Sermîyanê gerdûnî yê hunerî û kurd

Pergala global û huner
Translator

Di cîhanê de, ku dibe gerdûnî, hevkêşîyên hêzan pir bi lez tên guhertin. Guhertin û veguherînên weha tên jîyin, ku di warê siyasî, aborî, civakî û çandî de bandora xwe li ser hemû gelên cîhanê dike û ev yek her roj li ber çavên me rû dide. Di nav vê guherîn û veguherînê de jî têgiha gerdûnîbûnê di warê huner û çandê de jî cihê xwe nîşan dide.

Li gor vê yekê:

-Gerdûnîbûn û sermîyanê gerdûnî ya hunerî

-Li Tirkîyeyê sermîyanê hunerî û kurd

Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA), ku yek ji hêzên herî mezin yên pergala cîhana gerdûnî ye, nemaze piştî êrişên 11ê îlonê hewlê dide ku li gor berjewendîyên xwe teşe bide konsepta cihana gerdûnî û vê yekê li ser cîhanê ferz dike. Ew herweha bi piştgirîya welatên Yekîtîya Ewropî jî dixwaze bibe lehenga cîhanê. Desthilatdar niha, ji salên şerê sar bêhtir bi baldarî û bi îtîna û heta bi fenekî bêyî ku hêzek, ku jê bitirsin hebe, konseptên xwe disepînin. Piştî serdema şerê sar, bi gerdûnîbûnê re ji alîyê hêzên herî mezin yên cîhanê ve ne bi tenê di qadên aborî û yên din de, lê herweha di warên çandî de jî wekî encama çavnebarîya emperyalîst şerekî navbera çandan hate dest pê kirin. Dema ku em bi kurtasî li vê pergala cîhana gerdûnî, ku nû teşe stendiye, binihêrin tiştê ku em bibînin ev e: Hunera nûjen a cîhanê bi lez û bez pêş dike û diguhere. Desthilatdarên gerdûnî, ku bi îdealên wekî hunera navneteweyî, pirçandî, aştî û hwd. ketine rê, di warê parvekirina sermîyanê çandî de jî bi azîne û navgînên nû, ku berê bi rêya hunerê nehatibûn ceribandin, bûne hakimên pîyaseyê. Ev pêvajoya nû, ku bi pêşengîya DYA û welatên Yekîtîya Ewropî pêş dikeve, li welatên din jî wekî modêl tê girtin û bi lez ew jî derbasî vê pêvajoyê dibin.

Bi gerdûnîbûnê re li cîhanê cure û domdarîya berhemên hunerî ku pir û pircure dibin, ketin jêr nîrê sermîyandarên hunerî yên dilbijok. Ev hêz ku di warên perwerdehî, siyaset û aborîyê de gihiştine merheleyên herî bilind, ji ber ku ji wan neteweyan pêk tên ku xwedî rabihurîyeke herêmî-resen û qedîm nînin û tevlihev in, koçber in, li cem wan valahî û birçîbûneke mezin heye. Parvekirina sermîyanê navbera çandan, ku em navê şerê navbera çandan lê dikin, digel post-modernîzmê wekî qada civakî û çandî di qada hunerî de piştigirîya herî mezin dide gerdûnîbûnê. Têgiha hunera post-modern piştî serdema şerê sar pêş ket û di qadên mîmarî, felsefe û gelek beşên hunerî de êdî gelek caran tê bi kar anîn. Têgiha hunera post-modern, ku di warê derbasbûna ji pergala kevin ber bi pergala nû de, ku nû tê ava kirin, risteke temamker dilîze û di warê hunerî de dibe xwedî cihekî girîng. Ev têgih herweha piştgirîya desthilatdaran jî werdigre; ketiye bin nîrê wan û bûye ekolek, ku tê pêş ve birin.

Di pergala cîhana gerdûnî de tevî ku qala aştî û pirçandîbûnê tê kirin jî, li seranserî cîhanê modeya hunereke bi şêwaza amerîkî û ewropî dest pê kiriye. Herêmîbûn û otantîkbûn naçar dimînin ku cihê xwe pir bi lez ji sermîyana hunerî ya cîhana gerdûnî re bihêlin. Hin berhevkar û galerîstên amerîkî û ewropî, ji ser aborîjînan (aboriginal) hunerê çawa vediguherînin sermîyanê. Ev yek mînakeke berbiçav e. Pêşangehsaz, yan galerîst li herêma Gallera Başûr a Nû (New South Wales- Awistralya) bi sazgeheke civakî re peymanê girê didin û berhem û tabloyên herêmî yên aborîjînekî kal, dikirin. Ji bo wê tabloyê 50 dolaran didin, lê di galerîyekê li bajarekî Amerîka, yan jî Ewropayê de bi 50 hezar dolaran difiroşin. Dema ku ew weha dikin mebesta xwe ya rastî, an ku hêla sermîyanê bi hostetî vedişêrin. Hêla pirçandî û trans-çandî û parastin û piştgirî dayîna nirxan, ku bi çavê mirovan xweş tê, derdixin pêş û bi vî awayî hunerê îstîsmar dikin. Sermîyandarên hunerê di pergala gerdûnî de cîheta hilberîn û afirinêrîya hunerê dîyar dikin. Ew, hunerê ji asta wê ya çalakî û civakî derdixin û dikin berhemeke di bin nîrê sermîyan de.

Bi vî awayî hunera vê pergala cîhana gerdûnî, ku xwedî bingeheke îdeolojîk e û sermîyanê wê ji xwe re hunermend û hunerhezên xwe jî afirandine. Huner jî ji bêgavîyê bi awayekî lez li gor fikarên aborî tê afirandin. Berhemên hunerî yên cîhana nûjen vediguherîne pêşbirka dewlemendbûna sermîyandarên çandî û lewra bûye qada mulkiyeta çîneke dîyakirî ya civakê. Ji ber vê helwêsta cîhana sermîyan û mulkiyetê ya li hember hunerê, helwêsta huner û hunermendan a li hember cîhan, jîngeh û civaka ku ew jê tên, aşkere dibin.

Li Tirkîyeyê jî rewş weha ye, modêla amerîkî-ewropî li wê derê jî hatiye pejirandin. Herçend vê binavkirinê tercîh nakin jî, ji ber têkilîya wan a nêz a digel mijarên ''Kurdên Spî'', li vê derê peyda dibe. Bi rastî gotina ''Kurdên Spî'' sentezeke berfireh e. Dikare di nav xwe de li gor mijar û qadên cuda jî were nirxandin. Di warê parvekirina qada çandî de Tirkîye rista xwe di warê çandî de bi ser kurdên spî re xweş dilîze. Herçend her tiştê ku têkilîya wî bi kurdîtîyê hebe li Tirkîyeyê tê qedexe kirin jî, hunermendekî/e kurd û hunera wî/wê (ku li Tirkîyeyê yan qedexe ye, yan jî bi şik û guman lê tê nihertin) di bazara derveyî welêt de wekî hunermendekî tirk û hunera tirk tê firotin. Ji vê rewşê him sermîyandarên hunerî û him jî hunermendê pîyasayê, ku hewlê dide ku navê xwe bide bihîstin, razî ne. Di wî warî de stratejîya çandî ya Tirkîyeyê, ku modêla amerîkî û rojavayî ji xwe re dike modêl, stratejîyeke zirav e. Bi çavên xwe dibînin ka hunermendên kurd ên ciwan, ku ez navê ''zarokên super ên kurdan'' li wan dikim, çawa dikevin tora sermîyandarên hunerî û wekî min gotî dibin kurdên spî.

Di cîhana gerdûnî de projeya Tirkîyeyê ya navbera çandan her ku diçe mezintir dibe û li Tirkîyeyê yek netewe, yek dewlet, yek huner aşkere tê dîtin. Di vê projeyê de ne bi tenê hunermendên kurd tên kedî kirin, lê herweha hunermendên çepgir, an ku ew kesên ku dixwazin heqê hunerê bidin, tên tasfîye kirin. Herçend hunera wan gelek hêzdar be jî ew hunermend nikarin bikevin pîyasayê û li derve tên hiştin, tenêmayîn dibe qedera wan. Da ku hunermendek baş bikaribe bikeve vê pîyasayê, divê li pişt wî têkilîyên baş ên sîyasî, sertewandina li ber cema'atekê û helwêsteke nêz a îqtîdarê hebe, yan ne guncan e ku ew bikeve pîyasayê. Hevdem, hunermendên pîyasayê, ku ne xwedî resenîyek, tecrûbeyeke kûr in û hunera wan kopya ye û tije dekorasyon e, bi piştgirîya sermîyandarên hunerî û bi dîrektîfên wan, ew di pîyaseya huner a Stenbolê de peyda dibin.

Di çarçoveya hunera gerdûnî de, heger berhemên çandî û hunerî rastîya xwe ya civakî di nav xwe de nehewîne û bi awayekî paralel pê re nemeşe, piştgirî nede wê, xema jîngehê nexwe, wê demê em dikarin qala kêmasîyeke hunerî bikin. Ji destpêka dîrokê heta roja me ya îroyîn huner hertim xwedî helwêsteke çalakbûnê bûye. Hunerek ku alîyên wê yên lidijrabûn, rexnegîrî û berpirsiarîyê nebe, dikare bi tenê birçîbûna estetîk a sermîyandar û îqtîdaran têr bike û bersiva pêdivîyên wan bide.

Bi gerdûnîbûnê re hunermend dikare resen bimîne, ji rastîyên civakî veneqete û hunera xwe bigihîne girseyan. Ji bo wê jî divê hunermend derfetên zanistî yên hunerê, teknîkên hunerî, azîne, alav û navgînên wê baş bizanibe û xwe di vî warî de bi pêş xe. Sermîyandarên hunerê herçend ji bo fikarên xwe yên bazirganî têgihên wekî pirçandî, transçandî û navçandî bi kar bînin jî platformên xweser ên hunerî û hunermendên xweser dikarin ji vê yekê sûdê werbigirin. Di van salên dawîyê de di vî warî de xebat û pêşveçûn hene. Însîyatîfên hevbeş û hunermendên alternatîf, bi rêya çalakîyên navneteweyî yên hunerî, bîenal û fûarên hunerî dikarin li hember sermîyandarên hunerî tora xwe damezirînin.

Di vî warî de, pêdivî ji her demê bêhtir bi hunermendên kurd heye ku xwedî helwêsteke hêzdar, bi nirxên xwe yên civakî re dilsoz in û tiştên resen diafirînin.

* Pedagogê Hunerî / Wênesaz / Di KIK (Kölner Institut für Kulturarbeit und Weiterbildung) de perwerdekar.

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya

Çavkanî

Hasan Hüseyin Deveci:
Pedagogê Hunerî / Wênesaz / Di KIK (Kölner Institut für Kulturarbeit und Weiterbildung) de perwerdekar.

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya