Serpêhatîyên ukraynî

Nivîskarek, welatek
Translator

Andreï Kourkov, nivîskarê herî navdar ê hevdem ê ukraynî ye li dinyayê, lê belê ew bi rûsî dinivîse. Di romanên wî de penguenên noyrastênîk (kesê rayên hêrsa wî lawaz) û vîzyonên nementiqî hene, lê belê mijara wan timî pirsgirêkên siyasî ne. Andreï Kourkov mîrasgirekî Gogol e: dema ku realîte bi rastî sosret û sosirmet be, hingê ya ku wê rastiyê nîşan bide fantezî ye.

Ez kesekî xwedî şans bûm. Ez li Ukraynaya sovyetî mezin bûm, ez bi xwe tê de jîyam û min şahidîya jihevketina Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst, (YKSS) kir û ev nozdeh sal in, eger ez rasterast tê de cih nagirim jî, ez bûyerên li welêt dişopînim.

Di nozdeh salên jîyana hevpar de, min karî awayê bîrbirina Ukraynayê têbigihim: Lewleba Foucault, ya ku di navbera Rojhilat û Rojava de diçe û tê.

Li destpêka salên 1990ê, min û jina xwe, me li navenda dîrokî ya Kîevê studyoyek kirî û berî her tiştî me tê de derîyekî polakirî yê dikare xwe li ber guleyan bigire, da bi cih kirin. Wê demê, bajar, weke hemû deverên din ên welêt, ji alîyê komikên krîmînel ve dihat kontrol kirin û bawer dikim, tenê polîsan xerac nedida wan. Berevajî, gangsteran bi xwe xerac dida polîsan: Ji bo polîs wan ji projeyên xwe agahdar bikin û krîmînelên ku bi şaşî tevî kalaşnîkovan dihatin girtin, berdin. Vê pêvajoyê bi qasî şeş an jî heft salan dewam kir, heta ku polîsên herî çavbel fam kirin ku ew bi xwe jî dikarin parastina karûbarên piçûk û navîncî pêk bînin û berdêla wan xizmetan jî bavêjin berîka xwe.

Dîsa li heman serdemê, servîsên taybet, yên bi koka xwe digihîştin KGBya berê, ji ber şerên mafîyayê û gendelîya mîlîsan helak bûbûn. Di nav du salan de, hemû mafyaya ukraynî ji holê rabû û kes nizane çi hat sere wê, lê li goristanên welêt, bi hezaran abîdeyên goran "bi gewde dibûn" û tevî kincên xwe yên sportîf ên bi marka adidas û di destên wan de mifteyên mercedes, wêneyên merhûman li ser wan abîdeyan dihatin raxistin. Êdî dîsa kesî nikaribû li sikakan ji xwe re bimeşe; bi taybetî jî danê şevê. Hedadên ku derî pola dikirin, ji ber sîparîşên zêde wext nedidîtin serê xwe bixurînin. Gansgsterên herî xurt karibûn li jîyanê bimînin û ew di pey re ketin nav cîhana bazirganîyê û siyasetê. Gelek ji wan ketin nav karûbarê qaçaxçîtîyê, ji ber vê yekê her derê welêt bi malê îtxalkirî, yê rengareng û bi fiyetên erzan hat îşxal kirin: Kurkên grêkî û çaketên rom ên çerm, lîkorên îsraîlî û alkolên belçîkî yên bi markaya "Nîkolas II". Kesî bac nedida, lê belê meaşê mehane yê karkerekî ji 40 an jî 50 dolaran derbas nedibû û perê ku diket destê karmendekî xanenişîn, ancax têra kirîna çend nanên somun dikir.

Desthilat wê demê ketibû nav destên serok Leonid Koutchma, nûnerê girîng ê "birêveberên sor". Bi şêweya xwe ya sade, hazircewab û nêzî gel, ew carna bi gîtara xwe ya kevin jî derdiket ser ekranên televizyonê. Hetta, wî carna xwe nedigirt, stran jî digotin. Xelk ji ber wê hewaya wî ya qelender a malxwêyekî malê, li kolanan li dor serok diciviya û jê dixwest ku ji wan re li gîtarê bide û stranan bibêje. Kesên muzîkperest: Ên ku di demeke kurt de veguherîn derdora wî ya karê karsazîyê (business environment). Wan piranîya şirketan kirin malê taybet û bi awayekî nazik hin prensîp û qanûn anîn bîra serok da ku ew bikaribe bi riya wan Ukraynayê bi awayê herî bilez ber bi aborîya lîberal ve bibe. Lê belê, Ukrayna veguherîbû bazareke dirinde û hovane ya pir mezin. Ji her du ukraynîyan yekî karûbarê bazirganîyê dikir. Her tişt dikarîbû bihata firotin: Kartolên baxçe, cixareyên qaçax, berhemên kargehên ku lê dihat xebitîn. Lewre ji dema alozîya parlementerîyê ve, karkeran meaşên xwe rasterast weke mal û xizmet werdigirtin. Ev yek hertim ji tinebûnê baştir bû. Rêya di navbera Kîev û Nîkolayevê de di nav bajarê biçûk Pervomaysk re derbas dibe û li vî bajarî kargeheke firaq, quşxane û taweyan hebû. Karkeran xirdewatên ku li şûna meaşên xwe werdigirtin, dibirin bazara li ser kolanê, ku êdî ji ber vê yekê rojê 24 saetan vekirîbû. Cara pêşî ku ez bi rêya bejî hatim Pervomayskê û ber bi Derya Reş ve çûm, min bi awayekî şaş û metelmayî dît ku cureyekî haleyê di asoyê de diteyise. Ez pêşî fikirîm ku ew bi her halî herêmeke parastinê ye. Lê belê paşî min dît ku ew bazara firaqan e û ew bi ronahîavêjan weke rojê hatine ronî kirin. Quşxane û tawe, di nav vê ronahîyê de, weke keştîyeke kozmîk dibiriqîn û weke ku keştîya kozmîk li wî cîhî ji hev hatibû xistin, xuya dikir. Ev bazar, divê ez bibêjim, hê jî heye, tevî ku ev demeke dirêj e ku karker êdî meaşên xwe weke dirav werdigirin.

Leonid Koutchma, duyemîn serokê Ukraynayê, diyar kir ku di dema serokatîya xwe ya pêşî de ew fêr bûbû bibe serok û di dema serokatîya xwe ya duyem de wî dixwest welêt veguherîne welatekî ewropî yê nûjen. Ev yek wê bi îhtîmaleke mezin pêk bihata jî, eger "pirsgirêkeke" piçûk rû nedabûya. Di îlona 2001ê de, rojnamevanekî ku heta hingê qet nedihat nasîn, Gueorgui Gongadzé, winda bû. Termê wî dê—serjêkirî—pir bi lez bihata dîtin. Û tavilê destnivîsên bi agahîyên nihênî, yên li buroya Leonîd Kouchma, ji alîyê parêzvanê wî yê nêz, general Melnitchenko ve hatibûn nivîsandin jî wê eşkere bibûna. Agahîyên di vê destnivîsê de dibûn sedem ku guman çêbin ku fermana kuştina Gueorgui Gongadzé ji alîyê serok, an jî derdora wî ve hatibûye dayîn. Ev bû sosreteke navneteweyî ya ku heta îro jî tesîrên wê li ser siyaseta ukraynî xwe didin xuya kirin. Rûniştina doza li dijî kujer, generalê milîsan Oleksi Poukatch, wê di nêz de pêk bê, lê belê yê fermana kuştinê jî daye tê gotin ku serokê niha yê parlamentoyê Vladîmîr Litvine ye. Û hêjayê gotinê ye ku Litvine di sala 2001ê de li ser serê rêveberîya serok Leonid Koutchma bû.

Serokê li ser kar, Victor Ianoukovitch jî dîsa yek ji şagirdên wî ye. Dema ku Koutchma gihiştibû wê bawerîyê ku bidestxistina cara sêyem ya serokatîyê piştî skandaleke ku bi kuştina rojnamevan Gueorgui Gongadzé bi encam bûbû, wê bibûya zêdegavîyeke exlaqî, wî di sala 2004ê de biryar da ku Ianoukovitch ji xwe re bike "xelef". Ya rastî li gor destûrnameyê jî jixwe nabe kesek ji du caran zêdetir bibe serok: Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn tevî vê yekê jî mafekî wisa daye wî —li Ukraynayê, Dadgeha Destûra Bingehîn ti caran li dijî daxwazên serokan dernakeve. Îro jî heman rewş li vî welatî heye.

Di sala 2004ê de, tevî vê yekê bi xêra şoreşa porteqalî, Iouchtchenko bi ser ket. Ji bo serdemeke ku wî li ser text derbas kir, wî pir bi xemsarî aborîya welêt bi rê ve bir, eynî weke keşeyekî şîretbêj wextê xwe bi temamî da xweşbêjîyê û ket nav hewldanê da ku gelê ukraynî fêrî hezkirina welêt bike û bi vê jî nema, xwe weke sembola Ukraynayê nîşan da û got ku Ukraynaya rastîn ew bi xwe ye, Ukrayna Iouchtchenko ye. Helbet serdema wî nebû salên herî xirab ên vî welatî, lê belê bû salên herî durû yên dewletê. Û di encama van salên herî durû de, Partîya Herêman û lîderê wê Victor Ianoukovitch bûn deshilatdar. Gelek caran ew bi Georg W. Bushê kur re tê muqeyese kirin. Kêm, zêde asta wan a perwerdeyê yek e û şaşîyên xwe bi heman peyvan tînin ziman. Victor Ianoukovitch şaşîya xwe ya herî meşhûr berî ku bibe serok, kiribû. Li ser forma ku ji bo beşdarîya hilbijartinan dagirtibû, wî diyar kiribû ku ew mamoste ye —peyva esîl, lê belê wî ew peyv şaş nivîsîbû. Xwedê wî biparêze, mamosteyê me Ianoukovitch! Hem bi maneya peyvê û hêm jî bi maneya mecazî. Tê gotin ku ew bawermendekî pir kûr e. Tiştê ku wî zêdetir nêzî George W. Bushê kur dike jî ev e. Helbet nizanim ka ew di gelek tiştên din de jî dişibin hev an na, lê belê piştî serkeftina xwe ya di hilbijartina serokatîyê de, ew ket nav lezûbezeke mezin ji bo ku têkilîyên xwe yên li gel Poutine û Rûsyayê ku ji alîyê selefê wî ve pir hatibûn îhmalkirin, sererast bike .

Di nav du mehên pêşî yên serdema serokatîya xwe de, wî ji bo 25 salan hebûna fîloya rûs a li Sebastopolê dirêj kir û misoger kir ku gaza Rûsyayê ya ber bi Ewropaya rojava ve tê şandin, wê êdî bi awayekî aram û berdewam di xaka Ukraynayê re derbas bibe. Wî di ser de jî soz da ku ew ê komarên Osetya û Abxazya yên ku îro ji Gurcistanê veqetîyane, binase. Ji welatîyan re û bi taybetî jî ji welatîyên rojavayê Ukraynayê re ku helwêsta wan a beramberî Rûsyayê têra xwe bihêrs e, Ianoukovitch îzah kir ku di berdêla vê dostanîyê de, Ukrayna wê bibûya xwedî gaza erzan. Lê belê Rûsyayê bihayê gazê jî danexist. Victor Ianoukovitch nema behsa dostanîyê kir û rabû vê carê jî xwe nêzî serokê Rûsya Spî Loukachenko kir: Yê dawîyê ji bo ku şûna petrola Rûsyayê, petrola Venezuelayê bi cih bike, li gel Hugo Chavez peymanek îmze kir. Petrola Venezuelayê di ser Lîtwanya û Ukraynayê re wê bigihîşta Bellarûsyayê (Rûsyaya Sipî). Ev yek nîşan dide Ukrayna çawa careke din bû welatekî "pir-vektorî". Wê hem hewl da bi Rûsyayê re dostanîya xwe biparêze, hem bi milyaran dolar kredî ji Fona Diravî ya Navneteweyî bistîne, (bêyî van kredîyan welat wê biketa rewşa nekarîna dayîna deynên xwe) û hem jî ji nakokîya navbera Rûsya û Rûsyaya Sipî (Bellarûsya) jî sûdê wergire —ha di vê navberê de, wê hê jî komara Osetya nenasîye… Kanaleke televîzyona dewletê ya rûsî di bernameyeke xwe ya pir populer de bi belavkirina tinazeke qebe, nerazîbûn li hember Ianoukovitch nîşan da. Ukraynîyên ku zêde ji serokê xwe hez nakin jî, tinaz û henekên di bernameyê de li hemberî xwe weke heqaret û êrişan nirxandin.

Lê belê analîstan bi bîr xist ku di kanala televîzyona rûsî de, li ser fermana Kremlînê dihate kenîn: Di vê rewşê de ew sînyalek bû —sinyaleke hinartî tam piştî serdana jinişkave nîvcohiştî ya Vlamdimir Poutin li Kîevê. Piştî betalkirina firavînê, ew bi awayekî dilnexweş vegeriyabû, weke ku pêşbînîya vê rewşê dihate kirin. Halbû ku serdana Poutine berîya hilbijartinên herêmî pêk hatibû û ji van hilbijartinan partîya deshilatdar hêvî dikir ku ew ê tevahîya welêt bixe bin kontrola xwe. Bi rastî, bi fen û lîstikan û bi xêra provokasyonên curbicur û manevrayên hiqûqî yên ecêb, ew di hilbijartinan de nîva-nîv bi ser ket. Li sê herêmên rojavayî, netewîgirên tundrew bi ser ketin û ev partî ji alîyê partîya Ianoukovitch ve tenê ji bo bilindkirina benda li pêşîya hevgirên Ioulia Timochenko, (1) bi awayekî nepayî hat destek kirin.. Û li beşên din ên welêt, Partîya Herêman karî bi hilbijartîyên tevgerên din re zimanekî hevpar peyde bike.

Lê belê, herçendî rewşeke wisa ji bo nûnerên gel ne girîng be jî, gel bi şoreşa porteqalî ji tirsên xwe rizgar bû û nexwest ji nû ve xwe bi destê tirsê ve berde û heta xwe nefiroşe. Û serok careke din neçar e vegere ji soza xwe ya ku wî yê rûsî bikira zimanê duyemîn ê fermî yê dewletê, ji ber ku piranîya ukranîyan li dijî tiştekî wisa ne. Ew ji ber vê yekê berî demeke kin neçar ma cejna zimanê fermî pîroz bike, dema ku saet 16ê pê hesiya ku stasyonên radyoyê ji bo tevahîya welêt bi vê wesîleyê îmtîhaneke nivîsandinê weşand, ku pê herkes dikare asta xwe kontrol bike. Helbet amadekirina îmtîhaneke nivîsê ne wezîfeyeke serok e. Lê belê pêwist bû ku hikûmet li pêşîya kamerayan rêza xwe ya ji bo zimanê ukraynî nîşan bide. Ji bo vê bike, wezîrê perwerdeyê, yê rûsîaxêv Dmitri Tabatchnik hat wezîfedar kirin: Bi tenê şaşîyek kir.

Şerê ji bo û li dijî zimanê rûsî ev 19 sal in didome. Lê belê ev ji demeke dirêj ve ye ku êdî ji bo piranîya ukraynîyan ne pirsgirêkek e. Li Ukraynaya rojava, ku lê partîyên netewîgir roj bi roj nêzî serkeftinê dibin, mirov ji tevahîya ewropîyan bêhtir rastî tûrîstên rûsî tê. Li vê herêmê bajar bilivûtevgertir û mirov devbikentir in. Vê herêmê bi tenê 45 sal di himbêza Yekîtîya Komarên Sovyeta Sosyalîst (YKSS) de derbas kirin û ev e îzaha vê rewşê. Her çi Ukraynaya rojhilat e, tevî nêzîkbûna wê ya cîranî ya bi Rûsyayê re jî, dilê wê qet tineye vegere nav "malbata gelên sovyetîk a ku paytexta wê Moskova ye", û karsaz êdî ji vê herêmê zarokên xwe ji bo xwendinê dişînin Îngilîstanê an jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Berî demeke nêz, nasek, karsazekî ji Donteskê, bi serbilindî gote min ku zarokên wî fêrî ukraynî bûne. Ew bi xwe wê ti caran nikaribe vê yekê bike: Ji ber ku li bajarekî bi temamî ji rûsîaxêvan pêkhatî, pêdivîya wî bi fêrbûna ukraynî qet tuneye. Lê belê tiştekî baş e ku ew hîs dike ku Ukrayna xwedî paşerojekê ye ku ji ya Rûsyayê cuda ye.

Çavkanî

Andreï Kourkov:
Navê berhema wî ya dawî ya hatî weşandin: Laitier de nuit [Şîrvanê şevê], Paul Lequesne ji rûsî wergerand, Seuil, koleksiyona "Points", Parîs, 2011.

  1. Nota redaktor. Serokwezîra piştî "şoreşa porteqalî", ew bloka Timoşenko bi re ve dibe

Wergera ji fransî: Baran Nebar