Serdema navîn ya ewropî

Translator

Gelo sîyasetên aborîyê yên ku ji bo parastina ewroyê tên empozekirin hîna jî bi pratîkên demokratîk re li hev dikin? Telev

îzyona dewletê ya yûnanî roja piştî dîktatorîyeka eskerî hat damezrandin. Bêyî destûra parlamentoyê, hikûmeta li Atînayê fermanên Yekîtîya Ewropayê (YE) pêk tîne, biryar da ku li şûna wê ekraneka reş deyne. Li hêvîya ku dadgerîya yûnanî biryarê betal bike, Komîsyona Ewropayê li Brukselê dikarî metnên YEyê yên ku li gora wan "sîstema dîtbar û bihîstbar ya dewletên endam yekser girêdayî pêdivîyên demokratîk, civatî û çandî yên tevahîya civatê ne" bi bîra Atînayê bixe. [Wê ev nekir û] Ew tercîh dike ku pesnê derba bi zorê bide bi daxuyanîya xwe ya 12ê hezîranê ya ku dibêje girtina televîzyona dewletê "di çarçoveya hewldanên hêja û pêwîst de ye yên ku rayedar ji bo modernkirina aborîya yûnan bi rê ve dibin".

 

Ewropîyan ew ezmûn kir ka çawa projeyên destûra bingehîn bi referandûmê hatin redkirin û dîsa jî hatin pêkanîn. Ew namzed tên bîra wan yên ku ketin nav hewldana ji nû ve mizakerekirina peymanekê û heman peyman bêyî ku bêhnokek jî têde biguhere erê kirin. Li Qibrisê hindik mabû ew duçarî jêkêmkirina otorîter ya tevahîya mayeyên xwe yên li bankeyan bibin. (1) Qonaxeka lêzêdekirî hîna nû li pey hat hiştin: Komîsyona li Brukselê destê xwe dişo ji tinekirina sazîyên çapemenîyê yên yûnanî yên ku hîna ne yên şirketên barbirina bi kêştîyan in, ji hingê ve vê yekê destûr da bi yek derbê ji kar derxistina du hezar û heşt sed mûçegirên sektoreka dewletê ya ku ji berê ve hîletê wê jê diçû. Û bi vî awayî vê yekê destûr da bicihanîna hedefên jêbirina istîxdamê [di sektorên dewletê de] yên ku "troyka" (2) li welatekî ku % 60ê ciwanan lê bêkar in, ferz dike.

 

Ev lihevhatina ku bi zorê hatîye qebûlkirin, di çapemenîya amerîkî de bi weşandina raporeka veşartî ya Fona Pereyan ya Nevneteweyî (IMF) re, li xwe mikur tê ku sîyasetên ku ji sê salan û vir de ye li Yûnanistanê pêkhatine bi "binketinên beloq" bi encam bûne.

 

Gelo ev bi tenê piçûkdîtineka pêşdîtinên mezinbûna aborî yên xemilandî ye? Bêguman na. Li gorî ji hev derxistina Wall Street Journalê kirî ya metneka devkî, IMF lê mikur tê ku "restrukturasyona tavilê [ya deynên Yûnanistanê] wê erzantir bûya ji bo mikelefên bacê yên ewropî, loma deyndêrên sektora taybet deynên xwe hemû standin bi xêra pereyên Atînayê deyn kirî. Ango deynên Yûnanistanê nehatin kêmkirin, lê belê ji niha û pêve ew deyndarê IMFyê û mikelefên qada ewroyê ye û ne deyndarê banke û fonên spekulatîf e". (3)

 

Bi vî awayî spekulatoran, bêyî ku

zerarekê bikin xwe ji deynên bi rêjeyên faîzê yên pir bilind dayî Atînayê xelas kir. Em ji hev derdixin ku hostetîyeka bi vî rengî ya şêlandina mikelefên bacê yên ewropî bi rengê ku bi kêra fonên spekulatîf were, otorîteyeka taybet dide "troykayê" da ku bi xedarî miameleyê bi miletê yûnan re bike. Lê belê piştî televîzyona dewletê, ma ne hîna nexweşxane, dibistan û zanîngeh dimînin yên ku meriv dikare bêyî zehmetî bigire? Û ne bi tenê li Yûnanistanê. Lewre bi tenê bi vê berdêla ku tevahîya Ewropayê di refên xwe de bimîne ew dê beza xwe ya serketinê ber bi serdema navîn ve dewam bike...

(1) Binêre: "La leçon de Nicosie / Dersa Lefkoşayê", Le Monde diplomatique, nîsana 2013an.

 

(2) Ji YE, Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Bankeya Navendî ya Ewropî (BCE) pêk tê.

 

(3) "IMF Concedes It Made Mistakes in Greece / IMF Lê Mikur Tê Ku Li Yûnanistanê Şaşî Kirin", The Wall Street Journal, New York, 5ê hzîrana 2013an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê