"Sendîkayîkirina xizmetkarên nava malê, karekî pir hesas"

Translator

Îzolekirina mûçegiran, nebûna rêûresmê sendîkayî, jêbirina têkilîyên hêzê yên ji rêûresmê: Li pêşîya seferberîya kesên di sektora Alîkarîya li Malê de pir in. Mînakên li Ardeşê, li Berî û Somê.

Dumas xanim, te cil û bergên xwe li xwe kirine? Ez ê odeya te bidim hev. Di vê navê de taştê bixwe." Pauline Dumas (1) xanim hêdîka berê xwe dide metbexa xwe, di vê sibeha adarê de. Ev xanim bi zehmetî dimeşe: Temenê wê ji 80 salan bihuriye û bi awayekî birêkûpêk pêdivîya wê bi alîkarîya piştgirêka jîyana civakî heye. Danhev û paqijîya malê, ger, xwarina dermanan –û xwendina rojnameya başûrê Ardeşê Dauphiné Libéré: Dumas rojnameyê baş nabîne. Ew çend sernûçeyan dineqîne û zêde dem nakeve navê Galou xanim bi hewara wê ve tê û jê re gotarên neqandî dixwîne. Va ye ev bûn neh sal ku ev kadroya kevin a sektora bazirganîyê ya li cem Air Liquideê dixebitî, mûçegira Komeleya Xizmeta Alîkarî û Refaqeta li Malê ya li Başûrê Ardeşê (Saadam) ye. Weke nêzî sîh mûçegirên vê rêkxistinê, wê karîyera xwe ya pîşeyî guherand û pê mûçeyê xwe sê caran ji berê kêmtir kir. Seroka Saadamê Ginette Landelle vê rewşê weha rave dike: "kuafor, sekreterên birêveberîyê, mekanîsyen, aşpêj: Hemû neçar bûn dev ji karê xwe yê eslî berdin. Ji bilî tûrîzm û sektora pîrûkalan li herêma me kar û îstîxdam nîne."

Galou xanim berê dema ku li Air Liquideê dixebitî, endama Konfederasyona Fransî ya Demo-kratîk a Kar bû (CFDT). Wê tecrûbeya xwe ya sendîkavanîyê anîye nav sektora alîkarîya li malê jî: Ew delegeya Konfederasyona Giştî a Kar (CGT) e û herweha delegeya xebatkaran e jî. Ev yek bi serê xwe erk û wezîfeyeke pir mezin e di sektorekê de ku milîtantî lê pir kêm e. Zehmetîya pêşî: Mîqdara mehaneya endametîyê ye. "Dema ku ez ji hevkarên xwe re rave dikim ku ev bi tenê % 1ê mûçeyê wan e, ew weha li min vedigerînin ‘te mûçeyê em dîstînin dît?’ Piranîya wan nîv danî kar dikin û di dawîya mehê de di destê wan de tiştek namîne. Ew tercîh dikin heşt euroyan li xwedîkirina malbata xwe xerc bikin û nedin bi pûleke sendîkayê..." Bi xêra dildarîya Galou û alîkarîya veşartî ya Landelle, ku bixwe kadroyeke kevin a CGTya sektora tenduristîyê bû, li Saadamê nêzî deh hebên Destekvanên li Malê endamên sendîkayê ne. Louise Leyvastre dibêje: "ev karekî morîyan e ku em ji panzdeh salan ve dikin". Êvarê bixwe ev karkera posteyê ya teqawîtbûyî, stûna karkerîya sendîkayî ya di sektora Alîkarîya li Malê de cîvîneke li lokala CGTya Obenasê li dar dixe.

