Şansekî dîrokî ji bo kurdan

Li Iraqê otonomî û li Tirkîyeyê dîyalog
Translator
Ragihandina hevdîtinên di navbera Enqere û Partîya Karkerên Kurdistanê de surprîzek bû. Ev yek cihê ku "pirsgirêka kurd" ji bo tevahîya aktorên herêmî nû girtî piştrast dike, ew cihê raperîna li Sûrîyê jî piştrastkirî. Kurdistana Iraqî ya ku ji 1991ê û vir ve ji kontrola Bexdayê filitîye, hêvî dike daxwazên neteweyî yên miletekî dîrokê ew ji bîr kirî katalîze û berbiçav bike.

Hewlêr bajarek e ku aborîya wê dipişkive; xanîyên ji kerpîçan şûna xwe ji navendên kirîn û firotinê û xanîyên pirqatî re dihêlin. Li her deverî avahîsazî hene, li kevîyên bajêr gundên sihê hîna nû ji nû ve hatine avakirin yan jî tên avakirin ji bo ku çîna navîn ya kurd ya nû di wan de bi cih bibe. Piranîya dikanan kelûmelên avahîsazîyê, mobîlya yan jî alavên elektronîk difiroşin, erebeyên li ser çar tekelan jî rêyên fireh dixitimînin. Iraqîyên ji herêmên din yên welêt tên herêma kurdan da ku tiştan bikirin yan jî îstirehet bikin. Birêveberên libnanî, bazirganên tirk, yan jî karkerên hindî yên hotelan ji bo dewlemendîya xwe li vir in. Ewlekarîyê û pereyên ji petrolê, Kurdistana Iraqê ji herêmeka toz û çolê veguherandin cihê meriv dixwazin lê bin.

 

Dîrokê bi neheqî muamele bi kurdan re kir. Piştî jihevdeketina Osmanîyan û dema ku hêzên ewropî dewletên nû diniqirandin, dewletdarî nebû para kurdan. Gelê kurd di navbera çar dewletan de parçebûyî dûrî paytextên nû ma. Neteweparêzîya kurd hingê qels bû, lê belê marjînalkirin, cudakarî û zordestîyê kir ku ew her mezin bibe.

 

Dîrokzan Cebar Qadir ji min re got: "Di nava bîst salên bihurî de û cara yekem e di demên modern de ku dîrok şansekî dide kurdan. Vê bi dagirkirina Kuweytê ji alîyê Iraqê ve dest pê kir, paşê serhildana kurdan, ferzkirina qadên li ser balefir nikarin bifirin (no-fly-zone) ji alîyê amerîkîyan ve ya ku qadeka ewle ji bo kurdan afirand, piştre jî bicihkirina parlamentoyekê bi hilbijartinên di bin şert û mercên dijwar de."

 

Wî piştre ev li gotinên xwe zêde kir: "Ango rabihurî qisûra kurdan e. Parçebûna navxweyî ya xwe disipêre mîrîtîyên berê, parçebûna eşîrî ya ku di van demên modern de kirasê partîyên sîyasî li xwe kir." Çend caran rêxistineka gerîla ya kurd li dijî rejîma êş û azar pê didan kişandin serî hilda bi alîkarîya ji dewleteka cîran ya ku bi xwe hindikahîya xwe ya kurd ditepisand? Cara yekem sala 1991ê kurdên iraqê şeweyekî nû yên hevgirtinê afirandin, bi hêzeka ji derveyî herêmê tê, ango bi hêza amerîkî re.

 

Sala 2003yan dagirkerîya amerîkî ya Iraqê ya baş lênehatî fikirîn û di encama wê de rûxandina dîktatorîya rejîma baasê rê vekir li ber pêşmergeyên kurd ber bi başûr ve biçin û tevahîya herêmên kurdan wan şên dikin, bixin kontrola xwe û beşeka ji alavên eskerî yên Sedam Huseyin jî bikin malê xwe.

 

Bicihkirina statuya xweserîya kurdan li bakurê Iraqê bi destûra bingehîn sala 2005an kir ku daxwazên bi heman rengî li herêmên kurdan yên li dewletên cîran ango Îran, Tirkîye û Sûrîyeyê jî bi pêş kevin. Pêkhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) bi xweserîya wê ya dipişkive bi peşmergeyên wê yên qanûnî hatine qebûlkirin, kirin ku hem KRG bibe navenda sîyaseta kurdan û hem jî bibe aktorekî nû yê sîyasî li Rojhilatê Navîn.

 

Dema ku hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dawî li rejîma Sedam Huseyin anîn kurdên Iraqê yekane hêza ku sîyasî-eskerî birêxistinkirî bûn. Û di encamê de ew bi roleka navendî rabûn di alîkarîya hêzên dagirkirinê yên DYAyê de – wekî mînak bi çêkirina sîsikeka destpêkê ya artêşa nû ya iraqî. Di encamê de hejmareka mezin ya rayedarên iraqî yên payebilind îro kurd in: serokdewlet Celal Talabanî, wezîrê karê derve Hoşyar Zêbarî, Fermandarê Giştî yê Artêşê Babekir Zêbarî hinek ji wan in.

Hindikayî li Iraqê yan

jî koma etnîk ya birêveber?

 

Bi rengekî nakokane bidestxistina meqamên bilind li Bexdadê ji alîyê kurdan ve di bandora sîyaseta reel de xwe nade der li Bexdadê. Rabûna krîza di navbera rayedarên iraqî û berîya hemûyan serokwezîr Nûrî el-Malikî li alîyekî û lîderên KRGyê li alîyê din de çirîya paşîna 2012an ev yek li ber çavan raxist. Serokwezîrê Iraqê hêzeka nû ya eskerî ya bi navê "Fermandarîya Operasyonê ya Dîcleyê" ava kir, li serê wê General Ebdulemîr Zeydî heye, ev hêza eskerî bi gelek yekîneyên bi desteka tankan ket başûrê Kerkûkê. Vê yekê kir ku serokatîya KRGyê li defa hawarê bixe, wê li hemberî vê yekê bi hezaran pêşmerge şandin heman herêmê. Tirsa ji şerekî nû yê eskerî di navbera artêşa Iraqê û şervanên kurd de her rastî ye û hevdîtinên zêdekirî yên di navbera partîyan de pirsgirêk çareser nekirin.

 

Sîyasetvanên kurd yên Iraqê herêma xwe wekî qadeka parastî ji bo hindikayîyan didin nasîn. Dema meriv biçe serdana taxa Hewlêrê Eynkawayê dibîne çawa xirîstîyan bi rêûresmên xwe û şêwazên xwe yên jîyanê dijîn. Tevî ku bi awayekî dîrokî pêşmergeyên kurd li dijî gelek civatên xirîstîyan şer kirine jî, zor û zilma di bin hikimdarîya Baasê de hîseka çarenûsa hevpar di navbera kurd, asûrî (1) û êzdîyan de afirand. Lê belê rewşeka tirsbarkirî di navbera birêveberî û polîsê kurd ku di wan de serwer in û xelkê tirkmen û ereb de li Kerkûkê her dimîne. Ev jî wekî bar li rewşa tevlîhev ya heyî ya li Kerkûkê zêde dibe.

 

Lihevnekirina li ser Kerkûkê yek ji mîrateyên ji sîyaseta baasî mayî ye. Di bin birêveberîya baasê de Bexdadê sîyaseteka erebkirina hejmareka herêman bi rê ve bir û yek ji van jî Kerkûk bû. Girîngîyeka stratejîk ya vê herêmê heye, lewre ew li ser bêhtirî % 10ê dewlemendîya petrolê ya Iraqê bi cih e. Di encamê de 300 hezar kurdên etnîk – herweha asûrî-kildanî û êzdî jî – ji malên xwe hatin derxistin û li şûna wan eşîrên ereb hatin bicihkirin. Hin ji kesên nû bicihbûyî ji Enberê bûn yên din jî erebên şîî yên ji başûrê Iraqê bûn. Piştî dagirkerîya DYAyê hêzên pêşmergeyan ketin vir û kontrola van herêmên ku niha wekî "herêmên li ser wan nehatî lihevkirin" tên nasîn, xistin destê xwe. Xala 140ê ya destûra iraqî pêş dibîne ku şaşî werin "sererastkirin" bi teşwîqkirinan erebên bicihbûyî vegerin deverên jê hatî, xelkê kurd yên ji cihûwarên xwe hatî kirin were tezmînkirin û alîkarî bi wan re were kirin ku doza malên xwe bikin, piştî vê yekê serjimarek wê pêk were û piştre jî referandûmek ji bo dîyarkirina xeta nîşanker ya di navbera KRG û Iraqa mayî de pêk were.

 

Kerkûk bi kurtî qayîşkêşana di navbera ereb û kurdan de, di navbera Bexdad û Hewlêrê de derdibire. (2) Ew beşek e ji herêmên li ser wan nehatî lihevkirin ku li başûr heta bi hin beşên Selehadînê û herêma Dîyalayê dirêj dibe. Rastî ew e ku li cihêcih hêzên kurd yekîneyên polîs kontrol dikin, bandora sîyasî ya herêmê para YNKyê ye, di heman demê de yekîneyên artêşa Iraqê jî bi heman hejmarê li deverê hene. Her tevgera artêşê li herêmê ji alîyê Hewlêrê ve tê protestokirin, Hewlêr her diçe bêhtir bi fikar li peymanên firotina sîlehan yên bi milyaran dolarî dinêre yên ku Bexdad halê hazir bi Moskovayê re li ser wan bazarê dike. (3)

 

Nêzî van erdan KRG ketîye qirika Bexdadê li ser şirovekirina destûra bingehîn li ser awayê ku divê miamele bi pêşmergeyan re were kirin. Hewlêr bi israr e ku divê pêşmerge wekî beşek ji berevanîya neteweyî werin qebûlkirin û ji ber vê jî ji budceya navendî hem fînansmanê û hem jî sîlehên giran bigirin, Bexdadê jî bersiv da, bi argumana ku pêşmerge divê bikevin bin Fermandarîya Navendî ya Baxdadê û wekî artêşeka serbixwe tevnegere.

 

Nîqaş û lihevnekirin li ser çavkanîyên petrol û gazê jî hene. Li gorî destûra bingehîn KRG divê % 17ê budceya dewletê bi dest bixe (4) – ya ku ne bi tenê çavkanîya sereke ya dewlemendîya heyî ya KRGyê ye, ew herweha yekana girêdana navikê ye ku herêmên kurdan yên Iraqê bi beşê ereb ê welêt ve girêdide. Bexdad rayedarên Hewlêrê gunehbar dike ku ew di lîstikê de bi rola xwe ranabin û bi awayekî serbixwe hîdrokarbonê [petrol û gaz] di ser Tirkîyêyê re îxrac dike, bêyî ku hatinên ji vê yekê li budceya navendî vegerînin. (5)

 

Ya ku dikemerivçareserîyê ji van pirsgirêkên zahmet re nikaribe peyda bike, dijminatîya her diçe zêde dibe ya şexsî ya di navbera Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî û serokê KRGyê Mesûd Barzanî de ye. Rastîya ku Barzanî di seferberkirina mixalefeta iraqî de û ji bo dayîna dengê bawerîpêneanînê li dijî El-Malikî – ya ku bi ser neket – bi roleka kilît rabû, kir ku di navbera herduyan de alozîyên şexsî bidin der. Li Hewlêrê dema mijar rexnekirina serokwezîr be, rayedar qet nerm nînin. Wezîrê karên derve yê KRGyê Felah Mistefa dibêje: "El-Malikî yekser ji alîyê miletê iraqî ve nehatîye hilbijartin." Serokê Kabîneya Serokatîya KRGyê Fuad Hiseyn gaveka din jî bi pêş de diçe û dibêje "buroya serokwezîr Malikî fabrîkeyeka hilberandina pirsgirêkan e."

 

Zehmet e meriv tênegihêje yan jî kêm têbigihêje ka artêşa iraqî dikare li ser derûnîya kurdî çi zextê biafirîne. Ji damezrandina Iraqê û vir ve, bi dehsalan kurdan ji ber sîyasetên zilm û zorê yên desthilatdarên Bexdadê êş û azar kişandin. Ev zordestî pir dijwar bû ji 1963yê û bi şûn ve di bin desthilatdarîya rejîma Baasê û îdeolojîya wê ya ereb-neteweperest ya totalîtarîst de, ev zordestî di dema şerê Îran û Iraqê de gihişt asta qirkirinê. Ev bibîranîn hîna zindî ne li Kurdistanê. Îro tirsên kurdan yên nû hene: alozîyeka ku veguhere şerekî çekdarî li herêma Kerkûkê dikare ji bo KRGyê rê li ber zirara aborî veke, veberhênananê bide rawestandin û bike ku şirketên pirneteweyî yên bîyanî ji herêmê bi dûr kevin. Fuad Hiseyn dibêje "Bexdad bi çavnebarî li me, ewlekarîya me û dewlemendîya me dinêre" û vê pirsê dike: "Lê belê li wir jî îstîqrar li Besra û Nasirîyeyê heye, ji bo çi ew pirsgirêkên wan yên elektrîkê, yên avê çareser nakin, nexweşxaneyan û dibistanan ava nakin û li şûna wê jetên eskerî yên F-16 dikirin?"

 

Zexta ji Bexdadê rê li ber du encaman vedike. Ya pêşî wê kir ku rêxistinên sîyasî yên ku bi herkesî weha dîyar e parçebûyî ne, bibin yek. Heta bi serokkomar Talabanî jî nikarîbû ji bilî alîgirîya Barzanî tiştekî din bike û rexne li helwêsta Bexdadê girt. Wî doza vekişandina eskeran û jihevdexistina Fermandarîya Dîcleyê kir. Ya ji vê jî girîngtir, parçebûnên nû yên navxweyî xwe didan der. Aborîya xwe disipêre petrolê çalakîyên din yên aborî hemû têk birin, Kurdistanê îro dev ji hilberîna çandinîyê berdaye û piranîya zad û qûtê xwe îdxal dike. Hatinên ji petrolê çînîbûn û parçebûnên navxweyî yên nû jî afirandin di navbera çîna desthilatdar ya dewlemend û xelkê mayî de. Rojnamevanekî herêmî dibêje "di sektora petrolê de şefafî nîne". Zexta ji Bexdadê xwedî par e têde ku civateka her diçe bêhtir dikeve nav pêvajoyeka çînîbûna navxweyî, bibe yek.

 

Bandora duyem jî ew e ku wê kir ku Hewlêr gaveka din jî nêzî Enqereyê bibe. Sala 2003yan hîna Tirkîye li dijî dagirkerîya DYAyê ya Iraqê bû û destûr neda bikaranîna erdên xwe ji bo êrîşên ji bejahîyê ve, lewre ditirsîya ku jihevdeketina rejîma Sedam Huseyin li bakurê Iraqê bi awayekî de facto rê li ber pêkhatina dewletdarîyeka kurdan veke. Tirsa ji vê ew e ku ev yek îlhamê bide xelkê kurdê Tirkîyeyê yê serjimara wî pir zêde, yê ku bi destpêka serhildana PKKyê sala 1984an re gelekî serê Enqereyê diêşand.

 

Niha, têkilîyên di navbera Enqere û Hewlêrê de gihiştin astekê ku em dibînin hevkarîyeka pir nêz pêk tê. Bazirganîya bi derve re ya KRGyê ji Tirkîyeyê derbas dibe, şirketên Tirkîyeyê gelek pereyan li Kurdistanê radizênin. Wan li hev kirîye ku ji tevahîya îxrackirinên petrolê yên ji herêma Kerkûkê sûdê wergirin. (6) Çapemenîya navneteweyî dêhn û bala xwe daye ser bandora îranî li ser hikûmeta iraqî, Bexdad bi xwe fikaran dike ji ber bandora Tirkîyeyê ya xurt dibe li ser hejmareka her diçe zêde dibe ya aktorên sîyasî li nava Iraqê: ji bilî bi awayekî ji rêûresmê parastina civata tirkmenan, Tirkîye îro xwe li parastina xweserîya kurd ya Iraqê datîne. Ji vê û wê de Enqere bandora xwe li ser sîyasetvanên sunî yên iraqî jî zêde dike: kevne alîkarê serokkomar Tariq Haşimî yê ku Bexdadê ew bi girêdanên bi terorîzmê ve gunehbar kirî, penaya xwe gihand Tirkîyeyê.

 

Alozîyên bi Bexdadê re serokkomar Talabanî û partîya wî YNK xist rewşeka zehmet. Rewşa tendirustîya wî ya her nebaş dibe wê destûrê nede wî ku di sîyaseta Iraqê de bi rola agirkuj rabe. Piştî KDPyê YNK duyem hêza mezin ya kurdan e li Iraqê, bi awayekî ji rêûresmê têkilîyên wê bi Îranê re baş in. Di encamê de YNKê bi carekê dît ku di hevgirtina di navbera Tehran û Bexdadê de bi cih bûye, KDP bi xwe her ku diçû bêhtir li dora Enqerê dizivirî.

 

Sala 2003yan dema ku artêşa amerîkî yên dagirker artêşa Iraqê ya Sedam Huseyin ji hev de xist, pêşmergeyên kurdan yekane hêza xwecihî ya çekdar bûn. Di encamê de wan serwerîya xwe li tevahîya herêmên ku kurd wan şên dikin, belav kir û hêzên mezin yên di asta Bexdadê de di dest xwe de girtin. Niha, bi peydabûna hêzeka nû ya navendî di bin desthilatdarîya Nûrî el-Malikî de bandor û dildarîyên kurdan tên kontrolkirin. (7) Pirs ew e ka xeta nû wê di ku ve were kişandin û gelo ev yek dikare bêyî xwîn were rijandin pêk were.

Di nava kurdên Sûrîyeyê

de wê kî bi ser keve?

 

Nûnerê Partîya Demokrat ya Kurdistanê ya Sûrîyeyê yê Hewlêrê Behcet Beşîr bi bişîrîneka li ser rûyê xwe, dibêje "Em bi derfeteka zêrîn re rû bi rû ne. Divê em jê re amade bin, lewre derfetên bi vî rengî zehmet e careka din dubare bibin." Ew li gotinên xwe zêde dike: "Gelek senaryoyên cihê hene ji bo Sûrîyeyê, lê belê di ya herî xirab de jî kurd wê bi ser kevin. Qet nebe ew dê herêmên xwe bi xwe bi rê ve bibin."

 

Kurdên Sûrîyeyê, dîyar e, amade ne berhemên şorişa Sûrîyeyê biçinin. Rejîma Baasê heta niha li dijî xelkê xwe yê kurd pir dijwar bû. Bi îlhama ji neteweperestîya ereb girtî, wê nasnameya kurd qebûl nekir, kurd di warê sîyasî û aborî de marjînal kirin, welatîbûna nêzî 100 000î ji wan betal kir û sîyaseteka erebkirina herêmên kurdan birêve bir bi rêya bicihkirina eşîrên ereb li herêmên kurdan. Dema ku serhildana kurdan sala 2004an dest pê kir piştî şerekî di navbera terefdarên futbolê yên kurd û ereb de li Deyrezorê, hêzên rejîmê kurd bêrehm tepisandin.

 

Xelkê kurd yê Sûrîyeyê ji mafên xwe yên çandî jî bêpar hatibû hiştin. Perwerdekirina zimanê kurdî qedexe bû, di heman demê de hindikahîyên din yên etnîk yên li heman herêma cografî yên mîna ermenî û asûrîyan sûd digirtin ji wî mafî ku dibistanên wan bi xwe hebin û zimanê xwe yê neteweyî fêr bikin. Rayedaran herweha pîrozkirina fermî û li xelkê vekirî ya Newrozê jî qedexe kiribû. Navên deveran hatibûn erebkirin û îşaretên bi nasnameya kurdî jî ji pirtûkên fermî hatibûn derxistin. (8)

 

Rejîma Sûrîyeyê bi kurdên xwe bi xwe re wekî welatîyên çîna duyem miamele dikir, lê belê xwe jê nedida alî ku hêzên kurd yên ji welatên cîran bihewîne da ku li dijî Enqere û Bexdadê wekî gefxwarinekê bi pêş bixe. Celal Talabanî (ku niha serokkomarê Iraqê ye) Yekîtî Niştimanî Kurdistana xwe sala 1975an li Şamê damezrand, ew demeka dirêj jî li wir ma. Lê belê partîyeka din ya ku ji bakur dihat wê di nava kurdên Sûrîyeyê de şaxên xwe kûr berdana, ew jî Partîya Karkerên Kurdistanê ango PKK bû.

Bandora zêde dibe

ya PKKyê ye

 

Herêmên kurdên Sûrîyeyê veneguherîn hêlîn û stargehên şorişê. Tevî ku gelek xwepêşandanên mezin li Qamişlo – bajarê herî mezin yê kurdan li Sûrîyeyê – pêk hatin, ew tevlî qonaxa çekdarî ya şorişê nebûn. Di navbera mixalefeta Sûrîyeyê û çalakgerên kurd de hevşaşfêmkirinên sîyasî hene. Berê, di 2011an de dema ku Konseya Neteweyî ya Sûrîyeyê (KNS) dihat damezrandin, milîtanên kurd doza qebûlkirina taybet ya êş û azarên xwe yên rabihurîyê û misogerkirinên ji bo nasnameya xwe ya çandî û xwebirêvebirina sîyasî ya xwe bi xwe ya siberojê kirin. Mixalefeta Sûrîyê di daxwazên bi vî rengî de israreka ezezî ya kurdan dît û bang li wan kir ku tevlî nav refên şorişê bibin lewre pirsgirêkên bi vî rengî hemû wê di Sûrîyeyeka demokratîk ya siberojê de bihatana çareserkirin. Ji ber ku KNS li Stenbolê hat ragihandin û baregeha Artêşa Azad ya Sûrîyeyê li wîlayeta Tirkîyeyê li Hatayê ye, kurdên Sûrîyeyê yên alîgirê PKKyê guman û fikar dikirin, wan li pişt hêzên mixalefeta Sûrîyeyê sî û bandora Enqerê ya berfireh didît.

 

Rayedarên Şamê bi xwe bi îtîna hewl didan ku bereyeka duyem ya şer li bakur-rojhilatê Sûrîyeyê ava nekin. Sala 2011an rayedarên Sûrîyeyê 300 000 belgeyên welatîbûnê li kurdan belav kirin. (9) Wekî nîşaneka din ya nîyeta baş gelek girtîyên sîyasî yên li Sûrîyeyê yên kurd hatin berdan. Vê yekê pêşî li ber negirt ku çalakvan werin tepisandin, çawa ku Meşal Temo çirîya pêşîna 2011an li mala xwe ya li Qamişloyê hat kuştin.

 

Hem hêzên sîyasî yên kurd yên li Tirkîyeyê û hem jî yên li Iraqê bi awayekî dîrokî bala tevgerên sîyasî yên kurdên Sûrîyeyê kişandine. Di rabihurîyê de tevgerên kurdên li sê welatên cîran ji bo dîyarkirina çarenûsa xwe bi xwe têkoşîyan – carinan jî bi awayekî çekdarî – hêzên sîyasî yên kurdên Sûrîyeyê bi xwe tu doza xweserîyê yan jî xwebirêvebirinê li hemberî desthilatdarên li Şamê îfade nekirin.

Niha jî dîsa bakur û rojhilat [Başûrê Kurdistanê] kurdên Sûrîyeyê daf didin.

 

Ya ku pêşî bitesîr bû PYD ya girêdana wê bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re heyî ye. (10) Xwendekarên kurd yên li Enqereyê PKK sala 1978an damezrandin, wê sala 1984an piştî darbeya eskerî, li dijî Tirkîyeyê têkoşîna çekdarî da destpêkirin. PKKyê li Şamê destek peyda kir, baregehên wê yên perwerdeya eskerî hebûn li Gelîyê Bekayê li Libnana Sûrîyê lê serwer, di heman demê de serokê PKKyê Abdullah Ocalan gelek salan li Şamê bi cih bû. Dema ku li Sûrîyeyê bi cih bûyî bû, PKKyê dikarî bi awayekî serbest meriv bixistina nav refên xwe ji nav kurdên Sûrîyeyê: xortên kurd yên ku tevlî nav refên PKKyê dibûn ji ferza eskerîyê jî dihatin muafkirin. Li gorî texmînên cihê qederê 7 000 ta 10 000 kurdên Sûrîyeyê di şerê li dijî artêşa tirk de di nav refên PKKyê de mirin (11) û heta îro bi xwe jî ji sê paran pareka tevahîya gerîlayên PKKyê yên li çîyayên bilind yên bakurê Iraqê bicihbûyî ji Sûrîyeyî ne.

 

Sala 1998an ji ber gefxwarina Tirkîyeyê, Sûrîyeyê baregehên PKKyê girtin û serokê wê jî ji welêt kir der, paşê dema ku ew direvîya, li Kenyayê ji alîyê endamên îstîxbarata tirk ve hat girtin. Rewş serûbinî hev bû, Şamê têkîlîyên baş bi Enqereyê re bi pêş xistin û bi sedan milîtanên PKKyê xistin girtîgehan. PKK piştî girtina serokê xwe pir îzole bû, vekişîya Çîyayên Qendîlê yên li bakur-rojhilatê Iraqê. Tevahîya dewletên cîran dabûn dû milîtanên wê. Çawa ku gotina pêşîyên kurdan dibêje "ji bilî çîyê dostên kurdan nînin".

 

Destpêka şorişên ereb hevgirtinên herêmî guherandin. Ber bi dawîya sala 2011an ve bi sedan milîtanên PKK-PYDyê ji starngehê xwe yên çîyayî gerîyan û li herêmên bakurê Sûrîyeyê yan jî çawa ew nav lê dikin li "Rojavayê Kurdistanê" bi cih bûn. Dema ku şerên Şam û Helebê dest pê kir havîna 2012an, ji rejîmê nehat ku tevahîya welêt di bin kontrola xwe de bigire, di encamê de wê ji gelek bajarên kurdan hêzên xwe vekişandin. Hezîrana 2012an çalakgerên PYDyê kontrola Malikîye, Serê Kanîyê, Amûdê û Efrînê bi dest xist. Nûnerekî PYDyê Hiseyn Koçer dibêje "dawî li rejîmê hat, hebûna wê roj bi roj ji holê radibe. Ji ber vê yekê em nikarin bi wan re hevgirtinekê bikin." Ew dibêje gunehbarîyên der barê hevkarîya PYD û Şamê de "ji Tirkîyeyê peyda dibin; bi sedan şehîdên me hene ku di dema rejîma Baasê de di girtîgehan de bi êşkencê jîyana xwe ji dest dane."

 

Nîşana hêzê ya PYDyê di nava partîyên din de rê li ber gumanan vekir û kir ku Enqere li defa hawarê bixe. (12) 16 partîyên kurdên Sûrîyeyê yên ku Encûmena Neteweyî ya Kurd  (EKNS) damezrandin, bi alîkarîya Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê KRGyê dest bi amadekirina hêza xwe ya eskerî kirin. Bi hezaran kurdên ciwan ji artêşa Sûrîyeyê revîyabûn û xwe xelas kiribûn da ku li bakurê Iraqê li wargeheka nêzî Dihokê ya bi navê Domiz bisitirin. Rayedarên pêşmergeyan ji wan texmînî 1600 eskerên fîrarî xistin nav refên xwe da ku perwerdeya eskerî bidin wan, bi gotinên Mesûd Barzanî bi armanca ku "heke rojekê rewş serûbinî hev bibe, valatîyek çêbibe, ew bi rolekê rabin". (13) Hinên din tirsîyan ku herdu hêzên eskerî wê li ser herêmên kurdan yên li Sûrîyeyê rikberîya hev bikin û ev dikare rê li ber şerekî din yê navxweyî yê kurdan veke. Barzanî navbeynkarî kir ji bo du civînên li Hewlêrê pêk hatî û kir ku çerx werin afirandin ji bo koordînasyona hewldanên eskerî û ji bo biryardayînê di navbera herdu rêxistinan ango PYD û ENKSyê de. Herçend heta niha li Sûrîyeyê tu şerê girîng yên di nava kurdan de rûnedabe jî alozîya di navbera PYD û hin partîyên di nava ENKSyê de dimîne.

 

Tehlûkeyeka din şerekî di navbera şervanên kurd û serhildêrên sûrîyeyî de ye. Çend şer li Efrînê û taxa Helebê Eşrefîyê qewimîn.Yê herî giran û cidî şerê sê rojan yê di navbera milîtanên kurd û tugayên serhildêr yên hêzên îslamî yên girêdayî Xureba el-Şam û Bereya el-Nusrayê yê çirîya paşîn li Serê Kanîyê qewimî bû. Lihevkirina agirbestê ya piştî şer xwe negirt û şerên dijwar di çileya 2013yan de ji nû ve rû dan. Serhildêrên sûrîyeyî gerîlayên kurd bi girtina rêyên xwe û bi vê xizmetkirina ji armancên rejîmê re gunehbar dikin. Çavkanîyên PYDyê bi xwe gumanan dikin ji serhildêrên sûrîyeyî, nexasim jî tabûrên îslamî û xwe li hebûna wan ya li ser erdên xwe ranagirin.

 

Heke herêmên kurdan yên li Sûrîyeyê bikevin bin bandora PKK-PYDyê, hingê ew dê bikeve navbera du dijminan: Tikîye li bakur û serhildêrên sûrîyeyî li başûrê wê. Herêmên kurdan li Sûrîyeyê ji xeteka dirêj ya erdên deştî pêk tê, pir bi kêrî şerê gerîla nayê. Xelkê kurd yê li Sûrîyeyê weha dîyar e ku di navbera tercîhên sîyasî yên wan partîyan de wê biçe û bê, ew partîyên ku tercîhên wan yên li pêş yan di nava qada sîyasî ya Tirkîyeyê yan jî ya Iraqê de ne. Niha, bi awayekî lezgîn divê ew bibin xwedîyê dengekî di nava kaosa sîyasî ya Sûrîyeyê ya bi lez vediguhere de.

Hevdîtinên di navbera Tirkîye û PKKyê de

1ê kanûna paşîn 2013yan çapemenîya tirkî hevdîtinên di navbera serokê PKKyê yê girtî Abdullah Ocalan û îstîxbarata tirk de yên dewam dikin, eşkere kirin. Weha dîyar bû ku hevdîtin bi pêş ketibûn û destûr hat dayîn ku parlemanterên kurd yên Tirkîyeyê biçin Ocalan li girtîgehê bibînin, da ku peyaman bigihînin cihên pêwîst. Piştî deh rojan, sê endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKKyê) li Parîsê hatin qetilkirin, di nava wan de Sakine Cansiz yek ji endamên damezrêner yên partîyê jî hebû. Alîyê kurdan kuştin wekî karê komeka profesyonel ya ku dixwest pêvajoya hevdîtinan ji rê derxe, dît.

 

Merasîma cenazeya hersê endamên PKKyê li Amedê pêk hat, girseyeka mezin beşdarî merasimê bû. Lê belê peyamên di dema merasîmê de hatin dayîn ne ji bo tolhildanê ji bo aştîyê bûn.

 

Tevî van kuştinan hevdîtinên di navbera Enqere-Ocalan de dewam dikin. Axaftin hene li ser wê yekê ku PKK wê operasyonên xwe yên eskerî yên li Tirkîyeyê rawestîne û hejmareka sembolîk ya şervanên xwe ji Başûr Rojhilatê Tirkîyeyê ber bi baregehên xwe yên çîyayî yên li Iraqê ve vekişîne.

 

Gelo hevdîtin wê dawîyê li şerê ku bû sedema mirina 40 000 merivan bîne, zehmet e ku pêş were dîtin. Lê belê ew dikare îfadeya guherîna hevgirtinên li Rojhilatê Navîn be. Piştî ku jê hat têkîlîyan bi Hewlêrê re baş bike, Tirkîye ne bi tenê li mala xwe bi pirsgirêka kurd re rû bi rû ma, lê belê li nava Sûrîyeyê jî. Hem Enqere û hem jî PKK agirbestê wekî berjewendîya xwe dibînin, di heman demê de rewş û hêza xwe di nava şert û mercên Sûrîyeyê yên bi lez guherbar de xurt dikin.

 

 

(1) Tevgera Partîya Demokratîk ya Asûrî û koma wê ya çekdar hîna sala 1987an tevlî bereya kurdan bûn ji bo ku li dijî zexta dijwar ya artêşa iraqî li ber xwe bidin. Binêre: David McDowell, A Modern History of Kurds, I.B. Tauris, rûpel 352.

 

(2) Stefan Wolff, "Governing (in) Kirkuk: resolving the status of a disputed territory in post-America Iraq / (Li) Kerkûkê Hikimkirin: çareserîya statuya erdekî li ser nehatî lihevkirin li Iraqa piştî Amerîkayê", International Affairs, berg 86, hejmar 6, 2010.

 

(3) Bazara sîlehan a Iraq û Rûsyayê misoger nîne. Pêşî, bazara 4.2 milyar dolarên amerîkî di dema serdana  Malikî ya Moskovayê di çirîya pêşîna 2012an de hatibû ragihandin, lê belê bi mehan piştre ji ber hetikîna bertîlxwarinê hat "betalkirin", belê serokwezîrê iraqî da zanîn ku li ser bazarê ji nû ve hevdîtin wê bên kirin. 

 

(4) Budceya dewletê ya Iraqê sala 2013yan 138 trîlyon dolar yan jî 115 milyar dolar.

 

(5) Halê hazir hilberîna petrolê ya KRGyê rojê 30 000 varîl in (binêre li Al-Hayat, 21ê kanûna pêşîna 2012an: http://alhayat.com/Details/464247 ) ev jî dewlemendbûna herêmî bi petrola iraqî ve ya ku herî zêde li herêma Basrayê tê hilbêrin, girê dide.

 

(6) Ben Van Heuvelen, "Turkey weighs pivotal oil deal with Iraqi Kurdistan / Giranîya Tirkîyeyê di lihevkirina petrolê de bi Kurdistana Iraqê re", Washington Post, 11ê kanûna 2012ê.

 

(7) Michael M. Gunter, "Arab-Kurdish Relations and the Future of Iraq / Têkilîyên Ereb-Kurd û Siberoja Iraqê", Third World Quarterly, berg 32, hejmar 9, 2011. 

 

(8) Human Rights Watch, "Group Denial, Repression of Kurdish Political and Cultural Rights in Syria / Redkirina Komî, Tepisandina Mafên Sîyasî û Çandî yên Kurdan li Sûrîyeyê", November 2009, page 11: http://www.hrw.org/sites/default/files/reports/syria1109webwcover_0.pdf

 

(9) Stephen Starr, Revolt in Syria, Eye-Witness to the Uprising / Li Sûrîyeyê Şoriş, Şahidîya li  Serhildanê, Hurst & Co. Books, London, 2012, rûpel 5.

 

(10) PKKyê hejmareka mezin a rêxistinên girêdayî xwe damezrandin, di nava van de "Partîya Yekîtîya Demokrat" PYD jî heye, rêxistina bi ser wê ve li Sûrîyê. PYD jî xwedîyê baskê xwe yê çakdar yê bi navê "Yekîneyên Parastina Gel" (YPG) e.

 

(11) Jordi Tejel, Syria’s Kurds / Kurdên Sûrîyeyê, Routledge, 2009, page 76.

 

(12) Binêre: Ilhan Tanir, Wladimir Van Wilgenburg û Omar Hossino, "Unity or PYD Power Play ? Syrian Kurdish Dynamics After the Erbil Agreement / Yekîtî yan jî lîstika hêzê ya PYDyê? Dînamîkên kurd yên sûrîyeyî piştî lihevkirina Hewlêrê", Henry Jackson Society, 2012.

 

(13) Jane Araf, "Massoud Barzani: Flying the Kurdish Flag / Mesûd Barzanî: Pêldana Alaya Kurdistanê", Al-Jazeera, 29ê tîrmeha 2012an: http://www.aljazeera.com/programmes/

Wergera ji ingilîzî: Luqman Guldivê