Serfkarê dixebite

Ji mobîlyayên li hev tên siwar kirin, heta bi gîşeyên otomatîk
Translator

Biserxwevehatin ne tu bêhnvedan e. Me ji berê ve dizanî, dema ku karker -bi taybetî karkera jin- ne "li ser kar" e, hê jî dixebite, ji ber ku dema karê malê ji dema xebata bi meaş pirtir e. (1) Wekî din, ev karker jî mesrefê dike, lê em zêde bala xwe nadin mesrefkarîya wî, tevî ku ew pirî caran bi awayekî belaş ji bo şirket an îdareyan jî dixebite da ku, ji xwe, kar bi dawî bike. Ew kovarên serfkaran dixwîne, li ser Înternetê li berheman digere, projeyên xwe li dar dixe, biletên xwe yên trenê siparîş dike; ew diçe supermarketê, ereboka xwe tijî dike, li kaseyê dikeve dorê; parçeyên mobîlyeyê li hev siwar dike, dekodera televîzyonê dixebitîne, girêdana Înternetê jî aktîf dike; ew li rehbernameya girêdana kanîya banyoyê dinihêre; xwe fêrî şixulandina nivîsbarîyên kompûterê dike, awayên xebitandina makîneyan dixwîne... û çend roj piştre jî, vedigere cihê xizmeta piştî firotinê, heta carina berê xwe dide dezgeha nakokîyan jî.

Hûn ê bibêjin ku serfkar bi vîna xwe dixebite. Tevlîbûna hilberandina berhemên serfkarîyê carina wek seetên zêde yên kar ên xweş tê hesibandin; serfkar ji bo van seetên zêde yekser pereyan nastîne, lê ew li alîyê din meaşên xwe jî diparêze (ji ber ku bi xêra wan, ew dikare malên ne tevakirî bi erzanî bikire). Ji bo mirovên dilawêr ku "xwe bi xwe kirinê" diecibînin, feydeyeke din a vê xebata bê pere jî ev e ku rîska bêkarîyê qet tuneye. Digel rewşa Robînson li ser giravê, ev mînakeke taybet e ku îrade tenê têra îş peydakirinê dike. Heta hin kes jî dibêjin ku ev xebata belaş pareke xweserîyê ya ji me re veqetandî ye, fersenda ku em nebin serfkarên pasîf e. Îmaja avakerê jêhatî, amatorê dildar, tamîrkerê serkeftî, ya "serfkara/ê çalak", li ber çavên me ye.

Dibe ku serkara/ê karker nikaribe lê mikur were -ji ber ku "xweşbînîya" li ser van kêlîyan herweha parçeyeke xebata wî/wê ye-, lê belê di nav vê para xweserîyê de jî, cih ji bijarteya wî re nayê hiştin. Weke cîranê xwe, ew solên xwe dibe ser koşkar, ew li restorana bi lez sênîya xwe radike, di ber bazarên xwe yên li ser Înternetê re, ew rûpelên agahîyên ferdî dadigire, ew ji muxatabê servîsa telefonî ya ji bo alîkarîya mişteriyan re rave dike ka ew ji bo tamîrkirina girêdana xwe ya înternetê şîretên bi çi rengî dixwaze, ew li postexaneyê nameyên xwe diwezinîne û pereyê wan dide (dema ku tê ji bo nameyên bi taahhutê bi xwe re bibe), ew roja şemîyê serê sibehê li mexzena malzemeyên avakirinê ye da ku çerxeke dolabê ya êdî nayê çêkirin, bibîne. Belkî carina tahma "azadîyê" bike jî –hingê bi tenê peyvê dikin devê wî-, dema ku li ser cihê xwe rehet, pîceme lê ne û li ser Înternetê bileta trenê ya ji bo sefera xebatê ya siberojê dikire, di hundirê xwe de, ew baş dizane ku ew wexta xwe ya kêfê ji bo hilkişîna çemekî Bakûrê Mezin ê Kanadayê û masîgirîya bi mêşan derbas nake. Hin caran jî, dibe ku ew nebûna tercihê îfade bike: Dora gîşeyên garê ewqasî dirêj e... Jixwe, bi pêşkêşkirina alternatîvên ne xweş li ber serfkar jî, ew ê di dawîyê de minasib bibîne ku xizmeta xwe bike. Hebûna dorê li postaxaneyê, li garê, li sîgortaya civakî, li supermarketê, beşeke hûnera hesabkirî ya rêvebirina nûlîberal e, ku helwesta xwejêvedanê ya serfkar weke meşeke qehremanî ber bi azadîya hilbijartinê ve îlan dike.

Serfkarê karkerbûyî, fêrî berhemdarîyê jî dibe. Eyb e ji wî kesî re ku ji ber destgiranîyê, jê nayê bibe hosteyê kaseya otomatîk. Ew ê nerihetîya bêdeng a muşterîyên li pişt xwe hîs bike. Pêwîstîya berhemdarîyê heta di çûyîna wî ya tahtîlan de jî xwe dide der, dema ku ew bi dîqet guhdarîya gotinên hostesa Busy Jet dike, ku pêvajoya xweqeydkirinê fêrî wî dike ya ku dê rojekê wê ji karê wê bike. Dîsa jî, piştî demeke dirêj, şadî û serfirazîya gihîştina yekrengîyê tê: Ew êdî ji kaseyên otomatîk natirse; berî ku benzînê têxe erebeyê, ew ji bîr nake ku lepikan têxe destê xwe; ew bi jîrî makînayên otomatîk ên fîrmaya trenê bi kar tîne (ew fermanan jî dide wan û bersivên wan pêş de dibîne); êdî ew dizane lîsansa programa antîvîrûs kompûtera xwe nû bike. Qabiliyetên serfkar zêde dibin. Lê belê, li hemberî vê bîlançoya erênî, divê neyê gotin ku qabiliyetên bi vî rengî -yên rasteqîn û pêwîst in jî, ji ber ku bêyî wan, mirov dikare di warê aborî û civakî de, li paş bimîne- mîna kilîtekê ne ku hemî derîyên girtîgehekê vedikin û digrin... bêyî ku tu caran rohnîya rojê bibînin.

Di dawîyê de, serfkar -weke karker, her ku diçe- bi çi mijûl dibe? Ew hewl dide ku bi kevçîyekî, okyanûsa xirbeyên xebata civakeke ku divê em weke "civaka xirabebûnê" bi nav bikin, vala bike. Her tiştê ku dixebite, bêyî pirsgirêkan diçe serî, her tiştê bi ser û ber (normal, asayî, dubare), her tiştê ku "baş derbas dibe", ku "rind diçe", bi kurtasî, hemû tiştên ku dikarin bi rihetî bi ser kevin, me ev tişt spartin otomatan (teknolojîk an prosedurî). Lê belê, di cihaneke weha de ku zemîna kiryarên mirovan bi giranî li operasyonên teknîkî yên xiraker bi sînor bû, veqetandina beşa herî serkeftî ya van operasyonan ji bo makîneyan, mîna mirineke pêşwext e.

Gelo civaka xizmetan bi xwe nebûye beroşa pir caran karhêner (2), lê her demî xembar, a vê aborîya xirabebûnê, ku fersendên hevdîtin û hevpeyivînê li dora tekçûnê girêdide: Li gîşeyên xizmeta piştî firotinê, li dezgeha gazincan, li qata nakokîyan, li servîsa lezgîn a nexweşxaneyê, li qereqolê, li dezgeha pêşwazîyê ya fîrmaya trenê..., li hemî derên ku çareyên ji bo vegerandina li ser riya protokola otomatîkî ya rewşeke ne ji rêzê, mînakeke zehmet, tênegihaşteyek, tiştekî ku ji bo bîstekê ji dest filitîbû? Karkerên ku tevahîya dawîya hefteyê xebitîn, roja duşemê van qurbanên protokolê dibînin: Yên ku feydeya dermanên doktor ji wan re nehat (nexweşên saxbûyî kêm caran vedigerin ba doktor), yên ku ji ber "pirsgirêkên trênê", ji trêna xwe ya veguhestinê man, xwendekarê ku qeyda xwe ya zanîngehê dereng dide, rêwîyê ku valîzên xwe li balafirgehê winda kirin an jî bileta xwe ya elektronîk a balafirê li mala yara xwe ji bîr kir, yê ne xwenda ku di tarîfeyên peyama peydayîya serfkarîyê "baş tê negihîşt", kirêdarê sê mehan e kirê nade...

Xirabe, sernekeftin, tekçûn, pêşnedîtin, bêbextî hemû mohra xwe li fersendên "vegerandina mirovan li meseleyê" dixin û ev fersend dibin cihê tahlî, nakokî, protesto û hêrsê. Piştî van hemû nerihetîyan, weke şarja xezebê ya me di xeta telefonê ya operatorê Înternetê de rijand, em rihet dibin dema ku baraneke hîjyenîk a kubarîyan bi ser me de tê, her tiştî rizgar dike: "Spas ji bo dilsozîya we, Robinson beg; fîrma Îşêxwezane - xebatkarên wê û servîsa wê ya mişterîyan– dawîyeke xweş a rojê ji we re dixwaze!"

Belkî meyla bixweberkirina nerindîyên pergalê wê bibe armanca me ya nû. Em hêdî hêdî xewna tiştên ku "bi rastî" baş dixebitin, dibînin. Ji ber ku em gav bi gav bi serfirazîya narsîsîk a xwenaskirina di vê gerdûna çimayîyên sert, dihesin û em êdî her diçe kêmtir heyranîya bi derewan nîşanî teknolojîyên nû didin. Mîna André Gorz digot, "bîra ku êdî dikare weke makîneyan bixebite, xwe di makîneya ku weke wî dixebite de nas dike -lê ew nabîne ku di rastîyê de, makîne ne mîna bîra mirovan, lê mîna bîra ku hîn bûye weke makîneyan bixebite, dixebite". (3)

Çavkanî

Laurent Cordonnier:
Aborînas. Nivîskarê L'économie des Tombapiks. Une fable qui n'a rien d'une fiction [Aborîya Tombapîkan. Fableke ku ne fîksîyon e], Raisons d'agir, Parîs, 2010.

  1. Xweberhemdêrîya xizmetên malê li nav çarek û sê çarekên Hilberîna Hundir a Nesafî tê texmîn kirin; ew di muhase- beya neteweyî de nayê hesibandin, yek ji sedeman jî ev e ku herî pir jin pê mijûl dibin
  2. Bnr. Tahar Ben Jelloun, "34 centimes d’euro la minute" ["serê deqîqeyê 34 santîmên euroyê"], Le Monde, 10-11 cotmeh 2010
  3. André Gorz, Métamorphoses du travail. Quête du sens [Guherînên xebatê. Lêgerîna maneyê], Galilée, Parîs, 1988

Wergera ji fransî: Simko Destan