. Roja heftem karkerên jin ewqasî westayî ne ku li wir radizên û kêm caran vedigerin cem malbatên xwe. Kab-soo  kêfxweş e ji ber ku piştî ku hinek pere qezenc kirin dev ji vî karî berda û niha karekî hêsantir dike, ew wisa behs dike "Em bi Samsungê şîyar dibin, em li Samsungê dixwin, em li Samsungê dixebitin, em behsa Samsungê dikin û em li Samsungê radizên.

 

Belê, helbet ev keçên ciwan xwedî mafê derketina bi şevê ne. "Em li Ҫînê najîn", kevnekadroyê Samsungê ku hinekî dilê wî maye wisa bersiv da.  Lê belê ew qebûl dike ku derketina wan ya bi şev pir baş jî nayê dîtin. Û eger bi şaşî keçên derketî piştî saeta sînor (nîvê şevê) vegerin, "karta sor" distînin ku piştî tevlîbûnên çalak li xebatên weqfî yên malê, paşve dikare were kişandin.

 

Meriv ewqasî diweste ku kêm kes ji dîsîplînê dibihurin. Lê belê keçên di kostumên xwe yên kîvroşkê bunny de hepskirî, li hember vê robotkirinê li ber xwe didin. Qedexe ye maqyajê bikin, ew bijangên sexte bi çavên xwe ve dikin. Sînemavana ciwan û derhênera belgefîlman ku sê salan dîmenê wan qeyd kirin (11) Kyung-hong îdîa dike ku ev keç awayên nazenîn yên li xwe kirina vî kumî heta bi ser çavan de li gorî destûra kar ya şirketê ferz e, peyda dikin... helbet piştî ku ji şirketê derdikevin, lewre heta ku li wir kar dikin li wan bi tevahî qedexe ye ku bipeyivin.

 

Ev yekane kêfa wan e. Tê bîra Kab-soo ku li wir "meriv bi tirs kar dike". Bi tirsa şaş kirinê. Tirsa biserneketinê. Tirsa nexweşîyê. Belê fîrmaya hilberandina nîv-konduktoran gelek madeyên kîmyayî bi kar tîne, gazên gelekî bi tehlûke, li qadên elektromanyetîk. Divê karkerên jin tabletan bi lez bixin nava gelek avên kîmyayî yên cihê û şaş nekin, kontrol bikin…

 

Qaîdeyên ewlekarîyê li ser qaxizê nivîsandî ne. Lê di nava avahîya Hwasungê de, di navbera çile û gulana 2013an de du caran gaz fizîya. Sîstema hewadarkirinê timî naşuxile. Di dawîyê de pir caran sekreter derî û devên amûran ên ku radîyoaktîv barkirî ne, bi xwe vedikin da ku karê xwe zûtir biqedînin. Tevî ku meaşên wan ne li gorî hejmara berhemên hilberandî tê hesibandin jî ew dîsa berpirsîyarîya encama hevpar ya kar hîs dikin.

 

Dema bi vê lezê dixebitin, ew ji çar, pênc salan zêdetir nikarin vî karî bidomînin, yan karekî din peyde dikin, yan jî vedigerîn mala dê û bavên xwe û dizewicin – bi tenê % 53.1ê jinan kar dikin. (12) Ҫend ji wan jî pê dimirin. Hwang Yumi ya 22 salî sala 2007an piştî çar salên xebatê li avahîya Giheung rehmet kir. Bavê wê Hwang Sang-gi, ku li Dokchoyê şoferê taksîyê ye her deqîqeyê vê kansera ku keça wî bi mehan êşand bi bîr tîne. Ew bû sembolek. Wekî ku ew dibêje, "bi qasî burokratên Samsungê baş neaxivê jî",  tevî gefxwarin û pêşnîyarên pere ji bo dengê wî qut bikin, wî tucarî dev ji têkoşîna xwe berneda. Ew dixwaze ne bi tenê birêveberî kansera keça wî wekî nexweşîyeka girêdayîyê kar qebûl bike – ev yek pêk hat – lê belê dixwaze ku Samsunga ku meseleyê hîna înkar dike jî qebûl bike. Vê tiştê ji bo Yumi û ji bo yên ku hîna dimirin dixwaze.

Du hezar binpêkirinên qaîdeyên ewlekarîyê

li cihê kar

 

Yekem parêzerê ku qebûl kir doza vî bavî biparêze, Lee Jong-ran e. Ew di mijara têsîrên xirab yên van avên kîmyayî yên bi tehlûke ne ji bo tendirustîyê de, ji ya xwe nayê xwarê. "Hilberînerê wan îdîa dikin ku tu tehlûke di wan de nîne, lê yek ji wan jî naxwaze lîsteya hûrgilî ya madeyên bi kar anîn eşkere bike. Vê yekê jî bi ser navê ‘raza hilberînê’ vedişerin. Ȗ tê veşartin ku keçikên ciwan dimirin." Li gel doktor Kong Jeong-ok û komeleya Supporters for the Health and Rights of People in the Semiconductor Industry (SHARPS), parêzerî ji adara 2012an ve sed û pêncî nexweşên cihê tesbît kirin (leusemî, kansera sîngê, skleroz an plak…), sed û sih û yek ji wan kevnekarkerên Samsungê ne. Li gorî gelek pisporên fîrmayê, ev nexweşîyên girêdayîyê kar, sirek e ku nayê eşkerekirin. Pêwîst bû fizîyana gaza jahrî li Hwasungê, ku di hewayê ve deh deqîqeyî dûrî xanîyên luks ên derdora Suwonê ye, pêk werin da ku hin ji wan dest bi gumankirinê bikin û sozê bidin ku wê birêveberî vê meseleyê çareser bike…

 

Lê piştî prosedurên bi mehan didomînin heta dosyayek were lêkolîn, Ajansa Dewletî ya Tazmînatê ku ji alîyê rayedaran ve tê xebitandin doktorekî Samsungê wezîfedar dike. (13)

(1) Laurent Carroué, "Les travailleurs coréens à l’assaut du dragon / Karkerên koreyî û êrişa hûtî" û Jacques Decornoy, "Délicate fin de guerre dans la péninsule de Corée / Dawîyeka şerî ya nazik li kendava Koreyê", Le Monde diplomatique, bi dorê sibata1997an û çirîya pâşîna 1994an.

 

(2) "Samsung a dépensé 9 milliards en marketing en 2012 / Samsungê 9 mîlyar ji  bo marketingê xerc kirin", Le Figaro, Parîs, 14ê adara 2013an.

 

(3) "Global 2000 companies", Forbes, New York, gulana 2013an, www.forbes.com/global2000/list/

 

(4) 1 000 won  biqasî  0,6 ewroyî ye.

 

(5) Tu têkîlî ya xizimtîyê bi xwedîyên Samsungê re tune ye. Li Koreyê paşnav zêde nayên bikaranîn: paşnavên nîvê welatîyan ji pênc paşnavên herî navdar pêk tên  (Lee, Kim...).

 

(6) Bi tenê bi zimanê koreyî.

 

(7) Li cem Wild Side Video, Paris amade ye.

 

(8) Hevpeyvîna li ser sîteya me bixwîne: http://blog.mondediplo.net /1462

 

(9) Cho Don-moon, "La stratégie antisyndicale de Samsung. Histoire de la lutte des travailleurs pour la création d’un syndicat / Stratejîya li dijî sendîkayan a Samsungê. Dîroka têkoşîna karkeran ji  bo avakirina sendîkayekê", lêkolîn (bi zimanê koreyî), 2012.

 

(10) Binêre li Jean Marie Pernot, "Des luttes syndicales pour la démocratie / Têkoşînên sendîkayî ji bo demokrasîyê", Chronique internationale de L’IRES, n° 135, Parîs, adara 2012an.

 

(11) Lee Kyung-hong, L’Empire de la honte / împaratorîya şermê, Purn Production, Seul, 2013.

 

(12) 10 Navînîya welatên endamê Rêxistina hevkarî û Pêşketina Aborî (RHPA) % 56.7 e.

 

(13) "South Korean government rejects Samsung victim’s workers compensation based on Samsung doctor’s opinion / Hikûmeta Koreya Başûr bi ya doktorê Samsungê dike û red dike tazmînatê bide karkerên mexdûr ên Samsungê" , Sharps, 31ê gulana 2013an, http://stopsamsung.wordpress.com

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê