Şer derbasî Kurdistanê dibe

Mudaxaleya artêşa tirk li bakurê Îraqê
Translator

Her roj çapemenîya Stenbol û Ankarayê bîlançoya şerê di navbera gerîlayên Partîya Karkerên Kurdi-stanê (PKK) û arteşa tirk de ku li başûr û rojhilatê Tirkiyeyê didome, wek rapor diweşîne. Qasî kuştîyên herbê, yên ji hev hesabpirsinê, li ser zêde dibe. Endamên mîlîsên alîkarên dewletê yanî "korucu" û malbatên wan, ên ku dibin qurbanên êrişên PKKyê. Ji alîyê din de, ji 150yan zêdetir kurdên ku di rêxistinên Parastina Mafên Mirovan de kar dikin, bi alîkarîya bo gerîlayan tên sûcdar kirin û ji alî komandoyên dizî ve hatin kuştin. Bi ser vê de donzde rojnamevan jî bi eynî metodan hatin kuştin. Hukûmet dixwaze berpirsyarîya van kuştinan bavêje ser rêxistineke kurd ya integrîst ku dibê bi Îranê ve girêdayî ye; rastîya wê ew e ku ev kes ji alî "komandoyên qatil yên taybetî" ku di nav hêzên dewletê yên ewlekarîyê de cîh digrin û ji alî wan tên îdare kirin, hatin kuştin.

Di şerê xwe yê bê sînor yên li herêmên Rojhilat û Başûr, arteşa tirk, ne guhdarîya biryara sîvîlan, ne jî qanûnên ku bi halê taybetî hene, dike. Li gor du raporên ku ji alîyê çend mebûsên Partîya Sosyal-Demokrat ya Erdal Înönü ve ku di eynê wextê de endama hukûmeta koalisyonê ye, hatibû amade kirin, şanî dide ku nêzî sînorên Kurdistana Iraqê, li herêmên Botan, di pîrozbahîyên sersala neteweyî di Newroza, 21ê Adara 1992yê, de, li hember xwepêşandanên sîvîl û aştîxwaz yên bê çek û sîleh, tank û panzer hatine bi kar anîn. Bi taybetî bi şideteke gelek korane û hovane mudaxeleyî bûyerên Şernexê hatiye kirin.

Amnesty raporan li ser zulma dewleta Tirkiyeyê belav dike, lê Rojava li ser alîkarîyê berdewam e

Di 18 û 19ê meha tebaxa 1992yê de, Şernex, bajarek ku nifûsa wî ji sî hezaran zêdetir e, ji alîyê leşkeran ve hat wêran kirin û gel hat mecbûr kirin, an ber bi çîya ve biçe, an jî ber bi bajarên cîran ve. Li gor agahdarîyên fermî bi qasî hezar, hezar û pêncsed gerilayên PKKyê nava rojê êrişî ser bajêr kir, leşkeran yekser bersiv dan û bi qasî panzdeh sîvîl hatin kuştin. Çapemenîya tirkan, bi taybetî rojnameyên Hürriyet û Milliyet ku tu sempatîya wan ji van "teroristan" re tuneye, ev rastî qebûl nekirin û bi vê rastîyê razî nebûn, bi êrişeke weha mezin ya PKKyê bawer nedikirin. Li gor wan, li gel çembereke leşkerî û qewî, çawa êrişek di vê mezinbûnê de, dikare têkeve bajêr, bêyî ku tu zaîyatekê bide û bi paş de vegere? Rojnamevanê Turkish Daily News, Ismet G. Imset, vê pirsê ji xwe dipirse: "Ger êrişa PKKê ya li ser bajarê Şernexê rast be jî, gelo ev bûyer heq dide ku leşker şideteke bê sînor li hember hemû bajêr bi kar bîne?" (1) Li gel ku ev bê qanûnîyên dewletê gelek caran ji alîyê raporên Amnesty Internasyonal ve hatine eşkere kirin jî, Ankara berdewam dike alîkarîya Rojava ya Ewropa û bi taybetî ya Amerîkayê bi navê "tekoşîna li hember terorîzmê" werdigire.

Îro, em ji hêvîyên ku di dema hilbijartinên parlemantoyê yên 29ê Oktobera 91ê peyda bibûn têra xwe dûr ketine. Di vê demê de koalîsyonek di navbêra partîya Süleyman Demirel ku bibû serokwezîr, DYP (Partîya Rêya Rast) û Partîya Sosyal-Demokrat (SHP) ya Erdal Înönü de çêbûbû. Partîya parastina mafên kurdan, HEP: Halkin Emek Partisi, (Partîya Keda Gel) bi 24 namzetên xwe bi ser ketibû û 24 wekîl hatibûn hilbijartin. Di her du heremên Dîyarbekir de, ku wek paytexta Kurdistanê tê hesab kirin, bi qasî ji % 37 ta ji % 70yê deng hatibûn bi dest xistin. Li heremên Botanê, Sêrt û Şernexê ji % 50yê dengan.

Bi carekê de, hukûmet biryarê dide ku mafên mirovan biparêze û hurmetê şanî bide, îşkenceyê bi dawî bîne û girtîgehan bike wek malên "camekan/şefaf". Her weha sozê dide ku çareserîyan ji pirsgirêka kurdî re peyda bike. Partîya HEPê, ku wê demê alîkarîya xwe dide hukûmeta koalîsyonê daku hukmên "rêveberîya awarte" ji holê rabe û dixwaze ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bê garantî kirin, pirtûk û rojname bi zimanê kurdî bên weşandin û herweha otonomîyeke herêmî wek statu bê qebûl kirin.

Çareya hukûmeta tirk: Hîn bêtir leşker, tank û top û balafirên cengê

Ji buhara 92yê û vir de, piştî pelaxtina bûyerên herêma Botan, newala di navbêra HEPê û hukûmetê de çiqas diçe kûrtir dibe. Hêvîyên ku bi hilbijartinên 91ê peyda bibûn, di ber avê de çûn û li herêmê îro rewş çiqas diçe xirabtir dibe. "Hêvîyên me hebûn, me xwestibû ku em bawer bikin, lê paşîyê çawa bû? Hukûmetê wek tedbîr; bêtir û bêtir leşker, helîkopter û tank û top şandin herêmê. Yanî cardin her wekî berê, tu guhertin çênebûn", dibêje Huseyîn Turhallî, ku bi xwe ebûqat e û serokê partîya HEPê ya Dîyarbekirê ye.

Halbûkî ji bo daxistina tansîyonê pêşniyazî kêm nînin. Bo nimûne: Rojnamevanê radîkal yê Hürriyetê Oktay Ekşî, ku li deh an jî bîst herêmên kurdan referandûmekê difikire ku dikare dîyar bike ka gelo gel serxwebûnê, an jî jîyana bi hev re ya yekîtîya Tirkiyeyê dixwaze. (2) Serokkomar Turgut Ôzal pêşnîyaz dike ku televîzyona kurdî bê ava kirin, lê ev fikir ji alîyê serokwezîr Süleyman Demirel ve hat red kirin, bi sebeba ku yekîtîya zimanê tirkî tê parçe kirin û karakterê wî yê fermî tê şikandin. (3)

Rêveberê partîya ANAPê Mesut Yilmaz, (muxalefet), serokwezîrê kevnare, dibêje ku kurd karibin partîya xwe bi xwe ava bikin û ger bixwazin karibin ji bo Kurdistaneke serbixwe jî fikrê xwe beyan bikin, lê bi şertê ji hemû cûre şidetê vegerin. (4) Lê ev fikir bala tu kesî nakişîne, herweha ya HEPê jî. Turhalli weha dibêje: "Partîyeke kurd ji berê de heye, ew jî PKK ye, ji % 80yê gel wê destek dike".

Terefdarê çareserîyeke pasîvîst û dewleteke federal, partîya HEPê, dixwaze di navbeyna PKK û Ankarayê de bibe navber da ku agirbestek were îlan kirin. PKK ku avakirina Kurdistaneke serbixwe diparêze û kurdan hemûyan tîne ba hev, di vê gavê de têra xwe nerm bûye. Serokê partîyê Öcalan di vê derheqê de weha dibêje: "Kurd, ji veqetandinê zêdetir, hîn bêtir ji bo yekîtîyeke azad in." (5) Bêyhûde, belasebeb…

Artêşa tirk ya jakobenîst û kemalîst

Ji bo artêşa tirk, ku xwedî kultureke bê hempa ya Jakobenîst û Kemalîst û dîrokî ye, tu caran ne mumkun e ku otonomîyê jî qebûl bike. Li gor sondajeke teze, ku raya giştî ya tirk û kurd temsîl dike; ji % 55ê tirkan difikirin ku sebebên nexweşîyên li Başûr û Rojhelatê Tirkiyê, faalîyetên gerîlan e, ji kurdan % 1, bi vî şêweyî difikirin. Tam tersê wê ji %35ê kurdan bawer in ku sebeb hîn bêtir zilma dewletê ye û ji %30ê jî bawer in ku ji ber sebebên xwestina serxwebûnê ye. (6) Ev cudayetî di navbêna herdû gelan de çiqas diçe zêde dibe û yekîtîya welat tehdît dike.

Ji ber vê yekê li Îzmîrê, ku bi qasî milyonek kurd lê dijîn, ji nuha de, tirk belavokan belav dikin da ku esnafên kurd bên boykot kirin û ji dikanên wan dan û stendin û alvêr neyên kirin, ku tu kes kar nede kurdan, Li Dîyarbekirê, pêncsed polîs, bi munasebeta defnkirina hevalekî xwe, diqîrin û dibêjin: "Mirin ji bo hemû kurdan". Di 26ê meha 12ê de, Dadgeha Ewlekarîyê ya Dewletê di derheqê HEPê de doz vekir û bi qedexekirinê tehdît kir.

Li Cizîrê, li Herzexê, li Şernexê û li Silopîyê têlên hidûdan û bircên çavdêrîyê yên tixûbên Iraqê û Sûrîyê şanî didin ku rewşa awarte û şer çiqas diçe bêtir bi cî dibe. Ev rewş tam dişibe rewşa salên 1950yê ku Artêşa Fransayê li Cezayîrê pêk anîbû. Li hemû gundan mirov qereqolên leşkerî li gel torbên qûmê, mitralyoz û çekên otomatîk dibîne. Bi roj, leşker çek dagirtî, tilî li ser tetikê digerin, bi şev, tank û panzer li rêyên vala cirîdan davêjin.

Dema ku mirov sînor derbas dike, di navbera Cizîrê û Zaxoyê de û dikeve Kurdistana Iraqê, wek rêwî mirov derhal rehetîyekê, aramîyekê his dike, windabûna tansîyonê û hewa azadîyê tenefus dike. Halbûkî kurdên Iraqê di welatekî ku bi temamî ji alîyê artêşa Seddam ve wêran kirî de dijîn. Kurd, ji nû ve, çar hezar bajar û gundên xwe ava dikin. Malzeme gelek bê kelk û bê kêr in, pir kêm in, alavên xwarinê deradet buha ne, zêdebûna zarokên parsek li ber çavan e. Grubeke mafîyayê hemû stokên malzemeyên pêwîst girtiye destê xwe. Li hember vê anarşîya ku her ku diçû mezintir dibû, Enîya Kurdistanê, ku hemû rêxistinên kurdan tê de cîh digirin, qerar da ku hilbijartinan li dar xin.

Piştî gera Barzanî û Talabanî helwêsta rojavayîyan tê guhertin

15ê gulana bihurî, teqrîben, der dora mîlyon û nîv dengdaran êrişî ser buroyên hilbijartinan kir. Partîyên biçûk bi temamî hatin ji bîr kirin, lê deng nîve-nîv li her du partîyên bingehî hatin dabeş kirin; PDK, partîya Mesûd Barzanî û YNK, partîya Celal Talabanî, sed cîyên Meclîsa Hewlêrê di nav hev de parve dikin. Pênc cî jî, ji bo civata Asûrî–Kildanîyan (civata xiristîyan) hatine veqetandin.

Di vê rewşê de, di navbera du pozisyonên cuda de, ku ji alîyê du serokan ve tê tespît kirin, gel nizane çi biryarê bide. Di kampanya xwe ya hilbijartinan de, Mesûd Berzanî dida bawer kirin ku bi hukûmeta merkezî ya Bexdayê re divê li hev bikin, ji ber ku birêveberîya amerîkî û suûdî jî bawer dikirin ku Sedamek kêm qawet li ser hukum ji belavbûna Iraqê çêtir e. "Ger serxwebûn, mafê dewletekê, ji netewa kurd re projeyeke siberojê be jî, di şertên îro de, pêwîst e mirov bikaribe bi otonomîyê jî îdare bike." (7) Lê belê, ji bo Celal Talabanî; pêwîst e li gel muxalefeta Iraqî bi hev re enîyeke yekbûyî ava bikin û hukûmetê hilweşînin.

Piştî gera birêz Mesûd Barzanî û birêz Celal Talabanî ya meha tebaxa 1992yê, li welatên Rojava, bi taybetî li Amerîkayê, rewş hat guhertin. Bi vê gerê re, nakokî di navbera muxalefetê de kêmtir bû û enîyek ji bo rûxandina desthilatdarîya Sedam hate ava kirin. Ev stratejî, îro ji alî Kuweyt û Erebistana Suûdî ve jî tê parastin. (8)

Bi xêra vê mudaxeleyê, cara yekem li bajarê Selahedîn li Kurdistanê, hemû grubên muxalefetê civîyan. (9) Li vir, mecliseke neteweyî û hukûmetek hate ava kirin û ji xwe re rêveberîyek jî hilbijartin ku ji Mesûd Barzanî, generalê sunnî Hessen Al Naqib û oldarê şîî Sayed Muhamed El Oulûm pêk dihat. (10) Bi taybetî di vê civîna 31ê oktobera 1992yê de ji bo dewleteke federal qerar hate stendin, ku dikare gelek welatên cîran bihejîne û bi taybetî jî Tirkîye û Iranê.
Ankara nerazîbûna xwe venaşêre, bi taybetî ku piştî şerê Kendavê, PKKê li Kurdistana Iraqê gelek kampên xwe çêkirin. Gerîlayên Öcalan, ji rewşa tevlîhev fersend peyda kirin û li hember otorîteya Barzanî û Talabanî ev tişt pêk anîn, bi ser de jî bi çavê "xayîn û feodalan" li wan mêze dikin. Di destpêka sala 1992yê de, PKKyê ji bo ku otorîteya Hewlêrê protesto bike, "hilbijartinên" xwe li dar xist. (11)

Mafê taqîbkirinê û herêmên ewle

Di vê atmosfera giran de, di oktobera 1992yê de, hêzên kurdên Iraqê, êrişek birin ser kampên PKKê. Hukûmeta Ankarayê ev yek li wan mecbûr kir. Ji ber ku Ankarayê jî bi êrişên xwe yên balafirî gef li wan dixwar û tehdît dikir. Tirkiyeyê ev yek wek mafekî rewa ya peymana navdewletî ku di 1983yê de bi Sedam re çêkiribûn, bi kar dianî. (12) Li alîyekî din jî ji ber sînorên di navbera wan de, PDK û YNK girêdayî û muhtacî Tirkiyeyê ne. Alîkarîya mirovî bi rêya Tirkiyê derbas dibe, li vir ku hemû balafirên Dewletên Hevpeymanî ji bo parastina kurdên Iraqê bi cî kirine û li wir mayîna wan jî bi biryara meclisa Tirkîyeyê derbas dibe.

Li gel ku agirbestek di oktobra 1992yê de, ji alî Hêzên Pêşmerge û PKK hate qebûl kirin jî û PKKê kampên xwe yê esasî belav kirin jî, artêşa tirk dîsa jî bi qasî sîh km. dikeve nav axa Kurdistana Iraqê. Ankara dibêje ez diçim alîkarîya dostên Hevpeymanî. Di demeke wisa de ku Hevpeymanîyê (îttîfaqê) serkeftina xwe îlan kiriye. Derdê Tirkiyê di vir de, ji xwe re di sînor de, heremên ewle ava bike. Paşê leşkerên tirkî paşde vekişiyan, lê delegasyonek li navê "Genel Kurmay"ê cara yekem çû Kurdistana Iraqê, ji bo ku bi pêşmergeyan re vê meseleya ewlekarîyê niqaş bike.

Ankarayê ji xwe biryara Dewleta Federal a Iraqê protesto kiribû û di 14ê meha 11ê de li gel Iranê, li Tirkiyeyê civînek li dar xist. Halbûkî di vê demê de Iran ji alîyê Tirkîyeyê ve wek alîkara PKK û Sûriyeyê dihat gunehbar kirin. Beşdarên vê civînê hemû qerarên Dewleta Federal protesto kirin û gotin ev biryar dikare Iraqê belav bike û bibe sedema avakirina dewleteke kurd. Ji bo meha sibatê civînek din dê pêk bê û ev tu cara ne di xêra kurdan de ye. Ji ber ku bîranînên xirab ji bo kurdan teze dike; di sala 1937ê de, Pakta Saadabadê ku ji alî Iran, Tirkiye, Iraq û Afganistanê ve hate îmze kirin ku bi vê yekê re, polîtîkayeke hevgirtî li hember tevgerên kurdan hate ava kirin, ev ji bo kurdan hîç ne bi xêr bû.

Çavkanî

Michel Verrier: Rojnamevan.

  1. Turkish Daily News , 6 îlon 1992
  2. 9 îlon 1992
  3. Turkish Daily News , 25 nîsan 1992
  4. Turkish Daily News , 9 nîsan 1992
  5. Kurdistan Rapport , Cologne, adar-nîsan 1992
  6. Piar-Gallup, Sabah , 7 nîsan 1992
  7. Lihevkirinên bi Seddam re, ji ber ambargoya Bexdayê li hember Kurdistanê, ji oktobra 1991ê vir de hatibûn daleqandin
  8. International Herald Tribune , 3 tebax 1992
  9. Sayid Muhamed Bakr El Hakim, serokê rêxistineke şîî, bi Tehranê ve girêdayî ye, ne beşdar e, lê gelek alîkarên wî di konferansê de beşdar in
  10. Fawaz N. Trabûlsî "Li Iraqê alarm!"
  11. Divê em destnîşan bikin ku HEP a ku ji bo hilbijartinên Parlemena kurd a Iraqê çavdêr rê kirin, ne xwedî heman helwestê ye
  12. Christiane More, "Kurdistan, nelihevkirineke bi jan" le monde diplomatique (îlon 1987) û Kendal Nezan, Tirkiye, li Kurdistanê di nav avzêmê de dimîne"

Wergera ji fransî: Vehbî Aydin