Sê hîpotez ji bo yek Big Bangê

Gerdûnzanist, zanista gerdûnî, dîsîplîna serhildêr
Translator

Ji qewlê xelatwergirê Nobelê Leon Lederman, Li Rêxistina Ewropî ya ji bo Lêgerîna Nukleer a li Genevê, lêkolîner ke-tine pey peydekirina "Hûrcew-hera-Xwedê". "Hûrcewhera Higgs", ku ji navê fîzîkzan Peter Higgs hatiye, wê bikaribe rê ji ravekirina xweserîyên gerdûnê re veke. Şopajotina hûrcewhera bêdawî wê bikaribe bi xwe re fîzîkê jî raguherîne da ku bibe xwedî hêza ronîkirina bigewdebûna kozmosê …

Kozmolojî zanisteke tevahîya gerdûnê ye ku hewl dide kozmozê ji destpêka wê heta dawîya wê, eger tiştekî wisa hebe, terîf bike. Ew zanisteke taybet e. Serpêhatîya "sazbûna gerdûnê" helbet… tiştek e ku nikare bê texlîd kirin, ev yek dike ku pêvajoya adetî ya piştrastkirin û kontrolkirinê bi awayê ji nû ve çavdêrîya pêvajoyên wekhev ne mumkin be. Bi ser de jî çavdêr parçeyekî wê sîstemê ye ku dixwaze terîfa wê bike, ev yek nahêle ku weke divê, çavdêr xwe ji bûyeran dûr bixe û bi awayekî bêalî û objektîf wan binirxîne. Û li alîyê din, "şertên pêşî", yanî rewşa pêşî ya sîstemê ku weke nuxteya destpêkirina veguhertina wê tê hesibandin, hîn sir in. Lewre jixwe ne berîya "sîstema gerdûnê" ne jî piştî wê heye. Tevî vê jî, divê bê hesibandin ku hêzên di kêlîyên pêşî yên dîroka kozmolojîyê de tevdigerîyan, ji hêzên ku li ser rûyê erdê hatin ceribandin gelekî xurtir in û ku berevajîyê adetê, ya ku tê zanîn "rewşa dawî" ya tişta tê analîz kirin e –û ya ku lêdigerin rewşa wê ya pêşî ye. Lê belê tevî van zehmetîyan (û hinekî bi saya wan), kozmolojî bû zanistek, heta bû zanisteke qethîbûn û vebirîbûnê. Modela standard a Big Bangê, yanî ya gerdûneke ku ji 14 mîlyar salan ve mezin dibe, îro bawerîya mirov bi xwe tîne ji ber ku bi hêmanên saxlem tê rave kirin.

Di warê çavdêrîyê de, gelek sedemên bêqusûr kirin ku fikra gerdûneke ku mezin dibe xwe di sedsala 20ê de ferz bike. Galaks ji hev dûr dikevin, hebûna hêmanên kîmyayî yên pirhejmar di gerdûnê de pêşdîtinên fîzîka nukleer ên di senaryoyeke weke Big Bangê de erê dikin. Û wisa xuya ye naveroka kozmozê bi demê re diberide, eger ew statîk û bêdawî bûya ev yek nikarîbû pêk were. Û di dawîyê de, rohnîya fosîl ku bi rastî yekem rohnîya gerdûnê ye bi tevahî çawa ku jê dihat hêvî kirin, wisa tevdigere. Ev hîm fotonan diweşîne, ango tîrêjên ronahîyê ku ji her alîyê ezmên ve tên, ku di sala 1965ê de hat kifş kirin, îro pir bi endazyarîyeke heta niha nedîtî ji alîyê satelîta ewropî Planck (1) ve tên analîz kirin. Ev weşîna tîrêjên ronahîyê îsbata dema germahîyeke zêde ya gerdûnê ye ku piştî Big Bangê qewimî û bi vî awayî xetên sereke yên modelê jî piştrast dike. Bi ser de jî ew dike ku şopa pir girîng a fîzîka gerdûnê were parastin: Kêlîyên herî pêşî, hêdîka, li razên xwe hemûyan mikur tên.

