Sedsalek berê li Amerîkayê (DYA), nîqaşeke bingehîn

Translator

Reformîst, American Fede-ration of Labor (AFL), Federasyona Amerîkî ya Karkeran, demek dirêj li hember şoreşgerên Industrial Workers of the World (IWW) -Karkerên Endustrî yên Cîhanê û Partîya Sosyalîst sekînîn. Di navenda raberizînên wan de pirsek: Gelo divê ku sendîka mafên karkeran yên acîl biparêzin an wan ji bo tekoşînên polîtîk yên dûr û dirêj amade bikin?

Sala 1912ê, serokkomarê komarxwaz William Howard Taft ji ber zêdebûna şerên xebatê li Dewletên Yekbûyî bi endîşe ye. Lewre jî, ew ji Kongreyê dixwaze ku bala xwe bide ser têkilîyên pîşesazîyê. Cîgirê wî yê demokrat, Woodrow Wilson, neh endamên komîsyona lêpirsîna parlemanî ya derheqê vê peywirdar kirin. Li gulana 1914ê, ew bang li Samuel Gompers ê serokê Federasyona Amerîkî ya Xebatê (AFL) û Moris Hillquitê damezrîner û ramyarê Partîya Sosyalîst a di bin serokatîya Eugene Dibbs de dike, da ku cudatîyên li nav sendîkavanî û sosyalîzmê dîyar bikin. Ev cudatî li ser sedema heyînîya têkoşînên sosyal û armanca dawîn a têkoşîna sendîkayî xuya dibin: Parastina rojane ya berjewendîyên niha yên xebatkaran, yan jî amadekirina wan a ji bo têkoşîneke siyasî ya demdirêj. Di dema guhdarîyê de, Gompers pêşî pirsa xwezaya demokratîk a sosyalîzmê ji Hillquit dike. Bi dû re, rayedarê sendîkayî jî li ber lêpirsînê ye.

Hillquit: Gelo hûn, birêz Gompers, an jî Federasyon, bi rastî weha difikirin ku xebatkarên amerîkî îro hemû berhemên xebata xwe distînin? […]
Gompers: Bi min, kes nikare bi hûrgilî hesab bike ka xebatkar pareke çiqas mezin a berhemdêrîya xwe distînin. Lê belê rast e ku, bi xêra tevgera sendîkayî, ev par îro ji hemû demên dîroka modern mezintir e.
Hillquit: Rola sendîkayekê jî ev e ku para berhemdêrîyê ya ji bo xebatkaran veqetandî zêde bibe, ne wisa?
Gompers: Belê. Sendîka ji şirketê hêvî dikin ku ew ji bo xizmeta wan spasdarîya xwe şanî xebatkaran bike, lewre ku bêyî wan jîyaneke medenî nabe.
[…]
Hillquit: Eger di ber sala bê re, xebatkar % 5 zêde bistînin, gelo sendîka wê jê razî bibin û ji daxwazên xwe dakevin?

Ger bûyer bi teorîyên we re, li hev neguncin, hûn ji xwe re dibêjin: "heyfa bûyeran"

Gompers: Ku ez li gor zanîna xwe ya xwezaya mirovan bifikirim, bersiv neyînî ye.
Hillquit: Gelo tevgera karkeran wê dawî li daxwazên xwe bîne berî ku xebatkar para teva ya berhemdêrîya xwe bistînin, yanî berî ku, bi dîtina wan, edaleteke sosyal a rasteqîn çêbibe?
Gompers: Ez ê weha bersiva vê pirsa dabeşîya berhemên xebatê ku hûn çendî bi kubarî li ser radiwestin, bidim û bibêjim ku xebatkar -ez bêhtir dixwazim peyva xebatkar bi kar bînim, lewre ku ev însan in jî-, erê, xebatkar weke herkesî xwedî 'eynî daxwaz û 'eynî hêvîyê ne, ew naxwazin heta mirinê ji bo jîyaneke baştir bipên, ew vê jîyanê li vir û niha dixwazin, herweke şert û mercên xweştir ji bo zarokên xwe da ku ew bikaribin, rojekê, bi pirsgirêkên xwe jî bi ser kevin. Xebatkar hertimî rewşê didin guherandin û daxwazên xwe bi hemû hêza xwe diparêzin. Ew van hêzan bi awayekî asayî û aqilane bi kar tînin, ji bo ku pareke mezintir û timî di zêdebûnê de ya dewlemendîyan ji xwe re misoger bikin. Ew ji bo îdealên herî bilind ên edaleta civakî têdikoşin.
Hillquit: Di warê vebelavkirina dewlemendîyan de, gelo îdealên herî bilind ên edaleta civakî ne di sazkirina pergaleke weha de ne ku xebatkar, çi dest an çi aqilê xwe dişixulînin, çi berpirs an karker in, pareke tevahî ya berhemdêrîya xwe distînin?
Gompers: Hûn dizanin, masî bi gezkirina nîkê zeft dibe û mişk jî bi xwarina gepek penîr. Xebatkarê bi aqil bêhtir dixwaze bi pirsgirêkên îro mijûl bibe da ku bi pêş keve, li şûna şopandina xeyaleke ku tu caran di meşandina karên mirovane de rastî nebû û ez jê ewle me, dê rastî nebe jî. Xeyaleke weha ye ku eger bê rastîyê, metirsî heye ku ew ê bibe xirabtirîn pergala produksyonê ya aqil a mirovan îcad kiribe.
[...]
Hillquit: Gelo Federasyona Amerîkî ya Xebatê felsefeyeke civakî ya giştî daye ber xwe?
Gompers: Ew li gor dîroka rabihurî diçe û dersan jê distîne, da ku pirsgirêkên xebatkaran nas bike, xebata wan kêmtir zehmet bike, encamên baştir ên di warê çêbûna şert û mercên xebatê de bi dest bixe, ji bo mêr, jin û zarokan, îro, sibe û dusibe û heta sêsibe jî, ji bo ku heroj ji roja berê xweştir bibe. Prensîp, felsefe û armanca tevgera karkeran ev e: Misogerkirina jîyaneke xweştir ji hemîyan re.
Hillquit: Lê belê, ji bo van hewldanên başbûna roj bi roj, divê hûn fikireke taybet a başî û xirabîyê esas bigrin, ne wisa?
Gompers: Ne wisa ye. Eger hûn bernameyekê didin ber xwe, hertişt divê li gor wê bimeşe. Ku bûyer jî li gor teorîyên we nebin, ev tê maneya "dev ji bûyeran berde".
Hillquit: Birêz Gompers, ez vî tiştî ji we dipirsim. Hûn dibêjin ku hûn dixwazin qedera xebatkaran a rojane baş bikin. Lê belê, ji bo bibînin ka qedera wan ber bi başîyê yan xirabîyê ve diçe, divê pîvanên we yên cudakirina başî û xirabîya ji bo tevgera karkeran hebin, ne wisa?
Gompers [ew gotinên hev û du dibirin]: Deqîqeyekê. Gelo zelalbûnîyeke bêemsal lazim e, da ku mirov ferqa navbera meaşeke 3 dolaran ji bo rojeke heşt seetên xebatê û meaşeke 2.50 dolaran ji bo rojeke dwanzdeh seetên xebatê bibîne? Felsefeyeke sosyal a pir kompleks jê re ne pêwîst e.
Hillquit: Birêz Gompers, eger weha be, li gor feraseta we, gelo 4 dolar ji bo rojeke heft seetên xebateke di şert û mercên xweş de hîn baştir nîne?
Gompers: Bêguman.
[...]
Hillquit: Baş e. Lê dema ku we ev jî bi dest xist...
Gompers: Em ê zêde bixwazin.
Hillquit: Hûn ê têkoşîna xwe ji bo zêde pêşketinê bidomînin?
Gompers: Erê.
Hillquit: Ez dîsa 'eynî pirsê ji we dikim: Gelo têkoşîna tevgera sendîkayî wê heta naskirina tevahî ya karê xebatkaran bidome?
Gompers: Ew ê tucarî raneweste.
Hillquit: Ev pirsek e...

"Em ji we dûrtir diçin. Lewra we ji xwe re asoyek hilbijartîye, lê ne em"

Gompers [gotina wî dibire]: Em bigihîjin armancekê din jî, ya ku we niha anî ser zimên an yeka din jî. Xebatkar wê tucarî dev ji têkoşîna ji bo jîyaneke baştir, ji bo xwe, jin û zarokên xwe û tevahîya mirovahîyê bernedin.
Hillquit: Armanca sendîkayê, bidestxistina edaleteke sosyal a teva ji bo wan, jin û zarokên wan e?
Gompers: Ev têkoşînek e ji bo başkirina her roja jîyanê.
Hillquit: Her roj û her dem...
Gompers: Her roj. Sînorê wê tune.
Hillquit: Heta...
Gompers: Heta hetayê.
Hillquit: Bi gotineke din...
Gompers: Bi gotineke din, em ji we bêhtir pêş de diçin [ken û çepikên salonê]. Hûn asoyekî li ber xwe deynin, em weha nakin.
Hillquit: Hûn bi awayekî resmî îfade dikin ku AFL, ligel armanc û kirinên xwe, ji Partîya Sosyalîst a betalkirina pergala heyî ya qezenc û meaşan dixwaze, bêhtir pêş de diçe û hewl dide ku xebatkar berdêla tevaya berhema xebata xwe bistînin.
Gompers: Hûn dixwazin ku ez piştgirîya xwe ya ji bo organîzasyona civakî ya hin xeyalperestên we di xewnan de dîtine îfade bikim û heta bibêjim ku ez dixwazim pêşdetir herim jî. Ez weha dibêjim ku tevgera xebatkaran wê meyla mirovan a ji bo daxwaza şert û mercên jîyanê yên baştir bişopîne û xebatkar wê bi vê riyê de bimeşin, bêyî ku ji armanca we yan armanceke din a pêşdetir here bifikirin. [...]

Şerê cîhanê yê yekemîn wê bibe sedema jihevveqetîna tevgera sendîkayî ya amerîkî. AFL (û Gompers) ê piştgirîyê bidin beşdarîya şerî ya Dewletên Yekbûyî. Fraksyoneke anarşîst-sendîkayî, Industrial Workers of the World, wê li dijî vê yekê derkeve; zilmkarîya hikûmetê ya ji ber vê nihêrîna wan dê beşeke fraksyonê tune bike. Bi pey re, AFL wê weke Hillquit xwestibû tu caran li hember kapîtalîzma amerîkî dernekeve; berevajîya wê, ew ê hewl bide ku endamên wê herî pir ji dînamîzma wê feyde werbigrin.

Çavkanî: "Rapora dawîn û şahîdîya ji hêla Komîsyona Têkilîyên Pîşesazî ve ji Kongreyê re pêşkêşkirî", Waşîngton, Government Printing Office, 1916, r. 1526-1529.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Simko Destan