Li dora çend pîzzayan, mûçegirên amade, behsa westana xwe dikin. Kêmbûna mûçeyan, nebûna zanya-rîyan, neewlebûna kar, nîv-dan kar kirin, peymanên giştî yên kar ên tên bin pê kirin, serokatîyên dildar ên komeleyan ên ku haya wan ji mafê kar tune: Erê daxwaz pir in, lê belê hêz kêm e. Teknîsyena Destwerdana Civakî û Malbatî (TISF) Christine Martin dibêje "mûçegireke Vallon-Pont-d’Arc haya me pê xist. Bi mehan dewam kir heta ku me xwe gihand keçikan, heta ku me civîna agahdarkirinê organîze kir... Encam, tu kes nehat: Em û mûçegir bi tena serê xwe li wê derê man." Zehmetî û astengî gelek in: Pir bi serê xwe û îzole ne, di sektorên fireh de pir ferdî kar tê kirin û bi tenê pir kêm caran tên cem hev û dicivin, zehmet e mirov mûçegirên sektora alîkarîya li malê bîne cem hev. Wekî din Leyvastre bi poşmanî dibêje "ev cîhaneke ku lê çandeke sendîkayî nîne, heta bi qirikê noqî nav fikrê karê alîkarîyê bûye. Em dibihîsin ku dibêjin divê mirov xwedî "bawerî", "dilrehmîya dayikî" be da ku karibe van karan bike –ev ê bi giştî bibe destnîşankirineke xwedayî. Ev yek jî têkilîyên hêzan bi tevahî jê dibe."
"Eger hempîşeyên jin daxwaza xebata heşt saetî bikin, ji bo pêşketina wan ti feydeya etîketa (konfederasyona gelemperî ya kar) CGTê tine."

Razîkirina mûçegiran ji bo ku bikevin grevê hema hema ne mumkin e; Sylvie Francheteau a ji TISFê weha bi bîr dixe: "Ez dibihîzim ku weha li min tê vegerandin: ‘wê çi were serê mirovên ez bi wan re elaqedar dibim?’ Ev alîyê din ê vê bîrewerîya pîşeyî ya neasayî ye". Destekvana jîyana civakî Isabelle Giron behsa "tirseke ji zextan" dike, heke ew bibin endamên sendîkayan: "Piranîya xwişkên me yên hevkarên me nîv-danî kar dikin. Heke ew dixwazin tam-wextî kar bikin, berjewendîya wan nîne ku bi deq û nîşana CGTê dewam bikin –nîşaneke ku piranîya mûçegiran jê dibizdin, lewre bi komûnîzm û şoreşê ve tê têkildar kirin". Leyvastre bixwe xweşbîn e: Alîkarên li malê ên endamê CGTê berîya demeke kurt li Konseya Giştî [meclîsa herêmê] hatin qebûl kirin û hejmara endamên sendîkayan ku sala 2008ê bîst û çar bû îsal bûye şêst.

Laurence Bonnetere li Beriyê alîkarîya li malê dike, ji sala 2004ê ve li komeleyeke ku tê de 180 mûçegir hene "bi awayê nûnertîyê" kar dike. Mirovên ku alîkarîya wan tê kirin, karbidestên wê ne. "Ez dilê xwe dibijînim hevkarên xwe yên ji Ardeşê, hefteyê rojekê ew bêhna xwe vedidin, ew mehê dawîyeke hefteyê kar dikin û sûdê ji betlaneya bi meaş jî digirin..." Ev ji bo mûçegirên komeleyên xizmetê, hema hema îmtiyaz in. Heqê benzînê ya ku pereyê Bonnetere lê diçin, lê nayê vegerandin, carinan neçar dimîne panzdeh rojan li ser hev bixebite, yan jî mirovekî ku bi nexweşîya Alzheimer ketiye kar bidiyê... "halê hazir, mûçeyekî min a têra xwe gelek, li noterê hatiye bloke kirin: Kesa ku kar daye min emrê xwedê kir û li ser werasetê zarok li hev nakin." Ew ji dil û bi dil bi vî pîşeyî ve girêdayî ye ku "maneyekê li jîyanê [jîyana wê]" zêde dike, ew hewl dide hin daxwazên xwe derêxe pêş. CGTya ku ew endama wê ye, destekê dide vê dayikê û wê jî kolektîfek damezrandîye: "behsa muameleya xirab a bi kalûpîran re tê kirin, ez bi xwe, ez ê behsa muameleya xirab a bi alîkarên li malê bikim."

Radyo û rojnameyên herêmî piştgirî dan însîyatîf û hewldana wê, ya ku bi çalakîyeke mezin a belavokên li ser erebeyên ferdî û di qutîyên posteyê de hatibû dest pê kirin. Di dema civîna agahdarîya giştî ya pêşî ya wê organîze kirî de, Bonnetere bi tena serê xwe bû, tevî ku li Îndrê bi hezaran mûçegirên sektora alîkarîya li malê hene. "Ez hevkarên xwe qet nabînim, em bi awayekî ji hev belav dixebitin. Neewlebûna em tê de ne hevrikîyan dijwar dike. Dildarî û daxwaza min şikest xwariye... Û ev pir rewşeke xirab e, dema ku em belavokan belav dikin, em dikin ku muameleya ‘qeşmeran’ bi me re bikin." Westiya û ketiye ji ber ku "karê wê zêde giran e", ji ber ku bang lê dikin ji bo ku were "çaryekekê, nîv saetekê" kar bike, yan jî ji bo ku "erda baxçê bikole". Bonnetere "hindik maye kevirê xwe deyne". Ew bi awayekî bi rêkûpêk diçe buroya dewamî vekirî ya parlemanter û şaredarê ji Partîya Sosyalîst ê Arjenton-sur-Krozê: "ew mirovekî qenc e, guh dide min, lê belê ne xema wî ye: Ez ji bilî xwe nûnerîya tu kesê din nakim."

Di dema hilbijartinên dawî yên pîşeyî yên alîkarên dayinîyê ên li Somê de Catherine Matos jî civîneke agahdarkirinê li dar xist. Ew endama sendîkaya CFDTyê ye, bi tenê du kes hatin civîna wê, ew jî "bi şaşî hatibûn": "ji wan we bû, wan ê deng bidayana"... Jihevxistina pîşesazîyê bi tevahîya hêz û hêrsa xwe, derb li vê herêmê xistiye, veguhertin û berê xwe guhertina ser sektora alîkarîya li malê bi komî ye. Lê belê alîkarên dayinîyê mûçeyên xwe –di navbera 2.18 û 5 euroyan de diguhere– (2) li ber yên karkerên fabrîkeyan digirin: "ji bo wan ev ne pîşeyekî bi rastî ye. Ev karekî piçûk ê temamker e". Di van şert û mercan de zehmet e mirovan li ser peymanên kar ên giştî, yan jî li ser mafan agahdar bikin: Mûçegir nafikirin ku ev mafên wan hene. Wekî din, Matosê bixwe peymana xwe ya kar a pêşî sala 2002yê mohr kir ku li derveyî tevahîya çarçoveya qanûnî ye: Heta nuha jî wê pê nizanîbû. Kevne karkera şirketa Parisot-Sièges de France weha dipeyive: "Li fabrîkeyê hêsan e: Lokala sendîkayê heye. Li vir dema ku mirov bixwaze here cem kesekî, tu kes nîne ku em karibin berê xwe bidinê, herin cem." Matos gilî û gazinên xwe dike û dibêje, erê perwerdeya alîkarên dayînîyê li ser mijarên alîkarîya lezgîn û ewlekarîya zarokan pir têne pêşniyar kirin, lê belê li ser mafê kar tu tişt nîne.

"Bêewlekariya em giş di navê de ne, reqabetê sor û tûj dike"

Dumas xanim xwarina Galouyê jê re çêkiribû, xilas kir. "Heke ez biçim neweşxaneyê, tu wê bêyî min bimînî Patricia!" Dumas demeke dirêj li fabrîkeya tekstîlê karker bû ku piştî şer hate girtin. Ew paşê bû alîkara karên nav-malê: "Min duwanzdeh salan ev kar kir, heta ku sala 1984ê teqawid bûm. Hingê em li tevahîya komunê sê kes bûn û me tam-wextî kar nedikir. Îroj sîh kes in! Ji bo temamkirina mûçeyên xwe me salname û bilêtên lotoyê difirotin. Em xizan jîyan. Demên cihê, adetên guhertî..." Gelo bi rastî wisa ye?

Çavkanî

Pierre Souchon: Rojnamevan

  1. Nav hatiye guhertin.
  2. Heqdestê saetî yê bi pîvana bernameyeke tezmînatê hatiye diyarkirin, li gorî qadên jeografîk û hejmara zarokên li wan tê mêzekirin, diguhere.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê