Sedemên cuda yên teqînekê

Koçberên afrîkî di tora mafyaya kalabrîyê de
Translator

Bi hatina dem cot re, bajarê Kalabrî ya Rosarnoyê xwe ji bo vegera karkerên demsalî, yên ku îsyanên aloz yên çileya paşîna 2010'ê ji bajêr bezandibûn, amade dike. Wê demê jî, medyayê bi yekdengî nifûsa bajêr bi «nijadperestiyê» tawanbar kiribû. Em vegeriyan şûna pevçûnan, da ku sedemên din destnîşan bikin.




Li nêzîkî dergehê kevnebinyada Operaya Sîlayê, mirov li rastî parçeyên erebeyeke şewîtî tê. Ev şopa dawî ya «serhildana Rosarno'yê» ye, ku weha li ber deriyê vê kevnekargeha guherandina zeytûnan hat hiştin. Di roja 7'ê çileya paşîna bihurî de, ev qezaya cotyarî ya Kalabra'yê, ku xwediyê 16 000 niştecîhan e, bûye paşxana raperrînan, paşê ku karkerekî togoyî, Ayiva Saibou, bi fîşekên tifingê hat birîndarkirin. Ew wê demê ji zêviyên porteqalan vedigeriya, yek ji 900 karkerên demsalî ku li wira, di bin mercên tenduristî yên erjeng de, li ser hev dijîn.

Yek ji wan karkeran vê meseleyê weha vedibêje : « Êdî zêde bû, em raperiyan. Bes beşek ji niştecîhan li dijî me derket û erîş anî ser me. » Ji ber şîddeta şerrekî bi dar, hesin û koktayl molotovan, dewlet neçar ma ku, di roja 10'ê çileya paşînê de, bi acilî 700 koçberan bi rêya otobusê ji bajêr bi dûr bixe û wan bibe bajarên Krotona û Bariyê. (1)

Rewşa aborî û şert û mercên jiyanê yên hemwelatiyên ne-ewropayî ji dawiya salên 1990'î û vir de bûn kêşe, lewre jî hêjayî pirsînê ye ka çima bûyerên Rosarno'yê bi taybetî di sala 2010'ê de rû dane ? Çapemeniya îtalyayî û navneteweyî, ev xezeba giştî bi tenê weke bertekeke nijadperest daxuyand. « Pevçûnên nijadperest » ; « nêçîra koçberan ». Heta The Guardian’ê jî, di çapa xwe ya 10'ê çileya paşîna 2010'ê de, Îtalya weke « welatekî ku yekîtiya xwe di nijadperestiyê de pêk tîne » destnîşan kir. Bes gelo kîneke weha bi sedemekê tenê rave dibe ?

Ji dûr ve, rewşa Rosarnoyê ji ya deverên din ên cotyariya xurt ne cuda ye - bi taybetî ku em li Endulusyayê biniherîn. (2) Li derdora 1600 eraziyên, ku bi naverastî 1,8 hektarê fireh in, qamûşa cotyarî ya deştê çêdikin. Giulana Paciola, endama Enstîtûya Neteweyî ya Aboriya Cotyarî (INEA) bi pêbaweriyê balê dikişîne ser ku di nava erdên bi vî rengî de, «hebûna karkerên demsalî insûreke tevnî ye. Li Kalabra'yê, % 95'ê wan bi awayekî derqanûnî tên xebitandin »,.

Di sala 2009'ê de, bêhtir ji 10 500 karkerên ganayî, senegalî, kêlbefîlî, nîjeryayî an malîyî, bi kaxez an bê kaxiz, digel karkerên din ên ji welatên rojhilata Ewropayê ku nû ketine Yekîtiya Ewropayê, di herêmê de kar kir. 20 sal berê, hejmara wan derbasî 800 kesî nedibû. Bi tenê di sala 2009'ê de, zêdebûneke % 30 hat tomarkirin. Ev karker hane ku pirrî caran qaçax in û bê peyamê dixebitin, ji bo heqê 20-25 euroyan serê rojekê - nîvê hatina karkerekî zagonî yê niştecîhê herêmê - an jî 1 euro ji bo her zembîla porteqalan, ji berbangê heta avabûna rojê xwe li ser kar diwestin. Wekî din, capo (serok) yê ku wan bi rojekê dixebitîne, beşek ji qezencên wan jî ji xwe re vediqetîne. Ew di têkiliyên di navbera xwediyê axê û cotyaran de rola navberekî dileyize, û ew navenda pergaleke xebitandinê ye, ya ku bi giranî di bin bandora sûcên rêxistinkirî de ye, û pirrî caran jî, bi taybetî di eraziyên mezin de yên ku beşeke mezin a braccianti (karkerên demsalî) yên afrîkayî dixebitînin, bi van sûcan ve girêdayî ye.

Ji salên 2008-2009'ê ve, dema ku xebatkarên demsalî, yên ji hêla 'Ndrangheta'yê (mafyaya kalabrî) ve xebitandî, di deşta Gioia Tauro'yê de bi hejmarên hîn pirr mezin kom dibûn, beşa sitrûsan qeyraneke girîng derbas kir. Antonino Inuso, serokê Konfederasyona Îtalyayî ya Cotyaran (KÎA) yê qezaya Reggio di Kalabrya'yê vê rewşê weha vedibêje : « Daketina mayînde ya buhaya porteqalên endustryel, yên ku ji bo guherandina bo ava porteqalan tên bikaranîn, ku ev jî beşa esas ya berhemdariya deştê, bûye daketineke bê bin û asteke nedîtî ya 5 sentîm ji bo kîloyekê gihîşt. » Ew weha jî didome : « Bi tenê di sêmehiya duyem a sala 2009'ê, hatina naverast a cotyarên deştê % 25 kêm bû. »

Nizmbûna buyahan a li seranserê dunyayê, dijberiya xurt a porteqalên biyanî (bi taybetî yên Brasîlyayê), dawiya mîsogerkirina fiyatan a ji hêla Siyaseta Cotyarî ya Hevpar (SCH) ve : ev sedem hemû li hev zêde bûn û xirabûna adaniya çandina sitrûsan bi xwe re anî. Ji bo Giuseppe Mangone yê serokê KÎA'yê yê herêmê, di Kalabrayê de ji 32 000 hektarî yên ji bo vê curê eraziyan veqetandî, 4 000 hektarî di bin xetereya tunebûnê de ne. « Cotyarên dirust ên deştê zehmetiyên weha dikişînin ku heta meaşa braccianti'yan nikarin bidinê », Inuso bi şermokî dibêje.

Merivekî xwîngerm, cixareyek di destê wî de, Domenico Bagnato, « qeymeqamê ne ji rêzê » yê Rosarnoyê, me di buroya... şaredêr de pêşwazî dike, ji ber ku ji 10'ê çileya pêşîn 2008'ê ve ye ku şaredarê bajêr tune ye. Di wê rojê de, desteya şaredariyê li gorî zagona dijmafyayê ji bo 18 mehan hat pûçkirin. Li derdora deh heb bajarokên din jî di heman rewşê de ne. (3) Ji bo çi ? « Paşê îspatkirina girêdanên di navbera xebata îdarî ya şaredariyê û rêxistinên sûcdar de, em li vir hatin wezîfedarkirin », Bagnato rave dike.

Bi kiryarên weke hilbijartina şaredar û şêwirmendên şaredariyê yên şirîk, bidestxistina birêvebiriyê û şîrketên xizmetdayînê, 'Ndrangheta dilsozê irfa xwe ya kevn dimîne. Di sitrûsçîniyê de, ew buhaya firotinê li ser berhemdêran ferz dike û beşên guherandinê, barkirin û xistina pazarê jî di destên wî de ne. Tekedestê mafyayî tevahiya beşê bertîl dike. Bagnato rewşê weha dinirxîne : « Cotyar kîloyeke porteqalên masayî bi 50 qirûşan difiroşe bazirganan. Mafya, ya ku belavkirin û pazarê kontrol dike, vî fiyatî ferz dike. Cotyarek nîne ku dê bikare berhemên xwe bi buhayeke din bifiroşe. Weha ye. Di vê fiyatê de, beşa pareyê xebatê 8 sentîm e, û 4 sentîm jî ji bo xebata nezagonî... Li aliyê din ê zincîrê, ev berhem dikare bi fiyateke di navbera 2 û 2,50 euroyan de di supermarketê de bê firoştin. »

Lê belê mafya li wir nasekine. Têkoşêrê dûvûdirêj ê li hemberî mafyayê û dozgêrê komarê yê dadgeha Palmiyê, ya ku li ser deşta Gioia Tauro jî hikumdar e, Giuseppe Creazzo rêbazên bidestxistina diravên giştî - herêmî, neteweyî û ewropayî jî - yên 'Ndrangheta'yê li ber me weha rêz dike : « Di beşa cotyariyê de, bi taybetî di zeytûnçînî û sitrûsçîniyê de, bidestxistina axan weke pîvana çavbirçîtiya binemalan dikare bê dîtin. Kirrîn û dançandina erdan rê li ber « spîkirina » sermayeyan vedike, bes ew jî dihêle ku ev binemal diravên giştî, yên Yekîtiya Ewropayê jî di pêş de, wer bigrin. » Ev xebat pir berhemdar e. Di sala 2007'ê de, rayedarên îtalyayî li Kalabra'yê 451 mînakên qaçaxçîtiyê (ya diravên ewropayî û diravên giştî yên dewletê) îspat kirin, ji bo yekomeke 125 mîlyon euroyî. (4)

Du sal berê, YE'yê şertên dana finansmanên xwe guherandin, da ku ji berhemdariya erdan bêhtir qîmetê bide hatina cotyaran. Nuha rewş weha ye ku berfirehî û hejmara kokên darên porteqalan yên areziyekê şûna hejmara porteqalên berhemdayî girt. Giulana Paciola vê diyardeyê weha tehlîl dike : « Vê daneyê pergala aborî û civakî ya Rosarno'yê guherand. Hektareke çandî dikare 250 kentalên sitrûsan berhem bide. Beriya 1'ê rêbendana 2008'ê, Yekîtiya Ewropayê ji bo kentalekê 10 euroyî dida. Areziyeke naverast a yek hektarê bi vî awayî 2500 euroyî distandin - û hîn bêhtir bi qaçaxçîkirinê... Anuha, her areziyekê di navbera 800 û 1200 euroyî de distîne, û ne mimkun e jî ku ew YE'yê bixapîne ! » Beşeke karkerên nû hatî êdî zêde ne.

 

Rûniştina wan heye, lê hê jî tên bidûrxistin

Di herêmê de, karkerekî ku di demsalê de 51 rojê xebitîbe - 5 rojan ku tofaneke xwezayî qewimîbe jî - ji bo mayîna salê tezmînateke betaliyê distîne. Mafya û xwediyên axê yên piçûk, ev pergal jî ji rê derxist : ew kesên ku naxebitin weke karkerên demsalî diyar dikin (falsi braccianti), an jî kesên din li şûna wan dixebitînin.

Li Kalabrayê, 13 500 karker li Istituto Nazionale della Previdenza Soziale (INPS, saziya berpirsyara dana tezmînatên civakî) qeydkirî ne, û INPS jî tezmînatan dide % 75’ê ji wan. (5) Rewş weha ye ku rêjeya wergirên tezmînatê, di tevahiya welêt de, li Kalabra'yê herî bilind e... Giulana Paciola diyar dike ku « INPS ji xewa xwe rabû û wê lîsteya wergirên tezmînatan di ber çavan re derbas kir. Ji 2008'ê ve, ev lîste bi nîvî hat kêmkirin, û çavdêrî jî zêde bûn. Berî, bimifa bû ku meriv porteqalan ji bo wergirtina alîkariyên YE'yê kom bike, û wekî din xebatên din bike û diravên INPS'ê bistîne. »

Ew weha didome : « Qeyrana aborî hejmareke mezin a karkerên koçber, ku kaxizên wan hebûn bes ji karê xwe yên di pîşesaziyên bakurî de hatibûn avêtin, ber bi başûrî ve anîn. Lê belê, di heman demê de, di deşta Gioia Tauro'yê de, pêwîstiya bi karkerên sitrûsan pirr kêm dibû. » Domenico Bagnato vê tehlîlê piştrast dike : « Bi pey bûyerên rêbendanê re, polês diyar kir ku % 50 karkerên demsalî yên ne-ewropayî ku hatibûn dûrxistin, xwediyê daniştinê bûn û ji ber ku ji karê xwe hatibûn avêtin, ji bakurî hatibûn. Tunebûna xebatê ev koçberên demsalî li vir bi cîh kirin. » Rewş weha ye ku ji 2008'ê ve, çar insûrên cuda, lê bi awayekî bi hev ve girêdayî jî, li Rosarno'yê li ser hev bûn û aloziyên aborî û civakî zêde kirin : qeyrana bêşa sitrûsan, ku nifûsa herêmî xist tengasiyê û bandora xwe li hatina cotyaran kir ; guherandina şertên dana alîkariyên ewropayî, ku 'Ndrangheta'yê ji vê xebatê xemsar kir ; biryarên INPS'ê, ku pergaleke hatinên sextekar, ya ku beşeke nifûsê jê sûd werdigirt, lerizand ; û, taliyê, encamên pêşî yên qeyrana aborî ya navneteweyî li ser welêt.

Ev insûrên cuda, û ne tenê nijad-perestî, arîşeyên di navbera komên civakî yên cihê de, û bi taybetî cotya-rên piçûk û karkerên koçber, geş kirin. Lê belê, erdên herêmê hê jî di destê 'Ndranghetayê de ne, û ew hê jî pereyan distîne û mafê her kesî dixwe.

 

Christophe Ventura: Rojnamevan

 

(1) Li gorî ajansa Ansa ku hejmarên walîtiya qezaya Reggio di Kalabrayê dubare dike, di roja 26'ê nîsana 2010'ê de, 53 kes birîndar bûn, 21 koçber, 18 polês û 14 niştecîhên herêmê jî di nav de.

(2) Bnr. Pierre Daum û Aurel, « Et pour quelques tomates de plus » (« Ji bo çend bacanên sor ên zêde »), Le Monde diplomatique, adara 2010'ê.

(3) Bnr. Antonello Mangano, Gli africani salveranno l'Italia (Afrîqayî dê Îtalyayê bifilitînin), Rizzoli, Mîlan, 2010.

(4) Desteya meclîsî ya lêpirsîna diyardeya mafya û şîrketên sûcdar ên wekî wê, « Rapora salane ya li ser 'Ndrangheta'yê », 2008, www.camera.it

(5) Bnr. Sergio Rizzo û Gian Antonio Stella, « I cinque martiri e i centomila falsi braccianti », Il corriere della sera, Mîlan, 29'ê gulana 2010'ê.

Wergera ji fransî: Simko Destan