Şerê bêkêr İraq’ê wêran dike

Translator

Çend hefte piştî destpêka êrîşa Amerîka’yê bi ser İraq’ê ve, di Adara 2003’an de bi hezaran kes çûn devê deriyê avahiya komeleya girtiyên azadkirî -vîllayeke deteserkirî ya berpirsiyarekî rejîma Saddam Husên.- Li ser dîwaran lîsteya navan hatibûn daliqandin ku li gorî rêza alfabeyê bû. Ev lîste dema ku xelkê navenda rêxistina îstîxbaratê talan dikir, bidestketibû. Mirovên bêhêvî, bi tiliyan di ser navên di lîsteyan re diçûn, bi hêviya ku fêr bibin çi bi serê xizmên wan ên ku polês ew girtî hatibû, aqûbeta wan fêr bibin. Para bêhtir ya ku mirov pê dihisiyan ne baş bû – weke kuştina çar kesên ku gumana endametiya partiya Daawa, -partiya Şîa ya qedexekirî-, ji wan dihate kirin, agahiya kuştina van kesan malbatên wan heta bi gorên komî birin da ku cenazeyan derbixin.

Piştî sê salan, welat kete nava tarîtiya şerê navxweyî: Hukmê milîs û tîmên kuştine hebû, nexasim li ser rêyên Bexda’yê; malbat ji nû ve ji bo ku xizmên xwe bibînin dibûn rêz, vê carê li devê deriyê morgê cihê ku mexdûr lê dihatin komkirin ji bo îhtîmala naskirinê werin nîşandan.

Zêde dem jêre neviya ku İraq noqî nav kaosa şerê di navbera mezheban de gurrkirî bibe. Hemin vî şerî beriya 2003’an dest pê kiribû û mentiqî xuya dikir ku xistina Saddam Husên wê rê li ber tewazûneke nû ya desthilatdariyê veke û wê giraniya Şîayên pirranî di vê tewazûnê de hebe1. Lê belê bi tenê xwerû weke mezhebî şîrovekirina tengezariyên heyî, ji aliyê Washington’ê ve li hev hatibû çêkirin da ku wan gurr bike. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka’yê Partiya Baas weke kopyayeke nû ya Partiya Nazî dît û bi awayekî şaş tevahiya Suniyan pêve girêda û hemû weke “dijminan” ji xwe re kirin hedef – ev biryarek bû ku di encamê de hîpoteza wan a qelp û şaş di demeke kurt de veguherî rastiyeke darî çav.

Wekî din jî hebûna leşkerên amerîkî asteng dikir ku hikûmeteke xwedî rewabûneke bi rastî ya gel bi gewde bibe; vê hebûna eskerî kir ku têkiliyên di navbera mezheban de xirabtir bibin, lewra komên li dijî hebûna eskerî ya biyanî şer dikirin (nexasim Sunî) pirsgirêkên wan bi kesan re çêdibûn yên ku wan ew bi alîgiriya eskerên biyanî gunehbar dikirin. Rewşeke anarşiya giştî di demeke kurt de li İraq’ê peyde bû. Ne hêza İraq’ê ne jî hêza Washington’ê têrê nekir pêre bike der. Piştî demeke talanê ya bêserûber, valahiya heyî ji aliyê çekdaran ve hat dagirtin; hinan ji wan şaşikên dînî yên Şîayan li serê xwe kiribûn, hinan jî kefiya berxwedanê li stûyê xwe pêçabû, lê belê pirraniya wan endamên çeteyan bûn.

Di alema Misilmanan de mizgeft saziyek ji saziyên din e, dîsa jî ew ji destpêkê ve bi rolekî radibe ku aliyên wê yên dînî, civakî û siyasî hene. Rojê pênc caran banga nimêjê di nava taxan de rîtma jiyana rojane û dewra jiyanê birêkûpêk dike. Li vî cihî bawermend ji bo nimêjê kom dibin, fêr dibin, diaxifin û seferber dibin. Xutba înê pirî caran banga çalakiyê ye; û çi pirsên dînî bin çi jî karûbarên navneteweyî bin, melayê li pêşiya cimeetê nimêj dike, îşaret bi pirsgirêken bandorê li civakê dikin, dike. Di dewletên otorîter de mîmber ji bo wan dengên kêm, platformek e ku alternatîfeke nîqaşên fermî pêşniyar dikin. Bi heman awayî li İraq’ê piştî ku dewlet têk çû, mizgeft vediguhere saziya herî girîng a welêt û bi kêra bihevvegirtina civakê tê: Beriya her tiştî bi misogerkirina xizmeta civakî; paşê carinan bi xwe veguherandina embarên sîlehan, cihê agahdariyê û cihê kombûnê.

Li hemberî derketina gerîla, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka’yê çavkorî tevgeriya. Bi dehhezaran iraqî girtin yan jî kuştin. Ew zû tênegihiştin ku ya serê wan pêre di belayê de berxwedaneke rêxistinkirî ye, û ji vê û wê de jî tênegihiştin ku şerekî navxweyî di navbera milîsên Sunî û Şîa de dest pê kiriye.

Dawiya 2004’an, piştî xirakirina bajarê Felûce’yê, bi dehhezaran Sunî li Rojavayê Bexda’yê bi cih bûn, di heman demê de Şîa li taxên din bi cih bûn û Suniyên li van taxan jî bi darê zorê kirin der. Ji ber bêkêriya hikûmetê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka’yê ya misogerkirina ewlekariyê û xizmetên civakî, milîsan xwe ji bo van karan wezîfedar kir.
Diviyabû em li benda 2006’an bimînin da ku Washington bigihêje encama diviyabû 2003’an bigihêjiyê: Berxwedan hêza xwe ji hebûna eskerî ya amerîkî digire, ya herî baş ew e ku berpirsiyariya nîzama gelemperiyê mirov bide hikûmeta İraq’ê. Lê ev biryar gelekî dereng mayî bû. Lewra hêzên ewlekariyê yên ku pirraniya wan Şîa, di şerê navxweyî yê mezhebî de cihê xwe digirin.

Şîddet xetera pêşîvekirina li şerekî tevahiya herêmê belavbûyî diafirîne. Hêzên Amerîka li ser vê, siyaseta xwe diguhere. Partîzanên dijberê serhildanê zorê didin rêveberiya amerîkî da ku eskerên nû bişîne İraq’ê, bi taybetî jî Bexda’yê. Serokê DYE’yê di Çile ya 2007’an de dide zanîn ku bîst hezar eskerên din – yên seferberiyê2 - jî gihiştine İraq’ê. Ev eskerên nû li paytextê hatin bicihkirin; li dora taxan dîwarên stûr ên ji beton lêkirin da ku karibin şêniyên wan kontrol bikin. Eskeran serjimara şêniyan temam kir, bi milîsên deverê re hevkarî kirin û alîkariya xelkekî halê wî nemayî kirin. Di heman demê hêzên ewlekariyê hem milîs û hem jî sivîl gunehbar kirin û li deverê destek dan serketina Şîayan. Gelek tax yekreng (homojen) bûn, Sunî neçar man wan biterikînin; bi milyonan mirovên ji mal û xaniyên xwe bûn, berê xwe dan wargehên penaberan ên xizan ên li bejahiya welatên din ên Rojhilata Navîn – bi taybetî li Sûriye3 û Urdin’ê.
Dibe ku ji seferberiyê bêhtir, danezana destpêkirina wê kir ku komên çekdar ên Sunî taktîka xwe biguherin. Jixwe hê di şerê bi El-Qaîde’yê re, ew pê hisiyan ku DYE naxwaze destekê bide Şîayan û hîç naxwaze destekê bide îraniyan. Ji ber êrîşên eskerî yên artêşa amerîkî lawazbûna El-Qaîde’yê –nexasim li parêzgeha El-Enbar’ê – kir ku ev komên Sunî ewle bin; wan pereyên amerîkî stendin bêyî ku veguherin eskerên bi pere yên Amerîkayê. Ew hêvî dikin, eger dijberê wan El-Qaîde were tinekirin û artêşa amerîkî vekişe ji heqî Şîayan derkevin – hem jî fikirîn ku ev yek wê gelekî hêsan be, ji ber ku Washington’ê ji pêncan yekê eskerên xwe, tevî ku hikûmeta İraq’ê nedixwest jî, di nava hêzên hikûmetê de jî bi cih kirin.

Paralelî vê, milîsên Şîa jî derbeke paşvezîvirî xwarin. Ne bi tenê civaka wan bi xwe êdî ew her diçû bêhtir weke çeteyên asayî ditîtin, belê serokwezîr Nûrî El-Malikî jî pê hisiya ku ev kom desthilatdariya wî dixin tehlûkê û ji xwe re kire kar ku wan bi awayekî xedar bitepisîne – dîsa jî eskerên “fermî” pirraniya wan Şîa man. Li ser vê yekê, van milîsan biryar da çalakiyên xwe rawestînin, wan jî hêviya xwe ya ji nû ve destpêkirinê ji piştî vekişîna eskerên amerîkî re hişt.

Yek ji hêmanên herî kêm tê nasîn ên stratejiya dijberî serhildanê a pêwendî seferberiyê hucûma li dijî baregehên sereke, deverên palpiştî û çavkaniyên gelekî girîng ên milîsan bû. Bi bicihbûna nava taxan, parastina şêniyan û bilindkirina derdora dîwarên ji betonê tedbîrên herî berbiçav ên vê siyasetê bûn. Belê artêşa amerîkî operasyonên xwe jî hem li hundir û hem jî li derveyî Bexda’yê li dijî milîsên Şîa zêde kirin: Di navbera Sibat û Tebaxa 2007’an de mehê hezarek endamên wan girtin û gelek ji wan jî kuştin. Em dikarin bêjin ku artêşa amerîkî sala 2008’an İraq ji nû ve dagir kir. Her çawa be, şîddet beriya vê tevgera artêşa amerîkî kêm bûbû; “paqijiya etnîk” para bêtir pêk hatibû. Di 2008’an de şîddet hê dima, belê şerê navxweyî bi dawî bûbû – nîşana van demên nû; dewlemendan erebeyên xwe yên luks derxistin.

Berpirsiyarê Neteweyên Yekbûyî li İraq’ê Stefan de Mistura dibêje; “ji bo ku em zanibin rewş çi ye, ya herî baş ew e mirov berê xwe bide penaberan.” Ew vê tesbîtê dike: “Vegera wan îşaret bi normalbûna rewşê dike. Ew vegeriyan lê ne bi hejmareke hevgirtî.” Ev yek berevajî ya li cihên din ên Stefan de Mistura lê wezîfedarkirî qewimî bû: “Li Kosova’yê du milyon mirov vegeriyan û em gelekî şa bûn – le her weha ev kar ji me zêde bû.” Piştî hilbijartinên herêmî yên İraq’ê yên Çile ya 2009’an rewş ji wî re bi awayekî zelal diyar bû: “Bexda’yê reng guherîbû. Paqijiyeke mezhebî pêk hatibû: Bajar êdî para bêhtir Şîa bû.”
Vegera per bi paş ve nebû. Pisporekî artêşa amerîkî yê ku ji nêz ve hevkariya General David Petraeus (serfermandarê berê yê hêzên amerîkî li İraq’ê) kirî, ji 2008’an û vir ve ji xwe piştrast digot, şerê navxweyî li İraq’ê wê bi dawî bibe, bi awayê ku Şîa wê wisa hîs bikin bi ser ketine û Sunî jî wisa hîs bikin ku bi bin ketine. Ev yek qewimî.

Beşek ji iraqiyan ji cih û warên xwe bûn, pirraniya wan Sunî, li cih û warên xwe venegeriyan. Beşeke din jî tevî ku milîsên Sunî êdî hew dikarîn xwe bikin yek û hin kadroyên wan ji aliyê El-Qaîde’yê ve hatin kuştin jî, bi êrîşa hikûmetê re rûbirû bûn. Vê yekê, piştî girtina lîderekî herêmî kir ku li Fazil’ê serhildaneke demkurt di Adara 2009’an de rûbide. Şerê çekdarî yê qewimî kir ku tirsa ku wê şerê navxweyî ji nû ve dest pê bike, peyde bibe. Tiştek neqewimî – ne ji ber efûya giştî ya ku DYE’yê dixwest, bêhtir ji ber ku serketina Şîayan temam bû.
Di Mijdara 2008’an de Washington’ê hukmê ku her weha li ser nêzî sedhezar şervanên endamê komên Sunî ye jî, da dest hikûmeta İraq’ê. Lê bi zor ji sedî 5’ê vê hêzê di nava artêşê de hatin bicihkirin, bi ser de jî lîderên wan ên sereke û hejmareke baş a şervanên wan jî girtî bûn û ji yên mayî jî dihat xwestin vegerin malên xwe. Pêvajoyeke gelekî nazikane ye ku ji bo lawazkirina komên Sunî yên guman ji wan tê kirin li ber dewletê rabin tê birêvebirin.

Weke gerîla û weke serhildêran, bi çalakiyên xwe yên neqanûnî û bi danîna hîmê xwe di nava desteka gel de, komên Sunî tesîr û hêza wxe nîşan dan. Niha beşek ji berxwedanvanên berê tên nasîn û mûçe jî distînin; navên wan, navnîşanên wan û agahdariyên derheqê wan de yên biyometrîk di destê hukimdarên amerîkî û iraqî de ne. Têra xwe ji wan jî reviyane – hin ji wan jî reviyane derveyî welêt. Dema berê xwe didin rabuhiriyê gelek rêveberên wan yeqîn dikin ku bi hevgiriya DYE’yê re hesabekî şaş kirine.

Di hilbijartinên parlemanê yên 7’ê Adar’ê de namzetiya bêhtirî sed kesî hat redkirin, weke sedem jî têkildariya bi Baas’ê re hat nîşandan. Bi vî awayî hikûmet rejîma berê ya mirov jê nefret dikin bi kar tîne da ku gel çavtirsandî bike û her muxalefetê jî bêdeng bike. Hin ji van namzetan neteweperest bûn, hin Sunî, lê para bêhtir jî Şîa. Ev qedexeya li pêşiya namzetiyê xwe nasipêre ti hîmê huqûqî û bi awayekî zelal xwebirêkûpêkkirina hêzeke otorîter nîşan dide.

Hikûmeta heyî ya iraqî bertîlxwur, xeddar, zordar lê bi hêz e; pişta wê bi serketina wê rast e û bi vê jî bi biryar îdîaya desthilatdariya xwe ya temam dike. Yên ku ji lihevhatineke di navbera mezheban de bawer dikirin şaş bûn: Ev ê nebe û jixwe ne hewce ye jî. Tevî ku hêza wî rewatir û populertir ji ya yê beriya xwe xuya dike jî, Malikî dibe Saddamekî nû. Dîsa jî hêza wî wê ji aliyê komên din û parlemaneke ku bi daxwazeke xurt hatinên aborî kontrol dike were sînordarkirin. Ji Şîayan hat ku hatina aborî li zerara Sunî û laîqan parve bikin. Şîa erê parçebûyî ne, belê hem hejmara wan zêdetir e, hem jî giraniya wan di nava dewletê de û hêzên wê yên ewlekariyê de her diçe zêde dibe – jixwe em behsa palpiştiya hêza super a dinyayê bi rê ve dibe, dide wan jî nakin. Di vê demê de DYE xwe dide şerekî xwe yê kevin ê li Afganîstan’ê – bi vê jî hewl dide vekişina xwe ya ji İraq’ê baştir bi derve nîşan bide. Nîzama nû ya li vî welatî hat bicihkirin dikare bêdengiyê bîne wir, lê bîlançoya şer zêde giran e: Bi sedhezaran mirovên hatî kuştin, bi milyonan mirovên ji cih û warên xwe bûyî, welatekî wêran û bê aramiya tevahiya herêmê.

Werger ji fransî
Lokman Turgut

Çavkanî

Nir Rosen*

*Rojnamevan, li Navenda Lêkolînên li ser Qanûn û Ewlekariyê ya Zanîngeha New York’ê lêkolîner e. Nivîskarê vê pirtûkê ye: In the Belly of the Green Bird: The Triumph of the Martyrs in İraq (Di zikê çûkê kesk de: serketina şehîdan li İraq’ê), Free Press, New York, 2006.