Serûbinbûna muzîka reşan

Translator

Roja 21’ê Sibata 1965’an, Malcom X di dema axavtineke xwe ya li ser dikê de, di encama êrişeke de dihê kuştin. Roja mayîn, Le Roi Jones’ê ku di sala 1963’an de, berhema bi nav û deng ‘Blues People: Negro Music in White America’ derxistibû’, radigîne ku ew bi navê ‘Black Arts Repertory Theater/School, saziyekê li derdixin. Balkêş bû ku ev sazî li herêma Harlem a Newyork’ê li cihê ku berdevkê civaka îslamî Malcom X lê hatibû kuştin, dihê avakirin. Bi armanca protestokirinê, hunermend Le Roi Jones navê xwe diguherîne û dike Amiri Baraka.

Her çend hin zagonên nû ku qaşo sipî û reşan yeknesak digire derketibin jî û her weha hunermendê saksafonîst John Coltrane di hunera xwe de bilind bûbe û nav û dengê wî gihiştibe qada gerdûnî jî, kuştina trajîk a Malcom X dibe sedema radikalbûna hunermendên afrîkiyên-amerîkî. Ev bûyer dîroka muzîka jazz’ê jî ser û bin dike. Di buhara 1965’an de, komeke muzîkjenên “Chicago fonde l’Association for the Advancement of Creative Musicians’’ bi bîr û baweriyeke şoreşgerî, wekî prensîb biryar didin ku ewê kariyera xwe ya muzikî bi xwe bi rê ve bibin. Muzîka Jazz’ê bi dawî dibe û Great Black Music berpirsiyariyeke wekî berdewamiya dîrokê li xwe bar dike. Muzîsyenên kêm radîkal, di hunera xwe de muzikên xwedî ruhê bi şehwet tercîh dikirin. Ji rêvebirên komê Kelan Phil Corhan ku di sala 1969’an de berhema bi navê ‘Malcom X Memorial’ derxist demekê berî niha weha gotibû: ‘Me dixwest, em nasname û muzîka xwe bînin ziman, lewma me ji xwe re prensîbek danî holê: divê em tenê reng û awayê xwe yê taybetî derbixin pêş’

Ev ne tesadufî ye ku sala 1965’an dibe sala despêka pêşxistina berhema bi navê Freedom, Rhythm and Sound. Ev berhema hunerî ji aliyê Stuart Baker û Gilles Peterson ve hat amadekirin. Tê de rêzeke dîskên bijarte cih digirtin. Di dema derketina wê de, berhemeke din a ku ji du CD’yan pêk dihat û tê de berhevkirineke muzîkal cih digirt derket. Di vê derê de nifşeke xwedî taybetmendiyên cuda derketiye holê ku hem ji aliyê estetîk ve û hem jî ji aliyê ekonomik ve ji sistemê dûr e. Berhemên bi navê ‘Revolutionary jazz original cover art 1965-82’ di dîroka muzîka Jazz’ê de gaveke nû ye.

Ornette Coleman û hemû maceraperestên jazz’a azad avahiyên Soho bi dest dixin, wê derê ji xwe re dixin meskeneke alternatîf. Ev koma serbixwe bi rik û bi biryar ji xwe re dixe armanc ku wicdana gettoyan şiyar bike û têkilî û zincîreke wekî Tribe Records ava dikin ku ev yek di sala 1971’an de ji aliyê muzîsyenên bajarê Detroit’ê ve hatibû avakirin. Armanca wan a yekemîn ew e ku hewlê bidin ku enerjiya civakê di kanalekê de ber hev bikin.

Muzîka jazz’ê ji çerxa endustriya ku berhemên wekî hev derdixe bi temamî difilite. Bi wê ruhê azadiyê û bi gotinên populer xwe tim nû dike û gav diavêje nava cihana muzîkan. Ev şêwaza muzikê êdî dibe kozmîk û li gerdûnê belav dibe, dibe esoterîk ku tenê derdoreke bijarte dikarin jê mesaj debixin, û hinek jî dibe polîtîk.

Têkoşîna li dijî dagirkeriyê, şerê li Viyetnam’ê, ‘blaxploitation’ an ku bilindkirina rûmeta qewmê afrîkiyên-amerîkî, bidestxistina mafên medenî, mijarên sereke ne ku ev muzîk di nav xwe de dihewand.

Koma Last Poets ji stranên ku ji zindanên başûrê Amerika’ya Yekgirtî derdiketin, îlham digirtin û sûkên Newyork’ê radikirin ser piyan. Saksofonîst Archie Shepp jî di berhema xwe ya bi navê ‘Attica Blues’ de nifir dibarand ser zindana bi nav û deng a ku tê de hemqewmên wî girtî bûn.

Çawa ku muzîsyenê Jazz’ê Don Cherry di dema bombebarana li ser Kamboçya’yê de, bi armanca protestokirinê, ji bo daîmî Amerika terikandibû, hin ji endamên koma Last Poets jî berê xwe dan xeribiyê, hin ji wan jî tev li rêxistina Black Panthers bûn.

Piraniya wan li Cezaîr’ê tev li festîvala pan-afrikî dibin, ku di havîna sala 1969’an de li paytext Alger hatibû lidarxistin. Pişt re li Paris’ê rêzeberhemên bi navê BYG-Actuel derdixin. Ev yek jî di demeke din de wekî efsane belav dibe.

Piştî çil salan, ev dîskên ku bi hêjmarên kêm dihên derxistin, her yek ji wan bûne berhemên giranbuha yên koleksiyonê. Peyamên ku wan xwestibûn di dema xwe de bidin, îro hîna jî girîngiya xwe diparêzin. Wekî îspat, festîvala Sons d’hiver (dengên zivistanê) giranî da du figurên wê demê: sînemavan Melvin van Peebles, berhemên wî ‘cultissime’, ‘Sweet Sweetback’s Baadassss Song’ hîna jî wekî operaya jazz’ê eleqeyê dibînin. Graphiste Emory Douglas, ku di dema xwe de ‘wezîrê çandê’ yê rêxistina Black Panthers bû bi tevî du lehengên koma Last Poets di sala 2010’an de di festîvala bi navê ‘Tongues on Fire’ de eleqeyeke mezin dîtin.