Serokkomarê îranî li dijî melayan

Rahiştina hev a li lûtkeya desthilatdarîyê
Translator

Axaftina wî ya ji bo salvegera mirina Ayetullah Xumeynî, 4ê hezîranê, ji ber qêrînên dijminane hat birîn; parlemanê li dijî diduyan ji şêwirmendên wî yên sereke lêpirsîn da dest pê kirin… Serokkomarê îranî Mahmûd Ehmedînecad bi êrişeke berê nedîtî re rûbirû ye ku ji aliyê melayan û rêberê şoreşê Ayetullah Elî Xameneyî ve tê bi rê ve birin.

Qebxwarina navbera rêberê inqilaba îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneyî û serokê tundrew Mehmûd Ehmedînejad di meha nîsanê de dest pê kir. Piştî ku serok Ehmedînecad wezîrê xwe yê îstîxbaratê Heydar Moslehî ji kar avêt, Rêber Xameneyî, wezîrê îstîxbaratê paşê li ser wezîfeya wî vegerand. Di destpêkê de ev bûyer dikaribû wekî cudatîyên navbera serekên Cumhurî Îslamî were paşguh kirin. Lê belê lihevnekirina aşkere ya navbera rêber Xameneyî û serok Ehmendînecad teşeya pevçûneke mezin girt ku ev yek jî veguherî yek ji mezintirîn dijwarîyên li pêşîya rejîma Îranê.

Pirsigirêk bi awayekî basît ne destki-şandina wezîrekî diyarkirî ye, lê belê digihîje heta kakilka têkilîya navbera serok û rêber. Wekî encam, ev lihevnekirin rê li ber krîzeke mezin a destûrî vekir.

Destûra Cumhurî Îslamî, di nav xwe de gelek têgihên nakok dihewîne ku pêşî li ne-ahenghîyê vedikin. Ji alîyê din ve jî ji pergala Îranê re dibêjin komar, lê belê pergal li ser Welayetê Feqî anku li ser wesayeta meqama olî ya birêveber hatiye ava kirin, ku ev meqam li ser navê Îmamê Wenda deshilatdar e. (1) Destûra bingehîn hêzeke weha gelek mezin dide wî ku ji hemû dîktatoran zêdetir e. Ji ber ku her gotina Welîyê Feqî wekî gotina Xwedê tê qebûl kirin û dijberîya li hember wî wekî dijberîya li hember Xwedê tê dîtin, kesê ku li dij wî muxalefetê bike, layiqî girantirîn cezayî ye.

Welîyê Feqî xwedîyê wî mafî ye ku parlamentoyê belav bike û serokê dewletê erê bike yan ji kar bigire. Herweha ew serokê kar û barên dadî tayîn dike û bixwe jî serfermandarê artêş, Zêrevanên Şoreşa Îslamî (Sûpay Pasdaran) û polîsan e. Ew hemû meleyên înê yên bajarên mezin wezîfedar dike û bi vî awayî jî serkêşîya hemû rêxistina olî ya welêt dike. Hemû endamên Lijneya Çavdêrîya Destûrê (Şûrayê Nîgahbanê Qanûnê Esasî) ji alîyê wî ve tên hilbijartin. Hemû meleyên (muctehîd: meleyên ku li gor şerî’atê dikarin ictîhadê bidin) endamê Lijneya Bisporan (Meclîsê Xebreganê Rehberî) jî alîyê wî ve tên tayîn kirin, ku peywira vê meclîse ew e ku bi dorê çavdêrîya Welîyê Feqî bike û piştî mirina wî, yan jî heger Welî êdî nikaribe wezîfeya xwe bi cih bîne, xelefê wî hilbijêre.

Dilsozîya bi pêşandana mezin re

Di pergalê de hilbijartinên serokatîyê û parlamentoyê guncan in, lê belê Lijneya Çavdêran divê ehîlbûna hemû namzedan ji bo wezîfeyê erê bike û lewma Lijne li dij namzedan xwedî mafê vetoyê ye û dikare biryarê bide ka kî dikare bikeve hilbijartinan û kî nikare. Di pergalê de parlamentoyek heye, lê belê dikare bi tenê di çarçoveya şerî’atê de qanûna derxe û divê hemû biryarên meclîsê ji alîyê Lijneya Çavdêran ve were erê kirin, ka ew li gor şerî’atê û destûrê ne yan na. Serokê meclîsê jî heye, lê belê xwedî hêz nîne ji ber ku Welîyê Feqî dikare biryarên wî biguherîne û pir caran dike jî.

Bi vî awayî, her çend pergal xwedî hemû rêgezên demokrasîyê ye jî di rastîye de pergaleke teokratîk a girtî ku li jêr serkêşîya Welîyê Feqî de ji alîyê meleyan ve tê bi rê ve birin. Di encamê de, ji dema Ayetullah Xumeynî û vir ve, hemû serokan wekî baskê birêvebir ê Welîyê Feqî tev gerîyan û serî li ber fermanên wî tewandin.

Ev pergal bi awayekî rêk û pêk ev sî sal in berdewam e. Di 1997ê de ji bo guherîneke mezin teşqele derket û hemû muxalefet ji Muhemed Xatemî, ku di kabîneya Haşimî Refsancanî de wezîrê çandê bû, xwest ku di hilbijartinên serokatîyê de bibe namzed. Wê demê Xatemî çû cem Xameneyî û jê pirsî ew dê li dij namzedîya wî derkeve heger ew bikeve hilbijartinan. Xameneyî jî, ku dixwest hilbijartinan har bike û nîşan bide ku di hilbijartinan de pêşbazîyeke adilane heye, îcaze da ku Xatemî namzedîya xwe deyne. Berevajîyê bendewarîyan, Xatemî piştgirîya piranîya xelkê wergirt, nemaze yên ciwan û jinên perwerde, û di 23ê gulana 1997ê de (2yê xordada salnameya îranî) wî piranîyeke berbiçav bi dest xist. Bi vî awayî, bi wî navî ku piştî vê serkeftinê lê hat danîn, Tevgera 2yê Xordadê dest pê kir.

Xatemî û alîgirên wî hewl da ku pergalê ji nav wê bixwe de biguherînin û heta dereceyekê demokrasî anî pergalê, ku otokrasîyeke mutlaq bû. Wî bang kir ku li dij ‘civakeke olî’ ‘civakeke sîvîl’ were ava kirin. Wî herweha li hember ‘desthilatdarîya şerî’atê’ parêzvanîya ‘desthilatdarîya hiqûqê’ kir û li hember ‘Welatê şiîyan Îran’ slogana ‘Îran ji bo hemû îranîyan’ qîrîya. Xatemî wekî din siyaseta derve ya Îranê jî vekir û banga ‘dîyaloga şaristanîyan’ kir û ji bo normalkirina têkilîyên digel Rojava hin gavên piçûk avêtin.

Kêfa Xamaneyî û alîgirên wî yên tundrew ji van tiştan re nehat. Bi dehan rojnameyên alîgirên reformê ji alîyê dadgehan ve, ku li jêr bandora meleyan bûn, hatin girtin û wezareta îstîxbaratê dest bi kuştina rewşenbîr û siyasetmedarên reformîst kir, ku wekî ‘rêzekuştin’ navdar bû. Xatemî bi awayekî gelek serkeftî gilî û gazin kir ku tundrew hema hema serê her neh rojan ji bo wî krîzekê çêdikin.

Piştî serokatîya Xatemî ya du serdemî, Xameneyî biryardar bû ku wî xetayê dubare neke û nêhele ku hikûmeteke din a reformîst were ava kirin. Xamaneyî, di hezîrana 2005ê de digel alîkarîya tundrew, zêrevanên şoreşa îslamî û besîcan (komeke xortên tundrew ên çekdar, wekî cil-reşên faşîstan) piştgirîya namzetekî kir, ku pir nedihat nas kirin. Ev namzet şaredarê berê yê Tehranê û endamê berê yê zêrevanên şoreşa îslamî Mahmud Ehmedînejad bû û wekî serok hat hilbijartin.

Ehmedînejad li dij reformîstan dest bi kampanyayeke tund kir

Ehmedînejad dest bi bernameyeke populer kir û derameda petrolê di nav xelkê xizan de belav kir û soz da ku civakê vegerîne ‘safbûna’ wê ya dema Xumeynî. Li dij reformîstan kampanyayeke tund dest pê kiribû ku gelek reformîstên girîng û rewşenbîr ji ber tewanbarîyên sexte hatin destgîr kirin, zindanî kirin û her çi ji medyaya reformîst mabe ew jî hatin girtin. Çalakvanên jin, hunermend, muzîkjen, fîlmsaz û parêzerên mafên mirovan hatin tepisandin û piranîya wan hatin girtin û kar û barên wan hatin qedexe kirin.

Berîya hilbijartina dawî yên serokatîyê ya 2009ê reformîstan hewl da ku xwe dîsa bi rêk xin û ji Mîr Huseyn Musavî, ku di dema şerê Îran û Iraqê de wezîrekî populer bû, xwest ku wan di hilbijartinan de temsîl bike. Musavî gelek sloganên Xatemî vejandin û ji çînên perwerde û refomîst deng xwest. Li gor hemû nihêrînên serbixwe Musavî bi awayekî berbiçav bi ser ket. Lê dîsa jî di şevekê de her tişt guherî û roja din hat ragihandin ku Ehmedînejad bi rêjeyeke bilind, ku mirov nikare pê bawer bike, bi ser ketiye. (2) Ayetullah Xamaneyî ji nişkan ve derket holê û hetta berîya ku encamên hilbijartinan hatin pesend kirin jî piştgirîya xwe ya ji bo Ehmedînejad diyar kir û hilbijartina wî wekî "xêreke pîroz" ragihand.

Bi mîlyonan îranî: "Ka dengê min li ku ye?"

Bi mîlyonan îranî, ku xwe wekî xapandî hîs kirin, rijîyan kolanan û aqûbeta dengên xwe pirsîn: "Ka dengê min li ku ye?" Bi vî awayî Tevgera Kesk dest pê kir û kuçe û kolanên Îranê ji serkeftina şoreşê û vir ve şahidîya mezintirîn xwepêşandanan kir. Hêzên ewlekarîyê, besîc û cerdevanên bi cilên sîvîl êrîş bir ser xelk, bi dehan kes kuştin, bi sedan kes birîndar kirin û bi hezaran kes jî destgîr kirin. (3)

Çawa ku rejîma Îranê îddîa kir ku şoreşa îslamî îlham daye raperînên li welatên ereb, Musavî û hevbendê wî yê reformîst Mehdî Karrubî bang li gelê Îranê kir ku di 12ê sibata 2011ê de di xwepêşandên li ser kolanan de beşdar bibin, da ku raperînên li Tûnis û Misirê silav bikin. Ji ber wê tirsê ku xwepêşandan dikarin hêzdarîya Tevgera Kesk nîşan bide, rejîm xwepêşandan qedexe kirin. Dîsa jî, li gor hin raporan, zêdeyî 350, 000 kesan li bajarên cur bi cur derketin kolanan û rastî gulle û lêdanê hatin. Du kes hatin kuştin, gelek kes hatin birîndar kirin û bi sedan kes hatin girtin. Roja din rejîmê him Musavî û him jî Karrubî digel jinên wan destgîr kirin û ji wê demê û vir ve ji wan tu xeber nehat stendin. Heta destûr nehatibû dayîn ku Musavî di cenazeya bavê xwe de beşdar bibe, ku bavê wî piştî destgîrkirina Musavî jîyana xwe ji dest dabû.

Her tişt ji bo Ehmedînejad û alîgirên wî yên tundrew baş diçû. Lê dîsa jî Ehmedînejad ji bîr kiribû ku wî li jêr fermana Xamaneyî desthilatdar bû, ku "kê dabe dikare paş de bistîne". Ehmedînejad rewşa selefên xwe tev de ji bîr kiribû û bawer dikir ku dikare ji piştgirîya populer sûde werbigire û bi awayekî serbixwe riya di riya xwe de here.

Îranî li dij Îslama ereb

Daku piştgirîya hin kesan, ku piştî hilbijartinên bi dek û dolaban bawerîyên xwe ya ji bo rejîme wenda kirine, Ehmedînejad û hogirê wî yê nêzîk Esfendîyar Rehîm Meşayî, ku pêşî wekî alîkarê serok û paşê jî serfermandarê artêşa serokkomarîyê hatibû tayîn kirin, dest bi pesndana dîroka qedîm a Îranê kir û qala "îslama îranî" kir. Meşayî "ekola îranî ya îslamê" bi lêv kir û diyar kir ku Şiîtî, ku di rêberîya Îmaman de ye, mukemmeltirîn şiroveya Îslamê ye. Jê wêdetir, îranîyan her tim bawerîya xwe bi monoteîzmê (yek xwedayî) anîye û bi riya tevkarîkirinê wan Îslam dewlemendtir kiriye. Li gor wî, îranî xwedî "têgihiştina herî saf a eqîda îmanê û wahdeta Îslamê" ne û "Îran nîşaneya îmanê ye."

Ehmedînejad piştgirî da dîtinên hevkarê xwe yê nêzîk. Dema ku Sîlîndîra Melikê Îranî Kûrûş ji alîyê Muzexaneya Brîtanyayê ve ji Îranê re bi deyn hatibû dayîn, Ehmedînejad di axaftina xwe ya li Muzexaneya Arkeolojîyê ya Îranê him wekî damezirînêrê Împaratorîya Îranê û him jî wekî yek ji mezintirîn rêberên etîk ên mirovahîyê pesnê Kûrûş dabû. Di hevpeyvîneke yek saatî de wî peyva Îranê 45 caran bi kar anî.

Ev derblêdana li ser Îranê, muhafazekar aciz kirin, ku wan gotinên Ehmedînejad wekî xurufî bi nav dikir. Şêwirmend û alîgirê wî yê berê Ayetullah Misbah bi awayekî aşkere li dij fikra wî ya Îslama Îranî peyivî. Ayetullah Misbah Yezdî hetta fikrên Ehmedînejad wekî bêfedî bi nav kir û ev mesele, piştî fitneya tevgera reformîstan wekî fitneya duyem ragihand.

Îmamê Wenda li dij meleyan

Mijareke din ku muhafazakar aciz kirin kehanetên Meşayî û Ehmedînejad ên li ser vegera Îmamê Wenda ya demeke nêzîk bû. Di destpêka îsal de, rêze-belgefîlmeke bi zimanê farisî ya bi navê "Veger Nêzîk e" hat weşandin. Belgefîlm îddîa dikir ku hemû bûyerên li cîhanê, ên wekî karesatên xwezayî, şer, raperînên li welatên îslamî, krîza aborî û hwd. nîşane ne ku Îmamê Wenda dê di demeke nêzîk de vegere. Fîlmên ku bi berfirehî hatin belav kirin serok Ehmedînejad, bi navê wî, wekî Şuaîb bin Salîh bixwe radigihand, ku yek ji şexsîyetên pîrozwer e û dê digel Îmamê Wenda were.

Ev bawerî wekî dîtinên mîllenerîyan ên cihû û mesîhîyan e, lê li vê derê ferq ew e ku serok Ehmedînejad wekî yek ji refîqên Îmamê Wenda tê bi nav kirin. Her çend Ehmedînejad û Meşayî nikaribûn zora Ayetullah Xamaneyî û meleyên din bibin jî hatina Îmamê Wenda dê hemû muesseseyên olî bêkêr bihiştana û serok Ehmedînejad dê di avakirina nîrê aştî û adaletê ya seranserî cîhanê de alîkarîya Îmamê Wenda bikiraya. Ehmedînejad sebaret bi dilsozîya xwe ya ji bo Îmamê Wenda hertim şoveke mezin nîşan dide. Hemû axaftinên wî yên ji bo gel bi du’ayên ji bo vegera Îmamê Wenda dest pê dikin û hetta wî carekê hemû kabîneya xwe bir ser bîrekê li Mizgefta Cemkaran a li bajarê Qûmê, ku tê bawer kirin ku Îmamê Wenda jê peyda bibe.

Têgiha vegera Îmamê Wenda ya di demeke nêzîk de ji bo meleyan ji têgiha Îslama Îranî jî xerabtir bû ku pê bidebirin. Ayetullah Misbah Yezdî bi awayekî tund diyar kir ku ne heddê kesên asayî ye ku ‘adet û toreyên sebaret bi Îmamê Wenda şirove bikin û dema vegera wî guman bikin. Bi tenê mele dikarin tefsîra pirtûka pîroz bikin. Meleyekî din ê payebilind Xolam Reza Misbahî-Muqaddem li dij Ehmedînejad derket: "Heger, Xwedê neke, Ehmedînejad dixwaze bibêje ku Îmamê Zeman [Îmamê Wenda] piştgirîya kiryarên hikûmetê dike, ev yek ne rast e. Îmamê Zeman tu car bi enflasyona 20 dersedî razî nedibû û ne vêya ne jî gelek xetayên din, ku niha li welêt hene, qebûl dikir."

Kesên ne-mele li dij îslama meleyan

Ehmedînejad û Meşayî dest bi kampanyayekê kir da ku meleyan qels bikin. Wan, mele wekî ji dinyaya nûjen bêxeber nîşan dan. Di 2008ê de Meşayî li Tehranê mazûvanîya merasîmekê kir ku tê de gelek jin li tembûran dixist, dema ku yeka din Quran di destê wê de derket kursîyê da ku hin ayetan jê bixwîne. Meleyan, vê hawîrdora şahîyê û lêxistina muzîkê wekî bêhurmetîya li hember Quranê bi nav kir û li gor şerî’atê merasîm qedexe kirin. Meşayî jî mele bi nezanî û bêhestîyarî tewanbar kirin. Wî got muzîk manewîyatê qewî dike û ruhê însan paqij dike û kesê ku vê yekê taqdîr nakin ji heywanan xerabtir in.

Ehmedînejad û Meşayî di esasê xwe de dibêjin ku pêwîstîya xelk bi meleyan tuneye ku Îslamê hînî wan bike. Her çend serokên berê digel ayetullahên (meleyên şiî) mezin ên li Qûmê xwedî têkilîyên baş bûn jî Ehmedînejad û hevkarên wî ji qestan mesafe danîn navbera xwe û ayetullahan. Seredana wî ya Qûmê çendîn car hat paş de avêtin û di dema seredana wî ya 25ê gulana 2011ê de wî bi tenê çend heb wezîr digel xwe birin û neçû seredana tu meleyan.

Lê belê, bi ser van hemû pirsgirêkan de têkoşîna ji bo desthilatdarîyê ya navbera Ehmedînejad û alîgirên wî û Ayetullah Xamaneyî û meleyên payebilind heye, ku xuya ye fermandarên sereke yên zêrevanên şoreşê jî piştgirî didin wan. Êrîşên alîgirên Xamaneyî yên li dij Ehmedînejad û hevkarên wî gelek xerab bûn û ji alîyê hawîrdorên oldar hatin. Heval û hogirê serok Ehmedînejad, Meşayî bi efsûnkarî, "ruhanîyet" û têkîlîya wî ya bi cin yan pêrîyan hat tewanbar kirin. Zêdeyî 20 alîkar û şêwîrmendên serokatîyê jî ji ber efsûnkarîyê hatin girtin.

Meclîs ji bo kêmkirina burokrasîyê bang kir ku hin wezaret werin yek kirin. Ehmedînejad jî wezaretên rê û ragihandinê digel wezareta avadanî û geşedana bajaran, wezareta enerjîyê digel wezareta neft, wezareta sanayî û madenan jî digel wezareta bazirganîyê, wezareta refah û ewlekarîya sosyal digel wezareta kedê gihandin hev. Lê belê Ehmedînejad bêyî ku ji Meclîsê ji bo hin wezîrên nû destûreke pêşîn werbigire, ev yek encam da. Jê wêdetir, xwe wekî wezîrê berpirsîyarê kar û barên petrolê ragihand, ku wê demê Îran piştî 36 salan bûbû seroka demî ya OPECê û wezîrê neftê yê Îranê divê serokatîya kombûna OPECê ya li Vîyanayê bike.

Demeke wezîfeyê ya di tehlûkê de

Lijneya Çavdêrîyê, karê Ehmedînejad wekî neqanûnî ragihand, lê belê serok jî dîyar kir ku ew vê biryara lijneyê qebûl nake. Di huzûra Welîyê Feqî de her sê serokên erkan hatin cem hev û Welîyê Feqî diyar kir ku biryara Lijneyê nîhayî ye û hikûmet divê bi ya vê biryarê bike, lê belê serok enyata xwe berdewam kir. Di destpêka hezîranê de Meclîs gaveke nedîtî avêt û serok Ehmedînejad hawaleyî dadgerîyê kir ku ji ber binpêkirina qanûnê were darizandin. Roja din, Ehmedînejad neçar ma ku ji bo wezaretê şêwirmendek tayîn bike ku ji alîyê Meclîsê ve rexne lê hat girtin.

Pevçûna navbera Ehmedînejad û Xamaneyî hîna jî berdewam dike û weha xuya dike ku di demeke nêz de jî bi dawî nayê. Hemû alternatîf li ser masê ne. Ehmedînejad dibe ku dest ji kar bikişîne yan were tewanbar kirin û darizandin, yan jî bi îhtîmala herî baş jê re destûr were dayîn ku wekî serokekî qels û bêtaqet karê xwe berdewam bike.

Di 2ê hezîrana 2011ê de Muhammed Reza Bahuner, ku peyvdarê Meclîsa yekemîn e got: "Bîstek berê em gihaştin wê biryarê ku Welîyê Feqî amade bû ku dawî li hikûmetê bîne, lê belê me dît ku Welî hîna jî dixwaze ku hikûmeta niha heta dawîya serdema qanûnî bi sikûnet karê xwe berdewam bike û hikûmeta dehemîn bi awayekî xwezayî bi dawî bibe." Lê belê wî herweha bang li hikûmetê kir ku xwe ji "tevgera xurufî" ya nav kabîneya xwe dûr bixe.

Lê belê, têkçûna reformîstan û herweha têkçûna hewldanên tundrewan ji bo reforma navxweyî nîşan da ku rejîm nikare xwe ji nav de biguherîne û pêwîstîya wê bi pergaleke sekuler û demokratîk heye.

Çavkanî

Farhan Jahanpour:
Kevnedekanê Unîversîteya Îsfehanê û li Oxfordê mamoste.

  1. Nîşeya Wergêr: Li gor bawerîya şiîyan, piştî ku Îmamê Yanzdemîn Ebu’l Qasim Muhammed di sala 874ê de çû rehmetê, kurikekî 7 salî xwe wekî Îmamê Duazdemîn ragihand û xwe li şikeftekê binê mizgefta Samarra veşart. Weha tê bawer kirin ku dergehê vê şikeftê bi derîyekî, ku şiî jê re ‘Bab-al Xeyba’ dibêjin hatiye girtin. Şiî herweha bawer dikin ku xwedê îmamê duazde ji mirovan veşart da ku jîyana wî biparêze û îmam heta niha jî di jîyanê de ye ku dê rojekê wekî Mehdî vegere û mirovatîyê rizgar bike.
  2. Binihêrin: "Iran’s Stolen Revolution" (Şoreşa Îranê ya ku hatiye dizîn), Open Democracy, (Demokrasîya Vekirî) 18 hezîran 2009 http://www.opendemocracy.net/article/iran-s- stolen-election-and-what-comes-next
  3. Binihêrin: "Iran: What happened, where now" (Îran: Çi qewimî, niha li ku ye), Open Democracy (Demokrasîya Vekirî), 16 sibat 2010, http://www.opendemocracy.net/ farhang-jahanpour/iran-what-happened-where-now

Wergera ji îngilîzî Celîl Kaya