Li gel van bingehên ku xwe dispêrin ezmûnan, modela Big Bangê bi avakirina çarçoveyeke teorîk ya hêja xwe da der: Îzafîyeta giştî, ku terîfa kûr û rast ya mekan û demê dike. Ew nîşan dike ku –û ev yek bi xwe şoreşeke mezin e– dem û mekan êdî ne ew cîh e ku bûyer lê diqewîmin, lê belê nîşan dide ku ew bi xwe bûyerek in. Yanî bi gotineke din, dem û mekan dînamîk dibin: Mezinbûna gerdûnê ne ji cîhguhertina madeyên di mekên de pêk tê, lê belê ji bigewdebûna mekên bixwe pek tê. Jixwe mirov dikare di vê çarçoveyê de bi rastî li ser kunên reş bisekine. Wextê stêrkeke dêw bi awayê supernova diteqe, cîhek di mekên de çêdibe ku ewqasî dagirtî ye ku tu tişt nikare jê derkeve. Struktura qulikên reş ewqasî tevlihev e ku tê de mekan dibe zeman û zeman vediguhere mekên. (2) Yanî mirov dikare bibêje ku mekan bi ser ve diçe, bi ser taybetîya navendî ku dawîya demê destnîşan dike! Kunên reş ku teorîya îzafiyetê heta bi asta wê ya herî jor dibe, rê li ber fenomenên dijwar vedikin. Mesela leza cismekî ku dikeve nava kuneke reş ji alîyê çavdêrekî cîran ve weke leza herî bilind (leza ronahiyê) wê bihata hesibandin, lê belê ji alîyê çavdêrekî li dûr ve wê weke leza herî kêm (yanî sifir) bihata hesibandin.

Tevî ku modela em behsê dikin bêqusûr nîne û li ser sê pirsên yekser disekine.

Berî her tiştî, em nizanin ka piranîya gewdeya gerdûnê ji çi pêk tê? Ya ji vê jî xirabtir, em dikarin dest nîşan bikin ku ev "maddeya reş" ji pirîskên ji alîyê fîzîka enerjîyên bilind ve hatin terîf kirin, pêk nayê. Yanî gumana me dualî ye: Li alîyekî kozmolojîk e ji ber ku hêmana sereke ya gerdûnê ye û li alîyê din jî madeyî ye ji ber ku divê pirîskên nû yên nehatî kifş kirin, werin dîtin. Ravekirinên mumkin, gelek in. Ya ku zêdetir bawerîya mirov bi xwe tîne îhtimala hebûna sîmetrîyeke nû ya avakêr a xwezayê ye (jê re supersîmetrî dibêjin): Têkilîyekê di navbera pirîskên ku madeyê pêk tînin (quark, elektron…) û yên ku dibin navgîna jihevdanûstandinê (mesela pirîskên elektromuxlandîs yan jî yên nukleer). Ji vê hîpoteza delal wê hebûna madeyên giran û sabît ku mumkin e madeya reş a gerdûnê pêk tînin û ku ji madeyên xuya dikin şêst caran zêdetir in, derketa holê. Ev dîtin, ku bi saya bilezkerên pirîskan ve derketin holê –bi taybetî bi saya Large Hardon Collider (LHC) ya Navenda Ewropî ya Lêkolînên Nukleer (CERN) ku li Cenevreyê ye –îro pirsgirêka sereke ya fîzîsyen û kozmologan e. Heta niha LHC bi ser tu îsbata hebûna supermetrîyekê ve nebû. Berevajîya vê versîyona "herî mutewazî" ya vê teorîyê jî li derve hat hiştin.

Paşê, berîya dehsalekê, çavdêrîyên bawerî bi wan tê nişan dan ku mezinbûna gerdûnê her diçe bi leztir dibe. (3) Eger hêza yekane ku heta astên bilind tevdigere, hêza erdkêşîyê be û ew hêzek e ku ber bi xwe ve dikşîne, çawa dibe ku gerdûn bileztir dibe? Ji ber ku hêza ku mirov difikire sedema vê bilezbûnê ye du caran ji hêza madeya reş mezintir e, pirsa me kir dibe sedema çalakvanîyeke xurtir a teorîk û çavdêrîyê.

Di dawîyê de, Big Bang bixwe, weke kêlîya avaker, tiştekî ku qet naye fêmkirin e. Maneya vê destpêka neavakirî ("avakirineke di demê de, lewre hebûna avakerekî, yanî Xwedê!" : Gotinên Pie XII di sala 1951ê de gotî, hesabên dihatin kirin bi bîr dixist) û di warê matematîkê de şêlo çi ye? Di demeke ku teorî êdî hew rewa bû, ew pêşdîtineke îzafiyeta giştî ye. Sedema êdî ne rewabûnê ya vê teorîyê hêsan tê fêm kirin: Ew ji dersên mekanîka kuantîk û fîzîk a mîkrokozmozê dibihure. Ev ders nîşan didin ku di pîvana piçûk de her tişt bêdewamî dibe, ku pirîskên bingehîn dikarin di heman demê de li cîhên cuda bin, û ku divê têgeha teorîya îhtîmalê (sedemeke rê li ber encameke muhtemel vedike) şûna fikrên teqez (sedemek rê li ber encameke teqez vedike) bigire. Lihevanîna îzafîyeta giştî û fîzîka kuantîk tiştekî gelekî zehmet e ku hema hema sedsaleke aqildarên mezin hewl didin, bikin. Nêzîkatîya herî timambûyî ya ku pêdivîya wê bi îhtîmalên ku her tiştî serûbinî hev dikin nîne, bêguman a erdkişandina kuantîk a bi xelek e. (4) Ev xelek avahîyek e ku ne di nav mekên de ye, belê mekên bixwe pêk tîne. Qaşo ew ji "atomên" piçûk ên bingehîn ku em tê de dijîn, pêk hatiye.

Wexta em navê gerdûnê lê dikin, ev model nêrîna me ya kozmolojîk bi awayekî radîkal diguherîne: Big Bang, ku taybetmendîyeke safî ye, jê dibe û "guhertineke mezin" şûna wê digire. Bi gotineke din, wisa tê fikirîn ku "berîya Big Bangê" tiştek hebû, mekanekî şidiyayî ya ku wexta tijîbûna wê giha asta herî bilind, guherî û rê li ber mezinbûna îroyîn a gerdûnê vekir. Bi ser de jî, ji ber ku vê guhertina mezin di ronahîya fosîl de şopên ku em dikarin bi dest bixin li pey xwe hiştine, ev teorîya birêkûpêk û ji alîyê matematîkê ve baş hatiye terîf kirin, dikare were ceribandin.

Lê nêrîneke din jî heye, teorîya tayan (5), ku dihêle mirov pirsa giran a hebûna gerdûnên pirhejmar bike. Li gor vê teorîyê, qaşo di encama înflasyonê -yanî pir zêde mezinbûna "bejna" gerdûnê di kêlîyên pêşî de -ne gerdûneke bi tenê, belê hejmareke bêdawî gerdûn-glok hatine afirandin û ev gerdûn-glok li gor qanûnên fîzîkê yên cihê (ku ji alîyê tayan ve hatine dîyar kirin) ava bûne. Îhtîmal e ku ev ta ji yên ku gloka em tê de dijîn bi rê ve dibin gelekî dûr û cihê bin. Piştî ku Nicolas Copernic, Charles Darwîn û Sigmund Freud derb li îmaja ku mirov li ser statuya xwe ya "kesê hilbijartî" avakiribû xistin, birîneke nû ya ezperestîyê vebû: Gerdûna me bixwe ye ku ji cihê xwe yê bilind ket erdê û ku êdî weke parçeyekî ku naşibe tu tiştî ku hebûna wî di nav vê "pirgerdûnîya" fireh de îhtîmalek e. Li deverên din dinyayên bê ronahî, dinyayên bê made, dinyayên dehalî… Belkî her gerdûn-glok xwedî Big Banga xwe û alîyên xwe be. Belkî her tişt, an jî hema hema her tişt mumkin e. Qaşo di nav vê avahîya dikeve nav hev ya pirgerdûnan de, em di nav yekê ji wan de ne ku tê de hebûna tevlihevî, yanî jîyanê mumkin e -warekî gelekî piçûk ku tê de fizîkê şiklekî narîn û dijwar girt, şiklê ku em fizîkê pê nas dikin. Bêguman erda em li ser dijîn bi tu awayî pirgerdûnîyê bi giştî temsîl nake. Ev ne teorîyek e, lê belê pêşdîtina hin teorîyan e, lewra herçiqas pir spekulatîf be jî bi maneya klasîk a peyvê ev model dikare were test kirin. Wisa tê fikirîn ku berevajîya li cem mirovan adet e ku li ser efsaneyên yekbûn û birêkûpêkbûnê avabûyî ye, ya reel bêhtir piralî ye. Ev yek rêûresma fikreke paralel a atomîstên yewnan heta bi hin fîlozofên analîtîk weke François Rabelais, Gottfried Wilhelm Leibniz, Ludwig Wittgenstein yan jî Jacques Derrida bi bîr dixe.

Ev hîpotez pêdivîya hişkbûna fizîka adetî mandel nakin. Lê belê ew belkî derîyên nû vedikin. Ew tên ser sînoran da ku wan bihelînin, ji holê rakin; ew bi îhtîmala jihevdexistinekê re rûbirû ne. Guman jê nayê birin, ev e ya ku mijara hêvîyên me yên elaqedarî zanista fenê dîyar dike. Ev nêzîkayî ferz dike ku mirov bi baldarîyeke nişmî bi wan kitekitên rêûresmê ew jibirkirî, bi wan mijarên li ser wan lihevnekirî, bi nakokî û bi nederan dakeve. Ew han dide da ku mirov fizîkê weke avahîyekê ji hev derxe û wî mafî bidiyê ku ew ne yekane şêwazê rastîyê yê rast be. Dibe ku mesele îro qat bi qat zêdekirina awayên muhtemel ên têkilîyên me yên bi rastîyê (rastîyan) re be. Cihêrengî û pirrrengîya harîqulade ya dinyayê bêguman pirrengîyeke nû di awayên me yên serwextbûna li wê de ferz dike. Nebûna xeyalê timî ji zêdebûna fikrên wêrek bêhtir zirar li zanistê kiriye.

Fîlozof Gilles Deleuze weha nivîsîbû: "Liberxwedan afirandin e". Bi tevahî li ser vî awayê fikir, îro afirandina zanistî xwe pêk tîne (yan jî diviyabû xwe pêk bîne): Liberxwedana li dijî fikrên heyî, li dijî elaqedarnebûna siyasî ji bo lêkolîna sereke, li dijî hêsanîya konformîzmê, li dijî zêdekirina mercîyên notdayînê yên hem pir zivêrker in û hem jî sethî ne, li dijî înflasyona sosret a burokrasîyê, li dijî bi awayekî birêkûpêk îtxalkirina qalib û dogmayên lîberal, li deverên ku wê bivênevê têk biçin; li dijî xizanbûna giştîkirî ya ku destekê dide bicîhkirina sîstemeke di warê întellektuel de pêşîlêgir. Der barê mijarê de Carlo Rovelli (6) vê fikra li jêr derdixe pêş: "Serhildêrîya nifşên berîya me ya li hemberî nêrînên berê heyî yên der barê dinyayê de, hewldanên wan ên ji bo fikirîna li rûyê dinyaya me çêkirin. Nêrîna me ya der barê dinyayê de û rastîyên me, xewnên wan ên pêkhatî ne. Tu sedem nîne ku mirov ji paşerojê bitirse: Em dikarin liberrabûna xwe, texeyûlkirina dinyayên din ên mumkin û gera li wan dewam bikin".

Çavkanî

Aurélien Barrau:
Astrofîzîsîyeneke Laboratuwara fîzîkê ya jêratomîk û kozmolojîyê (CNRS), profesora zanîngehê Joseph Fourier û endama Enstîtuya Zanîngehî ya Franseyê.

  1. Binêre li malpera www.planck.fr
  2. Jean-Pierre Luminet, Le Destin de l’Univers (Çarenûsa Gerdûnê), Gallimard, Parîs, 2010
  3. Ev vedîtin bi xelata Nobelê ya ji bo fizîkê ya sala 2011ê hat xelat kirin
  4. Martin Bojowald, L’Univers en rebond (Gerdûna Diguhere), Albin Michel, Parîs, 2011
  5. Steve Gubser, The Little Book of String Theory (Pirtûka Piçûk a Teorîya Tayî), Princeton University Press, 2010
  6. Carlo Rovelli, Qu’est-ce que le temps? Qu’est-ce que l’espace? (Dem çi ye? Mekan çi ye?), Bernard Gilson edîtor, Parîs, 2004

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya