Serxwebûn û krîza polîtîk

SENEGAL
Translator

“Bilindbûna Karim Wade ku kes nikare pêşî lê bigire”, “Karim Wade wê heta kê derê bilind be?”, “Heger Karim dixwaze bibe serok divê zimanê wolof zanibe…” Ev manşetên rojnameyên afrîkî ne ku piştgiriyê didin kurê serokê Senegal’ê Abdoulaye Wade. Ew îro şêwirmendê taybetî yê bavê xwe ye. Berî niha wî ji Rêxistina Konferansa Îslamî beşa Senegal’ê (Anoci) re serokatî dikir. Yanzdemîn civîna bilind a vê rêxistinê di Adara 2008’an de li paytext Dakar’ê pêk hatibû. Di 1’ê Gulana 2009’an de jî ‘Karim’ wekî wezîrê tekiliyên navneteweyî yê binesaziya welêt û yê rêyên hewayî hat hilbijartin. Li welêt baweriyeke wisa heye ku serok dewlet plan kiriye kurê xwe bîne ser textê serokatiyê.

Ev yek jî berdewamiya fenomenên din e ku dibe sedema kirîzeke ciddî ya demokrasiya li Senegal’ê. Ji ber ku heta niha demokrasiya vî welatî ji bo tevahiya parzemîna Afrîka’yê referanseke baş bû. Piştî pêvajoya taybetî ya bi yek partiyeke polîtîk – ji serxwebûnê (1960) heta sala 1974’an –, serok Léopold Sédar Senghor sîstema fire-partî derxist pêş, lê herî zêde heta çar partiyên xwedî îdeolojiyên cuda dikaribûn xwe bi rêk û pêk bikin: baweriya sosyalîst ku bi xwe temsîla wê dikir, baweriya liberal ku di bin navê partiya demokratîk a Senegal’ê (PDS) de li hev civiya û serokê wê yê niha Wade ye. Ew piştî ku ji ‘sosyalîzma karker’ veqetiya, di bin navê ‘liberalîzma demokratîk’ de ala partiya xwe bilind kir. Her du baweriyên din jî, yek: partiya serxwebûna Afrîkayê (PAI) ye ku doza komunîzmê dike, ya din jî baweriya muhafazakar e ku di tevgera komarger a Senegal’ê (MRS)’de li hev civiyaye.

Di nava dewletên Afrîkî de ku piraniya wan bi rêjîmên otorîter dihên birêveberin, her çend hin kêmasiyên sîstema polîtîk a Senegal’ê hebin jî, xwedî taybetmendiyeke erînî ye. Wekî mînak serokê Tevgera Neteweyî ya Demokratîk (RND profesor Cheikh Anta Diop – ku di cihanê de bi çalakiyên xwe yên pan-afrîkanîst dihê nasîn– gotibû heta ku destûr neyê dayîn ku muxalifên dijwar ên rejîmê, ji illegaliteyê derbasî legaliteyê bibin, ewê bi xwe nebe endamê tu partiyeke polîtîk. Di Berfanbara 1980’ê de serok Léopold Sédar Senghor dest ji kar kişand û di şûna xwe de serokwezîr Abdou Diouf tayîn kir. Bi ya destûra bingehîn jî, dema textê serok dewletiyê vala be, wê serokwezîr şûna wî dagire. Serokê yekem ê Senegal’a serbixwe ji vê jesta xwe ya destjikarkişandinê re du sedem rêz kirin: “ewê heta dawiya jiyana xwe di muxalefetê de bimîne” û sedema duyemîn jî ew e ku: “di 74 saliya xwe de divê mirov vî textî serbest bihêle da ku nifşa nû bikaribe ala rêveberiyê dewr bigire..”

Ji aliyê din ve, bi ya xwendevanên zanîngehê yên senegalî Momar-Coumba Diop û Mamadou Diouf, du tirs û fikarên din ên serok Senghor hene: “Sîstem û polîtîkaya nû ya aborî ji aliyê îdeolojîk ve ketibû nava nakokiyan, wî ji aliyê wijdanî ve nikaribû ev yek bihemanda” tirsa wî ya din jî “sistbûna civakî û polîtîk bû”. Ya rastî, di wê serdemê de, Senegal bi armanca ku pirsgirêkên xwe yên ku di encama tevliheviyên civakî de derketibûn holê çareser bike, bi Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) re plana sererastkirineke bingehîn îmze kir.

Serokê berê yê konseyê Mamadou Dia ku di sala 1962’an de, bi tawana xiyaneta bilind, ji aliyê serok Senghor ve, bi dijwarî ji peywira xwe hatibû girtin, di wê baweriyê de bû ku serokdewlet bi helwesta xwe ya daketina ji ser text nejidil e û gel manîpule dike: Dia dibêje: “Serok wekî hukûmdarekî, çawa dikare di şûna xwe de kesekî tayîn bike. Tu ciwanmêrekî polîtîk ku heta niha Senegal bi rê ve biriye bi qasî Senghor mafê serdestiya gel bin pê nekirine. Ew xwe wekî xwediyê reformên destûra bingehîn dibîne. Qaşo sîstema wêlêt dikare, bêyî ku serî li fikrên wî bide, xwe bi ya vê destûrê bi rê ve bibe. Ev kesê bêkêr hîna nikare di hilbijartinan de li ser navê xwe piraniya dengan bi dest bixe. Bi ser de jî ev hilbijartin di bin kontrola partiya wî de hatin birêveberin. Ev ciwanmêr bi kîjan wijdanî karibû di nava vê bêbaweriyê de welêt bi rê ve bibe û di kîjan şertan de û bi kîjan rûyî, diwêrî xelefê xwe li ser gelê Senegal’ê ferz bike?”

Muxalîf Wade ku wê demê piştgirî dida vê nihêrînê û hêrsa Dia, di wê baweriyê de bû ku sîstema rêveberiya welêt ne şeffaf e û weha nivîsandibû: “Ger pirsgirêka îstîfaya serokatiyê çareser nebe, her kes dikare bi her awayî desthilatdariyê bi dest bixe û li ser bimîne.” M.Wade û hevalên wî xelefê tayînkirî M. Diouf ji çav derxistin, wan kiribû serê xwe ku di hilbijartinên pêş de ewê werin ser text. Ev yek di çavên wan de parantezeke polîtîk bû ku bi qasî bîst salan dajot (dawiya 1980- destpêka 2000î). M. Diouf wekî ku hêvî dikir hat hilbijartin, dû re careke din, careke din, gelek caran li ser hev hat hilbijartin, Partiya wî ya sosyalîst (PS), di hilbijartinên 1983, 1988, 1993 û 1998 an de di rêza yekem de bû.

Di dawiyê de, hem ji ber xebat û hewldanên muxalefetê û hem ji ber daxwaza dilsoz a desthilatdariyê, rêveberiya Senegal’ê zagona xwe ya sîstema fire-partî berfirehtir kir û ji parzemîna Afrîka’yê re careke din serkêşî kir. – di sala 1982’an de qanûna teng ku tenê destûr dida çar partiyan, hat guhertin û berfirehtirkirin. Lewma îro li Senegal’ê sî û heyşt partî li meydana siyasetê di reqabetê de ne. Ji salên 1992 heta 2000 an carnan hukûmetên koalisyonê, carnan, hukûmetên bidor (rêveberiyê li hev dor dikin) avabûn.

Modela demokrasiya Senegal’ê li ser çar stûnên bingehîn hatibû avakirin: yek saziyên dewletê xwe bi ya polîtîkaya nû bi rêk û pêk kirin, ya duyem di koalîsyonan de bi tolerans û nermayî hukûm dikirin, ya sêyem, reqabet û pêşpirka hilbijartinan di nava aştiyê de derbas dibû, ya çaran jî rêzgirtina ji bo fire-dengî û fire-partî bû. – saziyên dewletê yên weşan û medyayê cudagerî nedixist nava partiyan, ji bo hemûyan heman nêzikayî nîşan dida û heman dem ji wan re vediqetand –, Di pêşketina mantiqa demokrasiyê û aramiya di dema hilbijartinan de, helbet divê rola radyoyên taybetî û ya saziyên gel ên sivîl jî neyê jibîrkirin, ji ber ku wan karibû sextekariyan yan jî hin xetayên piçûk di deqqê de bigîhandana gel… Di Sibat û Adara 2000’î de di pêvajoya hilbijartinan de, çapemenî bi awayekî vekirî roleke dijber leyîst û her tişt bi detayan digihand gel. Di encamê de Partiyên PS a M. Diouf û partiya PDS ya M. Wade bi awayekî aştiyane li hev kirin ku ewê hukûmeteke bidor ava bikin û desthilatdariyê li hev dor bikin.

Lê serdemeke tijî nakokî dest pê kir, hukûmet çawa ku dest guherand, her tişt ber bi xerabiyê ve çûn. Programa hukûmetê ku temamî ji soz û propagandayên dema hilbijartinan pêk dihat, wekî nameyeke mirî li ser maseyê ma. – hin ji wan sozan ew bûn ku rejîma parlementerî were zexmkirin, serxwebûn û bêalîbûna dadgeriyê were misogerkirin, alikariya civakî ya lezgîn were birêkûpêkkirin, kêmasiyên bingehîn ên di van bîst salên dawîn de ji holê werin rakirin–. Wekî hempişeyê xwe yê fransî Nicolas Sarkozy, serokê nû yê Senegal’ê alikariyên civakî bi ya politikayên liberal da meşandin, arzîkirina saziyên dewletê di çarçoveya daxwazên Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) de da berdewamkirin.

Otorîterîzma şefê nû yê dewletê pir zû xwe da der. Di 7’ê Rêbendana 2001’an de, di encama referandûmê de, destûreke nû ya bingehîn hat sazkirin. Bi ya vê yekê pêvajoya dema serokatiyê ji heft salan daket pênc salan, lê hukûm û erkên serok dewletiyê ew qas hatin zêdekirin ku ew ger pêwîst bibîne dikare Meclîsa Gel a Neteweyî fesih bike. Çerxa ku ketibû ser xeteke çewt gera xwe berdewam dikir: meclîs serxwebûna xwe wenda kir bi hin hêzan ve hat girêdan, dadgerî û edalet ketin bin hukmê hin derdoran, dewlemendî û pisporiya neteweyî di rêya berjewendiyên saziyên aborî yên Navneteweyî de hat xerc kirin û hwd…

Dîsa mînakeke din heye ku nîşan dide ev desthilatdarî ji rê derketiye. Ew jî di hilbijartinan de bilindkirina buhayê namzetiyê ye. Kesek ku di hilbijartinan de xwe wekî berendam nîşan bide, bi hinceta ku pêşî li “berendametiyên xeyalperest” were girtin, jê pereyek mezin dihê xwestin: Di hilbijartinên serokatiyê yên sala 2000’î de, buhayê berendametiyê 6 milyon frank CFA (9.000 euro) bû, di sala 2007’an de ev derket 25 milyon firankî (38.000 euro); Di hilbijartinên parlementoyê yên sala 2001’î de buhayê berendametiyê 2 milyon frank (3.000 euro) bû, di sala 2007’an de ev derket 15 milyon frankî CFA (23.000 euro). Mamosteyekî dibistanê ji bo ku karibe ew qas pere ber hev bike divê herî kêm mehmizên xwe yên sê salan ji çav derxe. Ji ber van sedeman hin derdor daxwazên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext anîn ziman û bi bîr xistin ku di gel sozên serok Wade, çîna navîn a şêniya bajaran ber bi xizaniyê ve diçe û şêniya li gundan jî bi kirîzeke ciddî ya aborî re rû bi rû maye.

Li esmanên muxalefetê birûsk vedan. Di nava van şertan de muxalefet ji serkeftina xwe pir bibawer bû. Di hilbijartinên 25’ê Sibata 2007’an de M. Wade li hemberî panzdeh namzetan, hem jî di tûra yekem de careke din hat hilbijartin. Ji Sibata 2000’î heta sibata 2007’an pir tişt guherî bûn, di binê piran re pir av herikîbûn: Serok dewlet di komisyonên rêveberina hilbijartinan de, di rêveberiya saziyên weşanê de û her weha di sîstema lîsteya hilbijêran de bi ya xwe hin guherîn dabûn çêkirin. Bi hinceta ku di hilbijartinên serokatiyê de hîlekarî çêbûye, muxalefet hilbijartinên parlementoyê yên meha Pûşberê boykot kirin. Rêjeya tev lê bûna dengdêran, bi ya muxalefetê ji % 25 bû, bi ya fermî ji % 30 bû. Lê belê di hilbijartinên serokatiyê yên bê boykot de beşdarbûn ji % 71 bû.

Di hilbijartinên herêmî yên 22’ê Adara 2009’an, paytext Dakar dikeve destê koalîsyona muxalefetê ya bi navê Bennoo Siggil Sénégal (Hevgirtina ji bo Pêşxistina Senegal’ê) . Ev encam ji bo M. Karim Wade ku xwe li paytextê wekî namzetê raqîb nîşandabû, bû wekî şirmaqek bi hijdîn. Êdî dem hatibû ku bavê wî yê serok, kurê xwe Kerîm wekî wezîrê dewletê peywirdar bike. Dû re, M. Abdouylaye Wade bi meclîsê dide qebûlkirin ku divê di kabîneya hukûmetê de mîsyoneke taybetî ya alikariya serokdewlet were avakirin. Ev Alîkarê taybetî, rojek dema textê serokatiyê vala be, ewê karibe şûna wî dagire. Gelek derdor ev mîsyona nû wekî tiştek nedîtî û ecêb bi nav kirin, hinekan îddia kir ku ev projeyeke taybetî ye, serokdewlet ji bo kurê xwe bixe dewsa xwe, ev yek bi zanebûn amade kiriye.

Muxalefeta ku di hilbijartinên 2007’an de têk çû, lê di hilbijartinên herêmî yên 2009’an de li paypaytext Dakar’ê serkevtineke berbiçav nîşan da, îro xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê yên sala 2012’an amade dike. Di Pûşbera 2009’an de, muxalefet “ji bo rêveberiyeke demokratîk a Senegal’ê” di destûra bingehîn de pêşniyazqanûnên nû pêşkeşî parlementoyê kir. Taybetmendiya vê pêşniyazqanûnê ku encama xebata salekê ye, ew e ku “sîstema serokatiya neokoloniyal” (serokatiya nîvgrêdayî ya hêza dagirker) ji nîqaşê re veke û jê re meydan bixwîne.

Wezîrê berê yê serok Senghor, M. Abdoulaye Ly (91 salî ), “rejîma taybetî” ji aliyê aborî û polîtîk ve wekî tevliheviya erkan dinirxîne û di wê baweriyê de ye ku kareketerê dagirkeriya Fransa û ya saziyên navneteweyî yên aborî her yek bi ya xwe, li ser sîstema aborî û polîtîk a Senegal’ê erkên xwe ferz dikin.

Partiya PDS – ku li ser daxwaza serokê xwe navê xwe kir Partiya Demokratîk a Senegal’a Azad (PDSL) îro projeyên xanedanî yên ji bo berjewendiyên malbata serok amade dikin. Malbata serokdewlet tev li pir tiştan bûye. Liberalîzma ku ji aliyê M. Wade ve dihat parastin ketiye xizmeta malbata wî “libotisme”. Ev torpîl û parastina berjewediyên malbatê ji bo Senegal’ê tiştek nû ye. Ev karaketerê xerab hem di saziyên dewletê de cih girtiye û hem jî di xebatên çandî de derdikeve holê. Wekî mînak di nava vê tengasiya aborî de, di gel ew qas lidijderketin û gotûbêjan peykerê “ ronesansa Afrîka’yê” hat çêkirin û li wî 27 milyar frank CFA çû.

Di salên 1990’î de li Afrîka’yê pêlên Konferansên Neteweyî dest pê kirin, di van civînan de baweriya çep hêdî hedî dihat dûrxistin û projeyên wan li ber çav nedihatin girtin. Lê baweriya neolîberalîzm wekî rêber dihat tercîhkirin. Ev sîstema desthilatdariya bi dewr û bi dor jî, yek ji encamên van konferansan e ku ji “çanda deal” (çanda bazarê) dihê. Ew jî ji aliyê saziyên aborî yên navneteweyî ve bi armanca ku di desthilatdariyê de bazarî çêbibe hatiye pêşkêşkirin. Di encama vê kulturê de veguherîn û mutasyon pêk hatin: partiyên polîtîk her yek ji wan parazvanên derdorên teng bûn. Sendîka bûn navgînên sekter ên destê siyasetmederan. Tevgerên entelektuel bûn tevlihevî û qelebalixiya mirovên ku tu têkiliya wan bi rastiyê tune. Çapemenî bû firokeya bê plana firînê û bê îstiqamet. Hêza desthilatdar bû navgîna xapandin û manîpulasyona meclîs û dadgeriyê. Bazara emlaq û avahiyan û xizmeta di vê sektorê de bû sandoqeke quflandî ku ne guncan e hemwelatî jê sûdê werbigirin.

Di encama vê çand û siyaseta dûrî rastiyê de civakek derket holê ku ji bo paşeroja xwe tu amadekarî nake. Li herêm û taxên derdora bajarê mezin ê Dakar’ê mirov xwe bi cih û war dikin, xwe derman dikin, dixwînîn, hîn dibin, dixwin, vedixwin, li xwe dikin, rêwîtî dikin, bi kîjan derfetan? bi bêderfetiyê.

Wergera ji fransî
Bedran Dere

Çavkanî

ABDOUL AZIZ DIOP : Zanyarê siyasetê, nivîskarê pirtûka bi navê Une succession en démocratie: Les Sénégalais face à l’inattendu, (mîrata ku ji demokrasiyê maye: Senegalî di tariyê de ne) weşanên L’Harmattan, coll. ''Pensée africaine'', Paris, 2009.