Şerên veşartî li Yemenê

Translator

Dûrî çavê dinyaya derve, herêma Saada li bakur rojavayê Yemenê, nêzî sînorê bi Erebîstana Suûdî re, ji Hezîrana 2004’an û vir ve veguheriye qada şerekî bi şîddet (1). Li vir hukûmet şerê komek serhildêrên bi navê “Hûtiyî” dike. Serokê komê parlemanterê berê Huseyin el-Hûtî bû, ji mirina wî ya di îlona 2004’an û vir ve birayê wî yê jê piçûk Ebdulmelîk el-Hûtî serokatiya komê dike. Tevî agirbesteke ku di Tîrmeha 2008’an de hatî eşkerekirin jî, ji nîvê Gulana 2009’an û vir ve şerî ji nû ve dest pê kir. Asêbûna di şer de, şîddeta wê, bi dehhezaran qurbanên wê û kesên ji welatê xwe bûyîn û xetera reaksiyoneke mîna xelekên yekzincîrê, di herêmeke ku di heman demê de erda eşîrên sereke yên welêt e, hîna jî para bêhtir nayên zanîn.

Serhildana Hûtiyan xwe disipêre nasnameya dînî Zaydîtiyê. Zaydîtî şaxekî Îslama Şîî ye ku li platoyên bilind ên Yemenê belav e. Ev Şîîtî di warê teolojiyê de bi awayekî zelal ji Şîîtiya Duwanzdeh Îmaman ya li Îranê serwer cuda ye (2). Zaydî ji sê paran yekê serjimara Yemenê pêk tînin. Di dîroka taybet a Yemenê de bi mafdarî di warê huqûqê û dogmayan de weke “nerm” têne bi navkirin û gelek şîroveyên wan yên dînî bi sûniyê mezheba Şafîî (3) re hevpar in; piraniya Yemeniyan Şafîî ne.

Hukûmet serhildêriyê bi daxwaza ji nû ve avakirina îmamata Zaydîtiyê gunehbar dike, ku heta 1962’an, ango şoreşa komarê, li welêt hukmê xwe meşandibû. Ev destpêka şerekî dirêj ê navxweyî bû, Erebîstana Suûdî pişta melikparêzan girtibû û Misira Cemal Abdulnasir jî yekîneyên xwe şandibûn da ku bi komarxwazan re mil bi mil ve şerê melikparêzan bikin. Îmam sehîd bûn ango ji malbata pêxember Muhemed; birayên malbata el-Hûtî jî sehîd in. Rayedarên Yemenî îdîa dikin ku Îran pişta Hûtiyiyan digire û Hûtiyî jî weke Hizbullaha Libnanê parçeyek ji projeya pêkanîna “kevaneke Şîî” li seranserê Rojhilata Nêzîk in. Armanca derxistina pêş a îdîaya tevlîbûna Îranê ew e, ku hukûmet dixwaze desteka Suûdî ji xwe re misoger bike, lewra rejîma Suûdî jixwe ji ber kapasîteya plankirinê ya her zêde dibe ya dijberê xwe Îranê fikaran dike.

Serokên Hûtiyî ev gunehbarî red kirin. Ew dilsoziya xwe bi komarê re didin zanîn û dixwazin baweriyê bidin ku ew bi tenê dixwazin nasnameya dînî ya zaydî biparêzin. Li gorî wan Zaydîtî bi xetera zordestiya versiyonên gelekî hişk ên Îslama Sunnî Wehabîtî û Salafîtiyê re rûbirû ye.

Erdên ku dergûşiya Zaydîtiyê kirine, li herêma Saada ne. Ev herêm berê di salên 1960’î de di dema şerê navxweyî de yek ji kelehên dawî yên melikparêzan bû. Lewma demeke dirêj dûrî çavên siyasetên pêşdebirinê yên hukûmetên li pey hev ên komarxwaz ma. Derketina Hûtiyiyên niha xwe disipêre tevgereke vejîna Zaydî ku di salên 1980’î de di nava saziyên perwerdeyê, weşanxane û ziyaretên li der dora Saada lê her wiha li paytext Senayê cih ji xwe re dît û xwe da der.

Tevî ku Serokkomar Elî Ebdullah Salih jî têde, piraniya elîtên siyasî bi eslê xwe Zaydî ne jî, ev tevgera vejînê ya Zaydî timî gelekî hindik dimîne. Her wiha, her çend Zaydî bi israr li ser taybetbûna nasnameya xwe li beramberî şerîetê yan jî pratîkên dînî derdixin pêş, pirraniya welatiyan (yên esil-Zaydî jî di navê de) pêvajoya wekhevkirina nasnameyên dînî qebûl dikin, ya ku ji aliyê sîstema perwerdeyê ve tê rûnandin û ji aliyê dewleta komarxwaz ve tê birêvebirin. Ji ber vê yekê muxalefeta SunnîŞîî ne li gorî demê ye û tenê di keviya wê de dikare bandorê li ger, dewran û têkiliyên siyasî bike.

Ev hemarmanciya nasnameyan dîsa jî pêşiyê lê nagire ku salafiyên hevgirên şert û mercên desthilatdariya siyasî, Zaydiyan her diçe zêde dirh û dexme bikin. Di çarçova pirsgirêka li Saadayê de tengezarî zêde ye û xeter heye ku şer veguhere şerekî di navbera mezhebên cihê de. Dawiya Tebaxa 2009’an hin saziyên medyayê nûçe belav kirin ku di şerê di navbera Hûtiyî û xwendekarên înstîtuyeke salafî Dar el-Hadîsê de gelek kes hatine kuştin. Dar el-Hadîs ji aliyê Mûqbîl el-Wadî ve di salên 1980’î de hatibû damezrandin (4). Hûtiyiyan ev nûçe û agahdarî li ser malpera xwe ya înternetê derew derxistin. Di Adara 2007’an de du xwendekarên biyanî, yek jê jî fransî di şerên mîna vî de hatibûn kuştin.
Rola şêlû û nediyar a Erebîstana Suûdî

Şer ji aliyê hukûmetê ve weke dijberiyeke îdeolojîk tê binavkirin û ev dijberî komarê û komeke radîkal a dînî tîne hember hev. Hûtiyî bi xwe li aliyê xwe vî şerî weke berxwedana hindikayiyeke dînî bi nav dikin. Li aliyekî îdîaya hukûmeta yemenî der barê bernameyeke jinûve avakirinê ya piştî agirbesta Tîrmeha 2008’an destpêkirî, li aliyê din îdîayên serhildêran ku dibêjin şer û navtêdan ti carî ranewestiyan e; ji van gunehbariyên herdualiyan û wê de pirsgirêk girêdayî gelek faktoran e ku asêbûn û bistbûna di pirsgirêkê de rave dikin.

Tevî agirbest û navbênkariyan – weke ya Qetarê di 2007’an de- dewama dijminatiyê ji 2004’an û vir ve hinekî jî girêdayî derketina pêş a berjewendiyên aborî ye ku li pirrbendî û dijberiya navxweyî ya ji bo bidestxistina desthilatdariyê zêde dibe. Kontrola bazirganiya îllegal a ber bi Erebîstana Suûdî ve û cîraniya Derya Sor – ku veguhestina mazotê û çekan ber bi Hebeşîtan, Somaliya û Erîtreyê ve hêsan dike – sedemeke sereke pêk tîne. Sîlehên ku wê ji artêşê re biçin jî ji aliyên hin sûbayan ve paş ve tên zîvirandin; eger beşek ji wan were firotinî derve jî, bi awayekî nakokiyane ji aliyê navbênkarê li vê herêmê bi taybetî çalak ve beşek ji wan ji nû ve tê firotinî serhildêran.

Perspektîva girtina cihê Serokkomar Salih ê ku ji 1978’an û vir ve li ser hukm e, agirê rikberî û hemberiya di nava rejîmê de jî gurr kir; bi taybetî jî di navbera kurê Salih, Ehmed Elî Salih (di heman demê de li serê hêzên taybet û muhafizên komarê ye jî), û gelek fîgurên di nava artêşê de. Di encama vê de tê gotin ku herêma Saadayê veguheriye qada şerekî li ser navên hin kesên din tê meşandin. Di nava vî şerî de eşîrên dijberê hev jî li aliyekî hewl didin çavkaniyên aboriyê bixin destê xwe û li aliyê din hewl didin bandora xwe li herêmê piştrast bikin. Di Gulana 2008’an de, herêma şer fereh bû û gihişte herêma Benî Hûşeyş a li der dora bîstûpênc kîlometroyan li bakurê paytext Senayê. Ji 2004’an û vir ve cara pêşî hêzên taybet û serketina wan paralelî binketina eskerî ya tabûrên artêşê li wilayeta Saadayê hat nîşandan.

Pêşeroja ciwanên Yemenê li ber asoyeke şolî ye (P. J. Walker)

Asêbûn û bistbûna di pirsgirêkê de di heman demê de girêdayî rola her diçe mezin dibe ya aktorên eşîrî ne. Çi alîgirê hukûmetê û çi yên Hûtiyiyan bîn, li gorî projeya hukûmetê ya Hezîrana 2008’an a çêkirina “artêşeke gel” ku xwe dispêre eşîrên li hawîrdora wîlayeta Saadayê, ketina nava şer a milîsan pirsgirêk xiste nava xelekeke şîddetê. Ev xeleka şîddetê mekanîzmayên tolhildan û heyfa xwînê yên ku li ser piştgiriya eşîrî avabûne, xurt dike. Di destpêka sala 2009’an de tevî ku desthilatdariyê pere ji bo jinûveavakirinê veqetandin jî, hin komên eşîrî, yên ku beriya çend mehan hevgirên artêşê bûn, lihevhatina bi Hûtiyiyan re red kirin û bi asêkirina riyan û rehîngirtina mirovan xwestin zextê li hukûmetê bikin. Hêja ye mirov bala xwe bide vê tehlûkê ku ev “eşîrîbûna” pirsgirêkê rê dide ku hin nîqaşên ji aliyê hin derdorên nêzî desthilatdariyê ve bi hev re têne kirin, ji nû ve li ber çavan werin girtin. Ev nîqaş yan projeyeke siyasî ya Hûtiyiyan, yan jî şerekî ku Sunî û Şîiyan bîne hemberî hev derdixin pêş.

Ji niha û pêve, pirsgirêka Saadayê wê xwe li dijminatiyên berê yên du konfederasyonên eşîran ên sereke yên platoya bakur zêde bikin: Ji van konfederasyonan Haşed li aliyê hêzên hukûmetê şer dikin, gelek eşîrên konfederasyona Bakîl jî destekê didin serhildêran (5). Emîn, analîzeke bi vî rengî, beriya ku bi kitekit ji hev were derxistin jî ji herêma Saada bihûrîna şer û belavbûna wê rave dike. Mirov bi nav bike ev herêma şer gihîştiyê devera Harf Sufyan, -li başûr ne dûrî erdên mîrîtiya el-ûsaymat- yek ji eşîrên sereke yên Haşedan. Geremoleke bi vî rengî faktorên bê îstîkrarkirinê yên vî şerî radixe ber çavan ku xetera wan heye bi riya mekanîzmayên hevgirtina eşîrî li herêmên din ên bakurê Yemenê belav bibin; bi taybetî jî li wilayetên el-Cawf, Amran û Hayca.

Di nava vê lîstikê de tevlîbûna aktorên herêmî ya kêm avaker jî heye. Di 2007 – 2008’an de navbênkariya Qetarê û agirbesteke di navbera aliyên şer de li Dohayê ti bandora wan çênebû û xêra wan neda ti kesî. Ji nû ve destpêkirina şer kir ku hukûmeta Qetarê xwe ji nava meseleyê bikişîne û bide alî; Qetarê bi ser de soza desteka maddî ya jinûveavakirin û pêşxistina herêma Saadayê jî paş ve kişand. Rola cîranê Yemenê, Erebîstana Suûdî bi xwe mirov dikare weke şêlû û nediyar bi nav bike, heta hin kes wê bi xirakirina navbênkariya Qetarê gunehbar dikin, lewra Erebîstana Suûdî dixwaze hêza vê mîrnişîna piçûk li herêma ku li gorî rêûresma xwe bandora wê lê heye, sînordar bike. Tevî ku monarşiya el-Suûd şerê li Saadayê bi awayekî fermî weke pirsgirêkeke navxweyî dibîne jî, hin aktorên Suûdî di warê maddî de hem destekê didin hewldanên şer yên Yemenê, hem jî destekê didin milîsên eşîran û bi vê tevlîbûnê alîkariya dewamkirina şer dikin.

Li aliyê din Dewletên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê awirên xwe hemû zîvirandine bi tenê ser mijara şerê ‘dijterorîst’û ji destpêkê ve gelekî xwe naxin nav lêgerîneke lihevhatineke pasîfîst. Wan ne yekser be jî, destûreke bêsînor daye hukûmeta Senayê. Di serî de ji aliyê Washingtonê, tevî ku ji aliye hevgirên xwe ve jî ji ber tevlînebûna “şerê li dijî terorîzmê yê gerdûnî” hatî rexnekirin jî, hukûmeta Yemenê ya Salih bi hêsanî serhildêr weke komeke terorîst dan nasîn û heta carinan jî îdîa kir ku têkiliyên serhildêran bi el-Qaîdeyê re hene. Ev yek zêde baweriyê nade, lewra Hûtiyî Zaydî (Şîî) ne û rexneyan li doktirîna salafî digirin.

Faktora bê îstîkrariyê ya bi taybetî hişk, ango şerê li Saadayê dibe sedem ku desthilatdariya navendî li herêmên bakur lawaztir bibe. Aboriya şer, bê îstîkrariya kronîk û zordarî dikin ku komên şîddetê bikartînin yên ku hin ji wan nêzî el-Qaîdeyê ne hêsantir derkevin holê û pêşbikevin.

Tevî ku hînê bi tevahî nehatiye ronîkirin jî, di Hezîrana 2009’an de revandina endamên rêxistineke civaka sivîl a navneteweyî yên ku li nexweşxaneyeke li Saadayê kar dikirin û kuştina sisiyan ji wan vê mekanîzmaya nesaz darîçav dike. Herçend hukûmetê di destpêkê de got Hûtiyî berbirsiyarê bûyerê ne jî (6), bêhtir bi aqilan dikeve ku destê komên sunî yên şîddetê bi kar tînin di bûyerê de hebe. Destpêka 2009’an, Yemeniyê ku para bêhtir weke sekreterê berê yê ûsama bin Ladîn tê danasîn, Nasir el-Wabaş damezrandina el-Qaîdeyê li Nîvgirava Ereb û yekbûna şaxên suûdî û yemenî eşkere kir. Ji destpêka 2007’an û vir ve êrîşên ku dixin stûyê komên têkildarî el-Qaîdeyê, bi taybetî weke ya li dijî sefareta Dewletên Yekbûyî li Sena û herêmên Yemena Başûr a berê gelekî zêde bûn. Di heman demê de wilayetên li Bakurê Yemenê weke ku ji van êrîşan parastî û dûr bin xuya dikin. Li aliyê din li dijî yekbûna Bakur û Başûr a sala 1990’î, ji 2007’an û vir ve li herêmên Yemena Başûr a berê protestoyeke xurt xwe dide der. Li van herêman gel xwe weke mexdûrê cihêkariyê dibîne. Ev protesto her diçe bêhtir vediguhere tevgereke cihêxwaz, lewra zext û zordarî her diçe zêde dibe (7).

Rejîma ku demeke dirêj e ji aliyê rêzdar Salih ve tê birêvebirin, jê hat ku bi riya texmînan derewan bike û behsa îstîkrarekê bike. Lê belê pirbûna krîz û aloziyan û pirsgirêkên cihgirtina wî, mêzîna wî ya ne ewle yekcar dixe xeterê (8) û dibe ku bibe destpêka rûxîna dewletê û ev jî wê encamên nikarin bên hesabkirin ji bo tevahiya herêmê derxîne holê.

Çavkanî

Ji niha û pê ve Yemen veguheriye baregeha piştbereyê ya şervanên El Qaîdeyê yên ji Erebîstana Suûdî tên. Li başûrê welêt ku sala 1990’î bi bakur re bû yek, muxalefeteke cihêxwaz mezin dibe. Li herêma Saadayê jî şerekî serhildêr her diçe gurr dibe. Rayedarên fermî îdîa dikin ku Îran destekê dide serhildêran, serhildêr jî îddîa dikin ku mudaxeleya Erebîstana Suûdî ne rast e. Ev şerê ku navê xwe bi lêv nake û van hefteyên dawiyê dijwartir dibe, xetera ku welêt veguhere dewleteke ketî jî bi xwe re hildigire.

  1. International Crisis Group, Yemen: Diffusing the Saada Time Bomb (Yemen: Bêtesîrkirina bombeya siwarkirî ya Saadayê), Sena-Bruksel, Gulana 2009’an
  2. Şîîtiya duwanzdeh îmaman, dogmaya li Îranê serdest e; li İraq û Libnanê jî heye. Berevajî ortodoksiya Sunî, ew bi girîngiya dide Elî, zavayê pêxember Muhemed û Duwanzdeh Îmamên ji zuriyeta wî ne, derdikeve pêş. Li gorî dogmayê, ji van Duwanzdeh Îmaman yê dawiyê nemiriye, belê “veşartî” (xayîb) ye, vegera wî wê serweriya dadê nîşan bide. Zaydîtî jî xwe bi rêûresma Şîîtiyê ve girêdide, belê bi tenê heft îmaman qebûl dike; û beriya her tiştî fikrê vegera îmamê “veşartî” (xayîb) li cem wan nîne û weke “nermtir” tên qebûlkirin.
  3. Li gorî dîrokê, ortodoksiya Sunî ji çar mezheban (dibistan) yan jî rêbazên dînî yên ji aliyê huqûqa dînî ve qebûlkirî û li deverên cihê yên cîhana Îslamî belavbûyî pêk tê: Malikîtî (bi taybetî li Mexrebê belav e); Şafiîtî (li Rojhilata Nêzîk, li Yemen û Başûrê Asyayê); Hembelîtî (li Nîvgirava Ereb); Henefîtî (li Asya Navî û Başûrê Asyayê).
  4. El-Quds el-Ereb (Rojnameya panerebîst), London, 27ê Tebaxa 2009’an.
  5. El-Şarea (kovara hefteyî serbixwe li Yemenê), Sena, 2ê Tîrmeha 2007’an.
  6. Ev gunehbarî ji aliyê serhildêran ve derew hat derxistin û wan bi xwe roja piştî dîtina cenazeyên sê xebatkarên alîkariya insanî, xwepêşandanek li dijî revandina wan organîze kir.
  7. Franck Mermier, “Yemen: le Sud sur la voie de sécession? (Yemen: Gelo Başûr li ser riya veqetînê ye?)”, Echo- Geo, Hezîrana 2008’an, http://echogeo.revues.org
  8. Bixwîne: Lorent Bonnefoy, “Entre pressions extérieures et tensions internes, un équilibre instable au Yémen (Di navbera zexta ji derve û aloziya di hundur de, li Yemenê mêzîneke ne bi îstîkrar”, Le Monde Diplomatique, Cotmeha 2006’an.